12 januari 2011

Serpêhatiyeke rojane

Îro danê nîvro dilê min kebab xwest.
Ez ji goştê birajtî û ji kebabê pir hez dikim.
Lê dibê bahcan, firingî û îsotên birajtî û pîvazên hişin jî li ber bin. A wê çaxê xwarina kebabê xweş e.
Welhasil, ez ji xwe ra fikirîm, min got gelo ez herim li ku bixwim?
Li ciyê karê min aşxaneyeke yûnaniyan ya kebabê û goşt dibrêje heye, lê ji ber nav yûnanî û xwedî ereb bû ez neçûm.
Ez pir ne mecbûr bim naçim aşxaneyên yûnaniyan, çimkî bi kurdan ra bêbextiyeke pir mezin kirine.
Ez bi xwe wê bêbextiya yûnaniyan ya bi Ocalanra tu carî ji bîr nakim.
Ne ji bo ku bi Ocalan ra kirin loma, li hember kîjan kurdî bikirana, minê eynî reaksiyon nîşan bida...
Neyse, ez fikirîm ciyekî kurd hat bîra min, lê pir dûr bû, dibê ez bi otobozê biçûyama wir. Min got de tişt nabe, ezê herim wir.
Saet li dora 12.00-an bû, li Stockholmê(li ciyê karê min)berfeke xweş dibarî. Min berê xwe da rawestgeha otobozê. Piştî 10 deqîqeyan otoboz hat, ez lê siwar bûm û min berê xwe da Hallunda yê...
Piştî 35-40 deqîqeyî ez gihîştim Hallundayê.
Li ser min pere tunebû, min çû li centrûmê(navendê, merkezê) ji bankomatê pere kişand.
Di vê nabênê da menuyên çend aşxaneyên din bala min kişandin. Masî û çend xwarinên xweş hebûn..
Li Swêd adeta navrojê(firavînê)heye, saet di nabêna 11 û 14-an da li hemû aşxaneyan xwarina navrojê heye. Zelete, nan, rûn, qahwe axir her tişt tê da ye.
Lê ez neçûm, min got wele hewqas rê ez ji bo kebabê hatim vir û ya din jî xwediyê aşxaneyê jî kurdên Konyayê ne, ezê herim ba wan, bira perê min ji dêlî xerîban têkeve bêrîka kurdan.
Neyse, ez çûm min kebaba “Adana” hilbijart û ez çûm li ciyê xwe rûniştim, mam li bernde xwarina xwe.
Muzîka tirkî ya erebesk li ser bû, “aye aya û aman amana” yekî ruhayî bû...
Min nedixwest lê guhdarî nekim, lê carê rûniştibûm.
Min ji xwe ra got, lawo hela balê xwe bidê, min got ez naçim ba yûnanan û erbeban, ez hatim ba tirkan...
Min di dilê xwe da got, belkî tirkan kirîbe, ya jî yekî tirk bûbe şirîk....
Piştî çend deqîqeyan êdî min hew tehamul kir, ez rabûm çûm ber kasê û min ji hosteyê ber kasê ra bi kurdî got, bi destûra te ezê tiştekî bipirsim. Camêr got, kerem bike.
Min got, nuha ev aşxane ya kurdan ya na?
Got belê, ya kurdan e.
Min got, ê wê demê çima hûn tim muzîka tirkî lêdixin?
Berê jî carê ez hatibûm vir, dîsa we muzîka tirkî lêdixist.
Ji bo çi?
Got, mamoste li ba me muzî kurdî jî heye, em wê jî lêdixin....
Min got mêze, dema meriv dihere aşxaneyeke tirkan mêrika muzîka xwe lêdixin, ez çûme gelek aşaxaneyên tirkan, lê min yek carê jî nedîtiye ku yek aşxane jî muzîka kurdî lêxe.
Lê kurd ya tirkî lêdixin
Ereb li aşxaneyên xwe muzîka erebî lêdixin, yûnan muzîka yûnanî, yanî her milet li muzîka xwe guhdarî dike, tenê em kurd ji dêlî muzîka kurdî ya tirkî lêdixin.
Çima ?
Madem vira aşxaneya kurda ye û hûn jî kur din, hûn jî muzîka xwe lêxin, bira swêdî, xelk li muzîka we guhdarî bike.
Keniya got, mamoste em muzîka kurdî jî lêdixin, lê evê han zaza ye, ew ji tirkî hez dike, ew ne kurd e, ew lê guhdarî dike….
Yê zaza jî got, derewa dike, vana bûne tirk, ji tirkî hez dikin…
Di vê nabênê da muzîk guherand, kir kurdî.
Min ji yê konyayî ra got, bi henek be jî dibê tu ji kurdekî zaza ra nebêjî ew ne kurd e, henekeke ne xweş e, cardin nebêje.
Neyse, ez çûm li ciyê xwe rûniştim, xwarina min hat.
Min dest bi xwarinê kir.
Min bala xwe dayê kebab ne tu kebab e, nayê xwarin, goştekî zepûzuha wek darikekî hişk bû.
Min dengê xwe nekir, ji birçîna zikê min dikir qurre qurr, ez hewqas rê hatibûm, min ji mecbûrî xwar, min carê perê xwe tê da bû.
Min got de tişt nabe, qet nebe wa ye muzîka kurdî ji bo min dan ser…
Lê piştî du stranan min hew dît ku muzîka min dîsa qulibî tirkî.
Qey kaseteke tevlihev bû, piştî du stranan îcar muzîka elewiyan ya tirkî dest pê kir…
Min ji xwe ra got, Zinar, ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, carê mal xerab e, tu çi serê xwe diêşînî, ya baş rabe here çêtir e.
Ez rabûm derketim der bi murûzekî tahl, xwarin li min bû jahr.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE