09 januari 2011

Bangek li karkirên TRT6-ê

Li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî, bi çend zimanên din jî weşanên radyo û televîzyonan hene, lê heta nuha tu qanûneke van weşanan ya fermî tunebû. TRT6-a bi kurdî(dewleta nabêje bi kurdî, li gor dewletê bi zimanekî nayê nayê zanîn weşanê dike) û hemû kanalên din jî weşanên xwe hîn jî bêdestûr didomînin.
Du roj berê di Parlamdntoya Tirkiyeyê da qanûna weşana radyo û televîzyonên nebitirkî hate qebûlkirin.
Li gor vê qanûna nuh bi zimanên din jî ewê weşan werin kirin. Lê gava MGK (Heyeta Ewleyî ya Milli) bibêje weşana bi filan zimanî ji bo Tirkiyê xeter e, weşan ewê ji alîyê wezîrê ku ji teref serokwezîr va hatiye tayinkirin, bikanibe tavilê were rawestandin.
Li gor vê qanûna nuh, ewê di weşanên bi zimanên din da li dijî dewleta Tirk, li dijî Ataturk û şoreşên wî weşan neyên kirin.
Weşan, ewê fesadiyê nexin navbera gelan(yanî kurdê nebêjin tirk zilmê lim e me diin, heqê me nadin), ewê ferqê nexin navbera nîjad, sinif, tebeqe, herêm(yanî kurdê nebêjin em kurd in, navê welatê me Kurdistan e) û mezheban û dijminatiya civakê, pesnê terorê nedin, wê xurt û bihêz nîşan nedin.
Yanî ev qanûn tê vê maneyeê, kurdên nebêjin em kurd in, navê welatê me Kurdistan e, dewleta tirk zulmê lim e dike, welatê me îşxal kiriye, zimanê me qedexe kiriye.
Kes û hêzên van tiştan bibêjin ”terorîst” in û dibê di weşanê da meriv weke dewletê ji wan ra bibêje ”terorîst”.
Dema meriv van tiştan li gorî daxwaza dewletê nebêje, weşan ewê tavilê ji alî nûnerê serokwezîr ve were girtin.
Di vê qanûnê da meriv baş dibîne ku nêta dewletê bi TRT6-ê xapandin û qezenckirina wextê ye.
Hukûmeta AKP-ê hîn jî bi çavê taktîkî li TRT6-ê dinêre, naxwaze TRT6 bibe dezgeheke kurdan ya qanûnî.
Li gor vê qanûna nuh, hukûmet kînga bixwaze û bi îhtîmaleke mezin jî piştî hilbijartinan ewê TRT6-ê bigre.
Hukûmet biserkeve, bisernekeve ewê TRT6-ê bigirin. Ewê maneyekê bibînin û bigrin.
Û ji xwe di hilbijartinan da AKP wenda bike, ewê bibêjin me wenda kir, hukûmeta nuh ewê bigre.
Heger nêta hukûmetê bi rastî ne ev bûya ewê ev qanûn dernexista, loma jî dibê kurd, di serî da di meclîsê da û dûra jî di çapemeniyê da maneya vê qanûnê ji AKP-ê bipirsin.
Bi dîtina min nêta hukûmetê êdî pir zelal e, tiştekî veşartî nemaye, hertişt li ber çava ye.
Loma jî banga min li hemû karkirên TRT6-ê ev e, dibê ji hukûmetê ra bibêjin, ya hûnê qanûna TRT6-ê derxin û navê wê bikin weşana bi kurdî ya jî em naxebitin.
Ji bo kesên welatperwer piştî vê qanûna nuh, xebata di TRT6-ê da êdî ne rast e, dibê meriv bi şiklî dom neke. Doza mefê xwe yê netewî li hukûmetê bike.
Kesên nêtpaqij û kurdperwer ji nuha û pê da dibê nebin aletê siyaseta dewletê ya xapandinê û karê AKP-ê hêsan nekin.
Di serî da digotin her tişt bi carê da nabe, emê qanûnê dûra derxin. Ê va ye qanûn derxistin, li gor vê qanûnê meriv dibîne ku nêta hukûmetê tuneye weşaneke bi zimanê kurdî qebûl bike, plan ew e ku di pêşerojê TRT6-ê bigrin û bibêjin ”xerc xelas, emele paydos!”, bira her kes here mala xwe…
Ez bi xwe yek ji wan kesan bûm ku min vekirina TRT6-ê gaveke pozîtîf dît û ne li dij bûm ku hin kurd tê da bixebitin.
Çimkî hêvî ew bû ku TRT6-ê ewê bibe dezgeheke kurd. Lê diyar dibe ku hesabê dewletê tiştekî din e...
Loma jî dibê kurd jî şêla xwe biguherînin û bi vî hawî dom nekin....
Di destpêkê da ev nêta hukûmetê baş ne diyar bû, lê bi vê ”Qanûna Radyo û Telewîzyonê” hertişt eşkere bû, ji bo girtina rayan TRT6 wasiteyeke xapandinê ye, kesên welatperwer dibê nebin aletê vê plana dewleta tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE