10 november 2010

Ji "pakêta kurd" ya AKP-ê qedexeya zimanê kurdî derket

Wekîlê Serokê Grûba BDP-ê û parlementerê Batmanê Bengî Yildiz, do li meclîsê di civîna grûba partiya xwe BDP-ê da bi kurdî peyivîbû.
Serokê Meclisa Tirkiyê Mehmet Ali Şahîn, îro li hember vê axaftina Bengî Yildiz ya bi kurdî reaksiyonek mezin nîşan daye û gotiye:
”Di civînan da axaftin Yildiz ya bi kurdî ne li gorî Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûna Esasî ye.
Divê partiyên siyasî û parlementer li gorî rêbazên parlamenteriyê tevbigerin. Ger ne wisa be dê zagon têkevin dewrê.
li gor qanûna partiyên siyasî û qanûna esasî çênabe ku partiyek bi kurdî siyasetê bike. Partiyeke siyasî ku di meclîsê da grûba wê hebe heger ji bilî tirkî bi zimanekî din bipeyive ew yek li dijî madeya 81-ê ya qanûna partiyên siyasî ye. Ez wekî serokê meclisê tînim bîra hemî partiyên me yên siyasî û berpirsên wan dibê girêdayî van qanûnan bin. Yan na li gor qanûnan ji bo kirinên wiha çi encam hatibin gêrêdan ewê li gor wê miamele bêt kirin.”
Em ketina tora miletekî zalim û zorba.
Di vê sedsala 21-ê da mêrikan hîn jî zimanê miletekî qedexe dikin, hîn jî nahêlin miletek li her derê bi zimanê xwe bipeyive.
Û bi vî halê xwe jî dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Û dema xelk wan qebûl nake jî bê şerm û heya xwe diqeherînin, dibêjin ewrûpî li ser me neheq in, Tirkiyê dîskrîmînêra dikin.
Hakimên tirk dibêjin, di mahkemeyan da axaftina bi kurdî ne li gorî qanûnan e, loma jî destûrê nade.
Serokkomarê Tirkiyê Gul jî vê biryara dadgehê tesdîq dike û dibêbe, kesên bi tirkî dizanin nabe ku bi kurdî bipeyivin.
Yanî ew jî axaftina kurdî li kurdan qedexe dike.
Waliyê Diyarbekrê qebûl nake ku navên gundan li gel tirkî bi kurdî jî werin nivîsîn, dibêje tiştekî wiha ewê bibe sebebê tevliheviyê.
Û serokê meclîsê Mehmet Alî Şahîn jî dibêje, çênabe ku nûnerên partiyên siyasî di civîn û çalakiyên xwe da bi kurdî bipeyivin, li gor qanûnan dexe ye.
Û serokwezîr Erdogan hîn jî qala ”rêlibervekirina demokratîk” û çareserkirina mesela kurd dike.
Û ji kurdan jî dixwaze ku kurd bi vê yekê bawer bikin.
Nuha ev ”rêvekirina demokratîk”, ev ”pakêta çareseriyê” heger ewê nehêle ku kurd li her derê bi zimanê xwe bipeyivin, wê demê her tiştê hukûmeta AKP-ê dibêje vir e û nêta wê xapandin e.
Hukûmeta ku bi rastî jî bixwaze mesela kurd çareser bike, destûrê nade walî, hakim, serokkomar û serokê wê yê meclîsê li kurdan zimanê wan qedexe nake….
Xwedêgiravî di nava AKP-ê da 75 parlamenterên kurd hene, partiya wan nahêle birayên wan di civîna xwe da bi kurdî du gotinan ji hev ra bibêjin.
Lê ew li hember vê zulmê dengê xwe dernaxin, xwe kerr û lal dikin….
Çi şermeke mezin e, Xwedê kesî nexe halê wan….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE