31 januari 2011

Ferqa kurdan û sûdaniyan...

Referandûma ji bo serxwebûna Sûdana Başûr qediya.
Ji sedî 99-ê gelê Sûdana Başûr di referandûma çendakî berê da(9/1-11) dengên xwe ji bo serxwebûnê dan.
Li gor netîceyên referandûmê ji 3,8 milyon dengdêran ji %98,8-ê hilbijêran dengên xwe ji bo serxwebûnê bikaranîne.
Li Sûdanê ev 20 sal bûn ku şerekî pir bi xwîn di nabêna erebên bakur (ku misilman in) û efrîqiyên başûr da (ku ew jî xiristiyan in) dom dikir.

30 januari 2011

Tevgera Goran bi agir dilîze

Di dîrokê da ji dijmin bêtir tim îxanetê û bêtifaqiyê nehîştiye kurd ji bin bindestiyê rizgar bibin û bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Tam ev ev 200 sal in her eynî fîlm dubera dibe, kurd ji bo azadî serxwebûnê serî hildidin û dûra ya ji ber îxanetê û ya jî ji ber bêtifaqiyê dişkên û nagihîjin armanca xwe.

29 januari 2011

Derbarê zimanê dê da pêşniyara Churchill

Dibêjin Winston Churchill (1874 - 1965)ji bo kesên ku bi zimanê diya xwe nizanin gotiye:
”Ez li gel im tenê dema ku însan bi zimanê diya xwe nizanibin werin lêdan.”
Yanî Chuchill weke prensîb li dijî heqaret û lêdana însanan e, lê tenê di rewşekê da ”lêdana însanan qebûl dike, ew jî dema yek bi zimanê diya xwe nizanibe…
Churchill, siyasetmedarekî pir biaqil û jîr bû, di gelek waran da gelek aforîzmayên wî hene.

27 januari 2011

Şîretên dînan

Her şev nivîsên li ser biaqilan nabe, bira şevekê jî mijara me kesên ”dîn”, kesên ne biaqil bin....

Lastîka ereba mêrik tam li hember tîmarxanryê teqiya bû. Mêrik erebe bi zor kişand kêleka rê û dû ra jî dest bi guherandina lasîkê kir.
Krîko di binî da bicî kir, stepne danî kêleka xwe û bi nifteyê bîjon vekir. Lê gava bîjon danîn erdê  herçar jî gindirîn û ketin kanala baranê.
Xwest hesinê devê mezxelê(erqê)derxe, lê hesin derneket. Ji bo ku bîjonan derxe pir pê da ket, nafîle bû, destê wî nedigihîşt bîjonan…
Feqîro bi hêrs li rast û çepê xwe dinêre, bû ufe kufa wî û bi rengekî bêçare destê xwe da ber ruyê xwe û li kêleka rê rûnişt.
Dînekî ji paceya tîmarxaneyê ji destpêkê da li mêrik temaşe dikir. Yê dîn hew xwe ragirt û ban kirê, got:
-Law xêvooo, ji vê sibehê da ye tu li wir çi dikî?
Xwediyê erebê bi rengekî matmayî berê xwe pê da kir û bi dengekî bêhêvî got:
-Bira qet sewal neke, lastîk teqiya, çaxa min diguherand bîjon çûn ketin mezxela baranê. Û ez dikm nakim nikanim derxim…
Yê dîn got:
-Ê xêvooo, ji her lastîkeke din bîjonekê derxe. Bira her tekerek bi 3 bîjona be. Ewê te bigihîne ser lasîkçiyekî…
Mêrik got, weleh tu rast dibêjî û eynen wek wî gotibû kir.
Û dû ra jî deng li yê dîn kir, got:
-Ma çi karê te li tîmarxaneyê heye?
Yê dîn mizicî û got:
-Xêvo, ez li vir ji dînîtiyê radizêm, ne ji kêmaqiliyê!

Ezê bifetisimYekî dîn biryar dabû întîxar bike. Benek di dest û dixwest xwe bi darde bike. Yekî xwe ranegirt jê pirsî, got.
-Kuro tu çi dikî?
Dîn bi awirekî tûj got:
-Tu nabînî ez întîxar dikim.
Li ser vê bersîva yê dîn, mêrik got:
-Ê wê demê ben li hustuyê xwe girê bide!
Yê dîn got:
-Min tecrûbe kir, bi wî şiklî difetisim...

Ma tu dîn î?
Rojekê yekî dîn şewka(olta) xwe ji şaneşînê(balkonê)bera jêr da bû, fena ku masiyan digre...
Yek ji wir derbas dibû, jê ra got:
-Te çend masî girtin?
Yê dîn got:
-Kuro ma tu dîn î, li vir masî çi digerin...

26 januari 2011

Îro di serî da dîsa xerab destpêkir lê xweş qediya

Ez nizanim ji bêşansiyêye ya jî tesaduf in axirê bi piranî karê min tim çep digere, tim bi gelş, bi surprîz û macera û aksiyonê dest pê dike...Tu karekî min, tu rêwîtiyeke min bêteşxele, bêteqûreq derbas nabe, mezin biçûk di her îşê min da miheqeq di destpêkê da ewê hinek heyecan û hinek “aksiyon” hebe.
Esas ev destpêkhinekî li gor dilê min e jî, jiyana sist, mirî kêfa min jê ra nayê, dibê di jiyanê da tevger û heyecan hebe....
Wek qaîde îro jî wisa bû, dîsa îşê min bi heyecan dest pê kir.
Ji zûda ye min biryar dabû ku ezê îsal buharê herim Kurdistana azad., dibê berî mirina xwe hewa azadiyê û kurdewariyê hinekî tenefus bikim.
Du hefte berê min ji Mûrad Ciwan şîrketa bilêtên Kurdistanê difroşin pirsî. Navê şîrketê him bi meylê şand û him jî di telefonê da ji min ra got. Ciyê şîrketê nêzî mala wî bû.
Min ji xwe ra got pir baş e, berê wî çend caran bilêt kiriye, loma jî ew van îşan dizane, qenekê ewê ji min ra bibe alîkar...
Min jê ra got, wê demê ez werim wir, em bi hev ra herin bikirin.
Got weleh ez sibe diçim Stenbolê, piştî ez vegeriyam were em bikikirin.
Do ji Stenbolê vegeriya.
Ez pir bêsebir bûm. Min îro telefon kir, min got vaye ez têm.
Camêr got baş e, were.
Me li hev kir. Saet li dora 16-an me li herêma Jakobsbergê hevûdu dît. Bi erebeya xwe hatibû pêşia min, ez li erebeê siwar bûm û em çûn yazîxaneye bilêtên Kurdistanê difroşe.
Navê şîrketê “Kompaniya Tarawga” ye.
Neyse, em çûn, ji ber ku Mûrad rêberê min e, wî got ev camêr dixwaze ji Hewlêrê ra bilêtekê bikire.
Gotin baş e, xortê bilêtfiroş dest amadekariyê kir, yazîxaneyeke pir biçûk û basît bû, makîneya meriv pera bi kartê bide tunebû.
Min buyayê bilêtê pirsî, got hewqas e....
Kêfa min hat, ji buyayê min texmîn dikir 500(60 euro) kr. erzantir bû.
Min got, li ba min pere tuneye, dibê ez bi kartê bidim...
Yê bilêtfiroş got, weleh kart nabe, em perê pêşin digrin.
Li ser vê min got, baş e bakomat li ku heye, dibê ez herim pera bigrim…
Derek ji min ra tarîf kir, got 200 mîtro wê da bankomat heye.
Berf li erdê, di bin sifrê ra 7-8 derece sar, min got Mûrad tu rûne ezê herim pera bigrim û werim û ez ketim rê û çûm.
Çûm û çûm û çûm 200 mîtro, 500 mîtro qediye lê ew dikane ji min ra gotibû xuya nekir.
Min bi rê da ji yekî pirsî, camêr tarîf kir, got hinekî din jî here….
Ez serê we neêşînim, piştî gelek keftûleft û pirsîn min dikan dît. Sermê û heyecanê bîn li min çokandibû. Ez bi lez û bez, weke gurê har katim hundur û min çavê xwe li bankomatê gerand, lê bankomat tuneye.
Ez dîn bûm..
Min ji yekî swêdî pirsî, min gota ma ka ev bankomat li ku ye?
Mêrik mizocî, got, wa ye li pişt te ye, lê xerabe ye…
Ez holî ser xwe bûm, min got çawa xera beye?
Mêrik guh neda min riya xwe domand…
Ez çûm ketim hundur dikanê, min ji xanima kasê ra mesela bankomatê got û min got ezê tiştekî bikirim û dibê tu hewqas pere bidî min…
Çimkî li swêd meriv dikane ji dikanên mezin pera bigre, ew heqê meriv heye.
Xanima kasê got, em pera nadin.
Min got çawa tu nadî, dibê tu bidî…
Keçikê got, liv ê dikanê em pera nadin, ew li Stockholmê dibe…
Heyecana min zêdetir bû…
Ji mecbûrî min telefonî Mûrad kir, min got, mesele ji vir heta vir, were min bibe ciyakî din…
Neyse, Mûrad hat, ez hildam, em çûn ber bankomateke din….
Dilê min digot tippp, tippp, ez ditirsiyam ku ew bankomat jî xerabe be…
Min bala xwe dayê bankomat dixebite, kêfa min hat, min karta xwe xistê û perê bilêtê û hinek jî zêde kişand.
Min got, her çiqas ji min ra got buhayê bilêtê hewqase jî, lê belkî min çewt fêm kiribe, belkî bibêje min şaş gotiye…
Çimkî ji şansê min ra surprîzên wiha pir ne ecêb e…
Loma jî min got, ez hinekî zêde bikşînim çi dibe çi nabe, bira li ba min hebe…
Min perê xwe kişand û berê xwe da ba Mûrad.
Em çûn yazixaneya Tarawgayê.
Min bi saxî û selametî perê wan dayê û bilêta xwe girt.
Min baş bala xwe da bilêta xwe, min dît ku li ser bilêta min dinivîsîne ”Îraq- Kurdistan.”
Di jiyana xwe da ev cara pêşîye ku ez bi bilêteke navê Kurdistanê li ser e dikirim.
Kêfa min hat, kela dilê min rabû, min bilêta xwe baş di bêrîka xwe da bicî kir.
Di vê nabê nê da Mûrad telefonî Mahmûd Kîper jî kiribû, gotibû va ye Zinar hatiye vir, tu jî were em ji xwe bîstekê sohbet bikin.
Welhasil Mahmûd jî hatibû.
Mûrad got, em herin mal, min û Mahmûd, me got weleh dev ji malê berde, em li van deran li derekê rûnin.
Neyse, me li ser pîzzaeriya Eledînê Farqînî li hev kir.
Eledîn hevalekî me yê kevn e, kêfa gelkî ji min ra tê, ez jî gelkî jê hez dikim, hevalekî qedirzan e... Em çûn wir.
Dema em dîtin, gelkî kêfa wî hat.
Me got weleh em hatine pîzza bixwin.
Wan her yekî pîzza xwe got, ya min, Eledîn got ez ji te ra çêdikim. Ji xwe min jî dixwest wisa be... Yaho vî zalimî ji min ra ji mazmazoka gê/ga(fîle, fileto)pîzzayeke wisa muhteşem çêkir ku meriv tiliyên xwe pê ra dixwar.
Mazmazoka gê, pîvazê sor, penêr, îsot, firingî, bexdenos, leymûn axir heftêûheftahm xistibû ser, tûj, tirş û goştekî nerm..
De îda hesab li ba we ye...!
Ez ji pîzzayê hez dikim, lê bawer bikin heta nuha min tu carî pîzzayeke wiha bi lezet nexwaribû.
Û piyalek şeraba sor jî danî ber û piştî xwarinê jî qahwe, wîskî, qrema û nizanim çi û çi tev hev kir û ew jî wek paşşîv da me.
Û ev hemû ne bes bû, me kir nekir, di ser da camêr pere jî ji mer nestend...
Yanî di dawiyê da lotoya min lêket û zikê min kêf kir...
Wek filîmên tirkan, destpêkê baş destpênekir, bîn li min çikand, lê dawî xweş qediye...
Ku hemû karên min tim wiha biqedin min kêf kir, ji viya çêtir xêra Xwedê...
Netîce, nuha bilêta min ya Kurdistanê weke tapuyeke mîrî di bêrîka min da ye, ji nuh da ez bi çar çavan li bendî dawiya nîsanê, roja firîna Kurdistanê me....
Kurdistana azad, li bende min be, ez têm ziyareta axa te ya pîroz ku bi xwîna bi hezaran şehîdî sor bûye!

25 januari 2011

Abdullah Gul wek dadgeha Diyarbekrê difikire

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, di axaftina xwe ya Meclîsa Parlementeran ya Komîsyona Ewrûpayê da li ser pirseke derbarê parastina bi kurdî ya di dadgehan da gotiye, “Dema bi tirkî nizanibin dikanin bi zimanekî din parastina xwe bikin."De were li hember vê bersîva beradayî memre, de were meteqe?
Nana weleh bira him nizanibin û him jî bipeyivin !
Ma însanê nizanibe ewê çawa bipeyive, Gul efendî ?
Lê tiştê ecêb, di nûçeya ANF-ê da ji dêlî ku ev bersîva Gul bi xwe were rexnekirin, ev bersîv weke ”îdîayeke” ne rast hatiye şirovekirin, yanî fena ku ev îdîaya Gul ne rast be.
Di bersîva xwe da Gul tiştek înkar nekiriye.
Gul mêrik eynen biryara dadgehê dubare kiriye, negotiye tiştekî wiha tuneye, ya jî qedexekirineke wiha şaş e.
Gul jî eynî tişt parastiye, gotiye:
”Dema bi tirkî nizanibin dikanin bi zimanekî din parastina xwe bikin…”
Bala xwe bidinê çi keftar e, gotina ”kurdî” negirtiye devê xwe, gotiye ”zimanekî din…”
Na na wele kesên bi tirkî nizanin jî bigvêşin û wek tupê mahcûnê bi zor tirkî ji wan derxin…
Yaya zalim, ma ji xwe wekî din ewê çawa bibe ku?
Gava meriv bi zimanekî nizanibe ev tê wê maneyê ku meriv nikane pê bipeyive…
Ya din, ma mimkûn e ku li Tirkiyê siyasetmedarek bi tirkî nizanibe?
Bêguman kurdên we êsîr girtine hemû jî bi tirkî dizanin, we hemû jî mecbûrî mektebên tirkî kirine.
De îcar ewê çawa bi tirkî nizanibin?
Û ya din, ji xwe dema yek bi tirkî nizanibe, nizane, ne fêm dike, ne jî dikane bipeyive.
Ma qey hûnê bi zor tirkî pê bidin peyivandin?
Yanî tiştê tu û dadgeha te dibêjin qey ew jî ”îltîmaseke”?
”Heger bi tirkî nizanibe dikane bi zimanekî din xwe biparêze”, yanî ev jî bersîv û gotine?
Ma kesên abûkat, mihendiz, serokên belediyan û berpirsiyarên partiyeke siyasî ewê çawa bi tirkî nizanibin?
Bêguman hemû jî dizanin…
Mesele ne zanîn û nezanîna tirkî ye, kesên nizanin ji xwe dibê hûn dozeke wiha lê nekin, kesên bi tirkî dizanin dixwazin bi zimanê diya xwe bipeyivin. Kî bixwaze bi kîjan zimanî bipeyive dibê bikanibe bi wî zimanî bipeyive…
Ma yên doza axaftina kurdî dikin xerîb in, ji welatekî din hatine ku bi tirkî nizanibin?
Ev nêzî 90 salî ye ku we zimanê kurdî li kurdan qedexe kiriye û hûn bi darê zorê tirkî fêrî kurdan dikin û dû ra jî dibêjin ku ”heger bi tirkî nizanin bira bi zimanekî din bipeyivin…”
A zora zaliman ev e….
Lê Gul dema viya dibêje, ew dizane ku dewleta wî di zandana Diyarbekir da bi îşkencê tirkî bi sedan kesên ku bi tirkî nizanîbûn dan peyivandin.
Weke meriv bi îşkencê tirkekî mecbûrî axaftina kurdî bike...
Diyar e qesta Gul ev e, dibêje êdî em bi îşkeceyê kesî di dadgehan da mecbûrî axaftina tirkî nakin, kesên bi tirkî nizanin, bira bi tirkî niznain bira bi “zimanekî din” xwe biparêzin...
Ev gotinên Gul, fikrên wî û hukûmeta wî ya derbarê zimanê kurdî da û di eynî wextê da jî antîdemokrattiya wî nîşan dide.
Gul, bêyî ku bifikire ev bersîv daye, heger hinekî bifirkiriya ewê bizanîbûya ku zimanekî meriv nizanibe meriv nikane pê xwe biparêze jî. Ji viya normaltir tiştek tuneye.
Qebûlkirina vê rastiyê, vê mazeretê ne lutfeke, tiştekî xwezayî ye, tiştekî eksê wê pir anormal e...
Kurdekî bi tirkî nizanibe ji xwe dibê dezgeh û dadgehên we doza tirkîaxaftinê lê nekin....
Lê ji ber ku hûn zalim û sîstema we jî sîstemeke nîjadperest e, loma jî bûyerên wiha derî însaniyetê li Tirkiyê diqewimin....

24 januari 2011

Heta xerabî hebe tirk çêyiyê nakin

Rojnamevanekî tirkê bi nabê Fahrettîn Fîdan di heqê nabêncîtiya Tirkiyê ya Lubnanê da gotineke pir xweş kiriye, gotiye:
-Nabêcîtiya Ahmet Davutoglo ya Lubnanê biserneket, têkçû. Li gor min heger nabêna wan xera nekiribe jî ev yek dikane weke serkeftin were hesinabdin.
Yaho ev tirk çi baş hevûdu nas dikin, dema bixwazin rastiyê bibêjin çi xweş dibêjin.
Errrrik !
Ji ber ku ew dizane karê wan ne çêyî, xerabî ye, ne avakirin, xerakirine. Loma jî camêr rastî aniye zimên, gotiye hele dev ji lihevanînê berde, bira gelên Lubnanê bera hev neda be jî baş e.
Gotina rast rast e, tiştekî meriv lê zêde bike tuneye.
Bi rastî jî wisa ye.
Fêsadî, nerindî, gelacî, tevlihevî, pîjkirin karê wan e, tu carî çêyî, rindî û başî ji wan nayê, dibê xerabiyê bikin.
Tebîeta wan ev e, ew ne ji bo çêyê, ji bo xerabiyê hene, xerabî, fêsadî sinetê wan e, ev ji destê wan tê.
Ji roja komara Tirkiyê ava bûye û virda ye, tirk bi navê ”nabêncîtiyê”, ”alîkariyê”, ”xêrê” çûne ku miheqeq li wê derê fesadî û gelacî kirine, xelk bera hev dane, bûne sebebên gelek bûyerên bi êş û jan.
Îraq û Kurdistana başûr li ber çava ye.
Xwedêgiravî ji bo başiyê, alîkariyê, weke hêzeke mitefikê Emerîkayê, weke hêzeke nabênkar, dost û aştîxwaz çûn Îraqê û Kurdistanê.
Lê fesadiya herî mezin wan li wir dikir, milet bera hev didan, alîkariya terorîstan dikirin, çek û cebilxane didan wan, ew perwerde dikirin.
Wek hêzeke nabêncî çûn Kurdistana başûr, lê li wir asê bûn, hîn û hîn jî dernakevin.
Tirkmen kirin dijminê kurdan, erebên sûnî kirin dijminê kurdan û şîiyan. Yanî ji bo ku gelên Îraqê bi hev kevin çi xerabî ji dest wan hat kirin, bûn sebebê kuştina bi sedan însanan.
Ev ne bes bû, xwestin kurdan jî bera hevdin. Rojê carekê kurdên îslamî û hin grûbên dijî PDK-ê û YNK-ê dawetî Tirkiyê dikirin û ew li hember PDK-ê û YNK-ê gurgîn dikirin.
Heta ku emerîkiyan dît ku nabe, loma jî di sala 2003-an da emerîkî mecbûr man rabûn li Silêmaniyê ew li ser sûc da girtin, çewal xistin serê 11 zabitên wan.
Piştî wê bûyerê êdê melis bûn û li ciyê xwe rûniştin, zêde pêşda neçûn, tenê fêsadiyên devikî domandin.
Çimkî ”bivik” dîtin…
Ketina nabên Îsraîl û filistîniyan, herdu milet jî wisa bera hev dan ku kirin dijminê hevudu yên qanêqanê.
Heger berê îhtîmaleke lihevhatinê ya biçûk hebû, piştî ”nabêncîtiya” tirkan ew jî êdî ji binda mir.
Îcar ne tenê filistînî û îsraîlî bera hev dan, ew û îsraîl jî bûn dijminên hev. Çimkî Îsraîlê dît ku ew ne ”nabêncîtiyê” û ”xêrxwziyê”, fesadiyê û şerxwaziyê dikin, wan û filistîniyan bera hev didin.
Loma weke Emerîka, Îsraîlê jî ew qewitandin, gotin heyran zû ji nabêna me vekşin, hewcedariya me bi ”alîkariya” we tuneye, we malik lim e viritand.
Ketin nabêna Emerîka û Îranê, li wir jî eynî fêsadî kirin, xwestin him ji Îranê û him jî ji Emerîka bertîlê bigrin û nabêna wan jî xerabtir bikin.
Ji ber ku ew naxwazin nabêna Emerîka û Îranê baş bibe…
Îranê ev kêsperestiya wan dît û lema jî got, hewcedariay me bi nabêncîtiya we tuneye, heger pêwîst be em bi xwe dikanin bi Emerîkayê ra rûnin.
Li Balkanan ji xwe fesêdaye herî mezin wan kir, wan kosowî, bosnî û hin gelên din pîj kirin û dawiya dawî bûn sebebên gelek bûyerên nexweş.
Li Azerbeycanê, Qirgizîstanê, Turkmenîstanê, Ozbekîstanê her eynî fêsadî û gelacî kirin.
Xwestin li Azerbeycanê darbeyê bikin.
Li van welatan hukûmet û mixalefeta bera hev dan, grûbên faşît şandin van welatan, însan dan kuştin, dest bi çetecîtiyê kirin.
Loma Azeriyan, turkmenan, qazaqan ew qewitandin, gelek kesên wan girtin, li hin welatan gerandin û hildana ala tirk qedexe kirin.
Heta li hin deran milet êrîşî tirkan kirin, gelek kes birîndar bûn û ew bi zor ji welatên xwe qewirandin.
Nuha nabêna wan û van welatên Kafkasan pir ne xweş e.
Li Çînê, bi riya Sîncan û Uyguran eynî fesadiyê û nerindiyê dikin, dixwazin li wan deran jî miletan bera hev din.
Axirê herin ku, destê xwe bavêjin ji çi da, tu carî başiyê, rindiyê, aramiyê, aştiyê bi xwe ra nabin, miheqeq fêsadî û nerindiyê dikin, tevliheviyê derdixin, xelkê tînin hember hev…
Ji ber ku ji cinsê gur in, loma ew jî weke gur tim ji mij û dûmanê hez dikin, çimkî di mij û dûmanê da nêçîra wan rehettir dibe.
Dibê em kurd baş bizanibin, ne li Tirkiyê tenê, li Kafkasyayê, li herçar perçeyên Kurdistanê, lê bi taybetî jî li Îraq û îranê musebîbê bindestî û rewşa kurdan ya îro dewleta tirk e.
Heger ne tirk bûna kurd nuha li Îranê jî û li Îraqê jî bûbûn xwedî dewletên serbixwe.
Tirkan nehîşt Komara Mehabadê bijî…
Tirkan nehîşt kurd li Îran û Îraqê rizgar bibin…
Roja kurd dîroka xwe binivîsin ewê ev rastî derkeve ortê…
Li Azerbeycanê jî her wisa, dîsa tirkan nehîşt weke miletên din kurd jî bibin xwedî otonomiyeke netewî.
Yanî tiştê ez dizanim heta fêsadî û xerabî hebe, tirk xêrxwaziyê û rindiyê nakin…
Weke kurdekî tecûbeya min ev e…

23 januari 2011

Çavdêriyên arîstokratekî rûs di heq kurdan da

Malpera ANF-ê îro beşekî ji rojaneyên arîstokratekî rûs yên li ser kurdan weşandiye.
Nivîs, çavdêriyên rûsekî yên 170 sal berê di derbarê kurdên di nabêna herêma Qers û Êrîvanê da ye.
Li ser jiyana civakî û rewşa kurdan ya wê demê nivîseke hêja ye, hin aliyên kurdan yên ku meriv îro nizane bi meriv dide nasîn.
Dîtinên W.Dievitsky yên derbarê kurdan û kurdên êzidî da pir pozîtîv e, pir pesnê kurdan û jinên kurd dide.
Di sala 1884-an da W. Dievitsky di tahtîla xwe ya havînê da diçe herêma Erîvan û Qersê û li wan deran digere.
Piştî vedigere bîranînên vê gera xwe di bin navê ”Gera tahtîla di nabêna eyalate Erîvanî û wîlayeta Qersê” da diweşîne.
W.Dievitsky di rojaneyên xwe da bi hawakî pir baş qala kurdan dike, dibêje mêr in, bi xurûr in, ne şelaf in, nîşancî ne, mîvanpererwer in û jinên wan jî azad in, ruyê xwe nagrin, xwe venaşêrin.
Di heqê rêber û serokên kurdan da dibêje, "Bi taybetî jî li ba rêber û serokên wan xurûra şexsî pir berbiçav e."
Yanî tiştê îro li ba gelek rêber û serokên me kêm e...
Nivîseke pir xweş e lê hinekî dirêj e. Heger rojekê wexta min çêbibe ezê tevayiya nivîsê bikim kurdî.
Ez beşekî ji nivîsê diweşînim.
"Ez di nabêna kurdan û însanên din(ermenî, tatar û kazakan)da gelek ferq dibînim. Xetên ruyê(sûretên)kurdan pir aşîkar û net e. Bi taybetî jî li ba rêber û serokên wan xurûra şexsî pir berbiçav e.
Mîsalen wek yê tataran, ruyên bêmane û sipîçolkî(zuhumî)li ba wan tuneye, ruyên wan vekirî û xweşik e. Di tevgerên wan da şalûzî(şelefî) ya jî qebedayîtî nayê dîtin. Kurd bi piranî tiraş dibin, yanî riya xwe bernadin, tenê simêlê berdidin. Piranî çavên wan zer ya jî kesk e.
Jinên kurdan ruyên xwe nagrin ya jî venaşêrin. Weke sûs pozê xwe qul dikin moriyeke ku jê ra dibêjin mext(posimk, xizêm) û xişrên biçûk pêva dikin.
Êvarî em bi qumandarê yekîneya xwe û jina wî ra çûn konên wan.
Hema hema hemû mirovên zomê hatin pêrgî me. Destên xwe yên rast didan ser girmika xwe ya çep û em silav dikirin. Dû ra jî em ezimandin ser xaliyên raxistibûn ser çîmenan. Ji mer ra pez şerjê kirin û xwarin çêkirin. Dû ra pîrek hatin bi jinan qumandar ra hev û du nas kirin û pê ra sohbet kirin. Di nava wan da yeka 17 salî hewqas bedew û bi hêlûmêl bû însan nikanîbû pê ra nepeyiviya. Lê wê ji vê yekê fedî dikir. Lê belê bi giştî jin li hember me pir rehet û rûbiken bûn. Û eynî rehetî bi şiklekî ku meriv matmayî bihêle li ba hemûyan hebû.
Di her konekî da hema tu bigrî çend nifş/cîl dijiyan. Di her konekî da çend sîleh hebûn.
Kurd talankarên ku sîlehê pir baş bikartînin loma, jî li vir dimînin…"

22 januari 2011

Dibê serpêhatiya Kamîl Atak ji bo gelek kurdan bibûya îbret !

Îro di malpera Nefelê da li ser serokqorîciyê herêma Cizîrê Kamîl Atak xebereke pir girîng heye...
Rewşa Kamîl Atak ji bo hemû kurdên ku bi zanîn ya jî bi nezanî bi dewletê ra hevkariyê dikin nimûneyeke îbretgirtinê ye.
Kamîl Atak, lawê xwe, fermandarê alaya Qeyseriyê albay Cemal Temîzoz û çend kesên din bi sûcê kuştina 52 kesan li Diyarbekrê tên mahkime kirin.
Kamîl Atak di mahkimeyê da bi poşmaniyeke mezin qala serpêhatiya qorîcîtiya malbata xwe û tiştên ku dewletê aniye serê wan kiriye, gotiye dewletê ew weke "maşe" bikar anîn, wan 25 salan diminatiya gelê xwe kir û ewê careke din hew kanibe derkeve nava kurdan.
Kamîl Atak di parastina xwe da gotiye:
-Em wek maşikê dihatin bikaranîn. Di operasyonan de korucu 500 metreyan li pêşiya komandoyan dimeşiyan. Digotin dema mir jî bila korucu be û pê li mayinê kirin jî bila korucu be. Ez ji vir derkevim êdî nikarim cereke din têkevim nav kurdan. Rûyê min ranake(nagre). Ez êdî nikarim li Cizîrê bijîm. Ji bavê min 200 kes man. Heta 200 salî ezê ji vê belayê xelas nabim. Piştî em bûn korucu em di nêvbera xelîl û celîl de man. Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan ji me re got hon bibin korucu ez dê we bikujim. Dewletê jî bi zorê xwest em bibin korucu. Got Abdullah Beg hon kuştin jî bila we bikuje.
Kamil Atak, di parastina xwe da xwestiye dewlet şer rawestîne, sîstema korîcîtiyê rake û aştiyê pêk bîne û dû ra jî ev çend gotinên pir girîng kirine:
-Kesên li cem dewletê cih digirin dibin sûcdar. Kesên diçin çiyê dibin terorîst. Kesên siyasetê dikin dibin KCK-yî. Ev çawa edalet e?
Ji bo ku Kamîl Atak vê siyaseta dewletê fêm bike 25 sal jê ra lazim bûye, piştî 25 salan fêm kir kiriye ku ji bo dewletê esas hemû kurd "terorîst" in, dibê ji ortê werin rakirin, dibê weke kurd tu mafekeî wan tunebe.
Lê dewlet biaqil e, vê yekê bi carekê da ji hemû kurdan ra nabêje, bi dor, gava dem û saeta wê tê dibêje...
Çimkî kesê bi gelê xwe ra xerabiyê bike, çima ewê rojekê bi dewletê ra neke...
Gotinên Kamîl Atak, ”dewletê em weke maşikê bikar anîn” serpêhatî û trajediyeke kurdan ya pir mezin e.
Lê çi heyf û mixabin ku ev serpêhatî tu carî jî ji bo hevkar û hevalbendên dewletê nabe derz û îbret!
Esas ev serpêhatiya Kamîl Atak dibê ji bo hemû kurdên ku bi dewletê ra û bi dezgehên tirk ra kar kar dikin bibe numûne û derzeke cidî.Tiştek pir vekirîye, dewleta tirk bêyî alîkarî û hevalbendiya kurdan, bi hêza xwe ya leşkerî tenê nikane Kurdistanê di bin îşxala xwe da bigre.
Dewlet, ji bo ku bikanibe îşxala xwe ya li Kurdistanê bidomîne, dibê di warê leşkerî, îstîxbaratî û siyasî da ji kurdan piştgiriya kurdan bigre.
Û ji xwe heta nuha jî dewletê bi saya vê hevkarî û hevalbendiya kurdan li Kurdistanê hebûna xwe domandiye.
Pişştî ku hêza dewletê ya leşkerî têr nekir, sîstema qorîcîtiyê/cerdevaniyê derxistin, bi alîkariya qorîciyan hebûna xwe ya li Kurdistanê 30-40 salî dirêj kirin.
Lê qorîcîtîyê jî rola xwe lîst, êdî ew jî diqede.
Weke Kamîl Atak jî gotiye, dewletê 25 salan bi hezaran kurd ji xwe ra weke ”maşe” bikar anî.
Nuha êdî hewcedariya dewletê bi vê ”maşeyê” nemaye, loma jî vê ”maşeyê” davêje û ji xwe ra li hin ”maşe”, çare û riyên nuh dingere.
Çimkî dem û şert hatin guhertin.
Loma jî dibê dewlet xwe întîbaqî şert û dema nuh bike. Ji bo berdewamiya îşxala xwe ya li Kurdistanê û xelasnebûna kurdan dibê ji xwe ra hin ”maşe” û çareyên nuh bibîne…
Kemîl Atak 25 sal berê dema bû qorîcî û hevalbendê dewletê qet texmîn nedikir ku rojekê ewê têkeve vî halî.
Lê tu dûzan, tu zulm û zalimî ne ebedîye, rojek tê dawî li zulmê tê û îcar dema hesabdanê dest pê dike...
Nuha li Kurdistanê hemû dem û dezgehên dewletê; dadgeh, pûlis, artêş, qorîcî, sîstema perwerdeyê, çapemenî yanî hemû dem û dezgehên ku li Kurdistanê dewletê temsîl dikin deşîfre bûne, hêz û otorîteya xwe wenda kirine û ji çavê gel da ketine; piraniya gel êdî bi çavê nûnerên neyar li van dezgehan dinêre, bi çavê ”em û ew”.
Lê li Kurdistanê tenê rêxistineke dewletê, ew jî bi alîkariya kurdan, hîn zînde, bi hêz û xurt e.
Ew jî partiyên siyasî ne, AKP, CHP, MHP û hemû partiyên tirk yên din.
Ne artêş û ne jî pûlis bi qasî partiyên siyasî temenê dewleta tirk li Kurdistanê dirêj nake.
Kurd bi çavekî xerab li pûlis û artêşê dinêrin, lê di nava van partiya da kar dikin, bi endametî, nûnerî û berpirsiyariyên van partiyan (bêguman nêta hemûyan ne xerab e, lê ya girîng ne nêt e, netîceye)dibin sebebê bindestmana gelên xwe.
Heger kesên li Kurdistanê nûnertiya van partiyan dikin dev jê berdin û dengên xwe nedin wan mesele diqede, kurd xelas dibin.

Wê demê dewlet li Kurdistanê tenê bi hêza xwe ya leşkerî dimîne û bi hêza leşkerî tenê jî demek dirêj nikane kurdan bindest bihêle.
Ji bo bindestmana kurdan dibê li Kurdistanê hêza dewletê ya sivîl, ya gelerî hebe.
Û ew hêz jî partiyên siyasî ne.
Artêş, qoricî, pûlis, unîversîte, mekteb, sîstema diyanetê, dadgeh û hemû dezgehên dewletê yên din bi çi armancê û bi çi rolê li Kurdistanê bin, partiyên siyasî yên tirk jî bi eynî armancê û wezîfeyê li Kurdistanê ne; dibê Kurdistan çênebe, kurda azad nebin…
Ji bo ku Kamîl Atak bibêje, bi hevalbendiya dewletê wî şaşiyeke mezin kir û dewletê ew wek ”maşeyekê bikar anî” 25 sal hewce bû, piştî 25 salan ev do li Diyarbekrê di mahkemeyê da ev rastî îtîraf kir.
Belkî ne 25 sal, hîn jî zûtir, nûner û berpirsiyarên van partiyên tirkan yên li Kurdistanê jî rojekê ewê eynî rastiyê îtîraf bikin, ewê bibêjin, bi endametî, berpirsiyarî û nûnertiya partiyên tirk me şaşîtî kir, bi van kirinên xwe me zirarke pir mezin da gelê xwe…
Loma jî dil dixwest ku serpêhatî û trajediya Kamîl Atak ji bo siyasetmedarên kurd yên di nava partiyên tirk da dixebitin bibûya derzeke mezin û zengilê şiyarbûnê.
Lê ez bawer nakim ku bibe, diyar e ji bo hatina wê rojê jî hîn çend sal lazim in….
Li Kurdistanê di destê dewletê da ev wasite maye, bi taybetî jî AKP, dibê ev dezgeh jî weke sîstema korîcîtiyê îflas bike…
Û ewê bike jî…

20 januari 2011

Taşaronê dewleta tirk navê xwe li PKK-ê dike

Erdogan îro dîsa weke her tim zirzopiyeke mezin kiriye, PKK bi ”terorîstiyê û taşaroniyê” îtham kiriye û gotiye, ”berî hilbijartinên giştî rêxistina terorê ji bo ku li hundur tevliheviyê derxe rola taşeroniyê girtiye ser xwe…”
Mubarek bûye serokwezîr lê hîn jî wek "pêxwasekî Kasimpaşayê" dipeyive. Yanî kurmê şîrî heta pîrî, dema cewher xerab be meqam meriv nake însan.
Nuha yê ji PKK-ê ra dibêje ”taşaron” ew bi xwe ne ”taşaronekî” ji sinifa sêyem bûya minê bigota de tişt nabe, bi derewekê PKK û BDP nabin ”Taşaron.”
Lê halbûkî esas yê ”taşaronê dewleta tirk ew e, ew wek mahcirekî ji Kafkasyayê li Kurdistanê ji tirkan ra ”taşeroniyê” dike.
Dewletê li Kurdistanê di qada ”dîn û Îslamiyetê” da rola ”taşaroniyê” daye Erdogan. Îcaar ji ber ku ev çand sal in ew karê xwe baş dimeşîne, loma jî dewlet roj bi roj karê wî dirêj dike û karên hîn mezintir didide wî.
Dewletê ew ji siyasetmedarekî basît, ji serokê belediya bajarekî hilda kir serokwezîr û tam ev 9 sal in li Kurdistanê li hember kurdan wek ”taşaron” dixebitîne...
PKK, BDP û kurd ne ji bo kesî, ji bo gelê xwe û welatê xwe têkoşînê didin, dixwazin miletê xwe azad û welatê xwe rizgar bikin...
Lê Erdogan wek gurciyekî, wek mahcirekî ji Kafkasyayê ji bo kê têkoşînê dide?
Ew ne ji bo xwe, ne ji bo gelê gurcî, li ser navê tirkan ketiye pêxîla miletê kurd yê mezlûm û dixwaze wan heta û heta bindest bihêle, bike tirk.
Li gel ku Erdogan gurcî ye û jina wî ereb e, lê dîsa jî ew vê ”taşaroniyê” ji dewleta tirk ra dike....
Û di di ser da jî rêxistinên kurdan ra dibêje ”taşaron”!
Yanî camêr navê xwe li kurdan dike...
Dibê ez gotina ”taşaron” bi kurtî ronî bikim.
Çimkî Erdogan vê gotinê li hember kurdan pir bi kar tîne.
Maneya taşaron, karmendê duyem e, yanî destê duyem e. Di emrê karmendê yekem yê esasî da hin karan dike.
Yanî ne xwediyê kar yê esasî ye, hinekên din ew kar daye wî...
Rewşa Erdogan jî wisa ye, ew ne tirk e, ne xwediyê dewletê ye, ji tirkan ra ”taşaroniyê” dike. Dewlet li Kurdistanê Erdogan û zilamên wî weke ”taşaron” dide xebitandin.
Erdogan li Kurdistanê ”taşeronê ” dîn û Îslamiyetê” ye, dewletê di vî warî da wezîfe daye wî, partiya wî û hin ”taşaronên” din.
Ji bo dewletê pir ne girîng e ”taşaron” layiqî wê kursiyê û wî karî ye ya na, ya girîng ew e ku li Kurdistanê karekî li gor dilê dewletê dike; kurdan, hinekan bi meqam, hinekan bo bertîlê û hinekan jî bi navê dîn û Îslamiyetê baş dixapîne.
Loma jî roj bi roj mezin dikin, hin karên nuh didinê...
Û ev ”taşeron” radibe ji PKK-ê û BDP-ê ra, ji kurdên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe şer dikin ra dibêje ”taşaron”…
De were ji derdê vî boşboxazî û vî “taşaronî” memre û were meteqe?

Aqûbet li serê Tirkiyê be

Li gor çapemeniya kurd dinivîse, ji meha sibatê û bi şûnda di meclîsa Îraqê da parlamenterên kurd êdî ewê bi kurdî bipeyivin.
Herwisa di civîna wezîran da jî wek ya parlamentoyê, wezîrên kurd ewê bi kurdî bipeyivn û bi kurdî minaqeşeyê bikin.
Ji ber ku li gorî qanûna esasî ya Îraqê, kurdî û erebî li Îraqê du zimanên resmî ne, loma jî herdu ziman jî ewê di meclîsê da werin axaftin…
Ji ber ku hemû parlamenter û wezîrên kurd bi erebî zanîbûn loma jî heta nuha bi erebî dipeyivîn, lê ji ber ku axaftina kurdî mafekî wan yê qanûnî ye, loma jî ewê ji nuha û pê va vî mafê xwe yê qanûnî li her derê bikarbînin.
Û rast e jî, dibê li her derê bikar bînin….
Ji xwe di pêşerojîê da ewê li dibistanên ereban da jî kurdî were fêrkirin.
Berpirsiyarê Ragihandina Parlamentoya Iraqê Mihemed Ebubekir gotiye, ji bo ku parlamenterên kurd di parlamentoya Iraqê da bikanibin bi kurdî gotûbêjê bikin hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin.
Lê li Tirkiyê hîn mahkime nahêlin girtiyên kurd bi kurdî xwe biparêzin, ji bo kurdî dibêjin "zimanekî nayê nasîn."
Û hûn ji tirkan bipirsin, ewê henekên xwe bi Îraqê bikin û bibêjin demokrasiya wan ji ya Îraqê pir pêşdatir e.
Dema meriv bala xwe dide maf û azadiyên hindikayiyan(eqaliyetan, mînorîtetan)meriv dibîne ku Îraq ji Tirkiye ferseh ferseh pêşdatir e.
Carê li gor qanûna esasî ya Îraqê, her kes ne ereb e,bêyî ereban milet, dîn û zimanên din jî hene.
Li Îraqê alayên miletên din ne qedexe ne, kurd li kêlek ala Îraqê ala xwe jî hil didin. Û ereb ji vê yekê aciz nabin.
Meclîsa kurdan heye, ereb xwe aciz nakin.
Hêza pûlis û pêşmergeyên kurdan hene, ereb nabêjin em qebûl nakin, ya jî ev yek ewê Îraqê perçe bike.
Pasaporta Îraqê bi kurdî û erebî ye.
Zarokên kurdan ji sinifa destpêkê heta bi zanîngehê yanî hemû perwerdeya xwe bi kurdî dibînin. Nimûne gelekek in, lê ne hewce ye meriv zêde dirêj bike...
Hertişt li ber çava ye lê dîsa jî meriv nikane bi ser zalim û zorbayan xe…
Yanî li gel ku li Tirkiyê mefekî kurdan yê herî biçûk jî tuneye, tirk dîsa jî quretiyê dikin, pişika xwe dinepixînin, dibêjin em welatekî pir demokratîk in, di warê demokrasiyê da tu kêmasiyeke me ya cidî tuneye, loma jî dibê em nuha endamên Yekîtiya Ewrûpayê bûna û gelek îdîayên din...
Fort û derew belaş in, loma jî çi tê devê wan dibêjin...
Heger her derewek bi quruşekî bûya nuha ji zûda Tirkiyê ji ber derewên siyasetmedarên xwe top avêtibû…

19 januari 2011

Ez îro pir dilşa bûm

Îro bûyereke biçûk ez gelkî kêfxweş kirim. Ji zûda bû ez wiha dilşa û kêfxweş nebûbûm.
Ji bo ku meriv kêfxweş bibe ne şert e ku tiştekî mezin biqewime. Carnan meriv bi gotineke xweş, bi dîtina hevalekî, bi girtina nemeyekê(esas name mame êdî nemane, êdî meriv e-meylan digre. Wiha here însanê nivîsandina bi qelemê ji bîr bikin), bi bihîstina xebereke xweş jî pir kêfxweş dibe.
Lê sebebê kêfxwşiya min ji van nimûneyên jorîn ne yek bû jî, bûyereke biçûk û tesadufeke pir xweş bû.
Ez ji we ra bi kurtî qal bikim.
Piştî kar ez bi trênê çûm taxa Tumba ya Stockholmê. Min bala xwe dayê çend deqîqe hîn ji otobozê ra heye, loma jî min ji xwe ra got, ezê herim dikanê hinek tiftar ji malê ra bikim û bi otoboza din herim.
Ez çûm centrûmê, ketim dikana(marketa)Lidl.
Min tiştmiştên ji min ra lazim bûn xistin selikê û çûm ber kasê. Jineke reşik li dora 30-35 salî û lawê yê 7-8 salî li pêş min bûn. Min bala xwe nedayê çi kirîbûn.
Ez bi tiştên xwe da ketim, min tiştên xwe danî ser nandê û ji bo ku keçika li kasê li ciyê buhayê tiştan negere, min aliyê fiyet(buha) li ser bi alî kasê da kir û mam li bendî ya pêşiya xwe.
Keçika kasê tiştên ya pêşiya min li makînê xist, lawê wê çû aliyê din tişt xistin kîsikê naylon û jinekê jî karta pera ji cuzdanê xwe derxist û xist makîneya peredanê.
Di vê nêbênê da tiştê min û ya li pişt min tev hev bû, min darikê îşaretê xist nabêna tiştên xwe û wê.
Min dît pistepista ya kasê û jinika reşik e, bi îngilîzî û swêdî tiştekî ji hev ra dibêjin lê min fêm nekir.
Lê ya reşik pir hustuxwar xuya dikir, pir hêdî bersîv dida.
Dû ra keçika kasê bi swêdî jê ra got, di hesabê te da pere tuneye, karta xwe derxe, tu nikanî bi kartê bidî, dibê tu pera bidî.
Cuzdanê wê di dest da bû, lê nêrî, husuyl xwe xwar kir û bi îşaret got tuneye…
Ya kasê got, wê demê tiştan paş da bibe…
Lawê wê tişt xistibûn kîsikê naylon, ji lêwik ra got, torbe virda ke, torbe ji lêwik stend û xwest bibe paşda deyne.
Min ji keçika kasê ra got, bise, bira paşda nebe, ez didim…
Keçikê bi nêrînke matmayî got.
-Tu yê bidî?
Min got:
-Erê ez didim, ne probleme...
Xanima reşik jî feqîrê kîsikê wê di destan da matmayî ma, nizanîbû çi bibêje...
Min got ne problem e, kerem bike...
Bi awirekî şermok û mahcûb got gelek sipas, bi zimanekî efrîkî ez rê lawê xwe dam û tiştek jê ra got, fena ku bibêje “ev camêr dide…”
Min wisa fêm kir ku lawikê 7-8 salî dizanîbû perê diya wî tuneye...
Piştî ku jinik çû, keçika kasê got, te qenciyeke baş kir.
Ya li pişt min hinekî matmayî ma, mizicî lê tiştek negot.
Min nepirsîbû çi kiriye û çuqas pere ye.
Min bi kartê pere da. Keçikê meqbûz da min, min meqbûz girt û hinekî wê da çûm, ji bo bizanibim hela ka çi kirîbûn, min li meqbûzê nêrî.
Gava min tiştên kirûbûn û meblax dît ez pir xemgîn bûm. Çimkî tiştên kirîbûn 3 heb şorbeşîr û 2 pakêt şîr bû; buhayê wan jî 37.60 kr. swêdî bû, yanî bi 4 euro bû.
Lê li alî din ez pir û pir kêfxweş bûm ku tesadufê îro ez rastî wê dayikê anîm û pereyekî hewqas hindik(4 euro)bû wesîleya tiştekî hewqasî baş.
Ez pir dilşa bûm ku ew û lawê xwe destvala venegeriyan malê…
Min ji xanimê û zarokan ra got, îşev ez pir kêfxweş im…
Meraq kirin, gotin mesele çi ye?
Min mesele ji wan ra jî qal kir û got, bifikirin, diyakek nikane ji zarokên xwe ra du lîtir şîr bikire, zarokekî 7 salî ji ber ku perê daya wî tuneye mecbûr dibe du pakêt şîrê destê xwe paşda deyne...
Ma ji viya zortir û girantir çi heye?
Geleo dema min pere da, wê diyê li hember lawê xwe çi his kir, çi fikirî?
Xwezî li cîhanê tu kes, tu carî neketa vî halî…
Ev dinya wiha ye, haya zikê têr, ji zikê birçî tuneye…
Feqîrî ji mirinê zortir e…

18 januari 2011

Bîrîkirina xortaniyê

Weleh îşev xortaniya min hata bîra min. Do û pêr min di facebookê da çend sûret weşandin. Bi vê minasebetê ez rastî hin sûretên xwe yê xorataniyê hatim.
Dilê min bi min şewitî...
Çendakî berê hevalekî piştî ku hin rismên min yên 20-30 sal berê dîtibû ji min ra got, "Yaw Zinar, tu berê çuqasî çeleng(lewend, bedew)bûyî !
Min got roj baş hevalo!
Xoratanî wiha ye, meriv zêdayî û kêmasiya însanan nabîne...
Dema meriv xort e meriv bi qîmeta xortaniyê nizane, salên xortaniyê dû ra bi meriv xweş dibe, meriv bi hesreteke mezin li wan rojên borî digere...
Lê nebixêrên salên kalîtiyê ne destpêkê û ne jî taliyê, tu carî bi meriv xweş nabin, hemû bi êş kede in...
Camêrekî gotiye, “Xortanî, di jiyanê da carê tê serê meriv.”Loma jî temiya min li we xortan, qîmeta xortaniyê bizanin.
Xortanî heyecan e, cesaret e, fedakarî ye, comerdî ye, maceraye evîn e û ji hemûyan jî girîngtir buhara jiyanê ye
Kalîtî aramî ye, tirsonekî ye, çikûsî ye, bêbizavî ye, koxîtî(bêdiranî) û êşa piştê ye û ji hemûyan jî girîngtir payiza jiyanê ye…
Li ser nivîsa min ya do xortekî bi wefa(Şevreşk Çeto) ev şiroveya jêrîn kiriye:
”Destê we sax be apê hêja.
Her çiqas teknolojî bi pêş dikeve, zimanê Kurdî jî bi pêş dikeve.
Bi xêra teknolojiyê, vê şevê min jî dîsa nivîsa we xwend û pê kêfxweş bûm.
Dest û tiliyên we sax bin ezbenî....
Silav û rêz apê Zinar....”
Min jî ev bersîva dayê:

”Xortê hêja gelek sipas ji bo şiroveya te ya hêja.
Rast e, xêra teknîkê îcar digihîje me kurdan jî. Li ser vê meselê min berê jî çend caran nivîsî.
Bi dîtina min di dîrokê da ev cara pêşî ye ku feydeya îcad û teknîka nuh digihîje me kurdan jî, bi xêra vê teknîkê kurd him xwe digihînin hev û him jî kurdî fêr dibin.
Bi xêra înternetê kurd sînorên dijmin danîne didirînin û gav û saetê xwe digihînin hev.
Ma ne xêra vê teknîkê bûya min û te yê çawa hev û du nas bikira?
Berê sînorê me gund û bajarê me, di wê çarçeweyê da me hev û du nas dikir.
Lê nuha êdî herçar perçeyên Kurdistanê bûye gund û bajarê me.
Ji her çar perçeyên Kurdistanê nuha bi hezaran kurd min nas dikin, ez wan nas dikim.
Ev yek yekîtiya kurdan xurt dike û feydeyeke mezin digihîne tevgera kurd ya netewî...”

Li Îranê
piştî Şoreşa Îslamî ji malbatekê pirsîne, gotine:

-Şoreşê tesîreke çawa li jiyana we kir?
Malbatê gotiye:
-Weleh berê me li der ve vedixwwar û li malê îbadet dikir, nuha em li malê vedixwin li der ve îbadetê dikin.

17 januari 2011

Cîhan bi qasî kefa destê min biçûk bûye

Yaho ev dinya çi biçûk bûye, eynî bûye wek kefa destê meriv…
Meriv di mala xwe da ji xwe ra "derewekê", henekekê bike ya jî li ser tiştekî, bûyerekê du rêzan binivîsîne, di nava çend deqîqeyan da dinya pê dihese…
Tiştekî dûrî aqila ye lê rast e...
Do êvarî min li ser kovara PÊNGAV-ê nivîseke nivîsî, xwendevanên wê derdixin pîroz kir…
Piştî nîv saetê berpirsiyarên kovarê li Stenbolê pê hesiyan û ji min ra meyl şandin, ji ber ku min ew nivîs nivîsî ye sipasiya xwe anîn zimên. Mala wan ava.
Ji berpirsiyaran yekî wiha nivîsîye:
”Merheba mamoste, gelek spas ji bo nameya te..
Ez Bargiran Baran.. wê çaxê ez ditirsiyam û min ev nav li xwe kiribû.. belkî were bîra te.. te li ser du nivîsên min nivîsî bû.. yek ji wan ''nameya xortekî pir jîr bû''.. sax bî, spas.. Bi xêr û saya ew pesnên te, ez çêtir bûm... koma me ya Pêngavê pênç şeş kes in. Wê hevalên din jî sipasiyekê ji te re binivîsin ez bawer im.. spas.”
Hûn dibînin, dinya çi biçûk bûye…Stockholm li ku Stenbol li ku?
Û him jî şev nîvê şevê…
Di nava çend deqîqeyan da kesên ku min li ser wan nivîsîbû, nivîsa min xwendin û tavilê bersîva xwe gîhandin min.
Heger 20- 30 sal berê bûya, heger yekî ji vir ji wan ra negota tu carî haya wan ewê ji nivîsa min çênebûya.
Û heger bigota jî ewê çawa kovara min tê da nivîsîbû bidestxistana?
Ew jî gelşeke mezin bû.
Em bibêjin yekî telefonî wan kir, got Zinarê Xamo li ser kovara we tiştek nivîsî ye, lê ji bo xwendinê dibê kovar bigihîşta wan.
Yanî dixwzim bibêjim ku pêşketinên di nava hezar salan da bûn, ne bi qasî yên di van 50-60 salên dawî da û bi taybetî jî yên van 20 salên dawî da bûne mezin in.
Telefona destan hewetinê.
Berê baş tê bîra min heta dawiya salên 1970-ê jî li Wêranşarê ji bo ku meriv telefonî derekê bikira, meriv berê telefonî sentrala postexanê dikir û wan ew numre ji meriv ra girê didan.
Nuha ez li Stockholmê 100 mîtro di binê erdê da di trênê da telefonî gundekî Wêranşarê dikim û bi şexsê ku ez dixwazim pê ra bipeyivim dipeyivim, dengê min di ser hewqas bajar û gund ra dihere dikeve guhê wî û yê jî tê dikeve guhê min...
Ma ev ne tiştekî muhteşem e?
Dû ra ji berpirsiyarekî din yê kovarê ji birêz Kenanê Nado jî meylek ji min ra hat. Wî jî wiha nivîsî ye:
”Ji bo vê xweşbînî û xêrxweziya we em gelek kêfxweş bûn. Em spasdar in ji bo van gotinên we yên ji dil û can. Belê me bi 3- 4 kesan destpê kir. Lê her diçe em zêde dibin, kovar jî geş dibe. Xwedê hez ke bi qeweta moraldayînên we nivîskarên qedirbilind û dildarî û fedekariya hevalên me yên xwendekar dê ev xebat bidome. Înşellah Pêngav dê bibe xizmetkarê zimanê me yê şirîn, Kurdî.
Silav û rêz..."
Min di bersîva xwe ya kin da got, ”ez wezîfeya xwe dikim, dema ez nekim ez neheq im. Gava kurdekî ji bo gelê xwe karekî baş kir dibê meriv teqdîr bike, qedir û qîmetê bide ked û xebata wî. Serkeftina we ya ya miletê kurd e, kî ji bo azadî û serxwebûna miletê kurd kevirekî bide ser kevirekî li ber dilê min pir ezîz e...”
Baş tê bîra min piştî darbeya 12 Îlonê me edres nedidît ku belavokekê ya jî kovarekê bişînin welêt.
Edresên hevalan, nas û dostan nedibû û dereke din jî tunebû ku me weşanên xwe bişandayê.
Min ji postexaneya Stokckholmê kataloga Diyarbekrê dizî(dibê di nivîsekê da ez carê qala wê diziya xwe bikim)û me ji wê katalogê hin edres tespît kirin û belavok û Armanc şandin ser wan edresan.
Axaftina bi telefonan tahlûke bû, û bi hawakî din jî danûstendin ne mimkûn bû.
Ya dibê yek ji welêt bihata me biçûya lê guhdarî bikira, ya jî dema nas û dostek diçû me temî lê dikir.
Yanî komînîkasiyona 30 sal berê, li gor îro nêzî sifirê bû, ji bo ku meriv nivîsek, xeberek bigîhanda Diyarbekrê carnan dikanîbû bi mehan wext bigirta.
Me çi li derva dinivîsand, çi digot, haya însanên welêt jê çê nedibû.
Ne haya wan ji me hemû, ne jî ya me ji wan.
Mektûbek anxax di duhefteyan da digihîşt Diyarbekrê.
Û ew jî bigîhîştayê baş bû.
Lê nuha ne wisa ye, ez li Stockholmê li mala xwe rûniştîme û dilê min çi bixwaze dinivîsînim.
Di nava çend deqîqeyan da nivîsa min li her çar perçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê belav dibe û dikane ji alî bi milyonan însan ve were xwendin.
Û tu hêz jî nikane rê li ber vê teknîkê bigre.
Min û diya xwe piştî 7-8 salan, min û birayên xwe na piştî 15-20 salan sûretên hev û du dît.
Ji bo ku meriv hevûdu bidîta ya dibê ez biçûyama ba wan ya jî ji ew bihatana ba min.
Lê nuha ne wiha ye, nuha kînga dilê min bixwaze ez MSN-a xwe vedikim û malbata xwe ra, bi merivên xwe yên li gundekî Wêranşarê ra him dipeyivim û him jî em hevûdu dibînin.
Kêf kêfa xanima min e, kînga dilê wê bixwaze, berê telefonên dikir, lê nuha li mala xweha wê kompîtor heye, loma jî êdî telefon nake, di înternetê da bi hev ra dipeyivin.
Yek li Stockholmê ya din jî li gundê Malwêrîn hevûdu dibînin û bi hev ra dipeyivn.
Û him jî bi saetan...
Ji viya çêtir xêra Xwedê ye...
Ji ber ku ez merivekî gundî me, ji teknîkê qet fêm nakim, loma jî ev îcadên wiha mezin heyecanê didin min.
Berê yekî ji yekî ra digot, lawo, min ji her tiştî fêm kir, lê min fêm nekir bê vê dendika zeytûnê çawa jê derdixin, bêyî ku zeytûn biqelişe?
Yê din jî digot:
-Kuro ew dîsa piçekekî berbî aqila tê, lê ez fêm nakim bê çawa nokê dixin nava wî şekirî, bêyî ku şekir qul bikin kurrooo...
Yanî dema ez li hember telefonê, telewîzyonê û Mesengerê matmayî bibînim pir ecêb nebînin, bi min nekenin, xelk berê li hember zeytûnên bêdendik û şekirê nokan matmayî dima...

16 januari 2011

Silaveke ji dil li berpirsiyarên kovara PÊNGAV-ê

Merheba gelî bepirsiyarên kovara Pêngavê, xortên kurd yên kurdperwer, bîrbir û xwedî şiûrekî netewî!
Min nuha di malpera ANF-ê da li ser kovara we Pêngavê xeberek pir xweş xwend, ez fêr bûm ku hûn çend xwendavanên li zanîngeha Stenbolê kovareke edebî û ilmî ya bi navê PÊNGAV derdixin.
Kovara we hemû bi kurdî ye.
Zimanê kovarê pir girîng e, loma jî ez pir kêfxweş bûm.
Ez we ji dil û can pîroz dikim.
Ji bo ku we çend xwendevanên zannîngehê bîra xebeteke wiha girîng û pêwîst biriye ez gelkî dilşa bûm, min gelkî dixwest ku anuha Pêngav di destê min da bûya, min ew bi meraq û bi evîneke mezin bixwenda û çend gotin li ser binivîsanda.
Lê mixabin ev yek ne mimkûn e; çimkî ez li Stockholmê û Pêngav jî li Stenbolê di çenteyên çend xortên kurd daye...
Ne destê we digihîje min û ne jî yê min digihîje we...
Lê dibê hûn bizanibin ku dilê min bi we ra ye...
Ji ber ku we çend xwendevanên kurd bîra karekî wiha biriye û we wêrîbûye bi zimanê ku neyar înkar dike, nahêle em pê bipeyivn, pê zarokên xwe perwerde bikin, kovareke xurrî bi kurdî derxistiye, ez we çuqasî sipasdarê we bim û we pîroz bikim jî hindik e.
Li gor ANF dinivîse, li gel ku li Stenbolê bi hezaran xwendevanên kurd hene kesên pênGAVê derdixin tenê 3-4 kes in û hûn bi xerciyê bîrîka xwe yê telebetiyê vê kovarê derdixin.
Û him jî ev ne hejmara yekê ye, we hejmara sêyem jî derxistiye...
Ez çi bibêjim, bira hemû dewlemendên kurd yên li Stenbolê ji xwe fedî bikin, bira perê wan û dewlemendiya wan têkeve binê erdê…
Fîlozof Bacon (1561-1626)gotiye ”pere xizmetkarekî baş, efendieyekî xerab e.”
Mixabin dewlemendên kurd ji dêlî ku pera ji xwe ra bikin ”xizmetkarekî baş”, tim kirine ”efendiyekî xerab”, ew bûne xizmetkarê peran.
Perê wan, dewlemendiya wan, tu feyde negîhandiye gelê wan ê bindest, perê wan bûye bela serê wan…
Gelî xortan, wek min li jor jî got, gava we avêtiye, gaveke pir hêja û girîng e, lê dibê hûn zû newestin, xebata xwe bidomînin, der û dora xwe fireh bikin, nivîskarên nuh bibînin, cesaretê bidin wan…
Bêguman gava pêşî gelkî girîng e, we tirsa pêşî ji ser xwe avêtiye…
Nuha dora pêşdabirin û xurtkirina pênGAVê ye, ji bo her jimarê dibê hin hedefên xwe hebin, çavên xwe tim li xwendevan û nivîskarên nuh bigerînin.
Piştî her hejmarê miheqeq dibê xwendevan û nivîskarên we zêde bibin, dibê hûn vê yekê ji xwe ra bikin armanc.
Ji Stockholmê, ji nava berfê ez silaveke germ û ji dil ji we ra dişînim û ji we ra serkeftinê dixwazim…

15 januari 2011

Îro bûm kebaniya malê

Gelî xwendevanan weleh ez îro bi emrê xanimê bûm kebanî û min pel pêça…
Ez henek menekan nakim, rastiyê dibêjim…
Di xwarin çêkirinê da ez ne xerab im.
Hûn ji diya min bipirsin, ewê min bi asîmanan xe, ewê bibêje kes nikane wek lawê min xwarinê xweş çêke.
Lê hûn ji xanima min bipirsin, ewê bibêje, carnan ji min ra pîvazan hûr dike, alîkariya min dike…
Yanî wek her tiştî, hostetiya min jî nîsbî ye…
Neyse, vê sibê, ji ber ku do ez pir dereng hatim mal, ez dereng ji xew ra bûm, min xurînî hazir kir û dû ra jî ban xanimê kir, min got kerem bike, xurînî hazir e.
Rojên tahtîlan ez xurîniyê hazir dikim, kêfa min jê rat ê…
Got karê min heye, nehat.
Min dît serî li xwe digerîne, nanayê…
Min tenê xurîniya xwe kir.
Virda, wê da saet bû yek. Min bîstekê bala xwe da kanalên kurdî û çend hebên tirkî û dû ra çûm ber kompîtora xwe…
Xanimê jî li hember min pel dipêça, kodikên(bacanên hişkkirî) me îsal bi xwe ra ji Kurdistanê anîbûn dadigirt…
Saet ji duduyan dibuhurî.
Min him li muzîka kurdî guhdarî dikir û him jî ji pacê li berfa hewşê temaşe dikir…
Kilama ku kêfa min jê ra dihat, min tavilê di facebookê da belav dikir û bi vî rengî dost û hevalan jî xêra min ji xwe ra li muzîka kurdî guhdarî dikirin.
Kêf kêfa min bû, ez difirirîm gelo îro ezê qala çi bikim, li ser çi binivîsînim?
Hîn ez wisa difikirîm, min hewdît xanimê got_
-Ji kerema xwe ra rabe here destên xwe bişo û were alîkariya min bike! Azad jî wa ye tê…
Min fêm kir mesele cidî ye, ku ez alîkariyê nekim ewê serê min gelkî biêşe, ez zû bi zû ji gazinên wê xelas nabim…
Ewê şevbêrka me bi çîroka karê wê derbas be, weke xeberdanên qanalên tirkan, ewê seranserê bibe û bîne û tim qala westana xwe bike, bibêje ev beroşa pel û lehaneyan min bi tena serê xwe pêça, pişt ketiye ber min, ez nikanim li ser xwe rûnim û nizanim çi û çi…
Loma jî tavilê min dev ji xwendinê û ji plana nivîsê berda û min çû destê xwe şuşt û dest bi pêçana pelan kir.
Bawer bikin heta xanimê pelek dipêça, min sê heb wek rextan dida kêlek hev.
Lî dîsa jî keda min keda "bersîs" e, gava hûn jê bipirsin, ewê bibêje çend pelên min heram kir û rabû çû...
Kodikên bacanên ku me ji Kurdistanê bi xwe ra anîbûn hemû min dagirtin. Ez ji bacanên dagirtî lê bi taybetî jî yên hişkkirî pir hez dikim…
Kêfa min zêde ji pelan ra nayê, lê ji silqên dagirtî hez dikim…
Piştî şîvê me îcar dest bi xwarina peqlawê kir.
Tiştekî pir ecêb e, hemû zarokên min jî weke min ji peqlawê pir hez dikin. Azad ji bo kirîn û xwarina peqlawê hatibû.
Heta çend sal berê li Swêd şîraniyên me(peqlawe, qedaîf û tiştên wiha)tunebûn, em hesretiya dîlimek peqlawe bûn.
Loma jî kîjan heval bişûya welêt ya jî ji wir hinek bahata, min tim temiya peqlawê lê dikir.
Fûadê birayê min zanîbû, dermanê min çi ye, kî bihata pê ra miheqeq çend kîlo şîranî dişand.
Lê min li bal ji mehê carê du caran ya peqlawe ya jî qedaîf çêdikir.
Remzî Înanç ji Anqerê ji min ra kitêbeke xwarinê ya ”Emîn Usta” şandibû, bi xêra wê kitêbê ez fêrî çêkirina peqlawê, qedaîf û gelek xwarinan bûm.
Ez hîn û hîn jî carnan li wê kitêbê dinêrim…
Lê nuha êdî li mal ez ne peqlawê çêdikim û ne jî temiyê li kesî dikim. Çimkî li vir peqlawecî pir bûne. Meriv temî dike tîne malê.
Ez bawer dikim ji Kurdistanê jî erzantir e.
Min pêr û îro kirî, kîlo bi 90 kr, yanî bi 10 ewro yî.
Ez serê we neêşînim, cimata men uh ferikî û min jî bîstek berê data xwe vekir û çavek li xeberan gerand.
Min dît ku ez konsantreyî tiştekî nabim. Min got ya baş ew e ku ez raporta xwe ya îro bi vî hawî bidim û xelas…
Îcar bi dilê we ye, ne bi dilê we ye, weleh hûn dizanin, tiştê îro ji min hat ev e.
Do min nivîsa xwe nenivîsî çimkî wek hûn dizanin rojên îniyê roja îzna min e, wê rêjê piştî kar ez naçim mal, diçim qahwê bîna xwe fireh dikim….

13 januari 2011

Mêrê xerab tiştê xerab dibêje

Serokê CHP-ê Kemal Kilicdaroglu, do êvarî di NTV-ê da beşdarî programa Banu Guvenê(Arti) bûye û bersîvên gelek pirsan daye.
Helbet Banu xanimê mesele kurd jî ji Kiliçdaroglu pirsîye. Kiliçdaroglu weke her tim, dîsa gotiye ku ewê siyaseteke etnîkî” neke û ew ”germ” li perwerdeya zimanê kurdî nanêre, ew li dijî perwerdeya zimanê dê ye.
Li ser mesela kurd Kiliçdaroglu gotiye:
”Navekî meselê(ji bo ku naxwaze gotina kurd bigre devê xwe, loma dibêje, gelş, mesele)heye, hûn dikanin wê bi her hawî bi nav bikin. Em nabêjin mesele tuneye. Gelşên elewiyan û yên esilkurdan hene . Dema merv xîtabî hemwelatiyan dike, ne rast e ku meriv xîtabî nasnameya wan ya etnîkî bike.”
Qala nasnameyê kirin nayê hesabê wî, ji ber ku naxwaze ji kurdan ra bibêje kurd.
Li gor Kiliçdaroglu, ne rast e ku meriv ”xîtabî nasnameya hemwelatiyan bike.”
Çima wiha dibêje?
Ji bo ku gotina kurd negere devê xwe…
Meriv ji tirkan ra dibêje tirk û ji kurdan ra dibêje kurd, ma ji viya normaltir çi heye?
Lê Kiliçdaroglu jî weke Erdogan, ji bo ku gotina kurdî normalîze nebe, guhê civatê fêrî ”kurd û kurdî” nebe, dibêje ne rast e ku meriv bi nasnameyê xîtabî însanan bike.
Ev jî îcadeke siyasetmedarên tirkan e, li gor wan divê ji kurdan ra kurd neyê gotin, ev tiştekî xerab e.
Kiliçdaroglu merivekî pir reben û bêşexsiyet e, esas ne hêjaye ku meriv li ser binivîse, lê ji ber ku wek kûkla kirine serokê CHP-ê loma jî meriv mecbûr e qalê bike…
Bala xwe bidinê gotiye ”navê gelşê heye”, ji bo ku nebêje mesela kurd, gotiye ”yên esîlkurd”, ji bo ku nebêje kurd.
Yanî merivekî hewqasî pîs e…
Di hemû axaftina xwe da yek carêjî negotiye, ”kurd, mesela kurd” ya jî kurd wiha dikin, wiha dibêjin….
Ji dêlî kurd, gotina ”kurt kokenli”, yanî kesên bi koka xwe kurd bikar aniye...
Ji bo çi ew gotina kurd bikar nayne, Kilicdaroglu bersîveke tam li gor şexsiyeta xwe daye, gotiye: ”Heger birayên min ên diyarbekrî bibêjin ”ji me ra bibêje kurd" ezê bibêjim, ma ewê çi bibe ku? Kurd gotin ne şerm e ku!"Yanî ev jî îzah e, ev jî bersîv e?
Ji roja ew bûye serokê partiyê û virda ye kurdan, çapemeniya kurd û tirk, siyasetmedarên kurd bi sedan car ji vê şêla wî gazin kirine, gotine çi ma tu nabêjî kurd, lê ew hîn jî dibêje heger diyarbekrî bixwazin.
Wisa xuayaye ku ji bo vê yekê dibê ”birayên wî yên diyarbekrî” erzûhalekê bidin Kiliçdaroglu.
Lê min fêm nekir çima ”diyarbekrî”?
Ma qey kurd tenê li Diayrbekrê hene?
Di mesela perwerdeya bi kurdî jî Kiliçdaroglu weke Erdogan gotiye ew li dij e û ”germ” li perewerdeya bi zimanê dê nanêre…
Kiliçdaroglu wiha gotiye:
Ez germ li perwedeya zimên nanêrim. Îtirazeke min ji fêrbûna zimanê zikmakî ra tuneye, her kes dikane fêr bibe. Lê perwerdeya bi zimanê dê tiştekî cuda ye, berê dibê em vana baş tarîf bikin”Efendî ne li dij e ku ”însan fêrî zimanê zikmankî” bibin…
Lê li dijî perwerdeya zimên e…
Ê Bahçelî û Erdogan jî eynî tiştî dibêjin…
Baş e, însan ewê li ku fêrî zimanê diya xwe bibin?
Madem wiha ye bira tirk jî neçin dibistanan, bira ew jî li mala xwe fêr bibin…
Çima zarokên tirkan ewê di dibistanan da werin perwerdekirin û çima ev yek ewê li zarokên kurdan qedexe be?
Diyar e li gor Kiliçdaroglu, zarokên tirkan layiqî perwerdeya bi zimanê xwe ne lê zarokên kurdan ne layiq in..

PARVE BIKE