19 september 2010

Qoserî û navê Sezen Aksu yê

Bi rastî jî em kurd miletekî reben û carnan jî hinekî ”kêmaqil” in.
Dema tirkek ji me ra dibêje "merheba", ji kêfa em dîn û şepleyî dibin, bask tuneye ku em pê bifirin.
Û loma jî tavilê em dixwazin ya wî bikin serokê/seroka xwe ya jî bi kêmsaî navê wî/wê bidin kuçe û kolaneke bajarekî Kurdistan.
Do di facebookê da ji min ra bangek hat, dixwaze ez piştgiriyê bidim kolaneke bi navê Sezen Aksu yê.
Ez fêm nakim Sezen Aksûyê ji bo Qoserê(Qizoltepe) û ji bo kurdan çi kela fetih kiriye ku we hin Qoseriyan rabûye jê ra malpereke bi navê (Kiziltepe de Sezen Aksu sokgai olsun) saz kiriye û hûn dixwazin navê wê bidin kolaneke Qoserê/Qiziltepe?
Tu dijminatî û dijayetiyeke min li hember Sezen Aksu yê tuneye, jinik ne însaneke xerab e û ne dijmin a kurda ye.
Lê ev nayê wê maneyê ku hema tirkek du gotinên xêrê di heqê me da bike emê rabin tavilê navê wî/wê bidin kolanekê ya jî bikin seroka belediyê ya jî mebûsên xwe…
Ma kevir barî sezen Aksuyê stranek bi kurdî got û du gotinên baş di heq kurdan da kir…
Heger pîvan ev be wê demê ewê navên hemû kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê bibin navên kes û şexsietên tirk.
Ma her car ku tirkek bibêje zilmê li kurdan nekin, ya jî gotineke baş di heqê me da bike, ya jî straneke kurdî bibêje qey emê rabin bikin serokê xwe ya jî navê wî bidin kolanekê?
Ku wiha be, ev 40 sal in ku ez xwe ji bo kurdan dikujim, ez xwe diçirînim, min ji Sezen Aksuyê milyon qatî zêdetir xizmet ji kurdan ra kiriye û gotinên baş gotiye, wê demê navê min bidin kuçe û kolaneke Qoserê, ziqakekê bikin kolana ”Zinarê Xamo”.
Ji ber ku min ji wê bêtir heq kiriye….
Ez dizanim hûn navê min nadinê, çimkî heta dor were min ewê bibe êvar, ji ber ku berî min Mistefa Aydogan heye, navê wî bidinê…
Haydê em bibêjin ku hûn bi Mistefa Aydogan qayil nabin, hûn dibêjin ku ew bi qasî Sezen Aksuyê ne meşhûr e.
Qebûl…
Îbrahîm Seydo Aydogan heye, ji bajarê we ye û ew jî tê ra xwe meşhûr e, navê wî bidin kolanekê.
Bavo em bibêjin ku kêfa we zêde ji Mistefa û Seydo ra nayê, wê demê navê Husên Duzen bidin kolanekê.
Heger ev jî nakeve serê we, navê gula Qoserê Emer Xoce(Suleyman Akkoyun) bidin kolanekê.
Ez kefîlê Emer Xoce me, ez sond dixweim ku ew hezar qatî ji Sezen Aksuyê bêtir layiqî vê xelatê ye...
Lê hûn nakin, çimkî gîha hewşê tahl e, ya hewşa tirkan tim şêrîn e…
Bavo em bibêjin ku hûn naxwazin navê mêrekî qoserî bidin kolanan, hûn dixwazin navê jinekê be, baş e, di dîroka kurdan da bi hezaran jinên kurd yên meşhûr û canfîda hene, ji wan navê yekê lêkin.
Ma dibê miheqeq tirk be?
Carê dibê meriv navên bi tirkî ji xwe qet li kuçe û kolanan neke. Dibê hemû nav bi kurdî bin.
Ya din jî dibê meriv hewqasî zû nebe heyran û qurbanê xelkê, dibê meriv ji xelkê bêtir qedir bide mirovên xwe…
Ji ber van sebeban ez li dij im ku navê Sezen Aksûyê li kolaneke Qoserê were kirin.
Heger ewê navekî nuh li kolaneke Qoserê were kirin, dibê ev, navê yekî/yeka kurd be….

1 kommentar:

  1. Apê Zinar,
    Tishtê ku ez li gotinên te zêde bikim, nîne.
    Em kurd bune milletekî pir sharlatan. Bi vê sharlataniyê jî ji tirkan ziman u nasnameya xwe dixwazin. Ma kîjan dijmin li dijî sharlatan u qeshmerên wekî me yên bê heysiyet u bê aqil hurmetê nîshan dide, kîjan dijmin?! Îcar ev heman sharlatan u qeshmer rabuna xelkê kurd jî temsîl dikin.

    Bi sedan, bi hezaran, bi sed hezaran kurdên feqîr u kurdperest ji bo Kurdistanê canê xwe dane, di nefesa xwe ya dawiyê da, tu guman jî li baweriya xwe ya ji bo Kurdistanê nekirine u bar kirine chune ebediyen... Gelo ji bo ku ev sharlatan u qeshmerên kurd navên tirkan li kolanên kurdan bidin, wan canên xwe kirin goristan?!

    Gava mêjî seqet be, tevger bi xwe zir seqet dibe.

    Silavên dilgesh

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera

PARVE BIKE