29 juli 2010

Ez gera xwe ya Wêranşarê diqedînim

9
Wek min berê jî got, ji ber koça ji bajarên derûdorê û ji gundên Wêranşarê
bajar pir mezin bûye, nufûsa bajêr ji 9 hezaran derketiye 130 hezarî.
Lê bûye bajarekî ”gundiyan”, dema meriv di nava bajêr da digere çavên meriv piranî bi gundiyên bi şelwer û bi çefiyên hişin dikeve.

Ji ber ku bi sedan malbatên bajarî û kesên xwenda û rewşenbîr ji bajêr koçî xerbê kirine û dewsa wan jî gundî ketine bajêr, loma jî bajar dişibe bajarekî gundiyan.

Ev, ji dema serîhildfana Îbrahîm Paşa û virda tim wiha bûye, dewletê li kesên zana, ronakbîr û kurdperwer xisiteye, ew jî ji mecbûrî reviyan e û gundî hatine ketine bajêr, lê piştî çend cîlan, piştî ku bûne bajarî, welatperwer îcar ew mecbûrî revê û koçkirinê bûne.
Û loma jî li bajêr kultur û jiyana bajartiyê pir bi pêş neketiye, tim hatiye qurçimandin, nehîştine geş bibe.
Ev yek nuha jî wisa bûye.

Berê çefî, merkezêt û axbaniyên rengrengî hebûn, nuha tenê yek reng e, hişinekî vekirî ye.
Jin, mêr, li serê her kesî eynî reng e.

Lê gundî jî êdî ne gundiyên berê ne, êdî weke berê li hember bajariyan ne reben û pepûk in.
Berî salên 1980-î bajariyan neheqiyên pir mezin li gundiyan dikirin, ew dixapandin, tinazê xwe bi wan dikirin, bi wan dilîstin.

Belkî sebebekî vê yekê jî piraniya esnafên bajêr xerîb bûn, ne wêranşarî û eşîr bûn, piraniya esnafên bajêr mêrdînî û swêregî bûn, tek tûk mahcir, dêrikî û wêranşarî hebûn.
Lê nuha rewş ji bin da hatiye guhertin, hema hema temamiya mêrdîniyan koçî bajarên xerbê kirine û hêza swêregiyan jî pir kêm bûye, gelekên wan jî koç kirine.

Ji dêlî vê, bi hezaran gundî ketine bajêr û bûne esnaf, tîcaretê dikin. Loma jî êdî bûne xwedî hêzeke aborî û siyasî, êdî kes nikane henekên xwe bi wan bike.
Ev pêşketineke baş e.
Lê ya xerab têkiliyên eşîrtiyê xurttir bûne, ev yek tê hesabê her kesî, çimkî her kes bi eşîra xwe xurttir e.
Du xort du sîleyan li hev xin, yek pozê yekî xwîn bike, di cî da dibe mesela êşîran û dibê dahw were çêkirin, li hevhatin çêbibe.
Û ew jî êdî bi peran dibe, berê tiştekî wiha tunebû.

Dema yek serê yekî dişkîne kes nabêje serê filan kes, her kes dibêje yekî xidrekî serê yekî kûrî, Seyidî, dodikî, berguhanî, sorikî, kumnexşî, çûvî, bihêmî, ubeyî ya jî nizanim yê kîjan eşîrê şikandiye û li gor wê tê hereket kirin.

Normal dibê têkiliyên eşîrtiyê kêm bibûya lê min eksê wê dît.
Bêyî vê, pêşketin û serbestbûna jinan jî bala meriv dikşîne, meriv li her derê rastî jinan tê.
Wêranşar ji berê da ye bajarekî ”nîvgundî” û muteasib e, jin pir ne serbest in.
Lê ev yek jî hatiye guhertin.

Mesela keça xaltiya min bi mêrê xwe ra dikandarî dikir, weke her mêrekî, ew jî li ber dikana xwe bû û tişt difrot.
Ev şoreşeke mezin e, jineke gundî, nexwenda, telefona wê weke şeşderbekê di ber da, li pişt mêzîna xwe rûniştibû û esnafî dikir.

Lê tiştê herî ne baş pêşketina faîzê bû.
Li gor digotin di salên borî da faîz pir û pir bi pêş ketibû, lê di van 3-4 salên dawî da hinekî kêm bûbû.
Di dema min da mala Şêxmûsê Eyoyê swêregî û pênc şaş kesên xumarbaz faîz didan, lê ew jî pir bi sînor bû.

Lê li gor qal dikirin hin kesan bi faîzê gundên xwe wenda kiribûn û hin himal û feqîrên dema min jî nuha bûbûn dewlemendên Wêranşarê yên herî mezin.
Berê di dema min da Wêranşar tenê 5 tax bûn(Taxa Golê, Taxa Xincika, Taxa Tekyê, Taxa Kelê û taxa Qişlê)lê nuha heger ez ne şaş bim qala 14-15 taxan dikirin.

Ez li hemuyan negeriyam lê ji yên min dîtin hinekên wan pir xerab bûn. Mesela ji bîna rêxê meriv nikanîbû li taxa Şirnexê û ya Yenîsehîrê (taxa bajarê nuh)bigeriya, herder di nava pîsî û rêxê da bû, milet pez û dewar xwedî dikir û tepik çêdikirin, her der lodê tepikan bû.

Wekî din bajar bixwe jî pir qilêr bû, belediye dixebitî lê têr nedikir. Li her bajarê ez lê geriyam pir hindik wiha bû, di nava kurdan da kultura paqijiya bipêş neketiye, her kes qilêra xwe davêje erdê.
Ji bo vê yekê min çend caran bi xelkê ra minaqaşe kir.

Li vir ez dixwazim mijarê hinekî biguherînim û qala çend serpêhatiyên, anekdotên xwe yên biçûk bikim.
Her cimata ez lê bûm ziman bi kurdî bû, heta ku mimkûn bû ez tu carî bi kesî ra bi tirkî nedipeyivîm.

Ez bi hin kesên wiha ra(mêrdînî û swêregiyên bajarî)bi kurdî peyivîm min qet bawer nedikir ku ewê bi kurdî bizanibin.

Tiştê xerîb milet jî dîrekt bi min ra bi kurdî dipeyivî.
Yanî dema însan bixwaze û bîr bibe dikane kurdî bike zimanê yekem, zimanê danûstendinê.

Şevekê em gelek heval li Parka Kulturê rûniştibûn, garson diçû û dihat bi me ra bi tirkî dipeyivî û me jî(bi taybetî jî min) jî tim bi kurdî bersîv didayê.
Lê wî her bi tirkî dipirsî.
Dawiya dawî min hew tehamul kir û jê ra got:
-Bira, çima tu bi me ra bi tirkî dipeyive? Ji vêsê da ye tu bi me ra bi tirkî dipeyive lê em tim bi kurdî bersîvê didin.
Got “ji ber ku ez pîs im!”
Min got heşayî te, bes em kurd û tu kurd, îcar çima tu bi tirkî bersîvê didî me?
Got “abê wele ez pîs im, heger ez ne pîs bûma ezê bi tirkî nepeyiviyama...”
Piştî vê bûyerê êdî hew bi min ra û li ser masa ku ez lê bûm bi tirkî peyivî.
Ez bawer dikim weke min ewê jî vê bûyerê tu carî ji bîr neke.

Li dortyolê li hinda xeraca otobozên Mêrdînê dikaneke konfeksiyonê ya pir mezin û xweşik hebû. Ez diçûm ba lawên meta xwe, min riya xwe pêxist û ketim hundur, min xwîdan dabû, min got ji xwe ra îşligekî(gomlegekî) bikirim. Li hundur çend kes dixebitîn. Yekî xort pêşwazî li min kir, bi tirkî got, “kerem bike, tiştek lazim e?)
Min kurdî got, ez dixwazim îşligekî bikirim. Wî dîsa bi tirkî bersîva min da, min bi kurdî lê vegrand.
Piştî çend caran bi dest îşaret kir, got ”kurdî yox” yanî ez bi kurdî nizanim.
Li ser vê min jî bi kurdî jê ra got, ”heger kurdî tunebe wê demê ez jî nakirim” û ez ji dikanê derketim.

Di dema min da ne mimkûn bû ku esnafekî bi kurdî nizanîbûya.
Mixabin min ne pirsî gelo ji ku ye?

Cara duduyan dema ez bi munîbûsê ji Ruhayê diçûm Wêranşarê, bi rê da min bi mamosteyekî ra hinekî sohbet kir.

Dema fêr bû ku ez li Swêd dijîm, bi heyecaneke mezin got, ”xalo, min jî bibe wir, Swêd bihuşta dinê ye, min jî bibe ba xwe.”
Min got, xalo bi xwe dixwaze ji wê bihuştê bireve, îcar ewê te bibe ba xwe...
Matmayî ma, got çawa tu wiha dibêjî, ev serê salan e ku ez xeyal dikim ku rojekê xwe bigihînim Swêd û tu jî wiha dibêjî…
Pesnê Fînland, Norweç û Danîmarkayê jî da.
Min got, heger bihuşt be jî bihuşta xelkê ye, çi min ra, çi te ra?
Xelkê welatê xwe kiriye ”bihuşt”, ji dêlî ku em ji welatê xwe birevin, dibê em jî fena xelkê welatê xwe bikin bihuşt.

Hinekî şeqizî, hin pirsên din ji min kir, me hinekî din sohbet kir. Di dawiyê da got, xwezî te van tiştana ji min ra negota, xeyalekî min hebû te ew jî têk bir…
Min got, baştir e ku xeyalên ne rast û şaş têk biçin…
Li ser riya gundê Eyûbnebî ji munîbûsê daket, xatir ji min xwest û got ”ez kêfxweş bûm ku min tu nas kir.”

Dema ez li bajêr digeriyam ez dageriyam qahwexeya qebedayiyê Wêranşarê yê herî bi bela, ya Sabrî Aras.
Ez nas nekirim, min ban kirê, min got hela were vira. Dema dît ku ez im, ji dil ez himêz kirim û got:
-Bi dîtina te ez hewqasî şa bûm, fena ku bavê min ji gorrê rabe…
Me hevûdu nas dikir û silava me bi hev ra hebû, lê min nizanîbû ku hewqasî ji min hez dike.
Min bihîstibû lawê wî jî ji doza PKK-ê çend salan di hefsê da mabû û gelek jî îşkence dîtibû.
Me bi kurdî hinekî sohbet kir, ji min ra got, ”yaho we temelekî wisa saxlem avêtiye ku tu carî hulnaşe, pir û pir saxlem e…”
Ev tespîta qebedayiyekî wekî Sabo kêfa min anî...

Roja em çûn Wêranşarê di hundurê erebeya pismamê min da, hîn em daneketibûn dînekî li camê xist û ji min pere xwest.
Ez matmayî mam, min got vî camêrî çawa dizanîbû ez xerîb im ?
Careke din dîsa ez li parkê di nava 10-15 kesan da rûniştibûm, yekî dîsa di nava hewqas însan da hat bi gewriya min girt, heta ji min negert ji min neqetiye…
Min fêm nekir çawa dizanîbûn ez xerîbê bajêr im….

Li bajarekî dema bi sedan cî, nas, dost û hevalên meriv tunebin piştî çend rojan sebra meriv lê nayê, meriv nizane ku da here û here ba kê…

Berê dema ez ji mal derdiketim bi dehan dikan û qaweyên ez biçûyamê hebûn, bi sedan hevalên ku me hevûdu bidîta hebûn, min bajar nas dikir û ez dikanîbûm serbest lê bigeriyama, lê îcar ne wiha bû, kesên min bidîta û derên ez biçûyamê pir bi sînor bûn, loma jî ez şaş dimam, carnan min xwe tenê his dikir.

Bi îhtîmaleke mezin piştî çend carên din ev xerîbî û xeşîmiya min ewê rabe û ezê bêtir derûdora xwe nas bikim, ezê bêtir bibim Wêranşarî

Carê rê vebû, êdî kes nikane min zeft bike, ezê hîn gelek carên din herim Wêranşarê tewaf bikim, lê kêfxweş û xemgîn bibim...

Di dawiyê da ez dixwazim ji hemû hevalên ku hatin ziyareta min, wê germa havînê wexta xwe dan min ra li vir sipas bikim.

Bi taybetî jî pismamê min Ekrem, Lokman, xwarziyên min Orhan, Muzafer û M. Alî, hevalên min Nurî Salmaş, Sîno Demir û Kemal Kudîn, Suleyman Kaya yê ku bi helbestên xwe yên kurdî ez mest û îhya kirim ji vir heta Wêranşarê sipas dikim.

Min berê Suleyman Kaya nas nedikir, vê carê me hevûdu nas kir. Gelkî kêfa min jê ra û ji helbestên wî ra hat.
Ew şairê Wêranşarê yê yekem e, lê hîn haya kesî jê tuneye, helbestên wî hîn nehatine weşandin.
Ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk da biweşîne.
Cara duyem dema me hevûdu dît ev helbesta jêr ya li ser min nivîsîbû da min.
Sibe ezê hinekî qala vî helbestvanê kurd bikim
.
Ev bû serê sî salî
tim bi axîn û nalî
hat warê bav û kala
gihîşt yar û hevala
kurdekî swêdîye
me hîn hevûdu nedîye
jê ra kirine bahsa min
nivîs û helbestên min
dibêjin Swêd xweş e
bê diz û bê keleş e
jiyan li wir bihuşt e
ji we ra ne tu tişt e
bi axîn û keser in
tim navê wan koçerber in
dayika we ye welat
tim bo wê bikin xebat
ey kurdê Kurdistanî
min hinekî li hev anî
bo te dikim diyarî
rû neguhere ji vî warî

4 kommentarer:

  1. TRAJEDÎYA JENERASYONEK.
    Dema min nivîsa birêz Zinarê Xamo xwend, ez kûr kûr ponijîm. Min xwe, di nav bîyanîbûnekê de hesiband.Ez bawerim ku; kek Zinar, di helwesta xwe de, trajedîya jenerasyoneke qurbanî anîye ziman. Jîyana vê jenerasyonê bixwe edebîyate.Destê te û mejîyê te sax be, Zinarê xamo
    Omer Ozmen

    SvaraRadera
  2. Slav u réz xalé wehap.. ez nızanım hat bira te, ez Heqi. ka ez wer béjem. jé mala emeré külık:)).. mın nivisa te xwend.. gelek behna hesreta jé dehat.. guhdaré nivisın teyi nu me..
    Slav u hurmet ji amojna xwe ra jî dıkım.
    Bavê Delîla Nazdar

    SvaraRadera
  3. Heqiyê delal, gelek sipas ji bo e- meyla te û xwendina nivîsên min.
    Bi vê silava te ez pir kêfxwes bûm.
    Tu rastiyê dixwazî tu nayê bîra min, lê navê Emerê Kulik ji min ra qet xerîb nayê, fena ku ez baş nas dikim lê nayê bîra min.
    Tu zanî sal zora hafizayê dibin...
    Gelo hûn çûvî ne ya jî ji kîjan eşîr û berê ne?

    SvaraRadera
  4. Sipas ji bo şiroveya te ya hêja birayê Emer Ozmen.

    Ji xwe tarajedî tim û tim bûye para miletê kurd û em cîllên salên 70-î jî pereçeyekî ji vê trajediyê ne.

    SvaraRadera

PARVE BIKE