17 januari 2011

Cîhan bi qasî kefa destê min biçûk bûye

Yaho ev dinya çi biçûk bûye, eynî bûye wek kefa destê meriv…
Meriv di mala xwe da ji xwe ra "derewekê", henekekê bike ya jî li ser tiştekî, bûyerekê du rêzan binivîsîne, di nava çend deqîqeyan da dinya pê dihese…
Tiştekî dûrî aqila ye lê rast e...
Do êvarî min li ser kovara PÊNGAV-ê nivîseke nivîsî, xwendevanên wê derdixin pîroz kir…
Piştî nîv saetê berpirsiyarên kovarê li Stenbolê pê hesiyan û ji min ra meyl şandin, ji ber ku min ew nivîs nivîsî ye sipasiya xwe anîn zimên. Mala wan ava.
Ji berpirsiyaran yekî wiha nivîsîye:
”Merheba mamoste, gelek spas ji bo nameya te..
Ez Bargiran Baran.. wê çaxê ez ditirsiyam û min ev nav li xwe kiribû.. belkî were bîra te.. te li ser du nivîsên min nivîsî bû.. yek ji wan ''nameya xortekî pir jîr bû''.. sax bî, spas.. Bi xêr û saya ew pesnên te, ez çêtir bûm... koma me ya Pêngavê pênç şeş kes in. Wê hevalên din jî sipasiyekê ji te re binivîsin ez bawer im.. spas.”
Hûn dibînin, dinya çi biçûk bûye…Stockholm li ku Stenbol li ku?
Û him jî şev nîvê şevê…
Di nava çend deqîqeyan da kesên ku min li ser wan nivîsîbû, nivîsa min xwendin û tavilê bersîva xwe gîhandin min.
Heger 20- 30 sal berê bûya, heger yekî ji vir ji wan ra negota tu carî haya wan ewê ji nivîsa min çênebûya.
Û heger bigota jî ewê çawa kovara min tê da nivîsîbû bidestxistana?
Ew jî gelşeke mezin bû.
Em bibêjin yekî telefonî wan kir, got Zinarê Xamo li ser kovara we tiştek nivîsî ye, lê ji bo xwendinê dibê kovar bigihîşta wan.
Yanî dixwzim bibêjim ku pêşketinên di nava hezar salan da bûn, ne bi qasî yên di van 50-60 salên dawî da û bi taybetî jî yên van 20 salên dawî da bûne mezin in.
Telefona destan hewetinê.
Berê baş tê bîra min heta dawiya salên 1970-ê jî li Wêranşarê ji bo ku meriv telefonî derekê bikira, meriv berê telefonî sentrala postexanê dikir û wan ew numre ji meriv ra girê didan.
Nuha ez li Stockholmê 100 mîtro di binê erdê da di trênê da telefonî gundekî Wêranşarê dikim û bi şexsê ku ez dixwazim pê ra bipeyivim dipeyivim, dengê min di ser hewqas bajar û gund ra dihere dikeve guhê wî û yê jî tê dikeve guhê min...
Ma ev ne tiştekî muhteşem e?
Dû ra ji berpirsiyarekî din yê kovarê ji birêz Kenanê Nado jî meylek ji min ra hat. Wî jî wiha nivîsî ye:
”Ji bo vê xweşbînî û xêrxweziya we em gelek kêfxweş bûn. Em spasdar in ji bo van gotinên we yên ji dil û can. Belê me bi 3- 4 kesan destpê kir. Lê her diçe em zêde dibin, kovar jî geş dibe. Xwedê hez ke bi qeweta moraldayînên we nivîskarên qedirbilind û dildarî û fedekariya hevalên me yên xwendekar dê ev xebat bidome. Înşellah Pêngav dê bibe xizmetkarê zimanê me yê şirîn, Kurdî.
Silav û rêz..."
Min di bersîva xwe ya kin da got, ”ez wezîfeya xwe dikim, dema ez nekim ez neheq im. Gava kurdekî ji bo gelê xwe karekî baş kir dibê meriv teqdîr bike, qedir û qîmetê bide ked û xebata wî. Serkeftina we ya ya miletê kurd e, kî ji bo azadî û serxwebûna miletê kurd kevirekî bide ser kevirekî li ber dilê min pir ezîz e...”
Baş tê bîra min piştî darbeya 12 Îlonê me edres nedidît ku belavokekê ya jî kovarekê bişînin welêt.
Edresên hevalan, nas û dostan nedibû û dereke din jî tunebû ku me weşanên xwe bişandayê.
Min ji postexaneya Stokckholmê kataloga Diyarbekrê dizî(dibê di nivîsekê da ez carê qala wê diziya xwe bikim)û me ji wê katalogê hin edres tespît kirin û belavok û Armanc şandin ser wan edresan.
Axaftina bi telefonan tahlûke bû, û bi hawakî din jî danûstendin ne mimkûn bû.
Ya dibê yek ji welêt bihata me biçûya lê guhdarî bikira, ya jî dema nas û dostek diçû me temî lê dikir.
Yanî komînîkasiyona 30 sal berê, li gor îro nêzî sifirê bû, ji bo ku meriv nivîsek, xeberek bigîhanda Diyarbekrê carnan dikanîbû bi mehan wext bigirta.
Me çi li derva dinivîsand, çi digot, haya însanên welêt jê çê nedibû.
Ne haya wan ji me hemû, ne jî ya me ji wan.
Mektûbek anxax di duhefteyan da digihîşt Diyarbekrê.
Û ew jî bigîhîştayê baş bû.
Lê nuha ne wisa ye, ez li Stockholmê li mala xwe rûniştîme û dilê min çi bixwaze dinivîsînim.
Di nava çend deqîqeyan da nivîsa min li her çar perçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê belav dibe û dikane ji alî bi milyonan însan ve were xwendin.
Û tu hêz jî nikane rê li ber vê teknîkê bigre.
Min û diya xwe piştî 7-8 salan, min û birayên xwe na piştî 15-20 salan sûretên hev û du dît.
Ji bo ku meriv hevûdu bidîta ya dibê ez biçûyama ba wan ya jî ji ew bihatana ba min.
Lê nuha ne wiha ye, nuha kînga dilê min bixwaze ez MSN-a xwe vedikim û malbata xwe ra, bi merivên xwe yên li gundekî Wêranşarê ra him dipeyivim û him jî em hevûdu dibînin.
Kêf kêfa xanima min e, kînga dilê wê bixwaze, berê telefonên dikir, lê nuha li mala xweha wê kompîtor heye, loma jî êdî telefon nake, di înternetê da bi hev ra dipeyivin.
Yek li Stockholmê ya din jî li gundê Malwêrîn hevûdu dibînin û bi hev ra dipeyivn.
Û him jî bi saetan...
Ji viya çêtir xêra Xwedê ye...
Ji ber ku ez merivekî gundî me, ji teknîkê qet fêm nakim, loma jî ev îcadên wiha mezin heyecanê didin min.
Berê yekî ji yekî ra digot, lawo, min ji her tiştî fêm kir, lê min fêm nekir bê vê dendika zeytûnê çawa jê derdixin, bêyî ku zeytûn biqelişe?
Yê din jî digot:
-Kuro ew dîsa piçekekî berbî aqila tê, lê ez fêm nakim bê çawa nokê dixin nava wî şekirî, bêyî ku şekir qul bikin kurrooo...
Yanî dema ez li hember telefonê, telewîzyonê û Mesengerê matmayî bibînim pir ecêb nebînin, bi min nekenin, xelk berê li hember zeytûnên bêdendik û şekirê nokan matmayî dima...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE