05 december 2010

Welato, tu gul î ez bilbilê te me...

Ev du roj in hinekî nerehet im, bi bapêşê ketime, wer di hundur da me, ji aciziyê virda wêda canê xwe digerînim.
Nuha derketim hewşê û ji derd û kulan ra min cixareyek ji dil kişand.
Li Stockholmê berf çongekê li erdê ye, herder sipîboz dike, xwezayê weke bûkeke narîn kerasekî bûkaniyê yê sipî li xwe kiriye.
Hawirdora min li gor mehek berê guheriye, bûye tiştekî din, bûye weke dinyaya xewnekê…
Vê dîmena pir taybet hin rojên ziviztanên zaroktiya min anî bîra min, gava sibehan em ji xew radibûn ku herder di bin berfê da maye, em pir şa dibûn û direviyan der û me xwe li ser befê borr dikir…
Cixare di nava tiliyên min da, ez tik û tenê li hewşê rawestyam.
Min bala xwe da der û dora xwe, sincên dora hewşê, darên li dora xwe û malên cîranan.
Guliyên daran di bin giraniya berfê da xwar bûbûn…
Ronahiyên lampeyên Noelê çarhawêl xemilandine û rengorengo kirine, berfa sipî û lampeyên rengorengo tabloyek pir xweş anîne meydanê.
Hawirdor di bin bêdengiyeke mizin da kerr û lal e....
Tenê carnan dengê firîn û pirtepirta çûkan tê meriv, ji ser wê darê difirin diçin li ser dareke din datînin.
Ji vê sibehê daye ez, xanim û Serhat em xwe di ber hev diguherin, wer xwarinê didin çûkan.
Me ji bîr kir êm nekirî, em nan hûr dikin û li hewşê direşînin û çûk jî tên qûtê xwe dixun.
Ez dixwazim tenê beytik werin, ji ber ku yên herî biçûk û reben ew in, lê etetok rehetiyê nade wan.
Piştî kişandina cixarê û hinek jî temaşeya dedorê min dît ku sar e, ez çûm hundur û kompîora xwe vekir.
Strana ”Tu gul î ez bilbilê te me” ku ez gelkî jê hez dikim hate bîra min, di înternetê da ez lê geriyam, min klîpa Mesûd dît û çend caran li ser hev lê guhdarî kir û têra xwe mest bûm û dûra jî ev çend rêzên jorîn li hev ragirt.
Xwedê heye, Mesûd jî pir xweş dibêje.
Gotin ez nizanim ya kê ye. Lê kê nivîsî be jî şairekî mezin e, hosteyê gotinê ye.
Ji bo van gotinên xweş ez ji şairê vê stranê ra gelekî sipas dikim ku ev stran li muzîka kurdî zêde kiriye.
Teksta stranê li jêr e.

Lê wusa tu li min çi dikî
Derda li min zêde dikî
Birîna dilê min vedikî
Emrê mayî talan dikî

Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn î ez Memê te me
Heta sax bim li dunya yê
Tu ya min î ez yê te me

Min go ez aşiqê te me
Hayrana wan çavên te me
Yar ez ji ber evîn a te
Dilê min bi kul û xem e

Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn î ez Memê te me
Heta sax bim li dunya yê
Tu ya min î ez yê te me

Pir dixwazim tu ya min bî
Şahiya vî dilê min bî
Her û her bi min re bijî
Hevala jiyan a min bî

Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn î ez Memê te me
Heta sax bim li dunya yê
Tu ya min î ez yê te me

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE