03 augusti 2010

"Goşt û nenûk"

Dewleta tirk ji bo ku di pêşerojê da rê li ber veqetendina kurdan bigre Kurdistan bi zanetî paş da hîşt, ji bo ku kurd koçî bajarên tirkan bikin û di her warî da entegreyî civata tirk bibin nehîşt li Kurdistanê sanayî û aborî bi pêş keve û geş bibe.
Kurd li welatê xwe bixebitin.
Sinifa karkir û bûrjûvaziyê kurd pey da bibin.
Ji bo kurd bi Tirkiyê va baş werin girêdan dewletê di her warî da plan û projeyên pir kûr û dûr meşandiye.
Keç dan kurdan, ji kurdan keç girtin ji bo ku di nava civata kurd da gelşê û gurûbeke li dijî veqetandinê peyda bikin.
Loma jî him berdevkên dewletê û him jî rast û çepên tirk tim dibêjin, efenfim bi milyonan kurd li xerbê dijîn, bi milyonan kurd û tirk bi hev ra zewicîne, loma jî ”em bûne goşt û nenûk” û tu carî ji hev naqetin.
Helbet ev îdîa pir ne vala ye, bi rastî jî mêrikan bi saya vê ”zewacê”, ”entegreasyon” û asîmîlasyona bi dizî û bi plan qulpeke baş bi destê xwe xistine û ev qulp roj bi roj xurttir jî dibe.
Hêviya Zulfî Lîvaneliyê çepê berê jî ev ev qulpa dewletê ye, yanî ”zewac” û ”koça” kurda ye.
Di nivîsa xwe ya îro da Lîvanelî wiha gotiye:
”Piraniya hemwelatiyên me yên kurd ebeden naxwazin ji Tirkiyê veqetin. Ji xwe viya berî veqetandinê dest pê kiriye û hîn jî berdewam e, bi milyonan zarokên ku ji zewaca kurd-tirkan hatine dinê, ewê vê veqetandinê bêîmkan bikin.
Jixwe tu hêza ku bikanibe ji her dera Tirkiyê hemwelatiyên kurd ji mal û milk, ji kar û barên wan bike tuneye.
Jixwe hemwelatiyên me yên kurd di qadên Tirkiyê yên tîcaretê, siyasetê, sinet, kultur û medyayê da giraniyeke wan ya mezin heye, ew dev ji van qadan, ji mewqiyên xwe bernadin, nikanin hokdîng û fabrîqeyên bigrin û herin. Di praktîkê da tiştekî wiha ne mimkûn e.”
Lîvanelî û tirkan tenê wiha bigotana xem nedikir, mixabin bere bere gelek kurd û siyasetmedarên me jî êdî dest bi vê teoriya ”zewacê” û ”kurdên li xerbê” kirine, ew jî êdî qala ”goşt û nenûkê” dikin, dibêjin em nikanin ji tirkan veqetin.

Tiştê herî xerîb û ecêb, em jî bi tirkan ra bizewicin em dibin tirk û ew jî bi me ra bizewicin em dibin tirk...
Yanî li zirarê tim em in.
Heta carnan bêyî zewacê jî em xwe dikin tirk...
Yanî gelş ne "zewac" û "koç" tenê ye, li Kurdistanê jî gelekên me bûne tirk.
Lê Lîvanelî û kesên weke wî difirkirin ji bîr dikin ku ji bo veqetandinê, ji bo avabûna Kurdistaneke serbixwe ne şert e ku nufûsa kurdan 20-30 milyon be, 5 milyon kurd bimînin jî ev îş dibe û rojekê miheqeq ewê bibe.
Hema yên çûne Xerbê û bi tirkan ra zewicîne dixwaze bira giş bibin tirk jî, ev yek dîsa jî mafê kurdan yê veqetandinê ji ortê ranake.
Lê axirê kesên ku diçin li Xerbê bi cî dibin û bi tirkan ra dizewicin dibê bibînin ku tirkê herî çep jî çi difikire…
Hêvî û argumentê wan yê herî mezin koça bajarên Tirkiyê û "zewaca" bi tirkan ra ye...
Dibê meriv bi "nan" û "zewaca" xwe sergêjiyê ji serxwebûna welatê xwe peyda neke...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE