07 juni 2010

Trajediya berî vegerê

Sê roj berê(5/6)biraziya min Hêvîdar Kûmrûaslan, bi rengekî trajîk dawî li jiyana xwe anî û bi vê yekê jî hemû malabata xwe xiste nava êşeke pir giran û bêderman.
Bi bihîstina vê xebera bi êş û ne xweş ra per û baskên min şikest, ez ji pertav da ketim, ji êşa dilê xwe tevizîm.
Ji ber ku ez li mirina xwe difikirîm lê li bûyereke wiha qet nedifikrîm û ne mimkûn bû ku were bal û xeya min jî.
Min bi xwe ne xwest di bloga xwe da vê xebera ne xweş belav bikim û bi vê yekê jî hemû dost û havalan bi xwe ra xemgîn bikim.
Lê dûra helbet bûyer ji alî gelek dost û hevalan ve hate bihîstin û bi bihîstinê ra gelek nas, dost û hevalan bi telefon û e-mailan êşa me bi me ra par kirin, mesajên sersaxîyê gîhandin me.
Û gelek dost û heval jî bi şexsî hatin şîna me û di vê roja me ya mişt êş da em bi tenê nehîştin.
Ji bo hemû dost û hevalên ku telefon kirin, meyl şandin û yên zahmet kirin hatin sersaxiya me, ji ber vê dostayî û qedirşînasiyê ez sipasî hemûyan dikim û ji hemûyan ra dibêjim gelek sipas û mala we ava.
Mirin, ne tiştekî nuh e, li pêşiya her kesî ye, zû dereng rojekê her kesê rûbirûyî vê rastiyê, vê roja tahl, mirinê bibe.
Lê li gel zanîna vê rastiyê jî her mirin bi însanan zû û weke tiştekî nuh tê, însan nikanin ”mirinê” qebûl bikin.
Û bi taybetî jî dema meriv yê wenda dike xort e, hîn di buhara temenê xwe da ye, wê demê tîrên êşê û jana dil jî girantir dibe, meriv pir diêşîne.
Carnan hin însan ji ber gelek sebebên cuda naxwazin li bende dora xwe bimînin, pir ecele dikin, bi riyên gelkî bi êş û trajîk dawiyê li jiyana xwe tînin û ji vê cîhana ronak koç dikin.
Ew bi xwe koç dikin, lê êş û janke pir kûr û bêderman li pey xwe, ji dê û bavên xwe ra, ji dost, heval û hezkiriyên xwe ra dihêlin.
Biryara xwekuştinê biryarake pir giran e, kadastrofke pir mezin e û riyeke bêveger e.
Meriv fêm nake însan çawa tê vê nuxteyê, çawa dikane biryareke wiha xedar û zalimane bigre?
Bêguman sebeb bêhed û bêhesab in, lê carnan hin kêlî hene ku însan xwe pir bêçara, pir bêhêvî û bi tenê his dike, baweriya bi jiyanê, bi pêşerojê namîne, her tişt û her kes li ber çavê meriv reş û bêmane dibe…
A wê demê tu qîmet û maneyeke berdewamiya jiyanê jî namîne.
Dibê însan tu carî neyê vê nuxteyê, meriv nehêle were vê nuxteyê, piştî ku hat vê nuxteyê, êdî dereng e, tu kes nikane vê biryarê pê bide guhertin…
Min gelkî dixwest ku Hêvîdar çend rojên din min, xanimê û zarokan li Ameda xopan bigerîne, ji me ra rêbetiyê bike.
Lê nebû, bi me ra ”bêbextî” kir, emê herin di şîna wê da rûnin û hêsiran bibarînin…
Hêvîdar, keçeke bi qasî ewliyayekî paqij, dirist û rastgo û weke şepalekê jî bêtirs û cesûr bû, gorra wê hertim buhuşt be…

10 kommentarer:

  1. Xalo,
    Bila serê te u malbata te sax be. Chuyîna her kurdekî/ê ya bê wext, bê guman xemgîniyeke bê pîvan e. Ji we ra sebir u metanetê daxwaz dikim.

    Bi silavên germ

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Apo, bila serê we sax be. Bê shik eziyeteke mezin e ji bo malbata we. Bi hêviya ku careke din êsheke weha chênebe.
    Silav u rêz
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  3. Xalo,
    Bila serê we û temamê malbata we sax be.Yezdan sebrek ê bide we hemiyan. Texdîra îlahî ye meriv çi bike bê faydeye.Rebê alemê ev êşê xedar nede kesî Amîn.
    silaf û rêz
    REHAWÎ

    SvaraRadera
  4. Xalo
    Welle meriv chi bêje jî nikare êsha mirov di rojeke weha da asht bike. Lê dîsan jî bila serê we sax be u rehma xwedê u Zerdeshtê pîroz li ser yên mayî be.

    Silavên hêja
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  5. Apo, bila serê te yê u yê malbata te sax be. Hêdî tishtê ku were kirin tune. Bila pêxember Zerdesht hêz, quwet u selametê bide hemî endamên malbata we.
    Silav u hurmet
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  6. Gelek sipas ji bo mesajên we yên sersaxiyê gelî xwarzî û biraziyên min yên delal.
    Bi vê serdana we ez gelkî dilşa bûm, mala we ava.

    SvaraRadera
  7. Xalê Zinar
    Bibore min hinekî dereng xist. Bila serê we tevan sax be xalo. Bêshik buyereke xemgîn chêbuye. Bila Ahuramazda u Zerdesht-ê kal li cem we bin u êsha we hinekî siviktir bikin.

    Ji destên xalê xwe pach dikim.

    Xwarziyê te Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  8. Erê Patext Ezirgan, di rojeke wiha da jî tu li dû "xwarzê û biraziyên" min Pîran Tîr, Beranê Meletiyê, Rehawî(Rehewaî ji xwe dibê bi def û zurnê were pêrgî min), Qijikê Dêrsimê û Eliyê Dêrikî ma.
    Diyar e ji bo ku hûn silavekê bidin min dibê şîn hebe...

    SvaraRadera
  9. Tisht nabe xalo. Ev jî dide xuya kirin ku em ji dil ji xalê xwe hez dikin u nivîsên wî hertim dixwînin. Lê dîsan jî heqqê te heye, em kurd hinekî ecêb in. Apekî min li vir heye. Di rojên normal da silavê jî nade kesekî, lê gava kesek dikeve tengasiyê, ji wî leztir kes tune, ew di eynî demê da li cem wî kesî ye u chi ji destê wî tê dike. Merivekî feqîr e jî. Di zaroktiya min da millet jê ra digot "yaw ew chi hal e, tu yê bi ewqas zarokan chi bikî, xwedê nehishto?". Wî jî hertim digot "law dibe ku em kurmanc u tirk rojekê li hev bikevin, loma hejimara me chiqas zêde be, ewqas jî bash e ha" u dikeniya (li cem me berê digotin "kurmanc"). Bi xwedê ez bi hebuna wî pir bextiyar im.
    Silavên hêja u germ

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  10. Ciran bira serê te û hemû Kurdistganiyan sax be.
    Mamoste

    SvaraRadera

PARVE BIKE