28 februari 2011

Kuştina Olof Palme û hin bîranînên min

Îro 25 saliya kuştina serokwezîrê Swêd Olof Palme ye.
Olof Palme, 25 sal berê(1986) li Stockholmê şeveke îniyê gava ew û xanima ji sînemayê derketin û diçûn mal saeet di 23.21-ê da li ber deriyê tramvayê hate kuştin.
Di êrîşê da xanima wî Lîsbet Palme jî sivik birîndar bû.
Li gor îfadeya xanima wî, qatil yekî tenê bû, ji para bera serê Olof Palme da û reviya.
Heta nuha ne qatil hetiye girtin û ne jî tê zanîn ku kê û ji bo çi Palme kuşt ya jî da kuştin.
Piştî kuştina Palme bi demekê pûlisên swêd bi navê ”şopa kurd” navê PKK-ê jî avêt ortê û gotin PKK li pişt bûyerê ye.
Gelek kurd girtin û dû ra hemû berdan.
Lê pûlisên xwediyê vê îdîayê tu carî nikanîbûn vê îdîaya xwe bi belge û delîl îspat bikin.
Ji ber ku navê rêxistineke kurd di bûyereke hewqas mezin da derbas dibû, bêguman vê yekê tesîr li hemû kurdên swêd kir.
Bû sebebê ku civata swêdî bi çavekî ne baş li kurdan binêre.
Bi vê nivîsê armanca min ne ew e ku li ser bûyerê dûr û dirêj rawestim. Tenê dixwazim qala hin bîranên xwe yên wê demê bikim.
Min bûyer çawa bihîst û dû ra jî weke şexs çi tesîr li min kir û ji bo min bû sebebê kîjan gelşan…
Ez li Stockholmê li taxa Arstayê dimam û di îdareya Federasyona Komeleyên Kurdistanê da bûm.
Roja şemiyê saeet di 09.00-an da li ciyekî bi navê ABF-ê kongreye ma hebû. Ji bo em berî kongreyê hin haziriyan bikin, ez sibê hinekî zûtir çûm ciyê kongreyê.
Dema ez ji tramvayê derketim der, min dît ku milet kom bûye, gelek kes digrî û gulan datînin erdê…Li erdê xwîn hebû.
Min pirsî, min got, çi bûye? Gotin, weleh do bi şev Olof Palme kuştin. Pûlis hîn dora xwînê negitibû.
Devê însên kêrê venedikir, her kes ya digriya ya jî zuha bûbû, gotin ji devê kesî dernediket.
Civat di şokê da bû.
Ez di ciyê xwe da tevizîm.
Ciyê ku ewê kongre lê çêbibîya teqrîben, 200-300 mîtro nêz bû. Ez çûm wir. Hêdî hêdî hin hevalên din jî hatin. Em hemû şok bûbûn.
Me biryar da, me got em kongreyê îptal dikin.
Me ji kesên berpirsiyar ra got, em kongreyê îptal dikin. Û me rabû di heqê îptalkirina kongreyê da kaxetek jî nivîsî û li wir bi darde kir û em çûn malên xwe.
Hêviya her kesî ew bû ku ewê qatil bigrin, lê nehat girtin.
Ez li belediya Stockholmê di beşê kal û pîran da dixebitîm. Yanî min li kar û pîran mêze dikir, ez diçûm malên wan, min ji wan ra xwarin dikirî, malên wan paqij dikir û hin alîkaryên bi vî rengî.
Piştî kuştina Palme û qalkirina navê kurdan êdî kesî ez qebûl nekirim. Sibehan ez diçûm ciyê kar û ji wir jî ezê biçûyama malên ku aîdî min bûn.
Lê dema di telefonê da navê min dibihîtin, digotin em wî naxwazin yekî/yeka din bişînin. Û dema digotin yekî/yeka din tuneye, tenê Zinar dikane were, wê demê jî ya digotin bira îro bimîne, ya jî ji bo yekî din israr dikirin.
Her sibe heval hemû diçûn kar, ez tenê dimam.
Çend hefteyan bi vî hawî ez pir aciz bûm, rojekê ez qeherîm, min rabû kaxetek girt. Îstîfa xwe nivîsî û deketim û çûm.
Îcar ji ber ku wan ez ji kar dernexistibûm, min bi xwe îsîfa xwe da bûm, loma jî 3 mehan perê bêkariyê nedan min.
Di wan 3 mehan da di warê aborî da min gelek zahmetî kişand.
Baş nayê bîra min, nizanim wê salê bû ya jî sala din bû, radoya swêd li ser bûyera Palme û tesîra li kurdan kiriye, bi min ra hevpeyvîk çêkir.
Di wê hevpeyvînê da min qala vê bûyerê jî kir.
Helbet ne ez tenê, hemû kurdên li Swêd her kes bi hawakî ji vê bûyerê muteesîr bûn, zirar dîtin û rû bi rûyî gelek bûyerên ne xweş bûn.
Di 20 saliya bûyerê da jî dîsa radyoya swêd, lê beşê kurdî, Zana Serîn bi min ra hevpeyvînek kir. Di wê hevpeyvînê da min hîn bi teferûat qala bîranînên xwe yên wan rojan kir.
Di ser bûyerê ra 25 sal derbas bûye lê mixabin pûlisê swêd hîn jî nikanîbûya bûyerê ronî bike.
Loma jî weke hemû teorî û îhtîmalan li ser PKK-ê jî hîn eynî spekulasyon û îdîa berdewam in û heta ku bûyer zelal nebe jî mixabin ev spekulasyon ewê bidomin...
Ez hêvî dikim ku ev cînayeta mezin û dûrî aqilan rojekê nekeve hustuyê kurdan...

Pisika Belek

Hebû tunebû, pisikeke biçûk a belek hebû.
Pisika belek kêfa wê qet ji biçûkbûna wê ra nedihat. Dixwest gelkî girtir (mezintir) bibe.
Û ji bo ku gir bibe jî dixwar û dixwar, lê çi heyf ku feyde nedikir. Bi xwarinê gir nedibû. Tîjik dida xwe, dida lotikan, pişta xwe xwaro maro dikir, dikir çengel lê dîsa jî bê feyde bû, tu tişt nediguherî.
Tim wek xwe bû, girtir nedibû.
Dawiya dawî rojekê kûr fikirî, hûr fikirî û ji xwe ra got:
-Ez dizanim ezê çi bikim! Ezê vê yekê ji heywanên mezin bipirsim, gelo wan çi kiriye ku ew wiha gir yanî hewqasî mezin bûne?
Ji xwe ra wiha got û dû ra jî ket rê û çû. Pirr çû, hindik çû, rastî mihînekê (mehîn) hat. Ji mihînê ra got:
- Mihîna delal, ma te çi kir ku tu wiha gir bûyî?
Mihînê got:
- Min tu tiştek jî nekir. Min ceh pirr xwar, têr çêriyam û li dora mêrgeke mezin rojê bîst caran beziyam. Û dû ra jî wiha mezin bûm.
Pisikê got:
- Pirr baş e, ezê jî wiha bikim.
Û dû ra jî dest pê kir, li dora mêrgeke mezin rojê bîst caran beziya û heta jê hat ceh jî xwar. Lê bi bezê nigên wê ket ber û ceh jî tenê zikê wê êşand. Lê dîsa jî wek mehînê gir nebû, her weke xwe pisik ma.
Rabû dîsa rûnişt û ji xwe ra fikirî û wiha got:
- Dibê ez vê meselê ji gelek heywanên mezin yên din jî bipirsim. Dibe ku ew riyekê nîşanî min bidin.
Bi van fikaran çû rastî boxeyekî(ga) hat. Ji boxe ra got:
- Birakê boxe! Ma te çawa kir ku tu wiha gir bûyî?
Boxe bi hawakî matmayî got:
- Min qet tiştek jî nekir. Ez baş çêriyam. Û her roj bi kêmasî bîst caran jî min got, MOOOHHH û oriyam. Û dû ra jî wek tu dibînî, ez wiha gir bûm.
Pisikê got:
- Wê gavê dibê ez jî vê riyê biceribînim.
Û dû ra jî dest pê kir rojê bîst caran wek boxeyekî got MOOOHHH û oriya! Û li mêrg û guheran, di nava çayir û çîmenan da çêriya û çêriya, heta ku dikanîbû biçêriya.
Lê orandina wek boxakî dengê wê xist û gîhê jî zikê wê êşand. Û ya xerab qet gir jî nebû.
Dîsa fikirî, ji xwe ra got:
- Mehînê nikanîbû alîkariya min bikira û pêşniyara boxe jî tu feyde neda min. Nuha ezê çi bikim? Tam di vê nabênê de ji nav daristanê dengê kundekî bihîst:
- KÛ-KÛ! KÛ-KÛ!
Tavilê ji xwe ra got:
- Nuha ez dizanim ezê çi bikim. Ezê herim ji kundê biaqil bipirsim. Dibe ku ew kanibe aqilekî bide min.
Û rabû berê xwe da daristanê û çû. Pir derbas nebû rastî kund hat. Kund li ser dareke bilind bû. Bi wan çavên xwe yên mezin der û dora xwe raçav/qoleçan dikir. Pisikê got:
- Apê kundê, tu dikanî ji min ra bibêjî, gelo ez çi bikim ji bo ku hinekî din girtir bibim?
Kund çend caran çavên xwe girt û vekir, girt û vekir û dû ra jî got:
- Çima tu dixwazî girtir bibî?
Pisikê got:
- Ez dixwazim bibim, çimkî...dema ez... dema ez têkevim şer ji bo ku kes zora min nebe…Ez dixwazim bi hêz bim…
Kundê kûpê aqil dîsa çend caran çavên xwe qurç kirin û got:
- Ma heta nuha kesî bi te ra şer kiriye?
Pisikê got:
- Na, bi her kesî ra nabêna min gelkî baş e.
Li ser vê bersîva pisikê, kund got:
- Ê wê gavê ne hewceye ku tu girtir bibî.
Pisikê Got:
- Lê ez hewqasî biçûk im ku ez nikanim ji jor da li tu heywanî binêrim, dibê ez ji jêr da li hemû heywanan binêrim. Hemû heywan ji min mezintir in. Ev yek jî bîna min pirr teng dike. Ez dixwazim ne tim ez, carekê jî bira ew ji jêr da li min binêrin!
Kund mizicî, dîsa çavên xwe çend caran qurç kirin û dû ra jî jê ra got:
- Ma tu nikanî hilkişî ser darekê?
Pisikê got:
- Erê, ez dikanim.
Kund got:
- Wê demê ne hewce ye ku tu girtir bibî. Heger tu dixwazî tu li jor bî û yekî din jî ji jêr da li te mêze bike, wê gavê hilkişe ser darekê.
Pisikê got:
- Ez viya qet nefikirîbûm
Kund got:
- Pirr ne mihîm e ku tu çi qasî girtir î. Heger tu hinekî serê xwe bixebitînî bi vê biçûktiya xwe jî tu yê bikanibî her tiştî bikî. Dibê meriv biçûkî meziniya xwe ji xwe ra neke derd. Her heywan bi hawakî ye.
Pisikê Got:
- Baş e. Ezê şîreta te qet ji bîr nekim.
Û ji wê rojê û şûn da ye pisikê her tim serê xwe xebitand û her daxwaza dilê xwe bi cî anî û hew ji biçûkbûna xwe gazin kir….

Kurdan bîriya bindestiyê kirine

Di malpera Netkurdê da nivîseke Endamê berê yê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Felakedîn Kakeyî heye. Kakeyî di nivîsa xwe da dibêje, "Bira Silêmanî bibe herêmeke otonom."

Yanî ev tê wê maneyê ku xelkê Silêmaniyê, bi gotineke din qismekî soranan naxwazin bi kurmancan ra bijîn. Li gor vê pêşniyarê ya soran xwe kurd nabînin ya jî kurmancan kurd qebûl nakin û loma jî naxwazin bi wan ra bijîn.

Kakeyî van gotina ji kîsê xwe nabêje, ew dîtina Noşîrvan Mistefa û ya hin ronakbîrên soran tîne zimên.

Mixabin di nava soranan da kesên kurmancan kurd nabînin pir in.

Kakeyî bi xwe ne soran e û ew wiha nafikire, lê ew daxwaza soranan tîne zimên.

Berî nuha jî du nivîskar û ronakbîrên soran di çapemeniya kurd da qala "tirsa xwe ya perçebûna Kurdistanê" kiribûn.

Yanî ev dîtin ne tiştekî nuh e. Û ji xwe sebebê deketina Goranê û van xwepêşndanên dawî jî ev yek e.

Min berl jî carê du caran qala vê tirsa xwe kir.

Dema meriv nivîsa Kakeyî dixwîne meriv fêm dike ku kurd çima heta nuha nebûne xwedî dewlet.

Nuha piştî ku kurdên Silêmanî wiha bifikirin êdî kurdên çawa bikanibin bibin xwedî dewleteke serbixwe?

Diyar rehetî di canên wan ra dihere, dîsa bîriya bindestiyê û parsa faris û tirkan kirine...

Dîtin û daxwazên wiha meriv hêvîşikestî û qudûmşikestî dike.

Tu namîne ku meriv baweriya xwe bi dîtina "kurd xayin e" bîne...

27 februari 2011

Guhertina "kurtanfiroşan" ne çare ye

Hin siyasetmedarên kurd hene hîn jî hêviya xwe ji siysetmedarên tirk û partiyên tirkan qut nekirine.
Li gor van siyasetmedaran, hin serok û partiyên tirk ne baş û xerab in û serok û partî jî çê û baş in û dibê em kurd bibin endamên van partiyan û rayên xwe bidin van serok û partiyên nuh.
Ev 90 sal e her eynî çîrok e, kurd van serok û partiyên tirkan bi hev diguherînin, ji çend salan carê dev ji serok û partiyekê berdidin û diherin ba serok û partiyek nuh û îcar wê diceribînin, îcar hêviyê ji wî serokê nuh dikin, dibêjin belkî ew azaadiyê bide wan.
Çawa ku heta nuha ev siyaset şaş bû, ji nuha û pê da jî şaş e û dibê meriv wext û enerjiya xwe nede vê xeyala vala û bêbingeh.
Ev şêla hin siyasetmedarên kurd dişibe çîroka keran û kurtanfiroş.
Dibêjin kurtanfiroşê(palanker, zînker, kurtanker) gund mir, hemû kerên gund li meydana gund civiyan û dest bi şahiyê kirin, ziriyan, dan lotikan û mirina kurtanfiroş pîroz kirin.
Kerekî pîr, jihêzdaketî bi keran ra kêf nedikir, li ber dîwarê hewqekê xwe dirêj kiribû û kûr û dûr difikirî…
Ker çûn ba wî, jê ra gotin:
-Ma qey te nebihîstiye, kurtanfiroşê me miriye?
Kerê pîr got:
-Miriye ewê çi bibe ku?
Gotin:
-Malneket, çawa ewê çi bibe? Piştî ku hoste mir, emê ji kurtên û pişta me jî ewê ji birînan xelas bibe. Emê azad bibin...
Kerê pîr got:
-Emê çawa azad bibin?
Keran gotin:
-Dema kesê kurtên çêke tunebe kes kurtên jî li pişta me nake. Û dema kurtan li me nebe, pişta me jî ewê ji kurtanan xelas bibe, emê bê kurtan di nava çayir û çîmenan da bigerin û ji xwe ra kêf bikin. Yanî emê azad bibin.
Kerê pîr keniya û got:
-Kêmaqilno, mirina kurtanfiroş ne tu çare ye, dibê em ne ji kurtanfiroş, ji kerîtiyê xelas bibin. Ev kurtanfiroş mir, sibe ewê yekî din were. Û yê were jî ewê ji yê çûyî ne çêtir be. Heta ku em ker bimînin hinên ku kurtanan ji me ra çêkin ewê tim werin dîtin.
Loma jî çare dibê em ji kertiyê xelas bibin, ji bo ku kes nikanibe kurtên li me ke…
Yê me kurdan jî ev mesele, geh hêviyê ji Demirel, geh ji Ecevît, geh ji Erbekan, Erdoga û geh jî ji Kiliçdaroglu dikin.
Gelî siyasetmedaran, weleh ji bo me kurdan ev ne çare ye, yek ji yekî xerabtir e,
kîjan were ser jî zêde ferq nake, ewê bixwaze bindestiya me bidome.
Loma jî çare ne guherandina “kurtanfiroş” e, çare dibê em partiyên xwe ava bikin, bibin serok û endamên partiyên xwe, rayên xwe bidin xwe, nedin “kurtanfiroşên” xwe.
Dev ji serokên tirk û partiyên wan berdin, nebin aqilmend û berdevkên wan, bibin yên xwe.

Li ser rexneyekê dîtinek

Min ev nivîs ji hemşeriyê xwe Nûrî Kuçuk ra şand. Min got belkî ew kesê bi navê "Ciwan" di malpera Netkurdê karîkatorê Mamoste yê dawî rexne kiriye ew e.
Lê dû ra derket ku ne ew , yekî din e.
Heger "Ciwan", weke min texmîn dikir Nûriyê hemşeriyê min bûya, min ev nivîs nediweşand, ewê weke sohbeteke di nabêna min û wî da bima.
Çimkî min tenê ji wî ra şandibû.
Lê madem ne ew e, ez fikirîm biweşînim baştir e. Bira bi vî rengî ew kes û kesên din jî fikrê min fêr bibin.
Di vê yekê da tu zirar tunye...
Ji xwe nivîsa min ne tiştekî şexsî, dîtin û pêşniyareke giştî ye, ji bo her babet rexneyê derbas dibe.
Çi rexnekirin û çi jî rexnebûn be, dibê heqaret, çêr û gotinên ne xweş ji kes û hêza tê rexnekirin ra neyê gotin.
Şêleke wiha him me nake dijminê hev û him jî xizmetê ji kultura rexnekirinê ra dike.

"Nûrî* merheba!
Nûrî, ez dixwazim li ser şiroveya te ya di Netkurdê ya li ser karîkatorê Mamoste çend gotinan bibêjim.
Te ji Mamoste ra gotiye, bi karîkatorê xwe "tu bêexlaqiyê dikî..."
Bi dîtina min ev gotineke ne xweş e, yekî weke te xwenda û bi hunerê ra têkildar dibê berheme hunermendekî weke ”bêexlaqiyê” nebîne.
Dibê li hember dîtinên cuda, rexneyên ne li gor dilê me, meriv bînfireh be û xwe zû aciz neke.
Bêguman weke her tiştî meriv dikane karîkatorên Mamoste jî rexne bike, ev mafê her kesî ye û yê te ye jî.
Lê dibê meriv dîtina xwe, fikrê xwe bi gotinên maqûl û edebî bîne zimên, dibê meriv gotinên ne xweş, heqaretê li kesê hunermend neke.
Wek her nivîsekê, fîlmekî, romanekê, çîrokekê karîkatorek jî dikane ne li gor dilê meriv be, ya jî bi rastî jî hunermend di rexneya xwe da dikane neheq be jî….
Çawa heqê hunermend heye fikrê xwe bi riya junera xwe, berhema xwe bibêje, heqê me ye jî ku em fikrên xwe bi riya rexneyê bibêjin.
Ev rast e û dibê meriv bike. Ji xwe huner, edebiyat bi vî hawî bi pêş dikeve.
Lê dibê meriv rexneya xwe ne bi gotinên ne xweş, bi zimanekî edebî û siyasî bike, weke hin xortên bînteng, asoteng û tênegihîştî heqeretê li xelkê neke.
Min di rexneya te da ev bîntengî û bêtehamulî dît.
Rexne bike, bibêje ji ber van, van sebeban tu neheqî, lê nebêje ”bêexlaqî” ye. Carnan ez di nivîseke xwe da gotineke ne li gor dilê hin kesên apocî dibêjim, pir aciz dibin, ji min ra xeberan didin...
Bêguman ev tiştekî ne xweş û ne rast e.
Mamoste hevalekî min ê nêz û kurdekî baş e. Kêfa te dikane ji fikir û karîkatorê wî ra neyê, ev heqê te ye.
Bes rexneya vê yekê dibê di çarçoveya rexneyê da were kirin û meriv kesê hunermend neêşîne.
Ez vi ya ne tenê ji bo karîkatorê Mamoste, ji bo her tiştê din jî dibêjim.
Temiya min li te, di rexneyên xwe da tu carî gotinên şexsî û heqeretê li kesî neke, fikrên xwe, dîtinên xwe bi termên rexnegiriyê bibêje.
Rexne carnan giran e, ne xweş xuya dike, meriv aciz dike, lê pêwîst e, bêrexne ne însan û ne jî civat dikane bi pêş keve.
Çawa ku her fikir ne rast e, bêguman her rexne jî ne rast e.
Lê ji bo ku hinek fikir û rexne ne rast in meriv wan qedexe nake...
Bi hêviya ku bi van dîtinên xwe min tu aciz nekiribe bimîne di xweşiyê da… "
*Mixatab ne Nûrî, "Ciwan" e, lê ji ber ku min xîtabî Nûrî kiribû, loma jî nav naguherînim. Lê qest "Ciwan" e...

Serpêhatiya şêr û mişk

Dibêjin rojeke havînê ya gelkî germ bû.
Şêr li ber siya zinarekî xwe dirêj kiribû û raketibû.
Mişkek jî qey ji xwe ra derketibû nêçîrî, bêhemdî hilkişiya ser pozê şêr û ew ji xew şiyar kir.
Ji nişka ve xurrînî bi şêr ket û xwest ku bi wan kulabên xwe yên tu dibê ecêb mişk bipelixîne. Lê berî ku ew mişk bike nanik, mişk bi dengekî liberger jê ra got:

- Min efû bike mîrê min. Ez guneh im, min nekuje. Bawer bike nêteke min ya xerab tunebû, bêhemdî ez hilkişiyam ser pozê te. Û dema tu min bikuje jî ne goştê min xweş e û ne jî tu bi min têr dibî.

Şêr ji van gotinên mişk aciz bû û bi hawakî xulmaş xurriya.
Mişk ji dêlî ku ji tirsan devê wî têkeve hev, bi wêrekî got:

- Ya din jî, heger tu min nekujî û bihêlî ku ez bi riya xwe da herim, dibe ku di rojeke teng da ez qenciyekê bi te bikim.

Li ser van gotinên mişk pixînî bi şêr ket û ji ken zik bû. Lê dîsa jî kêfa wî ji van gotinên mişk ra hat û rabû kulabên xwe ji ser mişk rakir û hîşt ku ew bi riya xwe da here. Lê di dilê xwe da got:

- Law mişkê reben, tu çi ye ku tu yê rojekê qenciyê bi min bikî!
Û dû ra jî ji nuh ve dîsa kete xeweke bêbinî.

Piştî vê bûyerê bi demekê şêr rojekê li daristanê dîsa derketibû nêçîrê. Di dema nêçîrê da ji nişka ve ket kemînekê.

Nêçîrvanan torreke mezin li ser riya wî ya nêçîrê vegirtibûn û ser wê jî bi pûş û pelaş baş girtibûn.

Şêr ji nişka ve di kortê wer bû û di torrê aliqî. Ji bo ku xwe ji torrê xelas bike pirr li ber xwe da, xwest bi nahpirûkan torrê biçirîne û qetqetî bike, lê her ku li ber xwe da û xwe bir û anî, torr hîn bêtir lê piçikî.

Û dawiya dawî ji hêz û pertav da ket û dema baş fêm kir ku êdî xelasiya wî tuneye xurrîniyeke mezin pê ket.

Dengê xurrîniya wî hew qas bilind bû ku li her derê olaneke mezin da, hemû heywan û teyr û tû ji xew şiyar bûn.

Mişk tavilê dengê şêr nas kir û bi lez û bez, çû gazî û hawara wî. Di nav medeke pir kin da xwe gîhand kemînê. Ji şêr re got:

- Mîrê min, sakin be û qet metirse. Ezê a nuka te rizgar bikim. Lê ji kerema xwe ra xwe zêde li ba neke. Çimkî her ku tu xwe zêde dibî û tînî torr bêtir li te dipiçike. Xwe tevnelivîne.
Şêr qet dengê xwe nekir…

Û dû ra jî dest bi kurisandina torrê kir. Bi wan diranên xwe yên wek şûran tûj, torr kurisand, kurisand heta ku berê kulabên şêr, dû ra serê wî, dû ra nigên wî yên dawî û dawiya dawî jî dêla wî ji torrê rizgar kir.

Şêr bi çapiyeke mezin hêzî ser xwe kir û ji kemînê derket. Berî ku ew û mişk ji hev biqetin, mişk jê ra got:

- Mîrê min, tê bîra te, dema min ji te ra got, min nekuje, dibe ku di rojeke teng da ez çêyiyekê bi te bikim, tu bi min keniya bû. Lê tu dibînî ku yekcaranan mişk jî dikanin alîkariya şêran bikin…

Şêr, bêyî ku bersîvekê bide mişk, serê xwe xist ber xwe û di wê şeva tarî da, di nava daristanê da wenda bû.

26 februari 2011

Serpêhatiya gur û kûçik

Dibêjin rojekê gurekî ku ji birçîna hestî û çerm mabû rastî kûçikekî mezin û pirr qelew hat.
Halê kûçik pirr xweş bû, hewqas xweş bû ku meriv çipiskek lêxista ewê dohn ji pozê wî binuqutiya erdê, bûbû wek hespekî fal, di ser hev ra geriyabû. Vê kêfxweşî û qelewiya kûçik bala gur kişand, gur jê ra got:
- Bira, ma tu çima hewqasî kêfxweş û li ser xwe yî? Diyar e tu her roj wer goşt û birincê dixwî. Herçî ez im tu nemaye ku ez ji nêza bimrim. Ez rebenê Xwedê çi dikim jî ez tim zikekî têr û deh zikan birçî me.
Kûçik got:
- Heger tu dixwazî wek min her roj têr bixwî, dibê tu jî wek min li ba însan kedî bibî û karê wek yê min bikî.
Gur tavilê mirîşkên sorkirî û goştê berxan anî ber çavên xwe û bi heyecaneke mezin got:
- Hela ka zû bibêje kar çi ye?
Kûçik got:
- Karekî zêde giran tuneye. Tenê dibê tu xaniyê xwediyê min bipê. Û bi şev tim şiyar bî ji bo ku diz newêribin xwe nêzî neqeba malê bikin.
Gur bala xwe dayê ku kar bi rastî jî karekî gelekî hêsa ye. Lema jî hema di cî da got:
- Baş e, kînga ez dikanim dest pê bikim? Ez êdî ji tirsa însanan, ji jiyana çolê, ji sermayê, ji berf û baranê bêzar bûme. Ez jî dixwazim êdî wek te ji xwe ra hinekî rehet bikim. Ji ber vê yekê jî ez vê jiyanê bi dilxweşî û bi kusêxekî ku ez kanibim tê da bisitirim û bi pariyek nan û çêniyek goştê ku ez kanibim zikê xwe pê têr bikim diguherînim.
Kûçik got:
- Wê gavê bide dû min.
Û dû ra jî berên xwe dan mala xwediyê kûçik û çûn. Bi rê da gur dît ku hustiyê kûçik birîn e. Gur ev yek meraq kir, got:
- Bira, hustiyê te çima birîn e. Wa ye perçeyek çerm jê rabûye.
Kûçik ji vê pirsa gur aciz bû û bi hawakî bêdil got:
- Ne tiştek e, serê xwe pê ra neêşîne.
Gur israr kir, bi meraqdariyek hîn mezin got:
- Ez rica dikim bibêje, ew çi birîn e? Çimkî wek ku tiştek tê da rûniştibe, zîfêlek çerm jê rabûye.
Kûçik got:
- Min ji te ra got ne tiştik e malava! Ê qey dewsa toq û zincîrê ye. Carnan li hustuyê min tê û dihere û wiha birîn dike. Lê pirr ne muhîm e.
Gur bi hawakî matmayî û bi dengekî bilind got:
- TOQ û ZINCÎR! Yanî nuha toq û zincîrê dixin hustiyê te û te girê didin û dema tu bixwazî tu nikanî bi hawakî azad ji xwe ra bigerî?
Kûçik got:
- Na, ez nikanim li gor dilê xwe herim bigerim. Azadiya min ne di destê min da, di destê xwediyê min da ye, ew kînga bixwaze min ber dide ya jî girê dide. Baweriya xwediyê min ew e ku ez heywanekî pirr tahlûke me. Lema jî bi roj min girê dide. Lê bi şev ez berdayî me. Bi roj xwarina min dike kormê, ez zikê xwe têr dikim û bi şev jî ez jê ra nobetê digrim.
Kûçik hîn gotina xwe neqedandibû, gur ji ba kûçik da rê û berê xwe bi aliyekî din da kir û çû, bêyî ku xatir jî jê bixwaze.
Kûçik got:
- Çi bû, tu dikî bi ku da herî?
Gur got:
-Ezê vegerim çol û daristana xwe. Bira hemû xwarinên xweş û ciyê germ ji te ra be. Ez kurisandina gezek nanê hişk bi hemû goşt û birinca dinyayê, ku bedel û dawiya wê toq û zincîr e nadim.
Û loma jî gur kûvî û li daristanê ye û kûçik jî kedî û li ber derê însên e….

25 februari 2011

Li ser 55 saliya A. Onen

Evdirehman, mamosteyê delal 55 saliya te pîroz be.

Do bi şev min xwest li ser temenê te, yê xwe û yê Fûad tiştekî binivîsînim, lê li hev nehat, min got heger mimkûn bibe sibe li ciyê kar ezê hewil bidim.

Bîstek berê min dest pê kir, lê ji şansê min ra şefê min hat. Loma jî min hewildana pêşî nîvçe hîşt.
Ev ya duyem e.
Evdirehman, bi xêra temenê te, nuha ez jî kêm zêde temenê xwe fêr bûm.
Ku temenê te rast be û te çend sal di bin ve nekiribe, bawer dikim ez jî teqrîben li dora 60-î me…
Ji ber ku weke her tiştî temen jî nisbî ye…

Tu yê bibêjî çima?

Ji ber ku baş tê bîra min, dema li Stenbolê ez û rahmetiyê Aslan(Mehmet Kaya)dibûn mîvanê we û ez, Fûad û Aslan diketin heatanî destê sibehan diketin gewriya hev û te jî li me guhdarî dikir, ez ji te meztir bûm.

Heger bê bîra te, bêtir jî Aslan û Fûad bela xwe di min didan. Wê demê tu xortekî telebe bû û te bi rengekî bêdeng wer li me guhdarî dikir.

Ez û Fûad ya di salên hev da bûn ya jî ew salekê du salan ji min meztir bû.

Ji ber ku wê demê ez xortekî ”sivik” bûm, ew ji zûda diçû zanîngehê.

Lê baş tê bîra min tu bi çend salan ji min bçûktir bû…

Îcar piştî ku nuha tu 55 salî bî, maneya xwe ew e ku ez çend salan ji te meztir im.

Heta nuha ez di derbarê temenê xwe da tim bi şik bûm, min digot ancax ez li dor 55-56-a bim.
Ji ber ku heta ez çûm eskeriyê jî ez kitim bûm.

Bavê min ji xwe qet guh nedida umrê min û feqîra diya min jî nizanî bû.

Li gorî gotina wê, sala ku bavê wê wefat kiriye ez li destê we bûme…

Lê piştî eşkerebûne temenê te, êdî yê min jî pir hindik diyar bû…

Evdirehman, belkî bala te jî kişandiye, her ku meriv mezin dibe, meriv bêtir qedir dide jiyanê, jiyan bi meriv şîrîntir dibe…

Dema meriv xort e, meriv zêde guh nade jiyanê û nihmetên(başî û xweşiyên)wê…

Lê di salên kalîtiyê da, bi taybetî jî piştî 50-î malxerabê gelkî lezîztir û şîrîntir dibe.
Loma jî ji kalbûnê qet netirse, lê qedrê wê jî bizane…

”Kalbûn wek hilperikandina bi çiyayekî da ye, bîna meriv diçike, lê belê asoya meriv firehtir dibe…”

24 februari 2011

Bira kurd nebin "merivên" dijmin

Rojnamevan Rêbwar Kerîm Welî, di nivîsa xwe ya dawî da dibêje, li Silêmaniyê êrîşên ser baregeha PDK-ê ji alî merivên Îranê, yên Yekgirtuya Îslamî, Ensarel Îslam û hin berradayiyên Gorranê ve pêk hatiye.
Pir mimkûn e ku tiliya Îranê di van êrîşan da hebe.
Ji ber ku di van rojên dawî da kurdan li Hewlêrê li dijî Îranê hin protestoyên ku rejîma meleyan aciz bike kirin, li ber seferata Îranê postersên Xameneyî û Xumeynî şewitandin.
Miheqeq Îranê ji vê yekê gelkî aciz bûbe û ewê xwestibe ji PDK-ê heyfê bigre, hêza xwe nîşanî wan bide.
Vana hemû îhtîmalên xurt in û dikane bi rastî jî wisa be.
Lê belê ev yek ne bûyeran bi heq derdixe û ne jî sûcê kurdan kêm dike.
Heta belovacî wê, heger bi rastî jî wiha be, yanî dema Îran bixwaze bikanibe kurdan bera hev bide, kurdan bajo ser hev, partiyan bide kevirkirin, însanan bide kuştin, ji bo kurdan felaket e.
Wê demê maneya xwe ew e ku em milet û civateke ne saxlem in, meriv û destikên dijmin di nava me da pir in, dijmin kînga bixwaze dikane li Kurdistanê bûyerên mezin derxe û kurdan bera hev bide.
Bêguman dijmin, çi Îran dibe, çi Tirkiye dibe ewê her tim bixwazin zirarê bidin me û li Kurdistanê tevlihevyê derxin.
Lê bira kurd saxlem bin, bira kurd nebin merivê dijmin.
Kes kesî bi zor nikane bike merivê xwe, heger mriv saxlem be...
Çima kurd em nikanin li welatê wan, wan nerehet bikin?
Çima îranî û tirk nabin merivên me?
Xelk nabe, çimkî xelk ji welatê xwe hez dike, naxwaza zirarê bide welat û dewleta xwe.
Heger hin kurd bixwe ne pîs bin, ne dijminê qewmê xwe bin, kes nikane bi zor merive bike merivê xwe.
Loma jî girêdana bûyerên Silêmaniyê bi Îranê ve uzrê ji qebhetê mezintir e û rewşê xerantir dike.
Dema kurd xwe bi xwe bin, tiliya hêzên der di bûyeran da tunebe çareserkirina gelşan rehettir e, meriv ya hevûdu îqna dike û ya jî yek tawîzê dide yê din û meselê hel dike.
Lê dema aktorê esasî û yê pişt perdê dijmin be, wê demê îktîdara heyî, dûzana heyî ne di ewlehiyê da ye.
Aramaiya îro li Kurdisana azad heye girêdayî merhamet û însaf dijmin e, dijmin kînga bixwaze dikane civatê tevlihev bike, îndanan bera hev bide, bûyeran derxe û sîstema heyî têxe tahlûkeyê.
Dibê ev tahlûka miheqeq ji ortê rabe.
Ewê çawa rabe?
Dibê kurd bi tu hawî nebin sîxurên dijmin.
Ev yek ewê çawa bibe, dibê serokên kurdan û hukûmeta kurdistanê serên xwe pê ra biêşînin û miheqeq riyekê bibînin.
Ya na, piştî her tevliheviyê îşaretkirina dijmin meselê çareser nake.
Çareserî, dibê kes nikanibe bi me bilîze û me bike merivê xwe....

Û çend gazinên ji kerba dil....
Gava meriv nezan be, haya meriv ji dîroka meriv û ji ya dijmin tunebe, meriv zêde li ber perîşanî û rebeniya xwe nake, meriv pê hay nabe.
Lê gava haya meriv piçekî ji dîroka meriv û ji ya dijmin hebe, meriv bizanibe ku dijmin çawa bûye serdest û meriv jî çawa bûye bindest, a wê çaxê meriv diteqe, merazarî û kezebreşî dibe...
Yaho li başûr hîn nebûne dewlet dikin hevûdu bixwin, dikin çavên hev derxin...
Çi ye efendim nizanim "gendelî" û çi kêmasî heye...
Rast e, heye û ewê hebe jî...
Lê riya vê ma li hember hev îlanî herb e?
Ma şer û luştin e?
Bi siyasetê, bi riya diyalogê çareser bikin..
Lê bi dîtina min hemû sebebên aborî û civakî ku nîşan didin gişt vir in, giş bahane ne...
Sebeb yek jê li gor dibêjin hin ”maşeyên” xelkê ne. Ya din nezanî, dijminatî û qebûlnekirina hev e.
Çima ku YNK-ê bi ya wan nekiriye û bi PDK-ê ra dijminatiya xwe nedomandine vê tevliheviyê derdixin...
Hin kurd ji azadiyê, serxwebûnê, avakrina dewleteke serbixwe layiqî xwe û gelê xwe nabînin, heger layiqî xwe bidîtana îro gulle bera hev nedidan…
Carê fêrî serê çiyan, şikeftan, bênasnametiyê, destvegirtina li ber dijimin bûne…
Rehetî, serbestî, nîvîktîdareke serbixwe wan nerehet dike, loma jî dixwazin xera bikin, dîsa bibin parsek û mahcirên ber destên neyaran…

Suyar û mar

Dibêjin rojekê suyarek di ber qîşekî ra dibuhurî. Bala xwe dayê ku ji nav qîş hawar hawar û nalenalek tê.
Suyêr meraq kir û bi alî deng ve çû, hew dît ku wa ye marek di bin gomakî da maye û hawar hawara wî ye, dibêje min ji bin vî kevirî xelas bikin.
Dema suyêr nêzîkayî lê kir, mêr(mar) bi lavakirineke mezin ji suyêr ra got:
- Suyaro, ez ketime bextê te, were min ji bin vî kevirî xelas bike!
Suyêr bala xwe dayê ku marekî tu divê zîya ye, di bin kevirekî da maye. Suyar tirsiya, jê ra got:
- Tu mar î, bextê te tuneye, piştî ku ez te xelas bikim tu dikanî bi min vedî.
Mêr (mar) lê vegerand, got:
- Soz, ez bi te venadim. Ku tu nuha min ji bin vî kevirî derxî ezê jî rojekê bi kêrî te bêm û çêyîyekê bi te bikim.
Suyêr li ser van gotinên mêr (mar), daxwaza wî qebûl kir. Û rabû ew ji bin gome derxist.
Lê suyêr çer kevir ji ser pişta wî rakir, mêr hema di cî da xwe avêt ji ser suyêr da û xwe li hustuyê wî piçikand. Suyar mit û mat ma, jê ra got:
- Te xêr e birakê mar, ma qey tu dikî bêbextiyê bi min ra bikî û bi min vedî? Ma ne te soz dabû min, ku tu yê bi min venedî?
Mar bi gotinên suyêr keniya û got:
- Ez mar im, ne biratiya min heye û ne jî bextê min! Ezê bi te vedim û te bikujim.
Suyêr got:
- Birakê mar, ma ne tu dikira di bin kevir de bimra, min kevir ji ser pişta te rakir û tu ji mirinê xelas kir. Niha jî tu yê çawa rabî vê bêbextiyê bi min ra bikî? Heger min alîkariya te nekira, niha tu miribû. Ma qey ev jî heqê çêya min e?
Mêr got:
- Qet ne li ber min bigere û ne jî lavan bike, ezê bi te vedim û bi vî rengî jî marîtiya xwe îspat bikim.
Piştî van gotinên mar, suyar bêtir tirsiya. Lê tirsê ew ji mirinê xelas nedikir, lema jî divê bi hawakî riyek bidîta û xwe ji destê mar xelas bikira. Rabû ji mêr ra got:
- Ê baş e, jixwe wa ye te biryara xwe daye ku tu yê bi min vedî. Lê berî ku tu bi min vedî, ez dixwazim ku em herin ba şerîeta qadiyekî. Qadî got çi min qebûl e. Dû ra jî tu bi min vedidî venadî tu bi qîma xwe yî.
Mêr got:
- Emê herin ba kê?
Suyêr got:
- Hema em bi rê da berê rastî kê hatin emê wî wek qadî qebûl bikin.
Mêr ev pêşniyara suyêr qebûl kir û bi rê ketin û çûn.
Pirr çûn hidik çûn, rastî gayekî hatin. Suyêr berê dest pê kir û mesele ji gê ra got. Got:
- Gayê delal, ev marê ku xwe li hustiyê min piçikandiye di bin gomakî de mabû, dikira bimra. Li ser soz û ehda ku ewê bi min venede, min ew ji bin kevir xelas kir. Lê piştî ku min ew xelas kir, rabû xwe li hustiyê min piçikand û xwest ku bi min vede. Ma tu ji vê yekê ra dibêjî çi?
Gê(ga) got:
-Dema ez golik bûm we însên diya min pir didot û nedihîşt ku ez têr wê bimêjim. Dema ez mezin bûm û bûm ga, îcar jî we rabû ez xistim cot û nehîşt ku rojekê jî ez pişta xwe rast bikim. Bêyî cot, we gelek karên din jî bi min dikir. Lê nuha ne cot bi min dibe û ne jî karên din, loma jî we ez bera vê çola han dame ji bo ku gur û keftar min bixwin.
Û dû ra jî got:
-Maro, pê vede û bikuje! Bextê însanan tuneye!
Suyêr got:
- Ez vê şerîeta ga qebûl nakim. Ew ji xwediyê xwe qeherîye û min jî di agirê wî da dişewitîne. Wa ye kerek li dera han diçêre, ka em herin ba wê, bira ew me ji hev bigerîne.
Mar got:
- Baş e, em herin ba kerê jî.
Û rabûn çûn ba kerê. Suyêr dîsa dest pê kir û got:
- Kera delal, em hatine ba te, ji bo ku tu min û vî marî ji hev safî bikî.
Kerê got:
- Xêr e, mesela we çi ye?
Suyêr got:
- Ev mara di bin gomakî da mabû û dikira bimira. Dikir gazî û hawar, alîkarî dixwest. Dilê min pê şewitî û min jî rabû ew ji bin kevir xelas kir. Çer xelas bû û nebû, hema di cî da xwe li hustiyê min piçikand û got ez ê bi te vedim. Îcar em hatine ba te, ji bo ku tu yê heq û neheq ji hev bigerînî.
Derd û kulên kerê yên dema dahşiktiyê di cî da hatin bîrê, kerê got:
-Çaxa ez dahşik bûm, we însên bi şev û roj wer bar li diya min dikir û lê suyar dihatin û we nedihîşt ku ez wê bimijim û zikê xwe têr bikim. Dema ez mezin bûm jî, îcar jî we rabû ez xistim bin bêr. Tiştê we anîbû serê diya min, we anî serê min jî. We him barê herî giran li min dikir û ew ne bes bû, di ser da jî hûn li min suyar dihatin. Lê niha ez pîr bûme û êdî bikêrî suyarbûn û baran nayêm, lema jî hûn min xwedî nakin û we ez bera vê çola han dame, ji bo ku gur min bixwin.
Û dû ra jî ji mêr ra got:
-Maro, pê vede, bextê însanan tuneye!
Suyêr dîsa got:
- Ez vê şerîetê jî qebûl nakim. Dibe ku xwediyê kerê merivekî nebaş bûye û neheqî li kerê kiriye û ew jî radibe min di agirê wî de dişewitîne. Ji ber vê yekê jî dibê cara dawî em herin ji yekî din bipirsin ku wî jî heq da te, wê çaxê tu dikanî bi min vedî.
Mêr got baş e, em herin ji yekî din jî bipirsin. Pir çûn hindik çûn, rastî rûvîyekî hatin. Suyêr rabû mesele ji rûvî ra jî dubare kir. Got:
- Birakê rûvî, ev marê han di bin gomakî mezin da mabû, dikira bimra. Hawar hawara wî bû, digot ji bo riza Xwedê werin min xelas bikin, ez mirim! Li ser soz û bextê da min ku ewê bi min venede, min rabû ew ji bin kêvir derxist û ew ji mirinê xelas kir. Lê çer xelas bû hema xwe li hustiyê min piçikand û got ezê bi te vedim. Em hatine ba şerîeta te, ji bo ku tu me ji hev safî bikî.
Rûvî hinekî fikirî û dû ra got:
- Ji bo ku ez bikanibim biryareke adil bidim dibê ez bûyerê ji serî da û li cîyê ku qewimîye bibînim. Heta ku ez bûyerê di cî da, bi çavên serê xwe nebînim ez nikanim tu biryarê bidim.
Herduyan jî ev peyva rûvî di cî da dîtin û rabûn berê xwe dan şûna bûyerê. Rûvî got:
- Hela ka nîşanî min bidin bûyer çawa bûbû.
Mêr çû xwe li ser kevirekî di nav qîş da dirêj kir. Dû ra jî suyêr rabû ew gomê mezin danî ser fitla wî. Di cî da bû gazî û hawara mêr û wek destpêkê got:
- Suyaro ez ketime bextê te, min xelas bike, ez mirim!
- Rûvî got:
- Ho suyaro, ma ev çi ye di bin kevir da?
Suyêr got:
- Ew mar e.
Rûvî got:
- Le ev çi ye di destê te da?
Suyêr got:
- Ev jî dar e.
Rûvî got:
- Malneket, de lêxe bikuje, ma ne neyar e!
Dema rûvî wiha got, suyêr hema darê destê xwe da hilanî û bera ser serê mêr da. Yek, dudu, sisê, mar temam kir û berda.
Rûvî ji suyêr ra got:
- Birako, ji bîr neke neyar tim neyar e, tu carî ji meriv ra nabe dost û yar e!

23 februari 2011

xwezî hemû rojên ji emrê me kêm dibin wiha xweş derbas bûna

Îro merasima vekirina Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê bû.
Ev demeke kitêbxane ji wî ciyê xwe yê dûr û teng, derbasî ciyekî nuh, hîn mezintir û hîn merkezîtir bûye...
Bi vê minasebetê merasimeke vekirinê çêkirin, ez jî çûmê.
Merasimê saet di 17-an da dest pê kir.
Îcar bi rastî jî ciyê wan mezin û xweş e.
Komeleya me bi salan di wê bînayê da bû, min nizanîbû ciyekî hewqas xweş û mezin heye.
Tam li ji bo kitêbxaneyê ye.
Bira bi xêr û xweşî tê da xebatên baş bikin.
Berî ez herim wir, min riya xwe bi Vîldan Tanrikûlu û Komeleya Jinan jî xist, ew jî di eynî bînayê da ne.
Komkar jî di eynî bînayê da ye.
Bere bere kurd xwe didin ser hev.
Ez bîstekê li ba Vîldan rûniştim, me hinekî sohbet kir. Dû ra Têmûrê Xelîl, Eyûb Alacabey û Kurdo Baksî û hevalekî ji başûrê Kurdistanê(Kemal) jî hatin.
Min çayek wan vexwar û em bi hev ra rabûn çûn kitêbxaneyê.
Kitêbxane tije bû.
Dema min çavên xwe li hundur gerand, min hew dît ku di nava hewqas însan û qelebalix da yek li kitêban dinêre.
Vê yekê bala min kişand. Ji bo ku ez nas bikim kî ye, ez berbi wî çûm. Min hew dît ku Ahmet Aliş e xoce ye.
Camêr di wê qelebalixê da jî ji xwe ra li kitêbên xwe dinêrî…
Ez û Ahmet Aliş xiyaben, bi riya înternetê hevûdu dinasin. Min li gor rismê wî ew nas kir.
Do em bi telefonê peyivîbûn, gotibû ew li Stockholmê ye û dixwaze min bibîne, lê min nizanîbû ewê were wir.
Bi dîtina wî ez pir kêfxweş bûm.
Min jê ra got, tiştekî ecêb e, tu eynî wek rismê xwe yî.
Keniya, wî jî got, ”weleh tu jî eynî yî”, di nabêna te û rismê te da jî tu ferq tuneye.
Vê bêxwediya înternetê û facebookê tiştekî bi dizî nehîştiye, bi xêra wan, kesên qet hevûdu nedîtibin jî dema hevûdu dibînin tavilê hevûdu nas dikin.
Wek min got gelek dost û heval hatibûn. Gelek hevalên bi salan e me hevûdu nedîtibû hatibûn.
Em kêfxweş bûn, me hinekan bi hev ra risim kişand.
Ji xwe di rojên wiha da tim wiha dibe.
Loma jî jî ez tim dua dikim, dibêjim înşelah tim civîn û şahiyên wiha bibin. Ya na, êdî di şînan da em meriv hevûdu dibîne.
Çimkî serdema şahiyan qediya, êdî serdema şînan dest pê kiriye....
Wek di dawetnameyê da jî gotibûn, gelek tahm û xwarinên cihê cihê, peqlawe û şerab jî hebû.
Ji ber ku xwarin hebû, li Stockholmê kîjan kurdî bihîstibû hatibû, loma jî di hundur da cî tunebû.
Bi qasî kurdan swêdiyên dostên kurdan, endam û birêvebirên kitêbxaneyê jî gelek hatibûn.
Wezîra Yekîtiya Ewrupayê Birgitta Ohlsson jî hatibû. Mala xanibê ava be axaftineke baş kir û di dawiya axaftina xwe da jî got:
-Bijî kurd û Kurdistan!
Û gelek tiştên din jî got, lê ji qelebalixê û ji kêfa min baş fêm nekir…
Hevalekî li kêleka min bi henek got, ”gelek serokên kurdan dev ji Kurdistanê berdane” lê jinik wa ye dibêje ”Bijî Kurdistan!”
Yekî din got, miheqeq ev jinik ”îlkel mîllîyetçî” ye, yanî ”neteweperesta prîmîtîv, paşdamayî, hov e.”
Em hinekî keniyan.
Lê para rastiyê tê heye, gelek serokên ku bi Kurdistana serbixwe dest pê kirin nuha li têleke din dixin, vê gotinê qet nagrin devê xwe.
Beyî wezîra YE Birgîtta Ohlsson, seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslan, birêvebirê kitêbxaneyê Newzad Hirorî û çend swêdiyên din jî peyivîn û li ser girîngiya kitêbxaneyê rawestiyan.
Min li jor qala xwarinê kir.
Kurd ji bo mêrên jêhatî, dibêjin ”mêrê rojên giran”!
Lê min nebihîstiye kesî tiştekî wiha ji bo jinan gotibe, ez nuha dibêjjim, bira ev jî patenta min be… Dibê meriv ji bo jinên kurd yên jêhatî û bi xîret bibêje, ”jinên kurd jinên rojên giran in.”
Weke her tim, îro jî gelek xwarinên şikil şikil çêkiribûn, li hembr swêdiyan em serbilind kirin.
Tahm û lezeta xwarinên wan hîn di devê min da ye.
Ji bo vê xebat û keda wan ez sipasî hemûyan dikim.
Min du rismên wan girtin û got ezê îşev pesnê we bidim. Bi vê nivîsê ez soza xwe tînim cî.
Netîce rojeke din ji emrê me kêm bû, lê rojeke xweş bû…
Xwezî hemû rojên ji emrê me kêm dibin wiha xweş derbas bûna…

