11 december 2010

Kongreyek û axaftineke Dîrokî

Heta sala 1991-ê serok û kadirên PDK-ê û hemû rêxiztinên kurdan yên din li serê çiyan bûn, di şikeftan da dijiyan.
Kesî bawer nedikir ku kurd ewê li welatê xwe bibin xwedî desthilat û PDK ewê rojekê li paytexta Kurdistanê, li Hewlêrê kongreyeke hewqaqs bi îhtîşam pêk bîne.
Çerxa dîrokê heta sedsala 20-an tim di eleyhê kurdan da geriya, lê di sedsal 21-ê da cara pêşî şansek da kurdan û beşekî ji Kurdistanê.
Serokên kurdan îcar ev şans û ev fersend baş bikaranîn û ji sala 1992-an û vir da ye li welatê xwe xwedî desthilat in.
Her çiqas kurdan li başûr heta sala 1997-an gelek xeletiyên mezin kirin û bûn sebebê gelek trajediyên mezin jî, lê ji sala 1998-an û vir da ye siyaseteke biaqil û netewî dimeşînin.
Îro li paytexta herêma Kurdistanê bi beşdariya 350 mîvan û nêzî 1400 delegeyî, pêkhatina Kongreya 13-mîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) netîceya vê siyaseta biaqil û netewî ye.
Heger kurdan dev ji şerê hev bernedana û weke her tim dîsa her yekî xwe pisparta dewleteke dijmin, bê guman îro mimkûn nedibû ku PDK li Hewlêrê kongreyeke hewqas bi îhtîşam pêk bîne.
Kongreya PDK-ê îro li Hewlêrê bi şîara ”Nuhbûn, dadwerî û bihvrejiyan” ê destpêkir.
Piştî vekirina kongrê, Serokê PDK-ê û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axaftineke dîrokî kir, li ser çend xalên esasî dîtina PDK-ê û ya kurdan ji bo hemû dost û dijminan baş diyar kir.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di axaftina xwe da got, “Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo çespandina mafê çarenûsa gelê kurd dixebite, kurd yek milet e û kurdî jî yek ziman e.”Di derbarê yekmiletbûna kurdan da Barzanî axaftina xwe wiha domand:
”Miletê kurd yek perçe ye, kes nikane wan ji hev cuda bike û yek heyîna wan heye."Derbarê ziman da jî Barzanî got:
”Belê rast e, devok hene, lê kurdî yek ziman e.”Li hember nûnerên Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û zêdeyî 350 mîvanî, ev gotinên serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyarkirina vê şêla PDK-ê tiştekî dîrokî ye.
Em kurd bi kurmanc, soran, goran, zaza û hewram yek milet in, di nabêna zimanê me da hin ferqî hebin jî kurdî yek ziman e.
Bi qasî vê, tiştekî din yê girîng jî gotinên Mesûd Barzanî yên li ser ”şerê birakuyê” ye.
Di vî warî da jî Mesûd Barzanî got:
”Birakujî êdî bi hîç aweyekî di navbera kurdan da dubare nabe.”Ev jî pir û pir girîng e, ji ber ku dijmin tim hêvî dike ku kurd dîsa bi hev kevin û hev û du bikujin.
Barzanî ev hêviya dijmin jî şikand, got êdî em şaşiyeke wiha nakin.
Wek min li jorê jî got, heta nuha kurdan ji şerê di nabêna xwe da gelek zirar dîtine. Ev şerê ”birakujiyê” bûye sebebekî girîng yê bindestiya wan.
Mesûd Barzanî di axaftina xwe da ev deftera ”reş” jî ebediyen girt.
Di derbarê Kerkûkê û navçeyên din da jî serokê herêma Kurdisranê Mesûd Barzanî got:
“Bi hîç aweyekî em dest ji Kerkûkê û navçeyên din yên bi gelş bernadin, lê ev nayê wê wateyê ku em dixwazin hukmekî tekane li wan navçeyan bikin.”Heger kurd li hemû perçeyên Kurdistanê, lê bi taybetî jî kurdên başûr(ji ber ku ew xwedî dewlet in)bi hev nekevin û wisa biaqil hereket bikin, di demeke nêz da li Rojhilata Navîn ewê Kurdistaneke serbixwe ya weke topeke nûr û guleke sor çê bibe…
Baweriya min sedîsed bi vê xewna min heye û ji bo ku ez vê xewna xwe bi rast bigerînim çi ji destê min tê ez dikim….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE