04 december 2010

Sipas ji bo vîdeoya "Çeko, Birûsk û Şivan, bijî kurd û Kurdistan"

Dinya alem dibêje bira çavê tunebûnê kor be, ez dibêjim bira çavê ”wextê” kor be, wext tuneye, wext hebûya minê pêr bi şev li ser vîdeoya Tîrêjên Rojê ku di facebookê da belav kirin nivîsek binivîsanda.
Lê di eynî wextê da beyana Bengî Yildiz jî bala min kişand, min bala xwe dayê ez pê ra nagihînim li ser herdu mijaran binivîsim.
Loma jî min li ser beyana Bengî Yildiz, yanî bilêvkirina navê Kurdistanê nivîsî û mijara din jî hîşt şeveke din.
Lê şeveke din jî, yanî pêr êvarî jî ez çûm şahiya Noelê û do bi şev jî roja îzna min a derketina der bû.
Çimkî jin heftê rojekê îzna min heye.
Wek esker û girtiyên hefsan, ya min jî ji heftê carê destûra min ya derketina derve heye, ew jî rojên îniyê ye.
Heger rojeke din jî derketina min hewce be, dibê ez ji bo destûrê miracaet bikim û îzneke taybetî bixwazim.
Helbet di daxwaznameya xw da dibê ez hertim sebebê derketina xwe ya der bibêjim, dema nebêjim dikane îzin dernekeve…
Loma jî do êvarî ji bo şevbêrkê ez çûm qahwê, dereneg hatim mal.…
Xwedê neke rojekê tiştek were serê Cemal Saygilî û qahwê bigre, weleh hema di serî da ez, gelek kurd ewê perîşan bibin.
Çimkî ancax li vê qahwê heftê carê em çend nas, dost û heval hevûdu dibînin û bîna me piçekî fireh dibe…
Heger qahwe were girtin çû ji me da, wê demê tu dereke ku em pê da herin namîne, dimîne kar û mal.
Wê demê xanim heft rojên hefteyê îznê bide min jî bêfeydeye, çimkî dereke ez herimê namîne…
Înşalah ezê tu carî wê rojê nebînim….
Belê jiyana me kurdên li Swêdê dijîn hewqasî monoton e.
Loma jî nivîsa li ser vîdeoyê ma heta îro, min wext nedît ku binivîsim.
Ez çi bikim, bira çavê wextê kor be, ”Xwedê” pere daye hinekên ku nizanin bixwin, wext daye hinekên ku nizanin bikar bînin.
Dema ez dibêjim ”çavê wextê kor be” û ji tunebûnê gazinan nakim dibê kes çewt fêm neke, ev nayê wê maneyê ku ez li dijî ”hebûnê” û ”hinek pere” me, ku rojekê piyango ya jî lotoya min lêxe ezê milyonên xwe negrim.
Na, qesta min ne ev e, ne pere û ne jî wext, tu carî serê meriv naşikînin, lê axirê nuha ez pêşnegiyê didim wextê.
Hela bira carê wext çê bibe, qey pere jî ewê rojekê riya xwe bi min xwe….
Belê, nuha ez werim ser videoya ku ez dixwazim qala wê bikim.
Pêr danê êvarî di facebookê da min li vîdeoyeke(slayteke)hevalên me yên berê temaşe kir.
Vîdeo ji alî Tîrêjên Rojê va hatiye amadekirin.
Vîdeo, beşekî ji dîroka min, ya DDKD-ê û ya tevgere kurd ya netewî nîşan dide.
Video, bi muzîkeke pir xweş(keman û pîano) hatiye hazirkirin.
Dîmenên ku meriv dibîne û muzîka ku weke fon hatiye bikaranîn meriv mest dike, meriv noqî nava deryaya xem û xeyalan û rojên borî dike.
Gava min guhuk xist guhê xwe û bala xwe da wan sûret, kovar, rojname û dîmenên ku di vîdeoyê dihatin nîşandan, ez çûm rojên berê.
Hevalên ku rismên wan yeko yeko ji ber çavên min derbas dibûn hinekên wan şehîd ketibûn, hinekên wan çûbûn rahmetê.
Min bi piraniya wan ra dostî û hevaltî kiribû, em bi salan bi hev ra xebitîbûn, demakê em endamên eynî partiyê û eynî komeleyê bûn, me bi hevûdura gelek rojên xweş û nexweş derbas kiribûn.
Ew kovar û rojnameyên di vîdeoyê da dihatin nîşandan di piraniya wan da min bepirsiyarî û nivîskarî kiribû, ji bo ew di wexta xwe da, xweşik û bê kêmasî derkevin min pir hewil dabû, ez gelek şevan hetanî destê sibahan xebtibûm û bêxew mabûm.
Ew şev û mitîngên dihatin nîşandan yên min bûn jî, ez jî li wir bûm, min jî di wan şev û mitîngan da cî girtibû û berpirsiyarî kiribû.
Lê îro hemû bûbûn dîrok, wek şirîdê sînemayê ji ber çavê min derbas dibûn û min jî wek temaşevanekî lê temaşe dikir.
Gelek sipas ji bo wan hevalên ku ev vîdeo amade kirine.
Pir xweş bû, hafizeya min tevrakir, dîrok min bi min da temaşekirin, anî bîra min….
Min bi xwe pir jê hez kir.
Temaşe bikin ewê kêfa we jî jê ra were....
Navê vîdeoyê: Çeko, Brûsk û Şivan, bijî Kurd û Kurdistan. Tevgera Demokratên Şoreşgerhttp://www.facebook.com/profile.php?id=1022529783

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE