10 februari 2011

Berf û hutika Sirrî Sakik

Ji danê nîvro da ye berfê weke hêrameke sipî girtiye ser Stockholmê, herder sipîboz dike…
Ez nuha derketim hewşê, ne ins e, ne cins e, ronayiya lampeyên kolanan û kuliyên berfê yên krîstalî li bin guhên hev dikevin û dîmenekî bêemsal tînin meydanê,
Berfa berê ya qilêrokî, di toz û tebarê da mabû xuya nake, ji nuh va her der û her tişt sipî dike.
Ev nêzî 5 mehan e ku em di bin berfê da ne.
Swêdiyan wisa bawer dikirin ku berf êdî qediya û buhar di rê da ye. Loma jî ev du sê roj bûn dest bi mizicandinê kiribûn..
Lê kêfa wan qurçimî…
Ji ber ku swêdî ji buharê û havînê pir hez dikin, di buharê û havînê da har dibin, weke gulên mihemedî vedibin û vedibin…
Lê gava meteorologan do gotin berfeke zêde di rêda ye, ji nuh ve weke elokan çilma wan dirêj bûye û dest bi xeberan û ufekufê kirine.
Îro li ciyê kar dema min dît ku wa ye berfê dest pê kir û bû tozan, ji qestî min çû ji çend heban ra(hemû jin bûn)got, bîna xwe teng nekin, berfê wa ye dîsa dest pê kir û ewê berfeke pir bikeve…
Û dû ra jî min got, erê weleh, min bîriya berfê kiribû…
Hemû matmayî man, mirûzên xwe tahl kirin, tirş kirin, nizanîbûn ez henekan dikim ya rast dibêjim, gotin, TU çi dibêjî Zinar?
Min got, çi baş, emê ji berfa qilêrokî xelas bibin, herder ewê ji nuh ve sipîboz bibe…
Xaniman xwe xeyidandin, gotin, ”bes e” e, em şewitîn, em buharê û rojê dixwazin…
Li beriyê kilamên li ser berfê pir kêm in, lê dildarên Serhedê pir avêtine ser berfê. Di stranekê da dibêje:

Zerî heyran çiya bilind e, berfê lê kir
Gidî qulingê malikşewitî hato, hêlîna xwe tê de çêkir
Delalê ber dilê min berê xwe daye xerîb û xurbetê
Ezê nizanim temînîka dilê min li kê kir
Zerî heyran çiya li çiya dikir gazî
Dar û berê welatê me çiloyê xwe
Wesandine mane sor tazî
Te sala îsal goştê canê min helandî
Zeriyê ez nizanim tu ji hestîkê min çi dixwazî
Sirrî Sakik bi yek hutikê Canîkê AKP-yî firand nava hewz!Di meclîsa Tirkiyê da di nabêna parlamenterên AKP-ê û BDP-ê da li ser "birêziya" Ocalan şer derketiye.

Li gor çapemenî dinivîse Nurettîn Canîkê AKP-eyî gelek heqaret li kurdan kiriye û li ser vê jî şer dderketiye.
Di şer da Sirrî Sakik bi destê çepê boksek li Nurettîn Canîk daye û Canîk wek termekî firyaye nava hewz.
Dibêjin destê Sirrî Sakik yê çepê wek gurzê Rustemê Zal pir giran e, derbekê li kê xe rabûn tuneye, bi erdê ra dike nanik.
Loma jî Sakik di şeran da zû bi zû destê xwe yê çepê bikar nayne, çimkî derbên wî pir tahlûkene...
Carnan hin demên wiha dibin ku gotin diqede û dibê hutik(boks, kulm)bipeyivin...
Yanî hutik şert dibe...
Û Xwedê kir ku di wê meclîsê da Sakik heye, ne Sakik be di meclîsê da kurd hutikekê jî li tirkekî misteheq naxin...
Ez bi xwe ji Sakik hez dikim, carnan dibe dermanê çavê kul û dilê meriv rehet dike...
Ji Celal Paydaş vir da ye tu kesî bi hutikekê kes nefirandiye nava hewz...
Derbên wiha karê boksoran e...
Celal Paydaş di sala 1976-an da li meclîsê di şerekî wiha da bi yek hutikê generalê teqawit Alî Elverdî yê faşîst (generalê ku îdama Denîz Gezmîş û hevalên wî da) li erdê dirêj kiribû....
Bûyerê pir olan dabû...
Ji wê rojê û virda ye ku ev cara pêşî ye kurdek li yekî misteheq dixe û difirîne hewz...
Gelek sipas Sakik, li wî destê xwe yê çepê pir miqate be, di rojên wiha da lazim dibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE