25 juli 2010

Ez Amedê li pey xwe dihêlim

5

Do hesabê min yê mal û bajêr li hev derneket, loma jî min nivîsa xwe nenivîsî û soza dabû we bicîh neanî.

Li gor soza min dabû, minê do qala Mala Dengbêjan û sohbeta xwe ya bi seyda M. Emîn Bozarslan ra bikira.
Lê hesabê min şaş derket.
Mahmûd Lewendî li ser jiyan, xebat û vegera min ya welêt ji bo telewîzyona Kurd1-ê bi min ra hevpeyvînek çêkir.
Piştî hevpeyvînê, em çend heval(Lewendî, Bîlal Gorgu, Malmîsanij, Tariqê Tetwanî, Hesenê Metê, Eşref Okumûş, Mueyid Teyib û ez)bûn mîvanê Alî Coşarê nêçîrvan û me li mala wî ya li gundekî Stockholmê goştê pezkûviya xwar.
Helbet me ne tenê goşt xwar, heta derengê şevê me têra xwe vexwar jî.
Dema Hesenê Metê ez danîm mal, saet tam yekê nîvî şevê bû. Lema jî min pê ra negîhand ku nivîsa xwe ya do binivîim.
Rojek ya jî du roj berî ku em ji Amedê herin ez û xanim bi tena serê xwe li kuçe û kolanên Amedê digeriyan, me hin mizgeft, dêr û ciyên dîrokî ziyaret dikir.
Di vê nabênê da min got Hêvî, ka em herim Mala Dengbêjan jî.
Em çûn Mêrgahmedê, med dest bi pirsînê kir, em ketin kuçeyek taxa Elîpaşayê, cî û mekanê pêxwas, berdûş û cêbkêsanên meşhûr.
Di kuçeyekê da me ji xortekî 19-20 salî pirsî, ji me ra tarîf kir û dû ra jî ji Hêviyê ra got, ”Abla, zêrê hustuyê xwe derxe, çûna we ya wiha tahlûkeye, ewê we bişêlînin.”Dema wisa got ez gelkî tirsiyam, em rawestiyan. Min got xanim, hela bise bira ew here, belbî ew yekî ji wan be.
Lê ji ber ku em carê ketibûn kuçan, loma jî êdî bi veger nedihat, me riya xwe domand, lê Hêvî li pêş û ez jî li pey wê û em pir bi semt dimeşiyan, ji tirsan çavên min tim li der û dora min bû.
Min ji her zarok û xortî şik dikir û bi tirs xwe jê kef dikir.
Neyse bêyî qeza û bela me Mala Dengbêjan dît û em ketin hundur hewşa wê.
Li ser derî ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîbûn. Min got ezê vê yekê li hundur bibêjim lê min ji bîr kir.
Danê esir bû, hewş sî bû, hundur hewşê şûştibûn û loma jî li gor malên din gelkî hênik bû.
Xaniyekî du qat, pir xweşik û restorekirî bû, hewşa xênî têra xwe mezin bû. Heger ez ne şaş bim hewzekî biçûk jî di hewşê da hebû.
Li hewşê li dora 15-20 kesan rûniştibûn çay vedixwarin û sohbet dikirin. Min silav li cimatê kir û got:
-Ma hûn mîvanan qebûl dikin?
Gotin ”ser seran, ser çavan, kerim kin rûnin.”
Di vê nabênê da jî tim milet dihat.
Ez û xanimê em li milê rastê yê hewşê li kêlek hev rûniştin.
Cimatê li silav da me û dû ra jî pirsîn, gelo em ji ku ne?
Min got em ji Wêranşarê ne lê nuha li Swêd dijîn û hatine ziyareta Kurdistanê, welatê xwe. Û di vê nabênê da me xwest Mala Dengbêjan jî ziyaret bikin.
Li ser van agahiyên min cimatê bi baldariyeke hîn dostana û hîn mîvanperwerane bala xw da me. Min got ma tu dengbêjên Wêranşarî di nava we da tuneye? Gotin na, jinek heye, carnan tê distirê, lê îro ne li vir e.
Yek ji ciyê xwe rabû hat li kêleka min rûnişt û ji bo xatirê me ji me ra delalekî pir xweş got û dûra rabû cû.
Piştî ew rabû, kalekî licî bi navê Abdulsemed Adiyaman(wî navê xwe ji min ra got)hat li kêleka min rûnişt û pirsî, gelo ez M. Emîn Bozarslan nas dikim ya na?
Min jî got, belê ez nas dikim, em dostê hev in û me sohbeta xwe domand. Di vê nabênê da telefona xwe ji bêrîka êlegê xwe derxist û telefonî yekî kir, piştî çend gotinên halpirsînê, got, seyda vaye dostekî te li kêleka min e, kerem bike pê ra bipeyive û pişt ra jî telefon dirêjî min kir.
Min tiştekî wiha qet ne dipa, ez hinekî xafil hatibûm girtin, lê ji mecbûrî min rahîşt telefonê.
Min silav da seyda M. Emîn Bozarslan, bi çend gotinan li halê wî pirsî û dû ra jî got, seyda ez Zinarê Xamo me.
Li ser vê, seyda M. Emîn Bozarslan got, wey merheba Zinar, ma tu yî, û kêfxweşiya xwe anî zimên.
Min got, weleh ev çend hefte ne ez li Kurdistanê digerim û nuha jî li Amedê hatime ziyareta Mala Dengbêjan. Li vir bi tesadufî rastî vî hemşeriyê te hatim, pirsa te kir û min jî got erê ez nas dikim. Seyda M. emîn Bozarslan bi telefonê û vê tesadufê kêfxweşiya xwe anî zimên û got, ez jî dixwazim werim lê hîn ne diyar e kîn ga û dû ra jî got gelek silavên min li Kurdistanê û cimata xwe ke.
Cimatê bi meraq û dîqeteke pir mezin li me guhdarî dikir, dema min silav û hemû gotinên seyda M. Emîn Bozarslan ji cimatê ra got, her kesî bi coşeke pir mezin li çepikan xist û kêfxweşiya xwe nîşan da.
Li ser vê sohbeta min ya bi seyda M. Emîn Bozarslan ra, cimatê bi çavekî hîn dostane li me nêrî û dengbêjan dest bi stranê kir. Sê kesên din jî ji me ra stran.
Min çend risim girtin û em dû ra derketin.
Dema em derketin çend kesan heta ber derî em rêwî kirin, heta Abdulsemed xwest bi min ra were bajêr jî min nehîşt.
Netîce ez û xanim bi kêfxweşî û dilşadiyeke gelkî mezin ji Mala Dengbêjan bi rê ketin…
Ez dixwazim qala bîranîke xwe ya din ya li Amedê bikim.
Ez, birayên min Fuad, Faîk, Berzan û xanima wî Meyrem û keça wî Dîcle çûn Gazîkoşkê.
Danê êvarê bû koşk girtî bû. Li hewşa koşkê daweteke Qulpiyan hebû, lê dawetê hîn dest pê nekiribû. Min bi xwediyê dawetê ra hinekî sohbet kir, pirsa Tewfîkê Qulpî kir, min got erê ez nas dikim û di nezerê da tim malikê lê diviritînim.
Min çend risim kişandin û dû ra me dergevanê koşkê dît. Camêr ji me ra derî vekir û em bera hundur dan.
Lê berî ku em herin jor, min jê ra got, di sala 1968 ya jî 1969-an da bû ez û çend heval hatibûn vir, me oda Atatur dabû vekirin û tê da araq vexwaribû. Piştî 41-42 sal va ye ez dîsa têm dikevim vê odeyê.
Dergevan(bekçî)keniya û got, weleh ez jî licî me...
Li ser vê tesadufê, em keniyan û min got, heyra ji xwe ez diherim ku licî derdikevin hember min, diyar e Amed di destê liciyan da ye.
Gazîkoşk pir xweş kirine, em heta derengê şevê li bexçeyê wê rûniştin û me çaya çîkê ruhayê û çaya semawer vexwar.
Bexçe tije malbat û jin bûn, êdî ne weke berê ye, însan xweş dijîn, kêf dikin. Jin li her derê tên dîtin û weke mêran ew jî kêf dikin.
Muzîk jî hebû, lê bi tirkî bû.

Sibe çûna Swêregê, Ruhayê û Wêranşara xopan

6 kommentarer:

  1. Mamo,

    Welleh pisti gerre tu bash tembel buyi.

    Tu weha biki heta meheke xelas nabe

    SvaraRadera
  2. Her hebî Kekê Zinarê Xamo.
    Min hemû ger-notên te xwendin.Ez pir kêfxweş bûm ku te 'Kurdistan'a xwe tewaf kir:)her serkeftî bî ezbenî:))
    Evdile Koçer

    SvaraRadera
  3. Kekê Hêja
    Serî de hun xêr hatin. Ez wek kes çar çevî benda nivîsên te mabum. Bi navê xwe baş bu tu/Hun wegerîyan malê . Û gelek sipas, te em ji gera xwe bê par ne hiliştin. Destê te ne êşi , pê wan nivîsan, ez ji li gel te diçim welat.
    Sihete te xweş silav û rêz ji te û malbattê re dem xweş.
    Mustafa Kaplan

    SvaraRadera
  4. Xwarziyê min yê delal, tu jî merivekî pir bêsebir î lo,bi ya te be ez gerra xwe 5 heftan û hesreta xwe ya 31 salan û hemû tiştên min dît û bihîst bi du gotinan biqedînim...
    Wey malneket, ûjdan ûjdan yahooo...
    Weleh ne mehekê, 7 mehan jî bajo ezê qala hemû tiştên xweş û girîng bikim.
    Lê ez nizanim tu dixwazî ez çi binivîsim û qala çi bikim?
    Ji kerema xwe ra wê jî bibêje ji bo ku ez temî û daxwaza te bicî bînim...:))
    Hinekî sebir û bînfirehiyê nîşan bide malava...
    Di karê ecele da şaşî heye...

    SvaraRadera
  5. Gelek sipas kekê Mustefa Kaplan û Evdile Koçer.
    Ji ber ku kêfa we ji nivîsên min yên rêwîtiyê re hatine ez kêfxweş bûm.
    Gotinên we ji bo min dibe şewq û enerjiyek mezin.

    SvaraRadera
  6. Mamo,

    Ma tu ye qet siroveyan ji nenivisi?

    Ez dibejim dive tu heyfa tatila xwe hilini u roje du nivisan binivisi. Tu zani rojev gelek tevlihev e, Heon, Ere Na, Ergenokon hwd.

    Ma gelo li ser referandume kurden reben li welat ci dibejin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE