21 september 2010

Dibê ev boykot berfirehtir bibe !

Li hember hefteyekê boykotkirina dibistanan berpirsiyarên dewleta tirk ketine panîkê, nizanin çi bikin û çawa rê li ber vê tevgerê bigrin…
Lê zêde jî nikanin tiştekî bikin.
Tiştê dikanin bikin tenê gef û tehdît e, ew jî ne xem e, dibê kurd zêde guh nedin tehdîdan û dev ji boykotê berndin.
Du rê li ber dewletê hene, ya ewê daxwaza kurdan qebûl bike û dawiyê li çalakiyê bîne, ya jî ewê zorê bikar bîne…
Bikaranîna zorê jî hinekî zahmet e.
Yanî ev cara pêşî ye ku dewlet ketiye feqê.
Tevger û çalakiyên gelêrî, siwîl yên bi vê rengî pir bi tesîr in û li gor çalakiyên din zûtir digihîjin armanca xwe.
Dewlet vi ya dizane û loma jî pir ditirse, naxwaze bi midaxeleyeke şaş bibe sebebê belavbûn û berfirehbûna tevgerê.
Di vî warî da Hindistan û nimûneya Gandî pir bi nav û deng e. Hindistan, bi çalakiyên bi vî rengî, bi bêîtaetiya siwîl ji bin bindestiya Înglistanê xelas bû û gihîşt azadî û serxwebûna xwe.
Bêyî ku şîdetê û çekan bikar bînin, bi nasnekirina qanûnên îngilîzan, bi nekirîna xwê û cawê Îngilistanê, Gandî pişt li îngilîzan şikand û dawiya dawî ew ji welatê xwe qewirand.
Tirk tevgera Gandî û netîceyên bi xwe ra aniye baş nas dikin, loma jî qîjewîja wan e, dibêjin ”ev tevgereke siyasî” ya, ev bêqanûnî ye û sûc e…
Lema jî serokwezîr Erdogan dibêje, ”bi boykotkirina dibistanan sûcê qanûna bingehî dikin.”Serokkomar Gul û hin berpirsiyarên hukûmeta AKP-ê, hin sergirtî û hin jî eşkere êrîşê dibin ser BDP-ê, wê tehdît dikin.
Esas ne kurd, ev 90 sal in bi qedexekirina zimanê kurdî dewleta tirk sûcekî li hember însaniyetê, sûcekî pir mezin kiriye.
Banga TZP-Kurdî ya boykotkirina dibistanan ”bêîtaetiya/bêemriya siwîl e” û li hember zulmê serîhildineke bi heq e.
Di vê bêîtaetiyê, serîhildanê da kurd zorê, şîdetê, çekan bikar naynin, tenê li dijî zulmê û neheqiyê derdikevin.
Dewleta tirk ev 90 sal in ku bi darê zorê zimanê kurdî qedexe kiriye û nahêle zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe perwerde bibin.
Carê ev him li gor qanûnên navnetwî û him jî li gor mafên însanî sûcekî pir giran e.
Loma jî ji bo bidestxistina mafê perwerdeya zimanê kurdî her çalakiya sivîl û demokratîk bi heq e û meşrû ye.
Dibê kurd viya bizanibin.
Dewlet, weke çalakiyên din û şerê çekdarî nikane bi şîdetê here ser vê çalakî û liberxwedana kurdan.
Heger bi şîdetê biçin ser, bi darê zorê zarokan bibin dibistanan ewê li zirarê derkevin, dewletê têkve rewşeke pir xerab.
Ji kurdan ra gav û saetê dibêjin, dev ji çekan û ”terorê” berdin, hûn çi dixwazin bi riya siyasetê bixwazin.
A ev boykot jî daxwaza kurdan ya bi riya siyasî ye, dibê bi şîdetê neyên ser vê tevgera kurdan.
Heger dewlet dixwaze kurd dev ji şerê çekdarî berdin, dibê midaxeleyî van çalakiyên kurdan yên demokratîk nekin, nebêjin ”ev çi daxaz in”?
Ji dêlî gefan û tirsandina kurdan ya bi qanûnan, dibê daxwazên kurdan qebûl bikin, dibê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, dibê nasnameya kurd were qebûlkirin, dibê qanûna esasî were guhertin, dibê ala kurdî, navê Kurdistanê were qebûlkirin, dibê bi siyasetmedarên kurdan ra rûnin û ji bo çareseriya mesela kurd li riya çareseriyê bigerin.
Ne ku tim bibêjin, ”ev çi daxwaz e”, ”ev çawa çalakî ye”?
Daxwazên kurdan daxwazên netewî ne, dixwazin weke tirkan ew jî bibin xwedî eynî mafan.
Heger hûn naxwazin kurd van mafên xwe bi zor, bi riya çekan bixwazin, wê demê kerem bikin, bi rehetî, bi riyeke demokratîk bidin…
Tercîh ya we ye…

2 kommentarer:

  1. Xalo, welle ev chalakiya zimanê kurdî chalakiya herî bi tesîr ya heta niha ye. Qey tu dibêjî tirkan di xewnên xwe da ezrâîl dîtine.

    Ez dibêm tirsa tirkan ya herî mezin li ser vê erdê "azadbuna zimanê kurdî" ye. Ew jî bash dizanin ku "azadbuna zimanê kurdî" dê tu derfetê nede tirkan ku milletê kurd ji nav dîrokê tune bikin.

    Bi navê hemî pêxemberan, divê kurd vê chalakiyê berfirehtir bikin u berê xwe bidin amadekirina pirtukên bi zimanê kurdî u sala tê jî êdî zarokên xwe neshînin "mektebên leshkerî yên tirkan". Bila zarokên xwe bi xwe bi kurdî perwerde bikin. Li gor baweriya min dê hemî dinya pishtgiriya kurdan bike. Dê pishta tirkan ya ku bi xwîna milletê kurd qelew buye, di ortê da bishike u bike felc.

    Silavên germ

    Paytext-Erzingan

    Not:
    Hêvîdar im ku rojekê herkes li Erzinganê bi kurdî bipeyîve. Tirkên ku berî 30-40 salan ji der va ji bo asîmîlekirina kurdan hatine anîn, bicehimin u bichin.

    SvaraRadera
  2. Birayê Paytext Ezirga, qet meraq
    neke, zû dereng ewê hêviya te birast bigere, Ezirgan ewê vegere ser koka xwe ya kurdayetiyê.
    Tu dikanî ji nuha da li ser navê min vê mizgîniyê bide kokimê bavê xwe û pîra dêka xwe...

    SvaraRadera

PARVE BIKE