10 oktober 2010

Bi çend hemşeriyên xwe ra sohbetek xweş

Xwendevanên hêja, di "facebook"ê da di nabê min û çend hemşeriyên min da sohbeteke gelkî xweş çêbû.
Ez bi xwe him bi nasîna wan û him jî bi vê sohbeta bi wan ra pir kêfxweş bûm.
Lê ji ber ku sohbet di "facebook"ê ye lema jî da gelek xwendevanên ku "facebook" a wan tuneye û hîn hewqasî bi pêş neketine nikanin van sohbetên me taqîb bikin.
Îcar ji bo ku xwendevanên ne xwedî "facebook" jî bikanibin vê sohbeta me bişopînin û belkî ew jî tevê bibin ez çend nivîsên vê sohbetê li vir diweşînim.
Bi hêviya ku bi dilê we be jî...

Zinarê XamoMerwanê jîr û biaqil, ez bi şiroveya te û Nûrettîn Anyig gelkî dilşa bûm, min digot belkî Wêranşar bi carê da wêran bûye. Lê baş e wa ye zeviyê me çandibû bi carê da nebûye beyar, çend kulîlk û şitlên hêvîdar hîn hene...
Di tespîtên xwe yên li ser Wêranşarê tu wek sosyolog û antrepologan peyivîye, te analîzeke pir balkêş kiriye.
Te tiştên rast û gelkî girîng gotine, te tiliya xwe daye ser birînê û teşhîseke pir girîng kiriye.
Her bijî, ez te pîroz dikim.

Nuretin AnyigSilav û réz mamoste, belé ez Abdurrahim Anyig nas dikim. Ezé silavén te ji wî re bibéjim. Ew hevalé te Abdurrahim, pismamé mine û ez zavé mine jî.:))) .
Ew niha li Batmané di tapukadrasto de memure.
Ez li Ewrupa diminim lé ez nuh hatime Ewrupayé. Ez li zindanén dewleta tirkan gelek wextén diréj mam. Min li zindanan li ser zimané kurdi xebatén xweş kir u ez di waré ziman de diroka ziman, rastnivisin û axaftinén pratiki elimim. Li Ewrupayé di vi warî de xwbatén min çénebû. lé Mervan li ser ziman hineki xebatén wi çébun, û ez texmin dikim ewé bidome ji...
Ez te dişopinim mamoste.
Dema tu çu welét, hevalé min séxabdi ji hatibu pérgî te. Nuri Înan ji hebû. Dûre min wéneyé we di interneté ditin. başbû. aqubet li me bi ji ... :)))
Ev sé,çar sal in ku ez ji welét derketime hema disa ji hestén ji durbuna welat mirov xemgin dike.
bi hevditineke xweç silav u réz mamoste.

Merwan Hemdulah YilmazWelle mamoste ez bersiva pirsa te bi çîrokek te bidim wê hîn baştir be;
wek te çîroka xwe de gotibû "yekî siweregî diçe bijîşkê dirana bijîşk li diranê wî dinere. dibêje lazime du diranê te bê kişandin; ger ez bitevizînim û bikişînim bi 1000 kaatiye û ez bê derzî bikişînim bi 500 kaatiye, tu siweregiye tê deyax bike.
yê siweregî difikire him pera wê kêm bide û him jî wê dereceya deyaxa xwe nîşanî bijîşk bide. dibê je netevîzine û bikişîne. bijîk ji nişka ve diranê wî yê ewil dikişîne, dema dike yê din bikişîne destê xwe davêje destê bijîşk, dibêje hela bisekine, bijîşk dibêje çi bû.
dibêje erê min got ez ji siwerêgê me lê dayika min ji wêranşarê ye tu ji kerema xwe re yê din bitevizîne û bikişîne..."
Erê ez li Wêranşarê hatime dinê lê bi eslê xwe ji Qoserê (mêrdîn) me :))
Mamoste ji bo çareseriyan pirsgirêkan lêkolîn û nerînen civaktî nebe mirov wê her dem di riyên talî de bimîne. pirsgirêk pirsgirêkek civakiye.
piştî têkçûna serhilda Birahîm paşa civaka wêranşar çav tirsiyayî bûn. ji ber vê sedemê kesê bûn şahîdên vê têkçûnê ruyê dewleta romê yê rastîn dîtin.
Bi vê rastiyê herdem peşiya zarokên xwe girtin û wer şîret li wan kirin. ji bo carekdin bi rûyê dewleta romê rû bi rû nemînin li gor xwe hinek tedbîr digirtin.
rewşa wêranşarê ya neha jî mirov dikare bêje encamên wan tedbîranane. ciwanên wêranşar yên bi sayê zanîngehan ji bin per û bazkên malbatên xwe difilitin rastiya xwe dibînin û li gor vê rastiyê tevdigerin. lê bi piranî ev yek bi zanîngehê sînor dimîne. ji ber ku
dema zanîngeha xwe xilas dikin dîsa dikevin bin per û bazkên mezinên xwe. Ez ji bo vê yekê dibêjim di hundurê xwede xwedî potansiyalek mezine.neha pirsgirek yek jî eve mirovê çawa bikaribe vê potansiyelê rake ser lingan...

Zinarê XamoHer bijî Merwanê jîr, wa ye te "Hindik-Rindik" xwendiye û bi kêmanî pêkenînek jê di bîra te da maye.
Û ew jî wa ye bikêrî te hat.
Wele min ji navê te texmîn dikir ku tu hinekî "durre" yî, yanî ne wêranşariyekî tam î....:))
Lê dîsa jî tişt nabe, netîce tu xwarziyê me yî û li wêranşarê hatiye dinê, li wir mezin bûyî.
Em, bi jîrîtî û zanebûna xwarziyên xwe serbilind dibin.
Merwan, tiştek bala min dikşîne, gelo ya te jî dikşîne, mahcir û mêrdînî ne tê da, lê swêregî û dêrikî kalikê wan jî li wêranşar hatibin dinê nabêjin em wêranşarî ne, cardin jî dibêjin em "swêregî" û "dêrikî" ne...
Wek dêrikî dibêjin, kurro diya te ji wêranşar, tu li wêranşar hatiyî dinê û li wir mezin bûyî, belkî tu 2-3 şevan jî li Qoserê(Qiziltepe)nemayî, lê tu hîn jî xwe wêranşarî nahesibînî...
De were nemre, de were neteqe?
Yanî nuha ez zeyiya xwe ji bavê te bistînim û te bê dê bihêlim ez neheq im?
Neyse bi naskirina te ez kêfxweş bûm...
Ma tu nuha li ku dimînî gelo?

Merwan Hemdulah Yilmazbelê hevalê nûrettîn ez dizanîm Birahîm paşê pîşiyên weye ji xwe min xerabiya wî nekiriye min pêsnê wî daye.
Em pê qayil bibin an em pê qayil nebin rastiyak heye ji dema û vir ve hîna kesek li wêranşarê xwedî derneketiye.
Spas ji bo te tu jî li xwe baş binere...
Mamoste ez jî kêfxweş im ku ez we dinasim. Lê ez vê yekê bêjim bi mixabinn ez ne xwarziya wêranşariya me ez ji dê û bavê jî ji Qoserê me.
Tespîta we ya li ser dêrikiyan û siwerêgiyan raste lê mixabin hezar car mixabin sedama vê jî di tahlîlkirana civaka wêranşar de wê xwe bide der.
Dema em li Siweregê, Wêranşarê û li Dêrikê binerin 3 navçeyên herî pir nêzî hevin lê li gel vê nêziyê çanda hinekî ji hev dûre bala min jî ev yek dikşîne yek caran jî li ser kûr bû me.
Weke mînak em li pira şawelêt binerin aliyê pirê yê hêla wêranşarê gundê heyî û gundê wî aliyê pirê; devaka wan cûda ye, çanda wan cûda ye, reqsa wan cûdaye û hwd.
weke minak "diya te nabêjin ciya te, diyarberkir - ciyarbekir :))) û hwd."
îcar divê em li weranşar û wêranşariya binerin (bi rastî ez naxwazim vê yekê li ser cihên wîsa nîqaş bikim dibe ku hinek hevalên me yê wêranşarî ji vê bêşin.
BI VAN NIRXANDINAN TU CARÎ EZ HEMÛ WÊRANŞARIYAN WUSA NANIRXÎNİM) min di nivîsên jorîn de anîbû ziman disa pêwîstî dubarê nake.
Dema ji bo pêşketina wêranşar Birahîm paşa ji Merdînê ez ne şaşbim ji siwerege jî, 'hedat, serraf, bezirgan û hwd' anî (berê digotin bajarî) navenda bajêr ji vana pêk hat, yanî bajarî ji vana pêk dihat.
herwiha mamûr, xwedevan, bijîşkên bajêr jî ji vanan pêk dihat. piraniya niştecihên wêranşarê li gunda bi çandinyu bi xwedîkirina sewalan mişûl dibûn.
piştî me ev profî derxist ka îcar em li nakokiyên di navbera bajariya û gundiya binerin.
Weke hûn dizanin li hemû dinyayê ev nakokî dişibe hev.
di çavên bajariyan de gundî cehelin, nezanin û hwd. ji aliyê gundiya ve jî ev yek cûda tê xwuyakirin hinekî jî ji bandora polîtîkayên asîmlasyonê jî ev yek pêk tê gundî dixwazin xwe bigihîne bajariyan, dixwestin xwe bişibînin wan, ev yek ji bo gundiyan gelekî zehmet bû.
xwedeyê wan pir pir kêm bû, aboriya wan pir bi sînorbû.
îcar ji ber van bi qismekî wêranşariyên paşve rû hesûdî li dijî bajariyan ango kesên paşê hatine wêranşarê bi cî bûne pêşket.
Rastiya vê tespîtê fermana filla pişt rast dike. filleyên hatin kusştin jî pirêwan bu qûrbana vê hesûdî û dewlemendiya xwe.
Ev rastî ji diverên din jî derbas dibe. her weha ez mijarê pirr belav nekim. ez dîsa werim ser wêranşarê û biyaniyên wêranşarê.
Ev hesûdiya pêşket bi wî nifşî sînor nema xwe gihand nifşên din jî. car caran ev yek xwe di zaman de û car caran jî xwe di fihêl de der.
Kesên hatibûn wêranşarê bi malbatî hatibû bi eşîr nehatibûn ji ber vê yekê di çavên hinan de we bê xwedî dihatin hesibandin.
Di gelek pirsgirêkên bi çûk de weke heyfê ji wan bigrin êrişî wan dikir. mînakên vana pirin.
Ev yek nakokiya di navbera wan de qûrtir kir.
Bu sebep ku bi pêv nekelin. di çavên hinan de ew wer siweregî û dêrikî man yanî wer wan biyanî dîtin.
Siweregiyan û Dêrikiyan jî bi pîskolojiya "kêm netewan" hîn zêdetir çandên xwe di nava xwe de parastin.
Ji ber vê yekê jî ev entegrasyon pêk nehat û hîn jî siweregî dibêjin em siweregî ne, dêrikî jî dibêjin em dirikîne...
ez bawer im hinekî dirêj bû lê heya ji destê min hat min kin kir :)).
Lê ev bi çend hevokan nayê şîrovekirin.ez ne şaşbim tu apê min jî hûn hevlingên hevin :)) mamoste ez li Siwîsreyê dimînim. bimîne di xweşiyê de dem baş..

Zinarê XamoWeleh te dîsa şirik ji meselê berdaye, bîna aliman ji te tê heyran, ez ditirsim tu hin "ilm milmên" pir giran(Xwedê di orta me û wan da) dixwînî, dibê meriv hevza xwe ji te bike bavo....
Ez binêrim, belkî ez van nivîsan jî biweşînim...
Ma tu çima tim agahdariyên xwe wiha diqurçimînî lo, te gotiye ez û apê te belkî hevalê hev bin.
De îcar te çima navê wî negotiye?
Hela ji kerema xwe ra navê wî bibêje...
Gelek silavên dostaniyê

Merwan Hemdulah Yilmazestexfûrallah çi hedê me ye. em ji xwe re di halê xwe de ne :)) min destê xwe daye ser serê xwe. rebenê xwedê me çima hûnê ji min bitirsin.
divê ez bitirsim...

Zinarê Xamo
Merwanê hêja, heyran te dîsa navê apê xwe negotiye, diyar e tu ji partiya "hevalan" î, tu pir îllegal î, tu naxwazî edres medres, navmavên apê xwe eşkere bikî bavo...:))!
Hela bi "dizîka" bibêje apê te kî ye?

Nuretin Anyigmamoste ez usluba te pir diecibinim.
ne mumkunu ku meriv bixwine u nekene
:))))) tu herbiji.
wele mervan tu eskere diki , biki, ger tu eskere neki ezé nav é te ji u navé malbata te ji eskere bikim HEVAL. :))))))

Zinarê XamoSipas ji bo piştgiriya te Nusret, ez tena serê xwe nikanim ji heq van xortan derkevim. Û di ser da vana "erbanî" ne, wek me wêranşariyên gundî ne xam in hema bi carê da kunya xwe teblîx bikin....:)))
Lê ez apê te me, bi çend henekan û gotinê...

Nuretin Anyigraste mamoste, hemdullah hé tam venebuye. divé tu bi xér a dé u bav é xwe kelpetaneké bavéje ziman é wi :)))
ez pir keniyam. me birya sohbet a kurd u kurmanci kiriye. silav u réz

Merwan Hemdulah Yilmazmamoste dibe ku ez bajarî bim (bajarî bûna min tenê jî tenê ji ber ez li bajêr çêbûme û mezin bûme yanî ne ew feresata bajarîtiyê ye) lê ez nebû me ewrûpî ez hîna teze me li welatê wena.
Yanî ev dernan malê we ye.
Ez hîn bi zimanê wan nizanim. Lê mamoste hûn belkî ez hîn netabûm dinê hûn hatibûn ewrûpayê, de îcar bila raya giştî biryarê bide bê kî ewrûpayî ye.
her wiha we min qeydî rûpela xwe kiriye lê hîn merhebayek me tuneye ma mirov wê çawa rabe momoste ez merwan ji filan eşîrê me, hûn û apê min hevlingên hevin.
ma wa dibe divê mijar mijarê veke were mijara xwe. yanî wek em qala sosyolojiya weranşarê dikin û ez rabim bêjim şelengo, nabe ev mesele tiştekî wiha ye.

Nusret Ekinci"gırave axtamar ,qesra ishakpaşa şelaleya muradiye xezna Kurdistaneye vana. mın gelak bira va derana qıriye"

Zinarê XamoNusret, wan deran mehên buharê pir xweş e, here bibîne.
Em kurd evîndarê xelkê û welatê xelkê ne, ji welatê xwe bêtir welatê, xelkê, ji dîroka xwe bêtir dîroka xelkê, ji edebiyata xwe bêtir edebiyata xelkê nas dikin û dixwazin nas bikin.
Mesela li Wêranşarê belkî piraniya der û dora te, dost û hevalên te yên halxweş piraniya der û bajarên Tirkiyê yên xweş dîtine.
Lê ez bawer nakim ku 10 wêranşariyan jî Wan, Bazîd, Qers, Bedlîs, Tetwan, Gola Nemrûd, Şelaleya Mûradiyê, Dêra Axdamarê, Kela Wanê, Adiyaman, Meletiye, Elezîz, Darê û gelek ciyln Kurdistanê yên din dîtibin.
Wek nimûne, Kurdistana Îranê pir û pir xweş e, bi sedan derên xweş hene, lê ez bawer nakim ku ji Wêranşarê yek kurd jî ji bo dîtinê, ji bo gerê çûbe li wan deran geriya be û xwestibe bibîne.
Diçin Ewrûpayê, diçin Dubayî û nizanim ku derê, lê dîtina welatê wan nayê bîra kesî...
Dibê meriv li ser sebebê vê yekê gelkî serê xwe biêşîne, kurd çima ji xwe, ji welatê xwe bêtir ji xelkê û welatê xelkê hez dikin?
Çima?
Û dema koç dikin jî heger ne ji mecbûrî be, berê wan tu carî ne li bajarekî Kurdistanê yê din e, berê wan tim û tim li Tirkiyê û li ba tirka ye....
Yanî bêhemdî dîsa kela dilê min rabû û loma min tu jî nerehet kirî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE