26 juli 2010

Li Ruhayê min dawî li nezaniya xwe anî

6
Ekremê pismamê min di 16-ê hezîranê da hat Amedê û em di ser Swêregê ra birin Wêranşarê.
Min xwest ez Swêregê bibînim û şevekê jî li Ruhayê bimînim. Li Ruhayê min dixwest hin deran him bibînim û him jî nîşanî zarokan û xanimê bidim.
Di sala 1979-an da berî ku ez derkevim der, ez çûm Swêregê ba gorbuhuştê Ahmet Karli.
Tiştê ji wê rojê di bîra min da maye, Swêreg wê demê hema hema vala bûbû, dişibiya bajarekî nîvwêran, ya jî ji bajarekî ji herbê xalîbûyî.
Bajarekî pir bi xof bû, meriv newêrîbû lê bigeriya. Nava bajêr tije wesayitên leşkerî bûn, meriv dixwest deqîqeyekê berî deqîqeyekê bajêr biterikîne.
Bi vî rismê di serê min da em ketin nava bajêr.
Tiştê bala min kişand bajar bi alî Amedê ve pir mezin bûbû û weke bajarekî modern xuya dikir.
Min xeber dabû çend hevalan(Îzet Kandemîr û Ekrem Karahan), me yê li Parka Ahmet Arîf hevûdu bidîta.
Em berê çûn ser goristanê, ser gora biraziya min Hêvîdar Kumruaslan û diya wê Remzîye yê.
Li ber goristanê mizgeftek/mescîdek û kaniyek xweşik hebû. Ji bo vexwarina avê tas pê da bû, li Amedê tistekî wiha ne mimkûn bû, ewê tavilê jêkirana. Deriyê gorra bavê min yê hesinî jê derxistibûn. Li gor gor gotinan, her tiştê tê firotin didizin. Lampeyên parkan her roj tên nuhkirin lê dîsa jî pêra nagihînin.
Lê Swêreg ne wiha bû.
Li milê çepê yê derîyê goristanê çayxaneyek hebû, çend kes lê rûniştibûn. Me li gorra Hêvîdarê pirsî, ji me ra tarîf kirin. Karkirên belediyê bûn.
Li gor qezayeke Kurdistanê gorristaneke pir xweşik, bi dar û tekûz bû. Di dema min da li Wêranşarê tiştekî wiha tunebû, her kesî miriyên xwe laletayin hema di ber hev da gorr dikir.
Lê li vir hinekî dûzanek hebû.
Dû ra em çûn nava bajêr û bîstekê bi erebê doş bûn me li parkê pirsî û me heval(Îzet û Adnan Ozbîngol)dîtin.
Em çûn şînekê, dû ra em çend saetan li nava bajêr geriyan.
Li Swêregê ji tenê dengê tirkî dihat guhê meriv.
Berî em bi rêkevin min bi henek ji Îzet ra got, heta nuha min ji "Swêregê" ra kevir nedaye ser hev, negotiye xêrelaxêr, lê soz îcar di nivîsa xwe da ezê bi başî qala Swêregê bikim.
Em hemû hinekî keniyan
Ji ber ku Swêrega min dît, ne Swêrega berê bû, bajarekî bi ser û ber, bi dûzan û gelkî jî xweşik bû.
Parka Ahmed Arif gelgî xweşik bû, meriv nedixwest jê rabe.
Di nabêna Amedê û Swêregê da tiştek zêde nehatibû guhertin, tiştê nuh kozikên qoriciyan û ala tirk bû, ev herdu tişt jî weke striyan di çavên me ra diçû.
Piranî û mezinayiya ala tirk bala kurdên li welêt nakşîne, belkî jî qet nabînin, lê em kesên ji derve diçin pir pê nerehet dibin, bi taybetî jî lawikê min Serhat bi zêdebûna ala tirk pir û pir nereht dibû û tim rismê wê digirt.
Lê nabêna Swêreg û Ruhayê jî pir guherî bû, gelek bax û bexçe lê çêbûbûn, axirê hawirdor pir xweş xuya dikir.
Ruha jî pir mezin û xweşi bûbû.
Lê ne tenê mezin û xweşik bûye, bi nufûsa xwe bêtir bûye kurd. Berê di nava Ruhayê da çavsorî û serdestiya ereban hebû, li mazata pez û dewêr kesî nikanîbû heywanê xwe bide destê delalekî kurd. Lê nuha belovacî bûye, ji der û doran gelek gundî ketine bajêr. Li gor ji min ra gotin bi taybetî jî Şêxan û Qeregêçiyan pir ketine bajêr.
Esas meriv dikane ji bo Mêrdinê, Sêrtê, Wanê, Diyarbekrê û gelek bajarên din yê Kurdistanê jî eynî tistî bibêje, bi koça ji gundan di bajaran da nufûsa kurdan zêde bûye, bajar bi temamî bûne kurd. Lê problema zimên helbet heye.
Min bihîstibû ku Ruha pir mezin bûye, bi taybetî jî bi alî Swêreg û Wêransarê ve pir mezin bûye.
Lê wek bajar jî pir xweş û bi dûzan bû, gelek der û kolanên wê dişibiya bajarekî Ewrûpa. Gelek avahî restore kiribûn.
Em wê şevê li Ruhayê bûn mîvanê Ekrem.
Dû ra ez careke din jï çûm Ruhayê.
Danê êvarî em çûn ser gola Xelîl Rehman, gola bi masî.
Berê jî ez gelek caran çûbûm wir.
Lê nuha tiştê min dît pir muhteşûem bû, gelek xweşik kiribûn, bi darên palmiye û kulîlkên rengareng dişibiya bihuşteke derewîn.
Em çûn mizgefta Xelîl ul Rehman. Ev mizgeft di sala 1211-an da ji alî biraziyê Selahedînê Eyûbî Melik Eşref ve hatiye çêkrin û mizgefteke bi heybet e.
Em ketin şikefta Îbrahîm Xelîl Pêxember, me ji kaniya Bedîuzeman Seîdê Kurdî av vexwar.
Li hewşê û der û dora mizgeftê û şikefta Îbrahîm Xelîl Pêxember bi sedan îranî hebûn, bi taybetî jin pir bûn.
Dema em li hewşa mizgeftê digeriyan du zarokên 6-7 salî hatin ba me û xwestin dîroka golê ji me ra bi tirkî bibêjin.
Min got em ne tirk in, heger hûn bi kurdî bibêjin ezê pera bidim we. Yekî hustuyê xwar kir, fena ku bibêje ez nizanim.
Min got tişt nabe, tu kurd û em kurd, loma jî dibê tu ji me ra bikurdî bibêjî. Û heger tu bi kurdî bibêjî ezê zêde bidim te.
Li ser vê, yê mezin(ez bawer dikim 7-8 salî bû) dest pê kir bi kurdî got. Min jê ra li çepikan xist û got her bijî û her yekî 2 lîre da wan. Û min dû ra jî got, kurdî baş fêr bibin, turîstên kurd zêde didin meriv.
Êvarî hevalê min yê hêja Abdulkadîr Îzol, hat em birin qesreke pir xweşik, bi me muzîka ”siragecelerî” da guhdarîkirin.
Lê ruhayiyan navê şevbêrka kurdî bi tirkî kirine ”siragecelerî.
Me li wir çîkekî baş xwar û bi zorê straneke kurdî jî bi wan da gotin.
Xwediya cî, nasa Kadîr Îzol û hemşeriya min bû, keça Ahmet Yazmacî bû, Kadir em bi hev dan nasîn û em li nava qesrê qeriyan, min gelek risim girtin, lê mixabin rismên derneketine.
Hesab ji me negirtin, gotin hûn mîvanên xanima Yazmacî ne.
Roja din karê min yê pêşî ez çûm otêla Îpek Palasa ku gorbuhuştê Seîdê Kurdî lê wefat kiribû.
Oda wî hîn raxistiye û însan diçin ziyaret dikin.
Di odeyê da dolabeke kitêban, tizbiya wî, eba wî ya mohr(qehwerengî), saetek û çend ayetên bi darde hebûn.
Ez li odê rûniştim, min çend risim kişandin.
Berî ku ez derkevim der, belkî bi sedan car ez li Îpek Palasê raketibûm, lê min nizanîbû ku Seîdê Kurdî li wir wefat kiriye.
Û ev yek jî bi min pir zor dihat.
Lê vê carê min ev kêmasiya xwe ji navê rakir û ez gelkî jî pê kêfxweş bûm.
Berî ku em herin Wêranşarê, dost û xwendevanekî min yê ji înternetê(bi naznavê Rehawî)û hevalekî xwe hatin ziyareta min.
Min digot belkî ”Rehawî” xorteke, lê camêr derket mamosteyekî navsale yê Zanîngeha Heranê û ji alî pîrekan ve jî em hinekî bûn merivên hev.
Temenê Rehawî ji bo min bû surprîz, min digot belkî ezê rastî xortekî 20-25 salî werim…
Kî dizane gelo ew min çawa fikirîbû û bi dîtina min çi hest li ba wî peyda bûn?
Dibê viya jî ew bibêje…
Sibe rêwîtî û dîtina Wêranşarê

4 kommentarer:

  1. Tiştê Xalê min dibêje raste, Salê min çelûpên cin. ji bo tazîyê min rîh jî berdabun hîn bêtir kal xuya dikirim. Lê le belê xalê min him xurte û himjî wek fîlozofekî mezine, lê belê mixabin pîçekî dişibe filozofê avrupayî. ew jî ne sucê wîye, ku mirov 31 salan sirgun û li nava avropa be ewqas jî mirov bişibe wan normale. Min dixwest xalê xwe xaweş pêşbazî bikim, mixabin durum ne musait bu. Xalê min serlêdana odaya îpek palasê û gora Üstazê min Said ê Kurdî jî kirîye, ez hîna zêdetirîn kefxaş bum.
    Yezdan jê razî be berçavka xalê min pir objektîfe...
    Ew hevalê min; kemeledin jî, li hêla ziman de pir pêşdaye,pispore.Di radyo ya me da her tim bernameyê zazakî û kurmancî dike. Di çapemenya Rihayê de pir tê naskirin.
    Bi silaf û rêz. REHAWÎ.

    SvaraRadera
  2. Bibore Rihawiyê hêja, navê hevalê te nehat bîra min loma min nikanîbû navê jî bida. Min nuha li malpera rojnameya Olayê nêrî, navê wî M. Kemal Uguzlu ye. Ew nivîskarê vê rojnamê ye. Li gor salixdana wî, ew ji Swêregê û bûcaxî ye.

    SvaraRadera
  3. Wele kek Zinar te cardin ya xwe kiriye, te geleki kurt behsa Swerege kiriye.

    ka em binerin tu ye cewa behsa Weransara xwe biki.
    Sewregi

    SvaraRadera
  4. Kekê min nivîsa li ser seredanî ya we ye bakur di awesta.com ê de xwend, gelek xemgînbûm bi rastî. Xemgînîya min ji bo rastî ya we dîtî ye. Belê ez we pîroz dikim, çavnêrînên we li cîh e û rast e. Zimanê me di pêşerojê de dê bikeve xeterê. Îro ji sedî 64 ê zarokên me bi zimanê biyanî di peyivin mixabin.
    Bi dîtina nivîsê min navnîşana malpera we girt û min şîrove ya xwe jî bi kurtasî nivîsî.
    Ez li bajarê Turkiyê mamosteme, li ser netê di radyo û malperên Kurda de ji bo ziman bi qasî hêza xwe di çalakîyê de me.
    Bi naskirina we kêfxweşim. Digel silav û rêz kekê delal

    Tevger Çekdar

    SvaraRadera

PARVE BIKE