09 januari 2011

Heta ku siyasetmedarên kurd rêberên tirkan bin kurd nikanin ji bindestiyê xelas bibin

Du roj berê di rojnameya Tarafê da bi îmzeya Veysî Polat xeberek derket . Xwedgiravî Abullah Gul, li Diyarbekrê di sohbeta bi nûnerên saziyên sivîl ra gotiye, ”Zimanê dê heqeke, ev heq ewê were nasîn.”
Min jî bawer kir (!)
Îcar Gul û viya bibêje?
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Ahmet Sever, bi beyanekê tavilê ev îdîa rojnameyê red kir û got, Serokomar Abdullah Gul, li Diyarbekirê di taştiya bi nûnerên saziyên sivîl ra gotina “zimanê zikmakî heq e, ev heq ewê were naskirin” bikar neaniye.”
Sever, ev mesele wiha ronî kiriye:
“Di taştê da, ji bilî fikrên ku bi raya giştî ra hatine parvekirin(yanî yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet, yek ziman)tu gotinên din yên serokomar çênebûne.”
Di nûçeyeke rojnameya Tarafê ya du roj berê bi îmzeya Veysî Polat xeberk hatibû belavkirin.
Di wê xeberê da hatibû gotin ku serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, di serdana xwe ya Diyarbekrê ya dawî da(30-31/12-10)ji bo zimanê kurdî soz daye û gotiye, “zimanê dê heq e, ev heq ewê were nasîn.”
Bêşik ku Gul tiştekî wiha nabêje.
Kurd ji xwe ra xewnan dibînin, bi virên wiha bêbinake milet dixapînin.
Berî ku Gul here Diyarbekrê civîna MGK-ê(Heyeta Ewlekariya Milî)hebû. Piştî civînê MGK-ê belavokek belav kir.
Di wê belavokê da MGK, bi şîdet li dijî daxwazên kurdan ya perwerdeya bi zimanê kurdî derdikeve û dibêje, Tirkiye ewê wek “yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet û yek ziman” bimîne.
Abdullah Gul serokê MGK-ê ye. Yanî van dîtinên MGK-ê yên derbarê zimanê kurdî da berî her kesî yên Gul in.
Gul ev belavok belav kiriye.
Ya din Gul li Diyarbekrê di civîna çapemeniyê da jî eynî fikrên MGK-ê dubare kir û ji kurdan ra got, biaqil bin, dewletê nerehet nekin û daxwazên zimên û yê nasnameyê ji bîr bikin.
Îcar Gul, ewê rabe bi dizî, di sohbeta şexsî da bibêje “zimanê dê heq e, ev heq ewê were dayin...”
Çima di belavoka xwe da nabêje?
Çima di civîna çapemeniyê da eşkere nabêje?
Ev vir e, kurd buhtanan li Gul dikin, Gul tu carî tiştekî wiha nabêje, sozeke wiha nade kurdan.
Heta ku 75 rêberên kurd yên Gul hebin, heta ku bi milyonan kurd rayên xwe bidin AKP-ê, Gul tiştekî wiha nabêje.
Tu sebeb tuneye ku Gul sozeke wiha bide kurdan. Çimkî piraniya kurdan bi bindestiya xwe razîne, doza welatekî serbixwe, perwerdeya bi zimanê xwe ankin…
Bindestî, bêdewletbûn, perwerdenebûna bi zimanê xwe hîn jî piraniya kurdan nerehet nake.
Gul û tirkên din viya dibînin, dibînin ku siyasetmedar û ronakbîrên vî miletî însanên çi reben in, ne tu tişt in.
Ma heger siyasetmedarên kurd tiştek bûna, heger xwe û miletê xwe têxistina dewsa însanan, ewê hîn jî li welatê xwe, di nava gelê xwe da ji Gul û serokên tirkan yên din ra rêberî û şêwirmendî nekirana, êwê weke emirqûliyan li pey wan neketa rêzê, ewê nebûna zilamên wan û ji bo wan gelê xwe ji ser rêda nexistana, rayên gelê xwe nedana partiyên dijmin.
Bi dîtina min, piraniya kurdan hîn ne ji kurdayetiya xwe, ne ji welatê xwe û ne jî ji zimanê xwe hez dikin.
Yanî naxwazin kurd bimînin, naxwazin bi kurdî bipeyivin û naxwazin bibin xwedî welatekî serbixwe.
Heger piraniya kurdan ji welatê xwe hez bikirana nedibûn hevalên dijmin, nedibûn serok, berpirsiyar û parlamenterên partiyên dijimin û rayên xwe nedidan partiyên neyarê xwe.
Însan dema xwe tiştekî nehesibîne, îtîrazî bindestiyê û koletiyê neke, ji bo xwe û miletê xwe doza azadî û serxwebûnê neke, xelkê çima j iwan bitirse û sosa mafan bide wan.
Esas berî Gul, Erdogan û yên din, dibê miletê kurd berê xwe bide Gul, Erdoganên xwe, yanî zilamên tirkan, wan ji pêxîla xwe biqetînin.
Yên tirk xistine ser dilê miletê kurd ev ”rêberên” hundur in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE