30 juli 2010

Li Wêranşarê şairekî nenas

1o
Bi qasî ku ez dizanim heta nuha ji Wêranşarê nivîskar û şairekî zimanê kurdî yanî yekî ku bi kurdî nivîsibe derneketiye.

Heta meriv dikane bibêje ku yekî bi tirkî dinivîse jî tuneye.
Helbet ev sosireteke pir mezin û giran e.
Lê mixabin rast e.


Ev bajarê ku ez hewqasî jê hez dikim, ji bo wî serê min her roj di teqereqê da ye heta nuha yek nivîskar û şairek jî jê derneketiye.


Ez şerm dikim bibêjim lê mecbûr im, ji vî bajarê hewqasî kevn, xwediyê şaristanî û dîrokeke hewqas kevn heta nuha tenê ”ez” derketime, tenê ”ez” bi kurdî dinivîsim.


Ez bawer dikim sebebê vê yekê gundîtî û pêşneketina kultur û jiyana bajarvaniyê ye.
Heger ne mele û medreseyên dînî be ji gundiyan şair, nivîskar û edîb dernakeve.
Ji ber ku ev ne karê wan e…


Û li Wêranşarê ev jî(mele û medreseyên dînî)tuneye, heger ne xêra mele û hafizquranên tiloyî, cizîrî, farqînî, bayqanî û bajarên din bûya di mehên Remezanê da hemû gund û mizgeftên Wêranşarê ewê bê mele bimana, xêra van melayên xerîb li mizgeftên Wêranşarê cuz dihatin xwendin.
Heta salên 1980-î rewş wiha bû.


Û ez jî esas ne tu nivîskar mivîskar im, xelk kesê weke min wek şagirdekî nivîskariyê jî qebûl nake.


Tiştê ez dikim esas ne nivîskarî ye, dişibe rojnamevaniyê, lê axir ji tunebûnê çêtir e. Yanî cilo ketiye milo...


Ji ber ku kes tuneye, ez ji mecbûrî û ji fediya dinyayê, ji bo ku dinya alem, swêregî, qoserî û dêrikî nebêjin Wêranşar ji bin da ”kordunde” û erdê wê beyar e, weke dareke bê ber e.
Qet nebe bi vî hawî, bi çend nivîsên min navê Wêranşarê jî dikeve defteran.

Weke min got, bêyî min (û nuha jî ez rastî Suleyman Kaya hatim û ew jî hîn şairekî bi dizî ye)ez kesekî din nizanim. Heger hebe ezê pir û pir kêfxweş bibim
Hevalên dizanin bira ji kerema xwe ra vê şaşiya min rast bikin, navê wî/wê bibêjin.


Îcar ji ber ku di warê nivîskariya kurdî da Wêranşar bajarekî hewqas feqîr e, loma jî bi hebûn û dîtina Suleyman Kaya ez pir dilşa bûm.

Dawiya dawî dike ji me wêranşariyan jî şairekî kurd çêbibe...
Ya Nûrî Salmaş ya jî hevalekî din ew bi min da naskirin. Temenê wî li dora 40-50 yî xuya dikir.
Berî wê hin hevalan ji min ra qala wî kiribûn û gotibûn helbestên bi kurdî dinivîse û kurdiya wî jî pir baş e.


Piştî hinek sohbet, çend rûpel kaxet ji bêrîka xwe derxist û ji min pirsî, gelo ez dixwazim li helbestên wî guhdarî bikim.
Min got, bi kêfxweş î.
Û dest bi xwendinê kir…


Li hember helbestên wî, ez matmayî mam, min bala xwe dayê tu kêmasiyeke helbestên wî ji gelek helbestanên kurd tuneye, heta di warê zimên û xurtiya naverokê da meriv dikanîbû bigota ku ji ya gelekan jî xurttir bû.


Hinek bi nivîskî û gelek jî ji ber xwendin. Hafizeyeke wî ya pir xurt hebû, gelek helbestên seydayê Cegerxwîn jî ji ber dizanîbû.
Ez heyran mam.
Lê hîn tu berhemeke wî belav nebûye û ew bi xwe jî zêde guh nade belavkirinê.


Me careke din hevûdu dît, dîsa ji min ra çend helbestên xwe xwendin.
Min jê rica kir ku dibê miheq wan tomar bike û biweşîne. Lê yekî ne yê van kara ye, merivekî pir şermok xuya dikir, fedî dikir bibêje ez “şair”im, halbûkî ew şairekî temam û ji gelek şairên bi nav û deng şairtir bû.


Lê mixabin ya wî jî weke gur bi hêza xwe nizanî bû ya jî pir merivekî bohem bû…
Suleyman Kaya, ji eşîra Xidreka û neviyê Hecî Xelîl e. Mala Hecî Xelîl, li Wêranşarê malbeteke xwedî gund, dewlemend û malmezin e.


Loma jî helbestvanî di nava malbatên wiha da normal nayê dîtin, bi çavên “dînan” li meriv dinêrin.


Li gor kultura gundîtî û axatiyê tiştekî pir şerm e ku neviyê axayekî wekî Hecî Xelîl rabe di civînan da helbestan bixwîne û bibe şair.
Belkî jî ji ber vê yekê ye lawê wî yê biçûk berhemên wî yên çend salan şewitandine.


Li gor wî ji min ra qal kir, gelek, têra kitêbekê du kitêban hebûne, lê hemû heder bûne.
Ew bi xwe neçûye mektebê, xwendin û nivîsandinê ji xwe ber fêr bûye.


Min bala xwe da texta helbesta ku daye min, bawer bikin ji alî îmlayê, rastnivîsê ve mikemel e, ji vîsên gelek nivîskarên bi nav û deng sed qatî rasttir e.


Ez hêvî dikim ku li Wêranşarê hin kes helbestên wî derbasî komputerê bikin û di înternetê da biweşînin.


Helbestên hewqasî xurt dibê li malan nerizin, ji alî kesên nezan û cahil ve nayên şewitandin, dibê bibin kitêb û di kitêbxaneya kurdî ya netewî da ciyê xwe bigrin.


Bi hêviya ku helbestên Silêman Kaya di demeke nêz da weke kitêb têkeve destê min.

2 kommentarer:

  1. Kek Zinar divê tu Weranshare ne bi Siwereg u Derikê re miqayese biki, bi Siruc u Serekaniye an Bozova u Xelfetiye re miqayese biki.

    Siwregi

    SvaraRadera
  2. Weleh ez baş nizanim lê ez bawer dikm ku hey van qezayên te jimartine jî ji me pêşdetir in.
    Herçî Sirûc, Bozova û Xelfetî ye her wiha ye, dibe ku Serêkaniyê(Ceylanpinar)wek me feqîr be.
    Lê yê we hevalên Swêregiyan jî di warê nivîskariya kurdî da zêde tiştekî we tune haaa....
    Erê hûn ji me baştir in lê ne pir…
    Herewere Mihemed Ûzûnekî we ye û esas ew jî weke Şivan û Gulistanê bi eslê xwe ne swêregî, Wêranşarî ne.
    M. Ûzûn ji eşîra Kûra ye, ji ba me koç kirine.
    Dimîne Koyo Berzê we û ew jî dibêje ez ne kurd im...
    Yanî tirkî ne têda (di tirkî, merivên "mezin", profesor û generalan da tivinga me ji we ra serberjêr e, hûn pir li pêş in) hûn jî pir ne pêş da ne.
    Lê di zimanê tirkî da hûn pir pêş da ne, ferqa di nabêna me da pir mezin e.

    SvaraRadera

PARVE BIKE