11 januari 2011

Ma sûcê mirîşkê çi ye?

Her şev siyaset nabe, carnan dibê meriv bîna xwe bigre, qala tiştên din bike, ji xwe ra henekan bike, çîrokmîrokên derdoran bibêje...
Carnan tiştê wiha jî hewce ye.
Esas ez merivekî henekçî me, heta kitêbeke min ya pêkenînê jî heye. Lê ji zûda ye min qet pêkenînin nenivîsandibû.
Hema îşev ji nişkave hat bîra min û min ev çend heb ji we ra li hev anîn.
Hêvî dikim kêfa we jê ra were....

Medya Tirk
Yekî Kurd li himamê ji dêlî pêşmalê rojnameyeke tirkî li dor nava xwe gerandibû.
Yên ev yek dîtin matmayî man, gotin, lawo ev çi mesele ye?
Camêr bi awirekî cidî got:
-Hûn dizanin medya(çapemenî) tirk her tiştî mezin dike. Bi Xwedê min got belkî ”mêrikê” min jî hinekî mizin bike..

Du tirk
Du tirk çûbûn ber golekê bi hev ra masî digirtin. Yekî masiyek girt û ji avê derxist. Masî di dest da diperpitî. Bi heyecan ji hevalê xwe pirsî, got:
-Law Satilmiş, ev sax e, ma ez çi bikim?
Hevalê wî bi hêrs got:
-Kurro zû serê wî têke nava avê, bira bifetise...

Kurê heywanekî…
Di îşkencexaneya hefsa Diyarbekrê da zabitekî tirk li hefsiyekî kurd dixist û di ber ra jî tim zirt didan xwe, digot:
-Ez şêr lawê şêra me, zû bipeyive, ne xwe ezê te perçe-perçeyî bikim!
Lê yê kurd napeyivî. Bîstek derbas bû, zabit dîsa bi hêrs pirsî, got:
-Zû bibêje navê min çiye?
Yê kurd got:
-Weleh tu heywan kurê heywanekî bû, lê nuha navê wî heywanî nayê bîra min...

Ziman
Yekî Ruhayî li Stenbolê aşxaneyek vekiribû û li ser deriyê wê jî bi herfên mezin,”li vê aşxaneyê meriv dikane bi her zimanî bipeyive” nivîsî bû.
Rojekê wezîrekî tirk piştî ku xwarina xwe xwar, bi meraqdarî ji xwediyê aşxanê pirsî, got:
-Li qusûra min nenêre, lê min meraq kir, ma tu bi her zimanî dizanî?
Xwediyê aşxaneyê keniya, got:
-Na ez nizanim, lê mişteryên min dikanin bi her zimanî bipeyivin. Mesela li meclîsa we axaftina kurdî qedexe ye, lê li aşxana min serbest e.

Sûcê mirîşkê çi ye?
Jinikê ji mêrê xwe ra got:
Tu zanî, sibe salvegera zewaca me ye, divê em bi hawakî pîroz bikin.
Mêrik got:
-Ê tu dibê em çi bikin?
Jinikê got:
-Emê mirîşka xwe şerjêkin, ban çend dost û hevalan kin û bi hev ra pîroz bikin.
Mêrik keniya û got:
-Xanim, em ji xwe ra zewicî ne, de îcar sûcê mirîşka reben çi ye?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE