27 juli 2010

Nîhayet ez digihîjim Wêranşarê

7
Di 17-ê hezîranê da bi erebeya Ekremê pismamê min, me(ez, xanim, Serhat û Rojen)berê xwe da Wêranşara xopan, bajarê bav û kalan û zaroktiya min.
Dema em bi rê ketin heyecanek şîrîn weke aveke germ xwe li bedena min belav kir, êdî ne xewn bû, gav bi gav ez nêzî kuçe û kolanên xwe dibûm, piştî saet û nîvekê ezê li wir bûma.
Merivên min dizanîbûn ez têm, lê min nizanîbû gelo kesê were pêrgî min ya na, min ji xwe ra digot, gelo dost û hevalan jî bihîstiye, gelo kes li bende min e, gelo ezê kesî nas bikim, gelo kesê min nas bike?…
Ekrem ji van hestên min bêhay ereba xwe dajot, ez jî bi dizî ketibûm van xem û xeyalan.
Lê li alîkî jî min weke dînan li der û der û dora xwe dinêrê û risim dikşand.
Di nabêna Riha û Wêranşarê da min tu guherandineke mezin nedidît. Li hin gundan darên zeytûnan û rez hatibûn çandin, barajek hatibû çêkirin û li hin deran jî hişnayî û dar zêde bûbûn, lê ne zêde.
Bi rê da qereqolek, du qereqolên mezin bala mezin kişand û helbet dîsa alên wan, yanî sembola îşxalê.
Bi van xem û xeyalan û hestên tevlihev tabêleya Wêranşarê ji min va xuya bû, em nêzî çem bûn û gihîştin ber pirê.
Herêm guherî bû, berê petrola mala Hadî(BP)tenê hebû, nuha hin avahiyên din û petrol zêde bûbûn.
Li ber pirê, min Ekrem da sekinandin û min çend rismên çem kişandin. Çem miçiqî bû û pirayê jî gelkî biçûk û xerabe xuya dikir.
Bi derbaskirina pirê ra em ketin nava bajêr, lê der û dor êdî ji min ra xerîb hat, li rast û çepê rê gelek bînayên bilind çêbûbûn ku di dema min da bînaya Seydoyê Çuxranî tenê hebû.
Nuhabi bi sedan bînayên rengorengo xuya dikirin. Riya diçû Qoserê heta çavên min didît bi çîçek û darên palmiye hatibû xemilandin. Şîşên li dora darên di orta rê da bi rengên kesk û sor û zer hatibûn boyaxkirin.
Destpêka bajêr kêfa min anî.
Berî ku em herin mal, Ekrem li jêrî bajêr ez hinekî gerandim, dixwest mezinbûn û xweşikiya Wêranşarê nîşanî min bide.
Lê Wêranşara min didît êdî ne Wêranşara min li pey xwe hîştibû, bûbû bajarekî nuh û min ji bin da nas nedikir.
Dema me berê xwe da nava bajêr, berbî mala apê min êdî min fêm kir ku haya kesî ji min tuneye, ezê weke xerîbekî bê helahop herim ji ap û merivên xwe ra bibêjim ”selamuneleykum”, vaye ez hatim.
Û bi rastî jî wisa bû.
Em çûn li ber yazixaneya apê min daketin, ji ber ku min berê rismê wî dîtibû min ew nas kir, lê wî ez nas nekirim, bîstekê bala xwe da min lê ez nas nekirim, heta ku min got ”apo” û şûnda ez nas kirim û êdî em çûn lep û ruyên hevûdu.
Em derbasî hundur bûn, li hundur Lokmanê lawê apê min, ev cara pêşîbû min ew didît, (bavê 3 zarokan e, dema ez derketim der ew hîn zarok bû) û çend kesên din berê rûniştibû.
Ji me ra çay hat.
Li pişt masê bi dîwêr va tekstekê bala min kişand, tekst li ser qedexeya cixarê bû, digot “kişandina cixarê qedexeye û kesê bikşîne cezayê wê nizanim çuqas lîreyê tirk e.
Lê herkesî dikşand, heta kesê li wir kar dikir jî dikişand.
Min xwe ranegirt û got:
-Heyran, ya wê nivîsa bi darda deynin ya jî cixarê nekşînin, her du tişt li hev nakin.
Milet keniye, gotin guh nedê, li vir wiha ye.
Ev sahne di rojên pêş da li gelek derên din jî ewê derkeve hember min…
Qanûn hatine guhertin lê însan hîn nehatine guhertin, ji bo vê, hîn wext lazim e.
Ez bawer dikim piştî 15-20 deqîqeyan gurûbek li dora 10-15 kesan hatin, du kes
(Nûrî Salmaş û Îsa) ne têda kesên din min nas nekirin.
Her kesî ji min dipirsî:
-Te ez nas kirim?
Bersîva min jî tim, ”na” bû.
Bi rastî jî bi derbekê da min kes nas nedikir. Lê piştî ku navên xwe hil didan ya jî dema dipeyivîn min hêdî hêdî nas dikir.
Gihîştina Kurdistanê, Wêranşarê û hevalan ez gêj kiribûm, ez nizanim wan çi digot û min çi bersîv dida wan.
Lê ez bêhed û bêhudûd dilşa bûm, dilşadiya min rabûbû pêdarê…
Di hevdîtinan da gelek caran bêyî ku bi rastî jî tam were bîra min, ji fediyan min digot, ”haaa tu yî”, nuha min tu nas kir…
Vê gelşê hersê carên ez çûm Wêranşarê dom kir, gelek dost û heval bi şewq û hezkirinek mezin dihatin ba min, lê dema min ew nas nedikirin ya jî baş nediahtin bîra min, îcar dilşikestî dibûn, dixeyidîn, digotin, ”çawa tu me nas nakî, çawa nayê bîra te?”
Di vî warî da min gelek zahmetî kişand.
Ya din her hevalekî qala bîranîneke xwe ya bi min ra dikir, hinekan digot, te wa kiriye, hinekan digot, te ji min ra gotiye here li filan kesî xe, yê din tiştekî din digot, lê gava nedihat bîra min matmayî diman û min jî bi hustuxwarî digot weleh nayê bîra min.
Nayê bîra min wê rojê çend kes hatin ba min, lê gelek kes hatin…
Însan dihatin û diçûn û ez jî ji kêfan serxweş bûbûm.
Êvarî em çûn mal, îcar merivên min û zarokên xwe hatin, ji wan jî min hinek nas kir û hinek jî nas nekir.
Zarokên wan bêguman mezin bûbûn, bûbûn bav û dê, ne mimkûn bû min kes nas bikira.
Em heta derengê şevê rûniştin û me derdên xwe ji hev ra got, gelek kul û keder ji dil xwe derxist.
Bi şev dema ez ketim nava nivînan ez ji xwe ra fikirîm, min ji xwe ra got, nuha ne gihîştina Kurdistanê û Wêranşarê, sirgûniya 31 salan êdî xewn û serpêhatiyek bi kovan e.
Swêd, Stockholm, surgûnî êdî xewn e, rastî vaye, vaye tu li Kurdistanê û li Wêranşara ku te bi şev û roj hesreta wan dikşandî ye.
Rehet rakeve, tu ne li xerîbiyêyî, vira welat û bajarê te ye, ne te tenê, wan jî bîriya te kiriye…
Sibe ewê dom bike….

2 kommentarer:

  1. Ji bo nivîsa te kek Zinar, silav û rêz...
    Silav û rêz kek Zinarê Xamo, min nivîsa te ya li ser gera Bajarê Pîroz, bajrê Ruha li malperê weşand.
    http://www.radyomedya.net/index.php?option=com_content&view=article&id=797:y&catid=1:yazar
    Kek Zinar, tu hetibûy bajarê Ruha, min xwe amade kir ku te bibînim û di radyomedya de di bernameya xwe de bi te ra hevpeyvînekê bikim, lê min pir pa, ema nebû. Bi îzna Xwedê dê careke nêz da dîsa werî bajarê bav û kalê xwe û em ê bi hevra hîn baş xeber bidine û li bernameyê em ê te bikin mîvan.
    Ne bû, lê dîsa silav û hirmet ji bo keda te ya welatparêzî û nivîskarî.
    Silav û rêz, bimîne di xêr û xweşiyê da.
    Mamoste Ebdulqadîr GOK
    Ji bajarê Ruhayê
    A.KADİR GÖK MAMOSTE

    SvaraRadera
  2. Mamo

    Welle heyra Weransariya wezifa xwe bas nekiriye, dive peswaziyeka bas li te kiribana

    SvaraRadera

PARVE BIKE