15 september 2010

Hin însan dişibin mar

Di malpereke kurdî da yekî weke mar bi min vedaye...
Mar du babet in.
Yek, marên bi jahrî û yek jî marên bêjahrî.
Marên bi jahrî bi pêvedanê, bi jahriya xwe nêçîra xwe dikuje.
Û marên bêjahrî jî bi riya lêpêçanê, bi jidandin û fetisandinê nîçîra xwe temam dike.
Lê him li gor kultura me kurdan û him jî li gor dînê Îslamê herdu babet mar jî xerab in, yek ji yekî ne çêtir e.
Lema jî pêşiyên kurdan gotine, ewladê şêxan bê sir, cêlên maran bê jahrî nabin…
Ya jî gava meriv qala merivekî ”bi binî, fisgenî, bêbawarî” dike , dibêje lawo, filan kes mar e, bira haya te ji te hebe, tu carî baweriya xwe pê neyne…
Mixabin kesên wiha li dor me pir in.
Bêguman li cîhanê mar ne heywanê herî dirinde û herî wahş e, lê ji ber zikreşî û qerekterê wî yê bêbextiyê, însan wî weke sembola herî xerab qebûl dikin.
Hevalê, dostê û kesê ku ji nişkave bi meriv ra bêbextiyê bike, meriv dibêje lawo çi marekî qartîşî derket…
Ya jî çi gur, çi rûvî, çi beraz û her wekî din...
Jihevgerandina marê bi jahrî û yê bêjahrî pir zahmet e, dibê meriv pirspor be û wan baş nas bike.
Herr wisa, naskirina dost, heval û nasên dişibin maran jî gelkî zahmet e, meriv bi salan bi wan ra dostiyê, hevaltiyê bike jî meriv nizane ew çi cins ”mar” in?
Esas piraniya însanan dişibin heywanekî(lawirekî, ajalekî)taybetî.
Hinek insan dişibin rûviyan, hinek dişibin kevroşkan, hinek dişibin dewêr, hinek dişibin keran, hinek dişibin mîhan, hinek dişibin bizinan, hinek dişibin kundan, hinek dişibin kûçikan û hinek jî dişibin maran.
Yanî pir hindik axir her însan bi hin exlaq û xusûsiyetên xwe dişibe heywanekî.
Çawa ku di mîtolojiyê da mar heywanekî xerab e(nebaş), bi xof û bêbawerî ye, her wisa însanên dişibin wî jî pir tahlûke, nankor û bêwefa ne, tu bi qasî çiyayê Agirî ji wan hez bikî jî bêfeydeye, rojekê ji xafil da miheqeq bi te vedidin…
Însanên dişibin maran tu carî bîr û bawriyên xwe vekirî û rasterast nabêjin, tim nêteke wan ya veşartî heye, ji ber qarekterê wan yê marîtiyê bi dizî, bi fisgenîkî, ji nişka ve weke maran bi meriv vedidin û jahriya xwe bera bedena meriv didin…
Ne şert e ku te xerabiyeke pê kiribe ya jî gotineke ne xweş jê ra gotibe lema bi te vedide, na, ji ber ku mar e loma jî dibê marîtiya xwe îspat bike.
Dostî û hevaltiya kesên dişibin maran pir û pir zor e, meriv tu carî nikane sedîsed baweriya xwe bi wan bîne.
Kesê marqerekter ji ber ku mar e, loma jî her tim dikane bi te vede, ev bêbextî di genê wî da heye, qerekterê wî yê esasî ev e.
Mar, him di dînê Xirîstiyanê da û him jî di Îslamê da sembola xerabiyê û pîşikê xerab e, di mîtolojiyê da rola Îblîs lîstiye.
Wek tê zanîn li gor dînê Îslamê yê ku Adem û Hewa xapand û bû sebebê qewirandina wan ya ji Cinetê mar e.
Mar berê Hewa xapand û fêkiyê ”Dara Jiyanê” pê da xwarin û dûra jî Hewa yê ew fêkî bi Adem da xwarin.
Loma jî Xwedê, herdu ji Cinetê(Beçê Eden) avêtin.
Û ji ber vê yekê jî li gor Îslamê mar, sembola Îblîs e û li her dera hate dîtin dibê serê wî were pelçiqandin.
Di dînê Xirîstiyaniyê û Tewratê da jî eynî çîrok heye û li gor Xirîstiyaniyê jî mar, heywanekî pîs û sembola xerabiyê ye…
Însanên dişibin maran jî weke maran nerind in, pir bi girr in, fêsad in, riya xerab biber însanan dixînin, însanan dixapînin.
Ji ber peyveke te ya ne li gor dilê wan, weke maran dikanin bi rojan, bi mehan bi pey te kevin û dema fersend dîtin bi dizî û ji xafil da bi te vedin.
Dostî, hevaltî li ba wan qet qîmeta xwe tuneye, gotinên bêmane ne, ji ber ku mer in, loma jî dibê weke maran hereket bikin.
Feleka meriv şaş dibe…
Çîroka rûvî û mar meşhûr e. Mar ji bo ku derbasî aliyê çem yê din bibe ji rûvî alîkariyê xwestiye, gotiye min derbas ke.
Rûvî gotiye, baweriya min bi te nayê, tu yê bi min vedî.
Mar soz dsyê, gotiye ez bêbextiyê bi te ra nakim.
Rûvî jê bawer kiriye û rabûye ew li pişta xwe kiriye û daye nava çem. Berî ku derkevin reşayiyê, mêr gotiye, birakê rûvî, weleh ezê bi te vedim...
Rûvî gotiye malneket, min çêyî bi te kir, min heta vir tu li pişta xwe kir û te soz da min ku tu yê bi min vendî. Nuha çawa tu yê vê bêbextiyê bi min ra bikî?
Mêr(mar) gotiye, ez mar im û dibê marîtiya xwe îspat bikim...
Însanên dişibin maran jî eynî wisa ne, tu ji wan ra her deh tiliyên xwe bikî mûm jî pere nake, şêkir tuneye, hevaltî gotineke vala ye, dibê bi te vedin...
Li gor rimildaran jî (falavêj, astrolog) di xewnê da dîtina mar ne elametekî baş, ne îşareteke xêrê ye, elameta xerebiyê ye.
Yanî heger we mar di xewna xwe da jî dît bizanibin ku ne elameta xêrê ye...
Ev yek ji bo kesên marqerekter jî derbas dibe, heger ew jî têkevin xewna meriv xerab e, dibê meriv bizanibe ku li dererkê di heqê meriv da fêsadiyek kirine.
Ez dizanim min îşev neheqî li mêr kir, lê ez mecbûr bûm, min ew weke sembol bikar anî...

3 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Ez dibêm bi rastî jî bê heqî li mêr kiriye. Mar jî wek hemî afirendeyan li duv jiyanê mayîn e. Tu heywanekî xerab yan bash tune. Hemu jî l gor shertên xwezayê tevdigerin u dixwazin sibeh jî li jiyanê bimînin (lê mixabin tenê genên me kurdan da xeletiyek chêbuye, loma jî em dixwazin bibin tirk, ereb u faris).

    Xalo, di eslê xwe da min ji nivîsa te ya îro tu tishtek fam nekir. Sebeba nivîsa te chi bu u tu dixwazî bi chi va girê bidî?

    Silav

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  2. Birayê Bernas Kurmanc, tu zanî ji bo ku meriv şexsiyet û qerekterê mirovekî îzah bike, meriv hin sifetan, sembolan bikar tîne, teşbîhê dike.
    Mesela meriv însanekî dişibîne "kûçik", "ker", "beraz",
    "rûvî" û hwd.
    Nefêmkirina te ya nivîsê normal e, ji ber ku tu wî "mar î" nas nakî.

    SvaraRadera
  3. Tu dermane caxve kuli,te dile min rehet kir.

    Metine xamo

    SvaraRadera

PARVE BIKE