17 augusti 2010

Îcadeke kurdan ya nuh...

Ev çend car in yekî bi navê Welat Perîncek bi riya facebookê ji min ra û ji endamên grûba Azadiya Welat ra nûçeyan dişîne.
Diyar ez jî di facebookê da bi hawakî bûbe endamê vê komê.
Diyar e Welat Perîncek perpirsiyarekî rojnameya Azadiya Welat yê facebookê ye.
Çimkî agahiyan tim li ser navê Azadiya Wealt dişîne.
Ez ji endametiya komê û girtina meylan ne aciz im, dema ez nexwazim ezê jê derkevim.
Lê tiştê min matmayî dihêle, sernivîs û nivîsên ji bal Welat perîncek ve tên şandin ne bi eynî zimanî ne.
Sernivîs bi kurdî ne, lê nivîs bi xwe bi tirkî ne.
Qey ev jî adeteke nuh e.
Wek kovarên kurdan, nav bi kurdî, lê naverok bi tirkî ne…
Eynî merivî(Welat Perîncek) do dîsa agahdariyek şandiye.
Weke her car, vê carê jî tenê sernivîsa agahdariyê bi kurdî ye, lê naverok bi tirkî ye. Û ew sernivîs jî hemû şaş e, kurdiyeke pir xerab e.
Sernivîs wiha ye:
”SLAW U HÜRMET Jİ WERE HEWALNO SERKEFTİN”
Û dû ra jî nivîsa bi tirkî dom dike:
“UZUN Bİ ZAMANDAN SONRA YİNE BURDAYIZ YOLDASLARIM SİZDEN RİCAM GURUBUMUZU ARKADAS LİSTENİZE ÖNERMENİZ HER GÜNE BİR HADİS VE BİR AYET, VİDEO, FOTO, VE GÜNLÜK SON DAKİKA HABERLERİ İLE YENİDEN BURDAYIZ İLGİNİZ İÇİN SPAS U SAYGILAR....
WelaT_PerinceK”
Nuha min ji vê meselê tiştek fêm nekir, çima sernivîs bi kurdî, lê agahdarî bi xwe bi tirkî ye?
Azadiya Welat rojnameyek kurdî ya rojane ye, bi sedan xabatkar û nivîskarên wê ne. Dema bixwaze, cidî bigre dikane vî karî tekûztir bike.
Wisa xuyaye ku berpirsiyar guh nadinê.
Bi ya min dibê meriv guh bidê û pir jî cidî bigre.
Çi kar dibe bira bibe, dixwaze bira agahdariyên di facebookê da be ya jî meyleke bi du rêzan be, dibê bi çavê suxrê lê neyê nêrîn, dibê rast were nivîsandin
Çima xeber û agahdariyên li ser navê rojnameyeke wek Azadiya Welat bi vî rengî tên belavkirin min tu maneyek nedayê?
Azadiya Welat rojnameyeke mezin û cidî ye, dibê qedir û qîmetê bide navê xwe û bi tevliheviyên wisa îmaja xwe xerab neke.
Meriv sernivîsê bi kurdî û xeberê bi tirkî nanivîse, ev ne rast e û ne xweş e, mijara pêkenînê ye.
Dibê berpirsiyarên Azadiya Welat rê li ber vî biraderî bigirin û nehêlin di platforma facebookê da be jî li ser navê wan tevliheviyên wiha bike.
Meriv meylekê, agahiyekê bi zimanekî dinivîse; sernivîsê bi zimanekî û nivîsê jî bi zimanekî din nanivîse.
Bêyî kurdan kes tiştekî wiha nake.
Û di ser da ew sernivîs jî ne rast e, şaş e.
Gelo Azadiya Welat, nivîskar, endam û xwendevanên wê, qet meylên vî camêrî nabînin?
Ji ber ku ev ne cara pêşî ye, heta nuha gelek carên din jî bi eynî rengî ji min ra hatiye.
Wê demê çima kes ji vê tevliheviyê aciz nabe?
Nuha dema meriv ji rojnameyekê tim nivîsên wiha tevlihev û ji alî rastnivîsê ve tije şaşî bigre gelo merivê di heqê wê rojnameyê da çi bifikire?
Bêguman ewê bi meriv ra hin qenaetên ne baş peyda bibe.
Dibe ku Welat Perîncek bi kurmancî nizanibe.
Lê wê demê jî dibê ew nebe berpirsiayarê vî karî, ji ber ku ji heq dernakeve, bi kurmancî nizane.
Kurmanciya wî tenê têra “sernivîsan” dike û ew jî tije şaşî ne...

1 kommentar:

  1. Silav û rêz mamosta.
    Dema ku jîyanê da giringîya ziman neyê fêmkirin, karên wûsa jî xazayî (xwezayî) ye.
    Mamosta, divê cenabê te rêvebirê wê rojnamê ba$ nas bike, rastî ew kes wê rojnameyê bi dilûcan derdixinin, an neçarî xa wî karî dikin.?
    Neyê bîrakirin, ku dewleta tirk jî gelik karên wusa pêk tîne. Weki kursîyên Kurdî zanîngehan da.. Weki TRT6..hwd.

    SvaraRadera

PARVE BIKE