Mar û tirba sipî

Dibêjin hebû tunebû, şivanekî kal û pir feqîr hebû.
Bêyî çend mîhî û bizinan, tu hebûneke wî ya din tunebû. Wî her sibe, berî ku berbang lêxe pezê xwe ji fêzê dikşand, dibir çêrê.
Ew him şivanekî jêhatî û him jî bilûrvanekî baş bû. Dema pezê wî diçêriya wî ji xwe ra têra dilê xwe li bilûrê dixist.
Rojekê, dîsa xwe dabû ser kevirekî û ji xwe ra li bilûra xwe dixist, ji nişka ve ji nav dereke bi hoşib xişînek bihîst.
Hew carê dît ku marekî tu dibê ziya, dikşe û ber bi wî ve tê.
Mar gelkî nêzîkî wî bû, lê dû ra ji nişka ve sekinî û rabû ser dêla xwe û li ber dengê bilûrê dest bi dîlanê kir.
Demeke dirêj bi dilşadî ji xwe ra reqisî û dû ra jî vegeriya, çû ket qulika xwe.
Lê piştî demeke kin dîsa ji qulika xwe derket û anî zêrek danî ber şivên.
Mar û şivan bi vî hawî êdî bûn heval û dostên hev, êdî salê donzde meh, her roj serê sibê şivan diçû ber qulika mar û jê ra li bilûrê dixist.
Gava ku mar dengê bilûrê dibihîst, tavilê ji qulika xwe derdiket û diçû li ber dengê bilûra şivên dest bi govendê dikir. Û dû ra jî dibir zêrek datanî ber şivên û diçû.
Bi vî hawî di nava çend salan da şivan gelkî dewlemend bû. Rojekê ji xwe ra got:
-Ez merivekî kal im, nigekî min li vê dinê, nigekî min jî li wê dinêyê ye. Şikir ji Xwedê ra wa ye mal û serweta min jî pir e. Berî ku ez bimrim dibê ez herim mala xwedê tewaf bikim, bibim hecî.
Rabû ban lawê xwe kir, nêta xwe ya çûyina Hecê û çîroka xwe û mar ji serî heta dawî jê ra got. Û dû ra jî got:
- Kurê min, bi xêra serê vî marî em dewlemend bûn, divê em tu carî pê ra bêbextiyê nekin. Piştî ku ez çûm jî dibê her sibe tu pezê xwe bibî wir û li wê dera ku min ji te ra gotiye li ser kevirekî rûnî û pifî bilûra xwe bikî. Piştî demeke kin marekî zêrdil ewê ji qulika xwe derkeve û were li hember te dîlanê bigre. Dema dîlana xwe qedand ewê zêrekî deyne ber te û here. Lê temiya min li te lawê min, bi nêta ku tu yê hemû xezîneya wî bi dest xî, nebe ku tu pê ra bêbextiyê bikî û wî bikujî.
Lêwik got baş e.
Dotira roja ku bavê wî çû Hecê, rabû pezê xwe bir wê dera ku bavê wî jê ra gotibû. Li wir li ser kevirekî rûnişt û dest bi lêxistina bilûra xwe kir. Piştî demeke kin bi rastî jî mar ji qulika xwe derket û wek ku bavê wî gotibû hat li hember wî dest bi reqsê kir.
Lêwik jî hîn ji dil pifî bilûra xwe kir. Li ber xweşikiya dengê bilûrê mar mest bû, wek masiyekî di avê da, wek tak rihana li ber bê, xwe bi vî alî û wî alî da li ba dikir û direqisî.
Piştî ku dîlana xwe qedand çû ji qulika xwe zêrek anî û danî ber lêwik û çû.
Wek ku bavê wî temî lê kiribû, ew her sibe diçû hinda qulika mêr û jê ra li bilûrê dixist.
Lê piştî çend rojan lawik ji vî karê xwe aciz bû, rojekê ji xwe ra got:
-Ma heta kînga ezê bilûrvanî û xulamtiyê ji vî marî ra bikim. Bavê min merivekî kal û diltenik bû, newêrîbû ew bikuşta. Lê ez xort im, ez jêhatî û cesûr im. Bi Xwedê ezê wî bikujim û hemû xizîneya wî vala bikim. Ez nikanim her roj ji bo zêrekî werim vir û jê ra li bilûrê xim. Bi vî hawî ezê him bibim xwediyê xizîneyê û him jî xwe û bavê xwe ji vî ezabî xelas bikim.
Lêwik piştî ku ev biryara xwe da, rabû çû ji xwe ra şûrek peyda kir. Dotira rojê şûrê xwe kir bin kulavê xwe û weke her tim çû li ber qulika mêr dest bi lêxistina bilûra xwe kir.
Wek her gav, mêr (mar) dîsa hat li hember wî dest bi dîlana xwe kir. Piştî bîstek reqs, lêwik mestî û serxwşiya mêr (mar) ya li hember dengê bilûrê wek firsendekê dît û ji nişka ve şûrek daweşandê.
Lê derb li dera mêr ya şên neket, li dêla wî ket û hinek ji dêlê qut kir.
Lê belê di vê hengameyê da mêr (mar) jî keys dît û xwe çindî ser kir û pê veda…
Mar pir bi jahrî bû, lema jî lêwik beqa nekir, di cî da ket, cendekê wî nepixî û dû ra jî mir.
Êvarî, gava gundiyan dîtin ku lawik venegeriya mal, meraq kirin, rabûn lê geriyan. Destê sibê cendekê wî dîtin. Li wê dera ku mêr pê vedabû rabûn jê ra tirbeke spî çêkirin û ew li wir veşartin.
Çaxa roja vegera heciyan hat gundî hemû çûn pêrgî heciyan. Gava bavê lêwik bala xwe dayê ku lawê wî ne di nav gundiyan da ye, di cî da fêm kir ku çi qewimîye. Di dilê xwe da got:
- Wer xuya ye ku lawê min bûye qurbana sergermiya xwe.
Bavê reben pir li ber mirina lawê xwe ket.
Lê li gel vê jî nefikirî ku here mar bikuje û bi vî hawî tola lawê xwe jê bigre. Çimkî wî dizanîbû ku yê neheq lawê wî ye.
Dotira rojê rabû pezê xwe da ber xwe û çû ciyê xwe yê her tim. Li nêzî qulika mêr li ser kevirekî rûnişt û wek her tim pifî bilûra xwe kir.
Bi dengê bilûrê ra mar ji qulika xwe derket, lê wek berê nêzikî lê nekir. Bavê lêwik got:
-Birakê mar, çima tu pêş da nayê û wek berê dîlanê nagrî? Ma ne em dost û birayên hev in?
Marê dêlqut lê vegerand û got:
- Heta ku ev tirba spî li pêş çavên te be û dêla min ya qut jî li pêş çavên min be, em tu carî nikanin bibin dost û hevalên hev.
Mar bêyî ku li benda bersîva bavê lêwik bimîne çû ket qulika xwe û hew derket…

Sebebê bindestiya kurdan

Ev hefteyeke li hin bajarên Kurdistanê hin kurdên soran li dijî hukûmetê û PDK-ê xwepêşandanan dikin.

Dema meriv bala xwe dide van protesto û tevliheviyên dawî meriv hinekî din baştir fêm dike ku kurd çim aheta nuha nikanîbûne bibin xwedî dewleteke serbixwe...

Helbet hêza dijmin û şertên derve di vî warî da roleke mezin lîstiye.

Lê bi dîtina min sebebê esasî kurd bi xwe ne, kurdan tu carî serokatî û mezinayiya hev qebûl nekirine.

Ji dêlî serokatiya yekî kurd, bindestiya dijmin tercîh kirine.

Û bi zorê jî kesê nikanîbûye zora hemû raqibên xwe bibira û serdestiya xwe îlan bikira.

Li welatên din mîrek, begekî zora hemûyên din biriye û hakimeyta xwe îlan kirye.

Lê yê me kurdan ev yek mimkûn nebûtye.

Ne bi rehetî kesî hevûdu qebûl kiriye û ne jî zora ku kanibe yekîtiyê pêk bîne li ba kesî peyda bûye.

Loma jî em hîn bindest in.

Helbet li Kurdistanê bertîl, gendelî û gelek nelirêtiyên din jî hene, lê sebebê van tevlihviyan yên esasî ne ev problem in.

Li Swêd jî her roj bûyerên wiha derdikevin, lê ji bo vê, kes êrîşî merkezên partiyan nake.

Loma jî sebebê esasî yên van bûyeran dijminatî û qebûlnekirina hevduye. Di nivîsa xwe ya do da jî min ev nuxte dubare kir.

Rastî ew e ku hin kurdên soran naxwazin kurmancan weke kurd û barzaniyan jî weke serokên xwe qebûl bikin.

Bi dîtina min sebebên din hemû bahane ne.

Heta ku li başûr kurdên wiha difirkirin vê dîtina xwe neguherin, bûyerên wiha eewê tim rû bidin.
Yek rê li ber kurdan heye(zor û şer malwêanî û dubarekirina trajediyên berê ye), ew jî diyalog, hevkarî û îqna ye.

Ji bo selametiya miletê kurd, dibê yên biaqil hin tawîzan bidin kesên nebiaqil û dïn, ji bo ku rê li ber felaketên mezin werin girtin.

Ez hêvî dikim ku serokên kurdan ewê vê meselê sist negrin û nekin mesela prestîj ya jî heqî û neheqiyê...

Mesele ne kî bi heq, kî neheq e, ev yek netîceyê naguhere.

Mesele rawestandina bûyeran û careserkirina meseleyê ye, dibê ev yek zû pêk were...

22 februari 2011

Serokên kurdan dibê vî "agirî" zû vemrînin !

Xwepêşandan û tevliheviyên li Silêmaniyê îro jî dom kirin. Tevliheviyan di destpêkê da li Silêmaniyê destpêkir, lê hêdî hêdî li hin bajarên din jî
belav dibe...
Îro li Helepçeyê jî meş û tevlihevî hebûn.
Yanî bûyer hîn ranewestiyane, hinek xêrnexwazên der û hundur gel tahrîk dikin, bûyeran pîj dikin.
Mesele çi ye, Goranê ji bo çi wiha kir, meriv qet fêm nake…
Û ji xwe di xwepêşndanan datu daxwazên konkret jî tunene, baş ne diyar e çalakvan li dijî çi ne û çi dixwazin.
Tenê êrîşê dibin ser baregehên PDK-ê û li hin derên din jî îcar endamên PDK-ê
Êrîşê dibe ser baregehên Goranê.
Yanî bûyer wek şerê du ”eşîran”, du ”malbatan” xuya dike…
Lê bi van bûyeran derket ortê ku li başûr kurd hîn bi çavê yek miletî li hev nanêrin. û
Hîn hevûdu weke ferd û hêzên yek miletî qebûl nakin.
Û ya herî xerab jî, hîn dev ji kîn û dijminatiyên xwe yên berê bernedane, dilê hin kesan hîn li hev rûneniştiye…
Piştî hewqas tecrûbe, êş û elem û trajediyên mezin rûdana bûyerên bi vî rengî, êrîşkirina ser partiyên hev, qebûlnekirina hevûdu û meşandina siyaseta şer û zorê meriv matmayî dihêle û pir jî ditirsîne.
Dibê kurd vî ”agirî” zû vemrînin ku hîn berfirehtir û gurtir nebûye.
Berpirsên PDK-ê,YNK-ê, Tevgera Goranê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ji bo aramkirina rewşa Kurdistanê û bi taybetî jî ya wîlayeta Silêmaniyê îro hatin ba hev û li ser rewşê rawestiyan.
Lê negihîştine tu netîceyê.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Salih, piştî civînê di civîneke çapemeniyê da gotiye, nûnerên Goranê ji daxwazên xwe yên daxuyaniya 29-ê meha borî gav paşda neavêtine.
Wek tê zanîn, Tevgera Goranê di beyana xwe ya 29-ê meha borî da daxwaza hilweşandina hikûmetê û Parlamentoya Kurdistanê kiribû.
Û gotibûn heger hukûmet îstîfa neke wek li Tunis û Misrê, gelê serî hilde û ewê gelek bûyerên ne xweş biqewimin.
Piştî vê beyanê bûyeran dest pê kir û hîn jî dom dike.
Berhem Salihî gotiye, nûnerên Goranê ji bo bersiveka temamî, ji wan sê roj mihlet xwestine.
Ev yek jî nîşan dide ku di civînê da bi Goranê ra lihevhatin çênebûye û ev jî ne elameta xêrê ye…
Kurd li ciyê rehetiyê dikin belayeke mezin bînin serê xwe…
Di rewşê wiha da hêviyên dijmin yên tahrîk û provakasyonan xurttir dibe…
Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo minaqaşekirina rewşê û analîzkirina bûyeran sibe ewê bicive û rewşê gguftugo bike.
Bûyerên dawî nîşan didin ku li başûr hevkariya di nabêna hêzan da hîn jî pir girîng û heyatî ye.
Heger PDK û YNK îro bi hev ra ne di hukûmetê da bûna, îro ev tevlihevî ewê bibûya şerê PDK-ê û YNK-ê ûewê gelkî mezintir bibûya.
Loma jî dibê kurd miheqeq bi hev ra di nava hevkariyê da bin û îqtîdarê jî li hev par bikin, dibê yek hêz jî li der nemîne.
Ji ber ku kurd hîn negihîştine qonaxa civateke medenî û demokrat ku hevûdu qebûl bikin û rîayetî îradeya gel bikin.
Dibê PDK û YNK, miheqeq riyekê bibînin û Noşîrvan Mistefa, Tevgera Goranê û heger hene hêzên din jî bigrin nava hukûmetê.
Heta ku ev yek nebe, li Kurdistanê ewê nerazîbûn û tevlihevî nesekinin…

Serpêhatiya qijika qure

Dibêjin hebû tunebû, qijkeke(qirikeke) pir qure û pozbilind hebû.
Ew hew qasî ji xwe razî û qure bû ku bi hawakî eşkere xwe ji hemû qirikên din jîrtir û xweşiktir didît.
Tim tinazê xwe bi qirikên din dikir û hemuyên wan kêmaqil û nexweşik didît. Tim ji xwe ra digot:
-Ne heyfa min e ku ez ji van qijikên kêmaqil û pîsik im û bi wan ra dijîm...
Dawiya dawî, rojekê biryar da ku ji qirikan biqete û here bibe teyrê tawiz û bi wan ra bijî.
Piştî ku ev biryara xwe da, rabû çû ji xwe ra ji der û doran çend perikên teyrê tawiz top kirin û ew xistin nabêna per û baskên xwe yên reşik û firiya çû, cî û meskenê teyrê tawiz.
Dema li ba wan venîşt, wek ku ew jî teyreke tawiz be, bi nazdarî û quretiyeke mezin di nava wan da xwe li ba kir û bejna xwe nîşanî wan da.
Lê belê teyrên tawiz di cî da ew nas kirin û fêm kirin ku ew teyreke ne ji wan e, teyreke dine.
Lema jî rabûn êrîş birin ser, pê da xeyidîn û bi hêrs jê ra gotin:
-De rabe biteqize ji wir, qirika pîsa heram! Tu li ku em li ku! Tu jî dikî bi wî aqilê xwe yê sivik me bixapînî ha?
Û dû ra jî hemûyan êrîş birin ser û bi wan nikilên xwe yên tûj ew dan ber nikilan. Di nav çend saniyan da him hemû perên xwe jê stendin û him wekî din jî ew baş rûçikandin.
Qijika me ya qure li hember vê êrîş û heqareta teyrê tawiz him mit û mat ma û him jî gelkî li ber xwe ket.
Wê qet bawer nedikir ku ewê teyrên tawiz wê qebûl nekin û di ser da jî rabin vê heqaretê lê bikin.
Axirê bi zor û bi halekî gelkî xerab xwe ji nav lepên teyrên tawiz xelas kir û firek da xwe û dîsa çû ba qijikan danî.
Bi hawakî şermezar û hustuxwar xwest ku per û baskên xwe yên rûçikî û birînên xwe ji meriv, heval û hogirên xwe yên berê veşêre.
Hêdî hêdî û bi şermezariyeke mezin xwe nêzî wan kir û xwest wek berê dîsa bi wan ra bipeyive û bilîze; fena ku qet tiştek nebûbe.
Lê belê ji nişka ve qîjînî ket nava qijikan û gişan bi hev ra êrîş birin ser û ew ji wir bi dûr xistin.
Gişa bi hev ra dan ser piştê.
Dema berdanê û ji nava xwe derxistin jê ra gotin:
-Tu jî qijikeke wek me bû, lê te xwe ji me gelkî jîrtir û mezintir didît, ne wisa?
Loma jî êdî ciyê te di nava me da tuneye. Dixwazî îcar jî here nava mirîşkan û perên wan bi xwe ve ke. Ji ber ku te ev yek heq kiriye...

21 februari 2011

Tevgera kurd çerkez jî şiyar kirin

Li malpera Netkurd dinivîse, Komeleyên Çerkezên li Tirkiyê, li Stenbolê bi hev ra civînek çêkrine. Komeleyên çerkezan di civînê da biryar dane ku ew jî doza perwerdeya bi zimanê çerkezî bikin.
Ez vê daxwza çerkezan pir hêja û girîng dibînim û hêvî dikim ku di gotinê da nemîne û bi rastî jî ew jî û hindikayiyên din jî weke kurdan doza perwerdeya bi zimanê xwe bikin.
Heger miletên din jî weke kurdan doza perwedeya bi zimanê xwe bikin, him barê kurdan sivik dibe û him jî ji dewletê girtina vî mafî hêsanrtir dibe.
Li ser navê komeleyên beşdar Filîz Çelîkê gotiye li Tirkiyê 34 ziman tên axaftin. Ji van zimanan 18 li ber xetera mirinê ne.
Çelîkê gotiye, di vê zimanê dayikê ya navnetwî da ewê ji dewletê daxwaza perwerdeya zimanê xwe bikin.
Li Tirkiyê nufûsa hindikayiyan(miletên ne tirk)ji ya tirkan pirtir e. Li gor texmînan nifûsa tirkan li dora 7-10 milyonî ye. Nufûsa kurdan bi kêmanî 20 milyon e û nufûsa mayî jî hemû xerîb in.
Îcar dema hemû hindikayiyên li Tirkiyê jî weke kurdan li nasname û zimanê xwe xwedî derkevin, tirk û dewlet nikane vî mafî nedin.
Gava miletên din jî doza mafên xwe yên netewî bikin, ev yek di qedemeyên dewletê da jî ewê karê kurdan rehettir bike.
Ji ber ku dewlet(artêş, MIT. pûlis, brokrasî) ji tirkan bêtir di destê koçberên kafkas û balkanan da ye, dema ew jî li nasname û zimanê xwe xwedî derkevin û perwerdeya bi zimanê xwe bizwazin mesele diqede.
Loma jî ez bi xwe vê destpêkê pir baş dibînim.
Esas zû dereng rojekê ewê were wê nuxteyê. Dema kurda mafê xwe bigrin, miletên din jî ewê jê muteesîr bibin, bitamijin û bixwazin dewlet wî mafî bide wan jî.
Wê demê mmiletê Erdogan gurcî jî ewê doza zimanê xwe bikin.
Ji xwe tirsa dewletê jî ji wê ye, dibêjin heger em mafê perwerdeyê bidin kurdan, mile miletên din jî ewê eynî mafî bixwzin.
Gotinek heye, dibêjin ”eyşik e, ji xwe bi şik e”, tirk dizanin rewşa wan xerab e, ji bo ku li hember kurdan nufûsa xwe zêde bikin û li alî din jî demografiya Kurdistanê biguherînin bi milyona xerîb(bi taybetî jî ji Balkanan) anîn li Kurdistanê û li Tirkiyê bicî kirin.
Zû dereng heq ewê ciyê xwe bibîne û zalim ewê miheqeq têk biçe. Lê ya girîng ew e ku ev yek pir dereng najo.
Min nêt hebû îşev bi minasebeta roja zimanê dayikê ya cîhanê nivîsekê binivîsim lê vê xebera çerkezan bala min kişand, loma jî min dev jê berda. Nivîsên li ser zimên her tim dikanin werin nivîsîn, bira bimîne rojeke din.
Dibê kurd xwe bigihînin wan çerkezan û bi wan ra dostaniyê deynin û hevpeyvînekê bi wan ra bikin.
Di kurd di çapemeniya xwe da cî bidin dîtin û daxwazên wan.
Çapemeniya tirk ewê cî nede xeberên wiha, loma jî dibê kurda û bi taybetî jî çapemeniya PKK-ê BDP-ê û hezên nêzî wan van grûban derxin pêş û wan bi gelê tirk bidin naskirin.
Xurtbûna hêzên wiha xurtbûna me ye, bi qasî xurtbûna me kurdan girîng e…

Serpêhatiya bergîrê, mangê û kerê

Dibêjin bergîrekê(hesp), kerekê û mangeyekê ji bo ku însên baştir nas bikin biryar dan ku herin pênc salan bigerin û dû ra li derekê werin ba hev û serpêhatiyên xwe, tiştên dîtine û bihîstine ji hevûdura bibêjin.
Bi vî hawî li hev kirin û dû ra jî xatir ji hev xwestin û her yekê berê xwe bi aliyekî da kir û çûn.
Roj û sal derbas bûn û pênc salên wan qediya. Piştî pênc salan, wek ku li hev kiribûn, berê mange û dû ra jî bergîr çûn wî ciyê ku ewê hevûdu lê bidîtana.
Halê herduyan jî pir xerab bû, kulek û hestî û çerm mabûn, pişta wan kurmî bûbû, diranên wan ketîbûn.
Yanî halê herduyan jî ne tu hal bû...
Bergîrê ji mangê pirsî, got:
-Xwenga mange ma ev çi halê te ye, tu çima wiha xera bûyî?
Mangê keserek kûr kişand û got:.
-Qet qal neke, însan mexlûqatekî pir zalim û bêûjdan e. Yekî ez firotim yekî din. Kê ez kirîm, him ez dotim û him jî cot bi min kir. Û di ser da jî ne têr êm dan min û ne jî hîştin ku ez ji xwe ra têr biçêrim. Min bi zor xwe ji destê wan xelas kir. Pir zalim bûn…
Dû ra mangê ji bergîrê pirsî, got:
-Ê tu çima ketî vî halî?
Bergîrê jî weke mangê keserek kûr kişand û dest pê kir got:
-Yê min jî hesinek kirin devê min, heyhawar, min nikanîbû devê xwe vekira, ez nikanîbûm biçêriyama. Him bar li min dikirin û ew jî ne bes bû di ser da jî li min siwar dibûn. Carnan du sê heb li min siwar dibûn. Û dema kar bi min nekirana û li min siwar nehatana jî ez girê didam. Yek rojê jî nehîştin ez bîna xwe bigrim û rehet bikim. Û dema ez ketim destan, ji hêzda ketim û min nikanîbû kes rakira û bar bikişanda, îcar jî rabûn tiştekî tu dibê ecêb bi dawiya min va girêdan. Ji berbanga sibê heta roj diçû ava di nava zeviyan da min ew erebe û hesinê pê va wer li dû xwe dikşand.
Lê dîsa jî bi karê min nedihatin serî, di ber ra jî tim bi qamçiyan bi min diketin, mîx di min ra dikirin….
Yanî halê min pir xerab bû, dawiya dawî, rojekê min fersend dît û wek te, ez jî reviyam, min bi zor ruhê xwe ji dest wan xelas kir.
Bergîr û mange hîn wiha dipeyivîn ker ji hember da xuya bû.
Kêfa kerê gelkî li cî bû, geh xwe li ba dikir, geh dida lotikan, geh diziriya. Welhasil pir dilşa û bextewar xuya dikir.
Li gor bergîr û mangeyê, ker têra xwe qelaw bûbû. Qatek kincê reş jî bera ser bejna xwe dabû û hema dikeniya û difîkand û dida lotikan…
Bêderd û xem xuya dikir.
Li hember vê rewşa kerê, bergîr û mange matmayî man, gotin, birakê ker, ev çi halê te ye, hela zû ji me ra qal çîroka xwe bike.
Kerê dest pê kir, got:
-Ez çûm welatekî. Welatekî pir ecêb bû. Welatekî wiha bû ku dema yek derketa ser dîharekî û bi dengekî bilind biqîriya, tavilê însan li dorê kom dibûn û jê ra li çepikan dixistin. Ez jî derketim ser ciyekî bilind û min jî dest bi zirînê kir. Heta ji min hat ez ziriyam û ziriyam.
Û hûn bi zirîna min dizanin. Gava ez dizirim çiya û banî, gelî û newal olan didin. Kê dengê min bihîst bazda ba min. Bajar li min kom bû. Her ku ew hatin, ez hinekî din ziriyam.
Carnan jî ez bi meqam, bi heznîtî yanî li gor bûyerên rojane diziriyam. Bi hirrehir û zirrezira min ra milet ji kêfa har û dîn dibû.
Ne şert bû ku min tiştek bigota û di gotinên min da maneyeke hebûya, na, ya girîng hirrehir û zirîn bû, dibê tu ji her kesî zêdetir biqîriya, dengê te ji her kesî bêtir derketa. Û min jî ew dikir.
Milet bû heyranê min, çimkî tu kes bi qasî min nikanîbû biziriya. Min dengê hemûyan birîbû. Kes newêrîbû derketa hember min.
Bergîr û mangê bi matmayî pirsîn, gotin:
-Ê netîce, dû ra çawa bû?
Kerê got:
-Dû ra milet pir ji min hez kir û ez weke serok hatim hilbijartin. Ne hewce bû ku min tiştek bizanîbûya, marîfetke min hebûya ya jî min karek bikira. Bêyî zirînê tiştekî din ji min nedixwestin, karê min tenê carnan li vir û li wir zirîn bû. Zirînê têra her tiştî dikir. Her ku ez diziriyam, wan jî bi qîrîn digotin, ”welat bi te îftîxar dike, milet bi te serbilind e” û ji min ra li çepikan dixistin.
Hed û hesabê xwarin û vexwarinê tunebû, min dixwar û dixwar. Ez her ku diziriyam ew dihatin dest û nigên min û xwe ji min ra dikirin erd û min çi bixwesta didan min. Û min jî dixwar û carnan jî dema hewece bûya diçûm hildikişiyam ser ciyekî bilind û diziriyam û milet jî li min guhdarê dikir.
Îcar ji ber ku wer di nava xêr û bêrê da bûm loma jî wiha qelaw bûme.
Bergîr û mangê bi rengekî matmayî û bi meraq pirsîn, gotin:
-Baş e, ma qet fêmnekirin ku tu ker î?
Kerê got:
-Nîvî fêm kir, lê nikanîbûn bi nîvê din bidana fêmkirin…

20 februari 2011

AKP dixwaze kurdan bera hev bide

Li gor ajansa ANF-ê dinivîse ji do êvarî da ye weşana Roj Tv, Newroz Tv û MMC-ê li herêmên Wan, Colemêrg, Îdir, Erzerom, Bedlîs, Qers, Mûş û navçeyên van wîlayetan bi sinyalan tê astengkirin.
Herwiha gelek caran dîsa weşana Roj Tv, Newroz Tv û MMC û kanala erebî El Cezîre jî li Başûrê Kurdistanê ji ber van sinayalên ku dewleta tirk dişîne têne qûtkirin.
Yanî kanala El Cezîre jî di agirê Roj TV, Newroz TV û MMC-ê da dişewite.
A zora zaliman ev e.
Nahêlin kurd li Kurdistanê û Tirkiyê weşanê bikin û li der jî bi siniyalan weşanên telewîzyonên kurdan xera dikin.
Navê vê terora dewletê ye.
Dewleta Erdogan ji bo şandina van sînyalan û xerakirina weşanên kurdan bi sed milyonan ji Ewrûpayê alet û edawet kirîne.
Erdogan tehamulî kanaleke telewîzyonê ya muzîkê nake, lê hin kurd hîn jî li hêviyêne ku ewê mesela kurd çareser bike.
Ev hesabekî şaş e...
Erdogan îro ji kurdan ra tu meseleyê çareser nake, ji ber ku hîn nêteke wî ya wiha tuneye.
Heger nêta Erdogan ya çareseriya mesela kurd hebûya bi PKK-ê, BDP-ê û Ocalan ra hewqasî neyartî nedikir, hewqasî bi pey çapemeniya PKK-ê nediket.
Îro ji bo dewletê jî û ji bo Erdogan jî merivê herî ”maqûl”, herî ”nerm” Ocalan e, tu serok û siyasetmedarekî kurd bi qasî Ocalan gav paşda navêtiye, daxwazên xwe ji Kurdistaneke serbixwe danexistiye hema hema nuxteya sifirê.
Lê dewlet dîsa jî daxwazên Ocalan qebûl nake.
Erdogan daxwazên Ocalan qebûl nake, ji ber ku naxwaze zirnîqekî jî bide kurdan …
Yanî siyaseta ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” hîn siyaseta Erdogan ya esasî ye...
Tiştên din hemû vir û xapandin e.
Heger ne xapandin be, Erdoganê hewqasî dijminatiya BDP-ê nedikir, her roj sinyal nedişand ser weşanên Roj tv-ê.
Ji ber ku hêza herî mezin ew in, hêza çekdar ew in, heta ku bi wan ra lihevhatinek çênebe mesele çareser nabe.
Vegera Şivan û Burkay û min yê din tiştekî naguhere, vana taktîkên hîle î şer e, xapandin e, dibê kurd vê siyaseta AKP-ê bibînin.
Bi qezenckirina çend siyasetmedar û hunermendan mesela kurd çareser nabe, çimkî mesela kurd ne veger û azadiya şexsan e, mesela miletekî ye.
Tiştê ku Erdogan bi çek û zorê nikane biqedîne, tasfiye bike, dixwaze bi siyasetê, bi hîle û xurdan, bi fêlbaziyê û siyaseta rûvîtiyê biqedîne.
Bi van manawrayên biçûk û vala Erdogan dixwaze kurdan bera hev bide, ji ber hev da bixîne û dû ra jî yekeo yeko li hustuyên hemûyan siwar be.
Lê ev îş bi dor e, dibê berê ji yê çekdar, ji yê herî xurt dest pê bikin, û dû ra jî bi dor, îfadeyên yên ”zeîf” û ”dost” jî bigrin.
Vê dewletê ji sala 1920-an û vir da ye li hember kurdan ev siyaset meşandiye(perçe bike, zeîf bixîne û dû ra lêxe) û hîn jî dimeşîne.
Roja ku Erdogan û hukûmeta wî bela xwe ji Roj TV-ê vekirin bizanibin ku ew dixwazin di mesela kurd da hin gavên pozîtîv bavêjin.
Şêla dewletê li hember Roj TV û çapemeniya PKK-ê wek kevirê mîgengê ye, nêta wan bi me dide fêmkirin.

Şerê pisik û mişkan

Dibêjin rojekê hemû pisikên gund li hev civiyan, ji bo ku êrîşeke mezin bibin ser mişkan û qira wan bînin.
Piştî ku hemû pisik amade bûn, serok û mezinê wan, Simêlpiv Beg dest bi axaftinê kir û got.
-Gelî bira, hûn hemû bi xêr û xweşî hatine.
Wek hûn hemû jî dizanin îsal ji mişkan ra lê hatiye. Xwarin û vexwarina wan pir e. Dilê wan çi bixwaze wiya dixwin û vedixwin.
Yanî ne tî ne û ne jî birçî ne. Ji ber vê yekê jî him têra xwe qelew bûne û him jî wek xerzê kulî zêde bûne.
Lê em pisik ji birçîna dimrin. Îsal xela li me rabûye, em dikin nakin, em nikanin zikên xwe têr bikin.

Loma jî em hemû ji hêz da ketine û bûne hestî û çerm.
Îcar heger em dixwazin ji vî halê perîşan xelas bibin û têr goştê nerm û lezîz bixwin, ji bo girtina mişkan dibê em riyekê bibînin.
Çimkî bi hawê berê em nikanin xwe bigihînin wan, giş kone û şît bûne, nayên girtin.
Dibê em riyeke din bibînin. Yan na emê gişên ji nêza bimrin.

Pisikekî kal mafê axaftinê girt û got:
- Her bijî mezin û rêberê me Simêlpiv Beg!
Gelî hevalan, tiştê Simêlpiv Beg gotin hemû jî rast in.
Di vî warî da ez jî dixwazim pêşniyarekê bikim. Wek Simêlpiv Beg jî got, bi rastî jî êdî bi rehetî em nikanin xwe bigihînin mişkan.
Dema em diherin wan, bi me dihesin û tavilê direvin, dikevin qulikên xwe. Ji ber vê yekê jî dibê em bi hawakî, bi hin dek û dolaban serokê mişkan îqna bikin ku ew bi me ra li hev werin.
Û dû ra jî dibê em di nabêna xwe û wan da peymaneke aştiyê îmze bikin.
Dema mişkan ev pêşniyara me ya aştiyê qebûl kirin, ji bo îmzekirina peymanê, dibê em hemû mişkan li berîyeke bêdar û bêber bicivînin.
Çimkî li beriyeke wiha dûz di dema êrîşa me da ewê nikanibin xwe veşêrin. Wê demê bi rehetî emê kanibin wan bigrin û zikên xwe têr bikin.

Ev pêşniyara pisikê kal ji alî hemû pisikên din va jî pir baş û di cî da hate dîtin. Simêlpiv Beg dîsa dest bi axaftinê kir û got:

- Her bijî! Bi rastî jî pêşniyara te muhteşem e.
Ezê nuha, vê pêşniyara aştiyê bibim ji serokê mişkan ra û hewl bidim ku wî îqna bikim. Û ez bawer dikim ku ezê bikanibim wî îqna bikim.
Çimkî mişk jî dixwazin ku di nabêna me da şer tunebe, ew jî wek me bêtirs û xof û azad bijîn. Ku em kanibin hinekî bi hostatî hereket bikin, emê bi rehetî wan bixapînin û bînin qada civînê. Netîceya dan û standinên xwe ezê dû ra ji we ra bibêjim.

Pisikan dûr û dirêj ji van gotinên Simêlpiv Beg ra li çepikan xistin û dû ra jî civîn belav bû.
Piştî civînê, serokê pisikan Simêlpiv Beg çû ba rîsipî û mezinê mişkan. Ji ber ku baweriya serokê mişkan bi serokê pisikan nedihat, lema jî ji dûr ve bi hev ra peyivîn.
Simêlpiv Beg piştî çend gotinên vir da û wê da got:

- Merheba ji te ra ey Serok û Mezinê hemû mişkan! Merheba ji te ra alim û zanayê bêhempa! Merheba remza biratî û aştiyê! Tu çawa yî?
Serokê mişkan bêyî ku zêde dirêj bike got:
- Mala te ava! Tu çawa yî?


Simêlpiv bi rûkenokî got:
- Ez îro ji bo biratî û aştiyê li vir im.
Li ser navê hemû pisikan ez ji we hemû mişkan ra pêşniyara dostanî û aştiyeke daimî tînim. Wek tu jî dizanî pisik û mişk ji berê û ber da tim dijminên hev bûne.
Û wek tu jî dizanî îro jî hîn wiha ye.
Me her du aliyan jî ji vê dijminatiyê zirareke mezin dîtiye. Bi hawakî bê nabên tim zulm li we bûye û hûn hatine qetilkirin.
Û ji ber vê yekê jî her ku çûye nufûsa we kêm bûye. Helbet di van şeran de, heger ne bi qasî we be, me jî gelek êş û elem kişandiye, gelek zulm û neheqî dîtiye.
Dibe ku hûn nizanibin. Dema li çol û çepelan, di nav devî û gongilan da me bera we daye tim strî ketine beden û çavên me û em kor bûne ya jî bi hawakî birîndar bûne.
Yanî ez dikanim bibêjim ku di vî şerî da ne we tenê, me jî kêm zêde bi qasî we êş kişandiye û zirar dîtiye.
Ji ber vê yekê jî em pisik jî êdî di wê baweriyê da ne ku dostayî û biratî ji bo me her du seriyan jî riya herî baş e.
Wek pisik em pêşniyar dikin ku em li Berriya Mezin civînekê bi hev ra çêkin.
Li wir em peyamaneke aştiyê îmze bikin û bibin dost û birayên heta û hetayê. Pêşniyara me ew e ku em vê civînê, vê hefta pêş me, roja şemiyê piştî nîvro çêkin.

Serok û mezinê mişkan got:
-Bijî aştî! Bijî biratî!
Em wek mişk vê pêşniyara we bi kêfxweşî qebûl dikin.
Di wê tarîxê da emê li wir bin. Ez hêvî dikim ku ev civîn di nabêna me da bibe civîna aştiyeke rastîn û ebedî.
Piştî ku her du aliyan wiha li hev kirin, Simêlpiv Beg lêxist û çû.
Dema serokê mişkan dît ku pisik ji ber çavan wenda bû, rabû ban hemû mişkan kir û ji wan ra wiha got.
-Serokê pisikan, Simêlpiv Beg hat bi min ra peyivî, ji min ra qala biratî û aştiyê kir. Got werin em li hev werin û peymaneke dostanî û aştiyê îmze bikin.
Min pêşniyara wî qebûl kir.
Civîn li ser daxwaza wî ewê li Berriyê Mezin,li wê çola bêdar û bêber çêbibe. Bi baweriya min ev pêşniyareke baş e û dibê em hemû herin wir.
Ez bi xwe ji gotin û soza xwe venagerim.Wek hûn jî dizanin şermeke pir mezin e dema meriv sozekê bide û dû ra jî neyne cî.
Lê li alî din dibê em tu carî baweriya xwe jî bi pisikan neynin. Hemû tecrûbe û serpêhatiyên me îspata vê yekê ye.

Bawerî bi pisikê nayê.
Ji bo ku em nekevin kemînê dibê em tedbîra xwe bigrin. Îcar emê çi tedbîrê bigrin dibê em li ser bipeyivin.

Ji nav mişkan, mişkekî kal û zana gotin ji devê wî girt û dest bi axaftinê kir, got:
-Bi baweriya min, dibê em hemû mişk rojekê berê herin ciyê civînê û li wir qulikên xwe bikolin. Dibê her mişk ji xwe ra qulikeke kûr bikole.
Û ew axa ku kom dibe jî dibê em bibin li dereke dûr belav bikin, ji bo ku bi dîtina axê ra nekevin şikê.
Û roja civînê jî dibê em serê sibê, berî wan herin wir û li kêlek qulikên xwe rûnin.
Dema me dît ku nêta wan ne xerab e û bi rastî jî aştiyê dixwazin wê gavê mesele tuneye, emê li hev werin û aştiyê îlan bikin.
Lê ku ev civîn kemîn be û êrîşî me bikin, wê gavê her mişk hema di cî da ewê xwe bera qulika xwe bide û xelas bibe.
Ev pêşniyara kalê zana di cî da hat dîtin û hemû mişk belav bûn.
Berî civînê bi rojekê hemûyên mişkan berên xwe dan Berriya Mezin û qulikên xwe kolan.
Û axa ku ji qulikan derketibû jî birin li dereke dûr belav kirin. Wer kirin ku qulikan qet xuya nedikir.
Û dû ra jî roja civînê hat. Mişk serê sibê zû rabûn çûn ciyê civînê û wek ku li hev kiribûn her kes li ser qulika xwe rûnişt.
Danê nîvro pisik hatin. Ji bo ku mişkan netirsînin, xwe pir nêzî wan nekirin, ji wan hinekî dûr xwe bera erdê dan.
Dû ra jî serokê wan, Simêlpiv Beg deng li serok û mezinê mişkan kir û got:
-Ey Serokê mişkan, ma hûn hemû hatine?
Serokê mişkan bersîv da û got:
-Erê em hemû hatine. Lê hûn, ma hûn jî hemû hatine?
Simêlpiv Beg got:
-Erê em hemû li vir in.

Û dû ra jî domand û got:
- Ez dixwazim ji te û ji hemû qewmê te ra çend tiştan bibêjim.
Lê belê hinekî sebir bikin.
Dû ra jî vegeriya ser pisikên din, çend halan di wan hilda û bi qîrîn got:
- Hucûm!
Zû, hemûyan bigrin, bixwin!
Dibê yek jî xelas nebe!
Bigrin, bixwin!
Bigrin! Bikujin!

Dema serokê mişkan dît ku wa ye pisikan dest bi êrîşê kirin, hema tavilê rabû ser her du nigên xwe yên dawî û bi qîrîn ji mişkan ra got.
- Qulik, qulik!
Zû têkevin qulikên xwe!
Zû têkevin qulikên xwe!
Ji ber ku mişk hemû li ser qulikên xwe bûn, loma jî hema hemûyan gotin ”xirt” û xwe bera qulikên xwe dan.
Pisikan hew carê dîtin ku hemû mişk ji ortê wenda bûn.
Heta xwe gîhandin ser qulikan, yek mişk jî li derve nemabû, hemû ji zû da ketibûn binê erdê û ruhên xwe xelas kiribûn.
Ji ber ku mişkan bawerî bi dijminê xwe neanîn û tedbîra xwe girtin, loma jî neketin kemînê û nebûn xwarina pisakan.
A dibêjin ji wê rojê û vir da ye mişk hew baweriya xwe bi soz û peymanên pisikan tînin...


19 februari 2011

Pesnên dijmin ne ji xêrê ra ye

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, do li Enqereyê di civînekê da çend gotin ji strana Şivan Perwer ya bi navê “Min bêriya te kiriye” xwendiye û camêr bi vê yekê jî li Şivan Perwer xwedî derketiye.
Yanî weke gurê têkeve eyarê(postê) berx...
Piştî xwendina çend rêzan ji stranê, fena ku Erdogan ne serokwezîrê Tirkiyê be û kurd jî ne di bin zulma dewleta wî da bin, ji kurdan ra qala ”hesreta” dilê Şivan Perwer, azadiyê û demokrasiyê kiriye.
Ji ber ku Erdogan dizane ku kurdên bi van hêsirên ”tîmseh” bixapin pir in.
Loma jî Erdogan, ji bo fesadiyê fersend nerevandiye, heta jê hatiye hewil daye ku kurdan bera hev bide…
Gur ji mij û dûmanê, Erdogan û dewleta wî jî ji fêsadiyê, gelaciyê, tahrîk û teşwîqê hez dikin...
Çimkî kara wan tê heye.
Erdoganê ku zimanê gelê Şivan qedexe kiriye, nahêle kurd tabeleyeke bi kurdî bidarda kin, rabûye ji Şivan ra azadiyê dixwaze…
De were memre, de were meteqe!?
Erdogan, li meclîsê nahêle nûnerên kurdan du gotinan bi kurdî bibêjin, dema dibêjin hevalên wî tavilê mikrofonê digrin.
Dadgehên dewlata Erdogan nahêlin siyasetmedarên kurd bi zimanê xwe bipeyivin.
Erdogan, piştgiriyê nade siyasetmedarên kurd, dadgehê rexne nake, nabêje çima hûn nahêlin însan bi zimanê xwe bipeyivin, lê xwedêgiravî piştgiriyê dide Şivan Perwer û azadî û demokrasiyê difroşe me.
Mêrik çavê diya xwe ye, dizane kurd bi çi dixapin….
Kurd, perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin, yê nade, yê bi xurtî li dijî vê daxwaza kurdan derdikve û dibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” Erdogan e, lê eynî Erdogan di bûyera Şivan da dibe hewariyê demokrasiyê û azadiya Şivan diparêze.
Û kurd jî vê durûtiyê nabînin, nadin ruyî wî...
Bêguman êrîş û heqaretên li Şivan dibin ne rast in, dibê meriv qebûl neke.
Lê ev ne kar û wezîfeya yekî weke Erdogan e.
Yê welatê me îşxal kiriye, kurd kirine bindest, zarokên me bi zorê dibin leşkeriyê, bi zorê tirkî fêrî wan dikin hukûmet û dewleta Erdogan e.
Kurd azadî û serbestiya xwe ji Erdogan dixwazin, ne ji hinekên din.
Yên kurd bindest kirine Erdogan e, ne hinekên din in.
Loma jî heger Erdogan bi rastî jî azadî û demokrasiyê dixwaze, bi rastî jî li dijî neheqî û zulmê ye, wê demê bira mafê kurdan bide, zulmê li kurdan neke, zimanê kurdî bike resmî, li hember navê Kurdisatnê har û dîn nebêje, "yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman" û nizanim yek çi û çi...
Ez ji muzîk û stranên Şivan hez dikim, lê ez ji dîtin û siyaseta Şivan hez nakim…
Û wek şexs, kêfa min ji şêla Şivan û wan gotinên wî yên TRT6-ê ra jî nehat, lê ev nayê wê maneyê ku merivê bi vî rengî êrîşê bibe ser.
Weke her kesî, dibê meriv bikanibe dîtin û siyaseta Şivan jî rexne bike, lê ne ku heqaretê lê bike û wî bike xayin.
Ev şêleke ne rast û şaş e, dibê meriv viya bibêje, lê ne Erdogan.
Dema Erdogan viya bibêje, dibê heqê kurdan jî bidê, çimkî yê heqê kurdan xwariya û nade Erdogan e.
Dibê kurd ji dêlî ku çepikan van gotinên Erdogan ra lêxin, jê ra bibêjin, heger tu hewqasî aşiqê azadiyê yî wê demê bihêle bira kurd di meclîsê da bi kurdî bipeyivin, bira ala xwe hildin, bira navê welatê bi serbestî bibêjin.
Ji ber kut ê hesabê we, hûn beyana Şivan di telewîzyona xwe da belav dikin, lê hûn ala kurdî boyax dikin.
Ev azadîxwazî û demokrasiya we?
Erdogan navê Kurdîstanê li 20 milyon kurdî qedexe kiriye, lê radibe azadiya Şivan dixwaze.
Helbet ev ”piştgiriya” Erdogan ya bi Şivan ra ne samîmî ye, ji bo fêsadiyê û hilbijartinên pêşerojê ye.
Bi piştgiriya bi Şivan ra Erdogan tu mafekî nade kurdan, tu peymanekê bi kurdan ra îmze nake, gotineke pê dilê hin kurdan xweş dike, di nava kurdan ji xwe ra dost û hevalan çêdike…
Yanî tu zirarke wî tê tuneye, lê kara wî tê heye.
Heger dijmin pesnê meriv da, dibê meriv ji xwe bipirse, bibêje çima pesnê min dide, gelo min çeetiyek kiriye?
Ji ber ku dijmin tu carî pesnê meriv nade, ji meriv hez nake.
Loma jî dibê Şivan û hemû kurd bizanibin ku Erdogan ne ji bo xêrê, ji bo xerabiyê li Şivan ”xwedî” derdikeve…
Heta nuha Ocalan li ser bûyera Şivan hîn tiştek negotiye. Bi îhtîmaleke mezin di vê hevdîtina dawiyê da ewê hin tiştan bibêje.
Bi texmîna min Ocalan ewê li Şivan xwedî derkeve û êrîşên ser wî rast nebîne, wan rexne bike…
A wê çaxê ewê rewşeke pir xweş were meydanê…

Çûk, şêr û barçêmk*

Dibêjin di wext û zemanekî pir kevin da di nabêna çûkan û lawirên (heywanên) çarnig da (heywanên guhandar) şerekî pirr dijwar hebû.

Di destpêka şer da tu kesî nizanîbû ku ewê kîjan alî qezenc bike. Çimkî her du alî jî hema hema bi qasî hev xurt bûn.

Ji ber ku barçêmk tenê nîvî çûk bû lema jî nikanîbû bi hêsanî biryara xwe bida ku dibê ew ji kîjan alî be û alîkariya kê bike.

Ji bo ku xwe îqna bike ji xwe ra got:

- Ez ne bi temamî çûk im û ne jî lawireke çarnig im, lema jî ya herî çêtir ew e ku ez hinekî din jî bipêm û zû bi zû nebim hevalê tu aliyekî jî.

Lê piştî demekê heywanên çarnig hêdî hêdî zora çûkan birin. Li ser vê, barçêmk çû tevî wan bû û li hember çûkan dest bi şer kir.

Heywanên çarnig gelek feyde ji vê hevaltiya barçêmkê dîtin. Çimkî ew dikanîbû wek çûkan bifiriya û ji hewa da êrîş bibira ser wan.

Lê dîsa jî vê serdestiya heywanên çarnig zêde neajot, her ku çû, çûk xurttir bûn. Li ser vê rewşa nuh, barçêmkê ji xwe ra got:

- Wer xuya ye ku min cepheya çewt hilbijartiye. Dibê ez herim bibim hevalê çûkan. Çimkî wa ye ew xurttir in.

Û dû ra jî yek nekir dudu, çû ket nav refên çûkan û li hember lawirên çarnig dest bi şer kir. Di dawiyê da çûkan zora lawirên çarnig birin û di nabêna xwe da aşîtî îlan kirin.

Rojekê nûnerên çûkan û heywanên çarnig hatin ba hev ji bo ku li ser şertên aşîtiyê rawestin û hin biryarên dawî bistînin.

