14 september 2010

Kurdno guh bidin vê bangê !

Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî), ji bo boykotkirina dibistanên tirkî do li Amedê daxuyaniyek da û ji gelê kurd xwest ku hefteya destpêkê ya perwerdehiyê dibistanan boykot bikin.
TZP-Kurdî, ji roja ava bûye û heta nuha tim tiştên baş û girîng, tiştên ku siyasetmedar û ronakbîrên kurdan qet bîr nabin, dibêje û dike.
TZP-Kurdî, bi vê banga xwe ya ”hefteyekê boykotkirina dibistanên tirkî”, dîsa biryareke pir girîng girtiye û gaveke dîrokî avêtiye.
Kurd şer dikin, pir dixebitin lê ji dewletê tiştên konkret naxwazin, ji bo wan danakevin kuçe û kolanan.
Loma jî daxwazên wiha berbiçav pir girîng in.
Li ruyê cîhanê tevgereke din bi qasî PKK-ê û BDP-ê xurt û mezin tuneye, ev ne mubalaxeye, rastiyeke.
Lê li gor vê xurtî û hêza muteşem ya dêwîn, daxwazên PKK-ê û BDP-ê yên ji bo çareserkirina mesela kurd ne zelal in, pir tevlihev in, ne tirk û ne jî kurd baş nizanin bi rastî PKK û BDP ji Tirkiyê çi dixwazin.
PKK-ê û BDP-ê heta nuha gelek caran, gelek tiştên li dijî hev gotine.
Daxwaza me kurdan ya ji dewletê çuqasî zelal û eşkre bibe û ev yek jî di serê kurdan da cî bigre ji bo me hewqasî baş e.
BDP ev demeke, biçûk be jî axir hin tiştên berbiçav, hin daxwazên hinekî ”konkret” tîne zimên, ”qala xweseriya demokratîk” yanî şiklekî ”otonomiyê” dike.
Ev daxwaz dikane ne li gor dilê me be, heta em hinek dikanin li dij bin, lê axirê daxwazeke, meriv dizane çi dixwaze.
Ez bi xwe vê gavê pir baş dibînim.
Serokê Konseya Rêvebir yê PKK-ê Mûrad Karayilan jî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya îspanî El Mundo ra gotiye, ew ji xwe ra Îspanyayê wek mînak digrin û ji Tirkiyê statuyeke wek ya Katalonyayê dixwazin.
Ev daxwaz hîn baştir û hîn vekirîtir e, Katalonya li ber ber çava ye, meriv dikane bala xwe bidê çi mafê katalaniyan heye…
Yanî ev jî daxwazeke berçav e, mişexes e…
Karayilan gotiye:
”Li gor vê modelê hikûmeta herêmî ewê bi kukûmeta navendî ra di nava ahengê da be, ewê hêzeke xwe ya polîs û parlamentoya xwe ya herêmî hebe. Heger em jî statuyeke wek ya Katalonyaya Îspanyayê ku xwedî otonîmîyeke fereh e bigrin, wê demê emê çekên xwe teslîmî Neteweyên Yekbûyî bikin.”Çiqas xweş, daxwaz pir vekirî ye, heger hûn ”otonomiyeke wek ya Kalonyayê bidin me kurdan, emê çekên xwe teslîmî Neteweyên Yekbûyî bikin.
Dibê kurd ne gotinên gurover, ne bi hin daxwazên vala û bêmane, bi daxwazên wiha berçav herin ser tirkan.
Ji ber vê yekê jî ez biryara TZP-Kurdî ya hefteyekê boykota dibistanên kurdî pir rast û dîrokî dibînim.
Dibê kurd bi girseyî beşdarî vê boykotê bibin û nîşanî dewletê û tirkan bidin ku kurd ne belasbeb, ji bo van mafên xwe yên netewî ev 30 sal in têkoşînê didin û xwîna xwe dirjînin.
Dibê hemû siyasetmedar, ronakbîr, çapemenî û medyaya kurd jî beşdarî vê kampanyayê bibin û piştgiriyê bidinê.
TZP-Kurdî, ne tenê ev bang kiriye, bi vê banga xwe ra gelek daxwzên baş û berçav jî ji hêz kurd û kurdan kiriye.
Berdevkê TZP-Kurdî Ercan, ev daxwazên jêrîn ji siyasetmedar û kurdan kiriye:

-Ji bo ku zarokên we ji dest we neçe, dibê tu kes zarokên xwe yên biçûk hetanî 6 salî neşine pêşdibistanên bi tirkî. Çimkî ew der aşê pişaftina zimanê dayikê ye.

-Her malbat ji bo van zarokên xwe yên biçûk û yên diçin dibistana seretayî heta yên ku biçin zaningehê (18 salî) daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê bikin, daxwaznamê bidin saziyên dewletê yên peywendîdar.

-Xwendekarên zaningehan jî ligel boykotkirina dibistanan ya hefteyekê daxwazname bidin heman saziyên dewletê û ji wan dazwaza perwerdehiya zimanê dayikê bikin.

-Divê hemû kes, komel sazî û rêxistinên demokratik ji bo vê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Bi vê minasebetê destpêka vebûna dibistanan ya îsal ji 20-ê îlonê heta 25-ê îlonê, li ser daxwaza, ”EM PERWERDEYA BI ZIMANÊ XWE YÊ ZIKMAKÎ DIXWAZİN”, helwesta dewletê ya nehuquqî û nemirovane napejirînin û dibistanan boykot dikin.

Bi vê nivîsa xwe ez ji nuha da piştgiriyê didim vê kaampanya TZP-ê û di eynî wextê da bang li hembû kurdan dikim ku ew jî guh bidin vê bangê.
Bi taybetî jî dibê PKK û BDP piştgiriya vê banga TZP- Kurdî bi xurtî bikin.
Wa ye KNK-ê (Kongreya Netewî ya Kurdistanê)îro bi beyanekê piştgirî daye kampanyaya TZP-Kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE