09 november 2010

Kurd tiştên pir baş dikin

Li Kurdistana bakur kurdan îro dîsa çalakiyeke pir di cî û di wextê da û pir jî hêja li dar xistin.
Ji 21 bajarên Kurdustanê, 693 saziyên civaka sivîl bang li hikûmetê kirin û xwestin ku hukûmet ji bo çareserkirina mesela kurd dibê bi gavên aştiyane bersiva biryara agirbesta PKK-ê bide.
Nûnerên 693 saziyên sivîl ji 21 bajarên Kurdistanê îro li Parka Sumer a Diyarbekirê hatin ba hev û bi hev ra beyaneke mişterek dan.
Serokê Odeya Endaziyarên Elektrîkê yê Diyarbekirê (EMO) Îdrîs Ekrem, li ser navê hemû saziyên sivîl daxuyanî xwend.
Ekrem, diyar kir ku PKK-ê bersiva bangewaziya wan ya daxwaza agirbestê da û agirbest heta hilbijartinên 2011-an dirêj kir.
Îdrîs Ekrem, dûra jî di derbarê vê merheleyê da dîtinên rêxistinên sivîl anî zimên û wiha got:
“Dirêjkirina biryara bêçalaktiyê ji aliyê PKK-ê ve atmosfereke erênî afirandiye û hêviyên ji bo çareseriyeke demokratîk zêde kiriye. Lê, divê herkes viya bizanibe ku bi agirbesta yekalî, êş û pevçûn bi dawî nayên û aştiyeke mayînde jî pêk nayê.”Di vê merheleyê da pir baş e ku li Kurdistanê hemû ronakbîr, partî, sendîka û rêxistinên siwîl bêdeng nemînin û zorê bidin hukûmetê.
Ev yek ewê him li ser PKK-ê û him jî li ser hukûmetê tesîreke pozîtîv bihêle û bi giştî jî roleke baş bilîze.
Dibê dewlet bibîne ku kesên mafên kurdan yên netewî dixwazin ne PKK û gerîla tenê ye, bi sedan rêxistinên siwîl, bi milyonan kurd jî li pişt van daxwazên BDP û PKK-ê ne.
Loma jî çalakiyên bi vî rengî pir girîng in.
Ji ber ku nuha ji dêlî şer, dibê kurd giraniyeke pir mezin bidin çalakiyên siwîl yên bi vî rengî.
Mesela meş û çalakiyên ji bo serbestbûna zimên di vê merheleyê da pir girîng in, dibê meriv vê tevgerê xurt bike.
Cîgirê serokê BDP-ê Bengî Yildiz, îro li meclîsê di civîna grûba partiya xwe da bi kurdî peyivîye.
Ev cara yekê ye ev gav tê avêtin.
Ev tiştekî pri baş e, dibê meriv dev jê bernede.
Û ji xwe wisa xuya ye ku BDP, ji nuha û pê va di civîn û çalakiyên xwe da ewê bêtir giraniyê bide axaftina kurdî.
Qedexe û tabuyên li hember zimanê kurdî, bi xebat û çalakiyên bi vî rengî tên şikandin.
Ekrem, di axaftina xwe da li ser astengiyên li hember zimanê kurdî û hewildanên ji bo çareseriyê jî rawestiyaye û daxwazên rêxistinên siwîl wiha aniye zimên:
”Ji bo peydakirina rewşeke bi ewle, divê astengiyên li hember zimanê dayîkê werin rakirin, operasyonên siyasî û leşkerî bên rawestandin û diyalogên bi Abdullah Ocalan ra bidomin û benda hilbijratinan ya ji sedî 10 beriya hilbijartinên 2011-an were daxistin û xebatên amadekirina destûreke bingehîn a nû jî bên destpêkirin.”Îro hema hema eyniyê van daxwzên jorîn di rapora pêşketinê ya Yekîtiya Ewrûpayê da jî ji Tirkiyê hatine xwestin.
Di rapora Yekîtiya Ewrûpayê da tê gotin ku pêvajoya reforman ya Tirkiyê berdewam e, lê di mijara pirsgirêka kurd da gavên berbiçav nehatine avêtin û loma jî ev şêla Tirkiyê tê rexnekirin.Loma jî serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, ji vê rapora pêşketinê ya Yekîtiya Ewrûpayê qet ne razî ye.
Ji ber ku Yekîtiya Ewrûpayê jî êdî ji Tirkiyê ra pir eşkere dibêje , mesela kurd bi riyeke demokratîk çareser bike, qanûna esasî biguherîne, ji ber dîtinên siyasî siyasetmedar û rojnamevanan negrin û nekin zîndanan, rê nedin mudaxeleyên leşkeran ya siyasetê û gelek tiştên din.
A di demeke wiha da gava kurd jî eynî dîtin û daxwazên Yekîtiya Ewrûpayê dubare bike, ev yek li kara kurdan e û ewê bêtir cî ewê li Tirkiyê teng bike.
Netîce, heger BDP û PKK wiha dom bikin ewê piştgirî û sempatiya cîhanê û ya Yekîtiya Ewrûpayê bigrin û ev yek jî ewê wan xurttir bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE