31 augusti 2010

Yûra Nebîev şeb û şekir tevhev dike

Yûra Nebîev di quncikê xwe yê malpera Netkurdê da li ser îslamê û tesîra wê ya li ser tevgera kurd ya netewî nivîseke pir balkêş û hêja nivîsî ye.
Mixabin kurdiya Nebîev hinekî xerab e û loma jî têgihîştina nivîsê piçekî zahmet dike.
Lê li gel vê kêmasiya zimên jî nivîske pir girîng e û pir hêja ye.
Mijara ku Nebîev li ser rawestiyaye ji bo tevgera kurd ya netewî û hemû siyasetmedar û ronakbîrên kurd gelkî girîng e.
Nebîev, di nivîsa xwe da(Kurd û Îslam)bi kurtî li ser rol û tesîra îslamê ya siyasî û kulturî ya li ser tevgera kurd ya netewî rawestiyaye û dîtinên ku îslamiyetê zirar daye kurdan, nehîşriye kurd şiyar bibin, bûye sebebê bindestiya kurdan rast nabîne û rexne dike.
Nebîev dibêje, hemû serekên kurdan yên nîveka sedsala 20-an (xên ji Qadî Mihemed ku ne şêx bû, lê dadwerê îslamê bû) şêxên Neqişbendî û Qadirî bûne. Şêx Ubeydullah û kurên wî – Seyid Taha û Ebdulqadir, Şêx Seîd, Şêx Mehmûdê Barzencî, Şêx Ahmed Barzanî û birayê wî Mele Mustefa Barzanî û yên din hemû jî dîndar ya jî şêx bûne.
Bi vê yekê ra helbet çanda kurdan jî di nava tradîsyonên zanyarî û kûltura îslamê da xuliqî û bi pêş ket.
Ev jî rast e.
Bavê neteweperweriya kurdayetiyê Ahmedê Xanî û şairê kurd yê herî mezin Melayê Cizîrî jî alim û zanayên îslamê yê mezin bûn.
E vana hemû rast in û dibê siyasetmedar û ronakbîrên kurdan li gor van rastiyên civata xwe siyasetê bikin û tifaqan deynin.
Heta vê derê dîtin û tesbîtên Nebîev hemû rast in .
Lê tiştê ku Yûra Nebîev, ji bo Fetullah Gulen gotiye û ew wek ”aqilmendekî kurdan” nîşan daye ne rast e û ji bin da şaş e..
Nebîev dibêje:
”Yek ji kesên ku dixwaze tradîsyonên sûfîtîyê nûjen bike, aqilmendê vê demê yê kurdan-tirkan Fetulla Gulen e, ku qedir û hurmeta wî li ku qedir û hurmeta wî li herêmên kurdan yên rohilata Tirkîyê pir bilind e. Tirkîyê pir bilind e.”
Li Kurdistana bakur di nava kurdan da tesîra Fetullah Gulen heye, hevalbendên wî pir in, ev rast e.
Lê belê Gulen ne ”aqilmendê kurdan û tirkan” e, ew aqilmend û nîjadperestekî tirk e û di her wesîleyê da jî vê yekê dibêje.
Dibe ku bi eslê xwe kurd be jî, lê axir xwe tirk qebûl dike.
Gulen him li dijî daxwazên kurdan yên netewî ye û him jî ji kurdan jî qet hez nake, naxwaze navê wan jî bigre devê xwe.
Ji ber ku Seîdê Kurdî kurd bû, Gulen destê wî maçî nekiriye, gotiye, wek tirkekî min nexwest destê wî ramîsim.
Ya din heta nuha Gulen bi şiklekî vekirî tu carî navê ”kurd” negirtiye devê xwe û ji dewleta tirk ra jî negotiye çima hûn mafê kurdan nadinê.
Di mekteb û pansiyonên wî da axaftina bi kurdî qedexe ye, hemû keftelefta wan ew e ku xortên kurdan bikin tirk.
Dibê kurdek nîjadperestiya Fetullah Gulen û ya tevgera wî hewqasî vekirî nefroşe kurdan.
Bala min kişand, Nebîev negotiye Kurdistan, wî jî weke tirkan gotina ” herêmên kurdan yên rohilata Tirkîyê” bikar aniye.
Di vê sedsala 21-ê da kurdekî ku ji Kurdistanê ra hîn jî dibêje ”rojhilata Tirkiyê”, bi rastî sosireteke pir mezin e.
Nebîev, dema hêzên îslamî yên Kurdistana başûr û parlamenterên AKP-ê jî weke hev kurd û welatparêz dibîne jî neheqî û şaşîtiyeke pir mezin dike.
Nebîev, dema wiha dibêje ya ezbere dipeyive ya jî bi zanetî rastiyê tahrîf dike û kurdan pir nezan û ehmeq dihesibîne.
Nebîev wiha gotiye:
”Mêze bikin, ka parlamêntarên parlamêntoya Îraqê yên ji partîya Yekîtîya Îslamîyê ya Kurdistanê û koma Îslamîyê ya Kurdistanê çawa bi dil û can berjewendîyên kurdan yên miletîyê diparêzin. Em eynî tişt dikarin derheqa parlamêntarên kurd yên Meclîsa Tirkîyê yên ji partîya AKP da jî bêjin, ku partîyake bi mêlgirtina îslamê ye.”
Ne rast e, em nikanin eynî tiştî ji bo parlamenterên AKP-ê bibêjin.
Partiyên îslamî yên Kurdistana başûr, partiyên kurdan yên serbixwe û Kurdistanî ne û dixwazin li welatê xwe werin ser hukim, bi xwe welatê xwe îdare bikn.
Ji bo miletê xwe federerasyon û serxwebûnê dixwazin.
Lê piraniya parlamenterên AKP-ê hîn newêrin bibêjin em kurd in. Newêrin bêhemdî be jî navê Kurdistanê bigrin devê xwe.
Avakirina partiyeke kurd weke perçekirina Tirkiyê dibînin û li dij in.
Ji bo miletê xwe bira ”federasyon” û serxwebûn li wir bimîne, hîn perwerdeya bi zimanê kurdî jî naxwazin.
Heta nuha ji bo kurdean me tu daxwazeke wan nedîtiye.
Partiyên îslamî yên Kurdistana başûr zilamên xwe ne, ji xwe ra xwe ra dixebitin.
Lê yên AKP-ê ji xelkê ra, ji bo ku tirk ji ser dilê kurdan ranebin dixebitin, rayan ne ji bo partiya xwe, ji bo partiya tirkan ji gelê xwe dixwazin.
Loma jî ne rast e ku meriv parlamenterên AKP-ê û yên başûrê Kurdistanê weke hev bibîne.
Muqayeseyeke wiha neheqiyeke pir mezin e.

3 kommentarer:

  1. Silav û rêz mamosta. Yûra Nebîev di nivîsa xa (xwe) de serî heta binî dijitîya Kurd û Kurdistanê kirî ye, çand û ramanên ereban (îslam) parastîye. Lê cenabê te jî wê nivîsarê ra dibêje; "...nivîseke .. hêja nivîsî ye."
    Ma "hêja" bûna vê nivîsarê di ku da ye kekê min.! Ma carna hevokên rast jî li nivîsara xa da dîyar bike, ew tê wê wateyê, ku ew nivîs "hêja" ye.!

    Mamosta, tu ji min ba$tir dizanî lê ez dîsa jî bibêjim; demjimêrek xirabe jî 24 demjimêran da du caran demê rast/dirist nî$an dide, lê ew nayê wê wateyê ku, ew demjimêr dixebite/demê rast nî$an dide.. Li berku ew xirabe ye.
    Mirovên weki Yûra jî wûsa ne. Dibe ku carna ti$tên ba$ jî bibêjin/binivîsin. Lê ew kes dîsa jî doza Kurd û Kurdistanê napârêzin, li berku ew jî "xirabe" ne.! Bimîne di xa$îyê da. R. Sîtav

    SvaraRadera
  2. Biratê ezîz, min ji gotinên Yûra Nebîev yên rast ra gotiye rast û ji yên çewt ra jî gotiye.
    Yûra gotiye, hetanî sedsala 20-an hemû serok û kadirên tevgera kurd ya netewî şêx û alimên dînî bûne, ev rast e.
    Hemû klasîkên kurdan ji alî kesên bawermend û oldar ve ahtine nivîsîn, ev jî rast e.
    Tesîra îslamê li ser edebiyat û kultura kurdan pir e, ev jî rast e.
    Lê ji gava pesnê Gulenê nîjadperest daye ez li dij derketime, min gotiye ev şaş e.
    Dibê însan ji tiştên şaş ra bibêje şaş e, û ji yên rast ra jî bibêje rast e...

    SvaraRadera
  3. It is perfect time to make some plans for the long run and it is time to
    be happy. I have read this post and if I could I want to recommend you
    some attention-grabbing issues or advice. Maybe you can write next articles regarding this article.
    I wish to read even more issues about it!

    Also visit my web site: best cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE