31 oktober 2010

Min nizanîbû ez hewqasî kal bûme

Min nuha li bernemaya xwe ya di kanala Kurd 1-ê da temaşe kir.
Ez matmayî mam!
Ev cara pêşî ye ku ez kalbûna xwe bi şiklekî hewqas barîz dibînim…
Heta nuha min digot belkî tenê por û riya min sipî bûye û hew...
Lê min îşev bi çavên serê xwe dît ku ne wiha ye, mesele ji wê cidîtir e.
Êdî ez bi rastî jî kal bûme.
Lê ez çima vê yekê his nakim ez fêm nakim?
Dema diranê meriv diêşe meriv janê ferq dike.
Dema serê meriv diêşe meriv êşê ferq dike.
Dema ji karê xelkê pişt dikeve ber meriv û meriv boçikî dibe meriv dîsa bi êşê dihese.
Lê dil çima bi kalbûna xwe nahese, çima viya ferq nake ez nizanim…
Halbûkî gotineke meşhûr heye dibêjin, temen(umur)jî weke evînê ye, nayê veşartin...
Lê diyar e pişt xûz bibe jî, rû biqermiçe jî, por sipî bibe jî dil tu carî kal nabe, ew her xort dimîne û xort dimre.
Bi kalbûnê ra meriv tenê li gor xorataniyê hinekî sergirantir û biaqiltir dibe…
Ferqa esasî ev e...
Kalbûn wek hilperikandina bi çiyayekî da ye, meriv hinekî bînçikyayî dibe lê di netîceyê da jî dîmenekî baştir dibîne
Gotineke pêşiyên swêdiyan heye, dibêjin, ji bo ku meriv nawalê baştir bibîne meriv mecbûr e ku berê bi çiyê da hilperike.
Yanî meriv dikane bibêje ku jiyan dişibe demsalan, her demsalek li gor xwe hin xweşî û hin fêkiyên xwe hene.
Meriv payizê nikane tuyan û buharê jî nikane hejîran bixwe.
Heger meriv dixwaze hejîran bixwe(ez pir jê hez dikim)dibê meriv demsala payizê jî bijî.
Lê kalbûn ne bes bû, ”qelewbûnê" jî xwe da ser.
Nuha min meyla xwarziyê xwe yê ji Ezirganê xwend.
Wî jî ji ”qelawiya” minn gazin kiriye, bavê wî jê ra gotiye, ji xalê xwe ra bibêje, bira xwe hinekî zeîf bike.
De îcar ev ji min kêm bû ha!
Xanima min jî tim eynî tiştî dibêje, dibêje cixarê nekşîne, venexwe, bê xew nemîne, nizanim çi neke û çi neke…
Ji ber ku wezna wê hatiye dibê ez li vir pêkenînekê bibêjim.
Dibêjin carê kurdekî ji Kurdistana Sûrî dibe endamê partiya komînîst. Yê wî dike endam, piştî sond mondê jê ra dibêje:
-Êdî wa ye tu bûyî endamê partiyê. Loma jî dibê êdî tu dûzanekê bidî jiyana xwe, êdî weke berê nejî, dibê êdî tu cixarê nekşînî, dev ji vexwarina araqiyê berdî, neçî dermeran berdûşiyê nekî, pereyê tu didî cixarê û araqiyê bide partiya xwe. Û heger rojekê hewce be dibê tu canê xwe jî bê dudilî bikî qurbana partiyê…
Kurdê me dibêje:
-Ê piştî ku ezê cixarê nekşînim, araqiyê venexwim, kincên baş li xwe nekim, neçim der kêfekê nekim, perê xwe bidim partiyê, hema bira ev can ji nuha da bi qurbana partiyê be çêtir e, tew ne hewceye ku ez li bendî wê rojê bimînim...
Nuha heger ezê jî cixarê nekşînim, araqiyê venexwim, ”kêfekê” nekim, şekir, tiştên bi rûn û bi xwê nexwim yanî bi kurtî zulmê li dil û nefsa xwe bikim, ê hema ne hewceye ku ez çend salên din zêde bijîm, heyran hema can û nefseke wiha muhûz û jiyaneke hewqas tirsonek ji min ra ne lazim e û weselam…
Şiroveye xwarziyê min Paytext Ezirgan pir xweş e, lê ji ber ku di binê nivîsa do da hetiye kirin dibe ku bala kesî nekşîne.
Loma jî ez wê jî bi vê nivîsa xwe ra diweşînim.

"Min îro di înternetê da li Kurd1-ê temaşe kir. Ya rast xalo, tu rasterast şêr î şêr. Di wêneyeke te ya kevn da te şepqe jî daye serê xwe. Wele Xwedê dizane kêfa min pir pê hat. Bi saya wêneyên we me dîsan xaltîka xwe jî dît. Şikir ji Xwedê ra wele.

Xalo, bavê min dibêje ji xalê xwe ra bêje, heger xalê te çend kîloyan bide, ji bo saxiya wî baştir dibe. Kîlo dijminê mirov û hevalê ezraîl û kuştinê ye.

Welle xalo ez bi dîtina te ya di televîzyonê da pir kêfxweş bûm. Wek din keda te ya ji bo zimanê kurdî ya li Swêdê dilê min rakir ezmanê heftan.

Hêvîdar im ku dê xelkê Kurdistanê keda te tu carî ji bîr neke.
Her bijî xalê me!

Paytext-Erzingan

Not: Yaw xalo, te çima di wê programê da negot ku paytexta Kurdistanê Erzingan e? Ê tabî te şaredariya Erzinganê jî bixista destê min dê gelekî baş û xwesh biba elawekîl :-)"

30 oktober 2010

Ev nivîs reqlama min e

Weleh îro jî ez dixwazim hinekî reqlama xwe bikim.
Dema meriv bêxwedî û bêkes be, yanî hêzek û partiyek li pişt meriv tunebe ya jî meriv ne ”merivê” hinekan be tu rojname û melper qala meriv nake, yanî dibê meriv reqlama xwe bi xwe bike.
Û ez jî dixwazim îro wiya bikim.
Lawo ew kesên ev înternet, blog, facebook, twîtter û nizanim çi û çi îcad kirin ji erd heta bi asîman mala wan ava be, em kesên bêpişt nuha bi xêra wan dikanin fikrên xwe bibêjin û dema hewce be reqlama xwe jî bikin.

28 oktober 2010

Îşev jî me mîvan hebûn

Ez ketime orta ”xelîl û celîl”, ez feqîrê Xwedê nizanim çi bikim...
Ez dibêjim mîvanên min hene, hinek xwendevan xwe dixeyidînin, dibêjin tu çivan didî xwe ji bo ku nenivîsînî.
Heyran weleh ez tu “çiv mivan” nadim xwe, mîvan mîvanên Xwedê ne û tên...
Mesela îşev jî mîvanên min ji Kurdistanê, ji Wanê şîrîn in.
Ma qey ezê deriyê mala xwe bigrim, mîvanên xwe biqewitînim?
Ez merivekî şevger û şêwirxweş im, ji mîvanan, ji sohbetê, ji şêwir û mişêwran û hingedinga çêkirina xwarinê pir hez dikim.
Dema mîvan tunebin ez çi karî bikim, çi xwarinê çêkim jî ne kes dibihîze û ne jî kes şêkir dike, xwarina min tim ya "bêxwê" ye ya jî "şor" e.
Yanî miheqeq kêmasî û qusûrek jê ra tê dîtin.
Lê dema mîvan hebin qenekê ez dibêjim(wek îşev) weleh ev xwarin gişt min çêkiriye...
Û yên mîvan jî camêran bêyî ku weke xanimê kêmasî û qusûrekê bibînin, bibêjin “şor e” ya jî bêxwê ye”, dibêjin pir xweş e, pir lezîz e, helal be ji te te ra ku te kanîbûye hewqas xwarin çêkira...
Mesela mînan îşev ji xwarinên min şorbe, kufte û bacanên dagirtî pir û pir ecibandin.
Ji mîvanan xanimekê got, “ev cara pêşî ye ku ez ji destê zilamekî xwarineke hewqas xweş dixwum.”
E dema meriv pesnên wiha ji devê mîvanan dibihîze li kêlek xanimê meriv bi karê xwe pir serbilind dibe, pişika meriv dinepixe...
Ê bawer bikin li vî welatî ev 30 sal in di mitpaxê da pişt li min qulûz bû, ji birînên kêran dest bi min ve naman lê xanimê dîsa jî yekcarê jî pesnê min nedaye û negotiye “ev cara pêşî ye ku ez xwarineke hewqas xweş dixwum...”
Hemû xwarinên min cewahir bin dîsa jî nabêje pir xweş e, pir pir(ew jî dema ez ûdê bidim ser) dibêje “ne xerab e...”
Yanî gotin ne eyb e, yanî dema meriv karek kir, meriv dixwaze şêkir tê hebe û were teqdîr kirin, nebe keda bersîs...
Bi kurtî ez ji mîvanên xwe yên îşev pir û pir memnûn mam û ez hêvî dikim ku mîvanên wiha tu carî ji mala me kêm nebin...
Piştî şîvê me bîstekê li kanala Kurd 1-ê temaşe kir.
Ji tesadufê ra dîsa programa Kevî hebû.
Fatma Sawciyê bi wan gotinên xwe yên zîrek û dilsoj û şaîrane û Rûken Baxdu Keskînê jî bi axaftina xwe ya ji dil û hestiyar hinav li me anî xwar, ez dam girîkirin…
Her cara ku ez li programa ”Kevî” temaşe dikim, ez bêtir bi însaniyet û kurdatiya xwe dihesim, hinekî din dibim însan û kurd.
Programa îşev li ser zarokên kurd yên karkir bû, zarokên ku ji ber zulm û terora dewletê bi malbatên xwe ra bi çolan ketine û debara malê ketiye hustiyê wan.
Zarokên ku li kuçe û kolanên Stenbolê benîşt, dismalên destan difroşin, solan boyax dikin, di konfeksiyonan û di karên giran da dixebitin.
Tiştê herî balkêş, zarok di wî temenê xwe yê biçûk da (7-16)weke zarokan nedipeyivîn, te digot qey ev ne zarok in, însanên mezin, zana û xwedî gelek tecrû be ne.
Erê ew zarok bûn, lê bersîvên wan, gotinên wan, tespît û analîzên wan yên siyasî û aborî, yên li ser nasnameya wan weke mezinên xwedî tecrûbe û serpêhatî bûn.
Hemûyan jî dizanîbûn ji ber ku ew kurd in ew ketine wî halî.
Hemû jî pir jîr û zana bûn, bi xurûr, kurd û welatperwer bûn.
Mesela xortekî(14 salî) şirnexî got, bavê wî korîcî ye/cerdevan e, loma jî wî nexwestiye bi perê wî mezin bibe, ji ber karê bavê xwe şerm kiriye û loma jî çûye Stenbolê nanê xwe derdixe.
Ji bo ku muhtacî bavekî cerdevan nebe.
Li hember zarokekî hewqasî bi xîret û bi namûs dibê meriv serê xwe bitewîne...
Hemûyan digotin ku ew li ba kurdan dixebitn, hemû karkir û hevalên wan kurd in, ew trkan nagrin nava xwe û bi wan ra hevaltiyê jî nakin.
Û ya herî girîng jî digotin, me biryra daye, me kiriye serê xwe emê tirkî napeyivin, em bi hev ra bi kurdî dipeyivin.
Yanî dewletê ew xistin vî halî ji bo ku bibin tirk û asîmîle bibin, lê xortê di atolyeya konfeksiyonê da dixebitî bêtir bûbû kurd, digot "me xistiye serê xwe emê bi hev ra bi tirkî nepeyivin."
Dîsa hemûyan jî digotin, ew dizanin ji ber ku ew kurd in ew ketine vî halî, ew jî dixwazin weke zarokên tirkan herin mekteban, heger li welatê wan kar hebûya ewê nehatana van deran.
Keçeikeke ji gundekî Nisêbînê got, ez gundê xwe bi hemû Stenbolê nadim...
Welhasil tiştê min di programê da dît, cîlekî bêtirs, bêtir kurd, bêtir mîlîtan û antîtirk mezin dibe...
Ev cîl ji PKK-ya îro sed qatî radîkaltir û "antîtirktir" e, heger dewlet di demeke nêz da mafê kurdan yê netewî nede, ev cîlê nuh radibe ewê topa dewletê bavêje, li kuçe û kolan ewê wan tarmûmar bike, tu kes nikane vî cîlî rawestîne.
Ji ber ku bêperwa û cesûr xuya bûn.
Carê vî cîlî pir kişandiye, li kuçe û kolanan mezin bûye û tiştekî wan ê wenda bikin jî tuneye, di serî û dilê wan da tenê fikrên tolhildanê heye...
Ez hêvî dikim ku mesele negihîje vî deraxî, lê ev jî di destê dewleta tirk da ye...

27 oktober 2010

Osman Baydemir tiştên rast gotine

Osman Baydemir, hevpeyvînek bi rojnameya L’Humanite ya Fransayê re kiriye û gelek tiştên baş gotine.
“Tu eleqeya pirsgirêka kurd bi terorîzmê ra nîn e. Ev têkoşîna dadwerî, azadî û wekheviyê ye. Divê Ewrûpa vê yekê bizane.”
Vana gotinên rast in û dibê hemû siyasetmedarên kurd biwêribin vê rastiyê bibêjin, tu têkiliya şerê PKK-ê bi terorîzmê ra tuneye. Têkoşîna PKK-ê ji bo heq, heqûq û azadiya miletê kurd e, yê terorê li hember miletê kurd bikar tîne dewlet bi xwe ye.
Li gel ku rastî ev e jî gelek kurd nikanin vê rastiyê her tim bînin zimên.
Ji ber ku heta nuha Tirkiye pir dûrî endametiyê bû loma jî Yekîtiya Ewrûpayê zêde qala mesela kurd nedikir, tenê li dewletê guhdarî dikir, qet guh nadida kurdan, ji kurdan tiştek nedipirsî.
Lê nuha rewş hatiye guhertin, Yekîtiya Ewrûpa êdî dixwaze li kurdan jî guhdarî bike, bizanibe gelo kurd çi dixwazin?
Dibê kurd vê yekê bibînin û loma jî daxwazên xwe pir eşkere bînin zimên.
Osman Baydemîr yek ji wan kurda ye ku ev rewş baş fêm kiriye û loma jî di vê hevpeyvîna xwe da jî gotiye:
“Em Tirkiyeke demokratîk û Kurdistaneke xweser dixwazin. Em ne li dijî hebûna parlamentoyeke netewî ne. Lê em dixwazin di asta herêmî de jî parlamentoya me hebe. Em ne li dij in ku Tirkî zimanê resmî be, lê em dixwazin di warê herêmî da kurdî bibe zimanê resmî. Wek mînaka Katalonyaya Spanyayê. Ev serhildan kurdan ya 29-emîn e. Heta realîteya me bête naskirin jî emê bidomînin.”
Dibê her serok û ronakbîrên kurdan vê yekê ji tirkan ra bibêjim, ev mesele ne meseleya PKK-ê tenê ye, meseleya her kurdî ye.
PKK hebe jî tune be jî miletê kurd dev ji xebata xwe ya netewî bernade. Dibê her kurd vê rastiyê ji dewleta tirk ra bibêjin.
Dibê dewlet bibîne ku ne tenê PKK û hevalbendên wê doza miletê kurd dimeşînin, bi milyonan kurd daxwaza azadiyê dikin.
Dibê serok û ronakbîrên kurd weke Osman Baydemîr vê rastiyê bi rengekî bêwestan ji Yekîtiya Ewrûpayê ra jî bibêjin.

26 oktober 2010

Tirk dîsa li alîkariya kurdan hesilîn

Serokê kevn yê hukûmeta herêma Kurdistana Federe û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, îro ji nişka ve çû Tirkiyê û bi serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê dervere yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ra hevdîtin pêk anî.
Nêçîrvan Barzanî ne wezîr e, ne serokwezîr e û ne jî serokkomar e, lê dîsa jî bi heyetekê va hat Tirkiyê û ji bal serokwezîr û wezîrê derve yêTirkiyê va hat qebûlkirin.
Ev him tiştekî nuh e û him jî gelkî girîng e.
Berê ziyaretên wiha ya bi dizî ya jî hewqas vekirî û resmî û di çarçeweya protokola dewletê da nedihat kirin.
Tirkan nedixwest resmiyetê bidin hevdîtinan.
Lê ya îcar pir resmî ye, wek ziyareta serokwezîrekî ye.
Kurd gav bi gav, hêdî hêdî tirkan nerm dikin û tînin rê…
Bêguman Nêçîrvan Barzanî ewê bi tirkan ra meseleyên aborî, yên bazirganiyê û tîcaretê jî bipeyive.
Di van waran da kurd him hinekî ”muhtacê” wan in û him jî bi vê riyê tirkan ”sakin” û tima dikin, bi xwe ve girê didin.
Kurd bi zorê nikanin, belkî bi tîcaretê, bi menfeetê û bi hin bertîlên bi vî rengî tirkan ji pêsîra xwe biqetînin.
Lê sebebê esasî ya ziyareta Nêçîrvan Barzanî ne meseleyên aborî û bazirganiyê ye, meseleya esaî siyasî ye, mesela PKK-ê û guftugoyên çareserkirina mesela kurd e.
Dewleta tirk ji dêlî ku rasterast bi PKK-ê û BDP-ê ra rûne û dest bi guftugoyan bike, hin riyên din bikar tîne.
Dewleta tirk û hukûmet dixwazin ji kurdên başûr feydeyê bibînin, esas heta dereceyekê muhtacê wan in jî.
Meriv dikane pipirse, bibêje, ji bo çi ne yekî din lê Nêçîrvan Barzanî?
Berî her tiştî Nêçîrvan Barzanî kesê herî zêde têkildarî meselê ye, li gor YNK-ê PDK bêtir di nava meselê da ye.
Wek tê zanîn Nêçîrvan Barzanî berî nuha bi demekê di hevpeyvîneke xwe da gotibû ku riya herî kin ya çareseriya pirsgirêka meseleya kurd ”mûhatabgirtina” PKK-ê ye.
Nêçîrvan Barzanî gotibû, di hewildanên çareseriya pirsgirêkê de nabe ku PKK li derve danûstendina bête hîştin.
Ev şêl gelkî girîng e.
Birêz Nêçîrvan Barzanî dîsa gotibû ku, ew her tim hazir in ku ji bo çareseriyê bibin alîkar û di pêvajoyê da rolê bigrin, lê ewê şaşiyeke pir mezin be ku PKK li der bête hîştin.
Vana hemû tespîtên rast in, çi ji destê kurdên başûr û hukûmeta Kurdistanê tê dibê bikin, lê ne ku ew li ser navê PKK-ê û BDP-ê û kurdên bakur bi Tirkiyê ra rûnin û muzakereyan bimeşînin ya jî hin sozan bidin.
Mesûliyet û tahlûkeyên berpirsiyariyeke wiha pir mezin e, ne rast e ku PDK û kurdê başûr têkevin bin mesûliyet û barekî hewqas giran.
Kî bi dewletê ra di nava şer da ye dibê ew hêz di nava meselê da be, dibê ew hêz mesûlê esasî be...
Ji bo ku sibe dema hin tişt çewt çûn sûc nekeve hustuyê hinekên din.
Kurdên başûr heta nuha ev balans baş ragirtin, siyaseteke pir baş û rast me meşandin. Riya şer û zorê red kirin, gotin mesele siyasî ye û loma jî dibî bi riyeke siyasî were çareserkirin.
Wisa xuyaye ku birêz Nîçîrvan Barzanî ewê vê şêla xwe bidomîne, tiştê di wê hevpeyvîna xwe da gotibû ewê eynî tiştî li Tirkiyê ji tirkan ra jî bibêje, ”mesele meseleyeke siyasî ye û loma jî dibê bi riyên siyasî hel bibe. Û hûn bi kê ra şer dikin dibê hûn aştiyê jî bi wan ra pêk bînin..."

25 oktober 2010

Îşev mîvanên min hene...

Birayê min Fûad û xanima xwe ji welêt hatine îşev mîvanên me ne, loma jî heta derengê şevê me sohbet kir.
Min hew dît ku wa ye saet tê donzdan.
Û piştî donzdê şevê jî taqeta nivîsînî bi meriv ra namîne.
Ji ber vê yekê jî îşev qîma xwe bi vê agahdariyê bînin bes e.
Dema birayê meriv ji welêt hatibe, meriv terkê nake û naçe li ber kompîtorê rûnane.
De neyse, ez şevekê nenivîsînim qiyamet ranabe...
Ji we hemûyan ra şev baş...

24 oktober 2010

"Zemq" cihê be jî armanc eynî ye

Serîhildan û liberxwedana kurdan ya dûr û dirêj piştî 80 salî be jî, bêdil û bi zor be jî, bi şiklekî nîvço be jî, dawiya dawî hin tirk û ronakbîrên wan anî rê, êdî gelekên wan qala hebûna miletê kurd û dana mafên kurdan dikin.
Ev, pêşketineke pir baş e, çareseriya meselê hêsantir û rê jî kintir dike.
Kesên wek Hasan Cemal, Cengîz Çandar, Ahmet Altan, Mehmet Altan, Ergun Babahan, Mumtazer Turkone, Kakki Devrim û gelekên din, êdî vekirî dibêjin, heta ku dewlet hebûna kurdan qebûl neke, mafê kurdan yê netewî nede şer ranaweste, li Tirkiyê tu mesele çareser nabe...
Ji bo ku li Tirkiyê gelşên aborî û civakî çareser bibin û demokrasî bicî bibe, dibê hebûna kurdan û perwerdeya bi kurdî were qebûlkirin yanî mafên wan yê netewî were dayin.
Pêr Hakki Dewrîm di hevpeyvînekê da li ser vê meselê gelek tiştên baş û rast gotibûn.
Do dîsa di rojnameya Milliyetê da îcar jî Metin Munîr çend tiştên rast û xweş gotine.
Yanî li Tirkiyê gelek kesên ku heta nuha di mesela kurd da kerr, lal û kor bûn û bi yek gotinê jî qala hebûna kurdan, zimanê kurdan û mafên wan yê netewî nedikirin nuha wa ye êdî qal dikin.
Lê wek min di serî da jî got, tirk bi rehetî nehatin vê nuxteyê, kurdan ew xebat, têkoşîn û xwîna xwe anîn vê nuxteyê.
Ez werim ser meqaleya Metîn Munîr.
Metîn Munîr di nivîsa xwe da gotiye:
”Zamqa Ataturk negirt. Tirkiyeya Ataturk belav dibe.”
Weleh ne zemq, çîmento jî nikane kurdan bi tirkan ve bizeliqîne û bike yek milet...
Ji ber ku kurd ne ew milet e ku bi “zemqê”, bi “çîmento” bi miletekî din ve bizeliqe û dûra pê ve bimihe...
Dixwaze bira viya “zemqa tirkîtiyê” ya jî ya “dînî” be ferq anke...
Ev xeyaleke vikûvala ye, kurdan heta nuha gelek caran ev rastî nîşanî tirkan û dewleta wan daye.
Wek tê zanîn ”Zemq” û projeya Ataturk” ”tirkçîtî” û ”panturkizim” bû, hedefa Ataturk ew bû ku hemû hindikayî û miletê kurd bihelîne, bike tirk û bi vîrengî jî miletekî bi navê ”miletê tirk” bixuliqîne.
Lê Metîn Munîr bi rengekî sergirtî dibêje, vê ”zemqa tirkîtiyê” nikanîbû kurd zeft bikira, loma jî kurdan ”zemqa” Ataturk pûç kir.
Munîr dibêje, di plana modernîzebûna Ataturk da ”dîn” tunebû. ”Dîn, wek mala paşverûtiyê û kevneperestiyê dihat dîtin.”
Çimkî “Ataturk qismekî sûcê têkçûna Împaratoriyê dikir hustuyê dîn” û ”zemqa” ji dîn.
Loma jî Ataturk çawa dewlet xist destê xwe, tavilê ”Xîlafet rakir, hemû medreseyên dînî girt, terîqet qedexe kir” û dîn da aliyekî.
Ji ber ku di dewra Osmaniyan da bi rastî jî zemqa/şîrêza Împaratotiyê dîn bû, Ataturk ew rakir, ji dêlî wê îcar ”tirkîtî” bicî kir.
Li gor Ataturk û kemalîstan, ”zemqa dînî” têrê nedikir, ji bo çêkirina miletê tirk dibê zemq û xercekî hîn baştir, hîn qewîtir bihata bikaranîn.
Û ew jî ”tirçîtî” bû…
Lê nuha hukûmeta AKP-ê dixwaze ji nuh ve ”zemqa dîn” dîsa li ”zemqa Ataturk” zêde bike…
Munîr dibêje, ”Ataturk ji kevirên dewleta Osmanî bînayeke nuh û modern înşa kir û navê wê jî danî Tirkiye.”
Û dûra jî meselê tîne ser ”zemq” û projeye AKP-ê û wiha dibêje:
”Nuha Erdogan kevirên vê bînayê jêdixîne, bînayeke nuh û Tirkiyeke nuh ava dike. Lê belê di naverokê da tiştek naguhere. Îcbarek diçe, îcbareke din tê dewsa wê.”
Yanî Ataturk hebûna kurdan û ya miletên din înkar kir û xwest her kesî bi darê zorê bike tirk û ji bo vê jî ”zemqa tirkîtiyê” bikar anî, lê vê zemqê” zêde li ber xwe neda, piştî 80 salî xwe berda, her tişt felişî…
Îcar Erdogan jî ji dêlî ku mafê kurdan û yê miletên din qebûl bike, ”zemqê” diguhere, weke dema Osmaniyan dîsa ”zemqa” dîn” bikar tîne û dixwaze Tirkiyê bi vê ”zemqê” li ser nigan bihêle.
Metîn Munîr vê yekê şaş dibîne û dibêje:
”Zemqek tenê heye ku dikane Tirkiyê bi heve bizeliqîne. Ew jî dibê her kes çi ye wisa were qebûlkirin, dibê her kes dînê xwe û taybetmendiyên xwe yên din azad bijî. Rojekê piştî rijandina gelek xwîn, piştî kişandina gelek êşan belkî em bikanibin bigihîjin wê Tirkiyeyê.”
Wek di van rêzan da jî xuyaye Metîn Munîr di derbarê siyaset û projeya dewlet û hukûmeta AKP-ê da ne xweşbîn, reşbîn e, ”zemqa” Erdogan ya ”dîn” Metîn Munîr gelkî ditirsîne û xemgîn dike.
Ataturk bi riya ”tirkîtiyê” xwest hindikayî û kurdan bi darê zorê bike tirk, Erdogan nuha dixwaze vê ”zemqê” bi ya ”dîn” biguhere û dîsa kurdan û eqaliyetên din bi darê zorê bike tirk.
Yanî armanc û naveroka siyaseta Ataturk û ya Erdogan eynîye, zordariyek diçe, zordariyeke din tê dewsa wê…”
Yanî "zemq" çihê be jî hedef eynî ye, dibê kurd bibin tirk...

23 oktober 2010

Hin hestên tevlihev û bersîvên wan

Ji Ahmed Husênî ra,
Zinarê Xamo: Ahmedê bira, weleh ji ber ku ez ne şair im loma jî ezê qala tiştekî din bikim...
Ahmed, "hevalê" bêwefa, ma te çima li Amedê silav neda min?
Qey te ez nas nekirim ya jî "hevalekî bi navê Zinarê Xamo nehat bîra te?
Lê bi qasî ku ez dizanim hevalekî ji te ra got, ev Zinarê Xamo ye û heger tu bawer nakî a ji te ra telefona wî û lê bigere.
Lê te telefon jî nekir, li gel ku nabêna me tenê 300 mîtro bû...
Carnan benîadem tiştên dûrîaqilan dike, meriv nizane çima û ji bo çi?
De neyse, guh medê, hema nuha ji nişka ve rismê te bi ber çavê min ket û bêhemdî min ev çend rêz nivîsîn...
Ji nava berfê, sar û seqemê(li Stockholmê îro berfa pêşî ket)silavek sincirî...

Ahmed Husênî: Mamostayê min Zinarê dilspî! Pêwist nake tu bizanibî min çendîn ji te hez dikir, çendîn hez dikim û dê hez bikim.
Çenteyê ku berî bîst salan te ew ji min re tijî pirtûk kirin, hetanî vê kêlîkê ew çente li ser milê min e, yanî hezkirina te li ser milê min e, yanî deyndarê te û dilsojiyê me.
Di internêtê de, di koşeyên tarî yên jiyanê de, her û her çavan li te digerînim, gotarên te dixwînim, pirsa te ji dostên xwe dikim, bawer bike haaa!
Lê meseleya Amedê tiştekî din e.
Min ji xwe re got: ew serê sih salab in Zinar nehatiye warê derd û kulan, ger dema wî hebe sedîsed dê li min bipirse û dê bixwaze min bibîne.
Madem ez ew qasî nêzî te bûm hey zalim, madem te dizanibû ez li ku me, çima tu nehatî? ma ne ev jî piesek e haaaa? lê ji min bawer bike, min telefon nekir û negeriyam ji tirsa ku dema te tune be û tu ji min re ne vala bî! lê bila hetahetayê di bîra te de ku ji te hez dikim!

Zinarê Xamo: Ahmedo, hevalê derd û kulan û rojên Stockholma xopan, jabo îzaha te min qebûl...
Ez naxwazim li vir dirêj bikim, bira fesad û gelac zêde bi ya dilê me nehesin, lê ez hêvî dikim ku rojekê karwanê me rastî hev bê û em herdu serî jî sebebên xwe yên "rastî" bi firehî ji hev ra bibêjin...
Ahmedo, ji bîr neke, rê ji dilan diçe dilan...

Ji Helîm Yûsif ra
Zinarê Xamo:
Helîm ma şêr e ya şepal e te kiriye himêze xwe?

Kuro min hîn nanê daweta te nexwariye, te ev sebradilan ji ku anî?
Tu pê gelkî bextewar û ew jî pir dilşa xuyaye...
Xwedê muhebet û hezkirina we zêdetir bike...

Helîm Yusif: Spas xalê Zinar, erê wele. Ev keçika mine û navê wê Lorîn e. Pênc salî ye. Sebra min gelekî pê tê. Ez bi şev carê ji wan 125 çîrokên te jê re dixwînim, carinan jî çîrokên zarokan yên elmanî.Ji nav çîrokên te kêfa wê ji kêz xatûn û ji şengê û pengê re tê.
Erê xalê Zinar, li van deran bûm, hem bavê min çû û hem jî diya min. Ma wê sebra min, sêwiyê Xwedê, ji bilî vê zaroka min bi kê bê?
Bi Xwedê nivîsandina heft pirtûkên kurdî jî wek vê zarokê bêhna min dernexistin xalê Zinar!
Eger tu hîna şiyar bî, şeva te ya mayî bimîne xweş.

Ji Arjen Arî raZinarê Xamo: Arjen, te bi vê helbesta xwe ya ku serapê kurdayetî û welatperwerî jê difûre dilê min rakir pêdarê û şervanên kurdan bi min şîrîntir kir.
Tu her hebî, mala te ava ji bo vê helbesta xweş û dilzîzkir.
Esas carnan peyv nikanin ji hestên meriv ra bibin tercuman, têr nakin...
A nuha ez xwe wisa his dikim...
A nuha ez dixwazim bibim şair...
A nuha ez xwe wek teyrekî per û baskşikestî his dikim, dikim nakim nikanim bifirim, nikanim bi hewa kevim...

Arjen Arî:Ezbenî,
Heke min şiyabe bi helbestekê hest û dilîné cenabekî mîna te dilsoz, rakim pêdarê; ez ê bi navê helbesta kurdî bextewar bim. Mala we ava bo peyvén we yé xweşik, şahîk, ji dilé safî...
Silavên ji milkê dil bo we.

Helbesta Arjen Arî ku min gelkî jê hez kir û loma jî ew rêzên jorîn ji Arjen ra nivîsî li jêr diweşînim. Ez bawer dikim hûnê jî jê hez bikin.

HEYRANO
Ji çiyayê Tûjik - ku

bi çil qevzî çilçav-
ji te re anîme ev çeng av.
ka vexwe heyrano
tu tî yî, tu tî!
û tu birîndar î jî.
heyy
raaa
nooo...
kîjan şopa nicis li te da
ji çiyayê Tûjik te xwe berda
xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda
pezkoviyê Cûdî, heyrano
nikarim bibim melhema te jî...
şerr
vaaa
nooo...
zelal, ava qirr qeşa
çeng bi çeng bidim te jî,
tu tî yî, tu tî
heyrano,
tu tehn î li qurtek azadî!
xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê
têhntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar
dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar;
bajar bêpejn dimîne, hew diyek dike hewar:
şerr
zaaa
nooo!..
xwîna me di mazatê de
zêrê zer re serbiser e.
her xwîn vedigere axê
axa bêxwîn xwelîser e.
azadî her kê xwestibe
xwîn rakiriye di ber re,
di şer de bûm doh jî loma
îro şer e, sibê şer e...

22 oktober 2010

Hinek li ser berfê hinek li ser siyasetê

Li Swêd îsal zivistan bi çargaviyê tê û nêz dibe.
Li Stockholmê vê sibehê berfa pêşî ket û gelek derên bajar di bin berfê da hîşt . Sar û sermayê ji nişkave dest pê kir, nuha 3 derece di binê sifirê da ye.
Hewa Swêd wiha ye, îstîkrar tê tuneye, carnan pir zû tê, carnan jî pir dereng tê.
Lê îsal hemû mteorolog hemfikirin ku zivastan him ewê zû dest pê bike û him jî ewê gelkî dijwar be.
Lê çuqas sar be jî ne xema swêdiyan e, sar, serma, berf û baran tu carî ji kar û barên wan ra nabin asteng.
Bîst, sî(20-30)derece di bin sifirê da jî riya çêdikin, asgaltê dirjînin, xaniyan lêdikin.
Loma jî Swêdî dibêjin, ”hewa xerab tu neye, kincên xerab heye.”
Li ser berfê hewqas bes e, dibê bi çend gotinan jî qala siyasetê bikim.

Kanala Euronews bi 10 zimanan weşanê dike. Ji serê salê da ye jî dest bi weşana tirkî kirye.
Bê weşana tirkî di hemû weeşanên din da navê Kurdistanê tê gotin, lê di weşana bi zimanê tirkî da navê Kurdistanê tê sansorkirin û xeberên li ser kurdan jî tên guhertin.
Li gor xebera ajansa ANF-ê, di nûçeyên derbarê kurd û Kurdistanê da di hemû weşanan da eynî nav û sifet tên bikaranîn, lê di wergera tirkî da xeber tên guhertin, ji dêlî ”mîlîtanên kurd” ”rêxistina terorê” tê bikaranîn å navö Kurdistanê jî nayê gotin.
Û kesên vî karî dikin jî karkirê xelkê ne, karê wan werger û weşandian xeberan e. Lê li gel ku kanal ne ya tirka ye, rojnamevanên tirk dîsa jî vê destdirêjî û sextekariyê dikin.
Wek tê dîtin, tirk weke milet çiqasî neyarê miletê kurd in...
Dîsa di malpera ANF-ê da hevpeyvînke pir xweş bi rojnamevanê tirk Hakki Devrîm ra heye. Devrîm li ser mesele kurd, zimanê kurdî, miletê tirk tiştên gelkî biaqil û balkêş dibêje.
Devrîm dibêje, ”em mesela kurd li ser masa îxanetê dipeyivin, pir eyb e…”
Dîsa dibêje, "Tirkên hatine vir dûra hatine. Wek kesên ji ber ku birçî bûn çûn Emerîkayê. Lê em hîn jî wek merivekî hukumdar nêzî meselê bibin ziman jî ewê wiha bimîne, siyaset jî.”
Hevpeyvîneke pir xweş e, hêjayî xwendinê ye.

21 oktober 2010

Bajarê di xeyala Celal Talabanî da

Rojnamevanê ereb Husnu Mahalli bi Serokkomarê Îraqê Celal Talabanî ra hevpeyvînek kiriye.
Li gor Mahallî dinivîse, Talabanî di hevpeyvînê da jê ra gotiye, berî nuha bi demekê Ocalan bi riya hin hevalên xwe jê ra nameyek şandiye û hin ddîtinên wî pirsiye.
Wî jî bersîveke şîfaî daye "elçiyan" û gotiye van dîtinên jêrîn bigihînin wî:
1-Çewtiya herî mezin fêmnekirina girîngiya demokrasiya Tirkiyê ye.
2-Dema şerê gerîla qediyaye.
3-Şaşiya kurdan ya herî mezin AKP-ê weke djimin dibînin. AKP li Tirkiyê têkoşîna demokrasiyê dide. Rewşa kurdan baş dike, loma jî mitefikê kurdan yê esasî ye, ne dijimênê kurda ye.

AKP, ji hêza û partiya kurdan ya herî mezin ra dibêje "terorîst", silavê nade wan, Talabanî jî dibêje AKP mitefiqê kurda ye.
Heyran AKP û hukûmeta wê dixwaze tevgera kurd biqedîne, tasfiye bike, mitefikê çi halê çi, halê çi, tu qala çi dikî?
Di hevpeyvînê da Talabanî bersîva gelek pirsên Mahallî yên din jî daye, li ser ”rêvekirina demokratîk”, demokrasiya Tirkiyê, hukûmeta AKP-ê, riya çareserkirina mesela kurd û PKK-ê, mesela Kerkûkê, ne mimkûniya avabûna dewleteke kurd, têkiliyên wî yên bi Turgut Ozal ra û li ser gelek tiştên din dîtinên xwe aniye zimên.
Birêz Talabanî weke her tim dîsa gelek şîret li kurdên bakur kiriye, gotiye dibê bi sebir bin, bi çavê dijmin li AKP-ê nenêrin, AKP mitefikê wan e, di meclîsê da partiyên kurdan hene, kurd li Tirkiyê rojname û kovaran derdixin û hwd.
Yanî li Tirkiyê halê kurdan ne xerab e, dibê giran bin, dijberiya hukûmetê û AKP-ê nekin...
Di mesela PKK-ê û çareserkirina mesela kurd da jî Talabanî gotiye, du riyên çareseriyê hene. Ya leşkerî û ya siyasî. Gotiye wan riya leşkerî berê bi Tirkiyê ra bikaranîne, lê biserneketine, loma jî tenê riyeke siyasî maye, dibê Tirkiye vê riyê bikar bîne…
Hevpeyvîn dirêj e û gelek tişt dikanin li ser werin gotin, lê ji wê bêtir ez dixwazim li ser bersîva Talabanî ya dawî rawestim.
Bersîva wî ya dawî pir bala min kişand û ez pê êşiyam.
Di dawiya hevpeyvînê da Mahallî ji Talabanî pirsiye, gotiye:
-Weke Celal Talabanî Tirkiye ji bo te tê çi maneyê? Çi tê bîra we? Li Tirkiyê hûn ji çi hez dikin? Bîranîneke we ya ku hûn ji bîr nakin heye? Hûn li muzîka tirkî guhdarî dikin?Talabanî gotiye:
-Ez ji dawiyê dest pê bikim. Ez ji muzîka tirkî hez dikim. Jê fêm nekim jî guhdarî dikim. Tirkiye ji bo hemû Misilmanan welat e. Vê dewletê di hişê miletên rojava da xatireyeke baş hîşt. Bi taybetî li hmber kurdan di dema Osmaniyan da baş hate hereket kirin. Tirkiye ji bo min medeniyeteke mezin e, tê maneya kulturê. Ez ji Stenbolê pir hez dikim. Stenbol, bajarekî medenî yê xweş e. Ez dixwazim bîranînên xwe li Stenbolê bnivîsim.Celal Talabanî serokekî mezin e, xwedî tecrûbeye, ji bo kurdan gelek xizmet kiriye, ked û rola wî di avabûna Kurdistana Fdere da pir e.
Evana hemû rast in û kes nikane înkar bike.
Lê her cara ku bi rojnamevanekî tirk ra hevpeyvînê dike dilê kurdên bakur dişkîne, wan xemgîn dike û di derbarê "demokrasiya" Tirkiyê da tiştên ne rast dibêje.
Tiştekî pir ecêb e, hemû serokên kurdên başûr bi heyraniyeke bi pir mezin qala Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê dikin, Talabanî jî eynî tiştî dubare kirye.
Heger meriv ne bindestê dewleta tirk bûya û Tirkiye baş nas nekira merivê bigota gelo birêz Talabanî qala Îswîçreyê dike….
Tiştekî pir ecêb e, dema ji serokên kurdan tê pirsîn, hemû jî dibêjin ku ew ji muzîka tirkî fêm nakin lê dîsa jî guhdarî dikin û jê hez dikin…
Talabanî gotiye, Tirkiyê di hafizeya miletên Roava da xatireyeke baş hîştiye....
Ez nizanim bi kîjan aliyê xwe yê baş Tirkiyeyê di hişên miletên Rojava da xatireyeke baş hîştiye?
Vê dewletê bi avabûna xwe ra hemû miletên xeyrîmulîm qetil kiriye û 20 milyon kurd jî ji xwe ra kiriye kole.
De îcar ku dera vê "xatireyeke" baş e?
Ji ber ku Kurdistan perçe kirin û kurd jî li çer perçan kirin bindest, bêguman ji miletên ereb, faris û tirk ra "xatireyeke" baş hîştiye, lê ne ji bo kurdan...
Wek min got, Talabanî di hevpeyvîna xwe da gelkî pesnê ”demokrasiya” Tirkiyê dide û dixwaze ku kurd bi vê demokrasiyê kêfxweş bin.
Talabanî Tirkiyê tim bi Îraqê ra, bi Seddam ra miqayese dike, ez fêm nakim ji bo çi pîvana me ewê tim dîktatorê herî zalim be?
Dibê em bi welatekî demokratîk ra miqayese bikin, ne bi Îraqê û Saddam ra ...
Lê esas Tirkiye tu carî ji Îraqê jî baştir nebûye.
Li Îraqê di dema Seddam da radyo, telewîzyon, mekteb, zanîngeh, rojname, parlamenterên li ser navên kurdan û gelek dezgehên kurdan hebûn.
Zimanê kurdî ne qedexe bû.
Li Tirkiyê partiyên kurd qedexene, zimanê kurdî hîn jî qedexe ye, di girtîgehan da girtiyên kurd nikanin bi kurdî binivîsin, dema binivîsin dibê heqê wergera tirkî bidin.
Di dadgehan da nahêlin siyasetmedar û serokên kurdan bi kurdî bipeyivn, perwerdeya bi zimanê kurdî qedexeye, 1000 zarok û 1500 siyasetmedarên kurd ji bo ku kurdayetiyê dikin di hefsan da ne, navên kurdî qedexe ye, elîfbeya kurdî qedexe ye, navê Kurdistanê û heta navê Kurdistana Federe jî qedexe ye…
Û Talabanî hîn jî ji kurdan ra dibêje dibê hûn qedrê vê ”demokrasiyê” bizanibin…
Yaho carê li Tirkiyê dewlet hebûna kurdan qebûl nake.
Hîn do ji ber ku çend BDP-liyan ji straneke kurdî ra li çepikan xistibûn mahkimeyê nizanim çend meh ceza daye wan.
Tu qala kîjan demokrasiyê dikî, ez benî?
Xwezî tiştên tu dibêjî hemû rast bûna, li Tirkiyê demokrasî hebûye, lê ne wisa ye, li Tirkiyê di resmîyetê da tu mafekî kurdan tuneye, heta li gor qanûnê kurd nikanin navê ”Welat” jî bi bidin zarokên xwe.
Talabanî wek serokekî kurd gotiye ew ji Stenbolê pir hez dike û dixwaze bîranînên xwe li wir, li Boxazê binivîse…
Pir ecêb e, serokekî wek Celal Talabanî, Amedê, Mahabadê Wanê yanî bajarekî, gundekî Kurdistanê xeyal nake, himêza gelê xwe xeyal nake, welatekî ku 20 milyon gelê wî lê bindest e, li Stenbolê, bajarekî ku zarokên kurdan her roj lê tên lînckirin xeyal dike....
Hewlêr ya jî bajarekî din yê Kurdistanê buhuşta cîhanê be jî serokekî tirk, yekî tirk nabêje ez dixwazim bîraanînên xwe li wî bajarî binivîsînim.
Lê serokên me ne tenê heyranê bajarên tirkan e, ew her wisa heyranê wan û demokrasiya wan in jî…
Heyf, sed carî heyf…

20 oktober 2010

Hasan Cemal plana hukûmetê ya bi dizî eşkere dike

Di nava rojnamevanên tirk da Hasan Cemal, rojnamevanekî ku him mesela kurd û şerê PKK-ê yê çekdarî pir baş fêm kiriye û him jî demokratekî rastgo ye, êdî xwe wek berê otosansur nake.
Hasan Cemal piştî hefteyek gera xwe ya li Kurdistanê ev çend roj in di rojnameya Millîyetê da çavdêriyên xwe dinivîsîne.
Hasan Cemal li ser siyaset û plana dewlet û hukûmetê ya li hember PKK-ê, BDP-ê û di derbarê şiklê çareserkirina mesela kurd da tiştên pir cidî, pir girîng dibêje.
Dema meriv hemû nivîsên Hasan Cemal dixwîne, meriv digihîje wê baweriyê ku plana hukûmeta AKP-ê ya esasî û rastîn şikandina serîhildana kurdan e.
Tu nêtmêta hukûmetê dayina tu mafan tuneye, hemû xapandin û qezenckirina wextê ye.
Ji be ku teror, girtin, kuştin bi serê xwe êdî têr nake, dibê li hember kurdan hin taktîkên din bikar bînin.
Hukûmet nuha vê taktîkê bikar tîne, li gel hêza piyadeyê hêza îstîhkamê jî xistiye dewrê, ji pa ra alîkariyê dide hêza şerkar...
Cemal, li gelek bajarên Kurdistanê geriyaye, bi gelek berpirsiyarên dewletê yên siwîl û leşkerî ra sohbet kiriye û dîtinên wan fêr bûye.
Li gor Hasan Cemal, dewlet hîn jî dibêje, "PKK dixwaze bira li çiyê ya jî li bajêr be, ezê bera pêdim, bigrim, bikujim û bi vî rengî jî mesela kurd hel bikim."
Yanî ji bo dewlet û hukûmetê "çiya û bajar” ferq nake, kî ji bo miletê kurd tiştekî bixwaze ew "terorîst" e, dijminê dewleta tirk e û dibê ji ortê bête rakirin.
Cemal dibêje:
”Dîtina dewletê ev e. Lê ne tenê ya dewletê, Ya serokwezîr Erdogan jî bi ya dewletê ra eynî ye. Hukûmet jî wisa bawer dike ku dema PKK-ê û KCK-ê têxin eynî kefeyê û herduyan jî ceza bikin,(hûn viya biqedînin fêm bikin û bixwînin) wê demê ewê bikanibin rê li ber çareserkirina mesela kurd vekin.”
Ji van çavdêriyên Hasan Cemal jî meriv fêm dike ku ev operasyonên li dijî BDP-ê û girtina 151 siyasetmedarên kurd di esasê xwe da plan û projeya Erdogan, AKP-ê û hukûmetê ya qedandina tevgera kurd ya netewî ye.
Erdogan û hukûmeta wî li rû bi derewan qala dayina hin mafan dikin, ji bo ku koran bi çav û kerran jî bi guh nekin û çepheya xwe zêde fireh nekin, bi hin tiştmiştên biçûk kurdan mijûl dikin, dixapînin....
Heger ne wisa bûya îro ewê bi sedan endam û berpirsiayrên BDP-ê ne di hundur da bûna, her roj bi dehan kurd bi îthama "PKK" ye negirtana.
Yanî nêta AKP-ê û ya Erdogan ya rastîn ne dayina mafan e, têkbirina miletê kurd û şikandina berxwedana kurda ye.
Hasan Cemal, qala sohbeta xwe ya bi serokê belediya Hekariyê Dr. Fadil Bedirxanoglu ra dike, dibêje Bedirxanoglu wiha got:
Ev dewlet hemû kolanên Hekariyê jî ji zêr çêke ewê feydeya wê tunebe. Heta ku nasnameya min ya kurdî, zimanê min qedexe bike aştî li derî naxe. Piştî ku ji kolanên zêrîn cenaze derbas bibin ewê çi were guhertin ku."Bedirxanoglu pir xweş gotiye, şertê çareseriya mesela kurd baş aniye zimên, heta ku dewlet hebûna kurdan û zimanê wan qebûl neke, kurd aş nabin, şer ranaweste.
Mesela kurd ev e.
Lê dewlet û hukûmet hîn jî vê rastiyê qebûl nake, hîn jî bi şiklekî bêheya dibêjin ”sebebê vê serîhildanê bêkarî, feqîrî û nezanî ye.”
Gava ew kar bidin kurdan, zikê wan têr bikin û bi perwerdeya tirkî wan ji cehaletê xelas bikin, ewê him PKK biqede û him jî BDP û bi vî rengî mesela kurd jî ewê nemîne.
Hukûmetên berî AKP-ê wiha difikirîn û nuha AKP jî wiha difikire.
Ferq tenê di metot û taktîkan da ye.
Lê kurdan ne carê, heta nuha tam 28 caran ev derewa dewleta tirk pûç kir, ev xeyala wan vala derxist.
Mesela kurd ne meseleyeke feqîriyê, bêkariyê û cahiliyê ye, kurdan ne ji bo ku halê wan xweştir bibe heta nuha 28 caran serî hildane.
Ev derew e.
Şerê kurdan şerekî netewî ye.
Serîhildanên berê jî û PKK-ê jî ji bo mafê kurdan yê netewî serîhildane, dest avêtine çekan, sebeb ev e.
Ji bo ku dewletê got "kurd tunene, zimanê kurdî tuneye, kesên ji xwe ra gotin em kurd in avêtin zindanan" kurdan 28 caran serî hildan, PKK-ê dest bi şerê çekdarî kir, keç û xortên kurdan derketin seri çiyan.
Li Mêrdînê garsonekî dêrikî ji Hasan Cemal ra gotiye:
”Berê eskerek tenê bihata gund hemû gund radibû ser nigan, derbasî hazirolê dibûn. Nuha hezar leşker jî werin gund, ew gund yek şexsî jî nade. Ew dewran qediya…”
Dewlet û Erdogan vê yekê dibînin û loma jî hin taktîkên nuh bikartînin.
Ji ber ku kurdan dîwarê tirsê bi ser serê dewletê ta hedimandine loma jî AKP-ê îro hin rê û metodên din diceribîne, lê nêt eynî wek ya do ye, şikandina tevgera kurd ya netewî yeû bindest hîştina kurda ye.
Hasan Cemal di dereke din ya nivîsa xwe da li ser nesamîmîbûn û nêtxerabiya hukûmetê dibêje:
”Yên ku bi salan realîteya kurd înkar kirin, îro realîteya PKK-ê înkar dikin.”Bi rastî jî wisa ye, dema yekî got ”mesela kurd û PKK-ê ji hev cuda ye, ez mesela kurd qebûl dikim, lê PKK terorîst e”, bizanibin ku ew kes bi qasî PKK-ê li dijî kurdan û mafê wan yê netewî ye jî…
KOMKAR.eu, ”xelata aştiy” nade Hasan Cemal, dide yekî wek Cengîz Çandar. Bi dîtina min Beşîkçî Xoce ne tê da , di nava tirkan da Hasan Cemal kesê yekem e ku layiqî xelatê ye û loma jî dibê Komkarê ji dêlî Cengîz Çandar ve, xelat bida Hasan Cemal, çimkî wî bêtir heq kiriye…

19 oktober 2010

Rexneyeke kevn

Ser maseya min ya nivîsê(yanî ser ekrana kompîtera min)ji dokumentan û tiştmiştên belasebeb bûbû weke dikaneke tiftarên kevn difroşe, ji tevliheviyê çavan çav nedidît.
Lawikê me yê mezin Azad, wê rojê li vir bû, gava kompîter vekir û ev halê han dît matmayî ma, got bavo wiha nabe, dibê ser masê paqij be.
Herçiqas min got ezê dûra bikim, pere nekir, dest bi paqijiyê kir, hin tişt avêtin û hin tişt jî ji min ra xistin dosyeyekê.
Got bavo, hêdî hêdî ji xwe ra li vê dosyeyê binêre, tiştên lazim hilîne û yên nelazim jî bavêje.
Nuha min biçikî bala xwe da wê dosyeyê. Ez rastî nivîseke xwe(Qomentek li ser No Qomentê) hatim.
Min nivîs di sala 2006-an da(25/5-06)ji malpereke bi navê ”No Qoment” ra şandiye.
Ev malper hîn heye, tuneye ez nizanim.
Min nivîs xwend, kêfa min jê ra hat. Loma jî min biryar da ku ez îşev wê biweşînim.
Bi vî rengî bira ew jî têkeve bloga min û nava nivîsên min yên eyan. Ya na ezê rojekê bi şaşî bavêjim û ewê ji kîsê min here.
Dibê ez wê îşev ji mirinê xelas bikim.
Ez bawer nakim heta nuha 20-30 kesî xwendibe.
Ji ber ku ez vê nivîsê diweşînim dibê çîroka, "cihuyê topavêtî defterên kevn serûbin dike" neyê bîra kesî, min top navêtiye û benzîna min jî neqediyaye...

Qomentek li ser No QomentêEz nuha li malpera we ”No Qomentê” rast hatim.
Wey bimbarek be û hûn û hemû kurd wê bi xêr û xweşî bixwînin û têra dilê xwe lê temaşe bikin. Piştî van gotinên min yên gelkî giranbuha û xweş, nuha jî dora rexneyên min e.

We di binê navê malpera xwe da gotineke pêşiyan, "yê ku zane zane, yê ku nizne baxê nîskan" e nivîsîye.

We gelkî baş kiriye ku we ev gotina xweş nivîsîye.
Lê çi heyf û mixabin we kiriye gêrmiya gavanan, yanî di mesela rastnivîsê da hûn baş bi ser neketine, we "piçikekî" şaşo-maşo nivîsîye.

Nizanim çima?

Xwedêgiravî wezîfeya we rastkirina çewtiyan e. De îcar çima hûn bi xwe çewtiyeke hewqas beloq dikin?

Di mesela dîtina çewtî, ewyb û qusûrên hin camêr û malperan da bala min lê ye heta hûn bixwazin çavên we baş dibîne û hûn tiştên gelkî rast dibêjin. Lê dema dor tê ser we, hûn nikanin gotineke pêşiyan jî rast binivîsin.

Gelo çima ?

Ez dêbêjim bi qasî ku hûn kêmasiyên xelkê dibînin, (bi rastî jî hûn pir baş dikin) hûn yên xwe jî bibînin ewê gelkî baş be.
Yanî dema meriv bixwaze zimanê xelkê rast bike, dibê zimanê meriv jî rast be.

Nuha ez werim ser mijara xwe, yanî ew gotina pêşiyan dibê çawa were nivîsîn. Tiştê ez pê dizanim dibê wiha be:

"Yê zane zane, yê nizane baqê/î nîskan e".

De îcar we ”ku” ji ku dexist û ”baq” çima kir “bax?”

Qey ji ber ku hûn li Ewrûpayê dijîn, we rabûye ev gotin hinekî ”modernîze, lêzêde û deforme” kiriye.
We ji kîsê xwe(ji ber ku xelkê wer negotiye)du heb ”ku” yên tu dibê ecêb lê zêde kirye û baq (yanî qevdek) jî kiriye “bax.”

Ji bo çi we li ciyê rehetiyê ”ku” lê zêde kiriye û baqê xelkê jî kiriye ”bax” ?

Malneketno ma hûn qet nefikirîn, ma cara ”baxê nîskan” heye ?

Ma viya bû rezê tirî, bû çi?

Ez zanim hûnê bibêjin, ”çewtî di Quran”ê da jî dibe.

Rast e, lê li alî din jî meriv malê xelkê xera neke çêtir e, xelkê çawa gotiye dibê meriv jî wer binivîse.
Ku meriv pê qayil nebe, wê demê dibê meriv bi xwe tiştekî bixuliqîne. Îcar dema meriv xuliqand, dilê meriv çawa bixwaze meriv dikane wer binivîse.

Wek Lotikxanê, kêfa min gelkî ji hebûna No Qomentê ra hat. Xwedê jiyana wê dirêj û zimanê wê jî rasttir bike.
Lê sernivîsa wê jî rast bûya ewê bêtir kêfa min jê ra bihata...

18 oktober 2010

Xwedê hevza Kurdînfoyê ji "hevalên" wiha bike

Do di malpera Kurdînfoyê da çewtiyeke sernivîsekê bi ber çavê min ket. Min jî rabû di facebookê da ev çend rêzên jêrîn nivîsand:
-Di malpera Kurdînfo da nivîseke bi tirkî, bi sernivîsa "Anadîl mî resmî dil mi?" û "Zimanê Mê !" heye.
Belê, we şaş nexwend, "Zimanê Mê"!?
Di jiyana xwe da ev cara pêşî ye ez dibihîzim ku li cîhanê "Zimanê Mê" û "Zimanê Nêr" jî hene.
Min xwest ji we jî bipirsim, gelo we bihîtibû ku "Zimanê Mê" heye?
Min bi xwe nebihîstiye....
Lê ez ditirsim ku qest "Zimanê Me" be...
De kerem kin hûn jî dîtin û texmînên xwe bibêjin...


Li ser vê kurtenivîsa min 13-e şirove hatine kirin. Ji van şiroveyan yek jî ya birêz Abdulhay Okumuş e.
Abdulhay Okumuş
, di şiroveya xwe da xwedêgiravî berê sipasî min kiriye, ji bo ku min ev şaşî eşkere kiriye.

Lê dû ra jî gotiye, bi qasî ku ji wî ve xuyaye dibê "problemeke" min bi malperê ra hebe, ji bo ku ez Kurdînfoyê rexne bikim ez ”li keysê geriyame.”
Okumûş wiha gotiye:
jibo vê tesbita şaşıya sernivısê, em spskarin bo Zinarê xamo. Gelo brêz zinar berıya ku li vêderê binivıse berpırsıyarê malperê hişyarkirıye an na? Zinar berpirsıyarên malperê baş dinase û dikare biwanre têkeve têkilıyê û vê şaşıtıyê bide rastkirin. Lê biqası ku jiminve tê xuya brêz zinar bi malperêra problemek wı heye, û jibo rexnekarıyê li keysê gerıyaye. hêvidarm ku ez şaşbim. slav û rêz”


Di van gotinên jorîn da îthamên pir mezin hene, min bi nêtxerabiyê, bi kêmfersendiyê bi dijminatiyeke fisgenikî îtham dike.

Henekeke min ya li ser şaşiyeke rastnivîsê bi vî şiklî şirovekirin bi rastî jî tiştekî dûrî aqilan e, ez bi xwe matmayî mam.
Bersîva herî maqûl û biaqil ew bû ku hevalan jî hin şiroveyên mîzahî bikirana, ez li hêviya bersîv û şiroveyên wiha bûm.
Ez qet ne li hêviya bersîveke bi vî rengî bûm…
Heger dereceya tehamula rexneyê ev be hevalan havili kirin...
Ez birêz Abdulhey Okumuş qet nas nakim, tenê ji paşnavê wî texmîn dikim ku ewê merivê Eşref Okumuş be(lê dikane ne wisa be jî)lê wisa xuya ye ku ya nuh bûye berpirsiyarê hevalan ya jî endamekî ku dixwaze xwe îspat bike.Loma jî Kurdînfoyê pir cansîperane, eynî wek mirîdekî, wek milîtanekî PKK-ê diparêze, ew jî nahêle kes ”xwar” li hevalên wî binêre.
Ji bo ku min gotiye nivîsandina ”Zimanê Mê” şaş e, min bi kêmfersendiyê û nêtxerabiyê îtham dike....
Ya sitar, Xwedê meriv ji buhtanên giran bisitirîne.
Xwedê meriv ji hevalên wiha bistirîne, ez hêvî dikim ku kesên wiha di nava hevalan da ne zêde bin, ku zêde bin weleh çû ji wan da.
Min sirekî hevalan eşkere nekiriye, min gotineke xerab, rexneyeke siyasî û îdeolojîk li Kurdînfoyê negirtiye, min gotiye çima hûn rê didin şaşiyeke wiha, dibê hûn karê xwe cidî bigrin, rê nedin şaşiyên wiha beloq.…
Dijminatî di ku dera vê gotina min da heye?
Tu sebeb tuneye ku ez vê gotinê eşkere nebêjim, di orta xwe û wan da bibêjim….
Helbet min dikanîbû ev yek ji hevalê Kurdînfoyê ra ya bi meylê ya jî bi devkî jî bigota. Û ez bawer dikim heta nuha min çend caran jî gotiye û nivîsandiye jî.
Lê min qet texmîn nekir ku hinekê nêteke xerab di pişt vê heneka min da bibîne û min bi dijminatiyê îtham bike.
Lê ji ber ku min kêmasiyeke wiha biçûk eşkere aniye zimên ev nayê wê maneyê ku ”problemeke min bi Kurdînfoyê ra heye û ez li keysekê” digerim.
Wê demê ez li ser kê eşkere binivîsim ew jî dikanin eynî tiştî bibêjin.
Ji ber ku ez hemû rêxistin û malperên kurdan nas dikim û hemû jî pir hindik nas û dostên min in...
Heger meriv li gor pîvana Abdulhay Okumûş hereket bike, wê demê dibê meriv tu carî kêmasî û şaşiyên dost, nas, meriv û havalên xwe eşkere nebêje, tim bi dizî û di guhên wan da bibêje.
Dema meriv eşkere bibêje meriv dijmin e, ne xêrxwaz e.
Tenê dibê meriv dijminê xwe vekirî rexne bike.
Ji dost û hevalên xwe ra dibê meriv eşkere nebêje, we ”herfek” jî şaş nivîsî ye, dema te got, ev dibe dijminatî…
Û ya herî trajîkomîk jî ew e ku xwediyên vê mentalîteyê dewletê û PKK-ê bi bêtehamuliyê û nedemokratbûnê îtham dikin...
Lê ew bi xwe henekeke herî biçûk jî weke dijminatiyeke bi dizî, wek keysperstiyê dibînin û bi dilnexwaziyê ve girê dididn.
Ji ber ku ne meseleyeke îdeolojîk û siyasî bû, çewtiyeke rastnivîsê ya eşkere bû û loma jî min xwest ku bi henekekê bala hevalan bikşînim ser vê şaşiya wan, ji bo ku rast bikin.
Min heta nuha bi dehan caran malper û rojnameyên kurdan bi vî rengî rexne kiriye.
Carê min navê malpera Rizgarî nedabû, Rizgariyê bi xwe nivîsand, got te çima navê me ji bîr kiriye, em jî gelek caran çewtiyên bi vî rengî dikin.
Welhasil, bi rastî jî kurdbûn tiştekî pir zor e, tu şaşiyan, kêmasiyan, çewtiyan nebêjî, dibêjin tu ne ronakbîr î, tu tirsonek î, tu oportunîst î, tu ne merivekî rastgoyî û nizanim çi û çi û dema tu dibêjî jî dibêjin tu neyartiya me dikî, ”problema te bi me ra heye, tu li keysê digerî…”
Yanî meriv çi bike jî meriv neheq e, miheqeq ewê qulpekê bi te vekin.
Ez li ser PKK-ê, Azadiya welat û malpereke wan binivîsim ewê ji min bixweyidin, bibêjin tu çima neyartiya me dikî, li ser PSK-ê Riya azadî, Dengê Kurdistan, HAKPAR-ê yanî li ser kîjan kurdî, kîjan rêxistinê û kîjan malperê binivîsim ewê eynî tiştî bibêjin…
Di destê min da dimîne, ereb, tirk û faris…
Dibê ez tenê wan rexne bikim, kurd bêkamasî û bêqusûr in, ziyaret in, însan û hêzên muqedes in, dibê meriv tu carî qala kêmasî û şaşiyên wan neke…

17 oktober 2010

Pîlaqa* salên 80-î

Gotineke kurdan heye, dibêjin ”Dînê Mihemed dînekî eşkereye”.
Esas hemû dîn eşkere ne, dînê bi dizî û veşartî tuneye, lê axir bi kurdî biwêjeke(tabîreke, deyîmeke)wiha heye.
Min ev nimûne ji bo ku we ji çalakî û kirinên xwe yên do haydar bikim got.
Yanî ez naxwzim ”hin tiştan” bincil bikim, ji we xwendevanan veşêrim…
Ya baştir ew e ku ”hin tiştan” bi ber guhê we xim jî.
Yanî dixwazim bibêjim ku tiştê min jî wiha eşkere ye, ez êdî ”îllegal” naxebitim, min ji zûdaye dev ji xebata sirrî/îllegal berdaye.
Bi kurtî do êvarî ez mîvanê Mamoste bûm.
Lê îcar ne bi tenê, ez û xanim bi hev ra.
Lê ji xwe şahî, ne ya mêran tenê ya mêr û xaniman bû, her kesî xanima xwe anîbû.
Erê me xanim biribûn lê ne ji bo ku em bi hev ra rûnin, bi hev ra têkevin şêwr û mişêwran, weke her tim me ew li derekê kom kirin û bi vî hawî me xwe ji wan xelas kir.
Ji ber ku dema em bi hev ra rûdinin nahêlin em tê ra dilê xwe qala salên 1980-î bikin, dibêjin ev çi sosiret e?
Yanî bi gotineke din ew jî ji şêwra me hez nakin.
Heft çîrokên hirçi hene her heft jî li ser hirmiyê ne.
Yê me jî bûye ev mesele, herewereçîroka salên 80-î ye, em tim qala vê çîrokê dikin...
Xanima min îro ji min ra got:
- Ma hûnê kînga dev ji “salên 80-î” berdin û werin îro, kîjan carê em werin ba hev, hûnê herin “salên 80-î” û di wir da asê bibin, di “salên 80-î” da nizanim kê çi kir û kê çi got û me çima wiha kir û çima wiha nekir... Bes e, ma hûn jê aciz nabin?”
Min bala xwe dayê xanim rast dibêje, ev 30 sal in em wê pîlaqê didin ser, bi wan bîranînên wan salan û wan şertan ra dijîn û tim wan dubare dikin.
Ya xerab "pîlaqa" me ne dişkê û ne jî xerab dibe...
Lê ne "pîlaqek" tenê ye jî, me her yekî “pîlaqek” xwe heye, dema em tên ba hev, her kes “pîlaqa” xwe dide ser û dixwaze meriv tenê li ya wî guhdarî bike û ya herî orgînal û rast jî ya wî ye, “pîlaqên” din, bîranîn û argumentên din hemû şaş in, ne rast in...
Kes naxwaze qebûl bike ku rastî ne tenê tiştên tên bîra wî bi tenê ye, hin rastiyên nayên bîra wî lê tên bîra hevalê jî dikanin rast bin.
Her kes hafizeya xwe weke “arşîva belgeyên rastîn” qebûl dike û hafizeya hevalê xwe jî weke ya “belgeyên sexte”.
Û loma jî kes “belgeyên” kesî qebûl nake, her kes dibêje, hafizeya min ya herî saxlem e...
Min do jî got û nuha jî dibêjim, hin tişt di hafizeya min da mane, ew tên bîra min, lê enayê wê maneyê ku tiştên nayên bîra min û tên bîra hevalên min hemû şaş û ne rast in...
Welhasilîkelam me do êvarî jî saet hetanî duduyê şevê(02.00)gewrî li hev qetand, lê gorî hin carên din îcar bi rengekî nermik û naziktir...
Hevalekî bi erebê em gîhandin mal, saet tam duduûnîvê şevê bû.
Bala xwe bidê, hindik mabû bêhemdî xwe min agahiyeke ne rast bida we. Hevalê min nizanîbû erebe bajota, ya şufêr xanima wî.
Yanî ne hevalê min, xanima wî xêra xwe em gîhandin mal.
Li Swêd gelek mêrên kurd hene ku xanimên wan dizanin erebê bajon lê ew hîn nizanin bajon. Yanî ne li Kurdistanê tenê, jinên kurd li vir jî mêr derbas kirine...
Îcar ji ber ku do min pir vexwar û pir dereng jî raketim, loma jî ez îro xwe pir westiyayî û bêhal his dikim.
Di ser da lawikê me yê mezin Azad jî îro hat mal. Her cara tê, dibê diya wî jê ra hin xwarinên xweş çê bike.
Îro jî eynî tişt kir, min got xanim, em westiyayî ne dev jê berde, em nikanin tu xwarinan çêkin, got na nabe, tu ji min ra pîvazan hûr bikî ezê jê ra “nanê goşt” çêkim, çimkî Azad ji nanê goşt(lehmecûn) hez dike.
Ez feqîrê Xwedê xew li ser çavê min ji mecbûrî rabûm ketim ber pîvazan, torbeyek pîvaz bi min da hûrkirin....
Baweriya we ji Xwedê hebe hîn û hîn jî hêsir ji çavên min tên...
Lema jî ez nikanim zêde dirêj bikim, dibê ez li vir biqedînim....

*Sêlik, plak

PARVE BIKE