13 augusti 2010

Sohbeteke nostaljîk

Eliyê* delal, gelek sipas ji bo nameya te ya psikoanalitik...
Eliyê hêja, bi vê nameya xwe vê sibehê te ji nişka ve him ez gelkî kêfxweş kirim û him jî dîsa kul û keder û xemên min ji nuh ve tevrakir.
Di mesela heval Zeher da miheqeq tu rast dibêjî, miheqeq te ji min ra qala Zeher kiriye.
Û ji xwe ez dizanim ku min jî lê pirsî, lê çawa bû ez nizanim, min ji bîr kir.
Çimkî kêf û matmayinê hiş li serê min nehîştibû.
Û ji ber vê kêmhişiya xwe jî nuha ez gelkî şermezar û xemgîn im.
Ji ber ku Zeher yek ji wan kesên ku ez gelkî jê hez dikim.
Lê wek min ji wî ra jî got, ”îcar nebû carek dinê…”
Analîza te ya li ser hevalên li dervayî welêt pir ne rast e.
Hevalên li dervayî welêt dijîn di vegera cara pêşî da matmayî û şeqizî dimînin, lê nebûne ”biyaniyên” xwe û civata xwe.
Yanî ”yabancılaşmiş” nebûne, hesret û evîna wan ya li hember welêt, dost û hevalên wan zêde, dîn û har bûye.
Sirgûnî, xerîbî û dûriya ji welêt ya bi slan, ji cî û warên ku meriv zaroktî û xortaniya xwe lê derbas kirye, lê dildar û serxweş bûye, meriv ji ”biyanîbûnê” wêdetir, pir hesas, diltenik û dilzîz dike.
Evîn û hezkirina meriv ya li hember her tiştê welât, li hember dost û hevalan, heta li hember ”nerind û xeraban” jî diguherîne, dil nermtir û henûntir dibe.
Rast e, helbet ev jî guherandineke, lê ne biyanîbûn/yabancilaşma” ye, nostaljî ye, bîrîkirina rojên berê ye…
Xerîbî, surgûnî kerasekî ji êgir e, heta meriv li xwe neke meriv nizane ku bê ev keras çi dojeheeke nedîtîye.
Dema însan piştî 31 salan vegere welatê xwe û bajarê xwe nas neke, riya mala xwe nebîne, ji nişekave bigihîje gelek dost, heval û hezkiriyên xwe, bigihîje malbata xwe û bi sedan xwarzê û biraziyên ku tu carî nedîtiye, di rewşeke wiha da helbet ew însan ewê matmayî û şeqizî bimîne.
Helbet dil ewê wek yê zarokekî rabe pêdarê…
Min tam 31 salan xeyala dîtina Wêranşarê, xeyala ku ezê tenê li nava bajêr, li kuçe û kolanên wê bigerim kir, xeyala rûniştina li parka belediyê, li qahwa Şaban, û sohbeta bi hevalan ra kir…
Lê tu tiştek weke xwe nema bû, Wêranşar, riya mala min, taxa min, park, qahwe, Şaban, dost, heval hemû guherïbûn, bûbûn tiştekî din.
Vê guherandinê(her çiqas min dizanîbû jî)ez gêj û sermest kirim, min nizanîbû ez li ku me û çi dikim, hestên min serî ji min stendin...
Nuha hêdî hêdî ez ferq dikim ku min ne baş dibihîst û ne jî baş guhdarî dikir. Ji ber ku ji kêf û heyretê ez serxweş û mest kiribûm.
Qalibê min li wir, hişê min li rojên berê bû.
Min gelkî dixwest ku nuha ez helbestvanekî baş bûma û li ser wan salên surgûniyê hemû hestên xwe yeko yeko bianiya zimên…
Surgûn, xerîbî, dûriya ji dost û hevalan û ji welêt meriv pir dilzîz û xemxur dike, meriv dike weke zarokekî ku bêsebir bîriya himêza diya xwe bike…
Gelek sipas ji bo ku tu bû sebebê nivîsîna min ya van çend rêzan…

*Ali Kaplan, li ser nivîsa min ya do bi tirkî nameyek ji min ra şandiye. Her çiqas bi tirkîye lê ez dîsa jî meyla wî û bersîva xwe bi we ra jî parve dikim.
MERHABA
VİRANŞEHİRDEKİ GÖRÜŞMEMİZDE ,ARKADAŞLARDAN KİMLER VAR DİYE
SÖYLEMİŞTİN.BENDE SENİN KADİM DOSTLARINDAN "ZEHER"den bahsetmiştim.demek dalgınlığa geldi.Görüşemediniz.
Dikkatimi çeken şey yurtdışından gelen arkadaşların duygu yoğunluğundan mı bilinmez ama büyük bir aşkınlık ifadesi yüzlerinde okunuyor.
yabancılaşmanın derin izlerini üzerlerinde taşıyorlar.farklı coğrafyalarda aynı zaman diliminde değişim aynı doğrultuda seyretmediği için olsa gerek.
herşeye rağmen 30 yıl sonra insanın dünyaya merhaba dediği topraklara ayak basması ve o havayı tenefüs etmesini sözcüklerle ifade edilemez bir duygu.gelişiniz iyi oldu .
"VERBE OLENT SİGRİTİ MONET"SÖZ UÇAR YAZI KALIR.
MUHABETLE KALIN

1 kommentar:

  1. Silav û rêz mamosta.
    $orova min ne li ser nivîsara te yê îro ye. Gumane gelki ji mijarên din jî dûr e. Mijar ew e:
    Gelo heta roja îro me çima li ser gorên xa (xwe) bi Kurdî nenivîsand.? Ez bawernakim, ku bi tirsa erî$kirina dewletê di vî karê me da bû asteng. Min heta roja îro nûçek (dewletê erî$ gorên me kir, li berku li ser gorên me bi Kurdî hatî bû nivîsandin..hwd) wusa nexandîye. Li ber vina ez dibêm bila edî li ser gorên me bi Kurdî bê nivîsandin û kesin ku di destî dijmin jî hatine ku$tin, bila li ser gora wan jî pakrewan bê nivîsandin, ne $ehîd. Bimîne di xa$îyê da.

    SvaraRadera

PARVE BIKE