02 januari 2011

Hestên tenêtiyê

Nizanim çima û ji bo çi, lê îro dilê min pir bi xem û kovan e.
Ez xwe pir xemgîn û tenê his dikim...
Min dixwest ez nuha li welatê xwe, li bajarê xwe bûma.
Ji wê qahwê rabûma biçûyama qahweya din, ji wê dikanê rabûma biçûyama dikana hevalekî din, min li ba yekî çay, li ba yekî qahwe vexwara.
Bi hinekan ra tenê henek bikira, bi hinekan ra qala siyasetê û derd û kulên kurdan bikira, ji hinekan aqil bigirta û aqil bida hinekan...
Bi vî rengî me sebra dilê xwe bi hev baniya, bîna dilê xwe bi hev fire bikira...
Lê li vê Stockholma xopan, di nava vê berf û tozanê da ne qahwe hene ez di ber hev biguherim û ne jî dikan hene ez ji yekê herim yeka din...
Ez xwe di hundurê malê da wek girtiyekî bi tenê his dikim.
Dilê min îşev xwe wek kevokek baskokirî his dike, “azad” e lê nikane bifire û xwe li asîmanan hêl bike...
Ez dixwazim îşev tenê helbestan bixwînim û li muzîka xembar, li stranên li ser evînê û hesretê guhdarî bikim.
Loma jî ev bîsteke ez di înternetê da helbestan dixwînim, li stranên dilşewat û evîndariyê guhdarî dikim.
Ji van şair û stranbêjan yek jî Hekîm Sefkan e.
Ez gelkî ji helbest û stranên wî yên li ser welêt û evînê hez dikim.
Dema ez ji dengê wî li helbestên wî, li stranên wî guhdarî dikim, tîna dilê min dişkê, hestên tenêbûna min aş dibe.
Her însan carnan xwe bi tenê his dike, hisê bi vî rengî beşekî ji jiyanê ye, li mal, li kêlek xanimê, di nava zarokan da jî meriv dikane xwe tenê his bike.
Yanî tenêtî hertim nayê maneya ku kes li dora meriv tuneye, meriv bê dost û heval e, meriv tik û tenê ye.
Dûriya ji welatê xwe, ji qewmê xwe, ji bajar, dost û hevalên xwe yên zaroktiyê, ji kuçe û kolanên meriv lê mezin bûye, ji qahwexaneya ku meriv lê pinîkêrê û sifirê fêr bûye, lê siyaset kiriye yanî dûriya ji vana hemûyan dibe sebebê peydabûna hisên tenêtiyê...
Min îşev bi şiklekî dubra li çend stranên Hekîm Sefkan guhdarî kir. Ji stranên wî yeka ku ez gelkî jî hez dikim, strana “Derman Tu yî” û li helbesta “Ez qayil im “ min çen caran guhdarî kir.
Derman tu yî, pir xwe ş e, ez li jêr pêşkêşî we jî dikim.
Ez qayil im jî gelkî xweş e, lê min pê ra negîhand gotinên wê jî binivîsim û biweşînim.
Îşev jî hewqas.

Derman Tu yîŞev û rojên min diçin tev bi xeyalan, tev bi xeyalan
Karwan çû bilind û jor, mam ji hevalan, mam ji hevalan
Şev û rojên min diçin tev bi xeyalan, tev bi xeyalan
Karwan çû bilind û jor, mam ji hevalan, mam ji hevalan
Gelo ev çi derb bû te li dilê min da, li dilê min da
Te baskê min şikand û çavên min girê da yar,
çavê min girê da dost, çavên min girê da,
te baskên min şikand û çavên min girê da yar,
çavên min girê da dost, çavên min girê da.
Dermanê min li cem te bû çima te nada yar, çima te neda,
dermanê min li cem te bû, çima te neda yar,
çima te neda dost, çima te neda…
Şev û roj dostên min stêrk û rewrewk in, stêr û rewrewk in,
ne diwestin herdu çav, ne karin xew kin, ne karin xew kin,
Şev û roj dostên min stêrk û rewrewk in, stêr û rewrewk in,
ne diwestin herdu çav, ne karin xewk in, ne karin xew kin,
Te dilê min revand û girt û berneda, girt û berneda,
Kirî holik û hêlîn û li ser pal da, yar û li ser pal da, dost û li ser pal da
Kirî holik û hêlîn û li ser pal da, yar û li ser pal da, dost û li ser pal da.
Dermanê min li cem te bû, çima te neda yar, çima te neda,
dermanê min li cem te bû, çima te neda dost, çima te neda
Hekîm Sefkan

Gelek heyf û mixabin dibêjin Hekîm Sefkan bûye ”pîzacî”…

Ji zûda ye rastî tu berhemeke wî ya nuh nehatime…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE