18 december 2010

Kemal Kiliçdaroglu tenezul nekir gotina kurd jî bigre devê xwe

Kongreya CHP-ê bi helahopeke mezin îro li Anqerê civiya û kurdên ku hin hêvî ji vê kongreyê dikirin pûş kutan, xeyalşikestî bûn.
Gelek kes li hêviyê bûn ku Kemal Kilaçdaroglu yê kurd, elewî û dêrsimî, derbarê Yekîtiya Ewrûpayê û mesela kurd da ewê îcar biwêribe hin tiştên nuh û girîng bibêje.
Lê wisa nebû, Kiliçdaroglu weke her tim, dîsa yek carê jî navê kurd negirt devê xwe û tu giranî jî neda mesela kurd, bi çend gotinên îmawarî û vala di ser ra derbas bû.
Serokê CHP-ê Kemal Kilicdaroglu, mesela kurd û Yekîtiya Ewrûpayê qet zêde tevranekir, bi piranî li ser bêkariyê, xêzaniyê, azadî û siyaseta AKP-ê rawestiya û fortên vala da xwe, got ewê Erdogan ji wir daxe.
Kiliçdaroglu, xulamê kemalîzmê û pepûkê bêşexsiyet wisa bawer dike ku gotina ”kurd” dûpişk e, heger rebeno bibêje ”kurd”, ewê dûpişkê bi zimanê wî vede û ewê bimre, loma jî sondxwarî ye tu carî nabêje kurd.
Di vê axaftina xwe da Kiliçdaroglu careke din jî nîşan da ku ew merivekî pir bêşexsiyet e û ji Devlet Bahçeliyê faşîst jî nîjadperesttir e.
Çimkî Bahçelî, êdî di her axaftina xwe da, li dij be jî lê axirê bi rehetî qala hebûna kurdan û ya zimanê wan dike.
Lê Kiliçdaroglu gotina ”kurd” qet nagre devê xwe, diyar e rebeno ji bikaranîna gotina kurd nefret dike, loma jî nabêje kurd.
De îcar merivekî ku eslê xwe înkar bike, ma ewê çi jê derkeve, hesa bli ba we ye…
Lê belê Kiliçdarogluyê nîjadperestê tirk û pepûkê tirkan, ne tenê gotina ”kurd” negirt devê xwe, mêrik ”Peymana Lozanê” jî wek riya çareseriyê nîşanî kurdan da û got:
”Emê bi riya xwedîlêderketina prensîbên Cumhûrîyetê vê meselê çareser bikin. Seneda me ya çereserkirinê Peymana Lozanê ye. Emê li seneda Lozanê xwedî derkevin, bi parastina vê senedê emê meselê çareser bikin. Di çarçeweya huqûqa hemwelatîbûnê da, ya mafê însanî, azadî, aştî û nan da emê çareser bikin.”Yanî dibêje emê li hember kurdan siyaseta înkar û îmhayê bidomînin.
Çimkî Peymana Lozanê, wek tê zanîn, di 24-ê temûza 1923-an da li Lozanê di navbêna dewletên îtîlaf(Îngîltere, Fransa, Îtalya) û dewletên îtîfak, (Elmanya, Awusturya û Macaristan)ê da hate îmzekirin û bi vê peymanê kurd ketin vî halî.
Peymana Lozanê, peymana perçekirina Kurdistanê û bindestkirina miletê kurd e, Kiliçdaroglu loma jî wê weke referens nîşanî kurdan dide.
Bi Peymanan Lozanê ya bi hêzên emperyalîst ra hêzên kemalîst, Peymana Sewrê îptal kirin û Kurdistan di nava Tirkiyê, Sûrîyê û Îraqê da bi emperyalîstan ra li hev par kirin.
Piştî îmzekirina Peymana Lozanê, li her beşê Kurdistanê miletê kurd bû kole û hemû dewlemendiyên Kurdistanê ketin ber talana tirk, ereb û faris, îngilîz û fransizan.
Loma jî Kiliçdaroglu, ji dêlî Peymana Sewrê, qala Peymana Lozanê dike, dibêje li gor vê peymanê ewê nêzî mesela kurd bibin.
Û maneya vê jî berdewamiya bindestiyê ye.
Peymana Sewrê ne wiha bû, di Sewrê da kurdan gelek maf bidest xistibûn.
Peymana Sevrê piştî şer, di 10-ê tebaxa 1920-î da di nabêna hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekem da li Parîsê hat mohrkirin.
Li gel Dewleta Osmanî, Ermenî û Kurdan jî ji bo pêşkêşkirina daxwazên xwe îmkan dîtin ku nûnerên xwe bişînin vê civînê.
Ermeniyan Bagos Nubar Paşa, hin komele û cemiyetên kurdan jî Şerîf Paşa şandin. Ji aliyê Osmaniyan jî çar kes beşdarî civînê bûn û peyman mohr kirin.
Di xalên 62,63 û 64-an ya Peymana Sevrê da ji bo gelê kurd mafê xutmuxtariyetê tê dayin û dewleta Osmanî û hêzên îtîlaf jî vê yekê qebûl dikin.
Li gor van xalên peymanê, di nav sînorên Dewleta Osmanî da ewê dewleteka kurd a xudmuxtar bihata avakirin.
Piştî salekê ewê dengdaneka giştî(referandûm) li Kurrdistanê bihata çêkirin, hela kurd dewleteke serbixwe dixwazin an na.. Kurdên bajarê Mûsilê jî, ewê têketana nava sînorên vê dewleta kurd ya serbixwe.
Lê kemalîstan bi hîle û xurdan rê li ber bicîanîna van madeyên Peymana Sewrê girtin û dûra jî bi îmzekirina Peymana Lozanê, Peymana Sewrê ji bin da îptal kirin.
Û loma jî Kemal Kilçdaroglu yê heramzade û şîrheram dibêje ”seneda me Peymanê Lozanê” ye, yanî berdewamiya bindestiya kurdan e.

5 kommentarer:

  1. Birêz Zinarê Xamo,

    di zanistîya sîyasî de, dersê yekemîn ewê : "Gerek mirov ne li gori gotinan lê li gori çêkirinan bidarizîne ."

    bo nimûne, di nava dewletekê de dezgehên hukukî li gorî zagonan dimeşin, yane bi kurtî gotinên siyasetmedaran jiyan neguharîne, an jî zedê ter nakin.
    U ji xwe va tiştekê nû nîne. Marcus Tullius Cicero nezîke 2060 salan berî me fêr kir ku siyaset bi xwe huner ê. Yane hunera axaftina ye.
    Ji ber ve yekê, mixabin ev huner dikare jî carna bibe alete xapandina.
    Niha jî ez dixwazim bi awayêki zelaltir nêrinên xwe derbarê nivîsa we bînim ziman.
    Ez jî difikirim ku îro, salê 2010 de, nekaranîna peyvikekê kurd ji alîye serekê CHP îşaretekê baş nîne.
    Lê belê, pewîst e ku em tenê li ser vê nesekînin. Mesela Recep Tayyip Erdogan ji sibe heta evarê behsa kurd dike, biratîya gelê kurd û tirk dike, behsa Apê bi rahmet Musa dike, lê di encam de tu pengavên girîng ji bo demokrasiyê û mafê gelê kurd nayên avêtin. Serekwezir çu Amêde, û got emê zindanekê nû avabikin....
    Kemal Kiliçdaroglu çi peşniyar dike?
    Zindana diyarbekir bibe mûze.
    Astenga bo ketina meclisa bibe 5%
    dadgehên taybet bêne rakirin.
    Parastina mafê mirovan
    ... her wekê din pengavên baş ji bo demokrasîye li seranserî tirkiye û kurdistana bakûr.

    lê bele niha va hemûyan tene gotin e...
    gotina min dawî : hin kes dibejin AKP dixwaze zede bikî, lê Sistem li ser wî asteng dike.

    Gerek em bizanin jî ku roja ku CHP bixwaze guhertinên çêbikî tu hez nikarî wî asteng bikî, çunke ji xwe ew partiye system e. Ji ber ve yekê, bandor kirina CHP, ikna kirina CHP bo mafê gelê Kurd xebatekî ku gerek sisyasetmedarên kurd ji bîr nekin.

    Silav û rêz.

    SvaraRadera
  2. Rojbaş!

    Nivîsa te a liser 'Kemal Kiliçdaroglu' pirr xweş bû! Sihet xweş!
    Lê her kes zanê ko, CHP sond xwarîye dujminahîya Kurdan bike û ev yek(yanî, dujminîya CHP a pêjber Kurdan) polîtîka CHP'ê a sereke ye. Navê 'Kurd û Kûrdistan' li wan heram e. Em bi vê yekê serfirazin,yanî,başe ko ev yek ji bo me, ne tiştekî dizîye! CHP sozdarê hindek dewletên Ewropîya ne û ew nobetdarên bindestkirin û înkara Kurd û Kurdistanê ne. Înkar û jihevcihêkirina Kurdan, esasê heyîna wan e!
    Cenabê te ferqa nava Peymana Sewir û ya Lozanê pirr kin xweş danî ye.

    Silav û rêz
    Îbrahîm Malgir

    SvaraRadera
  3. Gelek sipas ji bo şiroveyên we her du hevalan.
    Ji bo şiroveya birayê Îbrahîm tiştekî zêde bibêjim tuneye, ji ber ku nivîsa min ecibandiye sipas.
    Ez werim ser şiroveya din, ya "bênav."
    Rexnekirina CHP-ê, nayê maneya parastina AKP-ê.
    Dîtinên min yên li ser Erdogan û AKP-ê diyar in.
    Li AKP-ê û Erdogan ez rexneyên hîn girantir dikim.
    Ya din dibê meriv ji "kîsê xwe" hin hêviyên bêbingeh ji xelkê neke, dibê analîzên meriv li ser şertên maddî bin.
    Kiliçdaroglu û CHP ne di warê demokrasiyê da û ne jî di warê çareserkiriva mesela kurd da tiştekî ji AKP-ê pêşdetir nabêjin.
    Kesê ku kurd be û eslê xwe înkar bike û ji kurdan ra jî nebêje kurd, ez bawer nakim ku tiştek jê sadir bibe.

    SvaraRadera
  4. Birêz Zinarê Xamo,

    Gelek sipas dikim bo bersiva we.
    Lê ez bawer im min xwe baş îspat nekir. Peşi ez dixwazim bejim ku ez ne alîgire CHPê me, û ne aligirê tu partiyekê tirk nînim. Dûyem, min qet nexwest bejim ku ditînên we ser AKP nerm in. Lê ez ji xwe re dipirsim ka kurd çawa dikarin di nav arena a siyaseta tirkiye doza xwe peş bixin. Ew jî pirsekê xwezayî ye, ji ber ku îro ne BDP, ne Hak-par jî nikarin tenê bibin hikumdar li Enqereyê. Ve çaxe kurd dikarin çawa doza xwe peş bixin?

    Dîsa zor sipas dikim. Min blog a we nasnedikir, bi xêra malpera netkurd min blog a we naskir.

    Ji bo vî karî a we gelek sipas ji we re. Em gelek tişt fêr dibin.

    Serkeftin ji we re.

    Yilma

    SvaraRadera
  5. Carek din sipas ji bo bersîva te birêz Yilma.
    Me hev û du fêm kir.
    Bimîne di xweşiyê da.

    SvaraRadera

PARVE BIKE