Di dema guftugoyan da qertel (eylo) ji nûnerê heywanên çarnig, ji şêr ra got:

- Erê me şer qezenc kir, lê we jî bi rastî baş li ber xwe da. Me qet hêvî nedikir ku hûnê kanibin hewqasî li ber xwe bidin.

Şêr bi rengekî hinekî hustuxwar got:

- Rast e. Lê hûn tim ji me xurttir bûn. Ji ber ku awantajek we ya mezin hebû, hûn dikanîbûn bifiriyana. Lema jî me nikanîbû xwe bigîhanda we.

Li ser van gotinên şêr qertel got:

-Te qala firînê nekira nedihat bîra min. Bi rastî jî di şerên dawî da min qet nedî ku ji cepha we hinek bifirin nav refên çûkên min û zirarekê bide wan. Lê di destpêkê da ne wiha bû, ji we jî hinekan êrîş dianîn ser me. Ma ew kî bûn gelo!

Şêr bi hawakî bêdil û bi serê lêvan got:

- Haa haa, ew! Ew ne ji me bû. Ew barçêmk bû. Di destpêkê da xwe ji me nîşan dida û yekcarnan dihat nav cepha me. Lê di dawiyê de min ferq kir ku di nav cepha we da li hember me şer dike. Min ew jî ji we dihesiband, min digot qey ew jî çûk e.

Qertel bi hêrs got:

- Ebeden! Di nav refên artêşa me da xayin tune ne. Û heger careke din li derekê çavên min li wê keve, ezê îfadeya wê baş bigrim û ezê tavilê wê ji welatê çûk û lawiran sirgûn bikim.

Şêr jî got:

- Û dema ew roj hat, ezê jî bi kêfxweşî alîkariya te bikim...

A dibêjin ji ber vê yekê ye jî ku barçêmk newêre bi roj, di ronahiya rojê da xwe nîşan bide.
Bi şev, piştî ku hemû çûk û heywanên çarnig radikevin û şûn da ew diwêre ji qulika xwe derkeve û wî ruyê xwe yê biçûk yê wek mişkan nîşanî dinyayê bide...

Ji ber ku ew ne dosta teyran e û ne jî ya lawiran e. Herdu serî jî bi çavên xayinan lê barçêmkê dinêrin.
*Pelçimok, şevşevok, çekçekûle

17 februari 2011

Şiyarbûna keran

Dibêjin li welatekî ker ji kurtanfiroş ne memnûn bûne, gotine kurtanên baş çê nake.
Ji ber ku kurtanên baş ji keran ra çênekirye, loma jî pişta hemûyantim kul û birîn bûye…
Rojekê hemû ker li hev top bûne û ji bo hatina kurtanciyekî din dua kirine. Heger çawa bûye, dua wan qebûl bûye..
Lê ya xerab, kurtanciyê nuh jî ji keran ra kurtanên baş çênekirye, ji dêlî ku birînên pişta keran kêm bibin, tew zêdetir bûne.
Li ser vê, ker dîsa li hev civiyane û ji bo hatina kurtanciyekî din dîsa dest bi duayê kirine, gotine yarebî tu kurtanciyekî ji viya baştir bişînî vî bajarî…
Dîsa dua wan qebûl bûye, bi rastî jî wî kurtancî ji wî bajarî bar kiriye û yekî din hatiye dewsa wî… Weke bi çûna her kurtaciyekî û hatina yekî nuh, ker dîsa kêfxweş bûne…
Lê piştî demeke kin dîtine ku ferqa kurtanciyê nuh jî ji yên berê tuneye, kurtanên wî jî weke yên din piştê li wan kurmî dike.
Her çiqas kurtancî çûn û hatin jî, lê kurrtanên wan roj bi roj xerabtir bûn, baştir nebûn, birînên pişta wan pirtir û mezintir bûn…
Kurtanciyek çû, yek hat û keran jî ji bo yekî nuh tim dua kirin….
Lê kurtanên wan jî tu carî baştir nebû…
Dawiya dawî, rojekê ker dîsa li hev civiyan û ji hev ra gotin, ev îş wiha nabe, kurtanciyek tê yek dihere, lê halê me her eynî hal e.
Loma jî dibê em ne ji bo hatina kurtanciyekî nuh, ji bo xelasbûna ji kerîtiyê dua bikin..…
Varîantekî vê çîrokê yên din jî heye, lê min îşev pê ra negîhand binivîsînim, belkî sibe ya jî rojeke din ji we ra qal bikim...

Dar û bivir

Dibêjin rojekê êzingvanek çû daristanê û xwest dar doxekê (destiyekî) bidin bivirê wî.
Êzingvan bi zimanekî şîrîn ji daran ra got:

-Wek hûn dibînin, bivirê min bêdox e, ez rebenê Xwedê nikanim pê karekî bikim. Ez hatime ba we ji bo ku hûn dareke biçûk bidin min, ji bo ku ez ji bivirê xwe ra bikim dox.

Dara çamê ji darên din ra got:

Daxwazeke maqûl e. Tenê ji bo bivirê xwe doxeke biçûk ji me dixwaze. Bi baweriya min ji bo me şermeke mezin e ku em qedrê wî negrin û doxekê nedinê. Û ya din jî, camêr zirara me naxwaze, tenê ji bo bivrirê xwe doxekê dixwaze.

Spîndarê got na, dibê em nedinê, bira here ji xwe ra çareyeke din bibîne...

Dara çinarê ya herî mezin got:

- Na dibê em bidinê. Piştî ku hew qas rê hatiye û li me qesirîye, divê em qedrê wî bigrin û doxekê bidinê. Dibê em wî destvala venegerînin. Bi dayina doxekê ne em tu zirarê dibînin û ne jî diqedin. Dibê em vê çêyê bi êzingvan bikin û doxekê bidin bivirê wî.

Welhasil hinekan gotin em bidinê, hinekan gotin em nedinê, lê dawiya dawî piraniya daran gotin dibê em doxekê bidinê, dibê em êzingvan destvala venegerînin, tiştekî wiha ji bo me daran şermeke mezin e.

Û dû ra jî destûr dan êzingvan ji bo ku ji bo doxa bivirê xwe dareke biyê ya biçûk bibire.
Lê piştî ku êzingvan ji bivirê xwe ra dox çêkir û şûn da, hema rasterast berê xwe da dara çinarê ya herî mezin û berî hemûyan ew birî û wergerand erdê.

Dema daran dîtin ku nêta êzingvan çi ye, hemuyan keserek kûr kişandin û ji hev ra gotin:

-Me çewtiyek pir mezin kir. Heger me aqil bikira û dox neda bivirê wî, wî yê nuha nikanîbûya yeko yeko em wergerandina erdê. Lê me bi xwe, xwe ji bivirê wî ra kir dox, ji bo ku dû ra me bibire…

16 februari 2011

Siyasetmedarên durû

Dema li Tunisê û li Misrê gel li dijî rejîmên Ben Alî û Mubarek yên dîktator serî hildan û daketin kolan û meydanan, serokkomarê Îranê Ahmedî Nijad, bi xurtî piştgirî da daxwazên gelên Tunisê û Misrê yên azadî û demokarsiyê.
Wezîrê derve yê Îranê Salihî, di beyanekê da got, ”Weke her kesê piştvanê azadiyê, ew jî piştgiriya tevgera gelê Misrê dikin, ew jî piştgiriyê didin daxwazên gelê Misrê yên azadîyê û edaletê.”
Lê dema li Îranê, gel dadikeve kolanan û weke gelên Tunisê û Misrê ew jî doza azadiyê, serbestiyê û demokrasiyê dikin, rejîm bi rengekî hovane dajo ser gel û însanan gulebaran dikin.
Di van êrîşên rejîma îslamî da heta nuha bi kêmanî 3-4 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar in û bi sedan kes jî hatine girtin.
Rejîma meleyan, ji daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelên Tunisê û Misrê ra li çepikan dixe, lê dema gelên Îranê eynî daxwazan dike, bi çop, tank, top û çekan diçin ser gel.
Ev sextekarî û durûtiyeke pir mezin e.
Hger hûn hewqasî aşiqê azadî û demokrasiyê ne, berî hertiştî van mafan bidin gelê xwe.
Eynî durûtî hukûmeta AKP-ê jî nîşan da.
Erdogan û Abdullah Gul jî, ne di serî da be jî, lê di dawiyê da piştgirî dan daxwzên gelên Misrê û ji Mubarek ra gotin dibê tu guh bidî daxwazên gel û dev ji hukim berdî.
Lê ew bi xwe bi pênc pereyên xwe jî di daxwazên gel nadin û tim jî bi şîdeteke mezin diçin ser çalakiyên ji bo van mafan.
Gelê kurd heta nuha bi sedan car çalakiyên wiha li dar xistiye.
Di Newrozan da bi milyonan însan li Amedê û li gelek bajarên din yên Kurdistanê kom dibin û ji dewlet û hukûmetê mafên xwe yên netewî, azadî û demokrasiyê dixwazin.
Lê Erdogan, Gul û hukûmeta wan bira guhdarîkirin li wir bimîne, bi şîdet li dijî van daxwazên kurdan derdikevin, ji van daxwazan ra dibêjin ”teror.”
Û nuha jî bi hawakî durû, xwedêgiravî piştgiriya daxwazên gelên Tunisê û Misrê dikin.
Dev ji Misra xelkê berdin, li ”Misra” xwe binêrin, heger hûn pir demokrat û azadîxwaz in mafê kurdan bidinê, polîsan neşînin ser çalakvanên kurd, serok û kadirên kurdan negrin û navêjin binê zîndanan.
Kurd jî weke gelên Tunisê û Misrê, azadiyê, demokrasiyê û mafên xwe yên netewî dixwazin.
Erdogan û Gul, ji bo gelên Tunisê û Misrê demokrasiyê dixwazin, lê dema dor tê ser kurdan nahêlin zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.
Vanan durû ne, bi dev tiştekî dibêjin lê di praktîkê da tiştekî din dikin.

Şivan û gur

Hebû tunebû şivanekî xort hebû.
Tim tik û tenê li ber pez bû. Tenêbûnê ew gelkî aciz dikir. Pez diçêriya û ew jî ji xwe li ser kevirekî rûdinişt û li pez temaşe dikir.
Roj bi vî hawî derbas dibûn. Her roj eynî tişt bû, hêdî hêdî ji şivaniyê aciz dibû…
Dawiya dawî rojekê bîna wî pir teng bû û biryar da ku hîlebaziyekê bike, gundiyan bixapîne.
Rabû hilkişiya ser gomeyekî mezin û heta deng jê hat qîriya:
”Gur hat, gur hat, gur hat!!!”
Pir nekişand gundî hatin gazî û hawara wî. Lê bala xwe danê tu gur mur tuneye…
Gundiya gotin ka lawo kanî gur?
Şevan keniya, got min ji xwe ra henek kir…
Gundiyan bi hêrs gotin, te îcar wiha kir, dibê tu carke din wiha nekî.
Çend roj derbas nebûn, rojekê dîsa weke berê hilkişiya zinarekî bilind û dîsa dest bi qîrînê kir:
”GUR HAT, GUR HAT, GUR HAT!!!”
Gundî dîsa bi kal û pîran ve, bi bez çûn hawara wî, ji bo şivên û pezên xwe ji gur xelas bikin.
Bi hatina gundiyan ra şivanê xort bû tiqîna wî keniya û got, weleh min henek kir, gur tuneye.
Gundî pir aciz bûn, pêda xeyidin û jê ra gotin, weleh tu wiha bikîrojekê tu yê li zirarê derkevî…
Çend roj di ser ra derbas bûn, şevekê şivên dîsa li eynî ciyî pezê xwe diçêrand û ew jî ji xwe ra li ser kevirekî rûniştibû, difîkand û li çêra pezê xwe temaşe dikir…
Ji nişka ve kalîn ket nava pez û kerî li hev gobilî, ji tirsan gurûziyê girt canê wî…
Gava baş bala xwe da aliyê deng, di nava pez da du çavên zerê bizotî bi ber çavên wî ketin.
Fêm kir ku îcar bi rastî gur e.
Ji tirsa biziya, qutufî û dîsa heta jê hat qîriya:
”HAHOOO MIN XELAS BIKIN! GUR HAT, GUR HAT !!!"
Lê kes bi lez û bez ji gund dernekt, gundî li pey hev nebûn şirît û nehatin gazî û hawara wî…
Çiqasî qîriya, kir gazî û hawar jî bê feyde bû, kesî xuya nekir.
Gur bi kerî ket, tiştek di pez da nehîşt, her der bû weke selaxaneyê…
Şivên fêm kir ku sebebê nehatina gundiyan derewên wî ne, lê êdî dereng bû. Derewên wî bû sebê ku dema gur bi rastî jî bi pezê wî ket gundiyan jê bawer nekirin…

15 februari 2011

Gotin mêzîna însên e...

Ez dixwazim îşev li ser feyde, kar û zirara axaftina hindik û kanîna bi devê xwe rawestim û çend şîretan li kesên zimandirêj bikim.
Îro li ciyê kar min çend gotin li ser ”zimên” û axaftina zêde gotin û di facebookê da weşandin, lê hindik bû, ez dixwezim îşev vê mijarê hinekî berfirehtir bikim.
Ziman him dost e, him dijmin e.
Loma jî dema meriv pê nikanibe ji meriv ra him dostan û him jî dijminan peyda dike..
Meriv dikane bibêje ku zimanê dirêj û gotinên zêde dijminan, zimanê kin û gotinên hindik jî dostan çêdikin...
Ziman, carnan karê baş û carnan jî karê xerab bi meriv dide kirin, carnan tiştên baş û carnan jî tiştên xerab dibêje.
Loma jî rola zimên di başiyê da jî û di xerabiyê da jî pir mezin e.
Guh dibihîze, çav dibîne lê ziman tiştê ku guh bihîstiye û çav dîtiye di qadeke fireh da bi kêm û zêdayî belav dike....
Hestiyê zimên tuneye, ziman perçeyek goştê biçûk e, lê dibe sebebê gelek tişt û bûyerên mezin. Loma jî çi tê serê meriv ji ber zimanê meriv e...
Ez bi xwe qelemê jî weke zimên qebûl dikim, loma jî tiştê bi qelemê tê gotin jî zima e.
Ziman weke şûr e, gava baş neyê bikaranîn dibe sebebê birîndarbûn û mirina meriv.
Carnan jî ew xelkê birîndar dike û dikuje, meriv dike qatil..
Hinek însan hene mixabin ne hakimên zimanê xwe ne, zimanê wan tim û tim bela serê wan e, her cara ku devê xwe vedikin, bi destê xwe xweliyê li serê xwe dikin, tim dibêjin ”DEVE”!
Dû ra poşman dibin lê pere nake...
Gotinên zêde, zimanê dirêj tim bela serê însên e.
Meriv çiqasî bi zimanê xwe kanibe û zêde nepeyive hewqasî baştir e…
Loma jî pêşiyên kurdan gotine, ”Zimano leqleq, seriyo teqreq.”
Ya jî ”Zimanê xwe birî, cîhe xwe kirî, ya jî zimanê xwe bibir, ciyê xwe bikir.”
”Ziman girtî, ser rehetî…”
Heger gotin zîv be sikût zêr e.
Gotinên xweş sedeqe ye, ji mahşerê ra nefeqe ye.
Gotina hindik edeb e, ji bo parastina emelên baş sebeb e.
Lê ne pêşiyên kurdan tenê, alim, zana û fîlozofên miletên din jî li ser gotinên pir û zimanê dirêj bala însanan kişandine û gelek wecîz li ser gotine.
Ji van fîlozofan yek jî Konfuçyus e.
Konfuçyus gotiye:
”Meriv ji axaftina hindik pir hindik û ji axaftina zêde jî pir zêde poşman dibe.”
Lê ji bo fêmkirina vê şîretê jî aqil lazim e…
Ya xerab li ba hinekan ew jî têra xwe tuneye…
Dîsa li ser zimên û gotinê şîreta sê hukmûmdaran jî meşhûr e.
Dibêjin rojekê sê hukumdar hatine ba hev û şîret li hev kirine.
Yekî gotiye:
-Hemû poşmaniyên min ji ber gotinên ku min gotine bûye. Ji tiştê min negotiye ez qet poşman nebûme.
Yê duyem gotiye:
-Gotinên min negotine ez xwediyê wan im. Lê belê ez bûme êsîrê gotinên ku min gotine.
Yê sêyem jî gotiye:
-Ji gotina hin gotinan ra hêza min têr kir, lê belê hêza min têr nekir ku ez wan paş da bigrim...
Rast e, meriv ji gotina ku meriv negotiye poşman nabe, nabe êsîrê peyva ku meriv nekiriye û tiştê meriv got jî nikane paşda bigre.
Ji ber ku gotin weke tîrê ye ku carê ji kevên pengizî, paşda nayê...
Welhasil, gotin mêzîna însên e, yê zêde ziyan, yê hindik kar e...

Ker û Deve

Mêrikê gundî ker û deveyê xwe bar kiribû diçû bajêr.

Lê heger çawa bûbû barê ker pirr giran bû. Piştî ku hinekî çûn ker deng li deve kir û got:

- Birakê deve, bi Xwedê barê min pirr giran e, di bin da pişta min firiya, ez nikanim gava xwe bavêjim. Ma tu nikanî hinekî alîkariya min bikî, ji barê min hinekî bigrî ser pişta xwe?

Deve got na, ez nakim û guh neda gotinên kerê.

Hinekî din jî çûn, kerê reben dîsa xwe avêt ji bextê deve de û jê re got:

- Birakê deve, ez ketime bextê te û Xwedê, alîkariya min bike. Tu mezin î, tu ji min bi hêztir î, hema ji barê min hinekî ji ser pişta min rake ku ez kanibim bimeşim. Di bin vî barê giran da ez nikanim bîna xwe bigrim.

Deve dîsa guh neda liberger û lavayên kerê û riya xwe dewam kir.

Kerê baş fêm kir ku deve bi berger û sergerê nayê rahmê û alîkariya wî nake, dibê ew riyeke din ji xwe re bibîne.

Piştî ku hinekî din jî çûn, ker êdî ji taqet da ket, nema kanîbû bimeşiya, hema got gurm û xwe avêt ji erdê da.

Xwediyê wî her çi qas li dorê çû û hat û xwest wî ji erdê rake jî lê ker ranebû, xwe li erdê kir term..

Mêrik fêm kir ku ker nikane di bin bar de rabe, lema jî ji mecbûrî rabû him hemû barê ker li deve kir û him jî ker da ser bêr û riya xwe domand.

Deve mesele fêm kir, lê tiştekî bikira tunebû. Çimkî wî ker mecbûrî vê yekê kiribû…

Loma jî qet dengê xwe nekir…

Bi rê da kerê hêdîka ji deve ra got:

- Bira ez hew qasî li ber te giriyam, min ji te rica kir, lê te qebûl nekir. A dawiya dawî him xerabiya te ji te ra ma û him jî barê te bû du qat.

14 februari 2011

Zembûrê ser qembûr û xeyalên azadiyê

Gotineke kurdî heye, dibêjin, ”rûvî nediçû qulikê rabû hejikek bi dlêa xwe ve girê da.”
Yê min jî bû ev mesle, her şev nivîsandina meqalyekê ne bes bû, min rabû her şev xemîşokek/çîrokek jî lê zêde kir.
Yanî bû zembûrê ser qembûr…
Nuha dibê ez her şev du nivîsan amade bikim.
Erê çîrok berê hene, lê ez wek xwe naweşînim, ez dixwîni, çareke din rast dikim û carnan jî jin tiştan lê kêm û zêde dikim.
Yanî ew jî wexta min digre.
Dîsa di vê nabênê da ez hin çîrokên din jî dinivîsînim. Di vê çapa yekê da 125 çîrok in, bixêr çapa duduyan da ezê bikim 200, belkî hîn jî zêde.
Ez çîrokên xwe di ênternetê da diweşînim ji bo ku kurd bixwînin û jê feydeyê bigrin.
Ji xwe ez viya ji bo hemû nivîsên xwe jî dibêjim, her kurd dikane nivîsên min, çîrokên min, pêkenînên min biweşînin, lê bi şertê ku nekin malê xwe.
Ez lê rast hatime carnan hin kes li ser keda meriv rûdinin û dikin malên xwe…
Ev neheqî ye…
Ez hêvî dikim ku îcar jî wisa nebe, dibê ya çavkaniyê nîşn bidin ya jî navê min bibêjin…

Û çend gotin jî li ser îro û gazinên ji berfê û sermayê.
Vê sibehê saet di 07.00-an da berî ku ez herim kar min bala xwe da termometreyê...
Di bin sifirê ra 18 derece sar bû.
Û nuha jî wa ye (saet 23.00 ye)nêzî 14 dereceyan di bin sifirê ra ye…
Îsal berf û serma bela xwe ji Stockholmê venakin...
Gava zivistan wiha dirêj dikşîne swêdî nexweş dikevin, dikevin krîzê...
Gelek kes ji bankeyan pera deyn dikin diçin welatên germ…
Lê şoreşê Misir jî li swêdiyan heram kir, feqîra nuka nikaninherin wir jî…
Swêdiyan ji hukûmeta Misrê bêtir dixwest serîhildan û tevlihevî zû biqede ji bo ku herin tahtîlê… Belhazir di destê wan da Tayland tenê maye…
Yê min qet ne xema min e, ez germa Kurdistanê û meha nîsanê(çûna xwe ya Kurdistanê) xeyal dikim.
Ev xeyal hêviya min xurt û moralê min bilind dike.
Dixwaze bira heta dawiya nîsanê jî berf bibara, ne xema min e, ez guh nadimê. Ez ji xwe ra li gera xwe, li Kurdistana azad, li dost û hevalên ku ezê wan bibînim difikirim...
Kesê bêxeyal, bêhêvî wek miriyê li ser niga ye, bi ruh û psîkolojiya xwe tim nexweş e...
Xeyal, hêvî nexweşiyê, kalbûnê, heta mirinê ji min dûr dixe, ne ji derva be jî, lê di hundur da, di dil da min zînde û xort dihêle, nahêle ez kal bibim....
Loma jî ez dibêjim Xwedê kir ku xeyal û hêvî heye, heger xeyal û hêvî tunebûna nuha ez jî weke swêdiyan ketibûm depresyona zivistanê û tixtor bi tixtor digeriyam....
Ez ber fim berfa hûr kulî me
Ser şara zerya xwe barî me
Bi eşqa bêhiş ketim
Ji te têr anbim tim tî me

Çûk û fîl

Hebû tunebû, çûkek (çivîkek, beytikek) hebû.
Dibêjin çûkê rabû hêlîna xwe li ser riya fîl çêkir. Û dû ra jî hêkên xwe tê da kirin û çêlikên xwe derxistin.

Rojekê fîl dîsa wek her tim di ber hêlîna çûkê ra derbas dibû, ji bo ku here avê vexwe. Fîl bala xwe dayê ku wa ye hêlînek tije hêk û çêlik li ser riya wî ye. Çû bi qestî pê li hêlînê kir, hêk û çêlikên tê da giş pelixandin û kuştin.
Û dû ra jî da rê û çû.

Dema çûk hat, dît ku ne hêlîn heye, ne hêk û ne jî çêlikên wê.
Çûkê ji xwe ra got:

- Hebe tunebe ev karê fîl e, miheqeq wî ev xerabî bi min kiriye. Bêyî fîl kes vê zulmê li min nake.

Çûkê firek da xwe û çû li ser serê fîl venişt. Ji fîl ra got:

-Birakê fîl, ma te çima ev zilma li min kir? Te hemû hêkên min pelixandin û çêlikên min jî kuştin. Te ez li darê vê dinyayê tik û tenê hîştim. Û qaşo em cîranê hev bûn! Heta nuha bi qasî serê derziyê jî xerabiyeke min negihîştiye te. Te çima wiha kir? Ma qey te ez biçûk û reben dîtim lema te ev neheqiya han li min kir?

Fîl awirekî tûj da çûkê û bi quretiyek nedîtî jê ra got:

-Eynî wek tu dibêjî, ji ber ku çavê min te dibire lema min hêlîna te pelixand . Ez mezin û xurt im, dilê min çawa bixwaze ez wer dikim. Hema ji destê te çi tê texsîr meke. Te fêm kir?!

Dema fîl wiha got, çûkê êdî gotin zêde dirêj nekir, firek da xwe û bi hewa ket. Çû ba refê çûkan, giliyê xwe bi wan kir, serpêhatiya xwe ji serî heta dawî ji wan ra got. Û dû ra jî ji wan daxwaz kir ku ew alîkariya wê bikin.
Çûkan gotin:

-Em bi dil û can dixwazin alîkariya te bikin, lê belê tiştek ji destê me nayê. Em çûk in û ew jî fîl e. Ma em rebenên Xwedê dikanin çi bi fîl bikin ku?

Lê çûk li dijî vê dîtina wan derket, li ber wan geriya, di daxwaza xwe da israr kir. Got:

-Dema em giş qela xwe bikin yek û hemû bi hev ra herin li ser serê fîl venijin û bi nikilan bi ser û çavên wî kevin, heta ku wî kor dikin. Ew nikane tiştekî jî bi me bike.

Çûk hemû îqna bûn, gotin weleh tu rast dibêjî. Û dû ra jî giş bi hev ra firiyan, çûn li ser serê fîl danîn û serî û çavên wî dan ber nikilan. Nikil kirin, nikil kirin heta ku her du çavên wî jî rijandin.

Piştî ku fîl ji her du çavan jî bû, ma bê ronahî, bê xwarin û bê vexwarin. Ji ber êşa çavên xwe dikir hawar û orrîn. Tavilê mêş, kelmêş û mûriyan girtin ser birîn û çavên wî. Dest pê kirin lê çêriyan.

Lê belê çûkê dîsa dev ji fîl berneda, got eviya hîn jê ra hindik e. Firiya çû ser goleke tije beq.
Çûkê ji beqan ra jî serpêhatiya xwe got. Beqan jî li çûkê guhdarî kirin û dû ra jî jê ra gotin:

-Hey çûka pepûk! Ma em beqên reben dikanin çi bi fîl bikin? Ne qeweta me li fîl tê û ne jî ya te.

Çûkê ji beqan ra got:

- Na, qeweta me lê tê. Lê belê divê em alîkariya hev bikin, dema em hêza xwe bikin yek, emê kanibin zora wî bibin. Lema jî ez dixwazim ji we çend heb bi min ra bên, em herin ba korteke nêzî fîl. Hûnê di kortê da bikin qurrequrrr... Dema fîl dengê we bibihîze ewê bawer bike ku dengê we ji nav avê tê. Ji ber ku nuha gelkî tî bûye, lema jî ewê xwe li dengê we bigre û were û dû ra jî ewê di kortê wer be.

Beqan daxwaza çûkê qebûl kirin û çûn ketin kortê û tê da kirin qurrequrrr...

Fîl dema qurrequrrra beqan bihîst tîbûnê hîn bêtir zor dayê. Bi hawakî korane berê xwe da dengê beqan û çû.
Dema gihîşt ser lêva kortê ku xortima xwe berde nav avê û avê vexwe, lê belê hew dît ku, got gurp û di dereke kûr wer bû.

Kort gelekî kûr bû, lema jî fîl nikanîbû jê derketa. Çûkê firek da xwe, çû li ser serê wî danî û jê ra got:

-Hey fîlê çavsor, tu bi hêz û mezinayiya xwe pirr stûr bûbû, te tu kes di ser xwe ra nedidît. Ji ber vê stûriya xwe te ne ez bi tiştekî hesibandim û ne jî ji min şayiş kir. Nuha tu dibînî ku bi vê çûkîtiya xwe min tu xistî çi halî...
Deng ji fîl derneket. Ma di kortê da...

13 februari 2011

Rojnameya Wêranşarê

Sê roj berê hemşerî û hevalê min ê zaroktiyê Eyûb Seyrek(Eyyup Seyrek), bi meylekê ji bo rojnameya Wêranşarê nivîsek ji min xwest.
Eyûb xwedî û sernivîskarê rojnameyê yê salan e.
Min soz dayê, min got soz, di tahtîlê da ezê tiştekî ji te ra binivîsînim.
Loma jî dibê ez nuha vê soza xwe bînim cî…
Lê ez baş nizanim ezê çi binivîsim û qala çi bikim?
Ji alîkî da ez naxwazim nivîseke ku qet têkiliya wê bi rojnameyê û Wêranşarê tunebe binivîsim.
Lê ji alî din da jî ev 31 sal in ku ez ji Wêranşarê dûr ketime, ezê qala kîjan gelş, kêmasî û derdê bajarê xwe bikim?
Ya jî qala çi bikim ku ewê ji bo xwendevan hîn balkêştir û xweştir be?
Sirgûniya salan ez kirime xerîbê bajarê xwe…
Par havînî piştî 30 sal li sigûnê dema ez çûm Wêranşarê, min Wêranşar ji bin da nas nekir, min riya mala xwe dernexist.
Mîmariya bajêr ya kevn ji binda wenda bûbû û bajar bûbû bajarekî nuh, bajarekî ku ne min ew nas dikir û ne jî wî ez nas dikirim.
Kolana berê ciyê rojnameyê lê bû, bûbû tirştekî din, min dereke nas nekir…
Lê Eyûb camêr ez rehet dîtim, ez li qahwê ez zeft kirim, çend rismên min kişand û bi xeberekê ra nivîseke min jî weşand.
Min xwest derbarê rojnameya Wêranşarê û Eyûb Seyrek da hafizeya xwe tevradim û tiştên ku ez dizanim bînim bîra xwe, yanî bîranînên xwe yên zaroktiyê û xortaniyê bînim bîra xwe…
Nayê bîra min, min û Eyûb Seyrek çawa hevûdu nas kir, em çawa bûn dost û hevalên hev?
Çimkî rismekî minê xorataniyê(17-18 salî)jî bi Eyo ra heye. Di rojeke bi berf ya zivistanê da me li parka belediyê kişandiye.
Bi qasî tê bîra min ji 10-12 saliya xwe da ye em hevûdu nas dikin û dostaniya me bi hev ra heye.
Di destpêka salên 1960-î da ez li ba Emînê qonderecî şagirt bûm û Eyûb jî li çapxaneya(matbaaya)yekî rihayî dixebitî.
Me berî wê jî hevûdu nas dikir…
Li Wêranşarê çapxane tunebû, yekî rihayî(navê wî nayê bîra min)hat li Wêranşarê çapxaneyek vekir û rojnameyeke mehelî bi navê ”Vîranşehîr” derxist.
Û li dikaneke din jî, ew jî di eynî kuçê da û nêzî çapxaneyê bû rojnameyên rojane jî difrot.
Eyûb him li çapxaneyê dixebitî û him jî rojnameyên rojane difrot.
Çapxane li ser kolana sînemeya Necmî di dikaneke belediyê da bû, ez tim carnan diçûm ba Eyûb(me jê ra digot Eyo)rûdiniştin, me sohbet dikir. Hevalên din jî dihat wir, em li ber derî rûdiniştin.
Çapxane makîneyeke biçûk bû, meriv herf di qaliban da rêz dikir û bi wî hawî tiştek çap dikir.
Teknîkeke pir prîmîtîv bû…
Carnan me hevalan alî wî dikir, jê ra herf rêz dikir.
Rojnameya Wêranşarê ez dibêjim belkî destpêkê bi ebata A-4 û ya yek rûpel ya jî çar rûpel bû.
Dû ra mêrikê rihayî vegeriya Rihayê û çapxane da Eyûb û ji wê rojê da ye, li gor ez ji înternetê fêr bûm tam ev 46 in(ji 1965-an û virda ye)ku rojnameya Wêranşarê heye û weşana xwe didomîne.
Ji rojnameyeke mehelî ra 46 sal emir ne temenekî hindik e, îstîkrareke pir hêja ye, her kes nikane vê îstîkrarê nîşan bide.
Mixabin di vê çûna xwe da min neçû ciyê rojnamê yê nuh nedît, xwezî min dîtibûya û me bîstekê qala wan rojên borî bikira.
Lê îcar ez herim, miheqeq ezê herim ciyê nuh bibînim.
Li gor ez ji înternetê fêr bûm, Eyûb îş mezin kiriye, çapxane nuh û moderntir kiriye, xelk li ba wî dixebitin û çapa wê jî gelkî xweşiktir bûye.
Dema ez li wir bûm, anî hejmarek da min.
Lê di pey min ra hin makîneyên nuh kiriye…
Bi pêşketina teknîkê ra Eyûb jî xwe nuh kiriye û êdî çapa rojnameyê ya înternetê jî heye.
Yanî ji ku hate ku…
Li Kurdistanê weke hemû rojnameyên mehelî, rojnameya Wêranşarê jî bi tirkî derdikeve.
Xwezî bi kêmanî nîvê wê bi kurdî bûya.
Ji bo ku kurdî jî di rojnameyê da hebe min ji Eyûb ra gotiye, ew dikane hemû nivîsên min biweşîne û ez nuha jî vê pêşniyara xwe dubare dikim.
Ya din milet, belediye, esnaf, partiyên siyasî jî dikanin bi îlan û anonsên bi kurdî bi rojnameyê ra bibin alîkar.
Dibê kurd êdî reklam, anons û îlanên xwe bi kurdî bidin rojnameyê, dema kurdî bixwazin rojname mecbûr e biweşîne.
Ji bo vê xizmetê û vê îstîkrara 46 salan ez Eyûb Seyrek û hemû xebatkarên rojnameya Wêranşarê ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serkeftinê dixwazim…
Bi hêviya ku rojnameya Wêranşarê rojekê bibe xurrî kurdî…