30 december 2010

Heft stranên hirçê hene her heft jî li ser hirmiyê ne

Li ser minaqeşeyên duzimniyê di facebokê da min îro ev çend rêzên jêrîn nivîsî:
”Li Tirkiyê di derbarê duzimaniyê da li serê kurdan ferman rabûye, hukûmet, mixalet û leşker kurdan tehdît dikin, dibêjin gerek hûn doza resmîbûna zimanê xwe nekin.
Li gor dewletê, perwerdeya bi kurdî ewê rê li ber Kurdistana serbixwe veke.
Yanî azadiya kurdan bi mirin û mayina zimên ve girêdayîye.
Lê dîsa jî hin kurd ji tirkî qut nabin....
Gelo hûn dizanin însanên me çima wiha dikin?”
Min bala xwe dayê 5-6 kesên hertim nivîsên min şirove dikin, dîsa wan şirove kirine. Li ser vê, min got:

Gelî bira, weleh em ji xwe ra lêdixin û ji xwe ra dilizîn,yanî kes guh nade me, asîmîlasyon jahriyeke pir xedar e, em çi bikin jî em nikanin kesên jahrdadayî bûne tedawî bikin û ji mirinê xelas bikin.
Yanî bi gotineke din wan ji tirkîtiyê xelas bikin, bikin kurd.
Here were her car em eynî 5-6 kes in, yek însan jî li me zêde nabe, yekî xerîb jî nayê nav me û kêfa wî ji gotinên me ra nayê.
Ez bi xwe ne alim im, bi qasî ez dizanim di nava van 5-6 kesên jorîn da birayê Ahmet Aliş alim e. Dibê ew li ser vê mijarê tiştekî binivîse.
Nuha hin kes hene bi kurdî nizanin, ez heta dereceyekê mazereta wan fêm dikim.
Ya din, carnan pêwîst dibe meriv bi tirkî binivîse, meriv bi yekî kurdînezan, bi yekî tirk ra dikeve minaqeşeyê, ya jî bersîvê dide ew tiştekî din e.
Lê dema kurdekî kurdiya wî pir baş, rabe bibêje" Yenî yiliniz kutlu olsun"!, ez tiştekî fêm nakim, ez tu sebebekî maqûl yê vê pîrozbahiya bi tirkî nabînim.
Dewlet gav û saetê dibêje, resmîbûn û azadiya zimanê kurdî ewê azadiay kurdan bi xwe ra bîne, ji bo kurd azad nebin, dibê kurdî jî serbest nebe, nebe zimanekî resmî.
Û viya bi dizî mizî jî nabêje, pir eşkere dibêje…
Ji ber ku dewlet wiha dibêje, zimanê me qebûl nake, em dewletê rexne dikin, lê li alî din jî ji bona asîmîlebûna kurdan em kurd bi xwe hemû daxwazên dewletê bicîh tînin.
Dewlet naxwaze em bi kurdî bipeyivin, bixwînin û binivîsin, em jî tam li gor vê daxwaza dewletê bi kurdî napeyivin, naxweînin û nanivîsînin.
De îcar were vî kerî di vî buhrî ra derbas ke?
Birayê Ahmet Aliş, hela tu xêra xwe îzaheke ilmî ji vê girêkorkê ra bîne....

Piştî vê nivîsa min, çend şiroveyên din jî hatin kirin. Ez çend hebên wan jî li jêr diweşînim.

Rustem Kurdistanî:
Ji niha û şuva, kî Kurdîzan be û dîsa jî înat bikge û yek hevokek tirkî li ser facebookê binivîsîne, cîyê wî dojeh e û lanet li ser wî ye..

xxxxxxxxxxxxxxxxxxx

Umîd Şem:

rasté apé zınar u keké rustem slav u réz jıwere. belé asimlasyon mırıné mırına sıpiye herroj perçek jı laşé mırov qut dıke lé mırov bıxwe na hese herroj tıştek jı çanda xwe jı hunera xwe zımané xwe u diroka xwe wenda dıke u hedi hedi dı hele u xılas dıbe. jı xwe politikayén dıjmın ji ewe bé şer bé bedel bé xwin bı kuje.

Xxxxxxxxxxxxxxxx

Zinarê Xamo:
Birayê Umid, meriv kitêbek jî binivîsanda nikanîbû hewqas xweş bigota.
Wa ye tu dersa xwe baş xebitîyî, 3z tam 10 pûana didim te...
Eynî wek te gotiye, ji ber ku êdî nikanin hemû kurdan weke ermeniyan bikujin û koçber bikin, loma jî dixwazin hêdî hêdî bikin.
Lê viya nikanin bi tena serê xwe bikin, hêza wan têr nake,loma jî ji wan ra hin mîsyoner lazim in, bi alîkariya van kurdên mîsyoner û evîndarên tirkî dixwazin miletê kurd li bakurê Kurdistanê biqedînin, bikin tirk.
Plan ev e,
Kurdê dibêje ez bi viya nizanim ruyê xwe reş dike...
Ji bîr neke, piştî ku meriv vê palana dijmin bizane dibê meriv ebediyen li mazeretan negere.

Xxxxxxxxxxxxxxxxxxx

Nûjen Arzen
kekê ev vîrûs hene, gava ku bikeve nav laşê mirovan xwe dixe nav hucra wan kesan û hêdî hêdî hemû tiştin wê hucrê ji bo xwe dixebitîne,
ji radeyek pê ve ev hucre tevahî dikeve bin kontrola wê.
êdî têkoşîna wê mimkun nîne û her gava ku xwe zêd...e dike xwe du par dike, haya wê ji vîrûsê tune. vîrûs êdî bûye beşek ji hucrê.
hure nizane ku ew êdî ji bo berjewendiyên vîrûsê dixebite
ev tirkî jî wek vîrûsek ketiye nav zimanê me û haya me jî jê tune
em nizanin ku em bi tirkî dipeyivin, difikirin, xewn û xeyalên xwe bi tirkî dibînn
ha çara vî ya nîne gelo... Heye
çawa ku em diçin ber bijîşkek ji bo wê vîrûsê ji me re dermanek dide û em jê xilas dibin
çara tirkî jî xwendin û nivîsandin e
heya ku em nexweyinî bi zimanê xwe heya em nenivisînî bi zimanê xwe
xilasiya me ji vê tirkmancbûyin û tirkî ye tune
xxxxxxxxxxxxxx

Zinarê Xamo:
Birayê Rustem, bala xwe bidê di nava me da çi alim hene haya me jê tuneye.
Nûjen; bi vê şiroveya xwe bikaranîna sûretê Karl Marx heq kiriye.
Her bijî xorto...
Ji xwe wa ye tu dizanî panzehîra, yanî dermanê kuştina vîrûsê çi ye, dibê tu ji xwe dest pê bikî...
Dema her kurd ji xwe dest pê bike mesele hel dibe...

Sala we ya nû pîroz be!
Bi hêviya sala nû ji bo gelê me bibe sala azadiyê û serkeftinên mezin...

Gul li Amedê gotinên Erdogan dubare kir

Min nuha bîstekê li axaftina Abdullah Gul ya li Amedê guhdarî kir. Piştî çend deqîqeyan min hew tehamul kir.
Axaftineke vala, bêmane û ji serî heta dawî demagojiyek basî, pir bêqalîte bû.
Wek sûcdarekî li mahkimê bixwaze sûcê xwe bincil bike, lê dikir nedikir nikanîbû cumleyek xweş, ya bawerdar li hev ragire.
Bi deqîqeyan bi rengekî vala demagojî kir, bêserûber, bêmane peyivî, dirêj kir û dirêj kir.
Ji sûret û çavên guhdaran aciziya ji axaftina wî baş xuya dikir, kîn û nefreta li hember hin gotinên wî ku dihatin înkara miletê kurd ji çavên hin kesan xuay dikir.
Ji ber ku Gul ya dilê xwe nedigot, loma jî nizanîbû çi dibêje, wek sûcdarekî ku bi axaftinên vala bixwaze guhdaran bixapîne peyva xwe dirêj dikir…
Bi tebesumeke xaf dîsa şîret li kurdan kir, got, giran bin, biaqil bin, teşxelê dernexin, dewletê nerehet nekin, netirsînin. Em hemû birayên hev in….
”Ev welat yê me hemûyan e. Em hemû hemwelatiyên sinifa yekem in û emê wiha jî bimînin. Weşana radyo û telewîzyonê dibe. Li vî welatî herkes dibe her tişt, dibe serokkomar. Kurd li Stenbolê,li Îzmîrî, li Anqerê bicî dibin, dikanin her karî bikin û bibibn her tişt. Ev nîmeteke, dibê em qedrê wê bizanibin.”
Di derbarê zimên da jî Gul got, ” Zimanê resmî yê komara Tirkiyê tirkî ye. Ewê wiha dom bike. Her wisa zimanê dewletê û yê dezgehên mehelî jî tirkî ye.”
Ev mesaj têra kurdan dike…
Yanî perwerdeya bi zimanê kurdî ji bîr bikin, wek Kiliçdaroglu got, kurd dikanin li mal û di nabêna xwe da bi kurdî bipeyivin...
Gul ev dîtina leşkeran, ya AKP-ê MHP-ê û CHP-ê li Amedê dubare kir...
Esas ji bo ku viya bigota ne hewce bû biçûya Amedê, kurd ji berê da vê dîtina dewletê û hukûmetê dizanin...
Min ji xwe ra got, Xwedê sebrê bide kesên li wir, gelo nuha Osman Baydemir û kurdên din çi his dikin, çawa dikanin bi deqîqeyan li axaftineke hewqas vala guhdarî bikin?
Min pê l ibişkoka komandayê kir û kanal girt, çimkî nedihat kişandin.
Îcar berê çyqasî peyivî bû,çi gotibû, dû ra çiqasî peyivî, çi got ez nizanim, lê beşê min lê guhdarî kir qedestrof bû.
Ji xwe dema nasnameya kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî, navê Kurdistanê, ala kurdî, îdareyeke kurdî qebûl neke, ma deşil ewê bikanibe çi bibêje ku?
Loma jî axaftin dibe wek îşkenceyeke psîkolpjîk, nayê kişandin.
Bi kurtî, beşê min lê guhdarî kir întîbayeke pir ne xweş li ser min hîşt, lê heger dû ra tiştekî girîng gotibe baş e.
Ez bawer nakim, bes dîsa jî dibêjim, dêvî dikim ku gotibe…
Ji xwe ne rast e ku Gul, tiştekî ji Erdogan pêşdatir bibêje, hêviyeke wiha xeyaleke beradayî ye…

29 december 2010

Çend nimûne ji bersîv û şiroveyên bi xwendevanan ra

Ev çend numûneyên jêrîn ji diyalogên min û hin xwendevanan e. Min ya bersîvên wan daye û ya jî şiroveyeke wan şirove kiriye.
Lê ji ber ku xwendevanên vî quncikî hemû ne xwedî facebook in, loma jî hemû nikanin van şiroveyan bixwînin.
Mixatabên bersîvan baş neyên zanîn jî wek nimûne ez çend heban diweşînim.

Funda xanim, xemgînî û hestên te yên ji ber nezanîna bi kurdî ez jî xemgîn kirim.
Ji ber ku diyar e ku tu ji dil dixwazî fêr bibî. Û ya din jî tu qebûl dikî ku ev nezanîn kêmasiyek e.
Ji bo fêrbûna tiştekî daxwaz û hezkirin şert e, wa ye li ba te herdu jî hene.
Ma destpêkirin....
Fedî neke, binivîse, binivîse, binivîse...
Û bixwîne, bixwîne, bixweînî...
Û bipeyive, bipeyive, bipeyive...
Cesaret pir mihumîm e, bawer bike gelek kesên li vir dininivîsin ji te ne pêşdatir in, ferq tenê cesaret e, diwêrin binivîsin...
Ji xwe tu dest pê nekî, ne mimkûn e ku tu fêr bibî.
xxxxxxxxxxxxxxxx

Nefîse xatûn, min ji bîr kir ji bo lêpirsînê jî sipasî te bikim.
Weleh têkoşîna li hember neyar him ezma jiyanê dide min û him jî êşa pişta min bi min dide jibîrkirin...
Belhazir ez li ber xwe didim, jiyan berxwedan e...

Xxxxxxxxxxxxxxx

Çiyayê Agirî
"herbijî kek zinarê xamo ez qurbana wî gotin û zimanê te bim.zimanê me rumeta me ye.HERBIJÎ KURD Û KURDISTAN"

Xxxxxxxxxxxxxx

Dibê hemû belediyeyên BDP-ê wek ya Wanê eynî biryarê bidin, kurdî bikin zimanê xizmetguzariyê.
Ez belediya Wanê pîroz dikim.
Kurdan, Wan ji asîmîlasyona bi temamî rizgar kir, Wan nuha bi temamî bûye bajarekî kurd....
Û ev jî bêguman di belediyan da bi desthilata kurdan bûye.
Heger em dixwazin Kurdistanê rojekê berî rojekê rizgar bikin, dibê em hemû bajarên Kurdistanê ji destên partiyên tirk derxin.
Azadiya miletê kurd û serxwebûn bi vê gavê dest pê dike...

Xxxxxxxxxxxxxx

Gava Erdogan dibêje "yek milet, yek ziman" em xwe diqeherînin...
Lê alî din kesên bi kurdî dizanin jî di facebookê da ji dêlî bibêjin, "pir xweş e", dibêjin "çok guzel" yanî ji dêlî gotinek bi kurdî, yeka bi tirkî dinivîsin.
Min bi xwe ji vî îşî tiştek fêm nekir, ez ji tirkan azadiya zimanê xwe dixwazin, lê em bi xwe jî napeyivin...
De werin vê gelşê ji hev derxin...?

Xxxxxxxxxxxxxxxxxxx

Nimûneyek ji xebatên belediya Cizîrê.
Hûn li Wêranşarê çi dikin?
Li ser banga bikaranîna duzimanan esnafên cizîrê jî dest pê kirin etîketên bi kurdî bikartînin.
Etîket ji alî Kurdî-Derê ve hatine amadekirin û li esnafan hatin belavkirin.
Aşxane li gel menûyên bi tirkî kurdîya wan jî di menuyên xwe de dinivîsin. Sebzefiroş û fîkîfiroş jî etîketên bi kurdî datînin ser dezgeyên xwe. Hin esnaf hem etîketin bi kurdî û hem jî bi tirkî bikartînin. Hin esnaf jî tenê yên bi kurdî bikartînin.
Esnaf lewhayên dikana diguherin dikin bi kurdî. Hinek niştecihên bajêr" Jixwe li Cizîrê %99 bi kurdî diaxife. Ji vir pê de nivîskî jî bi kurdî dikeve jiyana me" gotin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Xxxxxxxxxxxx

Li bajarê me(Wêranşarê) ev xebatana dimeşe mamoste. di demek nêz de hune di nuçeya de bibîne.

xxxxxxxx

Mizgîna te ya xêrê be, ez pir kêfxweş bûm. Min do li ser Wêranşarê nivîsek jî nivîsî. Ez hêvî dikim we xwen.
Min di wê nivîsa xwe da jî got û nuha jî dibêjim, heger hewcedariya we bi alîkariyê heye ji min ra biêjin, çi ji destê min were ezê ...bikim.
Mesela tiştên hûn dixwazin bikin kurdî bişînin ezê bikim kurdî.
Dibê bajarê min ji bajarên din kêmtir nemîne...
Ez ji we ra serkeftinê dixwazim....

Xxxxxxxxxxxxx

Ji Bayram Burc ra
Bayram , rohniya çavê apê xwe, li Tirkiyê û Kurdistanê ma qet tiştekî din yê cidîtir tuneye ku bala te bikşîne?
Û di ser da jî te bi tirkî pêşniyar kiriye.
Kurdiya te têr dike ku tu bibêjî:
-Heger hûn dixwazin bikenin, miheqeq temaşe b...ikin...
Ev gazineke hemşerî û dostekî we ye.
Bi hêviya ku ji nuha û pê va tu dest bi kurdî bikî. Ji xwe dema hûn bi tirkî dipeyivn ez matmayî dimînim....

Xxxxxxxxxxxxxxxx
Heyran ev Mêrdîn û bi taybetî jî Nêsibîn bûye kela kurdayetiyê bavo...
Nuha jî tu devê kîjan jinên wan vedikî tu dibêjî qey hemuyan 2-3 zanîngehên kurdî qedandine bavooo!
Hela hûn carê bala xwe bidin Kurdiya Cana Omerî, bi Xwedê te teqdîr û hurmet heq kiriye, her bijî CANA OMERÎ!!!
Axxx, axxx, xwezî Caneka Wêranşarî jî hebûya!!!

Xxxxxxxxxxxxxx

Ji belediya Wêranşarê ra derbarê qursa gîtarê ya zarokan.
Xebateke pir baş e. Ez we pîroz dikim.
Lê gelo zimanê qursê çi ye, kîjan ziman e?
Heger ziman bi tirkî be xerab e, xizmata asîmîlasyonê ye, ez hêvî dikim ku ewê bi kurdî be...

Xxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxx

Abdulah, birayê hêja ma tu nikanî vê gotinê bi kurdî bibêjî?
Ez bawer dikim kurdiya te hewqasî heye.
Meriv dikane bibêje:
-Te ez û hemû miletê kurd serbilind kir, riya te vekirîbe...
Gava Erdogan dibêje "yek milet, yek ziman" em xwe diqeherînin......
Lê alî din jî kesên bi kurdî dizanin jî gotinekê bi kurdî nanivîsin...
Min bi xwe ji vî îşî tiştek fêm nekir, tirk zimanê me qedexe dikin emxwe diqeherînin, lê em bi xwe jî napeyivn...

xxxxxxxxxx
Li ser koroya zarokan ya belediya Wêranşarê.
Li gor bersîva belediyê koro bi kurdî ye
Wey mala Xwedê ava!!!
Her bijî Wêranşar û Belediya Wêranşarê!
Min zanîbû bajarê min li hember xelkê min mahcûp neke...
Lê bira Xwedê min jî ji serê we kêm neke...:))!
Ne ez bim kes kurdî bi bîra we naxe....

Xxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxx

Funda xanim, dibê meriv kêmasiyên xwe neke rastiyên gelemperî.
Edîbiyata tirkî û kurdî pir ferq dike û kesên edîb jî ji ber "menfaet" ya jî "kêmesiyeke" xwe ya şexsî dibê vê rastiyê înkar neke.
Edebiyata îngilîz ya fransiz ya ereb, ya faris y...a tirk heye.
Lê vana hemû beşekî ji edebiayta cîhanê ne.
Edebiayt bi zimên dibe, her mileteke ancax dikane bi zimanê xwe bibe xwediyê edebiayteke netewî.
Wek gul û çîçekên bexçeyekî, her gul reng û bîhnekê wê ya cihê heye...
Çawa ku tirk, bi zimanê erebî ya jî sirbî nikanin bibin xwedî edebiyateke tirk, kurd jî bi zimanê tirkî nikanin bibin xwediyê edebiyata kurdî.
Edebiayta kurd bi zimanê kurdî çêdibe.
Îdîayên eksê vê, demagojî ye...
Heger tu ji xwe, ji zimanê xwe hez dikî ji bo ku tu kurdî fêr nebî tu asteng tuneye.
Di serî da biryar girîng e û dû ra jî îsîtîkrar lazim e, dibê meriv zû neweste...

Bi Fadil Ozçelîk ra sohbetek kin

Fadil, min nivîsa te ya Kurdînfoyê do bi şev xwend, lê derengê şevê bû, min pir ecele kir, dibê ez careke din bixwînim...
Tu zanî dema meriv bixwaze nivîsekê careke din jî bixwîne, maneya wê ew e ku meriv ji nivîsê pir hez kiriye.
Heyran, bi navê Xwedê te helandiye, te îman ji meselê stendiye, te wek sosyologekî, psikologekî û antropologekî îdeolojiya tirk û sîstema wan ya fikirandinê, nîjadperestiya wan ya prîmîtîv ji hev vençiriye, tarmûmar kiriye...
Û bi zimanekî pir xweş, pir edebî…
Dîsa ji bo me kurdan jî te hin muqayese û tespîtên pir cidî, pir balkêş kirine. Însan dema wan numûneyan dixwîne însan vediciniqe…
Numûneyên te yên li ser kurdên Îran, Sûriyê û Kurdistana başûr û hevalbendiya bi Seddam ra pir xweş bûn, kêfa min jê ra hat û ezê di nivîsa xwe ya îro da qala vê numûneyê bikim.
Helbet ne ev tenê, li ser tirkan jî te gelek tiştên xweş gotine, tem tam li hedefê xistiye…
Lê mixabin nivîs pir dirêj e, çavê meriv ditirsîne. Dibê te kiribûya 4-5 nivîs; yanî hindik û rindik.
Ji bo ku bê kêmasî, bi temamî were xwendin.
Heta tu dikanî vê nivîsê hinekî din jî fire bikî, bike kitêb jî…
Qelema te pir xurt e, ez nizanim ji berê da wiha xurt bû ya jî te van demên dewî li derekê sûye û wiha tûj kiriye...
Esas ji berê da jî "tûrikê" te ne vala bû, lê belkî şert û zemnîn çênedibû ku tu devê tûrikê xwe baş vekî, xurtiya qelema xwe nîşanî gelê xwe bidî…
Baş tê bîra min, li ser teşxela te û ya Bavê Nazê, ji Moskovayê te nameyek ji min ra ya jî ji Armancê ra şandibû.
Wê demê kurdiya te ya nivîskî ne baş bû.
Lê li gel vê jî di nameyê da edebiyat û xurtiya qelema te bala min kişandibû, pir kêfa min jê ra hatibû.
Bi min wek nameueke edebî hatibû…
Û ji xwe loma jî dema tu hatî Stockholmê min hezkirin û nêzîkayiyeke pir mezin nîşanî te da.
Ji ber ku min di warê rojnamevanî edebiayta kurdî da hêviyeke mezin ji te dikir, min di qelema te da jîrî, hosteyî û cewherên edîbekî xurt didît.
Piştî demkê tu wenda bûyî, nuha tu li ku yî û çi dikî ez nizanim.
Lê bi qasî ez taqîb dikim, di warê kurdî da tiştê min ji te dipa û hêvî dikir te neda.
Belkî jî te kiribe haya min jê tuneye. Lê axirê min nedîtiye…
Fadil, tu rastiyê dixwazî, wek min berê jî got tirkiya te pir xweş e, edebiyata te xurt e, qelema te wek şûrê Şamê yê avdayî ye...
Lê çi heyf ne bi kurdî ye...
Ev nivîsa Kurdînfoyê dibê bi kurdî bûya, dibê kurd bibînin ku rexne, edebiyat û nivîs çawa tê nivîsîn.
Heta ku kesên wek te bi tirkî binivîsin, tiştên xweş û edebiyata herî bedew bi tirkî werin nivîsîn û kesên ”binbêjing û ifare” jî bi kurdî binivîsin, kurdî nabe zimanê edebiyat, tîcaret û siyasetê.
Dibê şaş neyê fêm kirin, bêguman ez nabêjim hemû kesên bi kurdî dinivîsinin ”binbêjing û ifare” ne, ez wek nimûne dibêjim, yanî dixwazim bibêjim ku qelemên xurt jî dibê kurdî bikin zimanê xwe yê edebî, nivîskarî û rojnamevaniyê.
Tu zanî di dawiya sedsala 19-an da mahcirekî ji Rûsyayê yê bi navê Elyêzer bin Yehûda bi serê xwe tenê îbranî ji gorrê derxist û kir zimanê miletekî.
Yanî dibê meriv rola şexsan û israra di nivîsandin û axaftinê da biçûk nebîne, hin lawê bavan împaratorî hilweşandine, dewlet ava kirine.
Ne Lenîn bûya Sovyet, ne Mistefa Kemal bûya Tirkiye û ne Mustefa Barzanî bûye Kurdistana Federe ava nedibû, yanaî rola esasî ya van şexsan e.
Di warê edebiaytê da jî ev yek wiha ye, hin edîb dibin pêşeng û avakarê edebiyata miletan.
Şoreşa Fransayê jî wiha ye, heger ne pêşengiya fikrî ya Jean Jacques Rousseau (1712 -1778)bûya şoreş bi wî rengî çênedibû.
Yanî qesta min rola şexsan e, dibê meriv rola şexsan biçûk nebîne.
Wisa xuya ye min jî wek te dirêj kir.
Di kar û xebata te ya edîb û hunerî da ji te ra serkeftinê dixwazim…
Lê ev dua min ji bo bi kurdî ye, ji bo tirkî ji te ra duayê nakim, lê tu nifiran jî li te nakim…

28 december 2010

Demirtaş siyasetmedarên tirk şeqizand

Di şiroveyeke xwe ya facebookê da do min gotibû, ezê bersîva ku Demirtaş daye Erdogan îro bi kurdî biweşînim.
Heyra axaftina Demirtaş ya îro ji ya do xweştir e.
Loma jî ez feqîrê Xwedê kîjanê bikim kurdî kîjanê nekim?
Ne mimkûn e ku ez pê ra bigihînim.
Ji ber ku beyan dirêj in û hemû jî ji serî heta dawî jî xweş in.
Ev 2-3 roj in bi tirkî tiştên hewqas xweş derdikevin ku ne mimkûn e ku ez hemûyan bi kurdî şirove bikim ya jî meqaleyekê li ser binivîsim.
Piştî beyana BDP-ê ya duzimanî li Tirkiyê şer germ bûye, tirk ji dêlî bersîvê bidin kurdan, lûmpeniyê dikin, xeberan didin, gefan li kurdan dixwin, lê nikanin bersîva daxwaz û pirsên kurdan bidin.
Sekna kurdan wek bedena Amdê saxlem û qaîme, hercara ku serokwezîr Erdogan û berdevkên AKP-ê devên xwe vedikin, xwe rezîl dikin û durûtiya wan baştir eşkere dibe.
Ji ber ku kurd him bi heq in û him jî êdî natirsin, dîwarê tirsê hedimandine û bi çargaviyê berê xwe dane azadî û serxwebûnê, loma jî pir rehet hereheket dikin û dipeyivin.
Ji ber ku gihîştine dawiya tunêlê û şewqa ronayiyê ji van ve xuya bûye, lomajî bi her civîn û beyanên xwe Tirkiyê radikin ser niga, Demirtaş bi her bersîveke xwe, serokwezîr û aqilmendên wî li hev şaşomaşo dike.
Di destê siaysetmedarên tirkanda tenê gef û heqaret mane, di warê siyasî da li hember kurdan pir û perîşan in.
Kurd miletekî mezlûm e, doza wan li gor hemû demokarasiyan, li gor hemû dînan dozke bi heq e...
Îcar dema zanîn û cesaret bigihîjin heqiyê, wê temam bike, êdî kes nikane serkeftina heqiyê û miletê mezlûm rawestîne.
Mesele kurd li Tirkiyê dişibe jineke li ber welidandinê, ji ber ku zarok(Kurdistana serbixwe)pir mezin e, dê nikane wek adetê biwelide, gedeyê xwe bîne dinê, loma jê ra sezeryan lazim e.
Bi baweriya min zû dereng ”tuxtorên” biryara welidandina bi sezeryanê bidin û eksûgê(Tirkiyê)ji van sancî û qolincên giran xelas bikin….
Di demeke nêz da Tirkiyê û Rojhilata Navîn ewê bibin xwediyê zarokekî(Kurdistaneke)weke topek nûr…
Ji nuha da çavê gelê kurd û tirk ronî be…
Ev bersîva Demirtaş ya îro jî pir xweş e. Normal ez di facebooka xwe da nivîsên bi tirkî belav nakim, ez bawer dikim îşev ev cara duyem e ez belav dikim.
Lê ez çawa bikim, wekî din ne mimkûn e...
Heta nuha mim gelek caran Salahetîn Demirtaş rexne kiriye. Ji ber ku heq dikir.
Lê ji bo şêla wî ya van rojên dawî jî camêr pesindan heq kiriye, loma jî ez pesnê wî didim, li jêr du beyanên wî diweşînim.
Ji bo vê şêla camêr û beyanên wî yên cidî ez wî û hemû hevalên wî pîroz dikim. Dibê meriv ji şaşiyê ra bibê şaş, û ji başiyê ra jî bibêje baş...
Kerem bikin lînkên herdu beyanên Demirtaş jî li jêr bitikînin û nivîsa bixwînin.

Çend Recep Tayyip Erdogan hene

Guhertin bi tehdît û heqaretan ranaweste

Gazî û hawarek li wêranşariyan !

Ev demeke li gelek bajarên Kurdistanê belediye û kurdên zana, bîrewer û kurdperwer ji ku kurdî bikin zimanê bazarê zend û bendên xwe vemaltina û xebatên pir hêja dikin.
Ev şiyarbûna kurdan hêviyê dide min û min pir kêfxweş dike.
Lê ji bajarê min, ji Wêranşara xopan deng dernakeve.
Loma jî min got îro ez li keç û xortên wêranşarî bikim gazî û hawar, çend halanan di wan hildim, belkî di vî şerê man û nemanê da ew jî dest bibin xwe…
Lema jî dibêjim, Belediya Wêranşarê, keç û xortên wêranşarî, ma hûn li ku ne, hûn çi dikin?
Li seranserê Kurdistanê ji bo perwerdeya bi zimanê xwe, kurd rabûne ser nigan û hin gavan davêjin, hin xebatên hêja dikin.
Li Cizîrê mele xutbeyê bi kurdî dide, li Dêrikê belediye anonsê bi kurdî dike, li Amedê, li Wanê, li Qezê, li Nisêbînê, li Bazîdî axir li gelek bajaran qahwexane, aşxane tabeleyên xwe dikin kurdî, menuyên xwe dikin kurdî-tirkî.
Li Rihayî Kurdî- Derê vedikin.
Di rojeke wiha da ka hûn li Wêranşarê çi dikin, çima hûn jî bersîvê nadin vê gazî û hawara kurdan, çima hûn jî li Wêranşarê Kurdî-Derê venakin, çima hûn jî bi dehan navên aşxane û qahwexaneyên xwe nakin kurdî?
Çima hûn li Wêranşarê etîketenên hemû sebze û fêkî nakin kurdî?
Ma hûn li bende çi ne?
Serokwezîr dibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman”, dibêje zimanê miletê min tirkî ye.
Çima hûn li Wêranşarê bi belavkirin û bicîkirina kurdî, bi guherandina navên dikanan û menuyên kurdî bersîvê nadin?
Dema yekî xerîb hat Wêranşarê ji tabeleyên bajêr û ji axaftina însanan fêm bike ev bajarekî kurd e.
Wêranşara min, bajarê liberxwedêran, bajarê mêr û egîdan dibê nuha ala zimanê kurdî di dest da û li pêşiya hemû bajran bûye?
Ez vê hêviyê jê dikim…
Ev bêdengiya Belediya Wêranşarê û wêranşariyan min diêşîne, min xemgîn dike…
Wek bajarên din, dibê Wêranşar jî ala zimanê xwe hilde, dibê wêranşarî jî navên dikan, qahwe û aşxaneyên xwe bikin kurdî, dibê hûn jî etîketên tiştên dikanan bikin kurdî, menuyên aşxaneyan bikin kurdî.
Heger hêza we tenê têr nake, ji bajarên din alîkariyê bixwazin.
Ez bi xwe amade me di vî warî da bibim alîkar.
Heger hewcedariya belediyê, BDP-ê bi nivîsandina kurdî heye, meyla min tê zanîn, di malpera min da heye, ya din di facebookê da gelek wêranşarî min nas dikin, bira ji min ra bibêjin, çi ji destê min bê ezê bikim.
Dema di warê kurdayetiyê da Wêranşar li dû bajarên din dimîne ez pê diêşim, ez pê diqeherim.
Dibê her kurd ji bo mala xwe, ji bo gundê xwe, ji bo bajarê xwe wiha bifikire, vê berpirsiayrê his bike...
Di xebata kurdperweriyê da dema bajarê min li dû bajarên din dimîne, bi min wisa tê, fena ku dost, heval û kurd dixebitin lê ez qelpiyê û tembeliyê dikim, ez xwe nadim ber kar.
Wekî şexs, ji bo azadiya kurd û Kurdistanê ez dixwazim ji her kesî baştir bixebitim, ji her kesî baştir bim, loma jî hewil didim ku sedîsedê enerjiya xwe bikar bînim.
Ez dixwazim di vî warî da bajarê min Wêranşar jî ji xelkê nemîne, ew jî tim pêşeng be...

27 december 2010

Zirzopê Mem û Zîn ji çapê ra amade kiriye gotiye kurdî tuneye

Zirzopê ku Mem û Zîn ji çapê ra amade kiriye dibêje kurdî weke ziman tuneye, ew "devokeke" farisî ye.
Redaktor û amadekarê Mem û Zîn-a Ehmedê Xanî, Prof. Dr. Namik Açikgoz bi kurdî nizane, lê dîsa jî ev berhem li ser daxwaza Wezareta Kulturê ji çapê ra amade kiriye.
Di rastiyê da, ”Profiya” wî jî, ”Doktoriya.” wî jî derew e, binakeya wan tuneye, tu têkiliya vî zirzopî ji dûr û nêzîk va bi ”Profiyê û ”Doktotiyê” tuneye, tenê ”açikigoz” e, yanî merivekî çavê diya xwe ye, çavvkirî ye, pînc e, zinya ye, bîtîrimekî sivik e, bêrû cahilekî reben e.
Loma jî dikane bibêje, ji bo redaktoriya Mem û Zînê ne şert e ku ew bi kurdî bizanibe.
De were vî kerî di vî buhurî ra derbas ke?
Ji bo ku meriv tiştekî wiha bibêje, dibê meriv cahilekî zirzop û dînekî beradayî be.
A vî ”Prof. Dr. Namik Açikgoz” î, di beyna xwe ya di rojnameya Akîtê da gotiye:
” Ji bo amadekirina berhemê ne pêwîst bû ku min bi kurdî bizanîbûya. Kurdî pir dişibe farisî. Ji ber vê yekê jî, di çarçeweya tespîtên min da, kurdî diyalekteke(lehçeyeke) farisî ye; yanî devokek farisî ye.”
Sosireteke wiha ancax li welatekî weke Tirkiyê biqewime. Wezîrê Kulturê Ertugrul Gunay, bi qerepere û helahopeke pir mezin çendakî berê Mem û Zîn bi çapemeniyê da nasîn.
Lê berpirsiyar û amadekarê çapa Mem û Zînê, mêrik bi kurdî nizane û di ser da jî dibêje, ne şert e ku ew bizane jî.
Açikgoz, di rojnameya Akîtê da di derbarê zimanê kurdî da jî gotiye:
”Di dema lêkolînên xwe da min dît ku, di serî da morfolojî, sentaks û di gelek taybetiyên gramerî da, di warê xezîneya gotinan da, di warê fîîlan da kurdî dişibe farisî. Loma jî, di çarçeveya tespîtên min da, kurdî lehçeyeke farisî ye, yanî devok e.”
Nuha de were xwe ragire û ji vî zirzopî û ”profê” sexte ra barek xeber nede…
Kurro yaya bêedeb û bêexlaq, carê tu bi kurdî nizanî, tu çawa dikanî ji me ra qala lêkolînên xwe bikî?
Me ne ji bo ku tu kanibî qala ”morfolojî” (binyatnasî, koknasî), ”sentaks” (hevosaszî), gramer û xezîneya gotinên zimanê kurdî bikî, dibê tu hakimê zimanê kurdî bî, dibê tu kurdî baş bizanibî ku di van waran da bipeyivî.
Hemû lîngiuîst qebûl dikin ku norweçî û swêdî du zimanên cihê ne, lê swêdî û norweçî bêyî tercuman ji hev fêm dikin.
Heta meriv dikane vi ya ji bo danîmarkî û swêdî jî bibêje.
Yanî nêzikiya du zimanan nayê wê maneyê ku yek devokeke zimanê din .
Ya din tu merivekî hewqas cihilî ku tu hîn ferqa ”diyalekt”ê û ”devokê” nizanî. Diyalekt tiştekî din e, devok tiştekî din e.
Nimûne, soranî, zazakî, kurmancî diyalektên zimanê kurdî ne. Lê behdînî, silîvî(em bêjin kurdiya Rihayê û Culemêrgê)jî devokên kurmancî ne.
Yanî ”diyalekt” û devok du tiştên cihê ne, di nava diyalektekê/lehçeyekê da dikane gelek devok hebin.
Lê ji bo meriv van ferqan bizanibe, dibê meriv berî her tiştî bi rastî alim be, ne cahil be...
Lê bi îhtîmaleke mezin ”Açikgoz” van ferqan dizene, lê ji ber ku dijminekî kurdan yê veşartiye, loma jî bi vê riyê, bi emrê dewleta xwe vê neyariya xwe bi vî rengî didomîne.

26 december 2010

Erdogan dîsa got, "yek milet û yek ziman"!

Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdarogluyê nîjadperest do ji serokwezîr Erdogan gelek gazin kiribû, gotibû Erdogan, di derbarê daxwaza kurdan ya duzimaniyê da çima heta nuha xwe kerr dike û bersîvê nada wan.
Qey ji bo ku Kiliçdaroglu zêde meraq neke û zêde netirse, Erdogan îro bersîveke tam li gor dilê Kiliçdaroglu da kurdan.
Erdogan di axaftina xwe ya meclîsê da daxwaza kurdan ya “Xweseriya Demokratîk” û perwerdeya duzimaniyê da ber topan, neqarata xwe ya ”yek milet, yek dewlet, yak al û yek ziman” dîsa dubare kir û got ”zimanê miletê min tirkî” ye.
Yanî kurd bûn miletê Erdoganê dewşirme û zimanê wan jî bû tirkî(!)
Erdogan, ji bo PKK-ê û BDP-ê û hin rêxistinên kurdan yên din weke hertim dîsa uslûbeke bêmistewa û lûmpenwarî bikar anî û got:
”Rêxistina terorê û dûvikên wê, wekî hercar berî hilbijartinê dîsa taşaroniyê dikin, dixwazin siyaseta hundur dîzayn bikin. Emê vê hewildana wan bêbersîv nehêlin. Emê ji dîtina xwe ya yek dewlet yek al, yek milet, yek zimanî tawîzê nedin tu kesî. Komara Tirkiyê yek milet, yek al, yek dewlet e. Zimanê resmî tirkî ye. Zimanê mişterek tirkî ye. Em tu teşebusa ku bixwaze vê rastiyê biguherîne qebûl nakin.”
Wek tê dîtin di mesela ” yek dewlet, yek milet, yek al, yek zimanî” da serokên hemû partiyên tirk hemfikir in, di nabêna Erdogan, Bahçelî û Kiliçdaroglu da tu ferq tuneye, hemû jî eynî pîlaqa kevn lêdidin.
Ji bo misilmanan ”Şertên Îslamiyetê û yên îmanê” çi bin, ji bo siyasetmedarên tirk jî dubarekirina ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” eynî tişt e, ew van şertan dubare nekin ji tirkîtiyê derdikevin.
Lê ew ji bîr dikin ku êdî ev yek tenê bi gotina wan nabe, heta ji wan tê bira vê çîroka vala dubare bikin.
Miletê kurd ev çîrok ji zûdaye pûç kiriye.
Serokê HAS Partiyê Nûman Kurtuluş beg jî îro xwe tevî vê minaqeşê kir û got , ”bi şertê ku tirkî zimanê perwerdeyê be, kurdî û zimanên din dikanin weke zimanê hilbijare(bi tercîh) werin xwendin.”
Wek tê dîtin li gor yên din camêr dîsa piçek "comerdî" kiriye, lê tu dibêjî qey sedeqeyê li kurdan belav dike.
Yaho ev tirk jî çi mirovin tima û cangiran in, heta meriv deynê xwe ji wan distîne çermê eniya meriv diqete.
Kurro ev dana piço piço çi ye, deynê we ye, zû dereng hey hûnê bidin. Loma jî ya baş ew e ku bi carê da bidin û xwe jê xelas bikin û weselam.
Çimkî rê bi çûyinê, deyn bi dayinê diqede, hûn çiqasî serî li xwe bigerînin û xwe bavêjin cahlê jî hûn xelas nabin, kurd deynê xwe û heqê ji bîr nakin û bi ser kesî da jî bernadin.
Dîrok şahidê vê hafizeya kurdan ya xurt e...
Ev 150 sal in hûn serî li xwe digerînin, berê we digot hûn nadin, nuha hûn dibêjin ”emê bidin lê ne gişî, hindik, hindik…”
Nuha kurd bi rehetî heqê xwe ji we dixwazin, lê hûn nadin, hûn kurdan mecbûrî zorê dikin, ev jî ewê ji bo herdu seriyan jî bi zirar be.
Hilbijartina riya rehet jî ya zorê jî di destê we da ye.
Ez dixwazim li vir, ji wan kurdên ku ji bo çareseriya mesela kurd hin ”hêviyan” ji vê ya jî ji wê partiya tirk, ji vî ya jî ji wî serokê tirk dikin ra gotinekê bibêjim. Her çiqas di nabêna partî û serokên tirk da hin ferqên nuansî hebin jî lê îro di mesela ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” yanî berdewamiya bindestiya kurdan da hemû hemfikir in, hemû jî eynî tiştî diparêzin.
Û nêta kesî jî tuneye ku ji van şertên ku gav û saetê rêz dikin, yekî jî biguherînin.
Loma jî dibê kes xwe nexapîne û bi îdîa xwedêgiravî filan partî û filan serok”ewê mesela kurd hel bike” nebe hevalbendên van partiyan.
Heger em kurd bi rastî jî dixwazin tirk zû xwe biguherînin û mafê kurdan bidin, dibê em nebin endamên wan û rayên xwe nedin wan.
Heta ku kurd bibin berpirsiyar û parlamenterên van partiyên tirk û li Kurdistanê jî kurd rayên xwe bidin wan, tirk xwe naguherînin û tu mafî jî nadin kurdan….

25 december 2010

Hesinê ne baş ne dibe çakûç ne jî das

Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdarogluyê dêrsimî ku di minaqeşeyên duzimaniyê da heta nuha bêdeng mabû, camêr do bêdengiya xwe xera kir û wek nêjadperestekî tirk yê har got, ev çi şax e, ev çi derax e, zimanê me yê resmî tirkî ye, ne rast ku meriv zimanekî din jî bike şirîkê vî zimanî.

Li gor Kiliçdarogluyê dêrsimî, resmîbûna zimanê kurdî ewê ”welêtê wî” perçe bike, ji hev biqetîne û tiştekî wiha jî şaş e.
Kiliçdaroglu derbarê daxwazên kurdan ya perwerdeya bi zimanê kurdî û ala kurdî da xwe wek tirkekî nîjadperest pir qeherandiye û gotiye:


“Aleke me heye, bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Dema tê hildan em hemû bi giramî radiwestin(..)Minaqeşeya derbarê aleke cihê da hûn rastiyê dixwazin heysiyeta/şerefa me dişkîne, fikirandina tiştekî wiha ne mimkûn e. Ne rast e.
Qnûna esasî û yasayên me zimanê tirkî wek zimanê resmî qebûl dike.


"Zimanê me yê resmî tirkî ye. Ne rast e ku meriv zimanekî din deyne pêş ya jî ba zimanê resmî, ev yek şaş e, ewê welêt perçe bike, ji hev biqetîne.

Ev yek li dijî qanûnana esasî û yasayan e. Her partî jî dibê wiha li vê meselê binêre. Hemû partiyên me ji gotin û kirina tiştên ku cihêtiyê çê dikin, tiştên ku viya tahrîk dikin dibê xwe biparêzin Cihêtî, îmtîyaz dibin tahlûke. Binêrin Belçîka li ber çavan e. Gotin bira li welêt du ziman hebe. Perçe dibe.

Piştî ku ev numûne li ber me ye ne rast e ku em zimanekî din bikin alternatîfê tirkî. Ev ne rast e.
Di vî warî da bêdengmana serokwezîr jî em qet fêm nakin.

Em nizanin çi dibe, çi diqewime. Em dibihîzin ku hin hevdîtin dibin. Li pişt deriyên girtî çi tê peyivandin em nizanin.

Hukûmetê qala ”vebûnê” kir. Em nizanin ev di ku dera ”vebûnê” da ye. Tam tabloyeke reş heye. Agahiyê nade me.

Esas wî berê jî gotibû ku ew bi perçebûna welêt ve mijûl e. Serokwezîrekî ku bi perçebûna welêt ve wezîfedar be li hember van bûyeran bêdengmana wî gelo netîceya bazareke piştperdê ye? Şikeke me ya wisa jî heye."

Hinek kurdên me yên saf, hêvî dikirin ku Kemal Kiliçdarogluyê kemalîst û ji nîjadperestekî tirk bêtir panturkîst ewê di mesela kurd da hin gavên ji AKP-ê pêşdatir bavêje.

Yanî hêviya wan ew e ku qantir ewê bizê…
Lê ne wisa ye, hêviyên şaş meriv perîşan dike..

Esas Kiliçdaroglu tu carî ne qutiyeke devgirtî bû, ne merivekî nenas bû ku meriv nizanîbûya çi ye û çi nîne.

Roja ku wî di meclîsê da ji parastina qatilîama bav û kalên xwe ra li çepikan xist û dû ra jî li ser vê meselê wek kewên teqlebaz gelek teqle da xwe, meriv fêm dikir ku ne tu meriv e.
Lê gava meriv nexwaze bibîne meriv ji koran jî kortir e.

Carê însanê ku kurd be û di seranserê jiyana xwe da carê jî negotibe ez kurd im, ma êdî hewceye ku meriv hêviyekê jê bike?
Lê mixabin hin kurdên me hene heta ku gur qîlên xwe di rahnên wan da çik nekin, naxwazin ji guran ra bibêjin gur.

Piştî demeke bêdengî, Kiliçdaroglu ji bo ku xwe têxe çavên xwediyên xwe û xwediyên wî bibînin ku wî xwe ji kurdayetiyê baş şuştiye û ji xwediyên xwe ”eferimekê” bigre, rebeno xwe tam pîs kiriye; ji hewla ruhê xwe zimanekî pir nîjadperset bikar aniye, gotiye, ew ala kurdî qebûl nake, ji bal kurdan ve daxwazeke wiha heysiyeta wî rencîde dike, ”aleke wan heye” û wan ew ”al bi xwîna şehîdên wan hatiye avdan.”

Weleh tu al bi ”xwînê” nayê ”avdan”, ev ulûba kesên nîjadperest e. Lê heger em wê wisa qebûl bikin jî, her kes dizane ku ew xwîna di ”Ala Tirk” geriyaye ya bav û kalên Kiliçdaroglu, ya malbata wî ye.

Çimkî Kiliçdaroglu bixwe dibêje ku ji wezîrê kevin yê Karê Derve Îhsan Sabrî Çaglayangîl jê re gotîye, di qetlîama Dêrsimê da dewletê, zarok û jinên ku xwe di şikeftan da veşartibûn çawa weke mişkan jahrdadayî kirin.

Dema însan însan be, li hember qatlîameke wiha hov ku li hember bav û kalên meriv, li hember malbata meriv hatibe kirin, dibê meriv nikanibe bêdeng bimîne û bi parêzvanên vê qetlîamê ra bibe heval.

Lê ji bo Kiliçdaroglu ne xem e, wî carê xwe pês kiriye, loma jî bûye zilamê celadên pêşiyên xwe.
Di mesela ”alê” da merik xwe hewqasî aciz dike ku, dibêje qalkirina ala kurd ”heysiyeta wî rencîde dike.”

Hevaltiya bi celadên bav û kalên wî ra ”heysiyeta wî rencîde” nake, lê daxwaza gelê wî ya alekê wî rencîde dike.

Ev jî tajediyeke miletê kurd e…
Li gor Kiliçdaroglu, perwerdeya bi zimanê kurdî yanî ya zimanê wî, ya zimanê bav û kalên wî ewê Tirkiyê perçe bike.

Merivekî hewqasî kezebreş e, wek kewê neyarê qewmê xwe ye, naxwaze gelê wî bibe xwediyê tu tiştî.

Ji ber ku sîstema perwerdeya tirkî hemû hestên wî yên kurdayetî û însaniyetê ji bin da kor kiriye, loma jî rebeno ji koletiyê, ji zilamtiya ji xelkê ra pir hez dike, naxwaze bibe mîrê welatê xwe, dixwaze tim wek tajiyê tirkan bimîne, loma jî li dijî ala kurdî ye, li dijî zimanê kurdî ye, li dijî azadî û serbestbûna kurda ye…

De îcar wek mirovekî demokrat, wek kurdekî welatperwer meriv çawa dikane bibe hevalê însanên wiha û li axaftinên wan guhdarî bike ez bi xwe qet fêm nakim…

24 december 2010

Weleh kurd eynî îmanê li meselê diçikînin...

Weleh dawiya dawî bi daxwaza perwerdeya du-zimanî kurd ketin ser riya herî rast û herî bi feyde.
Vê tevgerê zimên feleka dewletê û hukûmetê şaş kiriye, nizanin çi bikin û bi kîjan şiklî bersîvê bidin û pêrgiyê çaw lê bigrin….
Tevgera, her roj berfirehtir û rengîntir dibe.
Ji ber ku daxwazên tevgerê teqabulî rastiya kurdan û civata wan dike, loma jî rojê li bajarekî gel bi girseyî lê xwedî derdikeve û her kes di warekî da derbasî praktîkê dikin.
Li gundekî Cizîrê yê bi navê ”Nala Îshaq”, mele dest pê kiriye xutebeyên îniyê bi kurdî dixwîne.
Loma jî her îniyê ji Cizirê bi sedan kes ji bo ku li xutbeya kurdî guhdarî bikin diçin Nala Îshaq.
Îmamê gund gotiye ji be ku milet kurdî baştir fêm dike loma jî ji bajêr û ji gundên der û dorê tên li xutbeya kurdî guhdarî dikin.
Ji xwe ez bawer dikim ku heta darbeya 12-ê Adara 1971-ê li gelek bajarên Kurdistanê xutbe bi kurdî dihat xwendin.
Li Wêranşarê baş tê bîra min li mizgeftan heta salên 70-î weaz û xutbe bi kurdî dihat dayin.
Ez dibêjim piştî darbeya 1970-î xutbeya kurdî hate qedexekirin.
Di mesela bikaranîna zimên da li Amedê li belediya Sûrê ”gaveke dîrokî” hatiye avêtin, cara pêşî ye mehr bi kurdî hatiye birîn.
Do ne pêr, Erdal û Sabahat Alakûş ji bo ku mehra xwe bibirin tevî şahidan çûne Şaredariya Sûrê. Mehra bûk û zavê li ser daxwaza wan bi kurdî hatiye birîn.
Çiqas xweş, çiqas baş …
Bi dîtina min ev gaveke dîrokî ye, ez bawer nakim ji roja Komara Tirkiyê ava bûye û virda kesî mera xwe bi resmiyeteke wiha bi kurdî birîbe.
Loma jî ez dibêjim ev ”mehreke dîrokî” ye û loma jî ev BÛK û ZAVA dibê werin xelatkirin û çapemnî jî wan bi hemû kurdan bidin nasandin.
Ez wan ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra jiyaneke dirêj û bextewar dixwazim.
Min bi xwe xanim nebir belediyê û kesî jê ”nepirsî ku min qebûl dike yana” , min ji Cumayê topal ra got ez zewicî me, navê xanima min ev e, filan kes filan kes jî bike şahid û temam.
Yanî kesî riza wê negirt.
Li ba mele jî kesî riza wê negirt, çimkî min ew bi xwe ra nebir ba mele, min du şahid birin û bi şahidan mer da birîn.
Neyse, min sûcê xwe jî di vê nabênê da îfşa kir…
Ez vegerim ser mesela zimên.
Bêyî xutbeya bi kurdî, mehrbirîna bi kurdî li Cizîrê, Amedê û hin derên din esnafan jî dest bi etîketên kurdî kirine, nav û buhayên fêkî û sebze bi kurdî dinivîsin.
Hin esnafan gotine ew dixwazin etîketên bi kurdî bikar bînin lê ew bi kurdî nizanin, loma jî hewcedariya wan bi alîkariyê heye.
Li ser vê, Kurdî-Derê etîketên bi kurdî amade kirine û li esnafan belav kirine.
Aşxane li gel menûyên bi tirkî, kurdîya wan jî di menuyên xwe de dinivîsin. Sebzefiroş û fêkîfiroş jî etîketên bi kurdî datînin ser dezgeyên xwe. Hin esnaf hem etîketên bi kurdî û hem jî bi tirkî bikartînin. Hin esnaf jî tenê yên bi kurdî bikartînin.
Esnaf lewhayên dikana diguherin dikin kurdî
Konseya Jinan a Bajarê Diyarbekirê jî bi daxuyaniyekê piştgirî daye kampanya bikaranîn zimanê kurdî.
Aktîvîsta Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Nedret Demîrê jî beşdarî çalakiya perwerdeya zimnaê dayikê bûye û gotiye:
”Dema ku zimanê kesekî bê windakirin wê demê jiyana wî/wê kesî/ê jî tê windakirin. Kesên li dijî du-zimaniyê derdikevin, înkar û jinavbirina kurdan dixwazin. Gelê me bi salan e bi zorê bi zimanekî din didin axaftin. Zarokên me bi zorê ji bilî zimanê zikmakî bi zimanekî din perwerdehiyê dibînin. Ev êş bi hêsanî nayê fêmkirin. Li gel van hemû êşan em bi hêrs nêzî tirkî nabin û em dixwazin li gel kurdî, tirkî jî bê bikaranîn. Kesên vê daxwaza me naxwazin û li dijî vê daxwaze me ne, dixwazin gelê me winda bikin.”
Yanî Nedret Demirê mesele baş fêm kiriye.
Ez bawer dikim heger hemû belediyên di destên kurdan da û BDP li her derê eynî xebatê bikin û di warê zimên da ji esnafan ra bibin alîkar, ev mesele ewê roj bi roj bi pêş keve û di nava çend salan da kurdî dîsa ewê vegere ser koka xwe û bibe zimanê bazarê.
Welhasil bi vî rengî kurd şirkê ji meselê berdidin, eynî îmanê li diçikînin...
De Xwedê û Xocê Xirzir alîkarê wan be...

23 december 2010

Bi vê qûşê Tirkiye nikane bigihîje Brukselê

Xirwatîstanê di 3-ê cotmeha 2005-an da(3/10-05) bi Tirkiyê ra dest bi mizakereyên tevlêbûna Yekîtiya Ewrûpayê kir.
Xirwatîstanê heta nuha ji 35 fasilan di 28-ê wan da hat rewşa hazir, yanî hemû şert û wacibên xwe yên endametiyê bicî anîye.
Lê Tirkiyê heta nuha ji 35 fasilan tenê yek bicî aniye, yanî tenê di yek beşî da şert û wacibên xwe bicî aniye.
Û dû ra jî dibêjin çima Yekîtiya Ewrûpayê Tirkiyê qebûl nake.
Ma Yekîtiya Ewrûpayê ewê çawa qebûl bike, hûn zexeliyan dikin, hûn derzên xwe çênakin, hûn şertênYE bicî naynin û di ser da jî ji xelkê gazinan dikin, dibêjin YE li dijî me ye, me nake endam.
Ji bo ku meriv bibe endamê klûba basketbolê dibê meriv bizanibe basketbolê bilîze.
Hûn him nizanin bilîzin, him naxwazin fêr bibin û him jî dixwazin bêyî îtîraz bibin endam.
Ma cara tiştekî wiha dibe?
Dema meriv xwest bibe endamê klûbekê, dibê meriv şert û prensîbên destûra wê rêxistinê qebûl bike û wan şertan bicî bîne.
Dema meriv şertên endametiyê bicî neyne bêguman kes meriv nake endam.
Ev îş ne ji bo Tirkiyê tenê, ji bo her kesî wiha ye.
Bêguman tirk baş bi viya dizanin, ne ku nizanin, lê ji ber ku pişta wan kul e, ”qembûrê” wan heye, demokrasiya wan seqet e, edaleta wan kût e, qanûnên wan hemû çeloxwarîne, sîstema wan ya perwerdeyê ne demokratîk û nîjadperest e loma nikanin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Û sebebê vê ”tembelî” û zexeliya tirkan jî bêguman mesela kurd e. Çaresernekirna mesela kurd, di destê wan da bûye kelemçe û di nigê wan da bûye qeyd û merbend, nikanin tevbilivin.
Tirk, ji ber ku naxwazin mafên kurdan bidin, loma jî wezîfeya xwe naynin cî, loma jî serî li xwe digerînin.
Ew baş dizanin ku bi vê sîstema xwe ne mimkûn e ku tu carî bibin endam, ji bo ku bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê dibê mafê kurdan yên netewî û demokratîk bidin.
Çare ev e, wekî din tu rê tuneye.
Lê ji dêlî ku hukûmet û berpirsiyarên dewletê vê rastiyê ji gelê xwe ra bibêjin demagojiyê dikin, ewrûpiyan belengaz dikin, buhtanan li xelkê dikin, dibêjin ewrûpî ji tirkan hez nakin û loma jî me nakin endam.
Mesele ne hezkirin û nehezkirin e, kes belasebeb ne li dijî endametiya Tirkiyê ye, hin sebebên cidî hene.
Ji ber ku li Tirkiyê demokrasî teuneye, ji ber ku li Tirkiyê leşker di warê siyasî da serdest in û ji ber ku li Tirkiyê mesela kurd nehatiye çareserkirin, loma Tirkiyeyê nakin endam.
Mesele ev e.
Tirkiye ji destpêka avabûna YE pê ra ye û di sala 1963-an da jî bi şiklekî resmî miracaetî endametiyê kiriye.
Yanî tam ev 47 sal in Tirkiye li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê hustuyê xwe xwar kiriye û nikane têkeve hundur.
Heger wiha here ewê hîn gelek salên din jî bipên.

Abdullah Gul got, aliyê kurd tuneye…
Abdullah Gulê
ku carê gotibû ”di rojên pêş da ewê tiştên baş bibin” û bi van gotinên xwe jî di nva kurdan da bûbû sebebê peydabûna hêviyeke mezin, îro gotiye "alî maliyê kurd tuneye, hemû hemwelatiyên Komara Tirkiyê" ne...
A ev Abdullah Gulê “devşil û nermok” ku bi gotina, “di pêşerojê da ewê tiştên baş çêbibin”, di çapemeniya tirk û kurd da olan dabû û di nava kurdan da bûbû sebebê beydabûna hêviyeke mezin, îro li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê hevdîtina seokkkomarê Îraqê Celal Talabanî ya bi nûnerên BDP-ê ra xwe aciz kir û got, “Hêleke kurd tuneye!”
Piştî civîna Rêxistina Hevkariya Aborî ya li Stenbolê, rojnamevanekî ji Abdullah Gul pirsiye:
“We bi Talabanî ra hevdîtin pêk anî, paşê jî wî bi hêla kurd ra jî hevdîtinek pêk anî...”
Gul, li ser van gotinên rojnamevan midaxaleyî gotina wî kiriye û gotiye: “Hêleke ku kurd e tuneye. Ew jî hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Tiştekî wekî ew hêl û ev hêl tuneye li holê.”
Piştî wê beyana wî hin kesan wisa bawer dikirin ku li gor Çîçek, Şahîn Erdogan û hin AKP-liyên din Gul baştir û demokrattir e.
Ev dîtin şaş e, heger Gul, ji van kesên min navên wan li jor jimartin ne nîjadperesttir be, ne baştir e û ne demokratti r.
Di mesela kurd da jî ji vana yekî jî ne pêşdatir e. Lê merivekî ji wan konetir û sînsîtir e, merivekî bibinî ye û pir bi hesab û kitab e.
”Nermokiya” wî ji başiya wî bêtir, tahlûketiya wî nîşan dide, wekî rûvî ye, tim pîlanake wî ya veşartî heye…
Loma jî dibê hin kurd hin hêviyan vala û bêbingeh ji şexsên Gul nekin. Partiya wî, hukûmeta wî, dewleta wî di mesela kurd da îro çi difikirin Gul jî eynî tiştî difikire..

22 december 2010

Kurd giran giran ji xewa mirinê şiyar dibin

Kampanya û minaqeşeyên li ser zimên bû sebebê şiyarbûna kurdan ji xewa mirinê û hin netîceyên baş û hêvîdar.
Piştî kampanya BDP-ê, axaftina Demîrataş û banga Hevserokê KCD-ê Ahmet Turk ya derbarê zimên da, li Diyarbekrê cara pêşî Qafeya Dicle ya li Park Ormanê navê xwe û menuya xwarin û vexwarinan kir kurdî û tirkî.
Xwediya Qafeya Dîcleyê Ayla Akkumê, li ser tabeleya qafeyê ji dêlî "Dicle Cafe", bi kurdî kir "Qafeya Dîcleyê".
Û li gel vî navê kurdî, li kêleka wê jî tabelaya ”Hûn Bi xêr hatin” daleqand.
Xwediya Qafeyê Ayla Akkumê gotiye:
”Divê hemû esnaf guh bidin vê banga duzimanîyê. Bangeke wiha di vê demê da pir girîng e. Divê di mijara ziman da hemû kes bi ramaneke seferberiyê nêzîk bibin. Ji ber ku di demên dawî da hemû nîqaş li ser ziman pêk tên. Ez vê bangê erênî dibînin û dixwazim hemû kes tevlî bibe.”
Destpêkeke pir baş e, gaveke dîrokî ye, aqûbet li serê hemû pastexane, qahwexane, aşxane, otêl û esnafên din be jî…
Tesadufeke pir ecêb e...
Îsal dema ez çûm Kurdistanê, ez çend rojan li Amedê jî mam. Mala diya min tam li hember vê ”Orman Parkê” û vê qahwexaneyê bû.
Îcar ji ber ku dinya pir germ bû, her roj danê êvarî bi zarok û maliyan ra em diçûn li vê ”Qafeya Dîcleyê” rûdiniştin.
Cara pêşî dema em çûn, garson hat bi tirkî xêrhatin da me û li temiyên me pirsî.
Min got, em kurd in û ji kerema xwe ra bi me ra bi tirkî nepeyive.
Dûra piraniya garsonan ez nas kirim, êdî dema ez diçûm wir bi min ra bi kurdî dipeyivîn.
Piştî ku ez vegeriyam Stockholmê, carê di internetê da ez rastî malpera Orman Parkê û ”Dîcle Cafê” hatim.
Min malpera wan pîroz kir û got, her tiştê we xweş û baş bû, lê tirkiya we na baş bû. Dibê menu û serwîsa we ne tenê bi tirkî, bi kurdî û tirkî be.
Çi tesadufeke mezin e, va ye ev daxwaza min bi cî hat.
Careke din dema ez çûm, ezê ji wan ra qala vê bîranîna xwe bikim û bi kêfxweşî "qahweyeke kurdî" bixwazim.
Çimkî wan ji min ra got, "turk kahwesî", min got, navê vê ne turk kahwesî ye, ma mohra tirkan lê ye, navê vê "kurd kahwesî " ye û hûn jî wisa bibêjin...
Garson keniya...
Her wisa min di çend nivîsên li ser gera xwe da jî got, dibê meriv her tiştî ji dewletê nepên, kurd bi xwe kanin navê karxaneyên xwe bikin kurdî û serwîsê jî bi kurdî bikin.
Muşterî jî dibê ji esnafan bi kurdî serwîsê bixwazin.
Taleb bi kîjan zimanî be arz jî mecbûr e bi wî zimanî were pêşkêşkirin.
Heta ku em zimanê xwe di jiyana rojane da, di praktîkê da bikar neynin, nekin zimanê tîcaretê, siyasetê dewlet tu mafî nade me.
Dibê kurd xwe nedin bendî qanûnan, dewlet bi xwe, bi rehetî tu qanûnan dernaxe.
Ji bo ku dewlet qanûnan biguherîne û zimanê me bike zimanê resmî û perwerdeyê, dibê di praktîkî da dewlet were mecbûrkirin.
Heger hemû belediyên di destê BDP-ê da di vî warî da bi zanîn û bi şiûrekî netewî hereket bikin, siyasetmedar zorê bidin hukûmetê û bi xwe jî pêşengiya vê xebatê bikin û hemû kurdên welatperwer jî di bazarê da kurdî bikar bînin û xizmetê bi kurdî bixwazin, dewletê ji mecbûrî qanûnan biguherî.
Yanî ji bo ku macûn ji tupê derê, dibê meriv bigvêşe, zorê bidê.
Ev mesele jî wiha ye, dibê ji alîkî da em ji dewletê bixwazin û ji aliyê din da jî di praktîkê da zimanê xwe bikar bînin.
Mesela piştî ”Qafeya Dîcleyê”, dibê li her bajarê Kurdistanê hemû dikandar, qahwexane, aşxane, otêl û hwd. ew jî eynî tiştî bikin.
Li Kurdistanê bi milyonan qahwexane, aşxane, otêl û dikanên di destên kurdên welatperwer da hene, dibê her kes ji tenga xwe da dest pê bike.
Dera ku aşxane, pastexane û qahweya ku bi kurdî xizmetê dide hebe, dibê meriv here wir, neçe yên bi tirkî.
Yanî dibê esnaf bibînin ku mişteriyên zimanê kurdî hene. Dema kara esnafan di bikaranîna kurdî da hebe ewê kurdî bikar bînin.
Ma li herêmên turîstîk ne her kes bi îngilîzî xizmetê pêşkêş dike, çimkî mişterî bi wî zimanî dizanin.
Kurdî jî wisa ye.
Min li her derê bi kurdî da û stend û ”alişvêriş” kir, dera bi kurdî nizanîbû min jê nekirî.
Heger her kes bi zanîn û bi mesûliyet hereket bike dewletê zû were rê…

21 december 2010

Li Tirkiyê kurd û tirk naxwazin bi hev ra bjîn.

Hefteya borî li ser têkiliyên kurd û tirkan di hin malperên kurd û tirkan da ankêteke pir balkêş bi ber çavê min ket.
Lê ji ber ku ez hinekî nerehet bûm, min fersend nedît bixwînim û tiştekî li ser binivîsînim.
Zanîngeha Mêrsînê ji bo ku mesafa û dijberiya di nabêna tirk û kurdan da bipîve lêkolîneke pir balkêş çêkiriye.
Di vê lêkolînê da netîceyên pir balkêş derketine ortê.
Anekêtê 12 salan dom kiriye û di nava van 12 salan da eynî pirs çar caran ji 2 hezar denekên(kesên beşdarî anketê bûne) kurd û 2 hezar denekên tirk hatine pirsîn.
Li gor ankêta sala 1998-an ya pêşî, ji sedî 12.8-ê kurdan zewaca bi tirkan ra normal dîtine, gotine ”Ez bi tirkan ra dizewicim.”
Ev rêje piştî 12 salan, di ankêta dawî ya sala 2010-an da daketiye ji sedî 0-ê.
Di nava civata kurd da ev yek, guherandineke pir mezin e.
Ev netîce nîşan dide ku êrîşên tirkan yên van salên dawî dîtina kurdan ya derbarê tirkan da ji bin da guherandiye.
Ev guhertina di civata kurd da guhertineke pir radîkal e, dikane li hember asîmîlasyonê rola bendekê bilîze û kurdan weke milet bêtir nêzî hevudu bike…
Tirkan di ankêta pêşî ya 1998-an da ji sedî 26.9 gotine ”Ez bi kurdan ra dizewicim.”
Yanî li gor kurdan, daxwaza tirkan ya jiyan û zewaca bi kurdan ra ji sedî 14 zêdetir bûye.
Lê ev reqem di ankêta sala 2010-an da, di nava tirkan da jî kêm bûye, daketiye ji sedî 1.3-î.
Yanî ew jî daketiye nêzî ji sedî 0-ê.
Ankêta li ser kurdan li Mêrsînê li taxên Akdenîz û Torslarê ku piraniya wan kurd in û ya li ser tirkan jî li taxên Yenîşehîr û Mezîtlîyê ku piraniya wan tirk in hatiye çêkirin.
Ankêta yekem di sala 1998-an da hatiye çêkirin.
Û dû ra jî di salên 2002, 2007 û 2010-an da eynî ankêt, bi eynî şexsan ra hatine dubarekirin.
Di lêkolînê da ji kurdan pirsa di kîjan waran da hûn dixwazin bi tirkan ra têkevin têkiliyê hatiye kirin.
Ji tirkan jî eynî pirs hatiye kirin.
Li gor ankêtê di sala 1998-an da, rêjeya kurdên ku gotine, ”Ez bi tirkan ra dizewicim” ji sedî 12.8 bûye.
Ev rêje di sala 2002-an da bûye ji sedî 6.3, di sala 2007 da bûye ji sedî 0.4 û di 2010-an da jî daketiye ji sedî 0-ê.
Di sala 1998-an da rêjeya tirkên ku gotine ”Ez bi kurdan ra dizewicim” ji sedî 26.9-ê, di sala 2002-an bûye ji sedî 14.9, di sala 2007 jî bûye ji sedî 7 û îsal jî daketiye ji sedî 1.3-î.
Yanî di nava tirkan da jî dîtin û şêla li hember kurdan, di nava 12 salan da, sal bi sal xerabtir bûye, ji sedî nêzî 27-an daketiye ji sedî 1-ê.
Bi gotineke din, di ankêtê da derdikeve ortê ne kurd tenê, tirk jî êdî bi çavên dostan, kesên ku ew kanibin pê ra bijiîn li kurdan nanêrin.
Ew jî êdî kurdan weke dijmin dibînin.
Di ankêta yekem da(1998)ji sedî 0.5-ê kurdan gotine, ”Dibê tirk ji welatê min werin dersînorkirin.”
Ev rêje sal bi sal zêde bûye, di sala 2002-an da bûye 0.8, di sala 2007-an da bûye ji sedî 5 û di sala 2010-an da bûye ji sedî 4.2-an.
Di ankêta pêşî(1998)da ji sedî 0-ê tirkan gotine, ”Dibê kurd ji welatê min werin dersînorkirin, ev rêje di ankêta 2002-an da bûye 0.1, di ankêta 2007-an da bûye 2.9 û di ankêta 2010-an da jî derketiye 9.9-an.
Yanî hejmara tirk û kurdên ku naxwazin bi hev ra bijîn û bi hev ra bibin dost û heval, dixwazin hevûdu ji welatên hev dersînor bikin, roj bi roj zêde dibin.
Di ankêta yekem da ji sedî 41.1-ê tirkan gotine ”Ez dibim hevalê kurdan yê nêzîk, di ankêta duyem da ev rêje daketiye ji sedî 34.5, di ya siyem da bûye ji sedî 30.1 û di ya çarem(2010)da jî daketiye ji sedî 24.7.
Di sala 1998-an da ji sedî 59.9-ê tirkan gotine, ”Ez dibim hevalê nêzîk yê kurdan”, di ankêta duyem da bûye ji sedî 44.5, di ya sêyem da bûye ji sedî 33.6 û di ya dawî(2010) da jî ev rêje daketiye ji sedî 23.1-ê.
Di ankêta da gelek beşên din jî hene, lê di quncikekî wiha da ne mimkûn e ku ez qala hemûyan bikim.
Li alî din em baş nizanin ku gelo pirs hew ev tenê ne, ya jî hin pirsên ku nehatine wişandin jî hene y ana...
Ez ne sosyolog im, loma jî nikanim hin netîceyên ilmî ji vê anketê derxim. Lê li gel vê jî bi rehetî dikanim bibêjim ku di warê hestan da kurd û tirk ji hev dûr dikevin, di nava herdu civatan da jî hestên kînê û nefretê û dijminatiyê xurt dibin.
Bihevramana civat û gelan jî wek zewacê ye, dibê bi dil û bi daxwaza herdu aliyan be, pevrajiyana bi zorê heta derekê mimkûn e, dûra netîce miheqeq ”hevduberan” û veqatandin e.
Çawa ku di vê sedsala 21-ê da zewaca bêdil û bi zorê êdî ne mimkûn be, her wisa bihevraman, pevrajiyana milatan jî ne mimkûn e.
Sîstema Sovyet nimûneya vê yekê ya herî nêz û berbiçav e.
Nimûneya din miletên Balkan in.
Roja ku miletên van welatan di warê hestiyariyê da ji hev dûr ketin, dilê wan ji hev sar bû, li hember hev hezkirina wan kêm û nefreta wan zêde bû, bi hev ketin û di dawiya dawî da jî piştî hin trajediyên mezin ji hev cuda bûn.
Bêguman analîzên wiha karê civaknasên kurd in, dibê ew ankêtên wiha analîz bikin.
Lê li gel vê jî bi baweriya min, ne ji bo mêr û jinê û ne jî ji bo civatan, bi darê zorê jiyana bi hev ra ne mimkûn e.
Ev yek ji bo civata kurd û tirk jî wiha ye, weke miletên Sovyetê û yên Balkanan, li Tirkiyê kurd û tirkê jî ewê ji hev veqetin, dîrokê viya nîşan bide…
Ev veqetandin ewê li beşên Kurdistanê yên din jî pêk werin, çimkî dewlet û miletên van welatan miletê kurd pir û pir êşandine, hest û daxwaza jiyana bi van milatan(ereb, faris û tik)ra bi gelê kurd ra nemaye…

20 december 2010

Xeyalên rojek tenêtî

Ez tik û tenê li malê me, ne ins e, ne cins e…
Berf çongekê li erdê ye, derve 3 derece di bin sifrê ra sar e.
Hawirdor û xwaze sipîboz dike.
Kes li der xuya nake.
Tenê hin beytik ji ser vê darê fir didin ser wê darê û ji xwe ra li qût digerin.
Heta ji min tê ez wan bê êm nahêlim.
Li gor do êşa pişta min îro hinekî kêmtir e.
Min îro heb jî hîn nexwariye.
Tenêtî meriv sewqî fikarê dike...
Ez pir difikirim, çûna Kurdistana başûr xeyal dikim.
Ji Stockholmê berê difirim Hewlêrê, paytexta Kurdistanê, kela azadiyê, çirîska xewn û xeyalên hemû kurdan, bajarê ku ala rengîn bi xurûr û azad li ba dibe…
Hewlêr, bajarê ku ne di bin îşxalê da ye, bajarê ku leşker û pûlisên dijmin lê piyase nakin, bajarê ku kurd xwe lê azad û serbilind his dikin û bajarê ku zimanê wî kurdî ye…
Ez xeyal dikim, buharê, berê ezê herim vî bajarî, li vî bajarî, li Silêmaniyê, li Kerkûkê, li Zaxo û Dihokê, li vê axa ku dijmin ser xwe qewitandiye dilê xwe li azadiyê, li kurdîtiyê, li zimanê kurdî rehet bikim; bêyî ku rastî ala tirk, pûlis û leşkerên tirk û zimanê tirkî bêm.
Li Hewlrê, li Silêmaniyê ûli Dihokê ezê hewa azadbûn û serxwebûnê tam bikim û pê sermest bibim.
Ez ji nuha da vê rêwîtiyê xeyal dikim…
Ji Kurdistana azad ji deriyê Xêbûr ez derbasî welatê bindest û êsîr dibim, diçim li ber leşker û ala tirk radiwestim û ji leşkerên tirk destûra herim mala xwe dixwazim.
Ez vê zulmê xeyal dikim û destê xwe li hestên xwe yên wê bîstikê dipelînim, lê guhdarî dikim, dixwazim ji nuh da bizanibim gelo ewê têkevin çi halî û çi his bikin?
Ez qonax bi qonax, riya xwe bi hevalan dixim, li ser erdê bindest bi pêş da diherim û dû ra xwe digihînim Wêranşarê.
Ez xwe digihînim Wêranşarê, bajarê zaroktî û xortaniya xwe, bajarê ku ez nuha nizanim lê bigirim, xwe lê biyanî his dikim; bajarê ku nuha bûye bajarekî din, bi saetan lê bigerim jî kes min nas nake…
Lê ez dîsa jî jê hez dikim…
Çimkî dereke ez pê da herim tuneye.
Bajarekî min ê din yên zaroktiyê tuneye, ez li vî bajarî hatime dinê û lê mezin bûme, loma jî ew mala min, Kurdistan jî welatê min e.
Meriv ancax li mala xwe û li welatê xwe, xwe azad û bextewar his dike…
Wêranşar û Kurdistan li ba dilê min bi qasî diya min şîrîn in; tu dê, tu bajar û tu welat nikanin di dilê min da dewsa wan bigre..
Ez xwe digihînim nava qewm, meriv, dost û hevalên xwe, nava hezkiriyên xwe û di nava wan da wek dildarekî wan rûdinim, kêf dikim, şa dibim…
Çendakî li wir dimînim, diçim qelek derên min nedîtine dibînim û dûra jî dîsa qonax bi qonax riya xwe bi hin bajar û heval dixim û xwe digihînim Stenbolê…
Yanî digihîjim qanoxa xwe ya dawî, êdî Stockholm li bende min e….
Ez nuha di serê xwe da van xeyalan çê dikim.
Xeyal baş in, kesê bêxeyal kesê mirî ye…
Gelo ev xeyal ewê bi rast bigere ya na ez nizanim, lê ji bo ku pûç nebe çi ji destê min bê ezê bikim...

19 december 2010

Gul: Perwerdeya bi zimanê kurdî ewê huzûr û nîzama Tirkiyê xera bike û zirarê bide însanan

Li Tirkiyê êdî her kes dizane û qebûl dike ku gelşa kurd çavkaniya esasî ya hemû gelşên Tirkiyeyê ye.
Het ku mesela kurd çareser nebe, miletê kurd negihîje azadiya xwe û zimanê kurdî nebe zimanekî resmî û yê perwerdeyê, ne mimkûn e ku li Tirkiyê tu dawiya gelşan were û aramî û demokrasî were Tirkiyê.
Ji xwe ji ber ku AKP-ê jî ev mesele baş fêm kiriye, loma jî qaşomaşo qala ”pakêta kurd” û ”vebûna demokratîk” dike.
Di serê gelşa kurd da jî bêguman nuha mesela zimên pir aktuel e, li gor berê kurdan îro hîn bêtir girîngiya zimên fêm kirine û loma jî bêtir ehemiyetê didin vê daxwaza xwe.
Lê tiştek pir vekirîye, dewleta tirk naxwaze mafên kolektîv û zagonî bide kurdan, dixwaze tenê hin maf û azadyên ferdî qebûl bike.
Di vî warî da hukûmet, mixalefet û leşker hemfikir in, dibêjin ”yek milet” û ”yek ziman.”
Di vî warî da wekî din çi bibêjin(û yên dibêjin)hemû xapandin, serîlêgerandin û demagojiye; dixwazin wextê qezenc bikin, belî di pêşerojê da PKK belav bibe, kurd biwestin û hwd….
Rûşen Çakir di nivîsa xwe ya do da dibêje, heta nuha ew bi gelek berpirsiyarên dewletê ra peyivîye. Her cara ku mesele hatiye ser ”zimên”, tim problem derketiye, ”mesele xitimî ye.”
Rûşen Çakir dibêje:
”Birêvebirên dewletê ji daxwaza zimên gelkî ditirsin û ji bo çareseriya vê meselê jî ne xwediyê tu formulekê ne. Û loma jî heta ku mimkûn e vê meselê taloqî pêşerojê dikin, ji bo paşdaxistina wê, pir li ber xwe didin. Min ev yek mişahade kir.”
Çakir di nivîsa xwe da li ser ne diyariya siyaseta hukûmetê radiwest û dibêje:
”Li hember daxwazên BDP-ê yên duzimanî em nizanin hukûmetê çi bike, lê diyar e ku hukûmet ji vê daxwazê pir nerehet e.
Ji ber vê yekê ye ku serokkomar Gul do got, dibê her kes bêtir bi dîqet be û bi mesûliyet hereket bike. Ev şêla Gul ya hukûmetê ye jî.”
Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, ji ber ku hin parlamenterên BDP-ê di meclîsê da bi kurdî peyivîn, do rexne li BDP-ê û girt û got zimanê resmî yê Tikriyê tirkî û ewê wisa bimîne. Gul got, hin alî meseleya zimên ji bo menfeetên xwe yên ”îdeolojîk” û Siyasî” bikar tînin.
Ev du roj in Abdullah Gul li ser hev li ser vê meselê dipeyive û BDP-ê bi girtinê û netîceyên nebaş tehdît dike.
Di axaftinên xwe yên do û pêr da Gul got:
“Li Tirkiyê zimanê resmî tirkî ye û ewê wisa dom bike. Li cihên cida yên Tirkiyê zimanên cihê hene, emê li hemûyan xwedî derkevin. Vana hemû jî zimanên me ne.
Lê belê heger em bi baheneyên îdeolojîk û siyasî yên cida vê yekê bikin, wê demê emê hizûra xwe û nîzama xwe xera bikin û emê dest pê bikin zirarê bidin insanên xwe.
Zimnê Komara Tirkiyê Tirkî ye, tirkî zimanê mişterek yê her kesî ye. Kesên bi tirkî nizanin dibê em fêrî wan bikin. Qet kes naxwaze li Tirkiyê bibe merivê sinifa duyem. Her kes hemwelatiyê sinifa yekê ye.”
Di van rêzên jorîn da Gul ji kurdan ra dibêje, emê tu carî perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nekin, heger em kurdî bikin zimanê resmî emê huzûra milet xera bikin û zirarê bidin însanan.
Yanî perwerdeya bi zimanê kurdî tiştekî bi zirar e, dibê meriv nexwaze, dibê hemû kurd dev ji zimanê xwe berdin û tirkî bikin zimanê xwe û helbetdi dawiyê da bibin tirk.
Li gor Gul, kesên ku zimanê wan tirkî ye merivên sinifa yekem in û kesên zimanê wan kurdî ye jî yên sinifa duyem in.
Îcar ji bo meriv ji ”sinifa duyem” terfî ”sinifa yekem” bike, dibê meriv dev ji kurdî berde û tirkî fêr bibe, tirkî bike zimanê xwe.
Van dîtinên jorîn, dîtinên nîjadperest, faşîst û înkara hebûna miletê kurd û zimanê wî ye.
Di nava AKP-ê da Gul, wek merivekî nerm, mulahîm û heta ”demokrat” tê zanîn.
Lê rastî belovacî vê ye.
Abdullah Gul merivekî ”nermok” xuyaye, lê merivekî bibinî(sinsî) û xiniz e, kone û durrû ye, merivekî pir bi hesab û pir tahlûke ye.
Erdogan, M. Alî Şahîn, Cemîl Çîçek dostiya wan jî dijminatiya wan jî diyar dibe, nikanin veşêrin, dema dipeyivin meriv fêm dike ku çi difikirin.
Abdullah Gul ne wiha ye, tîpê îstîxbaratçiyan pê dikeve, tu carî baweriyê nade meriv, di serê wî da tiştiek heye, lê devê wî tiştekî din dibêje, di axaftinên xwe da tim "zeyt dike", şelef xuyaye.
Întîba merivekî ”tarî” û tirsonek dide meriv.
Kîn û neyariya wî ya li hember kurdan ji ya Çîçek û Şahîn pirtir e, lê ji ber ku sinsî, tirsonek û bi hesab e, ne merivekî rastgo û dobre ye, loma jî nade der.
Mesela tiştên li jor gotine ji yên Erdogan, Şahîn û Çîçek pir girantir in, lê berê demagojî kiriye, "gotiye hemû ziman jî dewlemendiyên me ne, emê biparêzin", loma jî meriv dibêje qey merivekî demokrat e û tiştekî baş dibêje.
Lê ne wisa ye, rola ”pûlisê baş” dilîze, Şahîn çi gotibe ew jî eynî tiştî dibêje.
Lê belê tiştê gotine jî pir cidî ne, bi ”nermikî” gotibe jî netîce gotiye, ”emê tu carî destûrê nedin perwerdeya zimanê kurdî” û heger zimanê kurdî bibe zimanê resmî, ewê huzûr û nîzama Tirkiyê xera bike û zirarê bide însanan û ji bo ku huzûra Tirkiyê xera nebe dibê kurd tiştekî wiha nexwazin.
Ma ji vê dîtinê xerabtir çi heye?
Netîce, dibê em bizanibin ku berpirsiyarên AKP-ê yek ji yê din ne çêtir e, ev yek.
Hemû jî li dijî perwerdeya zimanê kurdî û li dijî her babet mafên kurdan yên netewî ne, ev dudu...
Di derbarê çareserkirina mesela kurda da jî bêyî awiqandin û qedandina tevgera kurd ya netewî hîn tu programeke AKP-ê tuneye, ev jî sisê.

18 december 2010

Kemal Kiliçdaroglu tenezul nekir gotina kurd jî bigre devê xwe

Kongreya CHP-ê bi helahopeke mezin îro li Anqerê civiya û kurdên ku hin hêvî ji vê kongreyê dikirin pûş kutan, xeyalşikestî bûn.
Gelek kes li hêviyê bûn ku Kemal Kilaçdaroglu yê kurd, elewî û dêrsimî, derbarê Yekîtiya Ewrûpayê û mesela kurd da ewê îcar biwêribe hin tiştên nuh û girîng bibêje.
Lê wisa nebû, Kiliçdaroglu weke her tim, dîsa yek carê jî navê kurd negirt devê xwe û tu giranî jî neda mesela kurd, bi çend gotinên îmawarî û vala di ser ra derbas bû.
Serokê CHP-ê Kemal Kilicdaroglu, mesela kurd û Yekîtiya Ewrûpayê qet zêde tevranekir, bi piranî li ser bêkariyê, xêzaniyê, azadî û siyaseta AKP-ê rawestiya û fortên vala da xwe, got ewê Erdogan ji wir daxe.
Kiliçdaroglu, xulamê kemalîzmê û pepûkê bêşexsiyet wisa bawer dike ku gotina ”kurd” dûpişk e, heger rebeno bibêje ”kurd”, ewê dûpişkê bi zimanê wî vede û ewê bimre, loma jî sondxwarî ye tu carî nabêje kurd.
Di vê axaftina xwe da Kiliçdaroglu careke din jî nîşan da ku ew merivekî pir bêşexsiyet e û ji Devlet Bahçeliyê faşîst jî nîjadperesttir e.
Çimkî Bahçelî, êdî di her axaftina xwe da, li dij be jî lê axirê bi rehetî qala hebûna kurdan û ya zimanê wan dike.
Lê Kiliçdaroglu gotina ”kurd” qet nagre devê xwe, diyar e rebeno ji bikaranîna gotina kurd nefret dike, loma jî nabêje kurd.
De îcar merivekî ku eslê xwe înkar bike, ma ewê çi jê derkeve, hesa bli ba we ye…
Lê belê Kiliçdarogluyê nîjadperestê tirk û pepûkê tirkan, ne tenê gotina ”kurd” negirt devê xwe, mêrik ”Peymana Lozanê” jî wek riya çareseriyê nîşanî kurdan da û got:
”Emê bi riya xwedîlêderketina prensîbên Cumhûrîyetê vê meselê çareser bikin. Seneda me ya çereserkirinê Peymana Lozanê ye. Emê li seneda Lozanê xwedî derkevin, bi parastina vê senedê emê meselê çareser bikin. Di çarçeweya huqûqa hemwelatîbûnê da, ya mafê însanî, azadî, aştî û nan da emê çareser bikin.”
Yanî dibêje emê li hember kurdan siyaseta înkar û îmhayê bidomînin.
Çimkî Peymana Lozanê, wek tê zanîn, di 24-ê temûza 1923-an da li Lozanê di navbêna dewletên îtîlaf(Îngîltere, Fransa, Îtalya) û dewletên îtîfak, (Elmanya, Awusturya û Macaristan)ê da hate îmzekirin û bi vê peymanê kurd ketin vî halî.
Peymana Lozanê, peymana perçekirina Kurdistanê û bindestkirina miletê kurd e, Kiliçdaroglu loma jî wê weke referens nîşanî kurdan dide.
Bi Peymanan Lozanê ya bi hêzên emperyalîst ra hêzên kemalîst, Peymana Sewrê îptal kirin û Kurdistan di nava Tirkiyê, Sûrîyê û Îraqê da bi emperyalîstan ra li hev par kirin.
Piştî îmzekirina Peymana Lozanê, li her beşê Kurdistanê miletê kurd bû kole û hemû dewlemendiyên Kurdistanê ketin ber talana tirk, ereb û faris, îngilîz û fransizan.
Loma jî Kiliçdaroglu, ji dêlî Peymana Sewrê, qala Peymana Lozanê dike, dibêje li gor vê peymanê ewê nêzî mesela kurd bibin.
Û maneya vê jî berdewamiya bindestiyê ye.
Peymana Sewrê ne wiha bû, di Sewrê da kurdan gelek maf bidest xistibûn.
Peymana Sevrê piştî şer, di 10-ê tebaxa 1920-î da di nabêna hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekem da li Parîsê hat mohrkirin.
Li gel Dewleta Osmanî, Ermenî û Kurdan jî ji bo pêşkêşkirina daxwazên xwe îmkan dîtin ku nûnerên xwe bişînin vê civînê.
Ermeniyan Bagos Nubar Paşa, hin komele û cemiyetên kurdan jî Şerîf Paşa şandin. Ji aliyê Osmaniyan jî çar kes beşdarî civînê bûn û peyman mohr kirin.
Di xalên 62,63 û 64-an ya Peymana Sevrê da ji bo gelê kurd mafê xutmuxtariyetê tê dayin û dewleta Osmanî û hêzên îtîlaf jî vê yekê qebûl dikin.
Li gor van xalên peymanê, di nav sînorên Dewleta Osmanî da ewê dewleteka kurd a xudmuxtar bihata avakirin.
Piştî salekê ewê dengdaneka giştî(referandûm) li Kurrdistanê bihata çêkirin, hela kurd dewleteke serbixwe dixwazin an na.. Kurdên bajarê Mûsilê jî, ewê têketana nava sînorên vê dewleta kurd ya serbixwe.
Lê kemalîstan bi hîle û xurdan rê li ber bicîanîna van madeyên Peymana Sewrê girtin û dûra jî bi îmzekirina Peymana Lozanê, Peymana Sewrê ji bin da îptal kirin.
Û loma jî Kemal Kilçdaroglu yê heramzade û şîrheram dibêje ”seneda me Peymanê Lozanê” ye, yanî berdewamiya bindestiya kurdan e.

17 december 2010

Daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî nêta hukûmetê ya tunekirinê derxist ortê

Hukûmeta AKP-ê li hember kurdan siyaseteke pir durrû, kone û fêlbaz dimeşîne.
Hukûmet, li aliyekî wisa nîşan dide ku xwedêgiravî ew dixwazin mesela kurd bi riyeke aştiyane çareser bikin, lê li aliyê din jî ji bo ku hin parlamenterên kurd di meclîsê da çend gotin bi kurdî peyivîn û gotin ji nuha û pê va ewê li hkûmer derê li gel tirkî, kurdî jî bikar bînin, ji serokkomar bigre, heta bi serokê meclîsê û berdevkê serokwezîr qiyamet rakirin.
Ji ber ku hevserokê BDP-ê Selahattin Demirtaş, rexne li xemsariya dewlet û hukumetê girt û got ”ewê êdî li benda dewletê nesekinin û li herdevera ku kurd lê dijîn duzimaniyê bikar bînin”, dewleta tirk rabû pêdarê, berpirsiayrên dewletê di cî da BDP bi girtinê tehdîd kirin.
Di vî warî da Demirtaş wiha got:
”Emê li benda qanûnan nesekinin û li herdera kurd lê dijîn û di hemû beşên jiyanê da kurdî û tirkî bi hev re û weka hev bikar bînin.”
Demirtaş, rexne li siyaseta dewletê ya zimanê kurdî girt û got:
”Li Tirkiyeyê her sal olimpiyadên zimanê tirkî tên lidarxistin. Lê ji bo kurdî tu tişt nayê kirin. Dawetiyeka kurdî jî dibe tawan. Dibêjin way TRT6 heye besî we ye. Ji vê pê ve emê wisa bikin ku li her dera ku kurd lê hene emê zimanê bazarê bikin kurdî, bazar ewê bi kurdî be. Navê dikan û bazarxaneyan ewê bi kurdî bin. Tabelaya navê menuyan ewê bi du zimanan be.”
Di derbarê xebatên pêşerojê yên di vî warî da jî Demirtaş got:
”Nuha hevalên me li ser dixebitin ku navê gundan bi du zimanan binivîsîn. Li herêmê emê duzimaniyê têxin jiyanê. Şaredariya Diyarbekir navê 97 gundan li wan paşde vegerandiye. Emê êdî ji bo zimanê zikmakî li benda yasa û serrastkiriên dewletê nesekinin.”
Van gotinên Demirtaş erkananên dewlet û hukûmetê rakir pêdara û hemûyan bi hev ra êrîş birin ser BDP-ê.
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mehmet Alî Şahîn, BDP bi girtinê tehdîd kir û û dû ra jî ji bo lêpirsînê bang li dozgeran kir.
Alîkarê serokwezîr Bulent Arinçê ”demagog” û Serokkomarê Abullah Gulê ”nermik” jî xwe tevî mijarê kirin û wan jî qanûnên heyî bi bîra BDP-ê xistin û ew bi girtinê tehdît kirin.
Serokê MHP-ê Bahçelî û serokê grûba MHP-ê Oktay Vural jî agir li BDP-ê barandin û gotin emê tu carî rê nedin serbestbûna zimanê kurdî, resmîbûna kurdî ewê rê li ber perçebûna Tirkiyê veke.
Wezîrê Kulturê yê hukûmetê Ertugrul Guney jî ji Şahîn û Vural kêmtir nema, wî jî got, ”li Tirkiyê zimanê resmî tirkî ye. Nabe mirov li dijî qanûnan derkeve. Bi zorê nabe…”
Di minaqeşeyên di vî warî da hin parlamenterên AKP-ê û MHP-ê, BDP-yî li hember dewletê bi ”serîhildanê” îtham kirin.
Li ser van rexneyan, parlamenterê Şirnexê Hasip Kaplan di bersîva xwe da got, ”Erê serîhildan e. Em serî hildidin. Ez vekirî dibêjim, ev mafekî sirûştî ye. Ji bo nasnameyê, ji bo mafê ziman em serî hildidin. Lê ev serîhildaneke pasîf e. Serîhildaneke sivîl e. Bêîteatiyake Sivîl e”
Li hember daxwazên kurdan yên ji bo zimanê zikmakî, piştî AKP-yiyan Serokerkanê Artêşa Tirk jî bêdengiya xwe xera kir û di malpera Serokerkaniyê da li hember kurdan daxûyaniyek bi gef belav kir.
Di daxuyaniyê da tê gotin ku, ”Mustafa Kemal Ataturk, Komara Tirkieyê weke dewleteke neteweyî ya yekpare ava kiriye û nabe ku ev were xerakirin.”
Û dûra jî wiha tê gotin:
“Ziman, çand û welat faktorên milletbûnê ne. Heger yekitiya ziman tunebe, ewê gelek êş û tengaviyan bi xwe ra bîne. Di van rojên dawiyê da li ser zimanê me hinek nîqaş tên kirin ku ev yek rê li ber guhertina bingehîn a felsefa avabûna komara me vedike. Em vê yekê bi fikar temaşe dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê da kurd tên tehdîd kirin û tê gotin:
”Erka hêzên çekdar yên tirk parastina yekitî, serxwebûn û yekparebûna millet û welat e, lewra em hertim di vê mijarê da bûne alî û ji vir û pê de jî emê bibin aliyekî vê mijarê.”
Heta nuha leşker bêdeng bûn, vaye wan jî ya xwe got û kurd tehdît kirin. Ma CHP, heta nuha CHP-ê xwe kerr kiriye û qet tiştek negotiye. Ev jî tiştekî balkêş e. Dibe sibe di kongrê da dîtina xwe bibêjin.
Netîce, di van minaqeşeyên dawî da, herçî mesela zimanê kurdî ye, meriv baş dibîne ku dewletê û hukûmetê hîn jî dev ji siyaseta înkar û tunekirnê bernedaye, viya meriv baş dibîne.
Gotinên serokomar Abdullah Gul, serokê meclîsê Mehemet Alî Şahîn, wezîrê kulturê Ertugrul Gunay û alîkarê serokwezîr Bulent Arinç yên derbarê zimanê kurdî da nîşan dide ku nêta wan pir xerab e, zîhnîyet hîn ya berê ye.
Dewlet û hukûmet dixwazin bi kanaleke telewîzyonê ya bêgarantî, çend lîstikên tiyatroyê û di hin zanîngehan da çend beşên xwdêgiravî zimanê kurdî kurdan bixapînin, bi vî hawî wextê qezenc bikin.
Loma jî ji kurdan ra dibêjin, li vir, li vir kurdî yasax e, tenê hûn dikanin li mala xwe û di nava hev da bi kurdî bipeyivin.
Çimkî ew jî dizanin ku di vê sedsala 21-ê da zimanê nebe zimanê perwerdeyê û zarok di dibistanan da pê perwerde nebin mahkûmî mirinê ye.
Dema hukûmet di meclîsê da destûrê nade axaftina parlamenterên kurd ya bi kurdî, maneya xwe ew e ku konsepta înkar û tunekirina zkurdan û zimanê kurdî hîn berdewam e.
Hukûmet bi hostayî wisa nîşan dide ku xwedêgiravî ew hebûna miletê kurd nas dike.
Ê heger hûn hebûna kurdan nas dikin, wê demê berî her tiştî zimanê kurdan qebûl bikin, bihêlin bira zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bihêlin bira parlamenterên kurd di meclîsê da bi zimanê xwe bipeyivin.
Lê hukûmet destûrê nade viya, ji ber ku BDP, van mafan dixwaze wê bi girtinê tehdît dikin.
Ev jî tê wê maneyê ku hukûmetê hîn dev ji îdeolojî û siayseta tunekirina kurdan û zimanê wan bernedaye.
Di vê nabênê da KCK-ê jî derbarê minaqeşeyên li ser zimên da beyaneke pir girîng da. KCK, di beyana xwe da bi kurtî wiha dibêje:
”Di dawiya daxuyaniya xwe de KCK’ê banga vê yekê kir: “ Divê hemû gelê me, hemû ciwan, jin, siyasetmedar, hunermend zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bikar bînin û bide hînkirin û pêşve bibin û bersiva vê siyaseta sexte bidin. Divê neyê jibîrkirin ku ev rewşa zûlm, înkar û îmhayê wê şernan wêrektir û wê şûrê asîmilasyonê tûjtir bike. Dive were zanîn ku ji niha û pê de bi tirkî xeberdan tûjkirina wî şûrî ye, kesên ku dibêjin ez kurd im û bi kurdî bizane û alîgirê çareseriyê be dibê di nava vê hewldanê de be. Li ser vî xîmî em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her derê bi kurdî xeber bidin, li zimanê xwe xwedî derkevin.”
Ez hêvî dikim ku hemû dilsoz û hevalbendên BDP û PKK-ê û kurdên walatparêz guh bidin vê beyana KCK-ê.

16 december 2010

Pere keviran nerm dike...

Çavê me kurdan ronî be, di TRT6-ê da îcar jî pêşbaziya stranên kurdî tê lidarxistin.
Bi rastî jî ev kêmasiyeke muzîka kurdî ya mezin bû, ji nuha û pê va bi xêra TRT6-ê emê bizanibin ku kîjan strana kurdî ”baş” e û kîjan jî ”ne baş” e ya jî kêm baş e.
Tirk mêrikan biaqil in, bala xwe didinê kêmasiyên me çi ne, hewcedariya me bi çi heye, li gor wê dest bi karên xwe dikin.
Yanî berê nuxteyên ”zeîf” tespît dikin…
Saziya Radyo û Televîzyona Tirkiyeyê TRT-ê diyar kir ku ewê bi navê “Strana Xwe Bibêje” pêşbaziya stranên kurdî li dar xe.
Li gorî daxuyaniya TRT6-ê, ji bo pêşbaziya ku di kanalê de fragmanên wê hatine weşandin, ewê li Tirkiyê û li Kurdistanê li 7 ciyan(Stenbol, Anqere, Îzmîr, Edene, Wan, Diyarbekir û Nisêbîn)û li derveyî welêt jî li 3 ciyan, li Stockholm û Kolnê û li başûrê Kurdistanê jî li Hewlêrê kesên pêşbaz werin hilbijartin.
Li gor hin malper dinivîsin, pêşkêşvanê bernameyê ewê Acar Filîz û endamên jûriyê jî ewê Kadir Îpek, Şexmûs Esenkûş, Nîhat Dogan,Yekbûn Civak û hunermend Seîd Yûsif bin.
Kesê ku di pêşbaziyê da bibe yekem, ewê li Stenbolê bi xaniyekî 3+1 odeyî bête xelatkirin.
Weleh ku TRT û tirk xaniyan li hunermendan belav bikin, hunermendekî jî di nava kurdan da nahêlin, ewê hemûyan bikşînin ba xwe.
Ji ber ku ne tiştekî hindik mindik e, xaniyekî û him jî li Stenbolê didin kesê bibe yekem.
Lê çi çavê diya xwe ne, negotine xaniyekî çawa, dikanin li Sûlûkûleyê kusêxekî bidin, û bibêjin kerem bikin….
Axir cî û qelîteya xênî hîn ne diyar e, belkî di rojên pêş da wê jî eşkere bikin.
Lê bala xwe bidinê ne li Diyarbekrê, ne li Wanê ya jî li Ruhayê, li Stenbolê xênî didin kesê yekem. Çima ?
Ji bo ku hunermendan ji Kurdistanê dûr bixin, bikşînin ba xwe, têkin bin kontrol û xofa xwe.
Bira di nava wan da bijîn ji bo ku tim tirs û xofa tirkan di dilê wan da be û zêde pêşda neçin.
Helbet ev yek ji bo hemû kurdan wiha ye, lê ji bo kesên nas, meşhûr bêtir derbas dibe.
Piştî vê îlana TRT6-ê, hey ewê bi sedan hunermendên nuh peyda bibin, ev vekirî ye…
Lê ji vê bêtir, tirsa min ew e ku hin siyasetmedar jî rabin xwe di ber hunermendan ra kin; ji bo qezenckirina xaniyekî li Stenbolê ew jî dest bi dengbêjiyê bikin.
Ji ber ku heta nuha piraniya hunermendên kurd feqîran ya belaş ya jî bi nanzikê hunerên xwe îcra dikirin.
Çimkî dema pere di meselê hebe talib pir dibin.
Xwedê kir ku ne dengê min xweş e û ne jî ez dikanim li enstrumanekê xim.
Çimkî timayiya malê dinyayê carnan dikane berê meriv şaş û dûra jî fahş bike û dûra jî bi erdê ra kaş bike…
Wek min got, ku ji nuh a û pê da TRT6 devê kîs veke û serê dolaran nîşanî hunermendan bide, bêguman ewê herin ba TRT6-ê.
Çimkî telewîzyonên kurdî fêrî belaşiyê û kelepûrê bûne…
Çêkirina programên wiha, yên civakî qet nayê bîra wan, ew fêrî leqeleqa vala bûne…
Îcar dema di meselê da pere jî hebe, helbet qelîteya kar jî bilind dibe.
Çimkî xwediyê peran, ji ber ku pera dide û kes bi xêra bavê xwe naxebite, loma jî ewê ji hunermendan berhemên bi qalîte bixwazin.
Yanî dikane tiştên baş jî werin meydanê…
Di îlanê da tiştê bala min kişand navenda li Hewlêrê ye, min fêm nekir ji bo çi li Hewlêrê?
Pêşbirkên wiha di nava hemwelatiyên welatekî da çê dibin, kesên biyanî beşdar nabin.
Hewlêr paytexte Kurdistanê ye û bajarekî welatekî din e.
Îcar ji bo çi li Hewlêrê min fêm nekir.
Lê miheqeq hesabek ya jî îzahek wê heye.
TRT6, di programa pêkenînê ”Cîran Cîran”ê da bi ser ket, dibe ku di vê programê da jî bi ser keve, çimkî pere tê da heye…

Dil heye taqet tuneye

Hûn rastiyê dixwazin ez xwe di orta ”Xelîl û Celîl” da his dikim…
Ji do da ye ez boçikî bûme, yanî dîsa firk ketiye pişta min û ji ber vê yekê jî ez nikanim nivîsa xwe ya rojene binivîsînim.
Îcar ez bibêjim ez nexweş im derdeke, ez nebêjim derdeke.
Loma jî do êvarî min sebebê nenivîsîna xwe nenivîsand.
Lê wisa xuyaye ku ev hevîr ewê hîn gelek av hilinî, yanî ”firk”e, ”boçik” e ewê zû bi zû bela xwe ji min veneke.
Esas pê hinek êş hebû min zêde guh nedayê.
Do sibehê dema ez ji nava nivînan rabûm, min dît ku êşeke mezin di pişta min da heye. Min hinekî xwe rast û çep bada, yanî min ”antramanek” kin kir, min got de qey ewê derbas be û çûm kar…
Lê derbas nebû, her ku çû xerabtir bû.
Min biryar da ku texsiyakê bixwazim û herim mal.
Di wê nabênê da min li malpera Kkurdînfoyê nêrî û îlana wefata Îsmaîl Aliş bi ber çavê min ket.
Li ser vê, min rabû telefonî Qudbedîn Aliş kir, jê ra sersaxî xwest.
Her çiqas mala Qutbedîn nêzî ciyê karê min bû, meriv dikanîbû peyatî jî biçûya, lê min nikanîbû, min rabû texsiyak girt û berê çûm wir.
Û ji wir jî dîsa bi texsiyakê çûm mal.
Û ji do da ye li mal di nava nivînan da me, carnan têm kompîtorê vedikim, lê dinêrim, halê dinyayê û kurdan fêr dibim û dîsa diherim xwe dirêj dikim.
Ez hebên Voltarenê digrim ku hinekî baş bibim ezê tiştekî binivîsînim...
Ev gelşa piştê ji zûda ye bi min ra heye, lê ev demek dirêj bû bela xwe ji min vekiribû. Bes ji do da ye dîsa bela xwe di min daye, hela ez mêzem ewê kînga bela xwe ji min veke...
Bawer bikin di nava nivînan da tebatî nayê min, ez dixwazim hêzî ser xwe bikim û herim li ber kompîtorê rûnim…
Yanî dil heye, lê bawer bikin taqet tuneye...

14 december 2010

Kongreya PDK-ê hilbijartineke rast kir

Ji êvar da ye di Kurdistan TV-ê da ez li kongreya PDK-ê temaşe dikim. Bi saya kongreya PDK-ê, min îşev li hemşeriyê xwe Şivan Perwer jî guhdarî kir.
Pir heyf, bilbilê Kurdistanê, dengê wî yê berê nemaye, kal nebûye, hîn li ser xwe ye, lê mixabin ew dengê wî yê berê ku erd û asîman dihejand nemaye…
Dinya wiha ye, sal her tiştî kevn dike, heta însanan jî…
Îro, di roja çaran ya kongreyê da serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi israr û dengê hemû delegeyan dîsa wek serokê PDK-ê hate hilbijartin.
Piştî hilbijartina serokê partiyê, serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, ji aliyê Mesûd Barzanî ve wek Cîgirê Serokê PDK-ê hat pêşniyarkirin û ev pêşniyara Mesûd Barzanî ji aliyê delegeyên kongreyê ve bi yekdengî hate qebûlkirin.
Dengdan ne bi dizî, eşkere bû.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî hilbijartinê axaftinek kir.
Barzanî, di axaftina xwe da sipasî hemû komisyon û delegeyên kongreyê kir û got, di nava malbata wan da, weke her malbatê fikrên cuda hene, lê dubendî tuneye, ew tu carî ferqê naxe nabêna lawê xwe Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî.
Bêguman Mesûd Barzanî, belasebeb qala vê dijayetiyê nekir, wisa xuyaye ku hin ”gelş” hene û xelk jî qala van gelşan dikin.
Lê ev gelş çi ne û di nabêna kê û kê da ye ez nizanim, lê wisa xuyaye ku ji terefan yekî jî Nêçîrvan Barzanî ye.
Bes him serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî Nêçîrvan Barzanî, di axaftinên xwe da bawerî dan delegeyên kongrê û hemû endamên PDK-ê ku di nabêna wan da tu gelş tuneye û kesên li bende dubendiyan in ewê xeyalşikestî bin û ewê tu carî negihîjin miradên xwe.
Li Kurdistana başûr erê rewşe kurdan baş e, kurdan hin maf bi dest xistine, lê belê ev nayê wê maneyê ku êdî li Îraqê îstîkrara siyasî heye û kî bibe serpkê PDK-ê û YNK-ê ferq nake.
Serokatiya Celal Talabanî û Mesûd Barzanî, him ji bo YNK-ê û PDK-ê û him jî ji bo tifakên siyasî demeke din jî pêwîst e.
Her çiqas Mesûd Barzanî nedixwest careke din were hilbijartin jî, lê di demeke wiha krîtîk da bi dîtina min hilbijartina wî baş bû.
Vekişandina Mesûd Barzanî ji serokatiya PDK-ê dikane bibe sebebê hin tevlihevî û aloziyên û spekulasyonên bi zirar.
Loma jî heta demeke din jî serokatiya Mesûd Barzanî û Celal Talabanî ji bo kurdan garantiya îstîkarêye û kar e, ne zirar e.
Di nava PDK-ê da kesekî wek Mesûd Barzanî ku ji alî her kesî va bête qebûlkirin hîn tuneye,
Ev yek ji bo YNK-ê jî wisa ye.
Loma jî devjêberdana Messûd Barzanî ji serokatiya PDK-ê ji karê bêtir, dikane zirarê bigihîne PDK-ê.
Û di demeke wiha da zirardîtina PDK-ê, di eynî wextê da zirardîtina miletê kurd e jî.
Li gel hemû şaşî û kêmasiyên xwe PDK û YNK îro li Kurdistana başûr garantiyên îstîkrara siaysî ne.
Ji bo ku Mesûd Barzanî careke din serokatiya PDK-ê qebûl kir û Nêçîrvan Barzanî jî bû cîgirê serok, ez herduyan jî pîroz dikim û ji wan ra serkeftinê dixwwzim.
Bi hêviya ku di rojên pêş da ji bo kurd û Kurdistanê gelek serkeftinên din bidest xin…

13 december 2010

Xwedîdewletbûn tu dibê belkî ji xelkê ra adet e ji kurdan ra qebhet e...

Axaftina serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser mafê çarenûsa kurdan di kongreya PDK-ê da li der û li hundur olaneke mezin da.
Serokê herêma Kurdistanê di axaftina xwe da got, weke her miletî serxwebûn mafê miletê kurd e jî, di vê kongireyê da emê li ser vî mafî minaqeşe bikin û têxin destûra xwe û di rojên pêş da jî emê ji bo çespandina vî mafî bixebitin.
Van gotinên serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, di nava ereban da deng veda û hin der û dorên ereb aciziya xwe nîşan dan.
Ereb, hebûna 22 dewletên xwe û avakirina ya 23-an jî ji xwe ra wek heqekî rewa qebûl dikin, lê ji kurdan ra avakirina dewletekê wek qebehetekê dibînin.
Ev reaksiyona ereban îro di kongreyê da ji Nêçîrvan Barzanî jî hate pirsîn.
Nêçîrvan barzanî jî eynî gotinên Mesûd Barzanî dubare kir û got, bêguman mafê miletê kurd e jî weke her miletî qedera xwe bi destê tayin bike û ev ne cara pêşî ye ku serokê herêma Kurdistanê viya dibêje.
Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman jî di vî warî da got, ”Pêwîst e hemû hizb û serok weke Barzanî bifikirin. Dema wê yekê hatiye ku mafê çarenûsê bixin nav destûrê. Mafê gelê Kurd yê destnîşankirina çarenûsê heye û me di vê rewşê da ew maf bi awayê federalî bi cih kiriye. Barzanî mirovekî rast e û rastiyê dixwîne.”
Esas di sala 1992-an opozîsyona Îraqê jî di konreya Wiyanayê da mafê çarenûsê ji bo kurdan pejirandiye.
Loma jî daxwaza serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ereban jî ne nû ye û berê hatiye qebûlkirin.
Her wisa, Parlamentoya Kurdistanê jî ew maf ji bo Kurdan pejirandiye.
Lê kurd nuha vî mafê çarenûsê ne weke veqetandina ji Iraqê, di çarçeveya Federasyonê da bikar tînin.
Li gel piştgiriya hemû hêzên kurd ya ji bo vê beyana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hin berpirsiyarên asûrî û tirkmen jî diyar kirin ku ew jî ji bo bidestxistina vî mafî piştgirtiyê didin kurdan.
Sekreterê Ggiştî yê Partiya Gel a Turkmenan Îrfan Kerkûkî ku nûnerê turkmenên Kerkûkê ye, gotiye:
“Turkmen beşek ji gelên Kurdistanê ne. Ji bo vê yekê turkmen bi hemû şiyana xwe piştgiriya daxwiyaniya Mesûd Barzanî ya derbarê mafê çarenûsê da dikin. Kurd li Kurdistanê xwediyê hemû bingehên dewletbûnê ne, gelê kurd weke hemû gelên din yên cîhanê xwedî taybetmendiyeke netewî, dîrokî û erdnîgarî ye. Ji bo vê yekê jî mafê wan yê çarenûsê heye.”
Îrfan Kerkûkî gotiye, heger kurd mafê çarenûsê bidestxin, ev yek di berjewendiya turkmenan da ye jî.
Nûnerê turkmenên Hewlêrê Şêrdil Tehsîn jî piştgirî daye beyana serokê herêma Kurdistanê û gptiye:
”Daxwiyaniya serokê herêma Kurdistanê û serokê PDK-ê Mesûd Barzanî ya derbarê mafê çarenûsa gelê kurd da, ewê li gel biryara Parlamentoya Kurdistanê be û em jî piştgiriya wî mafî dikin.”
Endamê Tevgera Aşûriyan Salim Tome jî di derbarê mijarê da dîtina xwe aniya zimên û gotiye, kurd jî wekî hemû gelên din yên cîhanê mafê wan heye ku daxwaz çarenûsa xwe bikin û biryarê li ser dahatûya xwe bidin.
Tome gotiye:
”Em wî mafî rewa dibînîn. Hemû yasa û peymanên navnetewî ji bo tevayî gelên cîhanê li gel wî mafî ne. Li ser vî bingehî em piştgiriya daxuyaniya serok Barzanî dikîn û bi başî dibînîn. Em hêviya xêr û xweşiyê bo gelê kurd dixwazîn.”
Van beyanên berpirsiyarên asûrî, suryanî û turkmenan gelkî girîng in, ji ber ku ew jî beşekî ji gelên Kurdistanê ne.
Piştgirya van gelan kurdan xurttit dike.
Lê bêguman berî her tiştî dibê hemû hêzên kurd di vî warî da mitefik bin û piştgiriyê bidin vê daxwaza miletê kurd û weke Mahmûd Osman jî gotiye, vî mafê kurdan têxin destûrên xwe.
Li alî din, ji alî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî va di kongreyê da û li gelek ciyên din dubarekirina vî vî mafî gelkî girîng e.
Dibê kurd bi vî rengî her tim bi bîra mitefikên xwe xin ku nuha ew dixwazin bi wan ra bijîn, lê roja ku miletê kurd bixwaze feqete ev mafê wî heye.
Siyasetmedarên kurdên bakur jî dibê vî mafê çarenûsê tim bi bîra tirkan xin. Dibê kurd ji diyarkirina vî mafî netirsin.
Diyarkirina mavê çarenûsê nayê maneya veqatandinê, ew tenê riyeke.
Ji ber ku kurd ne mecbûr in di her qeyd û şertî da bi tirkan ra bijîn. Heger herdu milet bibin xwedî heman mafan meriv dikane bi hev ra bijî, lê dema ew pêk neyê mafê kurdan heye ku ji Tirkiyê veqetin û serxwebûna xwe îlan bikin.

12 december 2010

Gava meriv dew xwest dibê tasê veneşêre

Li Amedê, di Konferansa Çand û Wêjeya Kurdî da kurdan him tiştên pir baş gotin û minaqaşe kirin û him jî biryareke pir baş stendin.
Ji bo rabûna zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî, di konferansê da biryara destpêkirina kampanyayeke navnetewî hate girtin.
Îmzeyên ku ewê ji bo kampanyeya “Ez mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî dixwazim” bêne komkirin ewê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, UNESCO, Yekîtiya Ewrûpayê û Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) bêne kirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), pêşengiya vê kampanyayê dike.
Îmzeyên ku bêne berhevkirin ewê ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê (YE) û Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) re bên şandin.
Ji xeynî KCDê, Tevgera Jinên Azad û Demokrat (TJAD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî), Ciwanên Welatparêz û Demokrat, Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Tevkarî û Demokrasiyê (KADEP), NÇM, Dayikên Aştiyê, DÎVES, Egîtîm Sen, ÎHD û Mazlum Der jî beşdariya kampanyayê dikin.
Hevserokê KCD-ê Ahmet Turk, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Berdevka TZP-Kurdî Xecê Şen, li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn, di derbarê kampanya zimanê kurdî da daxuyaniyeke çapameniyê dan.
Ahmet Turk, di daxuyaniyê da xwestiye ku hemû kurd piştgirî bidin vê kampanyayê.
Piştî Ahmet Turk, Samî Tan jî peyivî ye û gotiye, “Em ji raya giştî ra aşkera dikin ku destûra bingehîn li ser înkara gelê kurd şikil girtiye, ji serî heta binî divê bête guhertin. Bi vê armancê bi gelê xwe û dostên xwe ra ji bo ku hemû astengiyên hiqûqî yên li hemberî zimanê kurdî bên rakirin û zimanê kurdî di her qada jiyanê da bê bikaranîn emê gelek cureyên çalakiyên demokratîk lidar xin.”
Kampanya îmzeyan ewê heta 21-ê Adarê Cejna Newrozê dom bike.
Di civînê da Prof. Celîlê Celîl, ji ber kurd ji dêlî navê Kurdistanê va navê ”Mezopotyayê” bikar tînin aciziya xwe bi rengekî pir xweş û mîzahî nîşan daye û gtiye:
”Li hember dîrokê em sûc dikin. Em dibêjin navê me kurd e, zimanê me kurdî ye, lê ji bo çi em dibêjin Mezopotamya, min hîn fêm nekiriye. Navê welatê me Kurdistan e. Sibe ji me ra bibêjin temam, welatê we ew der e herin wir, emê herin ku? Mezopotamya coxrafiyeke ku dihere digihîje hetanî Basrayê. Em dew dixwazin lê tasê vedişêrin, ev nabe.”
Bi rastî jî mamoste Celîl pir xweş gotiye, meriv dew xwest dibê tasê veneşêre, em xwedêgiravî doza Kurdistanê dikin, lê navê wê jî nabêjin.
Ev nabe.
Herçî tirk in meriv fêm dike ku mêrikan ji bo çi naxwazin navê Kurdistanê bigrin devê xwe, ev vekirîye.
Mêrikan dijmin in, kemalîst in û naxwazin navê wealtê me bibêjin. Lê bi navê “Mezopotamya”yê vê nêta xwe ya xerab vedişêrin, yanî “Mezopotamya” maskeya nîjadperestiya wan e.
Lê bilêvnekirina kurdan ya navê Kurdistanê jî bi dîtina min du sebebên wê hene.
Yek jê tirs e, ya din jî zeîfiya hest û şiûrê kurdayetiyê ye, di hest û şiûra xwe da asîmîle bûne, bûne kemalîst.
BDP, KCD di van demên dawî da xebatên pir girîng dikin, gavên pir rast û pir baş davêjin.
Di Meclîsa Tirkiyê da Axaftina Hesîp Kaplan û Sirrî Sakik ya bi kurdî û ji alî Kaplan va xwendina helbesta Cegexwîn, kampanyaya “em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin” û ev Konferansa Çand û Wêjeya Kurd, hemû jî xebatên pir hêja û girîng in.
Tirkiye nikane bi tank û topan û balafiran biçe ser çalakiyên wiha legal û demokratîk.
Dema ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî bi milyonan îmze werin topkirin û teslîmî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê were kirin, di qada navnetewî da ewê olaneke mezin bide.
Her kesê bibîne ku miletê kurd mafê xwe yê herî însanî û herî rewa dixwaze, loma jî ewê piştgiriyê bidin miletê kurd û zorê bidin Tirkiyê.
Tirk bi vê yekê dizanin û loma jî ji nuha da ji bo ku bikanibin li hember xebatên wiha astengiyan derxin li riyan digerin, bi dinyayê ketine li aqil digerin, dixwazin ewrûpî aqil bidin wan.
Lê êdî tiştekî ku tirk bikanibin bikin tuneye, kurd ewê bigihîjin azadî û serbistiya xwe.
Mesele êdî ne ew e ku ev yek mimkûn e yan na, mesele ewê kînga bibe û ev jî di destê xebat û zîrekiya me kurdan da ye…

11 december 2010

Kongreyek û axaftineke Dîrokî

Heta sala 1991-ê serok û kadirên PDK-ê û hemû rêxiztinên kurdan yên din li serê çiyan bûn, di şikeftan da dijiyan.
Kesî bawer nedikir ku kurd ewê li welatê xwe bibin xwedî desthilat û PDK ewê rojekê li paytexta Kurdistanê, li Hewlêrê kongreyeke hewqaqs bi îhtîşam pêk bîne.
Çerxa dîrokê heta sedsala 20-an tim di eleyhê kurdan da geriya, lê di sedsal 21-ê da cara pêşî şansek da kurdan û beşekî ji Kurdistanê.
Serokên kurdan îcar ev şans û ev fersend baş bikaranîn û ji sala 1992-an û vir da ye li welatê xwe xwedî desthilat in.
Her çiqas kurdan li başûr heta sala 1997-an gelek xeletiyên mezin kirin û bûn sebebê gelek trajediyên mezin jî, lê ji sala 1998-an û vir da ye siyaseteke biaqil û netewî dimeşînin.
Îro li paytexta herêma Kurdistanê bi beşdariya 350 mîvan û nêzî 1400 delegeyî, pêkhatina Kongreya 13-mîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) netîceya vê siyaseta biaqil û netewî ye.
Heger kurdan dev ji şerê hev bernedana û weke her tim dîsa her yekî xwe pisparta dewleteke dijmin, bê guman îro mimkûn nedibû ku PDK li Hewlêrê kongreyeke hewqas bi îhtîşam pêk bîne.
Kongreya PDK-ê îro li Hewlêrê bi şîara ”Nuhbûn, dadwerî û bihvrejiyan” ê destpêkir.
Piştî vekirina kongrê, Serokê PDK-ê û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axaftineke dîrokî kir, li ser çend xalên esasî dîtina PDK-ê û ya kurdan ji bo hemû dost û dijminan baş diyar kir.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di axaftina xwe da got, “Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo çespandina mafê çarenûsa gelê kurd dixebite, kurd yek milet e û kurdî jî yek ziman e.”
Di derbarê yekmiletbûna kurdan da Barzanî axaftina xwe wiha domand:
”Miletê kurd yek perçe ye, kes nikane wan ji hev cuda bike û yek heyîna wan heye."
Derbarê ziman da jî Barzanî got:
”Belê rast e, devok hene, lê kurdî yek ziman e.”
Li hember nûnerên Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û zêdeyî 350 mîvanî, ev gotinên serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyarkirina vê şêla PDK-ê tiştekî dîrokî ye.
Em kurd bi kurmanc, soran, goran, zaza û hewram yek milet in, di nabêna zimanê me da hin ferqî hebin jî kurdî yek ziman e.
Bi qasî vê, tiştekî din yê girîng jî gotinên Mesûd Barzanî yên li ser ”şerê birakuyê” ye.
Di vî warî da jî Mesûd Barzanî got:
”Birakujî êdî bi hîç aweyekî di navbera kurdan da dubare nabe.”
Ev jî pir û pir girîng e, ji ber ku dijmin tim hêvî dike ku kurd dîsa bi hev kevin û hev û du bikujin.
Barzanî ev hêviya dijmin jî şikand, got êdî em şaşiyeke wiha nakin.
Wek min li jorê jî got, heta nuha kurdan ji şerê di nabêna xwe da gelek zirar dîtine. Ev şerê ”birakujiyê” bûye sebebekî girîng yê bindestiya wan.
Mesûd Barzanî di axaftina xwe da ev deftera ”reş” jî ebediyen girt.
Di derbarê Kerkûkê û navçeyên din da jî serokê herêma Kurdisranê Mesûd Barzanî got:
“Bi hîç aweyekî em dest ji Kerkûkê û navçeyên din yên bi gelş bernadin, lê ev nayê wê wateyê ku em dixwazin hukmekî tekane li wan navçeyan bikin.”
Heger kurd li hemû perçeyên Kurdistanê, lê bi taybetî jî kurdên başûr(ji ber ku ew xwedî dewlet in)bi hev nekevin û wisa biaqil hereket bikin, di demeke nêz da li Rojhilata Navîn ewê Kurdistaneke serbixwe ya weke topeke nûr û guleke sor çê bibe…
Baweriya min sedîsed bi vê xewna min heye û ji bo ku ez vê xewna xwe bi rast bigerînim çi ji destê min tê ez dikim….

Gazina ji ronakbîrekî kurd û bersîveke "nenormal"

Ji zûda bû min dixwest ji ber bi tirkînivîsîna wî, gazinekê ji birêz Ahmet Onal bikim.
Lê min newêrî bû, ji ber ku gelek însan dema tu şaşiyeke wî rexne dikî, tavilê xwe aciz dike û ji te dixeyide.
Loma jî min newrî bû tirkînivîsîna Ahmet Onal rexne bikira, tirsa min ew bû xwe ji min bixeyidîne.
Do li ciyê kar di facebokê da şiroveya wî ya li ser kitêba Prf. Dr. Abbas Valî ”Kürtler ve Kürtlerin “Ötekileri”: Parçalanmış Kimlik ve Parçalanmış Siyaset” ê bala min kişand.
Min ji xwe ra got, weleh dixeyide naxeyide ezê dîtina xwe bibêjim û min rabû ev çend rêzên jêr jê ra nivîsî.
Axirê mala Ahmet Onal ava, camêr xwe ji min aciz nekiriye.
Çimkî heta nuha ji ber hin rexneyên min yên bi vî rengî, çend kes û hêzan xwe ji min xeyidandine û ez weke ”neyar” îlan kirime.
Loma jî di rexnekirinê da ez hinekî bi teredut bûm.
Her çiqas min name ji şexsê Ahmet Onal ra nivîsî ye jî, lê bêguman min dikanîbû bi sedan navên din jî lê zêde bikira.
Çimkî siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd yên ku bi kurdî dizanin, lê bi tirkî dinivîsin ne Ahmet Onal tenê ye, bi sedan kesên din jî hene.
Hemû jî weke meleyan waizan didin kurdan, şîretan li milet dikin, dibêjin kurdno li zimanê xwe xwedî derkevin, lê ew bi xwe di nava kurdan da weke mamosteyên tirk dixebitin, kurdan fêrî tirkî dikin.
Van kesan dev ji tirkî bernadin ji ber ku asîmîlasyonê hestên wan yên kurdayetiyê kor kiriye, loma jî kêfa wan ji kurdî ra nayê, zewqa ji zimanê tirkî digrin ji kurdî nagrin.
Tiştê meriv jê hez neke meriv nake, ev viha ye.
Kurd dev ji tirkî bernadin ji ber ku ji tirkî hez dikin, ya jî kara wan tê heye.

Ev jî nameya min ya ji birêz Ahmet Onal ra:
Birayê Ahmed, bi destûra te, ji ber şiroveyên te yên bi tirkî ez dixwazim te rexne bikim.
Bi qasî ku ez dizanim kurdiya te pir baş e, di her warî da him bi devkî û him jî bi nivîskî tu dikanî xwe îfade bikî.
Lê li gel vê jî tu bi piranî bi tirkî dinivîsînî, şiroveyên facebooka te hema hema hemû bi tirkî ne.
Tu kurdekî têgihîştî, zana û bîrewer î, loma jî ev şêla te, ev girêdana te ya bi tirkî ra min matmayî dihêle.
Ev nêzî 20 salan e ku tu berpirsiyarê weşanxaneya Perî-yê yî, te heta nuha li ser kultur,dîrok û edebiyata kurdî gelek kitêbên bi kurdî weşandine, di vî warî da te ji gelê xwe ra gelek xizmetên hêja kiriye.
Bi van weşanên xwe te kurd teşwîqî xwendin î nivîsandina kurdî kiriye...
Lê tu bi xwe nakî...
Fena meleyê şîreta li cimatê bike, bibêje araqiyê venxwin, karê xerab nekin, lê ew bi xwe araqiyê vexwe û karên xerab bike.
Yanî nuha heger tu û yên wek te ji xortan ra, ji kesên nezan ra nebin
pêşeng, nebin çira û find, gelo ewê kî bibe?
Ji bo ku tu û kesên weke te, wek ronakbîrên xelkê ji dîrok, edebiyat, kultur û zimanê gelê xwe ra xizmetê bikin ma hîn çi azim e?
Ma ne dibê nuha tu ji bo xortan bibûya mamoste û nimûne, dibê te ew teşwîqî kurdî bikirana.
Lê nuha dema tu bi tirkî dinivîsînî gelek kesên din jî didin pey te û ew jî eynî tiştî dikin.
Ma ne nuha dibê ev malpera te tenê bi kurdî bûya, bi dîtina min tu sebeb tuneye ku yekî weke te bi tirkî binivîsîne.
Birayê hêja, şertên ji bo te çi bin, ji bo hemû nivîskarên ku bi kurdî nivîsîne jî eynî ye, lê wan dev ji tirkî berda û bi kurdî nivîsîn.
Û ji ber vê jî kurd îro pir hindik bûnê xwedî helbest, roman, çîrok yanî xwedî edebiyateke nivîskî...
Tu van tiştan ji min baştir dizanî û bîr dibî, lê tu nakî....
Û ji xwe ya xerab jî ev e, heger tu merivekî "cahil", nezan bûya, te bi kurdî nizanîbûya, me ji te gazin nedikir.
Lê tu xwe merivekî zana û "marksîst" dihesibînî, lêbelê dîsa jî tu wacibên xwe yên zanatiyê û marksîstiyê naynî cî...
Neyse, ez zêde dirêj nekim, ez bawer dikim te ji min fêm kir.
Bi hêviya ku dilê te ji min nemîne, bimîne di xweşiyê da ...

Bersîva birêz Ahmet Onal:
JI BO REXNEYÊN KEKÊ ZİNAR SPASDAR İM.. REXNEYÊN KEKÊ ZINARÊ XEMO Dİ CİH DE NE..!!!

09 december 2010

Berî xelkê dibê em alîkariya hev bikin

Ev demeke li Kurdistana bakur ji alî BDP-ê va hin civîn, semîner û çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî, di bin şîara, ”em zimanê xwe dixwazin”, ”bira nuha pererdeya bi zimanê kurdî were deyain” tên kirin.
Ji bo piştgiriya vê tevgera kurdên bakur, do li Hewlêrê gelek parlementer, mamoste û rewşenbîr li ber konsolosxaneya Tirkiyê meşeke piştgiriyê li dar xistin û daxwaznameyek dan konsolosê Tirkiyê.
Di daxwaznameyê da daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê tê kirin ku dibê li herêmên Kurdnişîn(Kurdistanê)di dibistanan da perwerde bi Kurdî be.
Peyvdarê çalakiyê Selam Ebdullah ji malpera Rûdawê ra gotiye, bi vê çalakiyê wan nerazîbûna hemû gelê kurd pêşkêşî hikûmeta Tirkiyê kir, ji ber ku Tirkiyê heta nuha mafê perwerdeya bi zimanê dayikê binpê kiriye.
Berpirsiyarên konsolosxaneya Tirkiyê daxwaza hevdîtinê ya çalakvanan qebûl nekirine û nameya wan jî negirtine.
Lê beşdarên çalakiyê bi nameyekê ra weke sembolîk 550 pênûs(qelem) ji sefîrê Tirkiyê ra şandine, ji bo ku bide 550 parlamenterên Tirkiyê, da ku parlamenter jî qanûna perwerdeya bi zimanê kurdî îmze bikin.
Çalakiyeke di cî da û pir baş e û dibê çalakiyên wiha dom bikin.
Kurd, ji piştgiriya bi xelkê ra pir jîr û jêhatî ne, pir aktîv in, lê ji xwe ra tune ne, tu dibêjî qey neyarên hev in.
Kurdên başûr weke milet di piştgiriya bi kurdên bakur ra pir sist xuya ne, her kes li devê partiyan û hukûmetê dinêre.
Ne bi temamî be jî îro li başûrê Kurdistanê miletê kurd gihîştiye azadiya xwe, xwedî desthilat e, ndi bin zulma dijmin da ne, di çalakiyan da jopên pûlisên dijmin li serê wan nakeve.
Loma jî dibê kurdên başûr, bi rengekî hîn aktîvtir piştgiriyê bidin kurdên bakur û yên beşên din.
Heta nuha li Kurdistana bakur ji bo perwerdeya zimanê kurdî tu tevger tunebû, kesî guh nedida daxwazên wiha biçûk.
Lê nuha ne wisa ye, hîn pir ne xurt be jî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê tevgerek heye û roj bi roj xurt dibe.
Siyasetmedarên ku berê qerfên xwe bi daxwazên ji bo zimên dikirin îro ew bi xwe qursên zimên li dar dixin û kurdî fêr dibin.
Yekîtiya Ewrûpayê, heta nuha li hember asîmîlekirna kurdan siyaseta kor û kerran dimeşand, ji Tirkiyê qet tiştek nedigot, qet guh nedida daxwazên kurdan yên derbarê zimên da.
Lê êdî Yekîtiya Ewrûpayê jî bêdeng namîne, êdî ji Tirkiyê ra vekirî dibêje mafê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bikin.
Çend roj berê, Yekîtiya Ewrupayê ji Tirkiyeyê xwest ku divê Tirkiye çarçoveya “Pêşîlêvekirina Demokratîk” berfirehtir bike û zimanê kurdî li Tirkiyeyê têkeve qada gelemperî û civakî û ji bo vê yekê jî guhertinên zagonî dibê pêk werin.
Ji bo kurdên bakur ev daxwaza Parlamentoya Ewrupayê ya ji Tirkiyeyê piştgiriyeke pir girîng e. Heger li hundur kurd dengê xwe bêtir bilind bikin,Yekîtiya Ewrûpayê jî ewê zêdetir zorê bide Tirkiyê, heger kurd bi xwe dengê xwe nekin bêguman xelk qet dengê xwe nake.
Havîna salê tê li Tirkiyê û li Kurdistanê hilbijartinên giştî hene, demeke pir girîng e, dema xebat û daxwazan e, di vê demê însan daxwazên xwe pêşkêş dikin û partî jî rayên xwe li ser dibêjin.
Heta vê dema hilbijartinan di serî da BDP, lê dibê hemû kurd pir aktîv bin, daxwazên xwe yên netewî baş formule bikin û dinyayê pê bihesînin.
Di demeke wiha da piştgiriya kurdên başûr jî pir girîng e, dibê him milet û him jî hukûmeta herêma Kurdistanê di vî warî da bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin daxwazên kurdan yên netewî.