16 oktober 2010

Tirs...

Dewleta tirk û miletê tirk, ji kurdan û ji her tiştê kurdan ditirsin, dibizin, diqutifin, ji tirsan bi xwe da dimîzin…
Ji dewletbûna kurdan ditirsin.
Ji navê Kurdistanê ditirsin.
Ji ala kurdî ditirsin.
Ji zimanê kurdî ditirsin.
Ji muzîka kurdî ditirsin.
Ji navên kurdî ditirsin.
Ji navên kurdî yên bajar û gundan ditirsin.
Ji rengên kesk, sor, zer û sipî ditirsin, ji ber ku rengê ala kurdî ye.
Ji serokên kurdan ditirsin.
Ji sînema û tiyatroya kurdî ditirsin.
Ji telewîzyon û radyoya kurdî ditirsin.
Ji dîroka kurd û Kurdistanê ditirsin.
Ji navên kurdî yên kûlîlkan ditirsin.
Ji navên kurdî yên lawiran ditirsin.
Ji girêdana kurdî ditirsin.
Ji partiyên kurdan ditirsin, nahêlin partiyên kurd vebin.
Welhasil ji her tiştê kurdan û Kurdistanê ditirsin û ditirsin…
Dema navê kurdan û Kurdistanê, navê dewleta kurd dibihîzin dibizin, ziravqetyayî û qudûmşikestî dibin, ji tirsê gurûzî digre bidena wan…
Tirk, berê jî ji dewletbûna kurdan ditirsiyan, lê nuha ev tirsa wan zêde û mezintir bûye, gihîştiye asta nexweşiyeke bêderman.
Artîstekî kurd di gala fîlmê xwe da ji temaşevanan ra dibêje ”roj baş!”, tirk ditirsin, dibêjin bi kurdî nepeyive û me netirsîne, bi îngilîzî bipeyive.
Siyasetmedarekî kurd di civînekê da du gotinan bi kurdî dibêje dozê lê vedikin, dibêjin xwestiye Tirkiyê perçe bike.
Girtiyên kurd dixwazin di mahkimeyan da bi kurdî bipeyivin, hakim û dozger qebûl nakin, dibêjin emê bitirsin, bi kurdî nepeyive…
Ev tirsa tirkan sosireteke pir û pir mezin e, nîşan û îspata paranoyayeke civatekê ya miletekî ye…
Li ser tirsê çîrokeke hindî ya pir xweş û pir meşhûr heye.
Li gor çîrokê mişkekî pir tirsonek, pir bizonek hebûye.
Rojekê sihêrbazek(efzûnkarek)gunehê wî bi mişk tê û dixwaze wî ji vê tirsê xelas bike, loma jî radibe wî dike pisik.
Mişk, ji dêlî ku kêfa wî ji pisikbûna wî ra were, îcar dest pê dike ji kûçikan ditirse, hemû kûçik hinavê wî diqetînin.
Li ser vê, sihêrbaz îcar radibe wî dike piling.
Lê mişik ji dêlî ku kêfa wî ji pilingbûna wî ra were îcar jî dest bi tirsa ji nêçîrvanan dike, ji nêçîrvanan dibize.
Sihêrbaz bala xwe didê ku çi bike jî bê feydeye, nikane mişk ji tirsa wî xelas bike.
Radibe wî dîsa dike mişk û jî ra dibêje:
-Tu mişkekî newêrek, bêzirav û tirsonek î.
Bi te ra tenê dilê mişkekî heye. Lema jî ez nikanim ji te ra bibim alîkar û te ji tirsa te xelas bikim...
Ji bo ku tirk ji tirsa kurd û Kurdistanê xelas bibin tenê riyek heye, dibê kurd bibin xwedî dewlet, dibê Kurdistan ava bibe.
Çare ev e, wekî din tu çare tuneye….

1 kommentar:

  1. Kek Zinar,
    Ma merû ewqas xweş vedibêje, ewqas zelal daxwazan bi nav dike, ewqas xweş di hûne ? Dest û dilê te sax be. Ez taybet ji te re sipasdarim ji bo tevgera te ye Kurdewarî. Digel silav û rêz.
    Tevger Çekdar

    SvaraRadera

PARVE BIKE