06 september 2010

Dawiya derewan hat...

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, wê rojê di programeke radyoyê da bi îftîxareke pir mezin got, berê di girtîgehan da malbat nikanîbûn bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyiviyana, lê wan ev qedexe rakiriye, êdî di girtîgehan da zimanê kurdî serbest e, girtî dikanin bi rehetî bi hev ra û bi malbatên xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Ji ber ku heta nuha her kesî zimanê kurdan qedexe kiriye, nehîştine zarok û dê û bav bi zimanê xwe bi hev ra bipeyivin, loma jî camêr vê ”azadiya pir mezin” ya ku wî wî daye bi bîra kurdan dixe, li serê kurdan dike serhevde.
Gelo li ku dera dinyayê hatiye dîtin ku meriv zimanê miletekî 20 milyon lê qedexe bike?
Wahşet û nemiroviyeke wiha bêyî tirkan tu miletekî din nake, ne mimkûn e ku hovîtiyeke wiha were bîra kesî.
Lê li gor malpera Kurdistan Post dinivîse, ev îdîa Erdogan ku xwedêgiravî kurdî di hefsan da serbest e, ew jî ne rast e, vir e.
Girtiyên hefsa Edenê ji malbatên xwe ra gotine ku îdîeya di hefsan da kurdî serbest e ne rast e, ji bo şandina nameyên bi kurdî heqê tercumeyê ji wan dixwazin.
Belê we çewt fêm nekir, ”heqê tercumeyê”!
Yanî gava êsîrekî kurd nameyeke bi kurdî binivîse tavilê nikane bişîne, dibê heqê tercumeya tirkî jî bide.
Êsîrê ku pereê wî tunebe nikane nameyeke bi kurdî binivîse, çimkî nikane perê tercumeyê bide.
Ma li ruyê vê cîhanê zulmeke, hovîtiyeke, heqareteke ji viya mezintir heye?
Bêyî tirkan kî dikane heqareteke hewqas mezin li miletekî bike?
Kurdan heta nuha ev hovîtî, ev heqareta pir giran çawa qebûl kirine meriv fêm nake, aqilê meriv disekine….
Ya herî rast ew e ku dibê kurdan nuha ew zindan serobinî hev kiribana, ji bo careke din kesî newêrîbûya teşebusê zulmeke wiha bikira.
Lê ev nimûne jî nîşan dide ku îdîeya Erdogan xwedêgiravî wan di girtîgehan da kurdî serbest kirine dereweke bêbinakeye.
Girtiyan gotine, ne tenê nahêlin ew bi hev ra bi rehetî bi kurdî bipeyivin û nameyan bişînin, nameyên ji der da ji wan ra tên jî bi îdîeya tercuman tuneye nadin wan.
Û serokwezîr Erdogan hîn jî di her fersendê da bi dengekî bilind pesnê demokrasiya wan aniya Tirkiyê dide…
Weleh bavo demokrasiya we jî tam dişibe we, meriv nizane çi ye, bêyî demokrasiyê dişibe her tiştî...
Not:
Xwendevanên hêja 3 rojan ez ne li mal im, bi ciyê kar ra ez diçim bajarekî din. Ji bo ku em ji dewleta Swêd ra hîn baştir xizmetê bikin, emê 3 rojan li hamîhama xwediyên aqil û fahman guhdarî bikin.
Yanî bi gotineke din, leqleqa vala…
Heger 9-ê mehê zû vegerim ezê silavekê bidim we, ya na ewê bimîne heta 10-ê mehê.
De heta 3 rojên din bimînin dixweşiyê da…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE