09 september 2010

Cejna we ya Remezanê pîroz be!

Di serî da Cejna Remezanê li gelê kurd, hemû kesên bawermend û li hemû xwendevanên vî quncikî pîroz û bimbarek be.
Ji ber ku ev sê roj in ez ne li mal im, lema jî haya min ji rewşa kurdan û ya dijminên wan qet tuneye.
Çimkî di van sê rojan da min ne li xeberên kurdan û tirkan gudarî kir û ne jî bala xwe da malperên wan.
Loma jî li ser kurd û Kurdistanê tûrikê min îşev vik û vala ye, tiştekî ez bibêjim tuneye.
Ji dêlî vê, ez dixwzim bi çend gotinan be jî qala gerra(seyahata) xwe bikim.
Di nivîsa xwe ya 6-ê mehê da min gotibû ku 3 rojan ez ne li mal im, ciyê kar me dibe bajarekî din. Wek min got, di 6-ê mehê da em 22 kes çûn bajarekî Swêd yê bi navê Vastervik, bajarekî biçûk yê li qeraxa bahrê ye.
Min bi xwe heta nuha Vastervîk nedîtibû û min nizanîbû ku bajarekî çawa ye. Mala şevfê me ava be, camêr salê du caran, her carê li bajerekî, li derke pir xweş me dicivîne.
Xêra wî, em him têr dixwin û vedixwin û him jî gelek derên xweş dibînin.
Li Swêd adetek heye, dahîre û şîrketên mezin salê carekê du caran xwedêgiravî ji bo ku li ser kar xebata xwe bipeyivin, kêmasî û şaşiyan ji ortê rakin û xebatê hîn efektîftir bikin civînên wiha çêdkin.
Îcar ji bo ku meriv bikanibe fikir û pêşniyarên baş pêşkêş bike, dibê meriv li dereke baş be, luks bijî, baş bixwe û vexwe.
Li gor swêdiyan dîtin û pêşniyarên girîng ancax li der û ciyên luks, gava meriv rehet û xweş bijî tên bîra meriv.
Li ciyê kar, li lokaleke basît, li otêleke erzan meriv korfahm dibe, aqil maqil bi meriv ra namîne...
Yanî ji bo ku em kanibin gelek fikirên girîng û bi feyde bixuliqînin em çûn bajarê Vastervik
Em du şevan li otêleke 4 stêrk man û îro jî danê êvarê vegeriyan malika xwe…
Bi dîtina min, me tu fikir mikrên girîng û bi feyde nexuliqand, tiştê me kir, me kir leqleq û dûra jî xwar û vexwar.
Lê axir ev îş wiha ye...
Lê min ji bajêr pir hez kir, Vastervik bajareki gelkî xweşik bû.
Gotin Vastervik, ”mirarîya(încî)perava rojhilata ” Swêd e
Bi rastî jî wisa bû.
Nufûsa bajêr li dora 18 hezaran bû.
Bajar pir paqij û pir bi dûzan bû, dema meriv li kuçe û kolanan digeriya meriv xwe wek li parkeke pir xweşik his dikir, her der çîçek bûn.
Merkeza bajêr pir biçûk bû, di nva çend deqîqeyan da meriv li nava hemû bajêr digeriya.
Hewz û çend derên wan yên yên meşhûr hebûn lê em neçûnê.
Lê tiştê xerîb di nava bajêr da însan kêm bûn, meriv digot belkî şêniyê bajêr koçî dereke din kiriye, kes di nava bajêr da nemaye.
Ew xanî û wîlayên hewqas xweşik bêxwedî xuya dikiirin, meriv digot belkî kes tê da najî.
Çend kesên ku li kuçe û kolanan bi ber çavên meriv diketin jî tursîst, xerîb û hin kal û pîr bûn.
Li vir bajar bêxwedî xuya dikin, yanî însan xuya nakin, yên hene jî di hundura da ne, meriv wan nabîne.
Li Wêranşarê însanan pê li serê hev dikir, heta meriv ji aliyekî kolanê derbasî aliyê din dibû çi bi zorê, tu nedima ku meriv di bin nigan da bimîne, ya jî erebeyek, motorpiskilêtek pê li meriv ke, meriv bike nanik.
Lê li Vastarvîk meriv dikanîbû di nava bajêr da çavê xwe bigirta û bimeşiya.
Ev bajarê li perava deryayê yê hewqas xweşik bêxwedî û mirî xuya dikir, însanan pê li serê hev nedikir.
Ji ber ku êdî payiz e tursîs jî kêm bûbûn, loma jî piştî şeşê êvarê di nava bajêr da te gulle(qurşûn) berda li kesî nediket, her der xir û xalî bû…
Her kes li otêl û aşxaneyan bûn…
Em kurd fêrî qelebalixê bûne, hewqas sakînî jî ne tu hawe ye heyran…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE