31 juli 2010

Çîrok dirêj e lê hewqas bes e

11
Ez êdî dev ji Wêranşarê berdidim û dixwazim bi kurtî û bi giştî qala ger û çavdêriyên xwe yên Kurdistanê bikim.
Bi tevayî ez 5 hevteyan li Kurdistanê mam, ji Bazîdê, Çaldiranê, Gewaşê, Wanê Tetwanê, Belîsê bigre, heta bi Amedê, Mêrdînê, Dêrikê, Nisêbînê, Midyadê, Swêregê, Rihayê û Wêranşarê ez li gelek deran geriyam, min gelek dost û heval dîtin, min li gelek kesî guhdarî kir.
Piştî van ger û çavdêriyên min ez dikanim bibêjim ku Kurdistan di warê aborî, siyasî û civakî da pir bi pêş ketiye, pir baştir bûye.
Erê li her bajarî gurûbek gundî pir feqîr ketiye û gelek însan muhtacî alîkariyê ne, lê bi piranî însan dewlemendtir bûne.
Carê gelek kes di 45-50 saliya xwe da him teqawit bûne û him jî karekî din dikin.
Li Kurdistanê kes weke li Ewrûpayê heta 65 saliya xwe naxebite, piştî 25, 30 sal xebat teqawit bûne.
Û heger di malekê da jin û mêr him meaşê teqawîdiyê bigrin û him jî kar bikin wê demê halê wan pir û pir xweş e.
Li gor min dît halê hevalên min yên herî xerab jî ji yê min baştir bû.
Lê kes vê ferqê nizane, her kes wisa bawer dike ku her kesê li Ewrûpayê dijî bi peran dilîze, ev ne rast e.
Min li her derê ev yek anî zimên.
Di warê siyasî da berê li her bajarekî çend ”telebe” û kesên şoreşger û kurdperwer hebûn, lê nuha milet bi tevayî bûye kurd û doza hin mafan dike.
Lê însan, yanî gundî, esnaf, kesên li kuçê di daxwazên xwe da ne zelal in, nizanin ji dewletê çi dixwazin.
Dema meriv jê dipirse, ”tu ji dewletê çi dixwazî?” weke filîstîniyekî bersîveke konkret nade meriv.
Erê her kes heta dereceyekê li dijî dewletê ye, ji halê xwe ne razî ye, dixwaze şer raweste, dixwaze rehetî û azadî hebe, dixwaze zarokên wan neçin çiyê û neyên kuştin, lê belê di warê daxwazên siyasî da serê milet ne zelal e, li gor vî bedelê mezin şiûrê netewî pir xurt û zelal nebûye.
Hezkirina ji zimên û ji welêt hîn zeîf e.
Fikrê welatekî cihê, miletekî cihê, parastina zimanê dayikê hîn di serê kesê herî siyasî da jî bicî nebûye.
Kesê herî siyasî jî hîn dikane dev ji Kurdistanê, ji bajarê xwe berde û here li bajarekî Tirkiyê bicî bibe.
Di vê şêla xwe da tu nakokiyekê nabîne.
Nabêje weke kurd dibê ez ji ziman û welatê xwe hez bikim, bi zimanê xwe bipeyivim û welatê xwe neterikînim.
Ji ber ku ev şiûra netewî zeîf e, xurt nebûye loma jî însan bi rehetî dev ji ziman û welatê xwe berdin, ji dêlî peravên Gola Wanê, Gola Hezarê, çemên Dîcle û Firêt diçin li bajarekî Tirkiyê havîngehekê dikirin, li wan deran dijîn.
Piştî hewqas êrîşên lînckirinê min wisa hêvî dikir ku di warê hisî û hestên netewî da kurd ewê ji Tirkiyê û tirkan sar bûbin.
Lê min ev sar bûn pir nedît.
Hîn jî kes naxwaze ji Tirkiyê û tirkan dûrkeve, qut bibe…
Ev jî sûcê PKK-ê û BDP-ê ye, ji ber ku rojê tiştekî dibêjin, loma jî milet gêj bûye, serê milet tevlihev e.
Lê dîsa li gor berê şiyarbûneke pir mezin heye, însan bêtir bûne kurd û kurdperwer.
Lê seqet e…
Li alî din ji ber valabûna bi hezaran gundan, hemû bajarên min dîtin ji alî nufûsê ve tam bûne kurd.
Li Wêranşarê, Mêrdînê, Midyadê, Wanê, Belîsê, Rihayê tu herî ser kîjan dikanê êdî kurd in, di bajaran da bi hezaran gundî bûne esnaf û xwedî îş.
Lê gel vê jî mixabin zimanê tîcaretê, zimanê bazarê bi tirkî ye. Bajarê herî tirkî lê kêm Dêrik û Wêranşar bû, li van bajaran li qahwan, li ser dikanan ziman bi kurdî bû.
Lê Dêrik ji Wêranşarê çêtir bû.
Û ew jî ji ber ku li Dêrikî xerîb tunene, lê li Wêranşarê ereb û xerîb(swêregî, mêrdînî)in.
Li Kurdistanê bajarên bi serûber mezin û xweşik bûne Riha, Wan, Tetwan, Midyad, Swêreg, Qoser(Qiziltepe) û heta meriv dikane bibêje Nisêbîn jî.
Lê li gel vê jî bi giştî li gor berê hemû bajarên Kurdistanê(yên min dîtin)mezintir, xweştir û moderntir bûne.
Di nava partiyên tirkan da partiya herî xurt AKP-ye, CHP û MHP têk çûne, kurdên ne BDP-yî jî êdî li dijî van partiyan e.
AKP xurt e. Ew jî ji ber ku însan hîn hêviyekê ji AKP-ê dikin, dibêjin ewê mesela kurd çareser bike, lê nuha bi carekê da nikane, artêş li dij e, ewê hêdî hêdî bike.
Di warê siyasî û aborî da rehetiya milet di dema AKP-ê da bidestxistiye naxwaze wenda bike, her kes pesnê van guhertinan dide.
Û bi rastî jî li gor 15-20 sal berê him di warê aborî da û him jî di warê siyasî da pêşketinên pir mezin çêbûne.
Ez, xanim û du hevalên din(Husamedîn Acar û Bayram Ayaz) em bi erebeyê diçûn Bazîdê. Husamedîn erebe dajot. Berî em bigihîjin Bazîdê em sekinandin. Dema em sekinandin me li kasêteke Şivan guhdarî dikir, dengê wê jî hinekî bilind bû.
Gava cendirme ji Husamedîn ehliyeta wî xwest min got ewê dengê muzîkê kêm bike, lê kêm nekir û gelkî jî bi têrs û bêperwa bû.
Careke din jî li Wêranşarê ez û herdu zarok û pismamê min Ekrem, em çûn Qesra Îbrahîm Paşayê Millî ku nuha kirine Kitêbxane.
Gava em ketin hundur odeya mudûrê kitêbxaneyê Mehmet Suphî Yetkîn sê kesên din jî li wir rûniştîbûn.
Yekî hinekî xort li ser kursiya kêlek Mehmet Suphî rûniştibû bû. Suphî dema em dîtin ji ciyê xwe rabû û hat pêrgî me, me xêrthatin da û ez birim li kêleka wî xorta dam rûniştandin û got viya dozgerê(sawciyê) Wêranşarê nizanim kî…
Ez bi Mehmet Suphî ra bi kurdî peyivîm û wî jî fena ku em bi tenê bin bi kurdî li halê min pirsî û bersîvên min da.
Pismamê Ekrem jî her bi eynî bi kurdî peyivî.
Vê bêtirsî û serbestiyê gelkî kêfa min anî.
Lê Ekrem ji min ra got, êdî ew dema tirsê û bêtehamuliyê derbas bûye, li oda qeymeqam û hakim jî însan normal bi hev ra bi kurdî dipeyivin.
Û tiştê min jî pir hindik ev yek teyid dikir, tirsa ji dewletê şikestiye, kes êdî ji pûlis û leşkeran natirse û dewlet jî li gor berê piçekî guheriye.
Ez dixwazim li vir nivîsa xwe biqedînim.
Bi çûna xwe, bi gera xwe, bi dîtina welatê xwe ez pir û pir dilşa û bextewar bûm, vê çûnê çend salan temenê min dirêj kir.
Wek min got em çûn çend bajaran û me gelek dost û heva dîtin, li Rihayê Abdulkadîr Îzol, li Wanê Dr.Salih Ozgokçe, xanima wî Perîxan, Bahatîn Ayaz û Husamedîn Acar, li Belîsê Medenî Avcîl, li Amedê, Mehmet Vural û Baran Vural û Dr. Fewzî Çetîn, li Swêregê Îzetîn Kandemir û Adnan Ozbîngol, li Dêrikê Fuat Onen û Burhan Ektîren bi me ra gelkî mijûl bûn û ji wan hinekan(Husametîn Ayaz, Bahatîn Acar û Medenî Avcîl, li Wêranşarê Sînan Demir û Kemal Kodîn)bi rojan em gerandin û gelek wextên xweş bi me dan jiyandin.
Dîsa birayên min Fuad û xanima wî, Faîk û Berzan jî bi me ra gelkî westiyan, bi taybetî jî birayê min ê biçûk Faîk bi me ra gelkî westiya.
Li vir ez li ser navê zarok, xanim û xwe ji wan hemuyan ra û ji hevalên ku nuha navên wan nayê bîra min ra gelkî sipas dikim.
Mala we ava û gelk sipas ji bo her tiştî…
Bi bîranîneke xwe ya li ser gorra Ehmedê Xanî ez nivîsa xwe diqedînim.
Dema em ji ser gorra Ehmedê Xanî derketin parsekek li ber derî rûniştibû û bi tirkî digot: ”Alah rizasi îçîn bir sadaka…”Min jê ra got:
-Tu fedî nakî li ser gora Ehmedê Xanî bi tirkî dipeyivî, bi kurdî bipeyive!
Şeqizî, li ser vê, tavilê axaftina xwe quliband kurdî û îcar bi kurdî xwest û dia kir…
Min got, awa ha…careke din jî bi tirkî nexwaze û min lîreyek tirk dayê.
Ji min ra bi kurdî gelek dia kir…

30 juli 2010

Li Wêranşarê şairekî nenas

1o

Bi qasî ku ez dizanim heta nuha ji Wêranşarê nivîskar û şairekî zimanê kurdî yanî yekî ku bi kurdî nivîsibe derneketiye.


Heta meriv dikane bibêje ku yekî bi tirkî dinivîse jî tuneye.
Helbet ev sosireteke pir mezin û giran e.
Lê mixabin rast e.


Ev bajarê ku ez hewqasî jê hez dikim, ji bo wî serê min her roj di teqereqê da ye heta nuha yek nivîskar û şairek jî jê derneketiye.


Ez şerm dikim bibêjim lê mecbûr im, ji vî bajarê hewqasî kevn, xwediyê şaristanî û dîrokeke hewqas kevn heta nuha tenê ”ez” derketime, tenê ”ez” bi kurdî dinivîsim.


Ez bawer dikim sebebê vê yekê gundîtî û pêşneketina kultur û jiyana bajarvaniyê ye.
Heger ne mele û medreseyên dînî be ji gundiyan şair, nivîskar û edîb dernakeve.
Ji ber ku ev ne karê wan e…


Û li Wêranşarê ev jî(mele û medreseyên dînî)tuneye, heger ne xêra mele û hafizquranên tiloyî, cizîrî, farqînî, bayqanî û bajarên din bûya di mehên Remezanê da hemû gund û mizgeftên Wêranşarê ewê bê mele bimana, xêra van melayên xerîb li mizgeftên Wêranşarê cuz dihatin xwendin.
Heta salên 1980-î rewş wiha bû.


Û ez jî esas ne tu nivîskar mivîskar im, xelk kesê weke min wek şagirdekî nivîskariyê jî qebûl nake.


Tiştê ez dikim esas ne nivîskarî ye, dişibe rojnamevaniyê, lê axir ji tunebûnê çêtir e. Yanî cilo ketiye milo...


Ji ber ku kes tuneye, ez ji mecbûrî û ji fediya dinyayê, ji bo ku dinya alem, swêregî, qoserî û dêrikî nebêjin Wêranşar ji bin da ”kordunde” û erdê wê beyar e, weke dareke bê ber e.
Qet nebe bi vî hawî, bi çend nivîsên min navê Wêranşarê jî dikeve defteran.

Weke min got, bêyî min (û nuha jî ez rastî Suleyman Kaya hatim û ew jî hîn şairekî bi dizî ye)ez kesekî din nizanim. Heger hebe ezê pir û pir kêfxweş bibim
Hevalên dizanin bira ji kerema xwe ra vê şaşiya min rast bikin, navê wî/wê bibêjin.


Îcar ji ber ku di warê nivîskariya kurdî da Wêranşar bajarekî hewqas feqîr e, loma jî bi hebûn û dîtina Suleyman Kaya ez pir dilşa bûm.

Dawiya dawî dike ji me wêranşariyan jî şairekî kurd çêbibe...

Ya Nûrî Salmaş ya jî hevalekî din ew bi min da naskirin. Temenê wî li dora 40-50 yî xuya dikir.
Berî wê hin hevalan ji min ra qala wî kiribûn û gotibûn helbestên bi kurdî dinivîse û kurdiya wî jî pir baş e.


Piştî hinek sohbet, çend rûpel kaxet ji bêrîka xwe derxist û ji min pirsî, gelo ez dixwazim li helbestên wî guhdarî bikim.
Min got, bi kêfxweş î.
Û dest bi xwendinê kir…


Li hember helbestên wî, ez matmayî mam, min bala xwe dayê tu kêmasiyeke helbestên wî ji gelek helbestanên kurd tuneye, heta di warê zimên û xurtiya naverokê da meriv dikanîbû bigota ku ji ya gelekan jî xurttir bû.


Hinek bi nivîskî û gelek jî ji ber xwendin. Hafizeyeke wî ya pir xurt hebû, gelek helbestên seydayê Cegerxwîn jî ji ber dizanîbû.
Ez heyran mam.
Lê hîn tu berhemeke wî belav nebûye û ew bi xwe jî zêde guh nade belavkirinê.


Me careke din hevûdu dît, dîsa ji min ra çend helbestên xwe xwendin.
Min jê rica kir ku dibê miheq wan tomar bike û biweşîne. Lê yekî ne yê van kara ye, merivekî pir şermok xuya dikir, fedî dikir bibêje ez “şair”im, halbûkî ew şairekî temam û ji gelek şairên bi nav û deng şairtir bû.


Lê mixabin ya wî jî weke gur bi hêza xwe nizanî bû ya jî pir merivekî bohem bû…
Suleyman Kaya, ji eşîra Xidreka û neviyê Hecî Xelîl e. Mala Hecî Xelîl, li Wêranşarê malbeteke xwedî gund, dewlemend û malmezin e.


Loma jî helbestvanî di nava malbatên wiha da normal nayê dîtin, bi çavên “dînan” li meriv dinêrin.


Li gor kultura gundîtî û axatiyê tiştekî pir şerm e ku neviyê axayekî wekî Hecî Xelîl rabe di civînan da helbestan bixwîne û bibe şair.
Belkî jî ji ber vê yekê ye lawê wî yê biçûk berhemên wî yên çend salan şewitandine.


Li gor wî ji min ra qal kir, gelek, têra kitêbekê du kitêban hebûne, lê hemû heder bûne.
Ew bi xwe neçûye mektebê, xwendin û nivîsandinê ji xwe ber fêr bûye.


Min bala xwe da texta helbesta ku daye min, bawer bikin ji alî îmlayê, rastnivîsê ve mikemel e, ji vîsên gelek nivîskarên bi nav û deng sed qatî rasttir e.


Ez hêvî dikim ku li Wêranşarê hin kes helbestên wî derbasî komputerê bikin û di înternetê da biweşînin.


Helbestên hewqasî xurt dibê li malan nerizin, ji alî kesên nezan û cahil ve nayên şewitandin, dibê bibin kitêb û di kitêbxaneya kurdî ya netewî da ciyê xwe bigrin.


Bi hêviya ku helbestên Silêman Kaya di demeke nêz da weke kitêb têkeve destê min.

29 juli 2010

Ez gera xwe ya Wêranşarê diqedînim

9
Wek min berê jî got, ji ber koça ji bajarên derûdorê û ji gundên Wêranşarê
bajar pir mezin bûye, nufûsa bajêr ji 9 hezaran derketiye 130 hezarî.
Lê bûye bajarekî ”gundiyan”, dema meriv di nava bajêr da digere çavên meriv piranî bi gundiyên bi şelwer û bi çefiyên hişin dikeve.

Ji ber ku bi sedan malbatên bajarî û kesên xwenda û rewşenbîr ji bajêr koçî xerbê kirine û dewsa wan jî gundî ketine bajêr, loma jî bajar dişibe bajarekî gundiyan.

Ev, ji dema serîhildfana Îbrahîm Paşa û virda tim wiha bûye, dewletê li kesên zana, ronakbîr û kurdperwer xisiteye, ew jî ji mecbûrî reviyan e û gundî hatine ketine bajêr, lê piştî çend cîlan, piştî ku bûne bajarî, welatperwer îcar ew mecbûrî revê û koçkirinê bûne.
Û loma jî li bajêr kultur û jiyana bajartiyê pir bi pêş neketiye, tim hatiye qurçimandin, nehîştine geş bibe.
Ev yek nuha jî wisa bûye.

Berê çefî, merkezêt û axbaniyên rengrengî hebûn, nuha tenê yek reng e, hişinekî vekirî ye.
Jin, mêr, li serê her kesî eynî reng e.

Lê gundî jî êdî ne gundiyên berê ne, êdî weke berê li hember bajariyan ne reben û pepûk in.
Berî salên 1980-î bajariyan neheqiyên pir mezin li gundiyan dikirin, ew dixapandin, tinazê xwe bi wan dikirin, bi wan dilîstin.

Belkî sebebekî vê yekê jî piraniya esnafên bajêr xerîb bûn, ne wêranşarî û eşîr bûn, piraniya esnafên bajêr mêrdînî û swêregî bûn, tek tûk mahcir, dêrikî û wêranşarî hebûn.
Lê nuha rewş ji bin da hatiye guhertin, hema hema temamiya mêrdîniyan koçî bajarên xerbê kirine û hêza swêregiyan jî pir kêm bûye, gelekên wan jî koç kirine.

Ji dêlî vê, bi hezaran gundî ketine bajêr û bûne esnaf, tîcaretê dikin. Loma jî êdî bûne xwedî hêzeke aborî û siyasî, êdî kes nikane henekên xwe bi wan bike.
Ev pêşketineke baş e.
Lê ya xerab têkiliyên eşîrtiyê xurttir bûne, ev yek tê hesabê her kesî, çimkî her kes bi eşîra xwe xurttir e.
Du xort du sîleyan li hev xin, yek pozê yekî xwîn bike, di cî da dibe mesela êşîran û dibê dahw were çêkirin, li hevhatin çêbibe.
Û ew jî êdî bi peran dibe, berê tiştekî wiha tunebû.

Dema yek serê yekî dişkîne kes nabêje serê filan kes, her kes dibêje yekî xidrekî serê yekî kûrî, Seyidî, dodikî, berguhanî, sorikî, kumnexşî, çûvî, bihêmî, ubeyî ya jî nizanim yê kîjan eşîrê şikandiye û li gor wê tê hereket kirin.

Normal dibê têkiliyên eşîrtiyê kêm bibûya lê min eksê wê dît.
Bêyî vê, pêşketin û serbestbûna jinan jî bala meriv dikşîne, meriv li her derê rastî jinan tê.
Wêranşar ji berê da ye bajarekî ”nîvgundî” û muteasib e, jin pir ne serbest in.
Lê ev yek jî hatiye guhertin.

Mesela keça xaltiya min bi mêrê xwe ra dikandarî dikir, weke her mêrekî, ew jî li ber dikana xwe bû û tişt difrot.
Ev şoreşeke mezin e, jineke gundî, nexwenda, telefona wê weke şeşderbekê di ber da, li pişt mêzîna xwe rûniştibû û esnafî dikir.

Lê tiştê herî ne baş pêşketina faîzê bû.
Li gor digotin di salên borî da faîz pir û pir bi pêş ketibû, lê di van 3-4 salên dawî da hinekî kêm bûbû.
Di dema min da mala Şêxmûsê Eyoyê swêregî û şaş kesên xumarbaz faîz didan, lê ew jî pir bi sînor bû.

Lê li gor qal dikirin hin kesan bi faîzê gundên xwe wenda kiribûn û hin himal û feqîrên dema min jî nuha bûbûn dewlemendên Wêranşarê yên herî mezin.
Berê di dema min da Wêranşar tenê 5 tax bûn(Taxa Golê, Taxa Xincika, Taxa Tekyê, Taxa Kelê û taxa Qişlê)lê nuha heger ez ne şaş bim qala 14-15 taxan dikirin.

Ez li hemuyan negeriyam lê ji yên min dîtin hinekên wan pir xerab bûn. Mesela ji bîna rêxê meriv nikanîbû li taxa Şirnexê û ya Yenîsehîrê (taxa bajarê nuh)bigeriya, herder di nava pîsî û rêxê da bû, milet pez û dewar xwedî dikir û tepik çêdikirin, her der lodê tepikan bû.

Wekî din bajar bixwe jî pir qilêr bû, belediye dixebitî lê têr nedikir. Li her bajarê ez lê geriyam pir hindik wiha bû, di nava kurdan da kultura paqijiya bipêş neketiye, her kes qilêra xwe davêje erdê.
Ji bo vê yekê min çend caran bi xelkê ra minaqaşe kir.

Li vir ez dixwazim mijarê hinekî biguherînim û qala çend serpêhatiyên, anekdotên xwe yên biçûk bikim.
Her cimata ez lê bûm ziman bi kurdî bû, heta ku mimkûn bû ez tu carî bi kesî ra bi tirkî nedipeyivîm.

Ez bi hin kesên wiha ra(mêrdînî û swêregiyên bajarî)bi kurdî peyivîm min qet bawer nedikir ku ewê bi kurdî bizanibin.

Tiştê xerîb milet jî dîrekt bi min ra bi kurdî dipeyivî.
Yanî dema însan bixwaze û bîr bibe dikane kurdî bike zimanê yekem, zimanê danûstendinê.

Şevekê em gelek heval li Parka Kulturê rûniştibûn, garson diçû û dihat bi me ra bi tirkî dipeyivî û me jî(bi taybetî jî min) jî tim bi kurdî bersîv didayê.
Lê wî her bi tirkî dipirsî.
Dawiya dawî min hew tehamul kir û jê ra got:
-Bira, çima tu bi me ra bi tirkî dipeyive? Ji vêsê da ye tu bi me ra bi tirkî dipeyive lê em tim bi kurdî bersîvê didin.
Got “ji ber ku ez pîs im!”
Min got heşayî te, bes em kurd û tu kurd, îcar çima tu bi tirkî bersîvê didî me?
Got “abê wele ez pîs im, heger ez ne pîs bûma ezê bi tirkî nepeyiviyama...”
Piştî vê bûyerê êdî hew bi min ra û li ser masa ku ez lê bûm bi tirkî peyivî.
Ez bawer dikim weke min ewê jî vê bûyerê tu carî ji bîr neke.

Li dortyolê li hinda xeraca otobozên Mêrdînê dikaneke konfeksiyonê ya pir mezin û xweşik hebû. Ez diçûm ba lawên meta xwe, min riya xwe pêxist û ketim hundur, min xwîdan dabû, min got ji xwe ra îşligekî(gomlegekî) bikirim. Li hundur çend kes dixebitîn. Yekî xort pêşwazî li min kir, bi tirkî got, “kerem bike, tiştek lazim e?)
Min kurdî got, ez dixwazim îşligekî bikirim. Wî dîsa bi tirkî bersîva min da, min bi kurdî lê vegrand.
Piştî çend caran bi dest îşaret kir, got ”kurdî yox” yanî ez bi kurdî nizanim.
Li ser vê min jî bi kurdî jê ra got, ”heger kurdî tunebe wê demê ez jî nakirim” û ez ji dikanê derketim.

Di dema min da ne mimkûn bû ku esnafekî bi kurdî nizanîbûya.
Mixabin min ne pirsî gelo ji ku ye?

Cara duduyan dema ez bi munîbûsê ji Ruhayê diçûm Wêranşarê, bi rê da min bi mamosteyekî ra hinekî sohbet kir.

Dema fêr bû ku ez li Swêd dijîm, bi heyecaneke mezin got, ”xalo, min jî bibe wir, Swêd bihuşta dinê ye, min jî bibe ba xwe.”
Min got, xalo bi xwe dixwaze ji wê bihuştê bireve, îcar ewê te bibe ba xwe...
Matmayî ma, got çawa tu wiha dibêjî, ev serê salan e ku ez xeyal dikim ku rojekê xwe bigihînim Swêd û tu jî wiha dibêjî…
Pesnê Fînland, Norweç û Danîmarkayê jî da.
Min got, heger bihuşt be jî bihuşta xelkê ye, çi min ra, çi te ra?
Xelkê welatê xwe kiriye ”bihuşt”, ji dêlî ku em ji welatê xwe birevin, dibê em jî fena xelkê welatê xwe bikin bihuşt.

Hinekî şeqizî, hin pirsên din ji min kir, me hinekî din sohbet kir. Di dawiyê da got, xwezî te van tiştana ji min ra negota, xeyalekî min hebû te ew jî têk bir…
Min got, baştir e ku xeyalên ne rast û şaş têk biçin…
Li ser riya gundê Eyûbnebî ji munîbûsê daket, xatir ji min xwest û got ”ez kêfxweş bûm ku min tu nas kir.”

Dema ez li bajêr digeriyam ez dageriyam qahwexeya qebedayiyê Wêranşarê yê herî bi bela, ya Sabrî Aras.
Ez nas nekirim, min ban kirê, min got hela were vira. Dema dît ku ez im, ji dil ez himêz kirim û got:
-Bi dîtina te ez hewqasî şa bûm, fena ku bavê min ji gorrê rabe…
Me hevûdu nas dikir û silava me bi hev ra hebû, lê min nizanîbû ku hewqasî ji min hez dike.
Min bihîstibû lawê wî jî ji doza PKK-ê çend salan di hefsê da mabû û gelek jî îşkence dîtibû.
Me bi kurdî hinekî sohbet kir, ji min ra got, ”yaho we temelekî wisa saxlem avêtiye ku tu carî hulnaşe, pir û pir saxlem e…”
Ev tespîta qebedayiyekî wekî Sabo kêfa min anî...

Roja em çûn Wêranşarê di hundurê erebeya pismamê min da, hîn em daneketibûn dînekî li camê xist û ji min pere xwest.
Ez matmayî mam, min got vî camêrî çawa dizanîbû ez xerîb im ?
Careke din dîsa ez li parkê di nava 10-15 kesan da rûniştibûm, yekî dîsa di nava hewqas însan da hat bi gewriya min girt, heta ji min negert ji min neqetiye…
Min fêm nekir çawa dizanîbûn ez xerîbê bajêr im….

Li bajarekî dema bi sedan cî, nas, dost û hevalên meriv tunebin piştî çend rojan sebra meriv lê nayê, meriv nizane ku da here û here ba kê…

Berê dema ez ji mal derdiketim bi dehan dikan û qaweyên ez biçûyamê hebûn, bi sedan hevalên ku me hevûdu bidîta hebûn, min bajar nas dikir û ez dikanîbûm serbest lê bigeriyama, lê îcar ne wiha bû, kesên min bidîta û derên ez biçûyamê pir bi sînor bûn, loma jî ez şaş dimam, carnan min xwe tenê his dikir.

Bi îhtîmaleke mezin piştî çend carên din ev xerîbî û xeşîmiya min ewê rabe û ezê bêtir derûdora xwe nas bikim, ezê bêtir bibim Wêranşarî

Carê rê vebû, êdî kes nikane min zeft bike, ezê hîn gelek carên din herim Wêranşarê tewaf bikim, lê kêfxweş û xemgîn bibim...

Di dawiyê da ez dixwazim ji hemû hevalên ku hatin ziyareta min, wê germa havînê wexta xwe dan min ra li vir sipas bikim.

Bi taybetî jî pismamê min Ekrem, Lokman, xwarziyên min Orhan, Muzafer û M. Alî, hevalên min Nurî Salmaş, Sîno Demir û Kemal Kudîn, Suleyman Kaya yê ku bi helbestên xwe yên kurdî ez mest û îhya kirim ji vir heta Wêranşarê sipas dikim.

Min berê Suleyman Kaya nas nedikir, vê carê me hevûdu nas kir. Gelkî kêfa min jê ra û ji helbestên wî ra hat.
Ew şairê Wêranşarê yê yekem e, lê hîn haya kesî jê tuneye, helbestên wî hîn nehatine weşandin.
Ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk da biweşîne.
Cara duyem dema me hevûdu dît ev helbesta jêr ya li ser min nivîsîbû da min.
Sibe ezê hinekî qala vî helbestvanê kurd bikim
.
Ev bû serê sî salî
tim bi axîn û nalî
hat warê bav û kala
gihîşt yar û hevala
kurdekî swêdîye
me hîn hevûdu nedîye
jê ra kirine bahsa min
nivîs û helbestên min
dibêjin Swêd xweş e
bê diz û bê keleş e
jiyan li wir bihuşt e
ji we ra ne tu tişt e
bi axîn û keser in
tim navê wan koçerber in
dayika we ye welat
tim bo wê bikin xebat
ey kurdê Kurdistanî
min hinekî li hev anî
bo te dikim diyarî
rû neguhere ji vî warî

BDP divê êdî doza serxwebûnê bide pêş

Ev çend roj in li Inegola Bursayê û li Dortyola Hatayê nîjadperest û faşîstên tirk bi rengekî organîzekirî êrîşê dibin ser kurdan, mal û dikanên wan talan dikin, wasiteyên wan dişewitînin.
Li Dortyolê gurûbek êrîşkar êrîş birin ser avahiya BDP û hemû avahî tarûmar kirin, şewitandin.
Û dû ra jî berên xwe dan mal û dikanên kurdan.
Di van êrîşan du kurd bi çekan û gelek kes jî bi kevir, dar û kêran giran birîndar kirin.
Wek her tim hêzên ewlekariyê neçûn ser êrîşkaran, ji dêlî wê va hin pûlisan enî û çavên êrîşkaran radimîsî.
Li gor çapemenî dinivîse organîzator û pêşengên van êrîşan MHP û rêxistinên girêdayî wê ne.
Lê helbet êrîşkar ne ew tenê ne, gelek gurûbên din jî tevî êrîşî ne.
Ji bo bûyeran li cî bişopîne BDP-ê îro heyetek şand Dortyolê.
Lê walî îzin neda heyeta BDP-ê.
Milet kurdan lînc dike, malên wan dişewitîne û talan dike, dewlet jî nahêle nûnerên kurdan yên siyasî herin ciyê bûyerê û li gelê xwe guhdar bikin.
Ev çawa hemwelatîtiye ye min qet fêm nekir?
Dibê kurd hemwelatîtiyeke wiah qet qebûl nekin û bixwazin jê derkevin...
Ev ne cara pêşî ye ku tirk kuştin ya jî birîndarbûna leşker û pûlisekî dikin bahane û dû ra jî êrîşî kurdan dikin, mal û dikanên wan talan dikin.
Berê jî min çend caran gotibû, nuha careke din dibêjim, li hember van êrîşan dibê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd bi rengekî vekirî doza serxwebûn û veqetandinê bikin.
Bi van êrîşan tê dîtin ku tirk bi çavê dijminekî xedar li me kurdan dinêrin û naxwazin bi mer ra bijîn.
Piştî ku tirk naxwazin bi me ra bijîn, dibê kurd qet û qet nexwazin, kesên bi xwazin bi kurdan ra bijîn gav û saetê, serê her baheneyekê kurdan lînc nakin, mal û dikanên wan naşewitînin û talan nakin.
Loma jî dibê nûnerên kurdan ji dewletê ra eşkere bibêjin, heger hûn mafê me yên netewî nedin û van êrîşên xwe bidomînin emê jî riya serxwebûnê bidin ber gelê xwe.
Li aliyê din jî dibê kurd xwe bidin ser hev û li hember êrîşên wiha xwe biparêzin.
Xweparastin sîleha herî mezin e.
Ev alieyekî meselê ye, aliyê din jî diibê kurd dev çîrok û baweriya ”biratiya kurd û tirkan” berdin û berê xwe bidin welatê xwe.
Helbet her kes nikane, lêbelê kesê kane dibê vegere welatê xwe û ji bona Kurdistaneke serbixwe û azad bixebite, têkoşînê bide.
Heta ku kurd bibêjin em venaqetin, em serxwebûn û federasyonê naxwazin tirkê tim û tim vê çavsoriyê li me bikin.
Ji bo ku dawî li van êrîşan were dibê serok û siyasetmedarên kurdan di warê siyasî da siyaseta xwe ya heta nuha ji ber çavan derbas kin.
Heta ku em di bin destê tirkan da êsîr û kole bin, êrîşên bi vî rengî jî ewê tim û tim dom bikin.
Çare xurtkirina xeta serxwebûn azadiyê ye.

28 juli 2010

Ez Wêranşarê nas nakim

8

Serê sibê zû, saet di 07.30-î da min xwe ji pismamê xwe, ji xanim û zarokan vedizî û ez daketim kuçe û kolanên Wêranşarê.
Roja berê, ji ber ku mîvan pir çûbûn û hatibûn, min fersend nedît ku herim bi tena serê xwe bigerim.
Min dixwest bi tenê bigerim, hela ka ez kê nas dikim û kî min nas dike?
Ez hêdî hêdî û wek biyaniyekî xam û rênezan daketim nava bajêr, ketim kuçe û kolanên Wêranşarê û min bala xwe da der û însanan.
Ez çuqasî geriyam baş nayê bîra min, lê ez pir geriyam…
Di vê gerê da ne min kes nas kir û ne jî kesî ez nas kirim, ne min silav li kesî kir, ne jî kesî silav li min kir.
Dûra heta ku ez çûm kolana Çûva û çayxaneya Şaban(rojek berê ez çûbûmê). Li wir êdî milet ez bi hev dam naskirin, gotin viya ”Wehab/Zinarê Xamo ye, lawê Bûboyê Xamo ye.


Bajarê ku bavê min, ez lê hatibûn dinê, zaroktiya min lê derbas bûbû, ez lê zewicî bûm, bûbûm bavê du zarokan, min gelkî eziyet û cefa wî kişandibû, lê hatibûm girtin, ketibûm hefsê, lê bi hezaran nas, dost, heval û merivên min hebûn nuha xelkê li vî bajaraî bi destê min digirt û ez lê digerandim...

Ew bajarê ku ji bo azadiya wî min bi salan lê xebat kiribû, min hemû kuçe ûkolanên wî bihost bi bihost dizanîbû îro li min xwedî dernediket, îro ne min ew nas dikir û ne jî wî ez nas dikirim, yek kesî jî silav nedida min, nedigot tu wiha tenê çi digerî?

Ez nikanim hestên xwe yê wê bîstikê bi gotinan îzah bikim, ez ji bajêr, ji însanan dilşikestî bûbûm...

Çawa wan ez nas nedikirim?
Di gera xwe da ez çend caran xalifîm, çimkî yek kuçe jî weka xwe nemabû, guherandin pir mezin bû, hemû dikanan dest guhertibû.
Bajarê kevn ji kok da rabûbû û yekî nuh li dewsa wî ava kiribûn û min jî ev bajarê nuh nas nedikir.
Dûra pismamê min Ekrem, ez û zarok birin mala me, min rê nizanîbû.
Min li derî xist, keçikeke ciwan derket. Min xwe pê da naskirin û xwest ku destûrê bide em herin hundur.
Çû daxwaza me ji diya xwe ra got, diya wê bi dilxweşî em bera humndur dan.
Em ketin hundur hewşê, em bîstekê lê geriyan û min çend risim kişandin. Dûra em ketin hundur malê, odeya ez lê hatibûm dinyayê, ez tê da zewicîbûm, du zarokên min li wir hatibûn dinê.
Dema min risim dikişand û ji Serhat û Rojen ra qal dikir, dilê min xera bû û çend hêsir ji çavên min hatin xwar.
Tiştekî ecêb bû, her tişt pir biçûk û nizm bûbû, xaniyê me, paceyên me ecêb biçûk û nizm bûbûn...

Ez çûm hewşa cîrana me xaltiya Leylo jî, min bîriya wê hewşê jî kiribû. Li wir xwediya melê ez nas kirim û gelkî kêfâ wê hat.
Bi dîtina xaniyê xwe ez pir kêfxweş bûm, min kulek mezin ji dilê xwe derxist, êdî ez bîriya wî nakim.
Bi vê dîtinê min teseliya xwe xist, dilê xwe aş kir.
Em du rojan li Wêranşarê man û roja sisiyan çûn gund, mala dê û bavê Hêviyê, xanima min.
Di derbarê jiyana gun da li Swêd min zarok gelkî tirsandibûn, bi nêta ku ez wan ji şertên herî xerab ra amade bikim min şert gelkî xerab nîşan dabû.
Min ji wan ra gotibû li gund elektirîk û ya herî girîng jî avdesxane/tuwalet tuneye. Meriv dihere li çolê, li paş kevirekî avê dirjîne û bi keviran xwe pak dike.
Lê ji ber ku zarokan ”xwepakirina” bi keviran nikanîbûn qebûl bikirana, tiştekî wiha pir prîmîtîv didîtin, loma jî min loxek kaxetê avdesxanê xistibû çentê heryekî, ji bo ku li gund bikar bînin.
Min gotibû dibe ku li Wêranşarê jî li hin malan hewce be.
Bi van zanîn û hestan me texsiyek kirê kir û em ketin ser riya gund.
Dema em ketin ser riya Malwêrîn ez matmayî mam, çimkî rê heta ber gund zift/asfalt û pir xweş bû.
Dema ez li wir bûm rê pir û pir xerab bû, gundî peyatî di 5-6 saetan da digihîştin bajêr, lê ez bawer dikim em di 20 deqîqeyan da gihîştin gund.
Gava em ketin nava xirbe, min dît ku xanî jî ne ”gomê” berê ne, êdî beton in.
Li mala xwesiya min elektirîk, makîna feraxan, makîna kincan, telewîzyon, ava sar, ava germ, destşok, xawiliya destan bi ser da û ji hemuyan jî girîngtir jî ji xênî hinekî wê da avdesxane/tuwalet jî hebû.
Di dem min da vana yek jî tunebûn.
Ji bo destavê meriv radihîşt misînekî û diçû çolê.
Vê pêşketin û modernîzmê gelkî kêfa min anî û ez rehet kirim, barê min sivik kir.
Di dema min da her kesî pez û dewar xwedî dikir, debara her kesî li ser terşxwedîkirinê bû.
Lê nuha bêyî lawekî xalê min kesî pez xwedî nedikir, ji bo qatix her malekê çend dewarên wan hebû û hew.
Milet ya diçe Xerbê dixebite, ya jî li bajêr, li dereke din karekî din dike. Ji her malê çend xortên wan li derve bûn, dixibitîn.
Ya din dibistan û mizgeft jî hatibû gund, di dema min da ew jî tunebûn.
Heta li seranserê Qerejdaxê yek mizgeft jî tunebû.
Mekteb tenê li Sergirtiyê hebû, wekî din li hemû Qerejdaxê mekteb tunebû.
Piştî ku li gundekî wekî Malwêrîn biçûk mekteb û mizgeft hebe, wê demê li hemû ya jî li piranniya gundên din jî hene.
Ev yek fenomeneke nuh e, pêşketineke pir mezin e.
Berê li ber mala her kesî çend ker û hesp hebûn, çimkî bi wan diçûn bajêr û dihatin, lê nuha ji dêlî hesp û keran ve li ber deriyê çend kesan texsî(otomobîl)hebû.
Gundî êdî ya bi erebe ya jî bi motorsîkletên xwe diçin bajêr û tên.
Ez bawer dikim gund 20-30 mal bûn, lê 3-4 erebe li gund hebûn.
Û Malwêrîn jî gundekî feqîr e. Li gor qal dikirin li gundan erebeyên piraniya gundiyan hene, erebe tunebe, motorsîkel heye.
Yanî meriv dikane bibêje ku kesên xwedî erd halê wan pir xweş bûye.
Li gor digotin, gelek gundî li bajêr dikan vekirine ya jî karekî dikin, lê malên wan li gunda ne, êvaran bi erebe ya jî motorsîklên xwe diçin mal.
Bi kurtî meriv dikane bibêje ku gund vala dibin, gundî kêm pez xwedî dikin û her kes berê xwe dide bajaran.
Min ev yek li Wanê jî dît.
Tiştekî din jî, her kes hewil dide ku zarokên xwe bide xwendin, berê ev jî tunebû, lê nuha gelek kes zarokên xwe didin xwendin. Xwendin pir bi pêş ketiye. Berê zarokên axayan dixwendin, lê nuha ne wiha ye.
Bi qasî ku ji min ra qal kirin, li Wanê jî gundiyan dev ji xwedîkirina pez berdabûn û bi karên din mijûl bûn.
Û her kesî zarokên xwe dida xwendin.
Bêguman hebûna zanîngehên nêzik vê meylê xurttir dike.
Em şevekê tenê li gund man, roja din danê êvarê em vegeriyan Wêranşarê.
Di nava 5 hefteyan da ez 3 caran çûm Wêranşarê û gelkî lê geriyam.
Berê ez bi tiştê ku ez êşandim û xemgîn kirim dest pê bikim.
Carê berî her tiştî, Wêranşara kevn ji kok da xera kirine û bajarekî nuh li dewsê ava kirine.
Û ew bajar jî ne bajarekî pir modern û xweşik e.
Ji qesir, qişle, avahî, xan, firne, hemam û dikanên qab yek jî nemaye, hemû xera kirine û avahiyên beton li dewsê ava kirine.
Ji qesir û qonaxên kevn tenê Seraya Belediyê, mala Ahmed Beg, Qesra Îbrahîm Paşa û xaniyê mala Texdîr mabûn.
Dema min xerabeyên Qesra Mala Hemze Axa dît, giriyê min hat, ji bin da hedimandibûn, ji bo ku li dewsê bînayeke nuh lêkin.
Nava bajêr berê wek qutiyekê bû, xwedî mîmariyeke pir delal bû, hemû dikanên bajêr qab bûn.
Vê tahrîbatê ez gelkî êşandim.
Gava bajar hewqasî diguhere, meriv xwe lê xerîb his dike , xwîna meriv lê nakele, dilê meriv lê rûnane.
Tiştê baş li bajêr rê û kanalîzasyon çêbûye, rê dihere ber her malê, li her malê av, elektirik û avdesxane heye.
Di dema min da erebe nediket piraniya kuçeyan, hemû kuçe teng bûn. Lê mala belediya DTP/BDP-ê ava be, hemû kuçeyên bajêr mezin kirine, bi texsiyê meriv dikane here ber her malê.
Gelşa avê û kanalîzasyonê jî hel kirine.
Ya din li bajêr çend parkên gelkî xweşik jî çêkirine, danê êvaran û bi şev bi sedan însan diçin li wan parkan rûdinin.
Malbat bi zarokên xwe ve lê rûdinin û wexta xwe diborînin.
Wekî din di nava bajêr da jî gelek dar çandine, ew jî xweşikiyekê dide bajêr.
Bêyî vê, çend avahiyên din jî wek Erasê, Çarşiya Tamîrciyan, Hala Sebze, Bîna Belediyê, Merkeza Kukturê û çend bînayên din ku nuha navên wan nayên bîra min ava kirine.
Vana hemû jî xizmet û xebatên baş in.

Sibe, gundî li hember bajariyan êdî ne pepeûk in

27 juli 2010

Nivîseke ji nişka ve

Hin xwendevan dixwazin li ser rojeva Tirkiyê û Kurdistanê jî ez hin tiştan binivîsim û dîtinên xwe bibêjim.
Rast e, ez jî dixwazim rojê 2 nivîsan binivîsim, lê pê ra nagihînim. Di nava 2-3 saetan da nivîsîna 2 nivîsan ne hêsan e.
Herçî mesela referandûmêye bi rastî ez bi xwe baş nizanim di pakêta referandûmê da çi heye, lê li gel vê jî bi dîtina min dibê kurd bibêjin ERÊ, dengên erê bidinê.
Ji ber ku ya kev ji wê ne çêtir e.
Waye Evren dibêje heger di referandûmê da ”erê” derkeve ezê xwe bikujim.
Tiştê Evren li dij dibê kurd neparêzin.
Ji her gav û mafekî herî biçûk ra jî dibê kurd tim û tim bibêjin ERÊ, lê pê neyên serî, divê tim hinekî din bixwazin.
Di siyasetê da carnan ya giş ya qet ne rast e, dibê meriv kûr û dûr bifikire, dijmin jî zêde ”netirsîne, hêdî hêdî fêr bike.
Em nikanin hemû mafên xwe bi carekê da bi dewletê bidin qebûl kirin, mimkûn e ku ev yek piço piço û hêdî hêdî bibe.
Loma jî dewlet çi bide dibê kurd ne li dij bin, lê tu carî jî pê neyên serî, dibê tim hinekî din jî bixwazin, heta ku hemû mafên xwe digrin.
Gava deyndarekî meriv nikanibe hemû deynê xwe li ser hev bide, bixwaze bi texsîdan bide, dibê meriv red neke, girtina bi texsîdan ji negirtinê çêtir e.
Di mesela referandûmê da dîtina min ev e…

Nîhayet ez digihîjim Wêranşarê

7
Di 17-ê hezîranê da bi erebeya Ekremê pismamê min, me(ez, xanim, Serhat û Rojen)berê xwe da Wêranşara xopan, bajarê bav û kalan û zaroktiya min.
Dema em bi rê ketin heyecanek şîrîn weke aveke germ xwe li bedena min belav kir, êdî ne xewn bû, gav bi gav ez nêzî kuçe û kolanên xwe dibûm, piştî saet û nîvekê ezê li wir bûma.
Merivên min dizanîbûn ez têm, lê min nizanîbû gelo kesê were pêrgî min ya na, min ji xwe ra digot, gelo dost û hevalan jî bihîstiye, gelo kes li bende min e, gelo ezê kesî nas bikim, gelo kesê min nas bike?…
Ekrem ji van hestên min bêhay ereba xwe dajot, ez jî bi dizî ketibûm van xem û xeyalan.
Lê li alîkî jî min weke dînan li der û der û dora xwe dinêrê û risim dikşand.
Di nabêna Riha û Wêranşarê da min tu guherandineke mezin nedidît. Li hin gundan darên zeytûnan û rez hatibûn çandin, barajek hatibû çêkirin û li hin deran jî hişnayî û dar zêde bûbûn, lê ne zêde.
Bi rê da qereqolek, du qereqolên mezin bala mezin kişand û helbet dîsa alên wan, yanî sembola îşxalê.
Bi van xem û xeyalan û hestên tevlihev tabêleya Wêranşarê ji min va xuya bû, em nêzî çem bûn û gihîştin ber pirê.
Herêm guherî bû, berê petrola mala Hadî(BP)tenê hebû, nuha hin avahiyên din û petrol zêde bûbûn.
Li ber pirê, min Ekrem da sekinandin û min çend rismên çem kişandin. Çem miçiqî bû û pirayê jî gelkî biçûk û xerabe xuya dikir.
Bi derbaskirina pirê ra em ketin nava bajêr, lê der û dor êdî ji min ra xerîb hat, li rast û çepê rê gelek bînayên bilind çêbûbûn ku di dema min da bînaya Seydoyê Çuxranî tenê hebû.
Nuhabi bi sedan bînayên rengorengo xuya dikirin. Riya diçû Qoserê heta çavên min didît bi çîçek û darên palmiye hatibû xemilandin. Şîşên li dora darên di orta rê da bi rengên kesk û sor û zer hatibûn boyaxkirin.
Destpêka bajêr kêfa min anî.
Berî ku em herin mal, Ekrem li jêrî bajêr ez hinekî gerandim, dixwest mezinbûn û xweşikiya Wêranşarê nîşanî min bide.
Lê Wêranşara min didît êdî ne Wêranşara min li pey xwe hîştibû, bûbû bajarekî nuh û min ji bin da nas nedikir.
Dema me berê xwe da nava bajêr, berbî mala apê min êdî min fêm kir ku haya kesî ji min tuneye, ezê weke xerîbekî bê helahop herim ji ap û merivên xwe ra bibêjim ”selamuneleykum”, vaye ez hatim.
Û bi rastî jî wisa bû.
Em çûn li ber yazixaneya apê min daketin, ji ber ku min berê rismê wî dîtibû min ew nas kir, lê wî ez nas nekirim, bîstekê bala xwe da min lê ez nas nekirim, heta ku min got ”apo” û şûnda ez nas kirim û êdî em çûn lep û ruyên hevûdu.
Em derbasî hundur bûn, li hundur Lokmanê lawê apê min, ev cara pêşîbû min ew didît, (bavê 3 zarokan e, dema ez derketim der ew hîn zarok bû) û çend kesên din berê rûniştibû.
Ji me ra çay hat.
Li pişt masê bi dîwêr va tekstekê bala min kişand, tekst li ser qedexeya cixarê bû, digot “kişandina cixarê qedexeye û kesê bikşîne cezayê wê nizanim çuqas lîreyê tirk e.
Lê herkesî dikşand, heta kesê li wir kar dikir jî dikişand.
Min xwe ranegirt û got:
-Heyran, ya wê nivîsa bi darda deynin ya jî cixarê nekşînin, her du tişt li hev nakin.
Milet keniye, gotin guh nedê, li vir wiha ye.
Ev sahne di rojên pêş da li gelek derên din jî ewê derkeve hember min…
Qanûn hatine guhertin lê însan hîn nehatine guhertin, ji bo vê, hîn wext lazim e.
Ez bawer dikim piştî 15-20 deqîqeyan gurûbek li dora 10-15 kesan hatin, du kes
(Nûrî Salmaş û Îsa) ne têda kesên din min nas nekirin.
Her kesî ji min dipirsî:
-Te ez nas kirim?
Bersîva min jî tim, ”na” bû.
Bi rastî jî bi derbekê da min kes nas nedikir. Lê piştî ku navên xwe hil didan ya jî dema dipeyivîn min hêdî hêdî nas dikir.
Gihîştina Kurdistanê, Wêranşarê û hevalan ez gêj kiribûm, ez nizanim wan çi digot û min çi bersîv dida wan.
Lê ez bêhed û bêhudûd dilşa bûm, dilşadiya min rabûbû pêdarê…
Di hevdîtinan da gelek caran bêyî ku bi rastî jî tam were bîra min, ji fediyan min digot, ”haaa tu yî”, nuha min tu nas kir…
Vê gelşê hersê carên ez çûm Wêranşarê dom kir, gelek dost û heval bi şewq û hezkirinek mezin dihatin ba min, lê dema min ew nas nedikirin ya jî baş nediahtin bîra min, îcar dilşikestî dibûn, dixeyidîn, digotin, ”çawa tu me nas nakî, çawa nayê bîra te?”
Di vî warî da min gelek zahmetî kişand.
Ya din her hevalekî qala bîranîneke xwe ya bi min ra dikir, hinekan digot, te wa kiriye, hinekan digot, te ji min ra gotiye here li filan kesî xe, yê din tiştekî din digot, lê gava nedihat bîra min matmayî diman û min jî bi hustuxwarî digot weleh nayê bîra min.
Nayê bîra min wê rojê çend kes hatin ba min, lê gelek kes hatin…
Însan dihatin û diçûn û ez jî ji kêfan serxweş bûbûm.
Êvarî em çûn mal, îcar merivên min û zarokên xwe hatin, ji wan jî min hinek nas kir û hinek jî nas nekir.
Zarokên wan bêguman mezin bûbûn, bûbûn bav û dê, ne mimkûn bû min kes nas bikira.
Em heta derengê şevê rûniştin û me derdên xwe ji hev ra got, gelek kul û keder ji dil xwe derxist.
Bi şev dema ez ketim nava nivînan ez ji xwe ra fikirîm, min ji xwe ra got, nuha ne gihîştina Kurdistanê û Wêranşarê, sirgûniya 31 salan êdî xewn û serpêhatiyek bi kovan e.
Swêd, Stockholm, surgûnî êdî xewn e, rastî vaye, vaye tu li Kurdistanê û li Wêranşara ku te bi şev û roj hesreta wan dikşandî ye.
Rehet rakeve, tu ne li xerîbiyêyî, vira welat û bajarê te ye, ne te tenê, wan jî bîriya te kiriye…
Sibe ewê dom bike….

26 juli 2010

Li Ruhayê min dawî li nezaniya xwe anî

6
Ekremê pismamê min di 16-ê hezîranê da hat Amedê û em di ser Swêregê ra birin Wêranşarê.
Min xwest ez Swêregê bibînim û şevekê jî li Ruhayê bimînim. Li Ruhayê min dixwest hin deran him bibînim û him jî nîşanî zarokan û xanimê bidim.
Di sala 1979-an da berî ku ez derkevim der, ez çûm Swêregê ba gorbuhuştê Ahmet Karli.
Tiştê ji wê rojê di bîra min da maye, Swêreg wê demê hema hema vala bûbû, dişibiya bajarekî nîvwêran, ya jî ji bajarekî ji herbê xalîbûyî.
Bajarekî pir bi xof bû, meriv newêrîbû lê bigeriya. Nava bajêr tije wesayitên leşkerî bûn, meriv dixwest deqîqeyekê berî deqîqeyekê bajêr biterikîne.
Bi vî rismê di serê min da em ketin nava bajêr.
Tiştê bala min kişand bajar bi alî Amedê ve pir mezin bûbû û weke bajarekî modern xuya dikir.
Min xeber dabû çend hevalan(Îzet Kandemîr û Ekrem Karahan), me yê li Parka Ahmet Arîf hevûdu bidîta.
Em berê çûn ser goristanê, ser gora biraziya min Hêvîdar Kumruaslan û diya wê Remzîye yê.
Li ber goristanê mizgeftek/mescîdek û kaniyek xweşik hebû. Ji bo vexwarina avê tas pê da bû, li Amedê tistekî wiha ne mimkûn bû, ewê tavilê jêkirana. Deriyê gorra bavê min yê hesinî jê derxistibûn. Li gor gor gotinan, her tiştê tê firotin didizin. Lampeyên parkan her roj tên nuhkirin lê dîsa jî pêra nagihînin.
Lê Swêreg ne wiha bû.
Li milê çepê yê derîyê goristanê çayxaneyek hebû, çend kes lê rûniştibûn. Me li gorra Hêvîdarê pirsî, ji me ra tarîf kirin. Karkirên belediyê bûn.
Li gor qezayeke Kurdistanê gorristaneke pir xweşik, bi dar û tekûz bû. Di dema min da li Wêranşarê tiştekî wiha tunebû, her kesî miriyên xwe laletayin hema di ber hev da gorr dikir.
Lê li vir hinekî dûzanek hebû.
Dû ra em çûn nava bajêr û bîstekê bi erebê doş bûn me li parkê pirsî û me heval(Îzet û Adnan Ozbîngol)dîtin.
Em çûn şînekê, dû ra em çend saetan li nava bajêr geriyan.
Li Swêregê ji tenê dengê tirkî dihat guhê meriv.
Berî em bi rêkevin min bi henek ji Îzet ra got, heta nuha min ji "Swêregê" ra kevir nedaye ser hev, negotiye xêrelaxêr, lê soz îcar di nivîsa xwe da ezê bi başî qala Swêregê bikim.
Em hemû hinekî keniyan
Ji ber ku Swêrega min dît, ne Swêrega berê bû, bajarekî bi ser û ber, bi dûzan û gelkî jî xweşik bû.
Parka Ahmed Arif gelgî xweşik bû, meriv nedixwest jê rabe.
Di nabêna Amedê û Swêregê da tiştek zêde nehatibû guhertin, tiştê nuh kozikên qoriciyan û ala tirk bû, ev herdu tişt jî weke striyan di çavên me ra diçû.
Piranî û mezinayiya ala tirk bala kurdên li welêt nakşîne, belkî jî qet nabînin, lê em kesên ji derve diçin pir pê nerehet dibin, bi taybetî jî lawikê min Serhat bi zêdebûna ala tirk pir û pir nereht dibû û tim rismê wê digirt.
Lê nabêna Swêreg û Ruhayê jî pir guherî bû, gelek bax û bexçe lê çêbûbûn, axirê hawirdor pir xweş xuya dikir.
Ruha jî pir mezin û xweşi bûbû.
Lê ne tenê mezin û xweşik bûye, bi nufûsa xwe bêtir bûye kurd. Berê di nava Ruhayê da çavsorî û serdestiya ereban hebû, li mazata pez û dewêr kesî nikanîbû heywanê xwe bide destê delalekî kurd. Lê nuha belovacî bûye, ji der û doran gelek gundî ketine bajêr. Li gor ji min ra gotin bi taybetî jî Şêxan û Qeregêçiyan pir ketine bajêr.
Esas meriv dikane ji bo Mêrdinê, Sêrtê, Wanê, Diyarbekrê û gelek bajarên din yê Kurdistanê jî eynî tistî bibêje, bi koça ji gundan di bajaran da nufûsa kurdan zêde bûye, bajar bi temamî bûne kurd. Lê problema zimên helbet heye.
Min bihîstibû ku Ruha pir mezin bûye, bi taybetî jî bi alî Swêreg û Wêransarê ve pir mezin bûye.
Lê wek bajar jî pir xweş û bi dûzan bû, gelek der û kolanên wê dişibiya bajarekî Ewrûpa. Gelek avahî restore kiribûn.
Em wê şevê li Ruhayê bûn mîvanê Ekrem.
Dû ra ez careke din jï çûm Ruhayê.
Danê êvarî em çûn ser gola Xelîl Rehman, gola bi masî.
Berê jî ez gelek caran çûbûm wir.
Lê nuha tiştê min dît pir muhteşûem bû, gelek xweşik kiribûn, bi darên palmiye û kulîlkên rengareng dişibiya bihuşteke derewîn.
Em çûn mizgefta Xelîl ul Rehman. Ev mizgeft di sala 1211-an da ji alî biraziyê Selahedînê Eyûbî Melik Eşref ve hatiye çêkrin û mizgefteke bi heybet e.
Em ketin şikefta Îbrahîm Xelîl Pêxember, me ji kaniya Bedîuzeman Seîdê Kurdî av vexwar.
Li hewşê û der û dora mizgeftê û şikefta Îbrahîm Xelîl Pêxember bi sedan îranî hebûn, bi taybetî jin pir bûn.
Dema em li hewşa mizgeftê digeriyan du zarokên 6-7 salî hatin ba me û xwestin dîroka golê ji me ra bi tirkî bibêjin.
Min got em ne tirk in, heger hûn bi kurdî bibêjin ezê pera bidim we. Yekî hustuyê xwar kir, fena ku bibêje ez nizanim.
Min got tişt nabe, tu kurd û em kurd, loma jî dibê tu ji me ra bikurdî bibêjî. Û heger tu bi kurdî bibêjî ezê zêde bidim te.
Li ser vê, yê mezin(ez bawer dikim 7-8 salî bû) dest pê kir bi kurdî got. Min jê ra li çepikan xist û got her bijî û her yekî 2 lîre da wan. Û min dû ra jî got, kurdî baş fêr bibin, turîstên kurd zêde didin meriv.
Êvarî hevalê min yê hêja Abdulkadîr Îzol, hat em birin qesreke pir xweşik, bi me muzîka ”siragecelerî” da guhdarîkirin.
Lê ruhayiyan navê şevbêrka kurdî bi tirkî kirine ”siragecelerî.
Me li wir çîkekî baş xwar û bi zorê straneke kurdî jî bi wan da gotin.
Xwediya cî, nasa Kadîr Îzol û hemşeriya min bû, keça Ahmet Yazmacî bû, Kadir em bi hev dan nasîn û em li nava qesrê qeriyan, min gelek risim girtin, lê mixabin rismên derneketine.
Hesab ji me negirtin, gotin hûn mîvanên xanima Yazmacî ne.
Roja din karê min yê pêşî ez çûm otêla Îpek Palasa ku gorbuhuştê Seîdê Kurdî lê wefat kiribû.
Oda wî hîn raxistiye û însan diçin ziyaret dikin.
Di odeyê da dolabeke kitêban, tizbiya wî, eba wî ya mohr(qehwerengî), saetek û çend ayetên bi darde hebûn.
Ez li odê rûniştim, min çend risim kişandin.
Berî ku ez derkevim der, belkî bi sedan car ez li Îpek Palasê raketibûm, lê min nizanîbû ku Seîdê Kurdî li wir wefat kiriye.
Û ev yek jî bi min pir zor dihat.
Lê vê carê min ev kêmasiya xwe ji navê rakir û ez gelkî jî pê kêfxweş bûm.
Berî ku em herin Wêranşarê, dost û xwendevanekî min yê ji înternetê(bi naznavê Rehawî)û hevalekî xwe hatin ziyareta min.
Min digot belkî ”Rehawî” xorteke, lê camêr derket mamosteyekî navsale yê Zanîngeha Heranê û ji alî pîrekan ve jî em hinekî bûn merivên hev.
Temenê Rehawî ji bo min bû surprîz, min digot belkî ezê rastî xortekî 20-25 salî werim…
Kî dizane gelo ew min çawa fikirîbû û bi dîtina min çi hest li ba wî peyda bûn?
Dibê viya jî ew bibêje…
Sibe rêwîtî û dîtina Wêranşarê

25 juli 2010

Ez Amedê li pey xwe dihêlim

5

Do hesabê min yê mal û bajêr li hev derneket, loma jî min nivîsa xwe nenivîsî û soza dabû we bicîh neanî.
Li gor soza min dabû, minê do qala Mala Dengbêjan û sohbeta xwe ya bi seyda M. Emîn Bozarslan ra bikira.
Lê hesabê min şaş derket.
Mahmûd Lewendî li ser jiyan, xebat û vegera min ya welêt ji bo telewîzyona Kurd1-ê bi min ra hevpeyvînek çêkir.
Piştî hevpeyvînê, em çend heval(Lewendî, Bîlal Gorgu, Malmîsanij, Tariqê Tetwanî, Hesenê Metê, Eşref Okumûş, Mueyid Teyib û ez)bûn mîvanê Alî Coşarê nêçîrvan û me li mala wî ya li gundekî Stockholmê goştê pezkûviya xwar.
Helbet me ne tenê goşt xwar, heta derengê şevê me têra xwe vexwar jî.
Dema Hesenê Metê ez danîm mal, saet tam yekê nîvî şevê bû. Lema jî min pê ra negîhand ku nivîsa xwe ya do binivîim.
Rojek ya jî du roj berî ku em ji Amedê herin ez û xanim bi tena serê xwe li kuçe û kolanên Amedê digeriyan, me hin mizgeft, dêr û ciyên dîrokî ziyaret dikir.
Di vê nabênê da min got Hêvî, ka em herim Mala Dengbêjan jî.
Em çûn Mêrgahmedê, med dest bi pirsînê kir, em ketin kuçeyek taxa Elîpaşayê, cî û mekanê pêxwas, berdûş û cêbkêsanên meşhûr.
Di kuçeyekê da me ji xortekî 19-20 salî pirsî, ji me ra tarîf kir û dû ra jî ji Hêviyê ra got, ”Abla, zêrê hustuyê xwe derxe, çûna we ya wiha tahlûkeye, ewê we bişêlînin.”
Dema wisa got ez gelkî tirsiyam, em rawestiyan. Min got xanim, hela bise bira ew here, belbî ew yekî ji wan be.
Lê ji ber ku em carê ketibûn kuçan, loma jî êdî bi veger nedihat, me riya xwe domand, lê Hêvî li pêş û ez jî li pey wê û em pir bi semt dimeşiyan, ji tirsan çavên min tim li der û dora min bû.
Min ji her zarok û xortî şik dikir û bi tirs xwe jê kef dikir.
Neyse bêyî qeza û bela me Mala Dengbêjan dît û em ketin hundur hewşa wê.
Li ser derî ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîbûn. Min got ezê vê yekê li hundur bibêjim lê min ji bîr kir.
Danê esir bû, hewş sî bû, hundur hewşê şûştibûn û loma jî li gor malên din gelkî hênik bû.
Xaniyekî du qat, pir xweşik û restorekirî bû, hewşa xênî têra xwe mezin bû. Heger ez ne şaş bim hewzekî biçûk jî di hewşê da hebû.
Li hewşê li dora 15-20 kesan rûniştibûn çay vedixwarin û sohbet dikirin. Min silav li cimatê kir û got:
-Ma hûn mîvanan qebûl dikin?
Gotin ”ser seran, ser çavan, kerim kin rûnin.”
Di vê nabênê da jî tim milet dihat.
Ez û xanimê em li milê rastê yê hewşê li kêlek hev rûniştin.
Cimatê li silav da me û dû ra jî pirsîn, gelo em ji ku ne?
Min got em ji Wêranşarê ne lê nuha li Swêd dijîn û hatine ziyareta Kurdistanê, welatê xwe. Û di vê nabênê da me xwest Mala Dengbêjan jî ziyaret bikin.
Li ser van agahiyên min cimatê bi baldariyeke hîn dostana û hîn mîvanperwerane bala xw da me. Min got ma tu dengbêjên Wêranşarî di nava we da tuneye? Gotin na, jinek heye, carnan tê distirê, lê îro ne li vir e.
Yek ji ciyê xwe rabû hat li kêleka min rûnişt û ji bo xatirê me ji me ra delalekî pir xweş got û dûra rabû cû.
Piştî ew rabû, kalekî licî bi navê Abdulsemed Adiyaman(wî navê xwe ji min ra got)hat li kêleka min rûnişt û pirsî, gelo ez M. Emîn Bozarslan nas dikim ya na?
Min jî got, belê ez nas dikim, em dostê hev in û me sohbeta xwe domand. Di vê nabênê da telefona xwe ji bêrîka êlegê xwe derxist û telefonî yekî kir, piştî çend gotinên halpirsînê, got, seyda vaye dostekî te li kêleka min e, kerem bike pê ra bipeyive û pişt ra jî telefon dirêjî min kir.
Min tiştekî wiha qet ne dipa, ez hinekî xafil hatibûm girtin, lê ji mecbûrî min rahîşt telefonê.
Min silav da seyda M. Emîn Bozarslan, bi çend gotinan li halê wî pirsî û dû ra jî got, seyda ez Zinarê Xamo me.
Li ser vê, seyda M. Emîn Bozarslan got, wey merheba Zinar, ma tu yî, û kêfxweşiya xwe anî zimên.
Min got, weleh ev çend hefte ne ez li Kurdistanê digerim û nuha jî li Amedê hatime ziyareta Mala Dengbêjan. Li vir bi tesadufî rastî vî hemşeriyê te hatim, pirsa te kir û min jî got erê ez nas dikim. Seyda M. emîn Bozarslan bi telefonê û vê tesadufê kêfxweşiya xwe anî zimên û got, ez jî dixwazim werim lê hîn ne diyar e kîn ga û dû ra jî got gelek silavên min li Kurdistanê û cimata xwe ke.
Cimatê bi meraq û dîqeteke pir mezin li me guhdarî dikir, dema min silav û hemû gotinên seyda M. Emîn Bozarslan ji cimatê ra got, her kesî bi coşeke pir mezin li çepikan xist û kêfxweşiya xwe nîşan da.
Li ser vê sohbeta min ya bi seyda M. Emîn Bozarslan ra, cimatê bi çavekî hîn dostane li me nêrî û dengbêjan dest bi stranê kir. Sê kesên din jî ji me ra stran.
Min çend risim girtin û em dû ra derketin.
Dema em derketin çend kesan heta ber derî em rêwî kirin, heta Abdulsemed xwest bi min ra were bajêr jî min nehîşt.
Netîce ez û xanim bi kêfxweşî û dilşadiyeke gelkî mezin ji Mala Dengbêjan bi rê ketin…
Ez dixwazim qala bîranîke xwe ya din ya li Amedê bikim.
Ez, birayên min Fuad, Faîk, Berzan û xanima wî Meyrem û keça wî Dîcle çûn Gazîkoşkê.
Danê êvarê bû koşk girtî bû. Li hewşa koşkê daweteke Qulpiyan hebû, lê dawetê hîn dest pê nekiribû. Min bi xwediyê dawetê ra hinekî sohbet kir, pirsa Tewfîkê Qulpî kir, min got erê ez nas dikim û di nezerê da tim malikê lê diviritînim.
Min çend risim kişandin û dû ra me dergevanê koşkê dît. Camêr ji me ra derî vekir û em bera hundur dan.
Lê berî ku em herin jor, min jê ra got, di sala 1968 ya jî 1969-an da bû ez û çend heval hatibûn vir, me oda Atatur dabû vekirin û tê da araq vexwaribû. Piştî 41-42 sal va ye ez dîsa têm dikevim vê odeyê.
Dergevan(bekçî)keniya û got, weleh ez jî licî me...
Li ser vê tesadufê, em keniyan û min got, heyra ji xwe ez diherim ku licî derdikevin hember min, diyar e Amed di destê liciyan da ye.
Gazîkoşk pir xweş kirine, em heta derengê şevê li bexçeyê wê rûniştin û me çaya çîkê ruhayê û çaya semawer vexwar.
Bexçe tije malbat û jin bûn, êdî ne weke berê ye, însan xweş dijîn, kêf dikin. Jin li her derê tên dîtin û weke mêran ew jî kêf dikin.
Muzîk jî hebû, lê bi tirkî bû.

Sibe çûna Swêregê, Ruhayê û Wêranşara xopan

23 juli 2010

Di nava zarokan da kurdî li ber tunebûnê ye

4
Ez sê caran çûm Amedê û li ser hev hefteyekê lê mam. Min hema hema hemû derên dibê meriv bibîne dît û lê geriyam.
Li Amedê gelek aşxana, qahwexane, park û derên pir xweş û modern vebûne, gelek bîna, xan, dêr û mizgeft tamîr kirine.
Û meriv dihere ku, her der tije ye, tu dibêjî qey însan barî ne, li her derê însan li binguhê hev dikevin.
Jiyan 24 saetan berdewam e, bajar tu carî ranakeve, hertim şiyar û qelebalix e, tu dikanî destê sibehê jî here li Orman Parkê rûne û çay û qahwê vexwe.
Mistewa û qelîteya serwîsê pir bilind û paqij bûye.
Ev yek ne li Amedê tenê, li her dera Kurdistanê wiha bûye, bajar bi giştî mezin bûne, milet dewlementir bûye û girêdayî vê, qelîteya xizmet û servîsê jî pir bi pêş ketiye.
Ji ber ku em di orta havînê da çûbûn loma jî germa Amedê nedihat kişandin. Ev gelşek bû.
Vê yekê nedihîşt meriv hertim derkeve der û têra dilê xwe bigere.
Bêyî germê tiştê li amedê meriv herî bêtir nerehet dike piranî û mezinayiya alên tirk û terorîzekirina jetên tirk yên şer e.
Bi şev û roj, bi wext bê wext jetên şer pir nizm û bi dengekî pir bilind di ser bajêr ra difirin û meriv ji guhan dikin.
Ev bi serê xwe zulmeke pir mezin e, her kes jê gazinan dike, lê kes nikane tiştekî bike.
Tiştê din yê li Amedê bala meriv dikşîne li hin herêman xort û zarokên serxweş û narkoman, feqîrî, zarokên tiştfiroş û pirbûna kesên parsek in.
Erê berê jî kesên xizan hebûn, lê ne bi vî rengî û hewqas zêde.
Dewletê bi hezaran kurd û zarokên wan kirne "parsek..."
Zarokên boyaxçî, dismalfiroş (selpak) û avfiroş li her derê derdikevin hember meriv û ji meriv naqetin, meriv him xemgîn û him jî nerehet dibe.
Piştî demekê êdî meriv ”bêûjdan”, ”bêmerhemet” hereket dike.
Heger meriv ji her zarokekî dismalekê bikire ez bawer dikim dibê meriv tim bawilekê bi xwe ra bigerîne.
Vana jî hemû zarokên gundiyên koçber bûne, yanî mexdûrê dewletê ne. Dewletê gundên wan şewitandiye û dê û bavên wan jî bi çolan ketine.
Yanî kesên di bajaran da feqîr ketine û ketine bin nigan gundiyên ji ber terora dewletê koçber bûne, ne bajarî ne.
Kesên bajarî kêm kes halê wan xerab e, bi piranî halê hemûyan jî pir xweş e. piraniya wan di 45-50 saliya xwe da teqawit(emeklî) bûne û di bera jî karekî, du karê din dikin.
Heta bigihîje esanaf jî teqawit bûne, him ji ”Bagkûrê” meaş digrin û him hî kar dikin.
Tiştê din yê li Amedê(esas li hemû Kurdistanê)bala meriv dikşîne mirina zimanê kurdî ye, dema meriv li Amedê digere wek ku meriv li bajarekî Tirkiyê be, li her derê bi tirkî tê peyivandin, tek tûk dengê kurdî dikeve guhê meriv.
Zimanê bazarê û danûstendinê tirkî ye, gundî, bajarî, feqîr dewlemend her kes bi hev ra tirkî dipeyive.
Lê dema meriv bi kurdî bipeyive her kes bersîva meriv bi kurdî dide.
Ez bi xwe li Kurdistanê gelkî geriyam, çûm Amedê, Ruhayê, Mêrdînê, Midyadê, Nisêbînê, Wêranşarê, Swêregê, Betlîsê, Tetwanê, Wanê, Bazîdê, Gewaşê, Çaldiranê, bi rê da, di texsî, otobozan da, li otêlan yanî li her derê bi kurdî peyivîm û li her derê jî bersîva min kurdî dan.
Û ne tenê bersîv, ji br ku em bi kurdî dipeyivîn gelkî qedrê me girtin, li çend ciyan fêkî û şîrînî belaş îkramî me kirin.
Lê kurdên welê xwe bi xwe, heta kesê herî siyasî û zana jî li bazarê, di danûstenên xwe da bi kurdî napeyive, guh nade zimên.
Kurdî li Kurdistanê bûye zimanê turîstan, gava ”turîstên” weke me bi kurdî bipeyivin kêfa wan tê û qîmetê didinê, lê ew bi xwe napeyivin.
Wek min got, mezin hîn kurdî dizanin, yanî kesên kurrdîzan hîn neqediyan e, lê temen her ku biçûk dibe kurdî jî nayê zanîn, diqede.
Yanî di nava zarojan da kurdî êdî qediya ye.
Berî salên 1980-î heta 5-6 cîlan(nifşan) jî di bajaran da zimanê malê nedibû tirkî, gundiyên diketin bajêr tavilê dest bi tirkî nedikirin.
Lê nuha li Amedê, li Wêranşarê û li derên din jî gundiyên 5 sal berê, deh ssal berê ketine bajêr bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin.
Ev rewş jî nîşan dide ku heger kurd di demeke kin da mafekî, statuyeke resmî bi dest nexin kurdî miriye.
Di nava bajarên ez lê geriyam li Dêrik û Wêranşarê kurdî zêde bû, bi taybetî jî Dêrik. Li Wêranşarê li hin kolanên gundiyan tenê kurdî bû, lê li bi piranî tirkî bû.
Li Amedê er deriyê Xana Hesenpaşa yekî tizbîfiroş heye, min gulika tizbiya xwe li wî da çêkirin.
Dema ez pêra bi kurdî peyivîm gelkî kêfa wî hat, got ji ber ku tu bi kurdî dipeyive(ez û xanim jî bi kurdî dipeyivîn)ez ji te pera nagrim. Min jî got, ji ber ku tu qedir didî kurdî ezê zêde bidim û min bi zor 5 lîre dayê.
Dûra jî min got, çima hûn Diyarbekirî bi hev ra tirkî dipeyivin? Ev çev çend roj in ez bala xwe didimê her kes bi kurdî dizane.
Got ji sedî pênce sûcê zaza ye û ji sedî pênceyî jî ji ehmeqiya me ye. Got zaza naxwazin bi kurmancî bipeyivin û kurmanc jî bi zazakî nizanin, loma jî zimanê me dibe tirkî.
Di vê tesbîtê da para rastiyê pir e, dema herdu serî yek lehçeyê nepeyive ziman otomatîkman dibe tirkî.
Li marketekê ez bi keçika tezgahtar ra bi kurmancî peyivîm, got ez bi kurdî nizanim. Dema min got tu çima nizanî, got, ez ”zaza”me.
Li ser vê mazereta wê, min got bi zazakî bersîva min bide, ez bi zazakî dizanim. Lê bi zazakî jî nizanîbû. Tesadufen Heyder Diljen jî li wir bû, ew ket nabêna me, got tişt nabe...

Sibe ziyareta Mala Dengbêjan û sohbeta bi seyda M. Emîn Bozarslan ra.

22 juli 2010

Barê Amedê pir giran e

3
Saet li dora dehê şevê em gihîştin balafirxaneya Ameda xopan.
Me walîzên xwe girt û bi dilşadiya ku em gihîştine axa Kurdistanê ji balafirxaneyê derketin der.
Li der du birayên min(Fûad û û Faîk)û çend dost û heval(Halîm Îpek, Baran Vûral, Zîwer û Adnan Ozbîngol)li bende me bûn.
Bi hesret û kêfxweşiyeke mezin me hevûdu himêz kir û dûra jî em li wasiteyên xwe siwar bûn û ketin riya malê.
Tiştê di bîra min da maye Amed gelkî germ bû, lê dilşadiya gihîştina welêt û dost û hevalan dilê min germtir kiribû.
Gava em gihîştin mal, kokima diya min li kolanê li bende me bû. Fena her dem dîsa weke baranê hêsir barand.
Em derketin jor, malbat li me kom bû, kêf û dilşadiya hevdudîtinê ji çavên her kesî difûriya.
Min û xanimê hin kes nas dikir, lê Serhat û Rojan kes nas nedikirin, kî dihat ew maçî dikirin, rebena matmayî mabûn.
Me şevbêrka xwe heta destê sibê domand.
Sibehê em rabûn berê çûn ser gora bavê min û dûra jî ser ya Wedat Aydin.
Ji bo ku em dara ser gora bavê min av bidin diya min bîdonek vala dabû destê me, li ber devê goristanê kaniyek hebû, me xwest bîdona jê tije kir. Lê 4-5 zarokên li ser kaniyê tavilê rahîştin tenekên xwe yên berê dagirtî û bi teqala me ketin, gotin emê av bidin.
Herçiqas min got heyra ne hewceye, vaye ava me heye pere nekir, bi me ra meşiyan.
Her tenekeyek belkî 20-30 lîtir av têda bû, teneke ji wan girantir bûn, lê dîsa jî radikirin û ji me nediqetiyan.
Temenê wan di nabêna 7-10 salî da bûn, gişan jî digot “xalo ezê lêkim”...
Me dît nabe, ji neçarî me ava hemûyan qebûl kir.
Em çer ketin hundur goristanê (Şehîtlixê) ji ber derî û ji nava daran çend jinên feqîr û du mele jî bi pey me ketin, pîrekan pere dixwestin û melan jî digot emê li ser gorê Yasînekê bixwînin.
Li ser gorrê em, çend jinên parsek, zarokên avfiroş û du mele li hev kom bûn, zarokan av li darê dikir, jinan pera dixwestin, melan jî dua dikirin.
Gotin û rica “me rehet bihêlin” pênc pere nedikir, dua meleyan, teqîna tenekeyan û liberger û lûbilûba pêrekên parsek ez matmayî hîştibûm, min nizanîbû çi bikim.
Nedihîştin em weke malbat bi hev ra rismekî bikşînin, tim li dora me bûn, sahneyeke pir ne xweş û pir û trajîk bû.
Neyse me hevûdu razî kir û em ji wir çûn ser gorra rahmetî Wedat Aydin.
Li wir jî eynî sahneyê tekrar kir.
Erebeyek birayê min ya xerxûte hebû, me li ber goristanê park kir. Bi parkkirinê ra 7-8 zarokên pir biçûk(bawir dikim hinekên wan ancax 6 salî hebûn) li dora erebeyê kom bûn, gotin ji bo ku hinek erebeyê xera nekin emê nobetê bigrin.
Min got kuro heger hûn xera nekin kes xera nake, lê guh neda min, hevûdu nîşan dan û gotin ”apo, xalo, e viya ewê çixîz bike” û yê din jî digot, “na ewê bike”, dibê ez nobetê bigrim.
Min dît heger em li hev nekin bi rastî jî ewê erebê perçe bikin. Loma jî min got, were ez rismê we bikşînim.
Kêfa wan hat, li hev kom bûn, min rismê wan kişand.
Yek jê veqetiya, got, dibê tu yê min tenê bikşînî. Min got baş e û min rismê wî kişand.
Li ser vê, dudiyên din jî xeyidîn, gotin dibê tu yê me jî bikşînî.
Min ji tirsa yê wan jî kişand.
Dûra yekî got, "ka rismê min… "
Min got kuro ez nuha nikanim risim bidim te, ezê dûra têxim înternetê, hûnê meşhûr bibin, dinyayê we bibîne.
Ez serê we neêşînim em gelkî ketin gewriya hev, me bi zor û bela me xwe ji nav lepê wan xelas kir.
Lê meleyek(min jê pirsî got ez lîcî me) ji me neqetiya, bi me ra hat ser gorra Wedat û bû pilepila wî, dest bi duakirinê kir.
Min got xoce mala te ava, ne hewceye, ez jî dikanim bixwînim lê qet guh neda min, dua xwe domand.
Dema emê bi rêkevin ji mecbûrî dibê me tiştek bidayê. Ji ber ku hîn roja min ya pêşî bû, loma jî di bêrîka min da perê Tirk tunebû. Min ji birayê xwe Faîk ra got, Faîk, hela tiştekî bide wî. Li ba Faîk jî perê hûr tenê lîrayek(5 kr swêd)hebû, derxist dayê.
Gava mele dît ku lîrayekî Tirk e, gelkî aciz bû, perê me got vir û avêt û dûra jî şiva di destê xwe da li darê xist, tu nema ku li serê me xe, û pişt ra jî bi hêrs got, ”ez ne parsek im, ez mele me, yaziklar olsun(şerm e, şerm e)ji wera” û bi qehr çû...
Em sê rojan li Amedê man.
Tiştê bala min kişand, Amed pir û pir mezin bûye, belkî bi sedhezaran gundî ketine bajêr.
Bêyî Deriyê Mêrdînê, Mêrgahmedê û derûdora dortyolê min dereke Amedê nas nekir
Meriv li her derê zarokên avê, dendika û tiştmiştên din difroşin dibîne. Kesên parsê dikin û zarokên kuçan pir in.
Ji ber ku pir germ e heta derengê şevê piraniya însanan li derve ne, li parka ne. Bi roj di binê her darekê da, hema li ku piçek sî hebe miheqeq çend însan xwe di binî da vezelandine ya jî dendikan çerez dikin.
Meriv ji kincên wan û ji girêdana wan fêm dike ku hemû jî gundî ne. Ne ku xaniyên wan tunene, li kuça mane, ji ber ku hundur xaniyên beton weke himamê dikele û ya din jî fêrî jiyana hundur(apartman) nebûne.
Loma jî piştî 10-11-ê sibê bi sedhezaran însan lê bi taybetî jî jin û zarok xwe davêjin parkan û binê daran û hetanî derengê şevê li wir wexta xwe diborînin.
Berî salên 1980-î li Amedê di nava bajêr da dar û park pir hindik bûn. Lê nuha bi dehan, belkî bi sedan parkên pir mezin çêbûne û li her dera bajêr dar hatine çandin, tu kolan û ziqaqa bê dar, bê hişnayî tuneye.
Di vî warî da meriv dikane bibêje ku hemû belediyên Amedê xizmeteke pir baş kirine.
Beyî van xizmetan ji bo alîkariya bi malbatên koçber, jin û zarokên wan ra, bi kesên seqet ra jî belediyan çend ciyên din yên pir mezin û hêjayî teqdîrê vekirine û di van avahiyan da xebat û xizmetên pir û pir baş dikin.
Ez çûm ji van li du heban geriyam. Herdu jî pir muhteşem bûn.
Sibe jî ezê çavdêriyên xwe yên Amedê bidomînim.

21 juli 2010

Heval me direvînin

2
Nizanim çima û ji ber çi, lê dema li Stenbolê em ji balafirê daketin pirîska tirs û heyecanê bi min ra tunebû, fena ku li Stockholmê ez herim mala xwe, ez sakin bûm.
Li ser temiya hin hevalan di balafirê da min çend duble wîskî jî bi ser xwe da kiribû.
Belkî ”tesîra” wê jî hebû...
Axir gava em ketin salona kontrolê bi hezaran însan di dorê da bûn. Min tu carî qelebalixik hewqas zêde nedîtibû, belkî 30-40 qulûbeyên kontrolê hebûn û li ber her yekê jî bi sedan însan di dorê da bûn.
Neyse em jî ketin dorê. Min xwe da pêş. Min di dilê xwe da got, şerm e ez zarokan û jinikê bidim pêş.
Ez dibêjim piştî 15-20 deqîqeyan dora hat min û min pasaporta xwe dirêjî pûlisê gîşeyê kir.
Pûlis pasaporata min girt, rûpel di ser hev ra quliband û dûra xist makînê. Carê du caran jî di bin çavan ra bala xwe da min.
Di vê nabênê da bû zire zira telefona min, hevalên li hember telefon dikirin hela ka ez derbas bûm yan na.
Min telefon digirt, zîleke din lê diket, min ew digirt yeka din lêdiket…
Pûlis teqrîben 2-3 deqîqeyan bi pasaporata min da ket û piştra rahîşt mohrê û got terp û lêxist.
Telefonê dîsa got zirrr..
Min got temam, ez derbas bûm…
Dûra xanim derbas bû, piştî wê jî herdu zarokên din derbas bûn.
Balafirxaneya Stenbolê ne îş mezin e, jêvajorî li meriv dadikeve, ji ber ku cara pêşî ye meriv qulbeya xwe şaş dike.
Ez serê we neêşînim me bi lez berê xwe da ciyê bawilan(walîzan). Me walîzên xwe girt û em ketin ser riya salona Diyarbekrê, da ku em herin li balafira Diyarbekrê siwar bin.
Bi derketina ber derî ra çavên min bi hevalê min Mamoste Nûjen ket, qamera di dest da li bende me bû.
Bi dîtina wî ez him gelkî kêfxweş bûm û him jî matmayî mam. Min zanîbû ew li Stenbolê ye, lê min qet bawer nedikir ku ewê ji Tûzlayê were balafirxaneya Ataturk.
Ji ber ku li gor dibêjin pir û pir dûr e.
Ev pêşwazîkirina wî ji bo min surprîzeke xweş bû.
Lê min hew dît ku 9-10 kesên din jî destên xwe ji me ra li ba dikin, min ji nav wan zar zor yek nas kir.
Min dizanîbû yekê bi abûqatekî ra were pêrgî min, lê min nizanîbû hewqas nas, dost û hevalên din jî ewê werin pêrgî me. Ji ber ku min haya kesî negîhandibûyê.
Em weke berx û mîhan li hev dan bûn, em yeko yeko li hev piçikîn, lê ez kesî nas nakim.
Mamoste fîlmê me digre.
Hemû ji min dipirsin:
”Te ez nas kirim?”
Ez jî tim bi hustuxwarî dibêjim, ”na”, wele min tu nas nakir…
Gotin heval hemû nehatin, piraniya wan li Bakirkoyê li aşxaneya Umer Acar li bende te ne, dibê em herin wir.
Min got, heyra ez nizanim Bakirkoy, maqirkoy lik u ye û çuqasî dûr e, here were saetek û nîvê min heye, dibê ez ji balafira xwe nemînim.
Min çuqasî got wext tuneye, em li vir rûnin, gotin nabe, gelek kes li wir li bende w ene, loma jî dibê em herin.
Hinekan birin bawilên meteslîm kirin, hinekan bi lez em xistin erebê û em ji balafirxaneyê berbî Bakirkoyê revandin.
Du erebe bûn, her erebeyek 6-7 kes lê siwar bû û çend kesên mayî jî gotin emê bi texsiyan werin.
Herçiqas min got yaho nabe em 6-7 kes li erebeyekê siwar bin pere nekir, gotin vira Tirkiyeye, her tişt dibe, tu îşê xwe jê neyne.
Min devê xwe girt û em ketin rê.
Bi rê da me tirafîk serobinî hev kir, dilê min hat ber devê min, xanim qutufî. Lê Serhat û Rojen him matmayî mabûn û him jî dikeniyan.
Di jiyana wan da ev cara pêşî bû ku rûbirûyî macerayeke wiha dibûn, weke fîlmekî James Bond bû, pir bi heyecan bû.
Piştî çend deqîqeyên pir bi heyecan em gihîştin aşxaneya Umer Acar. Gelek hevalên din li wir rûniştibûn.
Min ji wan jî kes nas nekir, ji xwe ne mimkûn bû ku bi derbekê da ez wan nas bikim.
Dema min ew li welêt hîştibûn, hemû li dora 20-23 salê bûn, lê nuha hemû di ser 50-î ra bûn, hemûyan por kiribûn hirî û bûbûn kokim.
Li vir jî hemuyan yeko yeko xwe bi min dan nas kirin. Hinek jî hebûn dema ez derketim derî welêt hîn ya zarok, ya jî sivik bûn, min ew nas nedikirin, bav û birayên wan hevalê min bûn.
Lê nuha ew wan jî por sipî kiribû û bûbûn bavê komek zarok….
Piştî merasima naskirinê nanêgoşt(lahmecûn)hat. Me bi lez nanê xwe xwar û dûra jî dîsa li erebeyên xwe siwar bûn û ketin ser riya balafirxaneyê.
Dema em gihîştin ber hundurê balafirxaneyê çend deqîqeyên me mabû. Di balafirxaneyê da însan li bin guhê hev dikevin û em jî baz didin û di nabê rajî tim li xelkê diqelibin.
Haya min ji xanimê û ji zarokan tuneye, yekî daye pêş min û baz dide û ji mn ra jî tim dibêje ”abê zû bike”, ez jî weke tajiyê bera dû nêçîrê de, tim wî taqîb dikim.
Me xwe di ser çend deran ra hol kir, çend kesan xwe li nuxteya kontrolê xistin û ew jî bi me ra ketin hundur.
Dema me xwe gîhand berî derî, derî hatibû girtin, otoboz li ber çûnê bû. Halîl Mîlkar weke tîrekê xe gîhand yê berpirsiyar, jê ra tiştek got. Mêrik derî vekir, em ketin otobozê.
Lê xwîdan di ser serê me ra davêje, em ji hal da ketine.
Min bala xwe dayê em temam in, kes ji mel i erdê nemaye…
Ji ber ku em bi temamî gihîştin balafira xwe ez gelkî kêfxweş bûm.
Em li balafira xwe siwar bûn û bi hewa ketin.
Sibe pêşwaziya li Amedê

20 juli 2010

Çûyinê bi macerayê dest pê kir

Piştî 31 sal hesret û xeyalên kûr û tevlihev nîhayet rojek hat min bawilên xwe tev kir û ketim ser riya Kurdistanê, welatê ku bi salan xem û xeyalên wî di dilê min da pêl dida, bi hesret û evîneke mezin min bîriya wî dikir.
Dibêjin xwediyê sebrê mîrê Misrê…
Yê min jî bû ew mesele, min 31 sal sebir kir û taliya talî ez gihîştim mirazê xwe, Kurdistana xwe ya şîrîn…
Ez dixwazim ji destpêkê, yanî ji Swêdê dest bi nivîsa xwe bikim.
Min gelek caran di vî quncikî da nivîsand, berî çûyinê ez gelkî bi heyecan bûm. Esas meriv dikane bibêje ”tirs” û heyecan tevlihev bû.
Berî çûyinê bi rojekê me tiftarê xwe tev kir, bawilên xwe girê da û em man li bendî saeta çûyinê.
Şeva emê herin xewn neket çavê min.
Abidê Diyarbekirî ewê bihata em bibirana balafirxaneyê.
Yanî bawilên me girêdayî, şufêrê me hazir û îşê me saxlem bû.
Em sibê zû rabûn, min got em careke din bawilên xwe saxî bikin. Herdu bawilên me jî nuh bûn, yek bi kod bû, dibê me kod bidayê.
Ez nizanim me çawa kir, tu nabê me pasportên xwe jî bi şaşî kiribû wê bawila bi kod.
Min xest ez bawilê vekim, lê venebû, koda wê nehat bîra min. Lawikê me yê biçûk got, bavo ez dizanim, tu ji min ra bihêle û lê xebitî.
Geh nîvçe vekir, geh girt, lê dawiya dawî bawil hat girtin û venebû. Pasportên me têda man û wext li me teng bû.
Min telefonî dikana ku min bawil(walîz)jê kirîbû kir, jinikê piçekî alîkariya me kir, lê dîsa venebû. Dûra got, ez bi telefonê nikanim koda bawilê ji te ra bibêjim, dibê tu bawilê binî vir, belkî tu "diz" î...
Min got ezê bawilê biçirînim, xanimê nehîşt.
Min rabû berê xwe da dikana min jê kirîbû. Berî ku were girtin, min xwe gîhandê. Jinikê bawila min vekir û piştra jî şîfredana wê fêrî min kir.
Min bi lez û bez xwe gîhand mal.
Abidê Diyarbekirî di wexta xwe da hat.
Min mesele jê ra got, em keniyan.
Min got ev ne elameta xêrê ye, heger destpêk wiha be, dawî ewê xerab biqede.
Xanimê av bi ber dilê min reşand, got tişt nabe.
Em ketin rê, me berê xwe da balafirxaneya Stockholmê.
Belkî 2-3 saet wexta me hebû.
Me bi rê da qala tiştên ku dikanin bibin dikir, ken û henek tevlihev dibûn.
Lê min tim li saeta xwe dinêrî, min bala xwe didayê balafirxane xuya nake. Abid jî tim dibêje, meraq neke, wext pir e, em digihîjinê.
Dawiya dawî me hew nêrî ku bajarê Uppsalayê 10 km ya tiştekî wiha maye, yanî em ji balafirxaneyê gelkî buhurîne, gihîştine Uppsalayê.
Abid matmayî ma, xwest vegere lê nikanîbû vegeriya, ji mecbûrî em çûn gihîştin rondêla Uppsalayê û ji wir vegeriyan.
Li ser vê, min got weleh belayek li pêşiya min e, dema şofêrekî wekî Abidê Diyarbekrî xwedî tecrûbe rê şaş bike ev yek ne îşaretke xêrê ye.
Abid ji alîkî da şerm dikir, ji aliyê din da jî dixwest min teskîn bike.
Lê hîn û hîn jî ez nizanim gelo bi rastî rê şaş kir, ya jî bi qestî, ji bo ku hinekî min bitirsîne wer kir ez nizanim.
Ez serê we neêşînim, berî ku balafira me rabe me xwe gîhandê.
Camêr alîkariya me kir, bawilên me teslîm kir.
Dûra hevalên min Riza Polat û Yilmazê Licî hatin, me mesele ji wan ra jî got, ew jî pê keniyan û heryekî li gor xwe şiroveyek kir.
Erê ez li ba wan rûniştîbûm, min sohbet dikir, lê hiş û aqilê min li dereke din bû, min ketina Tirkiyê, li balafirxaneya Stenbolê rûbirûbûna pûlis xeyal dikir...
Gelo ewê çi bibe?
Netîce saeta çûyina me hat û me xatir ji hevalan xwest û em çûn ketin hundur, me berî da balafira xwe û Stenbolê...
Sibe jî balafirxaneya Stenbolê, rûbirûbûna pûlisê kontrolê û pêşwazîkirina hevalan...

19 juli 2010

Ev xewn jî qediya...

Merheba gelî dost û hevalan!
Ez nizanim çawa û bi kîjan gotinên şekirîn dest bi nivîsa xwe bikim…
Ez dizanim gelekên we nuha bi meraq li bende veger û nivîsên min in. Bêguman ezê hûrik hûrik û bi teferûat ji we ra qala ger û serpêhatiyên xwe bikim.
Lê ne îşev.
Îşev him zarok li me kom bûne û em ji wan ra qala welêt dikin, risman nîşanî wan didin û him jî ez pir westiyayî me, taqeta min ya nivîsê tuneye.
Loma jî ezê bi xêr sibe dest bi zincîra nivîsên xwe bikim.
Lê dema ez kurt û kurmancî bibêjim her tişt “muhteşem” bû, Kurdistan xweştir, delaltir, mezintir û şîrîntir bûye; berê şekir bû nuha bûye hingiv, meriv jê têr nabe...
Lê hin herêm, bi taybetî jî Ameda xopan dişewite...
Ku meriv bikanibe hêzên tirkan ji Kurdistanê derxe û bi hawakî germiyanê jî "kêm" bike, weleh welatê me buhuşteke rastîn e.
Bavo germiyan dîsa tê tehamulkirin, lê xwelibakirin û fiyaqa leşker û pûlisên tirkan û ala wan ya sorsorikî nayê kişandin, gav û saetê bîna meriv teng dike, weke şûjinê di çavên meriv ra dihere, ji dîn û îmanê derdixe...
Leşker û pûlisên tirkan li gor berê û helbet dema dilê wan bixwaze carnan xwe nazik û kibar dikin, lê axir kibariya hêzeke îşxalkar tu carî wan şîrîn nake...
Neyse, ez nuha bi van rêzan xatir ji we dixwazim û ji we hemûyan ra dibêjim şev baş...