07 augusti 2010

Hevalê baş wek şûrê Şamê ye

Tiştê îro hat serê min ancax meriv dikane di romanên sanfiktion(polîsiye)da bixwîne.
Heger ez nivîskarekî baş bûma minê ji vê serpêhatiyê romaneke pir baş derxista.
Lê ji min nayê.

Romannivîs bi derewan, ji ba xwe bûyerên wiha diqewimînin, lê ya min hemû rast e.
Ez ji we ra ji serî da qal bikim.
Gava ez û xanim ji Kurdistanê vegeriyan lawikê me Serhat ne li mal bû, çûbû Çekîstanê tehtîlê.
Ez çend caran pê ra peyivîm, got ezê di 6-ê mehê da(6/8-10)vegerim.
Lê do venegeriya.
Min vêsê telefon kir, telefona wî girtî bû bersîv neda.
Lawikê min ê biçûk Rojen got, bavo telefoneke hevalekî wî yê li wir li ba min heye.
Min telefonî wir kir, keçikekê bersîv da, dû ra bi îngilîzî peyivî min jê fêm nekir.
Neyse min da Rojen, îcar ew pê ra peyivî.
Got bavo, keçik dibêje Serhat li Almanya li bajarê Dresdenê ji ber ku pasaporta wî ne pê ra bûye asê maye.
Min mesele fêm kir, lê ezê çawa xwe bigihînimê û meselê baş fêm bikim?
Min telefonî birayê xwe Metîn kir, li Almanya li Gîssenê dimîne, ji bo ku jê ra bibêjim bira here wir.
Telefona wî bersîv neda.
Dû ra ez fêr bûm ku ew û zarokên xwe çûne Tirkiyê.
Ez pê ra peyivîm, min telefona Mehmet Tanriwêrdî jê stend, ji bo ji wî ra bibêjim bira ew here.
Telefona wî jî girtî bû, bersîv neda.
Min telefonî hevalê xwe Şefîk Oncu kir, min got, Şefîk ma tu nêzîkî Dresdenê ye?
Şefîk got na, "nabêna me li dora 7 saetan e. Lê xwe bigihînê, telefona min bidê, ezê jê ra nuha pera bişînim."
Min got, min jê ra pere şandiye, lê haya wî jê tuneye.
Min Mehmet Tanriwêrdî ji Şefîk pirsî, got çûya tahtîlê, ne li Almanyayê ye.
Min telefonî redaksiyona kovara Mana kir, ji ber ku Serhat jî di redaksiyona wê kovarê da ye û tê da dinivîse.
Ji ber ku şemî ye, kesî bersîv neda.
Ez li telefonên hevalên wî geriyam min ya kesî bi dest nexist…
Min telefonî lawikê xwe yê mezin Azad kir, min mesele jê ra got.
Ji min ra got bavo, Serhat va ye vê sibê ji min ra e-meylek şandiye.
Meyla wî ji min ra xwend.
Di meylê da digot, ew bi otobozê dihat Swêd, lê dema ew ji Çekîstanê derbasî Almanya bûye, pûlisê alman kontrol kiriye. Û ji ber ku pasaporta wî tunebûye pûlis ew ji otobozê daxistine û birine emniyetê û piştî 2-3 saetan ew birine li bahnhofê(îstesyona trênê)berdena û gotine here.
Otoboz çûye û bilêta wî şewitîye û qurişke perê jî pê ra tuneye ku bilêteke nuh bikire.
Nuha ew bê pere, bê bilêt û bê pasaport li bahnhofa Dresdenê ye û dibê em xwe bigihîninê û pê ra alîkariyê bikin.
Min tavilê pere xist hesabê wî. Bankê got, ji ber ku banka we yek e, pere di eynî deqîqeyê da dikeve hesabê wî.
Kêfa min hat.
Lê ji bo ku ez jê ra bibêjim, min pere xistiye hesabê te, dibê ez xwe bigihînimê…
Û telefona wî jî bersîvê nade.
Ya bateriya telefona wî qedyabû ya jî pere têda tunebû loma jî ne wî dikanîbû telefon bikira û ne jî me dikanîbû xwe bigîhandayê.
Qey nikanîbû ji telfona kesî jî telefon bikira.
Çawa dibû nikanîbû telefonek bikira?
Ji ber ku li me nedigeriya. Tenê ji birayê xwe ra meylek şandibû.
Min telefonî konsolosê Swêd yê Berlînê kir, girtî bû, bersîvdara otomatîk bersîv da, got roja duşemiyê nizanim kîjan saetê em vekirîne.
Min ji Azad ra got, telefonî wezareta Swêd ya derve bike, meselê ji wan ra bibêje, bira herin li wir xwe bigihîninê û pê ra alîkariyê bikin.
Azad bi wezareta derve ya Swêd ra peyivî.
Wezareta Swêd ya derve got temam, emê lê bigerin û jê ra bibin alîkar.
Dû ra me telefonî bahnhofa Dresdenê kir û got, xortekî bi filan navî li wir e, anons bikin bira were ser telefonê, emê pê ra bipeyivin.
Gotin baş e.
Piştî bîstekê em dîsa li bahnhofê û li wezareta der ya Swêd geriyan, me netîce ji wan pirsî.
Bahnhofê got, me 10 caran anons kiriye, lê kes nehatiye.
Sefareta Swêd jî got, konsolosê wan jî li bahnhofê anons daye kirin, lê kesî neçûye bi wan ra têkilî dananîye.
Bêhêvîtî û bîçaretiya min hinekî din mezin bû...
Ji hêrsan ez dikim biteqim.
Ez dîsa li Şefîk geriyam, min got Şefîk hela tu jî bi berpirsiyarên bahnhofê ra bipeyive.
Şefîk jî bi wan ra peyivî.
Ji wî ra jî gotibûn, ev merivê tu dibêjî jî konsolosê Swêd û em jî lê digerin, me gelek car anons kiriye, lê em nabînin.
Li ser vê ez bêtir tirsiyam, min got miheqeq tiştekî xerab hatiye serî.
Çimkî di herdu meylên xwe da jî gotibû ew li bahnhofa Dresdenê ye. Heger li wir be çima têkiliyê danayne?
Çima nikane li me bigere?
Ez ji xwe ra dibêjim, çawa dibe ku nikane ji ba pûlis ya jî ji telefona yekî kurd li me bigere û ciyê xwe ji me ra bibêje?
Saet derbas dibin û ez çareyekê nabînim.
Hemû hêviyên min yek bi yek vedimirin...
Min rabû telefonî hevalê xwe Mehmet Alî Yildirim kir, min mesele ji wî ra jî got û alîkarî jê xwest.
Wî jî got weleh li wan deran, li hêla Rojhilat ew kesî nas nake û ji xwe kurd jî li wê derê tunene.
Lê nasekî wî yê tercuman heye, heger bikaribe xwe bigihînê, ewê jê pipirse, belkî nasên wî li Dresdenê hebin.
Û got ewê jê ra bibêje heger te xwe gîhandê, telefona min bidê û jê ra bibêje, bira li trênê siwar be were Hambûrgê, ezê herim pêrgî wî û perê bilêta wî bidimê.
Lê problem ne pere û bilêt bû, me nizanîbû li ku ye...
Me bikanîbûya xwe bigîhandayê, me dikanîbû ji vir jî bilêt jê ra bikiriya.
Ew hêviya min jî şikiya, M. Alî Yildirim jî nebû dermanê derdê min.
Bi şev lawikê min Azad got bavo, va ye Serhat meyleke din şandiye. Di meylê da gotiye, ya xerab li wir dizan cuzdanê wî ji jê dizîne, nuha ne karta wî ya bankomatê û ne jî nasnameya wî heye. Gotiye ji bavê min ra bibêje, bira hesabê min bigre.
Min rabû telefonî bankê kir, got hesabê lawê min bigrin, dizan cuzdanê wî dizîne.
Nuha ew rût û repal, tî, birçî, bênasname û bêpere li ku bû û çi his dikir?
Kezeba min şewitî...
Min tu carî xwe hewqasî bêçare his nekiribû...
Ez nizanim ezê çi bikim û serî li ku bidim, alîkariyê ji kê bixwazim?
Ez lêxim herim Dresdenê, gelo li wir e û ezê bikanibim bibînim?
Çima konsolosê Swêd pê ra alîkarî nekiriye?
Bi îngilîzî baş dizane, 22 salî ye, çima nikane ji telefona yekî li me bigere?
Gelo bîr nabe, ya jî kes qebûl nake?
Ya jî tiştekî xerab hatiye serî?
Axirê di serê min da hezar û yek pirs li bin guhên hev dikevin, lê yek jî dilê min rehet nake û ez tu rê û tu çareyekê nabînim, bêçaretiya min ssaniye bi saniye mezin dibe. Ji heyecanê tebatî nayê min.
Dawiya dawî facebook hate bîra min, min got hela ka ez bi riya facebookê alîkariyekê bixwazim.
Min rabû ev çend rêz nivîsîn
“Ez dixwazim nuha, pir ecele bi kurdekî li Dresdenê(Almanya)ra, yekî min nas dike ra têkevim têkiliyê. Ji min ra nuha li wir alîkariyek lazim e, heger yek li min bigere ezê sipasdar bibim.”Piştî demeke kin, Zinar Ala ev bersîv da gazî û hawa ra min,
“Birêz Xamo, eger we xwest, ez tenê dikarim di bloga xwe de derbarê alikariyê da hineki agahdari bidim.”Min bersîv dayê, got:
”Gelek sipas xortê delal, lê ne hewce ye.
Lawê min nuha li wir e û hewcedarî hinek alîkarî ye. Min got belkî kurdekî nas ya li wir ya jî nêzî wir hebe ez meselê jê ra bibêjim ji bo ku pê ra bibe alîkar.
Lê wa ye heta nuha kesî bersîv neda...”
Piştî demek kin, min ji Sîrwan H. Berko, ev meyla jêr girt:
”Kekê Zinar, ez li Berlînê dijîm. Nivîskar Evdile Kocer li Dresdenê dijî. Jimara telefona wî li cem min heye, ku pêwîst bû, dikarim bidim te.
Berlîn dora du seetan dûrî Dresdenê ye. Ku Evdile nikaribe tishtekî bike, ez amade me biçim wir.”

Hîn min bersîv nedabû Sîrwan Berko, min hew dît ku ji Evdile Koçer 2 meyl ji min ra hatin. Di yekê da dibêje, “keko kerem ke, ev tela min e...” û ya din da jî digot:
“Keko kerem ke, min niha seh kir, heke tiştek lazim be ser çavan... Jixwe min tela xwe jî ji te re nivîsand... ez li benda bersiva te me.”Fena ku roj li min hilê, fena ku di bahrê da ez li ber fetisandinê bim û keştiyek di min ve derkeve, destê alîkariyê dirêjî min bike...
Min tavilê telefonî Evdile Koçer kir û mesele bi kurtî jê ra got.
Camêr bi xêrxwazî û dilxwaziyeke wek ya Xocêxizir got, "ser seran ser çavan, qet meraq neke û xeman nexwe, ezê anuha li erebeyê siwar bim û herim li bahnhofê bigerim, heger li wir be ezê wî bibim mal û sibe rêwî bikim.”Bîna min hinekî fireh bû, lê ez baş nizanim gelo ewê li wir be ya na, gelo Evdileyê wî bibîne ya na?
Min telefonî lawikê xwe Azad kir û jê ra got, hevalekî min ewê here nuha lê bigere.

Hêviyeke bi tirs bi me ra çê bû...
Ez bawer dikim di ser ra hîn saetek jî derbas nebûbû, ez bi xanimê ra li ser îhtîmalên çima nikane telefonî me bike dipeyivîm û min teorî li ser teoriyê çê dikir.
Min hew dît ku telefona min got zir û lêxist, min bala xwe dayê Evdile Koçer e, bi tirs û bi heyecaneke mezin min pê li bişkoka bersîvê kir…
Yê hember Evdile Koçer bû, bi ken got:
”Keko, emanetê te va ye li ba min e, êdî qet meraq neke, ezê nuha wî bibim mal, serê wî baş bişom û dû ra ji te ra bişînim…”Bi dengekî hêlî, ez qîriyam, min got, ”xanim, temam, wa ye hevalê min Serhat dîtiye…” Jinika reben jî matmayî ma, got çiqas zû?
Evdile Koçer, hezar carî sipas, mala te ava birayê ezîz. Ez tu carî nikanim ji bin vê çêyîya te derkevim…
Hevalê baş weke "şûrê Şamê" ye, di roja teng û di şerê giran da ji meriv ra lazim dibe…
Helbet dibê ez sipasî Zinar Ala û Sîrwan H. Berko jî bikim, ev herdu heval jî bi dil û can ji min ra bûn alîkar...
Di dawiyê da dibê ez sipasî ”facebookê” jî bikim, heger ne ew bûya min nikanîbû xwe bigîhanda Evdile Koçer. Carê min nizanîbû ew li Almanyayê ye, min digot belkî li Kurdistanê ye.
Ji bo vê jî mala vê teknîkê û facebookê ava be…
Çîrok û serpêhatiya min bi vî hawî xweş û şad qediya...

3 kommentarer:

  1. Mamo
    Derbasbuyi be welleh tu jehati ye
    Le xuyaye Serhat li te necuye

    SvaraRadera
  2. Derbasbuyî be Xalo Buyereka pir bi ecêb hatî serê te.
    Du tengasîyê Rebbê alemê ra her tim ferahîne. Çavê we ronîbe, bi kêfxweşî romana te dawî hatîye.
    Hevalê baş roja tengasîyê beli dikin. Xweda ji wan hevalan jî razîbe. Bisilaf û rêz. Rehawî.

    SvaraRadera
  3. Gelek sipas û mala we ava.
    Rehewaiyê hêja tu Çawa yî, baş î?
    Ez hêvî dikim tu û hemû hevalên xwe baş, sax û selamet in.
    Gelek silavên min ji mamoste A. Kadir Gok ra bibêje.

    SvaraRadera

PARVE BIKE