04 november 2010

Çalakiyeke bi şaîbe

TAK-ê (Teyrên Baz yên Azadiya Kurdistanê) ku weke rêkxistineke intîxarî ya PKK-ê tê naskirin, îro bi beyanekê êrîşa Taksîmê girt ser xwe.
TAK, di malpera xwe ya internetê da dibêje, “li hemberî êriş û girtinên li ser gelê Kurd, hevalê me yê milîtan Derwêş ev çalakî bi însiyatîfa xwe kiriye.”
Tiştê wiha mezin bi îmkan û însîyatîva şexsekî tenê nabe, dibê hinekên din jî jê ra bibin alîkar.
KCK-ê got haya me ji bûyerê tuneye û baweriya min jî ew e ku haya KCK-ê jê tuneye.
Û va ye TAK jî dibêje haya wan jî nîne, wê demê dibê meriv ji vê ”însîyatîva şexsî” şikê bike.
Di demeke wiha hesasa da ku KCK-ê agirbest dirêj kiriye, bûyereke hewqas girîng çawa bi ”însîyatîva şexsî” tê kirin?
Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Û loma jî dibê meriv bi şik li vê bûyerê binêre û ji xwe beyanên berdevkên hukûmetê jî di vê çarçeweyê da ne, ew jî bi şik li bûyerê dinêrin.
Yanî hukûmet jî wisa bawer dike ku tiliya PKK-ê û KCK-ê di vê çalakiyê da tuneye, hin hêzên şerxwaz ku dixwazin tevliheviyê derxin û vê atmosfera pozîtîv têk bibin, kirine.
Tak di beyana xwe da dibêje, her çiqas wan biryara çalakiyê nedabe jî lê:
“ Ew weke TAK-ê çalakiya li dijî polîsên dewleta faşîst a Tirk pêk hatî digirin ser xwe. ”
Tak di beyana xwe da dibêje, ev tenê destpêke, ewê ”tundiya çalakiyên xwe hê bi hêztir bikin.”
TAK, di beyanê da bangê li turîstan jî dike, dibêje ”Hemû herêmên betlaneyê yên Tirkiyeyê ji bo me qadên çalakiyan û tolhildanê ne.”
Piştî vê beyana TAK-ê, KCK-ê(Koma Civakên Kurdistanê) bi beyanekê hişyarî da TAK-ê (Teyrên Bazên Azadiya Kurdistanê), xwest TAK dev ji çalakiyên ku “zirarê didin xebata azadiya gel berdin.”
Li gorî nûçeya ANFê, KCK-ê, careke din ragihand ku têkiliya wan bi bûyera Taksîmê ra nîne û êriş şermezar kir.
KCK, her wisa bang li TAK-ê dike û jê dixwaze ku ew dev ji çalakiyên wiha berdin.
KCK, di beyana xwe da wiha bang li TAK-ê dike:
“Em ji rêxistina TAK-ê dixwazin dev ji çalakiyên ku fêda wan ji bo tekoşîna azadiya gelê kurd nîne, berde. Heke li ser çalakiyên xwe berdewam be û bi dawî neke, tevgera me dê li hember vê yekê, helwesteke tûj raber bike. Divê were zanîn ku em nahêlin tu hêzek vê pêvajoyê têk bide.”
KCK dibêje:
“Hemû yekîneyên wan agirbest qebûl kirine û tu hêzek li derveyî pêvajoyê nemaye. Ev çalakî ji aliyê rêxistina TAK-ê ve ku li gorî xwe û teng li pêvajoyê dinêre û li derveyî pêvajoyê ma ye, hatiye lidarxistin. Çalakî, bi kîjan armancê hatibe kirin bile bibe, li dijî hewên serokatî û gelê me ye. Lewra, em vê çalakiyê û encamderên wê şermezar dikir.”
Ev beyana KCK-ê pir girîng e, ji van rêzên jorîn meriv wisa fêm dike ku TAK-ê ev çalakî bê haya PKK-ê û KCK-ê kiriye û ji xwe TAK bi xwe jî dibêje,
”Tu têkiliya rêxistina me ya TAK-ê bi agirbesta PKK-ê ra tune ye, me tu biryara agirbestê nedaye. Weke ku ji dema tevgera me hatî avakirin û vir ve me dabû diyarkirin ku emê bersivê bidin hemû êrişên înkar û îmhayê.”
Bûyera Taksîmê di 31-ê cotmehê da yanî 5 roj berê hat meydanê, lê TAK îro digre ser xwe.
Ev jî tiştekî xerîb e.
Çima piştî 5 rojan?
Qenaeta bîrûraya giştî û heta dereceyekê ya hukûmetê jî ew e ku ne PKK, hin hêzên din li pişt vê êrîşê ne, kes û hêzên ku dixwazin rewş sakin nebe û şer her berdewam be…
Lê şêla KCK-ê ya li dijî bûyerê ji bal bîrûraya kurd û tirkan ve pir baş û pozîtîv tê dîtin.
Ya girîng ne ew e ku hin grûb û hêzên li derî PKK-ê çi dikin, ya girîng PKK bi xwe ye.
Ji nava dewletê û pir mimkûn e ku ji nava PKK-ê jî hin kes û grûp li dijî vê merheleya îro bin û loma jî ji bo sabotekirinê hin çalakiyan bikin.
Lê berpirsiyarê rûdaneke wisa ne PKK-ye, PKK û KCK mesûl û berpirsiyarên çalakiyên xwe ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE