04 oktober 2010

Gîha* hewşê tahl e

Du hefte berê ez mîvanê hevalekî bûm, em li dora 15-16 kesan bûn. Me têra xwe goştê biraştî xwar.
Piştî xwarinê weke her tim şêwra me dest pê kir, mijar hat ser beyan û hewildanên hukûmetê yên van demên dawî û hevdîtinên bi BDP-ê, PKK-ê û Ocalan ra….
Hin hevalan guhertin û pêşketinên li Tirkiyê, şikandina desthilata artêşê, îfşabûna rêxistinên weke Ergenekonê û hemû gavên berbî demokratîkbûnê va hatine avêtin bi AKP-ê û ceserat û mêraniya Erdogan va girê didan.
Digotin, yaho helal be ji AKP-ê û Erdogan ra, ne ew bûna kê dikanîbû ev hukum bikira, general têxistana hefsê û hwd.
Ez li dijî vê dîtinê û mezinkirina AKP-ê derketim, min got ne rast e ku meriv van guherînên li Tirkiyê dibin tenê bi AKP-ê û ”mêraniya” Erdogan ve girê bide.
Teqrîben min wiha got:
-Bêguman di van guherînan da rola AKP-ê û weke serok ya Erdogan jî heye. Lê guhertinên li Tirkiyê dibin netîceyên pêvajoyeke dîrokî û mecbûrî ye, bi şertên der û hundur va girêdayî ye.
Di van guhertinan da rola şiyarbûna milet, ya berendametiya Yekîtiya Ewrûpayê, Têkçûna Sîstema Sosyalîst, şêla Emerîka ya li dijî leşkeran, avabûna Kurdistana Federe û gelek faktorên din jî hene.
Leşkeran berê dikanîbûn li Tirkiyê darbeyên leşkerî bikin ji ber ku Emerîka li pişt wan bû, lê îro Emerîka li dij e.
Li Tirkiyê kî li ser hukum be zêde ferq nake, tu hêz, tu qewet êdî nikane rê li ber vê guherandinê bigre, çawa ku kesî nikanîbû têkçûna sîstema koletiyê û feodalîzmê bida sekinandin, her wisa kes nikane Tirkiyê jî weke berê bihêle, rê li ber pêşketin û guhertinê bigre.
Tirkiye ewê biguhere, mecbûrî guhertinêye û kurd jî bi vê guhertinê ra ewê bigihîjin azadiya xwe.
Dibê em ji bîr nekin ku li cîhanê tu rejîm ne ebedî ye, çiqasî zalim û bi hêz dibe bila bibe, rojek tê miheqeq umrê wê diqede û hildiweşe.
Li Tirkiyê, rejîma kemalîst ya dîktator jî ne ebedî ye, umrê wê êdî qediyaye, ewê jî miheqeq têk biçe…
Lê têkbirina wê, bû nesîbê vê hukûmetê…
Li ser van gotinên min, hevalekî reaksiyonke ji nişkave nîşan da û teqrîben wiha got, ”e viya bû wek qederê, wê demê ne hewceye meriv tiştekî bike, ji xwe her tiştê bi xwe were guhertin…”Ez bersîva xwe û sohbeta me ya wê şevê didim aliyekî û dixwazim li ser meqaleyeke(Zamani gelînce) Ahmet Altan ku bi naveroka xwe gelkî dişibe vê tahlîla min ya wê şevê rawestim û hin nimûneyan jê bidim.
Wek tê zanîn Ahmet Altan îro bi her nivîseke xwe kevirekî ji dîwarê dîktatoriya kemalîzmê radike û davêje, di warê îdeolojîk, moral û exlaqî da derbên pir mezin li rejîma kemalîst dixe, bingeha wê qels dike, wê dihejîne.
Lê di salên 1980 û 90-î da eynî Ahmet Altan ne wiha cesûr, mêr, bêtirs û dobre bû, weke nuha ne piştgirê çareseriya mesela kurd û li dijî kemalîzmê û leşkeran bû…
Weke îro her roj bi nivîsên xwe rejîm bombebaran nedikir, tiştên din dinivîsê, qala ”memikên” jinan, evînê û seksê dikir, di rojnameyên Hurriyet û Milliyetê da weke nuha şerê rejîma dîktator nedikir.
Bêguman wê demê jî Ahmet Altan merivekî demokrat û pêşverû bû, lê ne bi vî rengê îro, şerekî bi vî rengî nedikir…
Çimkî ew serdemeke din bû, şertên wê demê û yên îro ne weke hev in, ji ber wê wiha ye…
Lê îro, bi vê guherîna dîrokî û civakî ra ew jî guheriye, bûye Ahmet Altanekî din…
Heger di salên 1980-90-î da bûya ”dewleta kûr” nedihîşt mixalifekî weke Ahmet Altan rojekê jî bijî, ewê tavilê ew bikuştana.
Çimkî vê rejîmî tehamulî yekî weke Ugur Mumcu nekir, serokomar û generalên xwe kuştin, îcar ewê çawa tehamulî Ahmet Altan bikira…
Lê îro nikane dengê Ahmet Altan bibire, nikane wî bide kuştin.
Ez werim ser meqaleya wî.
Min ji meqaleya Ahmet Altan beşekî dirêj wergerand kurdî, li jêr ez wî beşî pêşkêşî we dikim.
Altan di nivîsa xwe da wiha dibêje:

”Bi destûra we ezê pirseke pir basît bikim
Tirkiye, gelo ji bo ku hinek dixwazin diguhere?
Ya jî ji ber ku mecbûrî guhertinê ye?”
Û piştî vê pira xwe, Ahmet Altan sebebên guherîna Tirkiyê ya mecbûrî wiha rêz dike:
“Nufûsa Tirkiyê gihîştiye 70 milyonî, ya kurdan gihîştiye dora 20 milyonî, li başûr dewleta Kurdistanê çêbûye, di destê gurûba muhafazekar ya Enedola Navîn da sermiyanekî mezin kom bûye, hatine însanan gihîştiye 10 hezar dolarî, îxracata Tirkiyê ji 100 hezar milyar dolarî derbas bûye, hejmara turîstên tên Tirkiyê ji 30 milyonî buhurîye, Tirkiye bi sîstema xwe ya komînîkasyonê bi cîhanê ve hatiye girêdan, sermiyanê biyanî li hundur zêde bûye, Tirkiye amedakariya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê dike, kî dikane rê li ber guhertina welatekî wiha bigre?
Gelo tiştekî wiha mimkûn e?
Hêzeke ku bikanibe civateke di nava van şeratan da bisekinîne gelo heye, mimkûn e?
Li welatê me guhertin bi piranî weke mewzûyeke siyasî tê fêmkirin.
Ji ber ku hin siyasetmedar guhertinê dixwazin loma Tirkiye diguhere.
Hinek wisa fêm dikin ku heger hin siyasetmedar nexwazin Tirkiye ewê neguhere.
Nuha hemû partî bi yek bin û biqîrîn bibêjin ku em guhertinê naxwazin, wê demê hemû partî jî ewê têk biçin, partiyên nuh ewê derkevin û Tirkiye ewê biguhere.
Tirkiye bi sîstemek û avahiyeke civakî ku di salên 1923-an da çêbûye ne mimkûn e ku bikanibe riya xwe bidomîne.
Ma hûn dikanin kelandina aveke hatiye sed dereceyî bisekinînin?
Çareyek tenê heye, dibê hûn feraxa av tê da ye ji ser êgir rakin.
Heger hûn kanin nufûsa Tirkiyê daxînin 15 milyonî, îxracata wê 2 milyaran, hatina serê însanan 500 dolarî, telefonên bêrîkan, înternetê, telewîzyonan îptal bikin, fabrîqeyên Anadoliya Navîn bişewitînin, sermiyandarên biyanî biqewitînin, derî li turîstan bigrin, ji Ewrûpayê û cîhanî xwe vekşînin wê demê belkî hûnê bikanibin guherînî bisekinîn.
Hêzeke ku kanibe viya bike heye?
Hêzeke ku nikanibe viya bike, hêza ku bikanibe guherînê rawestîne jî tuneye.
Turkiye ewê biguhere.
Li vir ewê dewleteke nuh û ”peymaneke” nuh çê bibe.
Li vir şerê biqede.
Her kes şer bixwaze jî şerê biqede.
Ji br ku li Tirkiyê şertên aştiyê çêbûn.
Pêwîstyên aştiyê ewê werin bicîanîn.
Kurd ewê bi zimanê xwe perwerde bibin.
Keçên sergirtî ewê herin zanîngehan.
Elewî zarokên xwe weke ku ew dixwazinn ewê perwerde bikin, îbadeta wan ewê were qebûlkirin.
Azadiya fikir û baweriyê ewê were.
Artêş ewê vegere qişleya xwe.
Sîstema huqûq ewê adil bibe.
Çeteyên di nava dewletê da ewê werin tasfiyekirin.
Tirkiye ji sala 1923-an ewê were 2010-an.
Ji ber ku sala em tê da dijîn 2010 e.
Hûnê bibînin tu kesê nikanibe rê li ber pêkhatina van tiştan bigre.
Gava wexta wê were guherînên civakî wek bûyerên xwazayê zarûrî û rawestandina wan ne mimkûn e, wek erdhejê, lehiyê kes nikane teqandina wan rawestîne.
Partiyên ku van guherînan fêm dikin, wacibên van guherînan bicî bînin ewê bibin îktîdar û yên fêm nekin û li dij derkevin jî ewê biqedin….”

Nivîs hinekî din jî dirêj e lê bes e, pir ecêb e, tiştê wê şevê min ji wan hevalan ra got û neket serê wan, Ahmet Altan, piştî pênc rojaan eynî tişt gotiye.
Ez nizanim hevalên wê civatê û bi taybetî jî yên ku gotinên min nediket serê wan di heqê vê nivîsa Ahmet Altan da çi difikirin, lê bi îhtîmaleke pir mezin ewê pir biecibînin û gelkî jî pesnê wê bidin.
Mixabin tim wiha ye, çimkî ”gîha hewşê tahl e.”
*Giya, çîmen, çêre

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE