06 januari 2011

A ji we ra "sosireteke" kurdan ya din

Ez nuha di facebookê da rastî rismê(fotoyê) ”Pirtûkxaneya Bedirxaniyan” hatim.
Ev pirtûkxane par ji bal hukûmeta Kurdistanê ve hate avakirin.
Ev pirtûkxane, pirtûkxaneya Duhokê ya herî mezin e.
Mala hukûmeta Herêma Kurdistanê ava be ku ev pirtûkxane çêkirin û bi vê yekê jî qedir û qîmeteke mezin dan malbata Bedirxaniyan.
Malbata Bedirxaniyan hêjayî her babet qedir, qîmet û hurmetê ye, gelek ferdên vê malbatê ji bo gelê xwe gelek xizmetên mezin kirine û gelek berhemên nemir li pey xwe hîştine.
Loma jî avakirina vê pirtûkxaneyê biryareke di cî da ye, ez hukûmeta Kurdistanê û kesên pêşengiya vê xebatê kirine pîroz dikim.
Lê navê pirtûkxaneyê sosireteke mezin e…
Gava navê kitbêxaneyê li ser dîwarê pêşî yê avahiyê bi ber çavê min ket, ez matmayî mam.
Li jorî deriyê meriv jê dikeve hundurê pirtûkxanyê bi herfên mezin wiha hatiye nivîsîn:
”PERTOKXA A BEDR A ANIYAN”
We fêm nekir çi ye ne wisa?
Ez ji we ra bibêjim, xwestine binivîsin:
“Pirtûkxaneya Bedirxaniyan”
Belê eynî wisa, ne kêm û ne zêde...
Gava meriv nivîsê dixwîne, meriv nikane ji çavê xwe bawer bike...
Zarokekî 5 salî jî binivîsanda ewê rasttir binivîsanda.
Aqilê meriv nagire, meriv çawa dikane di navekî da hewqas şaşî bike?
Ancax zarokekî ereb yê heftsalî ku tu carî herfên latînî nedîtibe dikana çewtiyeke wiha fahş bike.
Ev navê sosiret, van çend herfên ji kok da şaş û wek tabloyeke nezanîn û pêkenînê di serî da li hemû nivîskar û ronakbîrên behdînî û li wezareta çand û hunerê heqareteke mezin e.
Her wisa li malbata Bedirxaniyan û li zimanzanekî wek Celadet Bedirxan jî haqareteke pir mezin e.
Meriv çawa dikane di navê pirtûkxaneya(kiêbxaneya) danêr û avakarê gramer û elîfbeya kurmancî da şaşiyên hewqas fahş bike?
Ev navê sosiret û beradayî ne tenê li Mîr. Celadet Bedixan, bi dîtina min li kurmancî û elîfbeya latînî jî heqaret e, pêkenî ne.
Ev “teksta bê mane”, ji serî heta dawî şaş, ne li ser dîwarê mala gundiyekî nezan hatiye nivîsîn, li ser Kitêbxaneya/Pirtûkxaneya Bedirxaniyan” hatiye nivîsîn, li ser bînayeke pir mezin, muzexaneya malbata Bedirxaniyan hatiye nivîsîn.
Vê şaşiya mezin, vî navê bêmane û nefêmbar heta nuha çawa bala kesî nekişandiye, çawa kesî negotiye bi kurmancî wiha nayê nivîsîn aqilê min nagire...
Behdînî gelek caran ji kurdên soran gazinan dikin, dibêjin soran henekên xwe bi kurmanciya behdîniyan dikin û dibêjin ev ne kurdî ye...
Dema meriv li Duhokê vî navê “Pirtûkxaneya Bedirxaniyan” dibîne, meriv fêm dike ku soran pir ne neheq in.
Civateke ku nikanibe navekî rast binivîse helbet xelkê henekê xwe pê bike û bi zimanê wan bikene, bibêje ev ne kurdî ye.
Hema ne soran, wek kurmanc ez jî dibêjim ku ev ne kurdî ye, ne kurmancî ye.
Rica min ji hukûmeta Kurdistanê, ji hemû nivîskar û ronakbîrên behdînî ew e ku vê nivîsa beradayî, vî navê tewşomewşo zû biguherînin û bikin “Pirtûkxane ya jî Kitêbxaneya Bedirxaniyan”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE