12 september 2010

Dibê kurd ji netîceya referandûmê çi fêm bikin?

Dengdana referanduma guhertina hin madeyên destûra bingehîn li tevayiya Tirkiyê û Kurdistanê bi dawî bû.
Li gor netîceyên heta nuha yên ne resmî ji sindoqan "ERÊ" derketiye, piraniya milet gotiye ”ERÊ”.Ji sedî 58-ê milet di referandûmê da gotiye ”ERÊ û ji sedî 42-yan jî gotiye ”NA”.
Îcar ji ber ku rêjeya ”erê” û ”nayê” li gorî dengên hatine bikaranîn tê gotin, lema jî hîn baş nayê zanîn ku li Kurdistanê rêjeya BOYKOTÊ çiqas e.
Her çiqas nuha di destê me da hin netîceyên hin bajaran hebin jî, lê ya seranserê Kurdistanê hîn baş ne diyar e.
Bes li gora ku media nêzî PKK-ê dinivîse, li Kurdistanê piraniya kurdan referandûm BOYKOT kirine.
Weke di her hilbijartinê da dikin, vê carê jî hêzên dewletê û qoriciyan li gelek bajaran êrîş birine ser endam û berpirsiyarên BDP-ê û bi dehan kes birîndar kirine û bi sedan kes jî girtine bin çavan.
Yanî weke her tim ji bo ku rayên xwe zêde bikin vê carê jî kurdên mixalifên xwe terorîze kirine.
Ji xwe mêrikan tim wiha dikin, li Kurdistanê rayên hin kurdan bi xapandinê, yên hinekan bi bertîl û rişwetê û yên hinekan jî bi teror û zorê digrin.
Li gora nûçeya malpera ANF-ê, kampaniya BOYKOTÊ ya BDP-ê li Kurdistanê
serkeftineke mezin bi dest xistiye.
Li bajarên ku BDP di hilbijartinên berê da lê bûbû yekem û duyem, vê carê jî eynî netîceyê xwe nîşan daye, kesên neçûne ser sindoqan, yanî rêjeya BOYKOTÊ ji sedî 50 ye.
Li gorî reqemên ANF-ê netîceyên hin bajaran wiha ne:

Li Amedê rêjeya boykotê ji sedî 65 e. Ji 849 hezar û 859 hilbijêrên Amedê 299 hezar û 422 kes çûne ser sindoqan. Yanî ji nîvmilyonî zêdetir hilbijêr deng nedane.
Li Wanê, ji 530 hezar û 750 hilbijêran 230 hezar û 194 çûne ser sindoqê. Rêjeya boykotê ji sedî 56 e.
Li Colemêrgê, li gorî encaman ji sedî 88, 8 hezar û 243 kes deng bikar anî. Ev jimar jî ji sedî 7 nîşan dide. Yanî rêjeya boykotê ji sedî 93 ye.
Li Şirnexê ji 197,14 hilbijêran tenê 44 hezar 297 deng hatin bikaranîn. Rêjeya boykotê jî ji sedî 77 e.
Li Batmanê jî gelek sindoq hatine vekirin, ji 260 hezar û 955 hilbijêran 100 hezar û 973 deng bikar anîn. Rêjeya tevîlbûnê ji sedî 36. Rêjeya boykotê ji sedî 63 e.
Li Mêrdînê jî ji sedî 57 yê hilbijêran neçûn ser sindoqan.
Li Sêrt û Îdirê rêjeya boykotê derdorê ji sedî 50 e.
Li Mûşê ji sedî 46 hijbijêran neçûn ser sindoqan.
Li Dêrsimê jî ji sedî 35’ê hilbijêran zêdetir li gel eniya boykotê cih girt.
Li gorî encamên ne fermî rêjeya ‘boykot’ê wiha ye:
Colemêrg: ji sedî 93
Şirnex: ji sedî 78
Amed: ji sedî 65
Êlih: ji sedî 61
Mêrdîn: ji sedî 57
Wan: ji sedî 57
Îdir: ji sedî 49
Sêrt: : ji sedî 49
Mûş: ji sedî 46
Agirî: ji sedî 44
Dêrsim: ji sedî 33
Qers: ji sedî 31
Riha: ji sedî 31
Bedlîs: ji sedî 30
Dîlok: ji sedî 27
Çewlik: ji sedî 22

Bi dîtina min him biserketina cepheya ”ERÊ” û heger rast be him jî li Kurdistanê zêdebûna rêjeya ”BOYKOTÊ” ji bo kurdan netîceyên pir baş in.
Ji bo qanûneke nuh ya bingehîn kurd nuha bihêztir in, BDP û kurdên deng dane AKP-ê nuha hîn bêtir doza guherandina qanûna esasî bikin.
Û ji xwe Erdogan jî soza vê yekê dabû.
Ya din, fikrê ”boykotkirina” sîstema dewleta tirk, dewleta ku me weke milet nas neke, em jî wê nas nakin, pir baş e, dibê kurd li ser vê meselê rawestin.
Heger bi rastî jî li Kurdistanê wek tê gotin rêjeya ”Boykotê” bilind be, ev yek dikane ji bo pêşerojê cesaretê bide kurdan û tevgera kurd ya netewî têxe xeteke nuh.
Kurdan heta nuha ev alternatîv zêde bikar neanîn, tim di çarçeveya qaîde û qûralên dewletê da tevgeriyan, tu carî derneketin derî vê sîstema ku me weke milet nas nake.
Esas heger Ocalan bixwesta tevgera kurd ji zûda dikanîbû têketa vê riyê, her tiştê vê dewleta dagîrker red bikira.
Lê dewletê Ocalan baş bikar anî, nehîşt PKK riyeke wiha radîkal hilbijêre û xeta serxwebûnê bide ber xwe.
Lê dawiya dawî tirk bixwe dikanin kurdan mecbûrî vê riyê bikin.
Dema nasnameya kurd di qanûna esasî da neyê qebûlkirin, zimanê kurdî nebe zimanê resmî û yê perwerdeyê, kurd bi hawakî li welatê xwe nebin xwedî desthilat, kurdê ji mecbûrî vê riyê hilbijêrin.
Çimkî tirk alternatîfekî din ji kurdan ra nahêlin.
Heger nêta hukûmetê ya çareserkirina mesela kurd hebûya ewê îro bi hawakî bi BDP-ê ra bida û bistenda, ewê hewqasî neçûya ser PKK-ê.
Ji ber ku yên li Kurdistanê di nava kurdan da xurt in ew in, loma jî dibê dewlet bi wan ra li riyeke aştiyê û helê bigere.
Dema hukûmet viya neke, gav û saetê ji PKK-ê ra bibêje terorîst û bixwaze BDP-ê û PKK-ê biqedîne, maneya xwe ew e ku nêta wan pir xerab e û nafikirin tu mafan bidin kurdan.
Piştî tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî dewlet zirnîqekî jî nade kurdan, heger bide dibê îro bide û nexebite hêza xurt taswiye bike…
Dibê hemû kurd vê siyasetê dewletê AKP-ê fêm bikin.

1 kommentar:

  1. silav û rêz kekê min. Eger rêjaya baykotê li amedê, 100 di da 65 (65%)e, wê demê BDP 50% têk çûye.. Ji berku, helbijartinên berê da jî 35-36% bejdarî helbijartinan nedibûm.
    Dubare bibêjim, gor vê rew$ê bandora "baykot"ê 30% ye.
    Erê, ez dibêm enîya ergenekonê (BDP, CHP, MHP..hwd) têk çûn.
    bimîne di xa$îyê da mamosta.
    R. Sîtav

    SvaraRadera

PARVE BIKE