25 oktober 2010

Îşev mîvanên min hene...

Birayê min Fûad û xanima xwe ji welêt hatine îşev mîvanên me ne, loma jî heta derengê şevê me sohbet kir.
Min hew dît ku wa ye saet tê donzdan.
Û piştî donzdê şevê jî taqeta nivîsînî bi meriv ra namîne.
Ji ber vê yekê jî îşev qîma xwe bi vê agahdariyê bînin bes e.
Dema birayê meriv ji welêt hatibe, meriv terkê nake û naçe li ber kompîtorê rûnane.
De neyse, ez şevekê nenivîsînim qiyamet ranabe...
Ji we hemûyan ra şev baş...

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Welle tu êdî vî karî pir sivik digirî. Ê ma birayê te kek Fuat nikare were li ber komputirê rune u pishtgiriya te bike, wîîîî. Chi dibe chi nabe, ji bo ku serê te zêde neêshîne, taseke shorba nîskê u tirshikeke qert buyî jî bide ber u xelas. Tu dê bibînî, heta ku shorba xwe xelas bike, tu dê du-sê gotaran biqetinî haaa.

    Silavên germ

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  2. Cîran.
    Birayê te birayê me ye jî. Bi xêr hat ew û Xanima wî, li ser sera ser chava.
    Bes tu wek pîra bi danuka hisiya be, ge xwe li vir dixî, geh jî li Wûr dixî jibo nivîsên xwe pashde bixî.
    Tu zanibî em wusa qebûl nakin.
    Slav.
    Slav û hurmet ji kek Fuad û xanima wî re jî.
    Mamoste Nûjen

    SvaraRadera
  3. Paytext Ezirgan û Cîranê hêja, ji bo ku min heta nuha bersîva şiroveyên we nedaye li qusûra min nenêrin.
    Bi rastî(ne bi henek)van rojan serê min di teqereqê da ye.
    Loma jî min şi nikanîbû bersîva we bida.
    Carê gelek sipas ji bo we.
    Lê cîran tu jî li hember min pir bê ûjdanî, xelk nikane ji mehê carê nifîsekê binivîse, tu nahêlî ez 2-3 rojan bîna xwe jî bigrim malava...

    SvaraRadera

PARVE BIKE