15 augusti 2010

Ez dixwazim Cevdet Akbay bikim ronakbîrekî kurd lê ew qebûl nake

Di nivîsa xwe ya 4-ê tebaxê da min tirkînivîsîna Cevdet Akbay ya di platforma Dîwanxaneyê da rexne kiribû û gotibû ku di Dîwanxaneyê da bi nivîsên xwe yên tirkî ew bûye sebebê têkçûna kurdî û serkevtina tirkî.
Çend rojan deng jê derneket û tu bersîva neda min.
Qey kêfa dostê min M. Latîf Yildiz ji nivîsa min ra hatibû û loma jî e-meylek ji Dîwanxaneyê ra şandibû, gotibû, ” We Zinarê Xamo xwend? Heke we nexwendiye bixwînin, bira ji were bibe dersek.”Li ser vê, Cevdet Akbay bersîveke bi çiv û konewariya rûviyekî daye M. Latîf Yildiz û têda li ser min hin gotinên ne rast û zimandirêjiyeke bêbingeh kiriye.
Ji dêlî ku efendî were seadetê û li ser meseleya ku mijara rexneyê ye raweste, konetî kiriye, çiv daye xwe û qala tiştekî tune kiriye.
Akbay di bersîva xwe ya ji M.Latîf Yildiz ra gotiye:
“Min Zinarê Xamo xwend û mixabin min tu dersek jê dernexist. Di nivîsê da li hember kesên xwedî fikrên cuda (bi taybetî jî li hember min) bi uslûbeke cihê bêtehamuliyê nîşan dide. Ya rast ji xwe meriv nikane tiştekî dinjî ji muqalîdên Ocalan bipê. Bira Ocalan li birêz Xamo bimbarek be, emê rexnekirina xwe bidomînin.”Helbet tu yê tu dersê jê dernexî, çimkî tu merivekî zexel î, tu naxwzî tiştekî baş fêr bibî.
Evîna Tirkiyê û zimanê tirkî ketiye hestiyên te, tu zimanê xwe biçûk dibînî, tu naxwazî peyva ”bi zimanê xwe binivîse” bibihîzî.
Loma jî ji dêlî ku tu bersîva pirsên minbidî, tu ”çamûrê” davêjî ji min da, tu min bi bêtehamuliyê îtham dikî.
Carê di serî da îdîeya ku li hember kesên xwedî fikrên cuda û bi taybetî jî li hember Akbay ez merivekî bêtehamul im ne rast e û vireke bêbingeh e.
Di nivîsa xwe da min negotiye çima ew li Ocalan rexne digre ya jî çima weke min nafikire?
Rexneya min ne li ser fikrên wî yên cuda û rexneyên wî ye, min li tirkînivîsîna wî rexne girtiye, min gotiye tu çima bi tirkî dinivîsînî?
Ew, Oclan rexne dike, diparêze ne derdê min e û ji xwe di nivîsa xwe da ez li dijî rexnekirina wî ya Oclan jî derneketime.
Lê ji bo ku ew bersîva pirsê nede û tirkperestiya xwe veşêre, ew bi zanetî berê meselê digujere û min bi bêtehamuliya li hember fikrên cuda û ”muqelîdiya/teqlîdcîtiya” Ocalan îtham dike.
Ez ”muqelîdiya” Ocalan nakim û min tu carî jî nekiriye, Akbay jî baş dizane ku heta nuha her cara ku pêwîst bûye min Ocalan rexne kiriye.
Lê li gel vê jî Akbay vê buhtanê li min dike, çamûrê davê ji min da, dibêje belkî şopa wê bimîne.
Gotinek heye, dibêjin, ”nuha yê ji dînê min ra xeberan didebi xwe ew misilman bûya…”
Dibêjin gurriyo kumê min li serê te, ”dost û muqelîdê” tirkan dixwaze navê xwe li min ke…
Di nivîsa xwe da li ser tirkînivîsîna Akbay min wiha gotiye,
”Cevdet Akbay weke abone her roj li ser Ocalan û PKK-ê tiştekî dinivîse, hin rojan çend caran.
Û her cara ku ew bi tirkî PKK-ê û Ocalan rexne dike, êrîşî dibe ser wan, dost û hevalên PKK-ê û heyranên Ocalan jî bi tirkî bersîvê didin wî.
Dû ra Cevdet Akbay bersîva wan dide.
Dû ra dîsa ew bersî didin Cevdet Akbay…
Dû ra dîsa Cevdet bersîvê dide wan.
Dû ra hinekên din jî, hinekên ku kêm caran bi tirkî nanivîsîn jî(mesela Serger Barî)xwe tevê dikin.
Îcar hinek bersîvê didin wî.
Û ew bersîvê dide wan...
Carnan li ser Ocalan û PKK-ê rojê bi dehan, belkî hîn jî zêdetir nivîs, rexne û bersîv ji komê ji min ra tên.
Û ev yek her roj wiha dom dom dike…
Lê hemû jî bi tirkî.
Çimkî nivîsên Akbay bi tirkî ne.
Kurdî ji bin da rabûye, êdî kes bi kurdî nanivîse.(…)”
Û ez dom dikim…
”Loma jî ez dibêjim, Cevdet Akbay bi eslê xwe kurd be jî, bi kirin û xizmetên xwe tirk e û ji tirkekî tirktir e.
Di nava vê komê(Dîwanxaneyê) da zirara ku wî daye kultur, ziman û edebiyata kurdî(1000 kurd)ji ya mamoste û qerdiyanekî tirk ne kêmtir e.
Bi serê xwe tenê zimanê komeke ji 1000 kesî guherî kir tirkî.
Heger meriv kurd be û xwedêgiravî kurdayetiyê jî bike, wê demê dibê meriv ji zimanê xwe jî hez bike…
Û nîşan û îspata hezkirinê jî nivîsandin e.
Heger Cevdet Akbay ji binda bi kurdî nizanîbûya dîsa heta dereceyekê rê tê hebû, me yê bigota de bi kurdî nizane…
Lê baş dizane, têra xwe dizane.
Nenivîsîna wî ya bi kurdî ne ji ber nezanînê, ji ber nexwestinê û nehezkirinê ye.”
Wek tê dîtin di van rêzan da min ji Akbay ra negotiye Ocalan rexne neke, min gotiye çima tu bi tirkî dinivîse ?
Û bi vê yekê jî di nava Dîwanxaneyê da tu dibî sebebê rabûna kurdî û bicîbûna tirkî.
De îcar ”bêtehamuliya li hember fikrên cuda û bi taybetî jî li hember wî li ku ma.
Ka min çi bêtehamulî nîşan daye?
Ka min lik Ocalan parastiye ya jî ew texlît kiriye?
Ma îthameke wiha ne bêexlaqî, vireke bêbinake û demagojîyeke vala ye…
Ez dibêjim Akbay efendî, tu kurdekî zaza yî û tu bi zazakî jî baş dizanî, wê demê tu çima bi zazakî nanifîsînî?
Ez ji te ra nabêjim hutibatil bi kurmancî binivîse, ez dibêjim heger bi rastî jî tu kurd î û tu ji milet û zimanê xwe dikî, weke ”ronakbîrekî kurd” dibê tu ne bi zimanê tirkî, bi kurdî, bi zimanê diya xwe binivîse.
Di vir da tiştekî ne zalal, neyê fêmkirin tuneye, bêtehamuliya li hember te û parastina kesî jî tuneye.
Lê tu bi zanetî li ser mijarê ranawestî û qala tiştên tune dikî.
Ev jî durrûtî û sextekarî ye.
Heger bi te ra piçek exlaq û cesareta medenî hebe tu yê bersîva rexneyên min yên di vî warî da bidî û li ser van meselan bi min ra têkevî minaqeşeyê.
Ne ku min bi hin tiştên tune îtham bikî…
Çawa ku akademîsyen, nivîskar, edîb, dîroknas û ronakbîrên tirk ji ziman, kultur û edebiyata miletê xwe ra xizmetê dikin, tu ne kor, ne kût û ne jî dîn î, dibê tu jî wekî wan ji gel, ziman û edebiyata miletê xwe ra xizmetê bikî.
Bêyî hestên te yên kurdperwerî û welatparêziyê tu tiştekî te ji akademîsyen û ronakbîrekî tirk ne kêmtir e, tenê ev hestên te kêm in.
Û loma jî ji dêlî kurdî tu bi tirkî dinivîsî.
Birêz Cevdet Akbay, bi van rexneyên xwe ez dixwazim te bînim ser riya rast, hestên te yên tirkperestiyê kor bikim, bikujim û di dewsa wan da yên kurdperwerî û welatparêziyê vejenim, geş bikim…
Lê çi heyf ku tu naxwazî…

2 kommentarer:

  1. Silav û rêz mamosta. Kekê min, kesên ku Kurdî dizanin û bi Kurdî nanivîsin, ne hevceye ku mirov ji wan kesan ra pê$nîyara nivîsa Kurdî bike.! Ez dibêm ew pê$nîyar jî weki beradayî xûya ye.! Li berku ew kes zarokê duh nînen û zimanê dayîyêkî ba$ dizanin.. Ew dîsa jî tirkî hezdikin û naxazin Kurdî bê xandin (xwendin) û nav gelde bê belakirin..hwd. Bi Kurtî; ew kes di mijîyê xa (xwe) de tirk in.
    Têbinî; Mamosta, 2 (du) roj berî ji min $orovek li ser gorên me nivîsandî bûm.
    Bimîne xa$îyê da kekê. R. Sîtav

    SvaraRadera
  2. Birayê R.Sîtav, gelek sipas ji dîtin û $iroveya te.
    Min $iroveya te ya berê jî xwend.
    Rast e, dibê kurd li ser gorrên mirinyên xwe jî bi kurdî binivîn. Ji xwe dibê ev yek wiha be, belovacî wê anormal e.
    Ez wisa bawer dikim ku bêyî kurdan tu miletekî din bi zimanekî biyanî li ser gorrên miriyên xwe nanivîsin, ev, tenê mexsûsî kurdên bakur e.
    Sipas ji bo hemû serlêdan û $iroveyên te.

    SvaraRadera

PARVE BIKE