30 januari 2011

Tevgera Goran bi agir dilîze

Di dîrokê da ji dijmin bêtir tim îxanetê û bêtifaqiyê nehîştiye kurd ji bin bindestiyê rizgar bibin û bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Tam ev ev 200 sal in her eynî fîlm dubera dibe, kurd ji bo azadî serxwebûnê serî hildidin û dûra ya ji ber îxanetê û ya jî ji ber bêtifaqiyê dişkên û nagihîjin armanca xwe.
Nuha jî li başûrê Kurdistanê tevgera GORAN bi navê pêşverûtiyê, bi navê îktîdareke hîn şefaf û hîn demokrat dixwaze eynî trajediyê careke din dubare bike, hin azadî û mafên ku kurdan bi xebateke dûr û dirêj û bi xwîna bi hezaran şehîdab bidest xistine têk bibe û kurdan dîsa bike bindest û êsîrên ereban.
Beyana do ya tevgera GORAN, "dibê hukûmet û parlamentoya Kurdistanê werin hilweşandin" daxwazeke şaş, nerewa, neqanûnî û dijminane ye.
Tu aliyekeî vê daxwazê ya maqûl û bi heq tuneye.
Ancax dijmin û xêrnexwazên miletê kurd dikanin di demeke wiha da daxwazeke wiha ji hukûmet û gel bikin.
Ji bo çi hukûmet û parlamentoyê îstîfa bikin?
Çi qewimî ye?
Kesî îqtîdar bi dehsalan bi darê zorê zeft nekiriye, kes bi zor û darbeyê nebûye serok û serokwezîr.
Du sal berê li Kurdistanê hilbijartineke demokratîk çêbûye û ev hukûmet û parlamento jî bi piştî vê hilbijartinê bi raya milet hatiye hilbijartin.
Û tevgera Goran jî beşdarî vê hilbijartinê bûye û weke hêza sêyemîn ji hilbijartinan derketiye û nuha di parlamentoyê da grûba Goranê heye.
Goranê piştî hilbijartinan îtîraz nekiriye, netîceya hilbijartinan qebûl kiriye û nuha jî di parlamentoyê da hêza mixalif ya herî mezin e.
De îcar çima û ji bo çi ewê hukûmet û parlamento were belavkirin?
Diyar e hurmeta serokê Goranê ji îradeya gel ra tuneye. Baş xerab, bi dilê me ya ne bi dilê me, lê netîce milet rayên xwe dane van partî û van kesan.
De îcar sebebê ku hukûmetê îstîfa û parlamento jî ewê xwe fesh bike çi ye?
Diyar e hukûmet û serokê Kurdistanê ne bi dilê serok û berpirsiyarên Goranê ye loma…
Di rewşeke wiha da daxwaza ”hilweşandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê” dîtineke merivên zorba û dîktator e.
Ji ber ku Goran bi serê xwe nebûye îktîdar û serokê Goranê jî nebûye serokê Kurdistanê loma jî îradeya gel qebûl nakin û dixwazin hukûmet îstîfa bike, parlamento xwe fesih bike…
Hela helaaa, ev çi zorbayî ye?
Bi vê beyanê, bi van daxwazên li dijî berjewendiyên netewî Goranê nîşan da ku ew hêzeke antîdemokratîke û xwedî dîtin û felseyeke dîktatoran e.
Pir mimkûn e ku ev hukûmet hin tiştên şaş û ne baş dike, rê dide bertîl û îltîmasê, hin tiştên ne li rê û bêqanûnî dibin.
Serokê Kurdistanê û serokwezîr ne bi dilê we ye.
Vana hemû mimkûn in, lê riya rastkirina van kêmasî û şaşiyan ne ku hukûmet û parlamento îstîfa bikin.
Hûn hêzeke mixalif in, van kêmasiyan ji gel ra bibêjin, du salên din dîsa hilbijartin in, dema gel raya xwe da we, ewê bikevin û hûnê bi riyeke demokratîk werin ser hukum.
Li başûr kurd wek xelkê ne xwedî dewleteke serbixwe ne ku çi bibe jî ferq neke, tevliheviyeke biçûk dikane hemû qezencên kurdan bi salan bidest xistine ji dest wan biçin.
Loma jî daxwaz û tevgerên li dewleteke serbixwe normal e, ne xetere li Kurdistana başûr pir bi rîsk û xeter e, dikane kurdan dîsa bi hev xe û bibe sebebê teşxeleyên pir mezin.
Wisa xuyaye bûyerên Tunisê û Misrê tahma devê serokên Goranê jî xweş kiriye. Lê ji bîr dikin ku Kurdistana başûr ne weke van welatan serbixwe ye û ne jî wek yên van welatan ev 20- 30 sal in ku hêzekê îqtîdar bi zor xesb kiriye.
Heger Kurdistana başûr wek Misrê û Tunisê bûya Goran nikanîbû têketa hilbijartinan û bibûya partiya sêyem.
Kurdan bela sebeb negotiye, kurmê darê ne ji darê be dar narize...

1 kommentar:

  1. Hello there, You have done a great job. I'll certainly digg it and personally suggest to my friends. I'm confident they'll be benefited from this website.

    Review my site new cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE