30 november 2010

Sunetkirina zarokên keç tiştekî dirinde û hov e

Li gor ku çapemeniya kurd îro dinivîsîne, li Başûrê Kurdistanê ji sedî 40-ê jinên kurd sunetkirîne.
Sunetkirina jinan kevneşopîyeke pir kevn e.
Nuha tenê li hin welatên Efrîka û li Başûrê Kurdistanê tê dîtin.
Wezareta Tendirûstî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tespîtkirina rêjeya jinên sunetkirî ankêtek daye çêkirin.
Netîceya vê ankêta Wezareta Tendurustiyê ya li ser sunetkirina jinan îro hate eşkerekirin.
Di netîceya ankêtê da diyar bû ku ji sedî 41-ê jinên ku beşdarî anketê bûne sunetkirîne.
Di xeberê da tê gotin ku 5112 form li hersê parêzgehêm Herêma Kurdistanê li jinan hatine belavkirin.
Li gor anketê derdikeve ortê ku di dereceya yekem da dayik û pişt ra jî pîrik û bav berpirsiyarên sunetkirina keçan in.
Li gor anketê, li parêzgeha Duhokê jin nehatine sunetkirin, yanî adeteke wiha li Duhokê tuneye.
Piraniya rêjeya jinên sunetkirî li Silêmaniyê û dû ra jî li Hewlêrê ne.
Li Kurdistana başûr ev wahşeta li hember zarokên keç dibê tavilê were rawestandin.
Li hember zarokên keç û jinan ev zulm û wahşeteke pir mezin e.
Heta 2-3 sal berê jî min bi xwe nizanîbû ku li Kurdistana başûr di nava kurdfan da adeteke wiha pîs heye.
Dû ra digotin tenê ”li hin deran” heye.
Lê nuha derdikeve ortê ku rêjeya jinên sunetkirî ji ya jinên somalî û efrîqî ne hindiktir e.
Kurdên soran heta nuha ev kultura prîmîtîv, hov û pîs bi dizî digirtin, nedixwstin cîhan bizanibe.
Lê wa ye derket ortê ku ev kultura pîs li herêma Behdînan di nava kurmancan da tuneye, lê di nava kurdên soran da pir berfireh e.
Dibê hemû kurd li hember vê zulma li hember zarokên keç û jinan derkevin û vê adeta nemirovî bi şîdet protesto bikin.
Di nêzîtirîn wextê da dibê hukûmeta Herêma Kurdistanê qanûnekê derxe û ev sûcê ku li hemberî zarokên keç tê kirin qedexe bike.
Civateke medenî dibê zulmeteke wiha nemirovane li zarokên xwe neke.
Esas dibê suneta lawan jî were qedexekirin.
Ew jî ne rast e û tiştekî pîs e.
Di Îslamiyetê da mecbûriyeteke wiha tuneye, ev kultur berî nuha bi sedsalan ji hin welatên Efrîkayê bi riya ereban belav bûye û ketiye nava hin kurdan jî.
Civatên medenî û pêşketî dibê êdî dev ji adetên wiha prîmîtîv berdin û weke qesaban vira û wira zarokên xwe jê nekin.
Kesên baweriya wan bi dîn û bi Xwedê heye, dibê bizanibin ku heger pêwîst bûya, ”ew goşt, ew der” zêde bûya Xwedê ewê însan sunetkirî bixuliqandana.
Gava însan ji diya xwe çêdibe tu tiştekî zêde bi kesî ve tuneye, çi hewce be ew bi însan va ye.
Însan çawa ji diya xwe dibe dibê wisa jî bimîne, wisa jî bijî.
Çima emê rabin vira û wira zarokên xwe jê bikin ez qet fêm nakim...
Kultureke pir prîmîtîv û pîs e, dibê kurd dev ji vê adetê berdin. Dibê hukûmete herêma Kurdistanê bi qanûnekê sunetkirina jinan qedexe bike ...

29 november 2010

Mêr mêran nas dike...

Mizgîn li her kesî, kesê nebihîstiye dibê nuha bibihîze, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro li paytexta Lîbyayê li Trablûsê di merasimekê da Xelata Keddafî ya Mafên Mirovan a îsal wergirt.Ji bo vê ”xelatê” dibê her kes çend dengan ji Erdogan ra bilirîne…
Ji dîktatorekî wek Kadafî, ”Xelata Mafê Mirovan” girtin ne tiştekî hindik e…
Biravo ji Erdogan ra (!)
Gotineke pêşiyên tirkan heye, dibêjin, ”Beroş gundor bûye qapaxa xwe dîtiye”, yanî herdu xeraban hevûdu dîtine…
Lê Xwedê kir ku ev ”xelat” ne Xelata Aştiyê ya Nobelê ye, xelata dîktator û qiralekî ereb e…
Ji xwe xelatên wiha tam layiqî Erdogan e.
Erdogan gava ji wî dûr e dibe ”hewariyê aşîtiyê”, lê ew bi xwe, li welatê xwe ji Îsraîl sed qatî zêdetir zulmê li kurdan dike.
Li welatê Keddafî esameya demokrasiyê û mafê mirovan tuneye, bi hezaran însan ji ber gotinekê di zindanan da dirizin û Keddefî jî ”Xelata Mafê Mirovan” belav dike….
Erdogan piştî ku beşdarî Zîrveya Ewropa-Efrîqayê ya li Trablûsê bû, bi Serokdewletê Lîbyayê Muammer Keddafî ra xwarinek xwar.
Li gor nûçeya CHA-yê, Keddafî di hevdîtinê da ji Erdogan ra gotiye ew girîngiyeke pir mezin dide rola Tirkiyeyê ya di Rojhilata navîn da dilîze….
Piştî xwarinê, Komîteya Mafên Mirovan ya Navdewletî ya Keddafî, ji ber helwesta Erdogan ya di mesela Fîlîstinê da Xelata Kedafî ya Mafên Mirovan ya îsal da Erdogan.
Gotinek heye, dibêjin şahidê himamcî kulxancî ye, dîktatorekî weke Kedafî xelata mafê mirovan dide zalim, heqnenas û qebedayiyekî wek Erdogan, ku edw jî li welatê xwe wek Îsraîl eynî zulmê li kurdan dike.
Ji xwe ancax yekî wek Erdogan ji destê Keddafî xelateke wiha qebûl bike.
Komediyeke temam e.
Wek dibêjin, Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne…
Li Lîbyayê ev 41 sal in cûntayeke leşkerî li ser hukum e, Keddafî weke Qiralekî her yişt girtiye destê xwe û ew bi tena serê xwe dewletê û Lîbyayê weke dikana xwe îdare dike.
Ne hilbijartin heye ne tiştek.
Konseyeke Îhtîlalê heye, ev konsey serokwezîr û wezîran tayin dike.
Û Keddafî jî him serokê dewletê ye û him jî serokê vê konseyê ye.
A Erdogan xelata dîktatorekî wiha girtiye.
Bi dîtina min pir baş bûye ku girtiye.
Çimkî ”mêr mêran nas dikin” û dîktator ji destê dîktatoran xealtan digrin.
Çend sal berê tirkan xwestin xelata Ataturk bidin Nelson Mandela, lê Mandela xelat red kir, xelata dîktatorekî weke Ataturk qebûl nekir.
Erdogan, ji bo piştgiriya bi Filistîniyan ra ”xelatê” digre, lê li welatê xwe kurdan ji hemû mafên wan yên netewî bêpar dihêle, nahêle zarokên wan bi zimanê xwe perwerde bibin.
Heger Erdoga bi rastî jî merivekî hewqasî heqnas e, wê demê çima mafê kurdan nadê, çima her roj li çiya û baniyên Kurdistanê bi tonan bombeyan bi ser serên zarokên kurdan da dibarîne.
Netîce ev dinya wiha ye, qaz bi qazê ra, baz bi baz ra û mirîşka kor jî bi dîkê kor ra hevaltiyê dike….

28 november 2010

Du rojên pir întensîv

Ev du roj in serê min di teqereqê da ye, yanî meriv dikane bibêje ku Xwedê li ser hev da min.
Ez ji semînerekê dibezim semînereke din, ji kongreyekê dibezim kongreyeke din, ji rojbûnekê dibezim rojbûneke din…
Do saet di 15.00-an da li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî, semînereke Mamoste li ser hunera/hostetiya karîkaturê û karîkatorîstiya wî hebû.
Berê ez çûm wir.
Mala Mehmet Alî Kût ava be, camêr hat ez ji mal rakirim û birim gîhandim ciyê semînerê…
Ne xêra wî bûya di vê berf û tozanê da minê zor xwe bigîhanda kitêbxaneyê, ezê di riyan da perîşan bibûma…
Çavê tunebûnê kor be, ji ber tunebûnê Kitêbxaneya Kurdî ji giraveke nava bajêr ya herî xweş, bar kir çû serê dinyayê.
Bi qasî ku bi ber guhê min dikeve serokên başûr û Hukûmeta Kurdistanê ji gelek tiştên negirîng ra pir comerdiyê dikin, bi destan dolaran dixin bin serê nexweşan, kî li wan biqesire û here xwe bavêje bextê wan kesî destvala venagerînin, pir hindik miheqeq çend qurişan dixin mista wan, lê çima alîkariya dezgeheke wiha girîng nakin ez nizanim.
Bi rastî heger îmkan hebe dibê Hukûmeta Kurdistana Federe berî her kesî û her tiştî alîkariyê bide vê dezgeha kurdan ya netewî û yên weke wê.
Hukûmeta Swêd alîkariya xwe roj bi roj kêm dike, loma jî dibê em kurd û bi taybetî jî kurdên xwedî desthilat û xwedî pere xwedî li dezgehên wiha derkevin û bi wan ra bibin alîkar.
Heger perê Kitêbxaneyê hebûya, nuha ewê di nava Stockholmê da li ciyekî pir xweş bûya û emê jî ji xwe ra bi rehetî biçûyana û bihatanayê…
Lê ji ber ku pere tuneye hindik maye liv ê Stockholma xopan konekî vegre û kon bike kitêbxane. Bêyî Hukûmeta Kurdistanê, li Swêd gelek kurdên milyoner hene, lê tu dibêjî qey dûpişk di bêrîka wan da ye, kes destê xwe navêje ji bêrîka xwe da.
Welhasil, yanî ji bo ku nuha meriv xwe bigihîne Kitêbxaneya Kurdî ya dibê otomîbîla meriv hebe ya jî dibê meriv texsiyekê bigre.
Îcar erebeya min ji xwe tuneye û ji mala min heta Kitêbxaneyê jî heqê texsiyê teqrîben rib meaşê min e.
Herçî otoboz û trên e jî, ez bawer dikim du saet rê heye.
Yanî M. heger ne Mehemt Alî Kût bûya, do min zor xwe digîhand Kitêbxaneyê, loma jî dibê ez vê çêyiya wî ji bîr nekim….
Mamoste, him li ser karîkatorîstiya xwe sekinî û him jî li dewleta Osmanî û Kurdistana bakur bi kurtî qala dîroka karîkatorê kir.
Semînereke xweş bû, di wê berfê da gelek kes jî hatibûn.
Di semînerê da ji devê Mamoste em fêr bûn ku yê navê Mamoste kiriye "Mamoste" gorrbuhuştê Nedîm Dagdvîren bûye, berî salên 1980-î wî ev nav li Mamoste kiriye...
Piştî semînerê Yilmazê Licî ez û birayê min Fûad ezimandibûn, lê ji ber ku kongreya Komeleya Nivîskaran hebû ez neçûm, ez, Mamoste û çend hevalên din, em çûm kongreyê.
Heta derengê şevê ez li kongreyê bûm.
Bi xêra Kongreyê min gelek heval dîtin, ez û Hesenê Metê li kêlek hev rûniştin, me ji xwe ra hinekî hesbûhal kir.
Min ji Hesenê Metê ra qala nivîskar Mehmet Şarman kir, min got min di TRT6-ê da li wî guhdarî kiriye û dîtinên wî ji min ra pir balkêş hatiye.
Hesen got, ew wî nas nake û navê wî jî nebihîstiye, lê navê wî li ba xwe qeyd kir, heger ji bîr neke ewê kitêba wî bidest xe…
Ez hêvî dikim ku ji bîr neke…
Min kitêba Mehmet Şarman ya çîrokan nexwendiye, lê ezê hewil bidim bidest xim, bixwînim.
Him kurdiya wî paqij bû(ji Melazgirê ye), him jî tiştên digotin balkêş bûn, bi dîtina xortên wiha kêfa min tê.
Yanî bi vî rengî wext û îmkan çênebû ku ez do tiştekî binivîsînim.
Îro jî rojbûna 2 saliya neviyê min Vîndar bû, di rojên wiha da dibê kalik û pîrik miheqeq hazir û amade bin.
Ji şansê me ra ciyê ku ewê şahî (fes) lê çêbûya pir dûr bû, çongek berf li erdê, îcar saet di 11-an da me rabû berê xwe da wir.
Saet heta 16-an em li wir bûn, piştî belavbûna şahiyê, dor hat paqijiyê û daxistin û teqandina balonên ku min bidarde kiribûn.
Vî karî jî saeteke me girt.
A ev du saet in em gihîştine mal.
Ji bo hiş were serê min, min berê zikê xwe têr kir û dûra jî li xeberên swêdî guhdarî kir.
Dû ra min kompîtora xwe vekir, meylên hatine hemû xwendin, bersîva da çend heban da.
Hemşeriyekî min xwestibû ez jê ra cumleyekê wergerînim, min ew wergerand û jê ra şand û pişt ra jî min deynên hatibûn(heqê elektirîkê û hwd.) şandin.
Û dawiya dawî jî ev nivîs ji w era li hev ragirt.
Ez hêvî dikim ewê bi dilê be, lê ku w ene eciband jî nexwînin û weselam….

26 november 2010

Muhasebeyeke ûjdanî

Ev 18 meh in ku 105 siyasetmedarên kurd ji alî dewletê va bi rengekî neheq di zindanê da tên girtin.
Sebebê girtin û vê zulm û çavsoriya li wan dibe tenê kurdbûna wan e, wekî din sûcekî wan tuneye.
Ji ber ku dibêjin em kurd in û ji bo miletê kurd jî doza mafên netewî dikin, loma jî dewlet dixwaze bi metodên wiha, wan çavtirsiyayî bike û teslîm bigre.
Hemû sebebên din yên “huqûqî” giş fasafîso û ne meşrû ne...
Ji xwe carê mafê hêzeke îşxalkar tuneye ku siyasetmedarên kurd bigre û ji bo ku kurdayetî kirina wan têxe hefsê û ceza bike.
Ne kurd, dibê ew werin girtin û mahkimekirin, ji ber ku ew bi darê zorê ketine welatê me û zulmê li me dikin.
Neyse, ya baş ew e ku ez ji mijarê zêde dûr nekevim û werim ser wê hevpeyvîna girtiyê doza KCK-ê Bayram Altûn.Wek min li jor jî got, tam ev 18 meh in ku 105 û belkî jî hîn zêdetir siyasetmedarên kurd bi hin îdîayên pelapûçî girtî ne.
Tenê di dema mahkimeyê da çapemeniyê hinekî qala wan kir û rewşa wan hinekî ket rojeva bîrûraya giştî.
Lê piştî mahkimeyê dîsa hatin jibîrkirin, kes nizane di zindanê da halê wan çi ye, çi dikin, çi difiririn û çi zulm li wan dibe?
Do di malpera Rûdawê da ez rastî hevpeyvîneke Fatma Sawcî ya bi birêz Bayram Altûn ra hatim.
Piştî ku min hevpeyvîn xwend, ez pir pê êşiyam û ji ber ku ez nikanim tiştekî zêde bikim, min ji xwe hinekî şerm kir.
Min ji xwe ra got, weke kurdekî çima heta nuha ez qet li ser rewşa wan nefirkirîme û min halê wan ji xwe ra nekirye derd û li ser nenivîsî ye...
Ez li mala xwe me, her şev di himêza pîreka xwe da me, ne tî me, ne jî birçî me û ji hemû tiştî girîngtir jî ez azad im, diherim bajêr, diherim qahwê, ba hevalan, diçim mîvaniyê, digerim, kêf dikim...
Ez destûrê ji kesî naxwazim, tu qerdiyan li ser serê min tuneye...
Lê ew û bi hezaran kurdên din di zindanê da ne û êsîrên destê dijmin in, her tevgera wan di bin kontrolê da ye, her tiştê wan bi destûr û bi emir e.
Bayram Altûn yek ji van girtiyên kurd e, rehînekî destê dewletê ye.
Bayram Altûn, ew kes e ku li mahkemê ji ber ku xwest bi kurdî bipeyive mîkrofona di destê wî da hat girtin û zimanê ku wî dixwest xwe pê biparêze weke "zimanekî nayê nasîn" hat binavkirin...
Li ser navê rojnameya Rûdawê, Fatma Sawcî bi Bayram Altûn ra hevpeyvîneke xweş kiriye.
Fatma Sawcî, di dawiya hevpeyvînê da li halê wan û li rewşa hundur pirsiye, gotiye rewşa hundur çawa ye?
Bayram Altûn bi kurtî wiha bersîva daye vê pirsê:
Ez dixwazim bêjim ku moralê me bilind e û bi zanebûna mafdariya xwe em li berxwe didin. Lê hûnê texmîn bikin ku rewşa zîndanê qet nebaş e. Bi dehan hevalê me beriya niha jî bi salan raketine, ev cara wan î duyem, an sêyem e ku dikevin zindanan. Çend hevalên min jî ji bîst salan bêtir beriya niha raketine. Loma jî gelek nexweşiyên wan hene. Rewşa wan ya fizîkî jî bi xwezayî wê nebaş be.”Belê, hinek kes 20 salan hefs razane û ev cara wan ya duyem ya jî ya sêyem e....
Van kurdana mêr nekuştine, tecawizî namûsa kesî nekirine, bi sextekarî malê dewletê nedizîne, nebûne çete û xelk neşêlandine, tenê gotine em kurd in û dibê dewlet mafê me bide.
A ji ber ku wiha gotine, vê dewleta zorba 20 salan ew di zindanan da rizandine û seqet kirine.
Dema ev zulm bi bîra meriv dikeve, meriv hêrs dibe, kîn û nefreta meriv ya li hember van zorbayan xêdetir dibe.
Bayram Altûn, bi kurtî qala prosesa birin û anîna mahkemeyê jî dike û dibêje:
“Ev pêvajoya dadgehê ji bo me bû wek îşkenceyekê. Em sibehan saet 6-ê sibehê radibin bi ecele xwarinê dixwin û diçin salona rawestinê, du saetan li ser piyan dimînin. Paşê destên me tên kelepçekirin û me dixin rîngan (erebeyên zindanan). Rîng teng, qirêj û ne hijyenîk in. Li adliyê jî destên me kelepçekirî, em li piyan radiwestin. Di dema nîvroyê de jî li jêrê em du saetan li salona rawestinê tên sekinandin. Salon gelekî teng, bê hewa û bi toz e. Ciyê runiştinê tune ye. Ne paqij e. Li jêr hewa cemidiye û salona dadgehê jî germ e. Ji ber vê rewşê gelek hevalên me nexweş ketin. Dadgeh saat di 5-an da diqede. Yanî ji bo me nêzî 12 saetan ev eziyet didome. Tenê 4-5 saet li dadgehê derbas dibin, wekî din hemî di rê de, di nav eziyetê de dibuhure.”Ev dewleta ceberrût li ber çavên me vê zulmê li însanên me dike, ji bo ku manewiyata wan bişkîne, wan teslîm bigre demê dirêj dike.
Û em jî mixabin lê vê zulmê temaşa dikin....
Lê hîn destpêk be jî axirê kurdan dest pê kirine dibêjin, “Êdî bes e!”Gelekên me Bayram Altûn nas nakin(min bi xwe nizanîbû hewqas hefs razaye), ji bo ku em bizanibin Bayram Altûn kî , çi kiriye, çend salan di zindanên Tirkiyê da maye mala Fatma Sawciyê ava, bîyografiyeke wî ya kin çêkiriye.

Bayram Altûn kî ye?Bayram Altun di 1974-an de li Mêrdînê ji dayik bûye. Li İzmîrê dema li zaningeha Egeyê beşa mûhendisiya tekstilê dixwend, hîna neqedandî di sala 1993-an de hate girtin.
Nêzîka13 salan di zîndanan de ma. Ji 2007-an ve hevserokatiya DEHAP-DTP kir.
Dema hat girtin jî alîkarê serokê komusyona berpirsiyarê rêveberiya cihî bû.”

24 november 2010

Erdogan gotinên pir giran ji Îsraîlê ra kir

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, îro li Bêrûdê li gundê Ettar(xwedêgiravî şêniyên gund tirk in) gava bi hezaran însan li hember xwe dît, xwe wenda kir, bû agir û pêtî û bi ser serê Îsraîlê da barî…
Erdogan, ji rexneyan bêtir gotinên pir giran ji Îsraîlê ra gotin.
Erdogan di axaftina xwe da ji bo Îsraîlê gotina ”qatil” bikar anî û got:
”Emê bibêjin aştî, bibêjin edalet, bibêjin huqûqa navnetewî û dema pêwîst be emê ji qatil ra jî bibêjin qatil û bi îzna Xwedê emê hesabê hemû kirinên qatil jî jê bipirsin.”
bi van gotinên xwe yên pir giran Erdogan careke din nîşan da ku nabêna Tirkiyê û Îsraîlê hîn baş nebûye û ji texmînan jî xerabtir e.
Erdogan di axaftina xwe da got, dibê Îsraîl sûcê xwe wqebûl bike û ji Tirkiyê uzrê xwe bixwze.
Û Îsraîlê jî ev daxwaza Tirkiyê heta nuha tim red kiriye û wisa xuyaye ku piştî vê axaftina Erdogan ya li Lubnanê, têkiliyên wan ewê hinekî din jî xerabtir bibin.
Weke her car, di vê axaftian xwe da jî Erdogan li hember Îsraîl zimanekî dîplomatîk bikar neanî, dîsa Îsraîl tehdît kir û jê ra got hûn qatil in û ”bi îzna Xwedê emê hesabê vê qetla we ji we bipirsin.”
Erdogan, ji ereban ra bi ajîtasyoneke mezin got:
”Êşên ku di vê tarîxa nêz da li Lubnanê qewimî ne me di dilê xwe da his kiriye. Dema Bêrûd di bin hesargê da bû me jî eynî xwe di bin hesargê da his kir. Xwîna li Şatîlayê hate rijandin weke hemû herêmê, em jî rencîde kirin. Gava Refîk Herîrî şehîd bû me jî êşê wî kişand. Dema bombeyên bi şiklekî bêînsaf bi ser Lubnanê da dibariyan, êrîşên derî mirovahiyê dilê me jî êşand. Me çawa ku êşa Lubnanê di dilê xwe da his kir, ez bawer dikim ku lubnanî jî kuştina 9 tirkan di dilê xwe his dikin.”
Û dû ra jî weke ”mêrxasekî Qasimpaşalî” Îsraîl baş da ber topan û wiha got:
”Li hember kesên ku li Derya Sipî korsaniyê dikin, sivîl û zarokên bêsûc qetil dikin emê parastina heq bidomînin.
Emê li ser navê însaniyetê, li ser navê ûjdan, li ser navê zarokên masûm bibêjin Quds, Xeza, Bêrût. Emê bibêjin aştî, edalet, huqûqa navnetewî û dema pêwîst be jî emê ji qatil ra jî bibêjin qatil. Û bi îzana Xwedê emê hesabê hemû kirinên qatil jî jê bipirsin. Dibê şika kesî ji vê yekê tunebe.”
Piştî van gotinên Erdogan yên hewqas giran, meriv dikane bi hêsanî bibêje ku têkiliyên Tirkiyê û Îsraîlê di demeke nêzîk da ne mimkûn e ku baş bibe.
Bi kêmanî heta ku AK Pli ser hukum be ev yek ne mimkûn e.
Li herêmê dijminên Îsraîlê pir in, loma jî Îsraîl li hember van zirt û heqaretên Erdogan zêde dengê xwe nake, lê di bin ra çi xerabî ji destê wan were, li hmber Tirkiyê ewê texsîr nekin.
Mixabin dostaniya Tirkiyê û Îsraîl heta nuha gelek zirar gîhandiye kurdan, loma jî xerabûna têkiliyên wan ji bo kurdan baş e.
Wek tê dîtin Tirkiye pir vekirî alîkariya filistîniyan dike, lê Îsraîl heta nuha hîn yek gotineke baş jî di heqê têkoşîna kurdên bakur da negotiye, heta gelek caran weke Tirkiyê, ew jî ji PKK-ê ra dibêjin ”terorîst.”
Gelo ji nuha û pê va dewleta Îsraîl ewê vê şêla xwe ya li hember kurdên bakur biguhere ya na, hîn ne diyar e.
Îsraîl, di gotinê da hin fortan bide xwe jî lê bi îhtîmaleke mezin di rastiyê da ewê newêribe alîkariyê bide kurdan…

23 november 2010

Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye

Serokê Belediya bajarê mezin yê Amedê Osman Bayedemîr, di beyaneke xwe da gotibû, ”êdî wexta şerê çekdarî derbas bûye.”
Abdullah Ocalan, ji vê gotina Baydemîr gelkî aciz bû û hefteya borî bi riya abûqatên xwe gelek rexneyên giran li Baydemîr girt, got viya ne karê te ye û gelek gotinên din.
Heta ne ev rexne tenê, piştî rexneya Ocalan û Mûrad Karayilan, di medyaya tirk da jî hat îdîakirin ku Ocalan û KCK zorê didin Baydemîr ji bo ku îstîfa bike.
Lê ji do da ye çapemeniya tirk vê meselê hinekî din jî pîj û gurr dike û îdîa dike ku, rexneyaên Ocalan esas gelkî girtantir in, lê hemû neweşandine.
Li gor çapemenî dinivîse, Ocalan, sê rê dane ber Osman Baydemîr, gotiye:
”Ya bira xwe rexne bike û uzrê xwe bixwaze, ya bira here bibe AKP-yî, ya jî bira îstîfa bike û di rêxistinên sivîl da kar bike û ya jî bira biçe li mala xwe rûne.
Ev îdîa çiqasî rast in meriv nizane, lê heger bi rastî wisa be pir xerab e û zulmeke mezin e.
Û e vev yek dikane bibe sebebê perçebûna BDP-ê jî.
Osman Baydemîr îşev him di NTV-ê û him jî di roj TV-ê da got, mesele hewqasî ne mezin e, çapemenî bi qestî meselê mezin dike. Ew li ser karê xwe ye û partiya wî jî tu daxwazeke wiha ji wî nekiriye.
Hevseroka BDP-ê Gulten Kişanak xanimê jî derbarê gelşê da dîtinên xwe aşkere kir û pir vekirî piştgirî da Baydemîr.
Beyana Kişanakê, pir baş û pir bi cesaret bû, li hember Ocalan piştgirî da Baydemîr.
Kişanakê di derbarê rexneyên Ocaaln da got:
”Nêrînên wî ne” û wiha dom kir, “ Birêz Ocalan jî wek me mirovek e. Azad e nêrînên xwe aşkere bike. Wî nêrînên xwe aşkere kirine. Dê rexne li min jî li we jî bigire. Nêrînên wî ne. Gelo hûn çima vê çendê ji nû ve tînin rojeva raya giştî, ez vê yekê fêm nakim. Ez weka hevseroka vê partiyê li vir im. Baydemîr jî li ser karê xwe ye. Nêrîn û helwesta partiya me diyar e.”
Ev şêleke pir baş e û hêjayî trqdîrê ye.
Esas meriv fêm nake Ocalan ji bo çi ev gotina Baydemîr hewqasî mezin kir û gîhand vê dereceyê?
Baydemîr gotinek bû kir, dinya xera nebû.
Baydemîr bi vê gotina xwe şerê çekdarî ranewestand, çek ji gerîla nestend, bi dewletê ra peymanek agirbestê îmze nekir.
Yanî bi wê gotina xwe ne zirarek da PKK-ê, ne jî bû sebebê guherandina taktîk û stratejiya KCK-ê.
Gotinek bû wî jî got, bira Ocalan û KCK û PKK jî bibêjin na, wexta şerê çekdarî derbas nebûye, tiştên Baydemîr dibêje şaş e, em ne pê ra ne, hewqas, mesele diqede.
Ji xwe Baydemîr bibêje wext derbas bûye çi ye , nebêje çi ye, ji ber ku yê bikanibe şer rawestîne ne Baydemîr e, wî fikrê xwe gotiye û ev jî normal e, dibê însan fikrên xwe bi rengekî azd bibêjin.
Ma şert e ku her BDP-yî, KCK-yî û PKK-yî tim tiştên rast bibêjin, carnan meriv dikane tiştên new eke hev, tiştên ne rast jî bibêje.
Ev normal e.
Ma demokrasî û azadiya fikir çi ye, dibê her kes bikanibe fikrê xwe bi rengekî azad bibêje, dema nikanibe bibêje, demê ferqa me ji ya dîktatoran namîne.
Îro li Tirkiyê însan Quranê, Pêxember û Xwedê minaqeşe dikin, ma qey kesê nikanibe li ser şerê çekdarî fikrê xwe bibêje?
Ev ne rast e û dîktatoriyeke pir xerab e.
Esas Ocalan tim wiha dike, naxwaze bêyî wî ji kesî were hezkirin.
Dema hevalekî wan hinekî populer dibe, gel jê hez dike, Ocalan tavilê dikeve panîkê û di cî da qulpekê dibêne.
Bi baweriya min ev gotina Baydemîr bahane ye, Ocalan di hefsê da jî qebûl nake ku bêyî wî kes bibe serok û gel jê razî be, jê hez bike.
Bi ya wî be dibê her kes bibe kole, xulam û mirîdê wî, kes tiştekî nefikire û doza tu tiştî neke, tenê emir jê bigrin û îtîatî wî bikin.
Çawa ku li gor misilmanan û dînê Îslamê Hz. Muhemed Pêxemberê dawî ye, bêyî wî tu pêxemberekî din nabe, Ocalan jî bi wî çavî li xwe dinêre, ew jî dibêje ew serok, zana, alim, mezin, fîlozof û rêberê kurdan yê herî dawî ye.
Loma jî ji kê hinekî were hezkirin, Ocalan tavilê nerehet dibe, xewa wî direve û loma jî qulpekê pê va dike.
Bi baweriya min bingeha vê bûyerê jî ev nerehetî û tirsa Abdullah Ocalan e.
Helbet dewlet û çapemenî jî dixwazin vê gelşê kûrtir bikin, berî hilbijartinan vê dijayetiyê bigihînin merheleya perçebûna BDP-ê.
Dibê her kurdê xwedî şexsiyet û ûjdan li dijî vê zorbatiya Ocalan derkeve û rê li ber perçebûna BDP-ê bigre.
Heta nuha Ocalan bela xwe di kê daye ew ji qada siysetê wenda kiriye, bi texmîna min ewê eynî tiştî bînin serê Baydemir jî.
Lê ez hêvî dikim ku ev texmîna min şaş be û PKK vê dîtina Baydemîr normal bibîne û meselê zêde mezin neke.
Lê heger wiha nebe û weke hercar Baydemir jî mecbûrî îstîfayê bikin, bi vê yekê him ew û him jî miletê kurd ewê zirareke pir mezin bibîne.

22 november 2010

Li ser halê zimanê kurdî çend dîtinên cuda

Xwendevanên hêja, li ser nivîsa min ya li ser Amûdê, Wêrnanşarê, Swêregê û Rihayîyan çend şiroveyên dost û hevalan hatin.
Yek ne tê da, yên din kesî nedîtiye, ji ber ku hemû weke e-mail ji min ra hatin, loma jî xwendevanan ew nexwendine.
Ez li jêr wan diweşînim.
Ez bawer dikim hûnê jî bi xwendina wan kêfxweş bibin.
Çimkî hûn her roj mecbûrî xwendina ”çîrokên” min dibin, miheqeq hinek ji we nuha aciz bûne, loma jî bira îşev jî dor ya xwendevanan be.
Birêz Mehmet Gultekîn û Bekir Ûçar tiştên min li ser Kurdistana Sûriyê û Kurdistana bakur gotine rast dîtine, lê Helîm Yûsûf hinekî îtîraz kiriye, li gel ku ew amûdî ye û min Amûd bi asîmanan jî xistiye jî, wî bi tevayî piştgirî nedaye tesbît û xweşbîniya/optîmîzma min ya di heq Amûdê û kurdên başûr da.
Helîm ji wir e û bêguman ew ji min bêtir xwedî agahdarî ye, lê rismê ji dûr va ji min va xuya dike rewş wek ya me hewqasî ne kambax e, kurd bi hev ra û bi zarokên xwe ra bi erebî napeyivin.
Û li gor nufûsa wan nivîskar, şair, resam û dengbêjên wan jî pir in û hemû jî kurdayetiyê dikin.
Lê heger bi rastî jî rewş weke Helîm dibêje wisa be, wê demê li wir jî kurdî ketiye komayê û li ber mirinê ye.
Heger ji başûr û ji bakur hin kurdên din jî tevî vê minaqeşeya me bibin ewê baş û bi feyde be.
De kerem bikin û dîtinên hevalan bixwînin:

***
"Gotara te gelek xweş û di cîh da ye û ji bo teşwîqkirinê jî xalên mûhîm tê da henin.
Gel li devê Siyasetmedaren û piranî jî yê şaredaran dinihêre û guhdarî dike.
Dora sed belediyên kurda henin ku tenê 2-3 ji wan di debarê ziman, çand û dîroka Kurdan û bi taybetî yên herêma xwe va mijul dibin.
Pisrgirêka din a gelek muhîm jî ew e ku, ne tenê weke te nivîsiye di bajaran da lê belê êdî di gundan da jî zarok bi tirkî bi dê û bavên xwe va xeber didin.
Hewce ye ku, siyasetmedar û karmendên belediyan bi millet bidin zanîn, ku zarok bi du zimanan mezin bibin ji wan ra gellekî bi kêrhatî ye; ji xwe ew tirkî di dibistanan da fêr dibin, divê di malê da bi wan ra bi zametî tenê bi kurdî bê qise kirin. Dîsa hewce ye ku belediye di mehên havînê ên di tatîlê da avahiyên ji bo perwerdeya zarokan bi ders û leyistokan saz bikin ku tê da bingeh bi awayê zarokan tenê bi kurdî be."
Mala te ava
Tev silav û rêzan
M. Gultekin

Merheba !
Birayê Mihemed, gelek sipas ji bo şirove û e-meyla te.
Tiştê tu dibîjî rast e, bi sed belediyan kurd dikanin gelek tiştên din bikin, lê nakin, ji ber ku bîr nabin, li ba însanên me hestên netewî kor bûye, wezîfwe û menfaetên netewî nabîne.
Min nuh bihîst li her bajarî ya jî li piraniya bajaran koroyên muzîka tirk ya gelêrî(Turk Halk Muzigi Korosu)ya her belediyeyê hene, belediye van koroyan finanse dikin, kesên di van koroyên muzîkê da distrên karkiriên belediyan e.
Mesela koroya ya belediya Diyarbekrê heye.
Yanî ji dêlî ku koroyên kurdî saz bikin, bi perên kurdan yên tirkî saz dikin, kurdan fêrî tirkî dikin, ji muzîka tirkî ra xizmetê dikin.
Îcar ji bo ku belediye bi wacibiyên xwe yên netewî bihesin dibê bîr û rayeke civakî cê bibe, ji der da zext li wan bibe, dibê capemenî tim li ser vê mijarê raweste, dibê ronakbîr vê kêmasiyên wan rexne bikin...
Gele silavên biratiyê û bimîne di nava xweşiyê da
Zinarê XamoBekir Ucar
"Ew destên ku pênus digrin her hebin.
Gotinên te di cîh de ne,kêmin û ne zêde ne.
Bîr û baweriya Neteweyî li ba Kurdên Bakur kêm in.
Kurdên Bakur dikarin bibin murîd û sofîyen baş, lê Kurdên baş qet nabin.
Ev 30 salên Kurdên Bakur in ku di nav şerekî de ne; heke şerê Bakuriyan ji bo azadî û rizgar kirina Kurda buya, wê Kurdên bakur zimanê xwe bipêşde bibirana.
Lê em dibînim ku Ziman û ramanên Neteweyî bi pêşde neketine, berevajî vî tiştî ziman û ramana berî bi 30 salî ji ya îro çêtir bû.
Taybetiyek gelek baş a ku min bi çavên xwe dîtine û her sal dibim şahidê wê ev in; Ez Bakurî me lê hersal dema diçim Bakur, serdana Binxetê jî dikim.
Kurdên Binxetê Kurdayetitêya xwe wek a Bakuriyan wenda nekirine, Kurdên ku bi Kurmancî dizanin qet bi zimanekî biyanî bi hevre napeyivin.
Doktor bin, Abuqat bin ,mamoste bin, xwendekar bin, gundî bin jî bi hevre bi zimanê xwe yê Kurdê dipeyivin.
Yanî Kurdên beşên din wek Kurdên Bakur ji zimanê xwe fêdî nakin.Bi serblindî bi zimanê xwe dipeyivin.
Dema Ez li diçim Binxetê û wan Kurdên resen dibînim dilê min ji bakuriyan sar dibe û bêhêvî dibim. Te mînaka ku li ser Amûdê dayî gelekî balkêş e û rastî têde heye.
Li gel slavên min û serkftinê dixwazim. Bekir"
Bekir UçarZinarê Xamo
Bekir, birayê hêja gelek sipas ji bo şiroveya te.
Mixabin wek te jî gotiye rastiya miletê me ev e, kurd heta nuha bi piranî ji hestên kurdayetiyê dûr ketin, xwe asîmîle kirin.
Lê ji nuha û pê va, bi saya înternetê, facebookê û vê teknîka dawî bi baweriya min ewê li xwe vegerin, hestên kurdperweriyê roj bi roj ewê xurttir bibe.
Ji ber ku cîhan êdî biçûk bûye û însan ji gelek der û doran tesîr û îlhamê digrin.
Zayiata me pir mezin e lê pêşeroj ya me ye...
Zinarê Xamo
"Merheba xalê Zinar,
Min nivîsa te xwend. Destên te sax bin.
Te baş li hev aniye, spas ku te wilo pesnê amûdiyan daye, lê du têbîniyên min hene.
Yek jê, ez pir caran çûme Bakur, lê ez heta niha neçûme Wêranşarê.
Peyva te ya ku li wir "Kurdayetî lê ketiye gorrê"hinekî ez tirsandim. Bi dehan weşanger, nivîskar,
helbestvan û rojnamevanên ku bi kurdî karê xwe dikin li Bakur hene. Eger em hinekî derdora xwe
fireh bikin û li şûna Amûdê û Wêraşarê bikin "Bakur" û "Rojava" wê hinekî ev nirxandin bê guhertin.
Niha li Bakur bi dehan yên ku bi Kurdî dinîvisînin hene û pirtûk, kovar û rojname li wir derdikevin, lê li
seranserê Rojava tu yê li deh nivîskarên kurdînivîs rast neyê. Piraniya wan li derve ne.
Ya din, te gotiye Kurdên Sûriyê bi kurdî dijîn, lê te behsa wê kurdiya ku niha pê dijîn nekiriye.
Kurdiyeke, birîndar, xerabûyî û kullek ku di bin bandora siyaseta bişaftin û asîmîlasyona erebî de
maye nîv ziman. Di zimanê xelkê de hevokeke paqij û bêyî peyvên erebî nemaye. Ne weşanxane, ne rojname, ne jî pirtûk û kovar têne weşandin. Ji bilî kovarekê yan diduyan ku salê carekê derdikevin,
her tişt bi erebî ye.
Dawiyê, ez dixwazim ji encama gerra xwe ya van her du salan li nav kurdên her du aliyan têbîniyekê ji Xalê xwe re bêjim.
Her ku ez beşdarî çalakiyeke wêjeyî, edebî, dibim ez bi pirtûkên xwe yên bi kurdî, erebî, tirkî û elmanî beşdar dibim. Di hemû
çalakiyên kurdên Sûriyê de tenê romanên min yên bi erebî têne firotin. Di yên kurdên turkiyê de, ji sedî 95 yên kurdî û ji sedî 5 yên bi tirkî
têne firotin.
Xwedîderketina li kurdî - ya nivîskî- tev ku li her du aliyan kême, lê li ba kurdên Turkiyê bi dehê caran ji ya kurdên Sûriyê bi pêşdetire.
Ez vê yekê ji tecrubeya xwe ya şexsî dibêjim.
Min li welêt sê pirtûkên bi erebî derexistin, ji sê heta şeş mehan hezar dane dihate firotin û diqediya. 700 dane ji pirtûka mina
"Mirî ranazin"ku ez li wêderê bûm derket, dora çar salan li ber xwe da heta ku qediya.
Dibe pirtûkên min bi xwe ne pîvaneke rast bin, lê min xwest encama vê serboreya xwe ya di vê mijarê de ji xalê xwe re bêjim.
Rewş ji hêla min de bi vî awayî ye Xalê delal.
Bimîne di nav xweşiyê de.
Rêz û silav "
Helîm Yusûf

21 november 2010

Kurd û "Turk Doner"...

Evdile Koçer nuha li paytexta Kurdistanêp li Hewlêrê ye. Ew, di facebooka xwe da dinivîse, dibêje li Hewlêrê weke gelek navên tirkî, ew li rastî aşxaneyeke bi navê "Turk Doner" ê jî hatiye û rismê wê jî weşandiye.
Koçer dibêje, helbet dema meriv di çarçeveya bazirganiyê da li meselê binêre normal e.
Û dû ra jî ”lê” yekê pê ve dike, dibêje, lê heger li Stenbolê jî bi navê ”Kurd Donerê” aşxaneyek vebe, gelo tirk ewê çi reaksiyonê nîşan bidin?
Ez bibêjim, carê ne mimkûn e ku kurdek biwêribe bi navê ”Kurd Doner”ê derekê veke, lê ku veke jî yek tirk naçe li wir xwarinê naxwe û roja duduyan jî ewê wê bişewitînin.
Ev yek.
Ya duduyan jî, ez zêde bawer nakim ku xwediyê wê ”Turk Donerê” yekî tirk be, heger tirk be û mêrik li Hewlêrê jî navê aşxaneya xwe kiribe ”Turk Doner” heqê wî ye û dibê meriv wî teqdîr bike.
Çimkî mêrik tirk e û naxwaze tirkbûna xwe veşêre.
Lê bi texmîna min xwediyê vê aşxaneyê ne tirk e, yekî kurd e. Ji ber ku ancax yekî kurd dikane viha zû rehet eslê xwe înkar bike, veşêre.
Li Tirkiyê yekî kurd nikane aşxaneyekê bi navê "kurd doner" ê veke, çimkî miletê tirk, miletekî neteweperest, miletekî xwedî şiûreke netewî ye, nahîle dijminê wî li welatê wî aşxaneyekê veke û heger veke jî yek tirk jî naçe li ba wî nan naxwe.
Lê ji ber ku kurd bi piranî merivên ji şiûrê netewî dûr in, ne xwedî nasnameyeke saxlem û bi piranî jî heyranên tirkan e, xwe û miletê xwe ji însên nahesibînîn loma jî dêlî "kurd doner"ê , navê aşxaneya xwe dike "turk doner" û ala tirk jî li ser dixe.
Ji ber ku ew navê kurd biçûk û navê tirk jî mezinb dibîne, gava navê aşxameya wî "Turk Doner" be ev jê ra dibe weke şerefekê.
Bi îhtîmaleke mezin xwediyê ”Turk Donera” li Hewlêrê jî ya entabî, ya diyarbekirî ya jî yekî ruhayî ye.
Çimkî cewher xerab e, ji polayeke xerab şûrekî baş çê nabe, asîmîlasyonê meju çelqandiye, kiriye maxlûqatekî tevlihev…
Normal heger piçiek şiûr û xîret bi meriv ra hebe meriv weke kurd navê aşxaneya xwe nake "Turk Doner" û heger yekî tirk be jî li Hewlêrê meriv naçe li "Turk Donerê" quzulqurtê naxwe.... Lê ji bo kurdan, heta kurdên başûr jî zêde ferq nake, heta ez dikanim texmîn bikim ji ber ku navê wê ”Turk Doner”e ewê bêtir populer bibe.
Yekî kurd li kêlek ”Turk Donereê”, ciyekî bi navê ”Kurd Donerê” veke, ewê nexebite, ewê topê bavêje…
Heger texmîna min çewt e, bibêjin na, ne wisa ye….

Bazên Diyarbekir Sporê dengê dîkên Denizliyê birrîn

Kurdino, mizgîniya min le we, çavên we hemûyan ronî be!
Taximê kela mêran û egîdan, kela şêr û şepalan Diyarbekir Sporê îro li Denzliyê, serê me hemû kurdan bilind û dilê me jî honik kir.
Egîdên Diyarbekirî, weke bazan xwe bera ser serên dîkên Denizliyê dan û piştî 11 xalîbiyetên li pey hev, cara pêşî ew têkbirin û ew basko kirin.
Diyarbekir sporê li Denizliyê 0-1 zora Denizlî Sporê bir û bi vî rengî piştî 16 hefteyan, cara pêşî li mala Denizliporê mexlûbiyet pê ta tamkirin.
Piştî vê têkçûnê, "Dîkên Denîzliyê" lal bûn û ji azandanê da ketin.
Ev 16 hefte bû "Dîkên Denîzliyê" bi qîqeqî Tirkiye û Kurdistan ji guhan kiribûn, bi wext û bêwext, gav û saetê wer azan didan, ji azana wan, milet êdî pembo kiribû guhên xwe.
Lê pêlewanên Diyarbekirî bi lîstika xwe ya bi cesaret û êrîşkar, lîstekeke pir mikemel pêşkêşî temeşevan û alîgirên xwe kirin.
Ji deqîqeya pêşî heta ya dawî performanseke pir bilind, bi pasdanake bi îsabet futboleke pir xweş lîstin, tim li golavêtinê geriyan û tu carî neketin psîkolojiya xweparastinê.
Lîstikvanê Diyarbekir Sporê weke taxim hemû jî baş bûn, di mucadeleyên yekoyeko da serkeftî bûn û pir ezim dilîstin.
Lê Qelebanê Diyarbekir Sporê û lîstikvanê bi navê Ahmet(heger navê wî şaş di bîra min da nemabe) li baskê çepê dilîst, herdu jî îro serkeftî bûn.
Bi taybetî jî hefteyima dawî, li gel ku egîdan kurdan 0-1 li pêş bûn jî, derbasî parastinê nebûn, heta deqîqeya dawî jî ji ber qeleya raqibên xwe li xola geriyan.
Heger Diyarbekir Spor her tim vê lîstikê bilîze tu sebeb tuneye ku di demeke kin da derkeve jorê tabeleyayê.
Bi lîstika xwe ya îro Diyarbekir Sporê nîşan da ku kapasîteya lîstikek baştir heye, dema moral û piştgiriya gel û alîgiran jî sist nebe di rojîn pêş da dikane gelek carên din jî wiha ruyê me sipî bike...
Her bijî egîdên peytaxte Kurdistanê, ji bo vê serkeftinê ez we hemûyan pîroz dikim.

19 november 2010

Dibê hemû siyasetmedarên kurd weke Bengî Yildiz bifikirin

Parlamenterê BDP-ê yê Êlihê (Batman) Bengî Yildiz, di hevpeyvîna xwe ya bi Maşalah Dekak ya di malpera Aknewsê da li ser zimanê kurdî dîsa gelek tiştên rast û baş dibêje.
Bengî Yildiz dibêje, ji bo ku kurdî bi pêş keve û di her qada jiyanê da bê bikaranîn, dibê zanebûna kurdî ji bo namzediya parlamenteriyê, şaredariyê, meclisên şaredariyan şert be.
Bengî Yildiz dibêje,“Heger ev şert bê danîn, em bawer in ewê hemû kes xwe hînê kurdî bike.”Ev rast e, dema ji bo namzediyê şertekî wiha hebe wê demê kesên kurdînezan ewê nikanibin bibin namzed, bi vî şiklî ewê rê li ber nûnerên kurdînezan were girtin.
Ji xwe dibê ev şer tji roja roj da hebûye, kesê bixwaze bibe siysetmedar û nûnereê kurdan dibê bi zimanê kurdan bizanibe.
Heger BDP bi rastî jî biryarke wiha bigre, ev yek ewê bibe gaveke dîrokî û destpêka tradîsyoneke nuh.
Li alî din li ser şêla dadgeha Amedê û qedexeyên li ser zimanê kurdî jî Yildiz tiştên pir hêja dibêje.
Bengî Yildiz dibêje:
”Kurd zîhniyeta qedexekirina zimên ewê tu caran qebûl nekin. Qanûn mecbûr e xwe li gorî gel, li gorî jiyana kurdan biguherîne. Mecbûr e ziman, çand û dîroka kurdan nas bikin. Ger qanûnek bibêje, ‘em 20 milyon kurd nas nakin’, ma ev qanûn ewê ji aliyê kurdan ve bê qebûlkirin? Niha siyaseta me, jiyana me, li ser meşrûiyetê û li ser hiqûqê ye. Em siyaseta xwe ne li gorî qanûnan, belkî li gorî hiqûqê dimeşînin. Çimkî qanûn be, qanûnên faşîstan jî hene. Qanûnên Hîtler û Mussolînî jî hebûn. Qanûnên Seddam Husên jî hebûn. Qanûnên hemû dîktatoran hene. Lê ew qanûn meşrû nîn in, ew qanûn hiqûqî nîn in. Ji ber vê yekê jî ew qanûna ku kurdan nas neke, siyaset, ziman û dîroka kurdan nas neke, em jî wan qanûnan nas nakin.”
Analîzeke pir rast e, nûnerekî kurdan dibê wiha bifikire, dibê xwediyê vê şêlê û vî şiûra netewî be.
Qanûnên ku hebûna kurdan, kultur û zimanê kurdan nas nekin, dibê kurd jî wan qanûnan nas nekin, li gor wan tevnegerin.
Ji ber ku ew qanûn ne meşrû ne, li dijî realîteya heyî ne.
Heger BDP, bi rastî jî di van herdu nuxteyên ku Bengî Yildiz li jorê qal kir (ji bo namzedan şertê zanîna kurdî û qebûlnekirina qedexeyên li ser zimanê kurdî), israr bike mesele diqede.
Di qanûna partiyên siyasî da dewletê gelek asteng daniye pêş zimanê kurdî û ev yek bi zanetî kiriye.
Divê siyasetmedarên kurd guh nedin vê yasaxê, di civînên partiyê da, di civînên bi gel re, yanî di hemû qadên jiyanê da zimanê bi kurdî bipeyivin û di vê yekê da bi israr bin.
Kurd ji dewletê perwerdeya bi kurdî dixwazin, lê ew bi xwe fêrî kurdî nabin û yên dizanin jî bi kurdî napeyivin.
Ev nabe, ya dibê meriv ji dewletê mafê perwerdeya bi zimanê kurdî nexwaze û gava xwest, wê demê jî dibê ew bi xwe jî bi kurdî bipeyive.
Bala xwe bidin van rêzên jêrîn û bibînin ku birêz Bengî Yildiz, mesele çiqas xweş aniye zimên.
”Heke em li parlamentoyê, di jiyanê de kurdî neaxivin, wê çaxê me asîmîlasyon qebûl kiriye.
Bi awayekî her roj zimanê dayikê ji dest diçe, zarokên me bi tirkî diaxivin.
Weke gel, em li kolanan, li bazarê, li dibistanan, di hemû warên jiyanê de bi tirkî diaxivin. Piştî ku ziman ji dest çû, mirov nikare tu tiştekî bike.
Kesekî ku bi zimanê dayikê nejî, mezin nebe, ew hest pê re çênebin, bi wê kulturê mezin nebin, sibê xwedî li zimanê dayikê jî dernakevin.
Heke me radyoya Êrîvanê guhdar nekira, me Karapêtê Xaço, Meyrem Xan, Eyşe Şan guhdarî nekira, ji me re bigotana ‘zimanê kurdî xweş e’, me yê çawa bizanibûya xweş e yan jî ne xweş e? Ji bo ku hesasiyeta ziman hebe, divê ziman di jiyana me de bi awayekî cih girtibe. Divê ziman hatibe tamkirin.”
Meseleyê meriv ancax dikane hewqasî xweş û fesîh bîne zimên.Wê demê di têgihîştina meselê, di zanînê da tu kêmasî tuneye, tiştê kêm tenê emel e, yanî praktîk e, ku ev jî were kirin emê biserkevin.
Di dawiya hevpeyvînê da Bengî Yildiz, li ser rola zimên ya pêkanîna yekîtiya kurdan tiştekî gelkî rast, xweş û balkêş gotiye ku sedîsed rast e.
Bengî Yildiz dibêje:
"Wexta ku siyasetmedar bi zimanê kurdî diaxivin, dewlet û faşîst nerazîbûnê nîşan didin, gelê me zêdetir yekîtiya xwe çêdike. Çep, rast, muhafazakar, sosyalîst, sosyal demokrat hemû li hemberî nêzikahiya ziman dibin yek. Çimkî zimanê kurdî zimanê lîberalan e jî, zimanê muhafazakaran e jî, zimanê sosyalîstan e jî. Ev zimanê me hemûyan e. Eger êrîşek hebe, kurd di vir de dibin yek. Ger kurd di warê ziman de dibin yek, wê çaxê divê em di vî warî de zêdetir hesas bin."
Bi rastî jî wiha ye, ziman ne yê komekê ya jî yê sinifekê ye, ew zimanê miletekî bi tevayî ye. Loma jî, zexte li ser zimên tesîrê li hemû ferdên wî miletî dike. Ev yek jî dikane di vî warî da bibe wesîleya yekîtiya netewî.

18 november 2010

Ji bo çi kurdên Sûriyê ji kurdên Tirkiyê kurdtir in?

Çendakî berê em çend heval mîvanê hevalekî bûn. Di nava sohbetê da hevalekî got, nizanim bala we jî kişandiye ya na, lê ya min kişand.
Ez çend caran çûm Kurdistana Sûriyê, li wir min dît her kurdê ku zanîngeh qedandiye, bûye bijîşk, abûqat, mihendiz û hwd, li Şamê ya jî li Helebê bicî nebûye, vegeriyaye welatê xwe, li Amûdê, li Qamîşloyê yanî li welatê xwe bicî bûye. Lê li ba me kurdên bakur ne wiha ye, yên me venagerin welatê xwe...
Bi rastî jî wiha ye, kurdên xwende bi welat û axa xwe ve negirêdayî ne, ji welat, milet û zimanê xwe hez nakin, heta meriv dikane bibêje ku jê direvin.
Li Kurdistana bakur, dema yek zanîngehê biqedîne û bibe xwedî dîplome û kursiyekê, heger mimkûn be naxweze vegere bajar û welatê xwe, dixwaze here li xerbê di nava tirkan da bicî bibe. Ji xwendevanên kurd yên zanîngehê diqedînin û dibin “tiştek” hejmareke pir hindik vedigerin bajarên xwe, li wir bicî dibin.
Lê dema li bajarên xwe bicî nebin, naçin bajarekî din yê Kurdistanê, rasterast berên xwe didin bajarên tirkan, li wir bicî dibin û bi tirkan ra dizewicin û dûra ew û zarokên wan dibin tirk.
Heta ne kesên xwendevan, mamûr û xwedî îş tenê, kesên teqawit dibin jî ji dêlî ku herin ya li bajarên xwe, ya jî li bajarekî din yê Kurdistanê bicî bibin, li bajarekî Tirkiyê bicî dibin, heta mirina xwe li wir dimînin.
Ev reva ji welat û miletê xwe li beşekî din yê Kurdistanê tuneye, tenê li ba me kurdên bakur wiha ye.
Ronakbîrekî mahabadî nareve Tahranê, yekî Silêmanî nareve Bexdayê, yekî amûdî nareve Şamê, li bajarên xwe, di nava gelên xwe da dimînin.
Ji bo çi wiha dibe, sebebên vê “reva ji welêt” çi ye ez baş nizanim.
Di vî warî da heta nuha lêkolîneke sosyolojîk nehatiye kirin, loma jî di destê min da tu zanînên ilmî tunene, tespît û analîza min tenê texmîn û li gor çavdêriyên min yên şexsî ne.
Bi baweriya min, dema hezkirina meriv li hember tiştekî kêm bibe, hestên aîdiyetê jî bi meriv ra namîne.
Ew aîdîyet, ew nasname ji bo meriv êdî dibe weke barekî giran, meriv dixwwze zû ji bin wî barî xelas bibe.
A ji ber ku xwenda û ronakbîrên kurdan ji bajarên xwe, ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez nakin, ev hezkirin li ba wa kêm e li Kurdistanê bicî nabin, ji ber ku li hember bajar, welat û zimanê wan hestên aîdiyetê bi wan ra zeîf bûye.
Piştî qedandina zanîngehê, piştî teqawîtiyê ji dêlî ku herin li welatê xwe, li bajarên xwe bicî bibin û ji gelê xwe ra bibin çira û find, bibin pêşengê bicîbûna kultureke medenî û bajarvaniyê, direvin bajarekî tirkan, li wir, di nava tirkan da xwe vedişêrin.Lê xwenda, teqawid/malnîşîn û ronakbîrên amûdî, qamîşloyî, silêmaniyeyî, hewlêrî, duhokî, mahabadî, şinoyî yanî kurdên ji beşên din yên Kurdistanê wiha nakin, li bajar û li welatê xwe bicî dibin, di nava gelê xwe da dijîn.
Û ji ber vê yekê ye ku îro li gel ku nufûsa Amûdê 9-10 hezar e, lê bi dehan nivîskarên amûdî hene, bi dehan dengbêjên amûdî hene.
Mesela, Deham Evdulfetah, Bavê Nazê, Ehmedê Huseynî, Merwan Osman, Abdulkadir Mûsa, Nezîr Melle, Azer Osê, Beşîr Melle, Dilawerê Zengî, Hekîm Sefkan, Fewaz Husên, Helîm Yûsiv û gelekên din, hemû jî ji Amûdê derketine, lê nufûsa bajarê min Wêranşarê li dora 120-130 hezarî ye hîn yek nivîskarek jî, yek şairek, yek dengbêjekî meşhûr jî jê derneketiye.
Û ne Wêranşar tenê, ez dikanim Swêregê, heta Ruhayê û hemû qezayên wê jî têxim ser hev, lê dîsa jî nagihîjin Amûdê.
Amûda xwedî 10 hezar nufûs, bi nivîskar, şair û dengbêjên xwe li aliyekî û Ruha û hemû qezayên wê bi nufûsa xwe ya 1 milyon û 600 hezarî li aliyekî. Li Ruhayê û hemû qezayên bi qasî yên Amûdê nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin tunene, lê Amûdê 12 heb min jimartin û ez bawer dikim zêdetir in jî.
Li Sûriyê jî zimanê kurdî qedexeye, li wir jî kurd bi zimanê xwe perwerde nabin, lê ji ber ku ronakbîrên wan li welatê xwe, di nava gelê xwe da dijîn, bi zanîn û tecrûbeyên xwe ji gelê xwe ra, ji cîlên nû ra dibin mînak, dibin rêber.
Û loma jî xortên wî bajarî dibin xwedî mîrateke çandî û edebî.
Lê ronakbîrên me heger bikanibin li Rojava bijîn, hema yekê nakin dudu û direvin bajarekî tirkan û li wir, xwe ji gelê xwe, ji zarokên gelê xwe, weke qaçax û mahkûman vedişêrin.
Loma jî li Amûdê, li Qamîşloyê, li Silêmaniyê, li Duhokê, li Mahamadê, li Şino û li beşên din yên Kurdistanê şair û nivîskarên kurd derdikevin, lê li ba me dernakevin, çimkî mezinên me, ji welatê xwe û ji gelê û ji zimanê xwe hez nakin, ew heyran û evîndarên Tirkiyê, civata tirk û zimanê tirkî ne, loma jî naxwazin li Kurdistanê di nava kurdan da, dixwazin li Tirkiyê, di nava tirkan da bijîn û li wir bimrin....
Ez bi xwe Wêranşara ku “kurdayetî lê ketiye gorrê” bi Stenbola tirkan naguherim.
Not:
Ji bo ku sernivîs zêde dirêj nebe min "kurdên Sûrîyê û kurdên Tirkiyeyê" bikar anî...

17 november 2010

Ji bo bîranîna Seyid Riza

Tam 73 sal berê di 15-ê mijdarê da(15/11-37)serokê serîhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 havalên wî ji alî rejîma kemalîst ve hatin îdamkirin.
Kurd îro li gelek deran van şehîdên xwe bibîr tînin û doza nîşandana gorrên şehîdên xwe li dewleta tirk dikin.
Weke gelek serokên kurdan yên din, gorra Seyid Riza û şeş hevalên wî jî hîn nayên zanîn.
Ev dewlet dewleteke hewqas zalim û qanûnnenas e ku cenazeyên miriyên kurdan jî nadin malbatên wan.
Ev, him û hovîtî û zilmeke pir mezin e û him jî sûcekî li dijî însaniyetê û hemû qanûnan e.
Hin dîroknas dinivîsin, dibêjin berî îdamê Seyid Riza ji celadên dewleta tirk ra gotiye:
"Ez bi derew û hîleyên we ra derneketim serî, ev ji bo min bû ders. Lê min jî li hemberî we serî netewand, bira ev jî ji we bibe ders."
Wezîrê Tirkiyê yê derve yê ra kevn Îhsan Sabrî Çaglayangil, di sala 1989-an da di bîranînên xwe da(Rojnameya Guneş, 19/8-89) qala ziravpilingî û mêraniya Seyid Riza ya li ber sêpiyê îdamê dike. Wê demê min ev beşê li ser îdama Seyid Riza wergerand kurdî û di rojnameya Armancê da weşand.
Nuha ew wergera min ne li ber destê min e biweşînim, ezê lê bigerim heger min bi dest xist ezê rojeke din biweşînim.
Çaglayan dibêje:
"Îdama Findik Hafiz qediya. Me Seyid Riza derxist meydanê. Hewa sar bû û li der û dorê kes tunebû. Seyid Riza, wek ku meydan tije însan be xîtabî bêdengiyê û valahiyê kir û got:
“Em ewladên kerbelayê ne! Em bêxeta ne! Eyb e, zulm e, cînayet e….”
Gurûziyê girt bedena min, pûrta min bû weke striyan. Ev merivê kal rep-rep meşiya. Qereçî dahf da. Ben kir hustuyê xwe. Bi nigê xwe pehînek li sandalyayê xist. Û înfaza xwe pêk anî…"

Û neviyên Seyid Riza jî mixabin bêyî şerm û heya îsal di hilbijartinên referandûmê da ji sedî 80-yî dengên xwe dan partiya qatil û celadên Seyid Riza û 6 şehîdên hevalên wî.
Kurdno, dîroka xwe û zulm û hovîtiya ku vê dewletê li bav û kalên we kiriye ji bîr nekin, bira hafizeya we ne zeîf be...

16 november 2010

Hesbihaleke li ser Cejna Qurbanê û halê min

Ji êvar da ye telefon tên û ez telefonî dost û hevalan dikim.
Tu cejnê wiha nebûbû, îsal telefona min wer zingîn a wê ye….
Berê, rojên eydiyan ya min û xanimê, tenê telefonî malbatên xwe, dê û bavê xwe, xwişk û birayên xwe dikir ya jî wan telefonî me dikirin.
Yanî her sal tim çend kes û tim eynî meriv bûn.
Lê vê cejna îsal, qey ji ber ku ez çûm welêt û hatim û min gelek kes dîtin û em bi hev hesiyan, loma jî ji êvar da ye telefon ji destê min da nakeve, telefon tên û ez telefon dikim.
Birayê min telefon kir, got, li gund milet kom bûye û li bende telefona te ye...
Berê, ne kesî şopa min zanîbû û ne jî min ya kesî, ne kesî telefona min zanîbû û ne jî min ya kesî û loma jî kes kom nedibûn û li bendî telefona min nediman.
Li gund jî bêyî çend kal û pîran, ku ew jî piranî mirine, ne kesî ez nas dikirim û ne jî min ew, hemû cîlên nuh in.
Lê piştî çûna me ya îsal, min hemû xortên gund yên nûhatî nas kirin, gelek heval dîtin û telefonên wan girt û telefona xwe da wan.
Yanî di yek rêwîtiyê da bi sedan meriv, nas, dost û heval ji min ra çêbûn.
Bi xêr cara duduya û sisiyan ev hejmar ewê qat bi qat zêde bibe.
Berê li bajarê min bi sedan tişt diqewimîn lê haya min pir dereng jê çêdibû, lê nuha ya di eynî rojê da ya jî roja din bi telefonê dibihîzim.
Axir li gor berê, nuha welat û Wêranşar gelkî nêzîktir bûne, însan nêziktir bûne, êdî ez jî hinekî wan û ew jî hinekî min nas dikin.
Êdî em pir ne xwerîbên hev in.
Berê, him min ”ew” ji bîr kiribûn û him jî wan, ez ji bîr kiribûm…
Piştî 30 sal dûrî, ne ew baş diahtin bîra min û ne jî ez diahtim bîra wan…
Lê bi yek serdanê ra me di cî da hev û du nas kir, em zû li hev baniyan ûzû hogirî hev bûn…
Berê, ne min xwe ji ”malê” dihesiband û ne jî wan ez ji ”malê” qebûl dikirim, lê nuha em piçekî hevûdu qebûl dikin, weke berê êdî ez xwe pir biyanî his nakim…
Bes bajarê min, piranîya însanên min hîn min nas nake, hîn deriyên dilê xwe ji min ra venekirine, dibê ez vê baweriyê bidim wan…
Îro hevalekî di telefonê da got, ”Siloyê Kor” li Amedê wefat kirye, emê herin cenazeyê wî.
Min bi henek got, yaho vê eyd û erefata bimbarek ma roja mirinê ye ku Silo mir…
Ez li ber ketim, Silo merivekî şên û rengîn bû, lawê malbeteke dewlemend bû lê tim feqîr bû, debara xwe nizanîbû.
Di vê çûna xwe da nebû qismet û min Silo nedît, birayê wî hat ba min, min jê pirsî got, weleh nexweş e.
Silo, çend salan ji min meztir bû, lê em zarokên eynî taxê bûn û dostên hev bûn. Berî salên 80-î ew jî bûbû ”sempatîzanê” me..
Bira gorra wî buhşt be û serê malbat û zarokên wî sax be.

Ev çendake ez çarînên Baba Tahirê Uryan dixwînim. Çend sal berê dema Sabah Kara wergerandibû min çend heb jê xwendibûn, lê dûra min qet nexwend.
Nuha min dîsa dest pê kiriye û ez dixwînim.
Baba Tahir derya ye, fîlozof û şairekî kurdan yê pir mezin e, pîr û "Bavê" hemû şairan e.
Lê mixabin kurdên bakur vî mamosteyê hemû şairên kurdan û rojhilata navîn nas nakin. Lê jêr ez çend çarînên wî plşkêşî we jî dikim.

*
Ku dil dîlber be, na xwe dîlber kî ye?
Heger dîlber dil be, na xwe dil çi ye?
Ez dil û dîlberê tevlihev dikim.
Nizanim ku dil kî ye û dîlber kî ye?

*
Werin Sotîdilan Em Lihevev Bicivin

Werin sotîdilan em lihev bicivin
Li ser derdê xwe pevre bipeyvin
Terazîyê bînin em derdan bipîvin
Derdê kê girane em tev bibînin

*
Xem û Derdê Min Ji Etar Bipirse

Xem û derdê min ji etar bipirse
Dirêjiya şevê ji nexweş bipirse
Hemû mexlûqat li halê min dipirsin
Tu ku can û dil î, carek bipirse

*
Xema Evîna Te, Çolperwerem Kir

Xema evîna te, çolperwerem kir
Hewesa bext, min ji ceng û perem kir
Te ji min re got, "sebûrî ke, sebûrî"
Sebûrî, ax û xwelî bi serêm kir

*
Xwedê Min Bê Ser û Saman Afirand

Xwedê min bê ser û saman afirand
Perîşan im, min perîşan afirand
Perîşanxatiran tev çûn bin axê
Xwedê min ji xweliya wan afirand

*

Xwezî Bi wê Rojê ku Têkevim Mezel

Xwezî bi wê rojê ku têkevim mezel
Li ser min bicivin giya, ax û pel
Du piyê min li qiblê û can azad
Bedena min di cengê de bi margel

*
Biçim ez ji vê alemê bider çim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
Ez ê ji dildar re peyamkê bişînim
Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim

15 november 2010

Cejna we ya Qurbanê pîroz be!

Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye...
Lê ez ne li welatê xwe û ne di nava gelê xwe da me.
Li welatê min, li bajarê min sibe însan, nas û dot, kesên ji hev xeyidî û ne li hev ewê herin cejna hev pîroz bikin û li hev werin, bi hev ra bikenin, bi hev ra xwarina eydiyê bixwin.
Zeyî, bi kincên xwe yên rengo rengo, ji derên dûr ewê têkevin riyan û herin cejna dê û bav û merivên xwe pîroz bikin.
Zarok, serê sihehan zû bi bêsebrî, bi heyecan û dilşadiyeke mezin ewê rabin, kincên xwe yên nuh bera ser bejna xwe bidin û ji bo topkirina şekir û eydaniyên xwe li kuçe û kolanan pahn bin, mal bi mal bigerin, herin destên mezinan maçî bikin û eydaniya xwe ji wan bixwazin.
Piştî nimêja eydiyê û xwarinê, mezin jî ewê berên xwe bidin goristanan, herin serdana miriyên gorran û şehîdên Kurdistanê.
Şehîdên welatê min ji yên hemû welatan pirtir in, loma jî sibe li hemû gund û bajarên wealtê min, gorristan ewê bibin weke qada haşermahşerê, bi sedhezaran kal, pîr, jin û zarok ewê herin ser gorrên ewlad, egîd, berdilk û evîndarên xwe, ewê bi nazenînî baqek gul deynin ber serên wan û bi hêsirên çavan axa gorrên wan şil bikin, dayik dîsa ewê ji kezebê bilorînin û kilaman bavêjin ser şervanên azadiyê...
Lê ezê ne li wir bim, ezê nikanibim biçim ser gorra hevalekî xwe yê şehîdê Kurdistanê, ezê nikanibim biçim ser gorra bavê xwe yê ku roja ji nava me koç kir jî ez ne li wir bûm û guleke sor deynim ber serê wî û jê ra bibêjim va ye ez hatim....
Li welatê min sibe Cejna Qurbanê ye.
Sibe li ber deriyên zindanên welatê min jî ewê bibe roja haşerûmaşerê, qehreman û canfîdayên azadiyê ji bo bîsteke pir kin be jî ewê dê, bav, xweşk, bira, zarok, hezkirî û evîndarên xwe bibînin, destên wan ewê bigihîje hev, bi hêsirên çavan ra bi sedhezaran dil, ji bo bîstekê be jî ewê şad bibin.
Lê ezê nikanibim biçim serdana êsîr û girtiyekî welatê xwe.
Li welatê min sibe Cejna Qurbanê ye, însan naxebitin, lê ezê weke her roj dîsa herim karê xwe, dîsa bixebitim, bêyî ku kes bizanibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, rojeke dînî ya pîroz e....
Di dawiyê da, ez Cejna Qurbanê ji dil û can li hemû girtiyên zindanan, li şervanên serê çiyan, li xwendevanên xwe, li nas, dost û hevalan, li hemû kurdên welatperwer û li gelê xwe yê fedekar û têkoşer pîroz dikim.
Ez hêvî dikim ku Cejna Qurbanê ji bo me hemû kurdan bibe wesîleya nemana hemû dilsariyan û hevkarî û yekîtiya nabêna kurdan jî xurttir bike...

PARVE BIKE