06 november 2010

Dibê em vê tevgerê xurt bikin

Li Kurdistanê tevgera kurdîaxaftinê û parastina zimanê kurdî roj bi roj, pêl bi pêl mezin û berfireh dibe.
Ev tevger nuha hîn desstpêk e, loma jî hîn baş mezin û xurt nebûye, lê roj bi roj mezin dibe û di nava milet da olan dide.
Şerê çekdarî, di destpêka salên 1980-î da çawa ku pêl bi pêl mezin bû û dûra qulubî serîhildana miletê kurd, bi baweriya min heger PKK û BDP dev ji meselê berdin, ev tevger jî ewê wisa mezin bibe û hemû qedexe û astengên dewletê bi erdê ra tepûdûz bike.
Du roj berê di doza KCK-ê da serokê Dadgeha Cezayên Giran daxwaza siyasetmedarên Kurd û abûqatên wan ya xweparastina bi kurdî red kir û zimanê kurdî wek ‘zimanekî ne diyar, zimanekî nayê zanîn’ bi nav kir û nehîşt siyasetmedar û abûqat bi kurdî bipeyivin.
Do li Amedê bi deh hezaran kurd daketin kolanan, çûn ber BDP-ê û ev helwesta dadgehê protesto kirin.
Gelek jin, zarok û kal û pîr bi kincên gelerî, xwendekarên dibistanên amadeyî jî bi formayên xwe tevlî meşê bûn.
Serokê Rêxistina BDP-ê yê Amedê Nijad Yarûk, li ber avahiya BDP-ê ji gel ra axaftinek kir û got, di dadgehê da ne siyasetmedarên kurd siyaseta asîmîlasyonê ya dewletê tê darizandin.
Nijad Yarûk di axaftina xwe da rexneyên tûj li qedexeyên li ser zimanê kurdî û li şêla dadgehê û ya hukûmetê girt û wiha got:
“Kesên ji zimanê kurdî re dibêjin ‘zimanê ne diyar û nayê zanîn’ bila bên li vî gelî guhdar bikin. Kesên ku dibêjin ‘zimanê ne diyar’ nezan û cahil in, bila ji nezaniya xwe şerm û fedî bikin. Emê li her derê û li her qada jiyanê bi kurdî bipeyivn, jiyana me ewê bi kurdî pêk bê. Hê jî kurdek nikare bi zimanê xwe biaxive, ev şermeke pir mezin e. Bihêlin bila her kes û her gel bi zimanê xwe biaxivin."Û pişt ra jî ji bo axaftina bi kurdî gazî li gel kir û got:
”Ez we dawetî kurdîaxaftinê û parastina zimanê kurdî dikim. Li wir ew leheng û qehremanên ku zimanê kurdî diparêzin ji bo me li ber xwe didin, emê jî ji bo wan li ber xwe bidin.”Di xwepêşandanê da parlamenterê BDP-ê yê Wanê Ozdal Uçer jî bi Kurdî axavtinek kir û got:
“Ger ew kurdî nenasin, emê jî dozger, dadger û dadgeha wan ya van biryaran digirin nas nekin. Di serê serokwezîr Erdoganê ku dibêje ‘yek ziman, yek netew û yek dewlet’ da xweziya yek hiş û yek aqil hebûya. Di kesayeta siyasetmedarên kurd yên girtî da ziman, çand, rûmet û feraseta me ya siyaseta demokratîk tê darizandin.”Şêla siyasetmedarên kurd ya dadgehê û reaksiyana BDP û kurdan ya do li Amedê nîşan dan şêleke netewî û hêjayî teqdîrê ye.
Dibê kurd, PKK û BDP vê tevgerê xurttir bikin, dibê ev daxwaz di nava kurdan da şax vede, reh berde û berfireh bibe.
Şerê çekdarî çawa ku demekê ji bo hişyarkirina kurdan lazim bû û roleke pir mezin lîst, ev tevger jî dikane bi qasî şerê çekdarî, heta jê zêdetir kurdan şiyar bike, rake ser nigan û zorê bide dewletê.
Loma jî dibê meriv dev ji vê tevgerê bernede, xurt bike, li her derê, di her qada jiyanê da bi kurdî bipeyive û zorê bide qedexe û qanûnan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE