17 oktober 2010

Pîlaqa* salên 80-î

Gotineke kurdan heye, dibêjin ”Dînê Mihemed dînekî eşkereye”.
Esas hemû dîn eşkere ne, dînê bi dizî û veşartî tuneye, lê axir bi kurdî biwêjeke(tabîreke, deyîmeke)wiha heye.
Min ev nimûne ji bo ku we ji çalakî û kirinên xwe yên do haydar bikim got.
Yanî ez naxwzim ”hin tiştan” bincil bikim, ji we xwendevanan veşêrim…
Ya baştir ew e ku ”hin tiştan” bi ber guhê we xim jî.
Yanî dixwazim bibêjim ku tiştê min jî wiha eşkere ye, ez êdî ”îllegal” naxebitim, min ji zûdaye dev ji xebata sirrî/îllegal berdaye.
Bi kurtî do êvarî ez mîvanê Mamoste bûm.
Lê îcar ne bi tenê, ez û xanim bi hev ra.
Lê ji xwe şahî, ne ya mêran tenê ya mêr û xaniman bû, her kesî xanima xwe anîbû.
Erê me xanim biribûn lê ne ji bo ku em bi hev ra rûnin, bi hev ra têkevin şêwr û mişêwran, weke her tim me ew li derekê kom kirin û bi vî hawî me xwe ji wan xelas kir.
Ji ber ku dema em bi hev ra rûdinin nahêlin em tê ra dilê xwe qala salên 1980-î bikin, dibêjin ev çi sosiret e?
Yanî bi gotineke din ew jî ji şêwra me hez nakin.
Heft çîrokên hirçi hene her heft jî li ser hirmiyê ne.
Yê me jî bûye ev mesele, herewereçîroka salên 80-î ye, em tim qala vê çîrokê dikin...
Xanima min îro ji min ra got:
- Ma hûnê kînga dev ji “salên 80-î” berdin û werin îro, kîjan carê em werin ba hev, hûnê herin “salên 80-î” û di wir da asê bibin, di “salên 80-î” da nizanim kê çi kir û kê çi got û me çima wiha kir û çima wiha nekir... Bes e, ma hûn jê aciz nabin?”
Min bala xwe dayê xanim rast dibêje, ev 30 sal in em wê pîlaqê didin ser, bi wan bîranînên wan salan û wan şertan ra dijîn û tim wan dubare dikin.
Ya xerab "pîlaqa" me ne dişkê û ne jî xerab dibe...
Lê ne "pîlaqek" tenê ye jî, me her yekî “pîlaqek” xwe heye, dema em tên ba hev, her kes “pîlaqa” xwe dide ser û dixwaze meriv tenê li ya wî guhdarî bike û ya herî orgînal û rast jî ya wî ye, “pîlaqên” din, bîranîn û argumentên din hemû şaş in, ne rast in...
Kes naxwaze qebûl bike ku rastî ne tenê tiştên tên bîra wî bi tenê ye, hin rastiyên nayên bîra wî lê tên bîra hevalê jî dikanin rast bin.
Her kes hafizeya xwe weke “arşîva belgeyên rastîn” qebûl dike û hafizeya hevalê xwe jî weke ya “belgeyên sexte”.
Û loma jî kes “belgeyên” kesî qebûl nake, her kes dibêje, hafizeya min ya herî saxlem e...
Min do jî got û nuha jî dibêjim, hin tişt di hafizeya min da mane, ew tên bîra min, lê enayê wê maneyê ku tiştên nayên bîra min û tên bîra hevalên min hemû şaş û ne rast in...
Welhasilîkelam me do êvarî jî saet hetanî duduyê şevê(02.00)gewrî li hev qetand, lê gorî hin carên din îcar bi rengekî nermik û naziktir...
Hevalekî bi erebê em gîhandin mal, saet tam duduûnîvê şevê bû.
Bala xwe bidê, hindik mabû bêhemdî xwe min agahiyeke ne rast bida we. Hevalê min nizanîbû erebe bajota, ya şufêr xanima wî.
Yanî ne hevalê min, xanima wî xêra xwe em gîhandin mal.
Li Swêd gelek mêrên kurd hene ku xanimên wan dizanin erebê bajon lê ew hîn nizanin bajon. Yanî ne li Kurdistanê tenê, jinên kurd li vir jî mêr derbas kirine...
Îcar ji ber ku do min pir vexwar û pir dereng jî raketim, loma jî ez îro xwe pir westiyayî û bêhal his dikim.
Di ser da lawikê me yê mezin Azad jî îro hat mal. Her cara tê, dibê diya wî jê ra hin xwarinên xweş çê bike.
Îro jî eynî tişt kir, min got xanim, em westiyayî ne dev jê berde, em nikanin tu xwarinan çêkin, got na nabe, tu ji min ra pîvazan hûr bikî ezê jê ra “nanê goşt” çêkim, çimkî Azad ji nanê goşt(lehmecûn) hez dike.
Ez feqîrê Xwedê xew li ser çavê min ji mecbûrî rabûm ketim ber pîvazan, torbeyek pîvaz bi min da hûrkirin....
Baweriya we ji Xwedê hebe hîn û hîn jî hêsir ji çavên min tên...
Lema jî ez nikanim zêde dirêj bikim, dibê ez li vir biqedînim....

*Sêlik, plak

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE