30 september 2010

Ji qerezî xwendevanan ra çar saliya bloga min pîroz be!

Ev dinya wiha ye, merivê feqîr û bê desthilat kes ne bi şîna wî dihese, ne jî bi şahiya wî.
Tam ev sê sal in ku ez vê bloga xwe ya -Hindik-Rindik- dimeşînim, sibe dikevim sala xwe ya çaran.
Û min ev yek çend roj berê bi ber guhên xwendevan xist jî, min got di 30-ê îlonê da sê salên min diqedin, ez dikevim sala çaran.
Di van sê salên borî da nexweşî, hin rewşên taybet û 5 hefteyên rêwîtiya Kurdistanê ya îsal ne tê da, hema hema min her şev meqaleyek û carnan jî du meqale nivîsîne.

29 september 2010

Sohbeteke facebookê

Li ciyê kar carnan fersend çê dibe û ez li meyla xwe û li rûpela xwe ya facebookê dinêrim.
Esas li gor şertên ciyê kar qedexe ye, dibê em bi tiştên wiha mijûl nebin, kompîterê tenê ji bo kar bikar bînin.
Lê ez carnan bêemrî û bêqanûniyê dikim û wek min got, li rûpela xwe ya facebookê dinêrim.
Û heger firsend hebe carnan hin şiroveyên biçûk jî dinivîsînim.
Nîvîsandina nivîsên dirêj ne mimkûn e, lê bersîv û şiroveyên kin mimkûn e û ez di ber ra û di ser ra dikim.
Ev yek barê min yê êvarî siviktir dike.
Ji ber ku rojê teqrîben li dora 150-200 meylan ji min ra tên, heger li ciyê kar ez wan nexwînim, dibê bi şev ez hemû wexta xwe bidim xwendina wan.
Û wê çaxê jî ezê nikanibim nivîsa xwe ya rojê binivîsînim.
Yanî ez dixwazim bibêjim ku bi roj li ciyê kar ez meylên xwe dixwînim û carnan jî hin şiroveyên biçûk dinivîsim.
Îro dîsa weke her tim gava min li rûpela xwe nêrî, min dît ku wa ye Heyder Diljen nûçeya hevpeyvîna xwe daye, gotiye:
”Îro rojnameya TARAFê li ser sîstema perwerdeya zimanê zikmakî ya Swêdê û siyaseta Tirkîyeyê ya di pirsa zimanê kurdî de bi min re hevpeyivînek kir.”Min jî rabû di binê nivîsê da ev şiroveya jêr nivîsî, min got:
”Erê bavo erê, carê Xwedê daye te...
Wisa xuyaye nêta tirkan heye te li Kurdistanê bikin "wezîrê perwerdeyê..."
Taraf belesebeb nayê bi te ra hevpeyvînê nake.
Xwedê carê ji te ra gotiye "qûlê min bimeşe…"

Kenan Ewren darbe kir tu li karê derketî, "demokrasî" dike were Tirkiyê, wa ye tu yê bibî wezîr û dîsa li karê derkevî...
"Quzê gur" bi te ra ye heyran...
Yê li rastê bimîne û pûş bikute dîsa ez im û weselam...
Yanî "alewere delavêre, Zinarê Xamo nobete....:)"
Piştî vê şiroveya min bi bîstekê, qey gotinên min ketibûn serî, lema jî min dît wa ye bersîva min da ye, gotiye,

”Ez gelekî keniyam, Zinar! Nivîsa te gelek xweş e. Ku qelemek bi hêz nebe, nikare ewqas sade û mizahî binivîse. Ez ê hevalê xwe yê rastî ji bîr nekim:-))”Min di cîda bersîva dayê, got:
” Ê çima tu yê nekenî, kursiya "wezîrîyê" li bende min be ezê jî bikenim...
Ez hêvî dikim ku texmîna min rast derkeve, belkî rojekê xêra te bigihîje me jî...”

Ez van nivîsînên me yên ji hev ra diweşînim ji bo ku di pêşerojê da bibe belge ku wî çi soz daye min.
Yanî sibe dema bû xwedî kursî, ji bo ku ”hevalê xwe yê rastî ji bîr neke…”
Çimkî dinya ye, her tişt dibe, înssan dema çav li pera û meqam dikevin zû tên guhertin.
Lema jî dibê ji nuha da ez îşê xwe saxlem bikim, kerê xwe li singekî saxlem girê bidim.
Heyder Diljen hevalekî pir î jîr e, dema karekî, xizmetekê dike veşartî nahêle, haya dinya û alemê pê dixe.
Ji ber ku camêr merivekî vê serdemê ye, dizane reqlam çi ye, bîrûraya giştî çi ye û herwd.
Yê min ji ber ku ez gundî me, loma jî ez ji teknîkê, ji reqlamê, ji tesîra medyayê zêde fêm nakim.
Ez hîn li gor exlaq û kultura kevn ya bav û kalan dixebitim, bawer bikin gelek karên ku ez dikim haya xanima min û zarokên min jî jê çênabe.
Êvaran, dema ez li ber kompîtura xwe rûdinim û dikim tike tik, xanima min rindikî nizane ez çi dikim.
Loma jî carnan ji min ra dibêje, ”Zinar, ez ketime bextê te bela xwe di xelkê nede, îşê te bi kesî tuneye, tu ji xwe ra li data(kompîtoura) xwe mêzeke…”
Ê xanima Heyder wek ”Şûrê Şamê” gav û saetê pê ra ye û li pişta wî ye.
Ew jî şans e, di jiyanê da kabê camêr jê ra tim mîr hatiye.
Nuha henek li aliyekî, wa ye tirk hatine rê, îro sibe ewê hin mafan bidin kurdan û ji wan mafan yek jî perwerdeya bi zimanê kurdî ye.
Ji bo bicîanîna vî karî bêguman kadir û mamoste lazim in.
Heyder Diljen bêguman heq kiriye, bibe çi jî heqê wî ye, em hevalên hev î 40 salî ne loma jî raya min jê ra ye.
Lê hûnê bibînin, bi sedan, bi hezaran kesên ku heta nuha li piyasê tunebûn, ji kurdan ra du xilik jî nedane ser hev, ewê bibin xwediyên meqam û kursiyên herî girîng.
Û ezê jî weke her tim dîsa kortika hustiyê xwe bixurînim û her roj herim ji swêdiyan ra bi nanzikê 8 saetan kar bikim…
Ê de were dîn nebe, de were ”bela xwe di xelkê nede”?
Nuha min dît wa ye Xanima Heyder Sebîheyê jî xwe tevî meslê kiriye û gotiye, “Ez û tu jî bibin alîkarê Haydar kek Zinar:)Min ji Sabîhayê ra jî got:
“Sebîhe, xwişka min, weleh ku ez xwe tevê bikim û jê ra bibim "alîkar" ezê îşê wî ji kok da xera bikim û ewê " kursiya" camêr jî ji destan here.
Çimkî tu jî baş dizanî ku nabêna min û tirkan qet tuneye, weleh dema tirk bibihîzin ku ew hevalê min e, ewê tavilê dev ji wî berdin û ji xwe ra li yekî din bigerin.
Bi baweriya min ya çêtir ew e ku ez xwe tevê nekim, ev yek ewê li xêra wî be..."
Ez bawer dikim îşev heqwqasî bes e…

28 september 2010

Kurd dilzîz in

Di facebookê da gelek klîp, vîdeo û stranên kurdî tên belavkirin.
Hin roj hene bi dehan, carnan hîn jî zêdetir ji min ra tên.
Ez li hinekan guhdarî dikim, li hinekan guhdarî nakim.
Lê heta ji min tê, ez şiroveyên li ser wan dixwînim.
Esas dema wexta min hebe ez hemû şiroveyên kurdî û piraniya yên tirkî dixwînim.
Şirove, der heqê însanan û civatê da pir hindik fikrekê dide meriv, lema jî kêfa min ji xwendina şiroveyan ra tê.
Wê rojê dîsa klîpeke Sînan Ozbay(strana* Şivan Perwer, ez nexweş im were ser min) hat belavkirin.
Min jî lê guhdarî kir.
Esas bi qasä digotin pir muhteşem jî nedigot, lê ji ber ku dinuhurand, ji ber ku ji dil digot û ji ber ku xîtabî hest û dilê kurdan dikir, pir hat hezkirin...
Tam 570 kesî îşareta hezkirinê tikandibûn, yanî jê hezkiribûn û 261 kesî jî şirove nivîsandibûn.
Ev jimareke pir mezin e û gelekê caran jî wiha dibe…
Min bala xwe da zimanê şiroveyan. Li dora 30 hebî bi kurdî û yên mayî jî hemû bi tirkî bûn.
Û şiroveyên kurdî jî ne tu şirove, şiroveyên şaş û yekgotinî, wek ” Séét XweSS, pır sıpexi sinan heval, gellek spas, jıbona me kırda bıje…” û hwd.
Li vir tiştê girîng û bala meriv dikşîne serdestiya zimanê tirkî ye, ji sedî 5-ê şiroveyan jî ne bi kurdî bû.
Însanan li straneke kurdî guhdarî kirine, jê hez kirine, kêfa wan jê ra hatiye û ev hezkirina xwe ne bi kurdî, bi tirkî anîne zimên.
Gelo bêyî ku bi kurdî bizanibin, fêm bikin jê hez dikin ya jî jê fêm dikin lê nikanin bi kurdî binivîsin?
Ev ne diyar e.
Lê tiştê herî girîng, ji bo her strana kurdî ya dilşewat, ya heznî û xmbar wiha dikin, însan jê hez dikin, jê ra li çepikan dixin…
Jê fêm bikin, fêm nekin stranên bi vî meqamî, yên ku dişibin ”erebeskê” tesîrê li dilê mirovên kurd, li hestên mirovên kurd dikin.
Tiştê di facebookê da ez dibînim, kurd ji hemû stranên heznî, xemgîn û dilşewat û xembar hez dikin, bi gudarîkirina van celeb stranan xemgîn û dilzîz dibin, kela dilê wan radibe, ji ber ku xwe tê da dibînin, halê xwe yê trajîk tê da dibînin.
Û loma jî jê fêm bikin, fêm nekin lê guhdarî dikin.
Kurd, bi stranên bi vî rengî xemgîn dibin ji ber ku dilê wan tije ye, bi derd û keser in, loma jî kela dilê wan zû radibe, zû xemgîn dibin, zû giriyên wan tê...
Ji ber ku ne azad in, ji ber ku bindest in, ji ber ku gav û saetê zulm li wan û li gelê wan dibe…
Ji ber ku hestên wan ne azad in, dilê wan tim tijeye, lema jî guhdarîkirina straneke kurdî ya dilşewat, ya ”erebesk” bi hêsanî dilê wan radike pêdarê û însan bi halê xwe, bi bindestiya xwe digrîn.

*Ez nexweş im gewra minê
Îro min go were ser min...
Gewra minê min go wez nexweş im
De were ser min
Tuyê taya lihêfê rakî vê êvarê rex û têkev ber min
Ax… çi ferman e bira oy…
Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû
Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min, li min...
Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman
Eva serê çend û çend salên min temam
Min terka welatê xwe da
Ez perîşan im bira…
ax çi ferman e dilo
***
Tu wa diçî ezê çawa bim
Ezê bibim teyr li hewa bim
Heger tu dil bikî û bixwazî
Ezê li ser milê te peyabim
***
Berf ji baranê pir zahmettir e
Lêva zeriyê ji xizimê zerrtir e
Doza mahr û talaqa nakim
Were dostanî ji helalî çêtir e.
***
Ber deriyê mala me cade ye
Îro sebra dilê min bêmade ye
Ezê ji lawikê delal ra bêjim
Îşev heta sibê şêwra min û te ye.
***
Kanîka med or bi bî ye
Lawkê delal li ber rûniştiye
Sala îsal li hêviya te bûm
Zewaca bêdil tim poşmanî ye.

27 september 2010

Îşev ji min ra hinekî xerab hat

Di nivîsa xwe ya do êvarî da min gotibû ku berpirsiyarê malpera kurdî Zinar Ala, li ser çar saliya bloga min, bi min ra hevpeyvînek kiriye.
Do êvarî min bersîvên wî jê raşandin.
Bîstik berê gava min komputera xwe vekir û li e-meylên ji min ra hatine nêrî, min dît ku camêr îcar jî ji min nav û rismekî neviyê min û çend rismên mim yê li Kurdistanê xwestiye.
Min rabû 28 risim xistin mapekê(dosyekê) û jê ra şand, lê nebû, saet heta nehûnîvan ez pê da ketim nebû.
Ji mecbûrî min rabû dîsa telefonê "Xocê Xizir" Nîhatê swêregî kir, min jê ra mesele got.
Ji min ra qala navmavnan kir ez veciniqîm, got, tu zanî ”zîp” çi ye?
Min got tobe herab, tiştên wiha tahlûke ez bela xwe tê nadim.
Got gerek tu ji Googlê programa ”7zîp” daxînî û nizanim risman çi bikî, wê demê tu yê bikanibî risman wek fîlekê bişînî.
Min got ev ne karê min e, ez ji tiştên wiha fêm nakim.
Ji xwe ne hewce bû ku min bigota, wî bi xwe jî dizanîbû ku ez ne ji defêra dibim û ne jî ji zurnê ra…
Axirê mala camêr ava be, bi telefonê ji min ra rêberî kir û mesele hel kir.
Lê li gel vê jî,min nikanîbû bişanda, nizanim çima, bêxwedî dihat derekê û lê dialiqî, min dikir nedikir nediçû.
Min rabû çend heb yeko yeko şandin.
Çûn neçûn ez nizanim.
Yanî Zinar Ala ji şansê min ra nehîşt ez îşev jî çend gotinan li ser Erdoga bibêjim û çend gome û zinaran tê werkimê.
Min hemû şeva xwe bi mijûliya şandina risman derbas kir.
Ez nizanim îşê min çima tim wiha li hev rast nayê û li eksê siwar dibe, fena ku nifir li min bûbe, ji bo ku ez bêtir biwestim…
Ez dizanim gelek kes hene ji min jî nezantir in, lê Xwedê dîsa jî îşê wan li hev tîne, kabê wan tim mîr tê.
Min berê jî qal kiribû, par carê dîsa bêxwediya kompetura min wiha eksî kir, min çi kir nemeşiya, min dît na bi rehetî nabe…
Dawiya dawî ji qehra min rabû mişk got gurmmm û li orta ekrana komputerê xist û ekran kir xwê û berda…Min dilê xwe lê rehet kir…
Û dûra jî min rabû çû yeka nuh kirî.
Ez ditirsim tiştê min anî serê ya berê, ez bînim serê vê jî…
Çimkî bala min lêye viya jî dest bi eksî û serhişkiyê kiriye, di dema herî krîtîk da dirist naxebete, miheqeq problemekê derdixe..
Ez serê we zêde neêşînim, saet heta dehûnîvan(22.30) ez pê da ketim.
Îcar risim çûn, neçûn ez nizanim, belkî jî min deh caran eynî risim şandibin, lê haya min jê tuneye…
Gava îş wiha li eksiyê siwar dibe û nameşe û teknîk ji min ra dibe eziyet û îşkence, ez dixwazim hema her tiştê moderna bavêjim û vegerim rojên berê, qelem û kaxetê û xwe ji vî ezabê modern xelas bikim…
Ez hêvî dikim careke din kes tiştekî wiha zahmet ji min nexwaze…


***
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, her ku li dijî perwerdeya zimanê kurdî derdikeve û xwedêgiravî li gor xwe hin ”argumendtên cidî” (!) tîne, xwe dike pêkenînê alemê.
Ji ber ku bi derewan, bi tiştên ne rast, bi demagojiyeke vala li dijî mafekî rewa derdikve…
Ev durûtî û cotstandardiya Erdogan ya li hmber milet kurd, baweriya bi wî qels dike.
Erdogan dibêje, ji bo tirkên Almanya daxwaza wî ya perwerdeya bi zimanê tikî rast e û heq e, lê ya kurdan şaş û neheq e.
Erdogan dibêje:
”Me ji bo tirkên li Almanyayê daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî kir, çimkî tirkên li wir kêmnetewe ne.”Hela hela, de tu were ”vî kerî di vî buhurî ra derbas ke kurro…
Zora zalima ev e…
Însan demagojiyeke hewqas basît jî nake...
Ê heger kurd piranî ne(ekseriyet, mayoritet)wê demê dibê mafên wan jî bi qasî yê piraniyê, yanî bi qasî yê tirkan hebe.
Tirk xwedî çi mafî bin, dibê kurd jî xwedî eynî mafan bin.
Heger mafê "piraniyê" ewê bi qasî mafên hindikayiyê jî (eqalietê) tunebe ew piranî ji kurdan ra nelazim e heyran.
Tirk piranî ne dewleta wan, meclîsa wan, artêşa wan, pûlisên wan, bi hezaran dibistan û zanîngehên wan, ala wan, radyo û telewîzyonên wan axir heye û heye…
Baş e ka çi yê kurdan heye?
Hûn ne mafê "hindikayiyê" û ne jî yê "piraniyê" didin kurdan.
Hûn "hindikayiya kurdan qebûl nakin û mafê piraniyê jî nadin...
De îcar ewê çawa be?
Zarokên tirkan weke piranî bi zimanê xwe perwerde dibin, lê hûn vî mafî nadin zarokên kurdan...
Ma ev çawa wekhevî ye?
Tiştek pir vekirî ye, li Tirkiyê mafê kurdan ne bi qasî yê "eqaliyetê" û ne jî bi qasî yê "ekseriyetê" heye.
Hûn dixwazin bi demagojiyê zulm û neheqiyeke pir mezin bincil bikin, lê rim di çewêl hilnayê, malxwî bi diz hesiyane û êdî kes bi van gotinên vala, tewşo mewşo naxape...
Piştî vê saetê ne xwe zêde biwestînin û ne jî me, dev ji gotinên vala û demagojiyê berdin, mafê kurdan yên netewî qebûl bikin...
Piştî vê saetê êdî tu hêz nikane rê li ber perwerdeya zimanê kurdî bigre, hûn çiqasî dirêj bikin û hûnê li zirarê derkvin...
Êdî hûn nikanin kurdan wek berê îdare bikin, dema heli borî ez benî...

26 september 2010

Sal zû diborin...

Xwendevanên hêja, bi xêra berpirsiyarê malpera kurdî Zinar Ala, ez do haydarî çar salaya bloga xwe bûm, min ji bîr kiribû...
Mala Zinar Ala ava be, do ji min ra meylek şand û got, di 30-ê îlanê da 3 salên bloga te diqedin û tu dikevî sala çarem û loma jî ez dixwazim bi te ra hevpeyînekê bikim.
Wek min got, xêra wî ez jî bi vê yekê hesiyam û min pêşniyara wî qebûl kir.
Îro min bersîva van pirsên wî da û nuha qedand.
Loma jî wexta min ya ku nivîseke din jî binivîsim qet nema, ji ber ku saet wa ye tê yanzdên şevê.
Bi roj jî îmkan çê nebû ku ez tiştekî din binivîsim.
Min wexta xwe hemû da hevpeyvînê.
Min dixwest li ser çûna wezîrê hundur yê Tirkiyê Beşîr Atalay ya Kurdistana başûr tiştek bivîsanda lê min pê ra negîhand.
Li gor çapemenî dinivîsa Atalay û heyeta pê ra ji bo ku bi serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ra hevdîtinê pêk bîne çûye Selahedîn û tam sê saetan bi serokê Kuridtanê Barzanî ra ra guftugo kiriye.
Bêguman mijara hevdîtina Atalay û serokê Kurdistanê Mesûd Barznî PKK-ye, çekdanîna PKK-ê û çareseriya mesela kurd e.
Gelo Tirkiye ji kurdên başûr alîkariyeke çawa dixwazin di rojên pêş da ewê diyar
bibe…
Lê bi qasî xuyaye tirk îcar bi rastî jî dixwazin di vî warî da gevekê bavêjin.
Lê dixwazin bi ”zirareke” herî biçûk xwe ji vê badîreyê û tengasiya dîrokî xelas bikin.
Hela ka em binêrin li hember vê şêla tirkan, kurdên me ewê çi bikin?
Tiştê herî rast ew e ku partî, hêz û kurdên derî BDP-ê û PKK-ê jî xwe bidin ser hev û bi hev ra daxwazên xwe yên ku dixwazin têkevin qanûna esasî ya nuh pêşkêşî dewletê, hukûmetê bîr û raya giştî bikin.
Ez hêvî dikim ku di rojên pêş da kurd ewê vê gavê bavêjin.
Heger karekî wiha nekin şaşiyeke pir mezine.
Her kes dizane ku em nikanin tesîrê li BDP-ê û PKK-ê bikin, lê dibê ew bi xwe xwedî pêşniyar bin.
Ev yek vatiniyeke wan ya netewî ye, ez hêvî dikim ku vê mesûliyeta xwe ya dîrokî ji bîr nekin...

Zinar Ala ewê hevpeyvînê di 30 îlonê da biweşîne, heta ew newîşîne ez naweşînim. Piştî wî weşand, ezê jî biweşînim.

Û di dawiyê da jî pêkenînekDibêjin keşeyekî çeleng hebû. Bi roj rîh bi xwe ve dikir li dêrê dibû keşe û bi şev jî rîh ji xwe dikir û dadiket nava bajêr tolazî dikir.
Keşe şevekê jinek li gor xwe dît û ew qayil kir, bir malê heta sibê bi jinikê ra raza…
Sibehê keşe weke her tim dîsa riha xwe bi xwe ve kir û çû dêrê bû keşe.
Jinik jî hat eynî dêr ji bo ku gunehê xwe yê şeva borî ji xwe dawşîne, xwe bi Xwedayê xwe bide efûkirin.
Jinik ket oda tobê di qulikêra bala xwe dayê ku yê şevê çiwîn(do bi şev) pê ra razaye ew keşe ye. Jinikê got:
-Ê yabo ma ezê bibêjim çi, tu baş pê zanî mesele çi ye.
Keşe got:
-Yê min xem nake keça min, kesên din jî hene, tunene tu wiya bibêje?
Jinikê bi hustuxwarî got:
-Weleh xeynî te şeş keşeyên din jî hene.
Keşe got:
-Netirse qîza min netirse, Xwedê ewê te efû bike. Çimkî tu bûyî weqfa dêrê...

25 september 2010

Tiştê kurdan bi şer bidest xistiye dibê li ser masê wenda nekin

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, do li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derket û got, “Ez bangî kesên ku perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin, dikim. Bûyerê îstîsmar nekin.”Erdoğan, bêyî ku nav bibêje, BDP rexne kir û got, ’’Kanalên ku 24 saetan bi zimanên cuda weşanê dikin hene. Çi bû, ma qey em ji hev vediqetin? Hûn dikarin bi zimanên ku hûn dixwazin qursan vekin. Lê heger we bi awayekî fermî perwerdahiya bi zimanê zikmakî jî xwest, vê yeke ji me nexwazin. Zimanê fermî yê Tirkiyê tirkî ye.’’Diyar e Erdogan xwe pir biaqil û kurdan jî kêmaqil hesab dike, loma jî dibê bira kurd dev ji daxwaza perewerdeya zimanê kurdî berdin, herin ji xwe quesên ziman vekir.
Na lo, tu çi biaqil î?
Bi qursmursan kurdî ji mirinê xelas nabe, ji bo kurd nehelin, nebin tirk dibê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Bêyî viya xelasiya kurdan û zimanê kurdî ji wendabûnê tuneye.
Siyasetmedarl kurdan berê ev yek baş fêm nekiribûn lê êdî dibînin ku rastî wihaye, di şetên cîhana îro da hebûna miletê kurd bi hebûna zimanê kurdî ve girêdayîye.
Erdogan viya baş dizane, lomajî naxwaze perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike, mirinê nîşanî kurdand ide.
Lê vana ”taktîkên” siyasî ne, Erdogan ji bo ku kurdan bi tiştekî pir hindik razî bike, raîcê pir dadixe, sifirê nîşanî kurdan dide, çavê camêr li kelepîrê ye…
Weleh Tirkiya te perçe bibe ya nebe, tu yê perwerdeya bi zimanê kurdî welî efendiyan qebûl bikî, tu viya qebûl nekî ne şer radiwest e û ne jî kurd dev ji çalakiyên xwe berdidin.
Û ji xwe daxwazên kurdan ne ev tenê ne, dibê hebûna kurdan têkeve qanûna esasî.
Li Tirkiyê tirk xwediyê çi mafî ne, dibê kurd jî xwedî heman mafan bin.
Heger perwerdeya zimanê kurdî ewê neyê qebûlkirin wê demê hevdîtin ji bo çi tê kirin?
Erdogan bira ji xwe ra xewnan bibîne, dibê BDP û PKK guh nedin van pêşniyarên wî yê kelepîrê.
Dibê PKK û BDP, daxwazên xwe sîstematîze bikin û bidin pêş, ya girîng ev e, dibê em di daxwazên xwe da zelal bin.
Erdoğan, di axaftina xwe ya do da ne tenê li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derket, neqarata xwe ya em bi ”rêxistina Terorê” ra rûnin jî dîsa dubare kir got, “Heger hinek ji me bixwazin ku em bi rêxistina terorê re rûnin, bila biborin, lê em rûnanin.”
Xwedê kir liv ê cîhanê derew hene, heger her tiştê tê gotin rast bûya ewê felaketeke pir mezin bûya.
Li alîkî qasidên Erdogan bi ”serokê terorîstan” û ”rêxistina terorê” ra birr û bazara çareseriyê dikin, lê li aliyê din jî Erdogan dibêje bi wan ra rûnanin…
Ê nuha ev çi nahne ye û ev çi tirşî ye?
Ya rûnenin, ya jî dema hûn rûniştin înkar nekin, nebêjin ”em bi rêxistian terorê ra rûnanin.”
Erdogan û dewleta wî, li hember kurdan hemû kartên xwe bikar anîne, ji şerê psîkolojîk bigre heta bi teror û kuştinê, her rê bikar anîn lê dîsa jî kurd teslîm nebûn, dev ji liberxwedana xwe bernedan.
Heger îro Erdogan qasidan dişîne ”Îmraliyê” ne ji kêfa ye, ji ber ku wekî din tu rê li ber wan nemaye, heger bizanîbûna ku bi şer û kuştinê ewê bikanibin PKK-ê û BDP-ê û tevgera kurd ya netewî biqedînin, bêguman ewê îro li riyeke aştîxwz negeriyane.
Vê rastiyê kurd dibînin.
Dibê serokên kurdan bizanibin ku dewlet zeîf e û ew xurt in, loma jî dibê di bazarê da jî cesûr bin, piyasê danexin û vê îmkan û fersenda dîrokî ji dest xwe bernedin.
Yanî tiştên ku di van 30 salan da kurdan bi çek, bi şer û bi xwîna xwe bidest xistine, weke gelek carên din li ser masê dîsa wenda nekin...

Li Swêd kurd dîrokê dinivîsin

Gelî xwendevanan, mizgîna min li we, hejmara parlamenterên kurd yên ketin meclîsa Swêd ji 4-an derket 5-an.
Îsal 23 ya jî 24 parlamenterên biyanî ketin Meclîsa Swêd, ev cara pêşî ye ku li Swêd hewqas biyanî dikevin meclîsê.
Û ji van 23-24 kesan jî 5-ê wan kurd in.
Ev reqemeke pir mezin e, dîrokî ye.
Û bêyî vê hejmarê, 2-3 cîgir jî hene, piştî avabûna hukûmetê û hilbijartina wezîran, bi îhtîmaleke mezin 2-3 kurdên din jî dikanin têkevin meclîsê.
Wê demê hejmara kurdan dikane derkeve 7-8-an parlamenteran.
Ez bawer dikim tirk û Tirkiye nuha dîn û har dibin, xwe kurr û kem dikin, bi hulmizkan bi serê xwe dikevin…
Ji ber ku serkeftina kurdan li ku dibe bira bibe tim Tirkiyê û tirkan nerehet û xemgîn dike, dixwazin kurd li her derê bindest û perîşan bin.
Tirkiye dizane ku kurdên hatine hilbijartin weke Şûrê Şamê li li pişta gelê xwe ne, di rojên teng da pir hindik miheqeq ewê ji gelê xwe ra lazim bibin, ewê weke şêr û şepalan herin gazî û hawara gelê xwe.
Tirk viya dizanin, dewlet viya dizane...
Di parlamentoya Swêd da 349 kursî hene, ji van 349 kursiyan îssal 23 libên wan xerîb in û ji wan jî 5 heb kurd…
Bi qasî ez dizanim yekî tirk(Mehmet Kaplan) tenê ji partiya keskan/havîrdor ketiye meclîsê, wekî din kes tune.
Û li Swêd nufûsa tirkan jî ji ya kurdan ya zêdetir e ya jî biqasî hev in, nuhfûsa herdu gurûban jî li dora 80-000, 100.000-î ye.
Lê li gel vê jî di vê hilbijartinê da ji kurdan 5 û ji wan jî yek ketiye meclîsê, ji bo kurdên Swêd helbet ev ciyê şanaziyeke mezin e.
Li gor dibêjin ewê tirk jî bi kok û eslê xwe kurd e, ji Dîlokê(Entabê)ye, lê kurdekî ”fetulahcî” û heramzade ye, eslê xwe înkar dike û xwe tirk qebûl dike.
Ji xwe li her derê wisa ye, tirk bi xwe li piyasê tunene, li ser navê wan hinek ji wan ra xizmetê dikin.
Ev yek ne di siaysetê tenê da, di her warî da wiha ye, majcirên Balkan û Kafkasan û hinek kurd û erebên bêxîret xwe dikin tirk û xizmeta wan dikin.
Dibê ez navên kurdên ketine meclîsê jî ji bîr nekim.
Jabar Amin, ji başûrê Kurdistanê(Kurdistana Sûriyê) ye ji partiye Keskan(Miljopartiet)ket meclîsê.
Roza Guclu Hedin, ji bakurê Kurdistanê ye, ji partiya Sosyaldemokratan ket meclîsê.
Ismail Kamil, ji rojavayê Kurdistanê ye, ji partiya gel(Folkpartiet) ket meclîsê.
Şadiye Heydari, ji rojhilatê Kurdistanê ye ji partiya Sosyaldemokratan ket meclîsê.
Amineh Kakabaweh, ji rojhilatê Kurdistanê(Kurdistanê Îranê)ye, ji Partiya Çep ket meclîsê.
Helbet van her pênc kurd jî di gelek waran da xwediyê dîtin û fikrên cuda ne, hinekên wan dikanin ne bi li gor dilê min ya jî yê din be, lê ev yek dibê tu carî nebe sebebê ku bi hilbijartinan wan em kêfxweş nebin.
Ez bi xwe weke şexs, bi hilbijartina hemûyan jî gelkî kêfxweş im, her yekê bi hawakî rojekê bi kêrî gelê xwe were.
Dibê dîtin û hestên me yên şexsî yên derheq wan da tu carî nebin sebebê berberî û dilnexwaziay wan, şêleke wiha gelkî şaş e.
Hemû kurd nikanin weke min bifikirin, hêvî û daxwazeke wiha îrrasyonel e, ya girîng xwe kurd qebûl bikin û welatparwer bin.
Wekî din ji kîjan baweriyê, îdeolojiyê dibin bira bibin.
Ji xwe heger ne wiha bûya îro 5 parlamenter nediketin meclîsê, ji ber ku ev her 5 parlamenter ne ji partiyekê, ji partiyên cuda ketine parlamentoyê.
Loma jî pir normal e ku ji wan hin kes ne bi dilê min ya jî yê te be û ji xwe ev jî normal e.
Di dawiyê da ez ji her pênc parlamenterên kurd jî pîroz dikim û ji hemûyan ra jî serkeftinê dixwazim.
Tabî dibê ez baş nizanim, lê li gel van perlamenteran bi dehan kurd jî ketine meclîsên wîlayetê û belediyan, dibê em wan jî ji bîr nekin, ez wan jî ji nuha da pîroz dikim…

23 september 2010

Hukûmetê îro sinyalek baş da kurdan

Ji cepheya hukûmetî îro hin sinyalên baş hatin. Ez hêvî dikim ku ev ”sînyal” ne taktîk bin û îşareta siyseteke nuh be.
Hevdtîna BDP-ê û hikûmetê ku piştî teqîna li gundê Peyanisa Culemêrgê ji alî hikûmetê ve hatibû îptalkirin, îro ji nuh ve pêk hat.
Ev yek gaveke pozîtîf e.
Di teqînê da jin û zarok jî di nav da 9 kesan jiyana xwe wenda kir û gelek kes jî birîndar bûn.
Li ser vê, hukûmetê hevdîtina bi BDP-ê ra îptal kir.
Lê îro careke din alî hatin ba hav û li ser çareserkirina mesela kurd û amadekirina qanûneke esasî ya nuh bîr û bawriyên xwe ji hev ra gotin.
Li ser navê BDP-ê, Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak û li ser anvê hukûmetê jî Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê hikûmetê Cemîl Çîçek û Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn beşdarî civînê bûn.
Piştî civînê hevserokê BDP-ê Selhattîn Demîrtaş daxuyaniyek da çapemeniyê û derbarê naveroka civînê da wiha got:
"Ev hevdîtin diviya beriya hefteyekê pêk bihata. Lê ji ber bûyera li Culemêrgê hatibû taloqkirin. Em giringiyeke mezin didin hevdîtinên bi vî rengî. Hevdîtina me di vê çarçoveyê de pêk hat. Em hêvî dikin ku hemû pirsgirêk xizmetî çareseriyê bikin. Em dizanin tenê bi hevdîtinekê pirsgirêk nayê çareserkirin. Me xwest bi vê hevdîtinê bidin nişandan ku pirsgirêk bi rêya diyalogê dikane bê çareserkirin. Em dixwazin qanûneke esasî ya nû bê çêkirin û pirsgirêk di vê çarçoveyê da bê çareserkirin. Me di hevdîtinê da pêşniyarên ji bo çêkirina qanûna esasî jî pêşkeş kir. Em dixwazin ev hevdîtin bidomin. Eger hevdîtin pêkneyên tu çareserî pêknayê. Em amadene ku ji bo aştiyê rol bigirin ser xwe.
Ji bo çêkirina qanûneke esasî ya nû em siyaseta xwe dimeşînin. Xweserî jî, perwerdeya zimanê zikmakî jî siyaseta partiya me yên fermî ne. Ji bo vê, emê têkoşîna xwe ya siyasî bimeşînin. Em hêvî dikim ku partiyên din jî bi qasî me giringiyê bidin diyalogê.”
Pir baş e, dibê aliyê kurdan wiha xwedî pêşniyar û daxwazên berbiçav be, çi dixwazin wiya ji hukûmetê û ji bîrûraya giştî ra bibêjin.
Berdevkê Hikûmetê Cemîl Çîçek jî civîn pozîtîf nirxand û îcar gotinên hêvîdar kir, got, ew dixwazin pirsgirêk bi riya diyalogê bên çareserkirin.
Çîçek got:
"Li vî welatî têra xwe xwîn hatiye rijandin û hêsir hatine barandin. Loma jî li ser vê mijarê jî me nîqaş kir û me xwest ku hemû pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Ne hewce ye ku xwîn û hêsirên çavan bên rijandin. Ne hewce ye ku xwîn bê rijandin. Mijareke din jî ew e ku ev hevdîtin destpêkek be ji bo çareseriya pirsgirêkan. Ev hevdîtin wê bibe wesîle ku bi hemû partiyan re rûpeleke nû bê vekirin. Cihê çareseriyê meclis bi xwe ye û navnîşaneke din nîne. Divê bi her awayî hevdîtin pêk bên."
Di nava AKP-ê da Cemîl Çîçek, yek ji wan kesa ye ku li hember kurdan û çareserkirina mesela kurd tim xwediyê şêleke xerab û ne baş e, şêla wî tim negatîv e.
Lê bi qasî ke meriv ji vê beyana wî fêm dike, Çîçek îcar pir nerm xuyaye, qala diyalogê û riya aştiyê dike, dibê êdî xwîn û hêsirên çavan neyê rijandin.
Van gotinên Çîçek hêviyekê dide meriv.
Meriv hêvî dike ku Çîçek di van gotinên xwe yên derbarê diyalogê û dîtina riyeke aştîyane ji dil be û weke carên berê zû ji bîr neke û bi rastî destê aştiyê dirêjî kurdan bikin...
***

Mizgîna min li we, di hilbijartinên Swêd yên giştî da ji herçar perçên Kurdistanê çar kurd ketin Parlamentoya Swêdê.
Ji Partiya Keskan Jabar Amîn (Kurdistana Iraqê), ji partiya Sosyaldemokratan Şadiye Heyderî(ji Kurdistana Îranê), ji partiya Sosyaldemokratan Roza Guçlu Hedin (ji Kurdistana Tirkiyê) û ji lîsteya Folkpartietê jî Ismail Kamil ji Kurdistana Sûriyê.
Yanî ji her beşekî Kurdistanê yek û du jin û dudu jî mêr. Jixweber wekheviyeke pir baş pêk hatiye.
Ez herçar parlamenterên me yên nuh ji dil û can pîroz dikim û di kar û xabata wan da ji hemûyan ra serkeftinê dixwazim.

22 september 2010

Gerîlayên kurd paradîgma dewletê tarûmar kirin...

Cahît Mervan di rojnameya Gunlukê da qala nivîsa siyasetmedar û zanayekî emerîkî Henrî Barkey dike.
Barkey di nivîsa xwe da li ser Tirkiyê û mesela kurd tiştên pir balkêş û girîng gotine.
Ez dixwazim di vê nivîsa xwe ya îşev da van tespîtên Barkey bi we jî bidim nasindin.
Barkey, di nivîsa xwe ya berî referandûmê da li ser Tirkiyê, kurdan, PKK-ê û şêla Emerîkayê hin analîzên balkêş dike û di dawiyê da jî dibêje, heger Emerîka ji nuha da dest navêje mesela kurd, sibe dikane rûbirûyî hin “surprîzên ne xweş bibe.”
Cahît Mervan, ji meqaleya Barkey çend nuxte girtiye nivîsa xwe, ez ji wan, çend beşan dikim kurdî û pêşkêşî we dikim.
Yek: Şer, ji dêlî ku kurdan biqedîne Tirkiye kir kurd. Tehlûkeya şerê tirk û kurdan zêde bû. Zarokên kurdan yên li getoyan mezin dibin tevliheviya Tirkiyê ya etnîkî dike weke bombeyeke li ber teqandinê.
Dudu: Mesele kurd êdî sînorên Rojhilata Navîn derbas kiriye. Ji bo menfeeta Emerîka mesela kurd ji hin aliyan ve ji Îran û Îsraîlê hîn girîngtir e. Ji alî Tirkiyê ve dikane gelek netîceyên wê yên kambax hebin û ji ber vê yekê jî ev yek ji bo Emerîka ku amadekariyên xwe yê vekişandina ji Îraqê dike, dikane hin netîceyên cidî bi xwe rfa bîne.
Sisê: Li Tirkiyeke ku rûbirûyê şerekî nav xwe ye, dikane ji bo menfeetên Emerîka yên li Kafkasan, Balkanan bibe sebebê problemên mezin.
Çar: Ji bo rawestandina şerê ku ji 1984-an û virda ye berdewam e hêza artêşê têr nake. Kurd daxwazên xwe hîn vekirîtir tînin zimên. Daxwzên xwe roj bi roj zêdetir dikin. Hukûmeta tirk aliyê siyasî yê mezinayiya mesela kurd dibîne û ji bo ku bikanibe vê pêlê kontrol bike çi ji destan tê dike. Lê belê metodên tên bikaranîn feydeyê nadin. Bi vacayî dûrketina kurdan ya ji Tirkiyê xurttir dike.
Pênc: Siayseta vebûnê ya AKp-ê îflas kiriye. Neserkeftîye. Ji ber ku ”vebûnê” bersîva hêviyên jê dihat kirin nedaye, vê yekê BDP û PKK xurt kiriye.
Şeş: Kurdan di îdareyên mehelî da awantajên mezin bi dest xistin. Kurd, micadela siyasî hîn organîzetir dimeşînin. Ji alî psîkolojîk ve dewleta tirk ji nuha da ev bajar wenda kirine.
Heft: Pêşketina têkiliyên Tirkiyê bi Kurdistana Federal ra ji bo dawîanîna hebûna PKK ya li Qendîlê têr nekiriye.
Heyşt: Tirkiye mitefiqekî Emerîka yê nêz e, ne li kara Emerîka ya ku têkilî karê Tirkiyê yê hundur nebe. Mesala kurd, ji siyasetê bigre heta bi kulturê, ji têkiliyên leşker-sivîlan bigre, heta bi reformên demokratîk tesîrê li her tiştî dike.
Û heger Emerîka îro guh nede mesela kurd, sibe dikane rûbirûyî gelek "surprîzên ne xweş" bibe.
Wek tê dîtin Barkey di analîza xwe da hin tiştên pir balkêş dibêje, pasîfiya Emerîka rexne dike, dibêje mesela kurd ji bo Emerîka ji Îranê û Îsraîlê girîngtir e, loma jî dixwaze Emekîka ji bo çareseriyê bi rengekî hîn aktîv midaxeleyî şerê di nabêna dewleta tirk û kurdan da bike.
Dibêje heger Emerîka îro midaxele neke, sibe dikane li zirarê derkeve…
Û ya herî giran jî Barkey dibêje, ji bo rawestandina şer hêza artêşê êdî têr nake.
Ev gelkî girîng e.
Çimkî heta ku dewlet hêviya xwe ji têkbirin û şikandina liberxweda kurdan, "xelaskirina PKK" qut neke nêzî diyalogê nabe û tu mafî nade kurdan.
Lê roja ku dewletê ev hêviya xwe ya ji şer birrî, wê demê ewê riya diyalog û çareseriyê qebûl bike.
Wek Eren Keskînê jî di nivîseke xwe ya li ser apê Mûsa Anter da gotiye, "çiyayên Kurdistanê paradîgma dewletê xera kir", sîstema dewletê ya li ser derewan ava bûye û hemû baweriyên bêbingeh yên di serê mirovên tirk da tarûmar kir.Loma jî dewlet her çiqas têkçûna xwe nede der û veşêre jî lê her kes dizane ku êdî ji hêz da ketiye û mecbûrî riyeke aştiyê ye.
Û ji ber vê yekê jî li Tirkiyê di nabêna dewletê û BDP û PKK-ê di rojên pêş da ji nişka ve dikane hin ”surprîz” werin meydanê, hin gavên pozîtîv werin avêtin.
Berê bi dizî digirtin, lê êdî her kes dizane ku hukûmet bi Ocalan, PKK-ê û BDP-ê ra di nava danûstendinê da ye û hevdîtinan dike.
Bi qasî ku xuyaye kurdên başûr(bi taybetî jî Mesûd Barzanî) û Emerîka di van hevdîtinên nabêna dewletê û PKK-ê da roleke pir aktîv û girîng girtine ser milên xwe .
Loma jî pir ne dûr e ku îcar hin netîceyên baş werin girtin, belkî di demeke kin da PKK çekan jî deyne.
Çimkî hevdîtin ji bo vê ye.
Heta nuha him PKK-ê û him jî BDP-ê, ji bo hevdîtinan edres tim ”Îmralî” nîşan dane.
Nuha wa ye dewletê ev edres bi dizî be jî qebûl kiriye û ji şêla xwe ya ”em bi terorîstan ra rûnanin” gav paş da avêtiye.
Çimkî wa ye bi ”Îmraliyê” ra ”hevdîtinan” pêk tîne, Ocalan eşkere dibêje, hevdîtin baş diçin.
Helbet ev pêşketineke pir baş e, lê ya ji van hevdîtinan girîngtir, daxwazên kurdan e, gelo Ocalan di wan şertan da ewê ji dewletê çi bixwaze, çi nexwaze û di çi da israr bike?
Heger di van hevdîtinan da aliyê kurdan tenê Ocalan be, PKK û BDP tunebe pir xerab e, dibê qedera miletekî ne di destê ”şexsekî tenê” da be.
Bêguman rawestandina şer, lihevkirin baş e, lê bi şertê ku kurd hin mafên netewî bidest xin.
Meriv dikane teslîm bibe, ya jî dev ji hemû daxwazên xwe yên bûne sebebê şer berde û şer rawestîne, ew jî lihevhatineke.
Lê kurdan ne ji bo lihevhatineke wiha, ji bo bidestxistina azadî û serxwebûna xwe serî hildan, zarolên xwe şandin serê çiyan.
PKK-ê ji bo çi dest bi şer kiribe, dibê ew tişt werin bi destxistin, dev ji wan daxwazan neyê berdan.
Ne ku Ocala were berdan û mesela qediya…
Îro li Kurdistanê hemû kurd, hemû hêz dixwazin ku PKK çekan deyne û dev ji şerê çekdarî berde.
Ez ditirsim ku di rojên pêş da gava PKK çekan deyne, eynî kes û hêz îcar li dij derkevin û bibêjin danîna çekan şaş e, dibê tu çekan daneynî.
Ku em nemrin bi xêr û xweşî emê wan rojan jî bibînin…

21 september 2010

Dibê ev boykot berfirehtir bibe !

Li hember hefteyekê boykotkirina dibistanan berpirsiyarên dewleta tirk ketine panîkê, nizanin çi bikin û çawa rê li ber vê tevgerê bigrin…
Lê zêde jî nikanin tiştekî bikin.
Tiştê dikanin bikin tenê gef û tehdît e, ew jî ne xem e, dibê kurd zêde guh nedin tehdîdan û dev ji boykotê berndin.
Du rê li ber dewletê hene, ya ewê daxwaza kurdan qebûl bike û dawiyê li çalakiyê bîne, ya jî ewê zorê bikar bîne…
Bikaranîna zorê jî hinekî zahmet e.
Yanî ev cara pêşî ye ku dewlet ketiye feqê.
Tevger û çalakiyên gelêrî, siwîl yên bi vê rengî pir bi tesîr in û li gor çalakiyên din zûtir digihîjin armanca xwe.
Dewlet vi ya dizane û loma jî pir ditirse, naxwaze bi midaxeleyeke şaş bibe sebebê belavbûn û berfirehbûna tevgerê.
Di vî warî da Hindistan û nimûneya Gandî pir bi nav û deng e. Hindistan, bi çalakiyên bi vî rengî, bi bêîtaetiya siwîl ji bin bindestiya Înglistanê xelas bû û gihîşt azadî û serxwebûna xwe.
Bêyî ku şîdetê û çekan bikar bînin, bi nasnekirina qanûnên îngilîzan, bi nekirîna xwê û cawê Îngilistanê, Gandî pişt li îngilîzan şikand û dawiya dawî ew ji welatê xwe qewirand.
Tirk tevgera Gandî û netîceyên bi xwe ra aniye baş nas dikin, loma jî qîjewîja wan e, dibêjin ”ev tevgereke siyasî” ya, ev bêqanûnî ye û sûc e…
Lema jî serokwezîr Erdogan dibêje, ”bi boykotkirina dibistanan sûcê qanûna bingehî dikin.”Serokkomar Gul û hin berpirsiyarên hukûmeta AKP-ê, hin sergirtî û hin jî eşkere êrîşê dibin ser BDP-ê, wê tehdît dikin.
Esas ne kurd, ev 90 sal in bi qedexekirina zimanê kurdî dewleta tirk sûcekî li hember însaniyetê, sûcekî pir mezin kiriye.
Banga TZP-Kurdî ya boykotkirina dibistanan ”bêîtaetiya/bêemriya siwîl e” û li hember zulmê serîhildineke bi heq e.
Di vê bêîtaetiyê, serîhildanê da kurd zorê, şîdetê, çekan bikar naynin, tenê li dijî zulmê û neheqiyê derdikevin.
Dewleta tirk ev 90 sal in ku bi darê zorê zimanê kurdî qedexe kiriye û nahêle zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe perwerde bibin.
Carê ev him li gor qanûnên navnetwî û him jî li gor mafên însanî sûcekî pir giran e.
Loma jî ji bo bidestxistina mafê perwerdeya zimanê kurdî her çalakiya sivîl û demokratîk bi heq e û meşrû ye.
Dibê kurd viya bizanibin.
Dewlet, weke çalakiyên din û şerê çekdarî nikane bi şîdetê here ser vê çalakî û liberxwedana kurdan.
Heger bi şîdetê biçin ser, bi darê zorê zarokan bibin dibistanan ewê li zirarê derkevin, dewletê têkve rewşeke pir xerab.
Ji kurdan ra gav û saetê dibêjin, dev ji çekan û ”terorê” berdin, hûn çi dixwazin bi riya siyasetê bixwazin.
A ev boykot jî daxwaza kurdan ya bi riya siyasî ye, dibê bi şîdetê neyên ser vê tevgera kurdan.
Heger dewlet dixwaze kurd dev ji şerê çekdarî berdin, dibê midaxeleyî van çalakiyên kurdan yên demokratîk nekin, nebêjin ”ev çi daxaz in”?
Ji dêlî gefan û tirsandina kurdan ya bi qanûnan, dibê daxwazên kurdan qebûl bikin, dibê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, dibê nasnameya kurd were qebûlkirin, dibê qanûna esasî were guhertin, dibê ala kurdî, navê Kurdistanê were qebûlkirin, dibê bi siyasetmedarên kurdan ra rûnin û ji bo çareseriya mesela kurd li riya çareseriyê bigerin.
Ne ku tim bibêjin, ”ev çi daxwaz e”, ”ev çawa çalakî ye”?
Daxwazên kurdan daxwazên netewî ne, dixwazin weke tirkan ew jî bibin xwedî eynî mafan.
Heger hûn naxwazin kurd van mafên xwe bi zor, bi riya çekan bixwazin, wê demê kerem bikin, bi rehetî, bi riyeke demokratîk bidin…
Tercîh ya we ye…

20 september 2010

Ji bo bîranîna apê Mûsa Anter


Apê Mûsa (Mûsa Anter) 18 sal berê, di 20-ê îlona 1992-an da li Amedê li taxa Seyrantepeyê ji teref qatilên dewletê, bi bêbextiyeke pir mezin hate qetilkirin.
Di ser qetilkirina apê Mûsa ra tam 18 sal derbas bûn, lê tu hukûmetekê jî hîn ne bûyer ronî kir û ne jî qatil û kesên emir dane girtin.
Erdogan, ji bo xapandina kurdan li Amedê bi derewan navê apê Mûsa îstîsmar dike û xwedêgiravî pir li ber qetilkirina wî ketiye, lê ev 7 sal in îktîdar e, hîn qatilê wî negirtine, hîn bûyer eşkere nekirine.
Di destpêka salên 1990-î da dewletê lîsteya kurdên dibê werin kuştin çêkir û yek bi yek bi qatilên xwe da kuştin.
Ev biryar biryara dewletê bû, ji serokwezîr, serokkomar, wezîrê hundur bigre, heta bi serokerkanê wê demê, ev biryar bi destûr û emrê hemûyan hate bicîh anîn..
Yanî Erdogan û hukûmeta wî baş dizanin kê apê Mûsa kuşt û kê emrê kuştina wî da.
Lê li gel vê jî ne qatilan digrin û ne jî bûyerê eşkere dikin.
Ne bûyera apê Mûsa tenê, bi sedan cînayetên hîn eşkere nebûne hene.
Van cînayetan eşkere nakin, ji ber ku qatil dewlet bi xwe ye, berpirsiyarên dewletê yên wê demê ne...
Şehîdê pêşî Vedat Aydin e, meriv dikane bibêje dewletê di sala 1991ê da bi kuştina Vedat Aydin dest bi kuştina siyasetmedar, ronakbîr û welatparêzên kurd kir û heta sala 2000î bi sedan kadirên kurdan kuştin.
Apê Mûsa jî ji van şehîdan yek e.
Apê Mûsa jî weke gelek kurdî tarîxa bûyina xwe tam nizane. Lê li gor qeydên resmî di sala 1920a da hatiye dinê.
Li gor vî hesabî heger nuha sax bûya me yê 90 saliya vî zanayê kurd pîroz bikira. Lê dewleta çete nehîşt, ew da kuştin
Par, bi minasebata bîranîna apê Mûsa, min dîsa nivîsek nivîsî. Ez naxwazim wan dîtinên xwe li vir careke dubara bikim.
Loma jî ez wê nivîsa xwe ya par û du sê pêkenînên apê Mûssa îşev pêşkêşî we dikim. Ez hêvî dikim ewê bi dilê we be.

Mûsa Anter û "Zimanê dê"Ronakbîr û kurdperwerê hêja û bi nav û deng apê Apê Mûsa Anter 17 sal berê di 20-ê îlona 1992-an da li Amedê ji alî qatilekî dewleta tirk ve, bi emir û fermana dewletê bi qeleşî û bi bêbextiyeke mezin hate kuştin.
Ji zûda ye min nivîseke wî ya li ser giringîya zimên ku gelkî kêfa min jê ra tê rakiribû, ji bo ku di roja şehîdbûna wî da biweşînim.
Lê nizanim çawa bû do û pêr min ji bîr kir neweşand, ji bo vê xemsariya xwe ez ji we xwendevanan û ji Apê Mûsa lêborîna xwe dixwazim.
Tişt nabe, ez dizanim bîna Apê Mûsa fire ye, ewê li qusûra min nenêre, loma jî ji bo yadkirina vî şehîdê kurd û Kurdistanê, ez vê nivîsa wî ya giranbuha îşev ji diweşînim.
Wek tê zanîn Apê Mûsa merivekî hazircewab, henekçî, xweşsohbet, bi kultur, zana û di eynî wextê da jî him bi tirkî û him jî bi kurdî nuktedan û nivîsakerekî pir hêja û bêemsal bû.
Di vî warî da lêkolîneke min tuneye, ez tenê çavdêriya xwe dibêjim, bi baweriya min Apê Mûsa Anter di nava ronakbîrên kurdan da kolumnîstê(nivîsên pêkenînî, mîzahî)bi kurdî yê herî pêşîn û herî baş bû.
Di warê nivîsên kin û mîzahî da Apê Mûsa hosteyekî gelkî mezin e, hakimê qelema xwe ye, ew tim li orta nîşan dixe, tu carî li fûtê naçe…
Ne mimkûn e ku meriv nivîsên wî yên bi kurdî bi zewqeke mezin nexwîne.
Çi bi kurdî û çi jî bi tirkî, hemû nivîsên wî weke nukte û pêkenînên Xoce Nesredîn lezîz û manîdar in.
Meriv ji xwendina nivîsên Apê Mûsa têr nabe, ji ber ku di her nivîsa wî da meriv tiştekî nuh fêr dibe.
Nivîsên wî weke sohbeta şexsî ye, meriv aciz nake, meriv naxwaze biqede, dema diqede jî meriv dixwaze zû zûka dest bi ya din bike.
Bi taybetî jî meqaleyên wî yên bi kurdî pir û pir hêja ne, hemû jî di derece û qalîteya ku di dibistan û zanîngehan da ji rojnamevan û xwendevanên edebiyatê ra bibin kitêbên dersê û nimûneyên xweş nivîsînê.
Ne tenê berê, di nava kurdan da nuha jî hîn kesê ku bikanibe di qalîte û mistewa nivîsên Apê Mûsa da binivîse tuneye.
Li jêr ez meqeleya Apê Mûsa ya bi sernivîsa ”Zimanê dê” îşev pêşkêşî we dikim.
Ez bawer dikim ku ji xwendina wê, hûnê bi qasî helbesteke Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrê tam û zewqê jê bigrin û bixwazin hemû nivîsên Apê Mûsa yên bi kurdî bixwînin.
Bixwînin û bibînin ku Apê Mûsa li ser giringîya zimanê dê çiqasî xweş gotiye. Meriv dibêje xwezî min jî kanîbûya hewqas xweş binivîsiya.
22/9-09


”Zimanê dê”Niha neviyekî min heye, Bahoz. Bahozko ji niha ve bi kurdî zane lê bi turkî hîn nabe. Carna, radyokek min a biçûk heye, ez dikim dawa wî, ku bi tirkî xeber dide lawik dibê lew lew lew. Yani dişibîne dengê heywanan.
Lê ku ez dibêm lawo ka tilîka xwe bide min ez bixwim. Mal û malika wî tilîya wî ye, ew jî wê dike devê min.
Gelek caran ez jê ra bi kurdi distirêm, ma sitrana min çi sitran e. Ez ne İbrahim Tatlises im, heşayî min.
Ez Amedê jê ra dibêjim. Hema ku ez dibêm ‘lê Amedê Amedê, tu bayraqa Kurdan e, Ala Rengîn hildaye" ew lawikê yazde mehî hundirê çavên wî dikene û ji min re bi dest û lingan dilîze.
Bi rastî jî min qîmeta zimanê zikmakî zanîbû lê vî lawikî ji prefesorekî bêhtir ders da min. Qenc ez hîn bûm ku tiştek di ser zimanê diya me re tine ye.
Îsal 63 sal e, ez bûme hêsîrê zimane tirkî.
Bê çawa hêsîrekî bi namûs hesîrtiyê bi rast û rihanî qebûl nake, ez jî hînî zimanê tirkî nebûme. Erê tirk dibên zimanê kurdî tineye, lê ez bi ilmî dibêm zimanê tirkî tuneye.
Hema di van 60 salan de ez hînî pênc zimanên tirkî bûm.
Di mekteba pêşî de yek, di ya navîn de yek, di lîseyê de yek, di unîversîtê de yek û yek ji yên di derve.
Ne kesî emir daye tirkan, wan zimanê xwe ewha kir.
Ji ber vê yekê ez nebûm nivîskarekî qenc, kurdî ewan qedexe kir û tirkiya wan jî ne tu GÛ bû, evqas taba min a îsal 60 sal e bertelef çû.
Ez ne xwe dipesinînim lê ez yeqîn dikim ku ez 60 sal bi frensewî, îngilîzî, almanî bi vê tabê daketima bi kêmanî eze bibûma wek Victor Hugo, Goethe, Jean Jacques Rousseau û Shakepeare. Lê çi fêde ji qewlê Nabî ve bi tirkî dibê, ‘‘Öyle bir nehir muazzam gibi çus etmiyem fakat heyhat kurak sahralarda akıp gecmişim.’’
Yanî ez wek çemekî mezin im, mesela wek Dîcle û Ferat im lê çi fêde ez di çolan re derbas dibim kes ji min fêde nabîne.
Tirkiyê jî ez kirim wek Dicle û Ferêt. Ji Kurdistanê derketim û ez ketim çolên ereban ên xerab cih û bêfêde.
Ji ber vê yekê îşê min zor e.
Fikra min û mêjîyê min kurd e.
Lê ez mecbûr dibim bi tirkî binivîsim.
Ji ber vê yekê ez dibêm işê min zor e.
Nivîsên min giş tercûme ne.
Tercûme tu carî nabin wek eslê xwe.
Ji ber vê yekê Fileh û Misilman dibên Quran û Încil nayên tercûmekirin. Ku bê tercûmekirin wê cewherê wan winda bibe.
Nivîsandinên min ên bi tirkî rij in, bê tewas in ji ber vê yekê ye ; bi kurdî difikirim û bi tirkî dinîvîsim.
Çiqas ecêb û zilm e.
Ma kesi dîtiye ku nivîskarekî Alman bi Fransewî şaheseran bi nivîse, yan jî yekî îtalyan bi yewnanî?
Kî bêje nebêje wek min 60 salî di nav vî agirî de nemaye.
Ez zanim bê ev çi agire û zilm e....!!
14-20 hezîran 1992
Mûsa Anter"

Û du nukteyên apê Mûsa:

Apê Mûsa carekê dîsa hatiye girtin. Wî derdixin mahkimê.
Di mahkimê da dozger îdama wî û abûqatên wî jî berata wî dixwazin. Demeke dirêj mahkime û abûqat dikevin gewriya hev, apê Mûsa dibêje, heyran bise, ezê ji we ra meseleyekê bibêjim.
Dibêje, keçikek xweşik ya îngilîz li bajêr dimeşiya xortekî jê ra got, keçê ma tu ji wan dêmên xwe yên sor î giryazî ramûsanekê nadî min.
Keçik lê vedigere û dibêje, heger ez bi vê sola nigê xwe li serê te xim, tu yê wê demê maçkirinê fêm bikî…
Lêwik gotiye, hohooo, ez jî pir çûm jor û tu jî pir daketî jêr, were em orta vî îşî bibînin.
Nuha hûn îdama min dixwazin û abûqatên min jî beratê. Ka werin 2-3 salan bidin min, em li hev bikin.

******
Nukteyeke wî ya xweş jî li ser mamoste Beşîkçî ye. Dibêje:
”Me kurdan, Ziya Gokalp da tirkan, lê belê me Îsmaîl Beşîkçî ji wan stend. Gava meriv Gokalp û Beşîkçî miqayese bike, em li karê ne.”

19 september 2010

Qoserî û navê Sezen Aksu yê

Bi rastî jî em kurd miletekî reben û carnan jî hinekî ”kêmaqil” in.
Dema tirkek ji me ra dibêje "merheba", ji kêfa em dîn û şepleyî dibin, bask tuneye ku em pê bifirin.
Û loma jî tavilê em dixwazin ya wî bikin serokê/seroka xwe ya jî bi kêmsaî navê wî/wê bidin kuçe û kolaneke bajarekî Kurdistan.
Do di facebookê da ji min ra bangek hat, dixwaze ez piştgiriyê bidim kolaneke bi navê Sezen Aksu yê.
Ez fêm nakim Sezen Aksûyê ji bo Qoserê(Qizoltepe) û ji bo kurdan çi kela fetih kiriye ku we hin Qoseriyan rabûye jê ra malpereke bi navê (Kiziltepe de Sezen Aksu sokgai olsun) saz kiriye û hûn dixwazin navê wê bidin kolaneke Qoserê/Qiziltepe?
Tu dijminatî û dijayetiyeke min li hember Sezen Aksu yê tuneye, jinik ne însaneke xerab e û ne dijmin a kurda ye.
Lê ev nayê wê maneyê ku hema tirkek du gotinên xêrê di heqê me da bike emê rabin tavilê navê wî/wê bidin kolanekê ya jî bikin seroka belediyê ya jî mebûsên xwe…
Ma kevir barî sezen Aksuyê stranek bi kurdî got û du gotinên baş di heq kurdan da kir…
Heger pîvan ev be wê demê ewê navên hemû kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê bibin navên kes û şexsietên tirk.
Ma her car ku tirkek bibêje zilmê li kurdan nekin, ya jî gotineke baş di heqê me da bike, ya jî straneke kurdî bibêje qey emê rabin bikin serokê xwe ya jî navê wî bidin kolanekê?
Ku wiha be, ev 40 sal in ku ez xwe ji bo kurdan dikujim, ez xwe diçirînim, min ji Sezen Aksuyê milyon qatî zêdetir xizmet ji kurdan ra kiriye û gotinên baş gotiye, wê demê navê min bidin kuçe û kolaneke Qoserê, ziqakekê bikin kolana ”Zinarê Xamo”.
Ji ber ku min ji wê bêtir heq kiriye….
Ez dizanim hûn navê min nadinê, çimkî heta dor were min ewê bibe êvar, ji ber ku berî min Mistefa Aydogan heye, navê wî bidinê…
Haydê em bibêjin ku hûn bi Mistefa Aydogan qayil nabin, hûn dibêjin ku ew bi qasî Sezen Aksuyê ne meşhûr e.
Qebûl…
Îbrahîm Seydo Aydogan heye, ji bajarê we ye û ew jî tê ra xwe meşhûr e, navê wî bidin kolanekê.
Bavo em bibêjin ku kêfa we zêde ji Mistefa û Seydo ra nayê, wê demê navê Husên Duzen bidin kolanekê.
Heger ev jî nakeve serê we, navê gula Qoserê Emer Xoce(Suleyman Akkoyun) bidin kolanekê.
Ez kefîlê Emer Xoce me, ez sond dixweim ku ew hezar qatî ji Sezen Aksuyê bêtir layiqî vê xelatê ye...
Lê hûn nakin, çimkî gîha hewşê tahl e, ya hewşa tirkan tim şêrîn e…
Bavo em bibêjin ku hûn naxwazin navê mêrekî qoserî bidin kolanan, hûn dixwazin navê jinekê be, baş e, di dîroka kurdan da bi hezaran jinên kurd yên meşhûr û canfîda hene, ji wan navê yekê lêkin.
Ma dibê miheqeq tirk be?
Carê dibê meriv navên bi tirkî ji xwe qet li kuçe û kolanan neke. Dibê hemû nav bi kurdî bin.
Ya din jî dibê meriv hewqasî zû nebe heyran û qurbanê xelkê, dibê meriv ji xelkê bêtir qedir bide mirovên xwe…
Ji ber van sebeban ez li dij im ku navê Sezen Aksûyê li kolaneke Qoserê were kirin.
Heger ewê navekî nuh li kolaneke Qoserê were kirin, dibê ev, navê yekî/yeka kurd be….

18 september 2010

Semînerke giranbiha

Bi amadekariya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd, li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê nivîskar û wergêr Ziya Avci, li ser jiyan û berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî û Alexander Jaba îro semînerek da.
Semîner saet di 13-an da bû û ciyê semînerê(Kitêbxaneya Kurdî)jî ji mala min gelkî dûr bû.
Heger ne xêra M. Alî Kût bûya minê ancax di du saetan da bikanîbûya xwe bigîhanda kitêbxaneyê.
Mala M- Alî Kût ava be, piştî lêgerîneke gelek dûr û dirêj, çend çûn û hatinên çewt yên li dora mala min û alîkariya GPS-ê axirê camêr dawiya dawî bi serkeftineke mezin xwe gîhand min, berê ez û dû ra jî Ziya Avci, Paşa Ûzûn û Serdar Roşan yek bi yek hilda û bi saxî û selametî em hemû gîhandin ciyê semînerê.
Ziya Avci, wek hemû xebat û wergerên xwe yên din, bi vê xebata xwe ya li ser Mele Mehmûdê Bazîdî(1797-1867), dîsa xebateke pir hêja û baş kiriye, du berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî yên hêja, ”Camieya Rîsaleyan û Hîkayetan Bi zimanê Kurmancî û Adet û Rusûmatnameyê Ekradiye” ji tîpên erebî transkirîpteyî elîfbeya kurdî latînî kiriye û li kitêbxaneya kurdî zêde kiriye.
Herdu kitêb jî him bi rûsî û him jî bi elîfbeyên erebî û latînî ne û ji alî weşanxaneya Lîsê va hatine weşandin.
Mele Mehmûdê Bazîdî, ji zargotin, edebiyat, dîrok û zimanê kurdî ra ximetên pir mezin û giranbuha kirine.
Gelek berhemên kurdan, mesela Mem û Zîn, Kitaba Tewarîxe Cedîdê Kurdistan, Ferhenga Kurdî Fransizî, Ferhenaga Kurdî ya Devoka-Hekkarî Revendî, Rêzimanê Erebî bi Kurdî, Şerefnaneya Şerefxanê Bedlîsî û gelek çîrok û hîkayetên gelêrî ji mirin û wendabûnê xelas kiriye, hinekên wanji devkî derbasî nivîsê kiriye û hinek jî weke Şerefnameyê ji Farisî kiriye kurmancî û li ser li dora 54 berheman teslîmî A. Jaba kiriye û bi vî rengî jî ev berhem hemû ji mirin û wendabûnê xelas bûne û gihîştine roja îro.
Berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî teslîmî A.Jaba kirine, Jaba hinên wan tercumeyî û rûsî û hinek jî tercumeyî Fransizî kirine, hinek jî weke orjînal li ba xwe hîştine.
Lê hemû jî îro di kitêbxaneya Sankt Petersburgê da têne parastin.
Ev berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî dane A.Jaba, ji bo civaknas û dîroknasên kurd bêguman hemû jî çavkaniyên bêhem ne.
Lê li gel van xebatên hêja jî, Mele Mehmûdê Bazîdî mixabin di nava kurdên bakur da qet nayê naskirin.
Xebatên weha, hindek be jî piçekî ewê bibe wesîleya naskirina Mele Mehmûdê Bazîdî.
Di semînerê da Ziya Avcî bi kurtî li ser Bazîda wê demê jî rawestiya û got, di salên 1850-î da li Bazîdê 16 medrese hebûne.
Ev tê wê maneyê ku Bazîd wê demê, yanî piştî bicîbûna Ehmedê Xanî(1651-1707) ji bo kurdan bûye merkezeke çand û kulturî ya gelkî girîng.
Li bajarekî hebûna 16 medreseyan tiştekî pir mezin e.
Medrese weke zanîngeha îro ye, miqabilên unîwersîteyê ye.
Ev yek jî rewşa civaka kurd ya wê demê nîşan dide.
Îsal bû qismetê min, min him çû Bazîd dît û him jî Qesra Îshaq Paşa û gorra Ehmedê Xanî ziyaret kir.
Bazîda kevn bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye.
Dema meriv diçe Bazîdê çiyayê Agirî pir nêzîk xuya dike, Agirî, bi belekiyên berfa xwe, bi wê heybeta xwe ya mezin meriv dike heyranê xwe, meriv dixwaze hema ji xwe ra lê temaşe bike.
Bazîd di dîroka edebiyata kurdî da ciyekî xwe yê pir girîng heye û tim û tim jî roleke mezin lîstiye.
Çimkî gelek edîb û helbestvanên kurd li Bazîdê di Medreseya Ehmedê Xanî da perwerde bûne û gelek berhemên hêja dane gelê xwe.
Mele Mehmûdê Bazidî ji van kesan medreseya Ehmedê Xanî yek e.
Bazîda kevn di geliyekî pir teng da ye û teqrîben 5-6 kîlometreyan dûrî Bazîda nuh e, meriv ji dûzê bi çiyê da hildiperike.
Qesra Îshaq Paşa û Gorr û Mizgefta Ehmedê Xanî li hember hev in, di nabêna wan da tenê çendsed mîtro heye.
Ji pacaya Qesra Îshaq Paşa temaşekirina çiyayê dorê û Bazîdê ecêb xweş e, meriv xwe weke qertelekî li asîmanan his dike, xweza, Bazîd di bin meriv ra biçûk xuay dike.
Hîn û hîn jî rojê bi belkî bi hezaran kurd diçin Bazîdê ser gorra Ehmedê Xanî, weke ziyaret tewaf dikin.
Dema ez çûm bi sedan însan li wir bûn.
Ji bo vê xebata heval Ziya Avci û amadekariya Komelaya Nivîskarên Kurd û Kitêbxaneya Kurdî ez gelkî sipas dikim.

PARVE BIKE