05 oktober 2010

Derdê min ne besî min e êşa diranan jî xwe da ser

Her tiştê min temam bû îcar êşa diranan dest pê kir.
Yanî bû qembûrê ser zembûr…
Ev çend roj in halê min ji ber êşa diranan tuneye, ji ber ku diranên dawiyê nemane ji mecbûrî ez bi yên pêşiyê xwarinê dixwim.
Loma jî îcar yên pêşiyê diêşin.
Yên di salên min da gûz û findiqan weke dendikan çerez dikin, ez feqîrê xwedê nikanim gezekê bavîjim ji sêvekê da.
Heta bigihîje hirmiyan jî dîlim dikim û dixwim.
Hejîr tam li gor diranên min in lê ew jî li Swêd tunene, yên peyda dibin jî hemû hişkole û kerikên tirkan yên bindaran e, nayên xwarin…
De îcar hesa bli ba we ye…
Ji ber zêdebûna êşê, min do telefon kir û rewşa xwe ji xanim tixtor ra got, axirê mala wê ava ji bo îro wext da min.
Ez îro danê êvarî çûm wir, pispora lênerîna diranan li diranên min nêrrî, çend derzî lêxist, dermanê tevizandinê tê da, paqij kir û nizanim çi kir û got piştî çend rojên din dibê tu careke din werî.
Tuxtorê min ne li wir bû, min rica kir ku pê ra bipeyivin û bi hev ra biryarekê bigirin.
Bi vî hawî ez nikanim debar bikim.
Çimkî çend rojan pir diêşê, dûra êş hikî kêm dibe, ez diçim ser tixtor, lê dinêrin, pêşek pereyên xwe digrin û dibêjin nuha em nikanin tiştekî bikin, dibê tu demeke din baş lê binêrî, piştî ku koka wan baş bû wê demê emê biryarekê bigrin, gelo emê ji te ra taxim çêkin ya jî tedbîreke din bigrin.
Îro ji min ji xanimê ra got, heyran hûn hemû mesûliyetê didin ser milê min, bi şûştin û paqijiyê baş nabin, ji min ra ya taxim çêkin ya jî çareyek din bibînin, bes e ev çûyin û hatin.
Jinik keniya, got, ”ji bo ku tu bikanibî xaniyekî lêkî dibê esasê wî saxlem be, li ser esasekî çûrik xaniyî nayê lêkirin…”
Û esas jî ezê deynim, yanî bi şûştin û paqijiyê ezê diranên ku pudu pêva nemane ji wan ra saxlem bikim, dûra ewê şêkin…
Min havil kir…
Kalo memir buhar tê, pîrê memir pincar tê…
Min efû bikin, êşa dirên û ya serî hinekî zor da min, îşev ji min hewqas…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE