01 december 2010

Dibê kurd navê Kurdistanê sansor nekin

Parlamenterê Batmanê û Cîgirê Serokê Koma Meclîsê yê BDP-ê Bengî Yildiz, di derbarê nerazîbûnên bikaranîna peyva ‘Kurdistanê’ da daxuyaniyek daye û gotiye:
”Ya emê bibêjin Kurdistan ya jî Welat. Ji Sultan Sencer heta Mistefa Kemal, her kesî ji vê derê ra gotiye Kurdistan. Eniya me ji herêmê ra nabêje Başûrê Rojhilat ya jî Rojhilat.”Şêleke pir rast û di cî da ye.
Siyasetmedar, nivîslar, hunermend, ronakbîr û kesên ku di civatê da xwedî giranî ne di vî warî da, ji bo şikandina tabuya li hember navê Kurdistanê dibê pêşengiyê bikin.
Loma jî ev şêla Bengî Yildiz pir girîng e û dibê ne ew tenê, hemû parlamenterên BDP-ê di bikaranîna peyva Kurdistanê da isrardar bin.
Heta ne parlamenterên BDP-ê tenê, dibê ew vê yekê ji parlamenterên CHP-ê û AKP-ê yên kurd jî bixwazin, dibê ji wan ra bibêjin ji bo çi hûn navê Kurdistanê nagrin devê xwe, ma hûn li dijî vî navî ne?
Ya ewê bibêjin em li dij in û ruyê wan yên rastî ewê derkeve ortê, ya jî ewê qebûl bikin û bibêjin rast e û bi xwe jî bikar bînin.
Di herdu haletan da jî kurd li karê ne.
Tirk, ji bikaranîna peyva Kurdistanê xwe gelkî aciz dikin. Bi vê aciziya xwe ya mezin nahêlin kurd li her derê peyva Kurdistanê bikar bînin.
Dibê kurd vê taktîka wan xera bikin û di bikaranîna peyva Kurdistanê da israr bikin.
Dibê em bi vî rengî berê navê Kurdistanê legalîze bikin û bi civatê û çapemeniyê bidin qebûlkirin.
Mesela Kurdên başûr jî dibê bi tu hawî qebûl nekin ku tirk ji Kurdistana Federe ra bibêjin ”Bakurê Îraqê”.Dibê li Tirkiyê anons û reqlamên ku navê Kurdistanê tê da derbas dibe bidin, bi vî rengî dibê ew jî bi me ra bibin alîkar.
Navê Kurdistanê çuqas zêde were bikaranîn ji bo me hewqasî baş e û karê me hêsan dike....
Bengî Yildiz, di civîna çapemeniyê da bersîva pirsên rojnamevanan jî daye û gotiye:
”Deverên ku piraniya akinciyên wir kurd in, hinek jê ra dibêjin ‘cografiya kurdan’, hinek dibêjin ‘Kurdistan’ û hinek jî dibêjin ‘Anadoluya Başûr û Başûrêrojhilat’. Hinek kes jî dibêjin ‘wir’. Herin ji welatiyên AKP-yî an jî CHP-yî yên li otogarên ku wê biçin Batman an jî Amedê pirsa ‘hûn diçin ku’ bipirsin, wê ji we ra ya bibêje ‘diçim Kurdistanê ya jî wê bibêje diçim, Welêt.’
Bersîveke pir xweş e, argument jî di cî da ye û rast e.
Bi rastî jî wisa ye, dema meriv li welatekî xerîb rastî kurdekî were û jê bipirse, ”gelo tu diçî ku”, ewê ya bibêje ”ez diçim welêt” û ya jî ”ez diçim Kurdistanê.”
Bala min dikşîne, di van demên dawî da Bengî Yildiz tiştên li gor menfaetên netewî dibêje.
Bersîvên wiha hest û şiûrê kurdan yê netewî şiyar dike, wan bi nasnameya wan dihesîne, mesaja hûn kurd in, navê welatê we Kurdistan e dide kurdan.
Hewcedariya kurdan bi vî ”qamçiyê” netewî heye, ji bo ku xwe nas bikin, dibê meriv vî qamçiyê netewî” li hember kurdan tim bikar bîne, wan pê bihingêve, koka wan, zimanê wan û navê welatê wan tim bi bîra wan xe….
Çimkî kurdan ev her sê ”nav û nasname” jî ji bîr kirine…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE